Li Hewlêrê di dema
serdana xwe ya malbatekî de ҫav bi zarokên li malê yên li televizyonê temaşe
dikirin ketim. Zarokan bêdeng û bi baldariyeke mezin li televizyonê temaşe
dikirin. Fîlmê lê temaşe dikirin, fîmekî karton ê zarokan ê bi kurdî bû.
Ez bi wî dîmenî zêde
hestiyar bûm; Zaroktayiya min hate bîra min. Di temênê xwe yê zaroktayiyê de ji
ber nebûna televizyonên kurdî min li fîlmên karton yên bi tirkî temaşe dikirin.
Dû re jî li Almanyayê êdî min dest bi temaşekirina fîlmên karton ên bi almanî
kir.
Sal derbas bûn û yekem tv
ya kurdî Med tv vebûbû. Edî di wê televiyzonê de fîlmên karton ên bi dublaja
kurdî hatin weşandin. Lê belê ji ber êdî temenê min ber bi ciwantiyê ve
derketibû, ne ji ber naveroka fîlm lê belê ji ber meraqa dublaja kurdî car
caran min li wan fîlmên karton ên bi kurdî temaşe dikir.
Li wê malbata Kurd a
Hewlêrî bi dîtina wan zarokên ku li fîlm temaşe dikirin re, bi taybetî zarokên
kurd ên li bakurê Kurdistanê, Tirkiye û Ewropayê hatin bîra min.
Ez ҫavdêrê wê yekê me ku
zarokên Kurdan ên li bakurê Kurdistan û yên li Tirkiyeyê hê jî li fîlmên karton
ên bi tirkî û li Ewropayê jî yên zimanên ewropî temaşe dikin.
Rast e, hema bêje niha di hemû televizyonên kurdan de
fîlmên karton ên bi kalîte têne weşandin. Lê belê li van welatên navderbasbûyî
hê jî televizyonên kurdan nekarîne zarokên kurdan bikişînin xwe.
Heta radeyekî sedemê vê
yekê dublaja fîlmên karton ê zarokan ên ku beyî berҫavgirtina aliyê pedagojîk a
zimanî ye. Lê belê sedemê bingehîn yê vê yekê nebûna perwerdehiya bi kurdî ye.
Ji ber zarok di dibistanên Bakur û Tirkiyeyê de bi tirkî perwerde dibin û li
Ewropayê jî bi zimanên ewropî, ew li fîlmên bi wan zimanan temaşe dikin.
Bêguman dikare were gotin
ku ji xwe zimanê zikmakî yên zarokên kurdan bi kurdî ye û her wiha zimanê
ragihandinê yê di nava malbatê de jî bi kurdî ye û ҫima zarok li fîlmên kurdî
temaşe nakin?
Belê, ji xwe nakokî ji
vir û pê de destpê dike; Dezgehên ragihandinê yên bi kurmancî heta radeyekî
kurmanciyek ku wekî ´standart´ were bilêvkirin di nava kurdan de bi cih kirine.
Lê belê ev kurmanciya ´standart´ nebûye zimanê ku malbat di nava xwe de bi kar
tînin. Ger em îstisnaya malbatên ciwan ên dildarê zimanê kurdî jê derînin, hemû
malbat devoka xwe ya herêmî di nava xwe de wekî zimanê ragihandinê bi kar
tînin. Ev yek jî dibe sedem ku zarokên kurdan wê kurmanciya ´standart´ a di
fîlmên karton ên bi kurdî de fêm nekin û ji wê yekê jî temaşeyî televizyonên
kurdî nekin.
Ji bo ku zarokên Kurdan
ji bilî başûrê Kurdistanê jî li fîlmên karton ên bi kurdî bi tehm temaşe bikin,
divê li welatê lê ne jî perwerdehiya kurdî bibînin. Tenê ji bo vê yekê bi xwe
jî mabe, li Bakur û li parҫayên din ên Kurdistanê statûyek ji bo kurdan şert e.
Di vî warî de niha li
rojavayê Kurdistanê temelek tê avêtin û aqûbet li ser Bakur û Rojhilat jî
be.