Min ji berya çend rojekê çav li arşîva xwe ya mûzîke gerand û piştî ez çav bi albûma hunermend Ganî Nar ya bi navê „Dijwar“ ketim, ez ji xwe re fikirîm ka gelo ku Xwedê nekirî siba Ganî Nar herê li ser dilovaniya xwe wê Kurd çi reyaksonê bidin.
Ganî Nar heya niha 8 albûm derxistine piyasê û ji salên 90an pê de albûmên xwe bi zamanê kurdî çekirine. Kesê dengê wî bihîstî, xweş dizanin ku ew ekolek e û di cîh de mirov dikare kifş bike ka ew ji bo mûzîka kurdî xwedî giraniyeke çaweye.
Bi baweriya min kêm hunermendê Kurd hene, ku dengê wan wisa tûj û bikaribe bi kalîte zirav bibe. Teybetmendiya wî ya bala min kişandî ew e, ku dema ew stranan dibêje, ew bi xwe jî digel enstrûment û melodiyê dibe stran. Yanî; ji awir û lebatên wî diyar dibe ka ew çiqasî xwe di stranên xwe de dibîne.
Weke tê zanîn Ganî Nar jî bû penaber û niha li Elmanyayê dijî. Wî ji berya du salan albûmeke nû ya bi navê „Bi Min Nekene“ derxiste piyasê. Ew strana bi navê „Bi Min Nekene“ bi serê xwe dide diyarkirin ka ew çiqasî paralel digel hunera xwe dijî. Di wê stranê de qedirdayîniya wî ya ji bo gotinên stranê, hikumdariya li ser girêdana deng ya bi mûzîkê re û hestkirina wî ya stranê diyar dibe. Ew bi çend gotinan bûyer û serpêhatiya xwe bi zimanekê nerm, belangaz û dilbexweşewitî tîne ziman û di dawiyê de jî bi dengekê operayî ji bo qedera xwe dide ber qîran û isyan dike…
Dema ez li strana wî ya bi navê „Bi Min Nekene“ guhdar dikim, dîmenekê wisa tê li ber çavê min: Ganî Nar bi cilên xwe yên rojane li ser dikêye.Zêdeyî sed mûzîkjenan li pişta wî jê re li mûzîkê dixin. Dema ew strana xwe ya bi navê „Bi Min Nekene“ distrênê û di dawiyê de bi dengê xwe yê tûj qîrê dide û hê wî dawî li strana xwe neanî, bi hezaran kesên bi hestên kur lê guhdarî dikin dirabin li ser lingan û bi deh deqîqeyan şipyayî jê re çepkan didin. Di vê navberê de di nava tezewiratan de Ganî Nar jî carcaran bi dengekê melûl û tije hest dibêje:“spas, spas…“ û di bin çavikê wî yê mezin re hêdîka dilopên hêstiran ji çavên wî têne xwarê.Tişta balkêştirîn jî ew e ku di nava kesên li ser lingan jê re çepkan didin de jin, mêr, feqîr, dewlemend, parêzer, textor qehwecî, emele, dikandar, milyoner, qehbik, siyasetvan, bazirganên jehrê, mele, keşe, xwendevanên zanîngehê, parsek û hwd. hene….
Kêm zêde ji berya salekî min di rojnameyekê de nivîsek li ser Ganî Nar xwend. Di wê nivîsê de dihate gotin ku „Ganî Nar dev ji stranbêjiyê berdaye“. Ganî Nar digot ku wî digel komeleyekî kar kiriye û ji ber karê komelê xelet meşiye, piraniya tewanê xelet birêveçûna komelê ketiye li ser pişta wî ango ew weke kesê sûcdar dihate dîtin.Wî jî ji ber wê meselê xwe ji qada hunerê şûnde kişand.
Ez bi xwe kesayatiya Ganî Nar ji binî nasnakim û me rojekê merhebayek jî nedaye hev, lê hunera wî herdem bala min kişandiye.
Wê komeleya navdersbûyî pereyên wî xwaribin, wî pereyên komelê xwaribin, komel ji bo fikrên wî yên xelet têkçûbê anjê sedem çibe bila ew be, tiştek nikare bibe sedem ku dengê Ganî Nar were fetisandin û ew xwe ji qada hunerê şûnde bikişêne. Belkî ez hestê Ganî Nar piçekî fêhm bikim, lê belê ez bêdengiya civak û saziyan ya li hemberî protestoya wî qet fêhm nakim.
Cizayê hunermendekî yê herî mezin ew e ku dema mirov firça şêwekarekî jê bistînê an saza stranbêjekî lê qedexe bikê ye.
Ganî Nar bi vê protestoyê qepal kirine di qirika xwe de û hemûkes lê dinêre ka ew ê çawe bifetisê. Bi baweriya min divê rojekê berî rojekê ew qepal ji qirika wî werin deranîn û ew herê li ser dikên wî heq kirine û bi dengê xwe hestên hemû civakê bînê ziman.
Ev gotinên min wê dijwer werin, lê rastiya me û civaka me ye: Ku Ganî Nar Xwedê Nekirî siba bimirê, êdî pêwist nakê tv herroj klîpên wî biweşînin, radyo stranên wî ji xwe re bikin trayler, heskerên wî di otomobîlên xwe de li stranên wî guhdar bikin, rojname posterên wî weke diyarî bidin xwendevanên xwe, ji ber dema saxiya wî de, wî qepal kiribûn di qirika xwe de û hemû kesî lê dinêrî ka ew ê çawe bifetisê.
Derxistina wan qepalan ji qirika wî wezîfa hemû kesiye û divê hemûkes wan qepalan ji qirika wî derînê.
Gelo ti sazî û tikes nîne ku Ganî Nar haş bike?
Ganî Nar, Şûnde vegere li ser dikên ku te heq kirine!
Ger tikes ji ber şûndevegeandina te ti hewlê ciddî neke jî, divê tu ji ber xwe haş bibe!
Ew kesên ji ber haşbûna te hewldanên ciddî nakin, ew ê piştî „mirina“ te li xwedînederketina te poşman bibin û ew ên li dinyaya din hesêb ji te bixwazin…
Û tu yê nikaribe wî hesabê giran bide!
…Dike hemû li benda te ne!
…Şûnde vegere li ser wan dikan!
Celadet.com
20.11.2006
Celadet.com
20.11.2006
No comments:
Post a Comment