16 Jun 2009

Çîroka dokumentera Celadet

Zeki Ozmen


Ev wextekê dirêj bû ku min dixwast li ser înternetê jînenîgariya Celadet Alî Bedirxan bi deng û dîmen were weşandin. Sedemê vê daxwaza min jî ev bû: Di malpera Celadet.com de arşîveke baş peyda bûye û kesên meraqa Celadet Alî Bedirxan bikin, dikarin ji gelek hêlan ve gelek agahdariyan bi dest bixin.



Ji hêla din gelek insan nivîsên li ser înternetê ditikînin lê belê dema nivîs dirêj bin, wan nivîsan naxwînin.

Ji ber vê sedemê min dixwast di înternetê de dokumenteke di derbarê jiyana Celadet Bedirxan de were weşandin. Di tv´yan de hinek dokumenterên baş hatibûn weşandin û min çavê xwe berdabû wan. Min xwast wan dokumentan peyda bikim û bi riya Celadet.com li ser înternetê biweşînim. Lê ew daxwaza min ji ber hinek sedeman pêk nehat.

Li ser vê yekê min biryar da ku ez bi xwe dokumentereke kurt hazir bikim û bi vî awayî armanca xwe pêk bînim. Di rastiyê de di vî warî de qet tecrûbeya min nebû û diviyabû ez digel amadekariyan, xwe fêrî teknîka çêkirina dokumenteran jî bikim.

Nivîsa lêkolînerê kurd Faysal Daglî ya bi awayekî berfireh li ser jiyana Celadet ku ji berya niha mafê bikaranîna wê ji bo Celadet.com dabû me, hazir bû. Ji xwe ev tekst ji bo dokumentereke rêzdar Faysal Dagli ya Med Tv hatibû bikaranîn.Ji bilî hinek guhartinên biçûk yên rojane, nivîsê barê min sivik kir û min xwast nivîsê weke hatiye amadekirin bixwînim.

Ez bi vî awayî ketim di nava destpêka hewldana xwe. Ji ber kalîteya deng, min teksta dokumenterê li studyoya radyoyeke alman tomar kir. Min dûvre ji arşîva xwe hem muzîka jenerîkê hem jî ya fonê hilbijart. Hilbijartina muzîkê jî gelek wextê min kuşt, ji ber dudilî bû sedem ku ez gelekî wext bi lêgerîna muzîkeke ji bo fonê xweş be derbas bikim.

Min dûvre xwast hevalek teksta min tomar kirî guhdarî bike û raya xwe di derbarê xwendinê de bibêje. Di wê navberê de bi xêra wî hevalî min ferq kir ku min tekst zêde zu xwendiye. Diviyabû ez dîsa herim studyoya radyoyê û teksta hazir hêdîtir bixwînim lê belê ne wextê min hebû û ne jî min zanîbû dê kengî dîse studyo vale be. Ji ber van egeran ez ketim di nava hewldan û lêpirsîna ka gelo bernameyên ku dikarin zûbûna deng hêdî bikin hena. Di encam de bernameyek peyda bû. Xwendina tekstê ya orjînal 12 deqîqe bûn û min bi riya wê bernameyê dirêjbûna xwendinê kir 18 deqîqe. Di rastiyê de 18 deqîqe jî kurt bûn û bi kêmasîve diviya bû 25 deqîqe ba.



Lê ger ji 18 dq bibûya 25 dq dê kalîte zêde biketa û çewtiyên xwendinê yên biçûk jî mezin bûba. Me bi wî awayî ferq kir ku ew 6 deqîqeyên hatibûn dirêjkirin jî di sînorê xeteriyê de ne. Yanî dema xwendina tekstê bi riya bernameyê piçeke din hatiba dirêjkirin, dê dengê tomarkirî ji xwezayîbûna xwe gelekî bi dûr biketa û ev yek dê bûba sedem ku xetayên biçûk yên xwendina tekstê mîna yên gelekî mezin xuya bikin. Ji xwe ev yek piçekî di dirêjkirina ji 12 dq ji bo 18 dq´an de dixuye.

Di nava van hestên kêkilhev de min dest bi karê montajê kir. Karê minê montajê ne wisa karekî hêsan bû, ji ber min ne ji montajê fêhm dikir û ne jî heta niha tişteke wisa kiribû.

Ez naxwazim di derbarê birêveçûna teknîkî dirêjtir bikim û wekî encam dikarim bibêjim ku piştî mehekê karê min qediya.

Dûv qedandinê re dokumentara hatî hazir kirin, li ser GoogleVideoyê hate weşandin û me girêdana wê bi Celadet.com re jî çêkir.

Piştî weşandina dokumenterê, nûçeya wê di gelek malperan de derket û her wiha du ajansên kurdî jî cih dane vê nûçeyê. Bi vî awayî dokument li ser gelek malperan hate tomarkirin û weşandin.

Hejmareke konkret nikarim bidim lê ev dokumenter heta niha li ser malperên cure bi hezaran caran hatiye temaşekirin.

Gelo ev dokumenter hêjayî misyona xwe bû? Ez dibêjim na, ji ber bingeha wê bi wêneyan hate dagirtin û qet dîmenên vîdeoyî nehatin bikaranîn. Hevpeyvîn nehatin çêkirin, yanî ji profesyonaliyê dûr bû lê belê bi kêmasîve bi vê yekê kêmasiyek hate dagirtin û dokumenterek bi deng jî di derbarê Celadet de li ser înternetê hate weşandin.

Piştî weşandina dokumenterê min bi dehan pîrozbahî û destxweşî standin û her wiha rexneyên cur bi cur. Û ez wekî encam dixwazim li ser vê dokumenterê vê yekê bibêjim: Rast e, dokumenter ji gelek hêlan ve ji profesyonalîzmê dûr e. Celadet hêjayî lêkolînên dîtmanî yên herî hêja ye. Lê armanca min wekî min li jor nivîstî ew bû ku bi rêbazeke wisa jî be, ciwan û kesên din yên bi înternetê ve mijûl in Celadet Alî Bedirxan nas bikin. Ev yek heta radeyekî pêk tê jî.

Ev xebateke biçûk ya ji ber pêdewiyê hate kirin bû. Ez dibêjim ji ber pêdewiyê, ji ber ji bo Tv´yan dokumenterên di derbarê Celadet de hatin çêkirin lê diviyabû ji bo înternetê jî xebatek wisa were kirin.

Di derbarê xebatên dîtmanî du hêviyên min yên ji bo Celadet hene; Ya yekem ew e ku ´Bîra Qederê´were berfirehkirin û sererastkirin û wekî fîlm were kişandin. Û ya duyem jî ew e ku dokumentereke hêja di derbarê jînenîgeriya Celadet de were çêkirin û di pêşbaziyên xelatên navneteweyî de hêjayî xelatan were dîtin.

Sînemevan û derhênerên hêja di nava kurdan de her roj zêde dibin û bawer dikim emê şaş nemînin ku derhêner û sînemagerên me di demên bê de zend û bendan ji bo projeyên wisa babidin.


Ji bo daxistina dokumentera Celadet Alî Bedirxan > Bitikîne
Ji bo temaşekirina heman dokumenterê li ser googlevideo > Bitikîne
Ji bo temaşekirina dokumentera Celadet Alî Bedirxan li ser malpera me > Bitikîne

Ji bo temaşekirina dokumentera Celadet Alî Bedirxan li ser YahooVideo > Bitikîne

Ji bo temaşekirina dokumentera Celadet Alî Bedirxan li ser Youtube > Bitikîne 1 2


zekiozmen@hotmail.com

Celadet.com

23.05.2008

No comments:

Post a Comment