8 Dec 2010

Pirtûka Zekî Ozmen ya navê "Kurdên Almanyayê" derket



Pirtûka lêkolînî ya bi navê “Kurdên Almanyayê“ ya sosyalpedagogê kurd Zekî Ozmen ji aliyê Weşanxaneya Ronahî ku navenda wê li Amedê ye hate weşandin. Ev pirtûka lêkolînî yekem berhama bi zimanê kurdî ya li ser kurdên li Almanyayê dijîn e. Nivîskarê pirtûkê Zekî Ozmen ku du salan ji bo amadekirina vê berhemê xebitiye, lêkolîneke berfireh li ser kurdên li Almanyayê dijîn pêk aniye.

Pirtûk bi kurdên destpêkê yên di serdema împeratoriya osmanî û farisan yên hatine Almanyayê û navê wan bûye malê dîrokê destpê dike. Dû re jî pêlên hatina Almanyayê yên kurdan yên di demên cuda de û sedemên wan bi awayekî berfireh hatiye lêkolînkirin û nivîsandin. Di pirtûkê de komeleyên kurdan yên yekemîn li Almanyayê hatine damezirandin û rewşa giştî ya niha ya komeleyên kurdan jî hatine rêzkirin. Hejmara kurdên Almanyayê di çarçoweya daneyên fermî û tezên li ser vê babetê û her wiha bicihbûna kurdên heman herêman yên li heman bajarên Almanyayê jî hatiye lêkolînkirin. Ji bilî rewşa xwendekarên kurd yên li zanîngehan û saziyên wan, cihekî taybet ji bo dersên fermî yên kurdî yên Almanyayê û elaqeya malbatên kurd yên ji bo vê yekê hatiye veqetandin.

Dezgehên ragihandinê yên kurdên Almanyayê û dîroka wan jî babeteke din ya pirtûkê ne. Sosyalpedagog û nivîskarê vê pirtûkê Zekî Ozmen cihekî giring daye babeta hunerê ya kurdên li vî welatî jî. Digel beşên li ser ciwan, spor, sînema û nivîskariya kurd ya li vî welatî nivîskarê pirtûkê di çarçoweya lêkolîna xwe de dide diyarkirin ku di hemdembûna muzîka kurdî de rola stranbêjên kurd yên li Almanyê dijîn û jiyane bi awayekî giştî diyarker e. Digel beşa li ser qedexeya PKK´ê, gelek aliyên doza Mykonosê ku di nava raya giştî ya kurd de nehatine minaqeşekirin jî bi awayekî delêlî hatiye lêkolînkirin. Di pirtûkê de digel babetên li jor û gelek babetên din, di dawiyê de awir li ser jiyana kurdan ya rojane hatiye gerandin û ji betlane, şîn û cejnên kurdên Almanyayê bigirin, heta babeta zewacê jî di pirtûkê de tê dîtin.

Zekî Ozmen / Kurdên Almanyayê / Weşanên Ronahî / 189 rûpel




Navnîşan û agahdariyên li ser peydakirina pirtûka „Kurdên Almanyayê

Bakurê Kurdistan û Tirkiye:

Weşanên Ronahî
Lise 2. Sk. Adalet Apt. Kat:1 No:3
Yenişehir / Diyarbakir
Tel: 04122230369
E-Mail: wesanenronahi@hotmail.com



Ji bo û bêtir agahdarî û bidestxistina pirtûkê:
www.celadet.com/pirtuk.htm

7 Dec 2010

Xelatkirina Zekî Ozmen ya bi Xelatên Şehîdên Rojnamegeriya Kurdî yên Musa Anter 2010

Nûçeya Merasima Xelatên Şehîdên Rojnamegeriya Kurdî yên Musa Anter 2010 û dema standina Xelata Taybet a Jûriya Nûçeyên Kurdî ya nûçeya Zekî Ozmen ya bi sernivîsa "Bi hezaran bûk û zavayên kurd fêrî almanî dibin" ku hevalê Ozmen, Harun Yalçinkaya li ser navê wî ji destê kurê Apê Musa, Dîcle Anter distîne. Amed 19. Îlon 2010


5 Dec 2010

Zekî Ozmen Xelata Taybet a Jûriya Nûçeyên Kurdî ya Xelatên Şehîdên Rojnamegeriya Kurdî yên Musa Anter 2010 stand

Nûçeya standina Xelata Taybet a Jûriya Nûçeyên Kurdî ya Xelatên Şehîdên Rojnamegeriya Kurdî yên Musa Anter 2010 ya nûçeya Zekî Ozmen a bi sernivîsa "Bi hezaran bûk û zavayên kurd fêrî almanî dibin"...

23 Nov 2010

Bi çend mînakan denberheva kurdî û tirkî


Hevalek bi salan wekî rojnameger xebitî. Bi kurdî dinivîsî û di nivîsîna bi kurdî de bi israr bû. Heta ew qas bi israr bû ku êdî hevalên bi tirkî dinivîsandin ji rexneyên wî tengezar dibûn.
Lê belê di nava demê de guherandinekî rû da;
Vê carê wî xwe li ber israr û daxwaza nivîsandina bi tirkî negirt û dest bi nûçenivîsandina bi zimanê tirkî kir.
Hûn dizanin wî piştî nivîsandina bi tirkî çi ferq kir?
Ew qas ked bi kurdî da lê kesekî ji derdora wî ne qedir dabûyê û ne jî haya wan ji nivîsên wî hebûn. Lê belê piştî nivîsandina bi tirkî rewş veguherî û êdî digiha kî, digotinê “me filan û bêvan nûçeya te xwendiye.”
Lê meseleya qedir û qîmetê?
Ew êdî li ser seran dihate girtin...

***

Stranbêjekê sê berhemên xwe bi tirkî deranîn. Lê dikir û nedikir hêviya wê pêk nedihat û di nava qada muzîka bi tirkî de bi nav û deng nedibû.
Sedema biryarê nizanim di nava hevoka li pêşiya vê hevokê de veşartiye yan na lê belê vê stranbêjê biryara derxistina albumeke bi kurdî da û album deranî.
Ew bi derxistana berhema bi kurdî wisa bi nav û deng bû ku êdî navê wê li cîhanê jî hate bihîstin...
Gelo ew stranbêj hêjî dizane bi kurdî xwe “îfade” bike?
Ji xwendina çewt ya gotinên stranê wê tê fêm kirin ku nikare xwe bi kurdî “îfade” bike...

****

Hevalekî gelekî “kurdîparêz” hebû.
Te digot “merheba”, wî digot “merheba ne bi kurdî ye” û nû dû vê jêrenotê pirsa halê mirov dikir.
Wî biryar da bibe bazirgan.
Bû bazirganekî serkeftî jî.
Herî dawî dema min dît, min dîsa merheba dayê.
Li derdora wî hinek tirk jî rûniştibûn.
Vê carê negot “merheba bi erebî ye” û di ser halan de bi tirkî pirsa halê min kir...

***

Nivîskarek hebû. Bi kurdî roman dinivîsand. Ji bilî derdorên taybet yên wêjehez yên zimanê kurdî, haya kesekî ji wî tunebû.
Dû re pirtûkên xwe wergerandin zimanê tirkî û “bi wan wergeran re di nava kurdan de bi nav û deng bû.”
Em heşt heval rûniştibûn û sohbet li ser wî nivîskarî digeriya.
Hemû hevalan yeko yeko behsa keda wî ya ji bo zimanê kurdî dikirin.
Min jî yeko yeko ji wan pirs kir ka wan romanên wî bi kîjan zimanî xwendine?
Kesekî ji wan hevalan jî bi zimanê kurdî berhemên wî nivîsakarê ku pesnê wî ji bo pêşvebirina ziman û wêjeya kurdî didan nexwendibûn û hemûyan jî bi zimanê tirkî xwendibûn...

10 Oct 2010

Boykota aborî


Boykota dibistanan û ya zanîngehan ku hefteyên borî bi banga TZPKurdî li Bakur û li Tirkiyeyê pêk hatin, ji ber rewşa siyasî û rojeva li ser “bêçekirina PKK’ê” wekî ya boykotkirina referandumê li nav Tirkiyeyê û qada navneteweyî deng venedan.

Bi gotineke din; ev boykot ma di bin siya nîqaşên li ser rojeva siyasî de. Digel vê yekê jî hem hikumet û hem jî dewlet ji ber pêvehatinên muhtemel yên vê biryarê ketin hewldanan û bi tehdîtên eşkere jî be, xwestin rê li ber bigirin. Sedemeke din ya vê yekê jî biryara bangê ya lezgînî bû û xebata boykota dibistanan wekî çalakiyeke bêyî bingeh hatibe amadekirin bi rê ve çû.

Hefteya borî li herêma Colemergê jî kampanyaya ji bo kargehan hate destpêkirin lê belê dîsa ji ber kêm amadeyiyên bingehîn, ev kampanya li vê herêmê bi sînor ma.
Ji bo kampanyayên wisa hem li Tirkiyeyê û hem di qada navneteweyî de deng vedin û encaman bi xwe re bînin, berî ku kampanya bikevin pratîkê divê bi mehan amadekerî bêne kirin, stratejiyeke demdirêj bê diyarkirin.

Piştî van dîtinên xwe, ez dixwazim vegerim li ser sernivîsa vê nivîsarê;
Li Bakur zimanê bazara kirîn û firotinê bi tirkî ye. Nav û lewhe jî dîsa bi heman zimanî ne. Aliyê zagonî em deynin hêlekî, di mantiqê bazirganiyê de qezenca aborî bêtir di kîjan zimanî de be, ew ziman wekî zimanê aborî tê bikaranîn.

Li Amedê li hemberî mala hevalekî min marketek heye. Bala min kişandibû ku dema em diçin wê marketê, ew bi kurdiyeke paqij bi me re diaxivî û bi mişteriyên din re –ku ew jî kurd in- bi tirkî diaxivî. Min ji hevalê xwe pirs kir ka çima bi wî re bi kurdî û bi mişteriyên din re bi tirkî diaxivin. Wî got ku wan xweş ji wî fêm kirine ku ger xwedî û karkerên marketê bi wî re kurdî biaxivin, ewê bibe mişteriyê wan yê demdirêjî.

Li Almanyayê jî heman nimûne hene. Ez bi xwe gelek caran bûme şahid ku xwediyên dikanan ên kurd dema mişteriyên wan yên tirk têne di dikanên wan de, bi mişteriyên xwe yên kurd re jî tirkî diaxivin. Ji ber naxwazin mişteriyên xwe yên tirk ku netewperestî bi wan re heye winda bikin, dest pê dikin bi hemû kurdên di dikanê de ne jî bi tirkî diaxivin.

Bi kurt û kurmancî; kilîta bikaranîn an nebikaranîna kurdî di qada bazara kirîn û firotinê de, di berjewendiyên aboriyê de ye.

Ji ber vê sedemê ne zehmet e ku strajiyek demdirêj were amadekirin û di çarçoweya vê stratejiyê de di nava demeke kurt de zimanê kurdî li piraniya Bakur bibe zimanê bazirganiyê.

Rêbaz hêsan e; Dema niştecihên kuçe û bajaran wekî helwest tenê ji dikandarên ku lewhe û menû bi kurdî bin û xebatkarên dikanan kurdîaxêv bin kirînên xwe bikin, wê wî wextî ji ber berjewendiyên aborî xwediyên dikanan û karsaz jî kurdî biaxivin.

10 Sept 2010

Encamên stratejiya boykotkirina referandûmê

Li ser referandûma makezagonê ya di 12´ê êlûnê de li Tirkiyeyê were lidarxistin, ji kurdan du dengên cuda derdikevin. Dengê yekemîn yên di bin pêşengiya PKK´ê û BDP´ê de, yê „boykotê“ ye. Yên din jî yên kurdên hevalbendên AK Partiyê û yên derdorên muxalifê PKK´ê û partiyên mîna HAKPAR´ê ye. Ev dengê duyemîn jî ji bo referandûmê dibêje „erê“.
Kategoriya kurdên ji ber sedemên cuda piştevaniya AK Partiyê dikin li aliyekî, dimînin derdorên muxalifên PKK´ê û HAKPAR. Ev alî jî slogana populer yan van rojan „ne bes e lê erê“ bilêv dikin û dibêjin ku ew jî wê mîna AK Partiyê dengê „erê“ bidin.

Ji ber vê yekê niha li Bakur du enî hene; Yek jê ya „boykotê“ û ya din jî ya „erê“ ye. Dengên „erê“ wê wekî encam bi awayekî dîrekt rengê nexşeya AK Partiyê ya li Kurdistanê biresimînin û boykot bixwaze nexwaze wê li ser nexşeyê bibe rengê kurdan.
Biryara „boykotê“ di dîroka siyasî ya kurdan de xwedî wateyeke taybet e. Kesên pêşnûmeya makezagona were referandûmê bixwîne, wê bibîne ku ji bo kurdan tiştek tuneye.

Bi gelemperî ji bo Tirkiyeyê di warê dadweriyê de hevqasî mizqalê zir jî be gavek heye û ev gav jî bi taybetî ji bo piştxurtkirina AK Partiyê ya di nava dewletê de hatine çêkirin.

Bêguman mirov dê ji xwe pirs bike; ger di warê dadweriya Tirkiyeyê de gaveke erênî di makezagona nû de hebe, çima kurd bila di referandûmê de piştgiriya AK Partiyê nekin?

Bersiv hêsan e; PKK´ê û BDP´ê di vî warî de stratejiyeke giring derxistin holê. Hikumeta tirk di dema dengdayina li parlemanê de qet têkilî bi BDP´ê re nedanî û ji xwe re difikirî ku ji xwe kurd û BDP wê ji neçarî di referandûmê de piştgiriya wê bikin. Ew di wê baweriyê de bû ku yan dengên „erê“ û yan jî dengên „na“ wê werin bikaranîn. Li gor wê ji xwe ne pêkan bû BDP´ di eniya CHP û MHP´ê cîh bigire û dengê „na“ bikarbîne. Lê belê PKK´ê û BDP´ê ev hesabê serokwezîr Erdogan bi stratejiya „boykotkirinê“ pûç deranî. Vê helwestê pêşî li stratejiya AK Partiyê girt.
Siyaset „dayin û standin e“. BDP´ê bi vê helwesta xwe ya „boykotê“ cara yekemîn karî siyasetake li hemberî „dayinê“ bibêje „ezê çi bistînim“?

AK Partiyê ji ber vê yekê niha fêm kiriye ku pêwistiya wê bi dengên kurdan jî heye. Biryara „boykotê“ dikare stratejiya AK Partiyê ya dahatûyê serûbino bike.
Vê helwesta PKK´ê û BDP´ê kir ku AK Partî ji ber standina dengên kurdan here bi birêz Ocalan re rûne. Her wiha dîsa boykot bû sedem ku destên kurdan xurt bibe û bi awayekî vekirî daxwazên xwe wekî şert deynin ber hikumeta tirk.

Ji ber van sedaman biryara „boykotê“ di dîroka siyasî ya kurdan ya legal ya li Tirkiyeyê de gaveke nû ye.

23 Aug 2010

Hewldanên li Culemergê

Min di serdana xwe ya Kurdistanê de vê carê tiştek ferq kir; Ji bo mirov bizane ka asîmîlasyona dewleta tirk li kîjan bajarên kurdan bi ser ketiye ango heta radeyekî bi ser neketiye, pîvan hêsan e:
Yekemîn destnîşana vê yekê hejmara bilind ya qereqol û hêzên dewletê ye. Bi vê ve girêdayî jî axaftina bi kurdî ya li kuçeyan e.
Dema mirov awirên xwe li Culemerg û Şirnexê digerîne, li her cihên stratejîk û di nava bajêr de qereqolên leşker û polîsan tên dîtin. Bi vê ve girêdayî jî di nava kuçeyan de jî piraniya mirovan bi kurdî bi hev re diaxivin.
Ev tê wê wateyê ku çiqas zêde jiyan bi kurdî be, ew qas qereqol zêde ne. Hejmara bilind a qereqolan jî tê wê wateyê ku hê li wî cihî asîmîlasyon li gor asta dewlet dixwaze pêk nehatiye.
Ev aliyekî meselê ye, lê belê aliyekî din yê meselê yê sosret yê bizava kurd jî heye;
Li bajarên ku asîmîlasyon bi awayekî mînîmal li gor bajarên din yên kurdan pêk hatiye, bizava kurd wekî bi rewşa heyî piştrast be ku ev rewş wê neyê guhertin, ji hewldanên pêşîlêgirtina asîmîlasyona van bajaran dûr e.
Wekî mînak, li Culemergê ji bilî çend ciwanên ku bi dilxwazî di çarçoveya xebatên TZP-Kurdî de kar dikin tu sazî nîn in. Ew ciwan jî di nava bêderfetiyê de bi taybetî kursên zimên didin lê belê ji ber piştgiriyeke taybet ya bizava kurd ji bo wan nîn e, xebatên wan ên takekesî gelekî bi sînor in û ji daxwazan re nabin bersiv.
Ev helwest jî vê pirsê bi xwe re diafirîne: Gelo piştrastiya ji rewşa heyî ya bizava kurd ya ji van bajaran çi qasî di cih de ye?
Bersiv jî hêsan e: Dewletê ew bajar tije leşker kirine lê negiştiye encamekî. Ji ber vê yekê niha dewletê jî stratejiyeke nû afirandiye. Stratejiya nû ya dewletê asîmîlekirine van bajaran bi riya Cemaeta Fethulleh Gulen e. Li Culemergê Walî ji vê cemaetê ye, rektorê zanîngehê ji vê cemaetê ye û hejmareke gelekî mezin ya xaniyên xebatê yên cemaetê niha li bajêr hene.
Sempozyuma “Ziman û wêjeya kurdî” ku ji hêla Zanîngeha Culemergê ve meha borî bi beşdariya Walî di bin ala Tirkiyeyê û wêneyê Ataturk ve hate lidarxistin jî parçeyekî vê xebatê ye.
Dewletê nekarî Culemerg û Şirnexê bi qereqol û leşkeran asîmîle bike, ji wê yekê niha dixwaze bi riya cemaetê bi awayekî devlikenî û şîrîn bigihe armanca xwe.

03.08.2010

1 Jun 2010

Bêalîbûna Navenda PEN’a Kurd


Ez dawiya vê hefteyê li bajarokê Konigsberga girêdayî bajarê Bonnê ya Almanyayê li qiraxa çemê Rheinê beşdarî 7’emîn kongreya Navenda PEN’a Kurd bûm. Berî 4 salan jî li Dresdenê beşdarî kongreya vê saziyê ya 6’emîn bûbûm.

Hem vê hefteyê û hem li kongreya li Dresdenê meseleya bêalîbûna Navenda PEN’a Kurd ango “tohmeta” alîgiriya siyasî ya vê saziyê cihekî girîng yê danûstandinan bû. Encama giftûgoyên van kongreyan û hinek civînên Navenda PEN’a Kurd yên ez beşdar bûyî, vê yekê diraxe ber çavan: Navenda PEN’a Kurd hê nekariya xwe bi kurdan bide nasîn.

“Tohmeta” li ser Navenda PEN’a Kurd ya ji hêla gelek kesan ve tê bilêvkirin, “alîgiriya” wê ya PKK’ê ye. Lê ev “tohmet” tenê ji hêla kesên tu elaqeya wan bi Navenda PEN’a Kurd re nîn e tê bilêvkirin û haya wan ji kar û barên navxweyî yên PEN’a Kurd nîn e.

Em li ser vê babetê wisa dest pê bikin; Ger em şikayetên kurdên ku di nava PEN’ên biyanî de cîh digirin û bi hewldanên cuda xwastine Navenda PEN’a Kurd di qada PEN’a Navneteweyî de bi “alîgiriya siyasî û îdolojîk” tawanbar bikin nehesibînin, bi taybetî di salên dawî de Navenda PEN’a Kurd di qada navneteweyî de gavên mezin avêtine. Kampanyayên wan yên ji bo kurdên rewşenbîr yên di girtîgehan de encamên erênî girtine û Navenda PEN’a Kurd di nava PEN’a Navneteweyî de bûye hem xwedî prestîjeke erênî û hem jî yek ji PEN’ên herî çalak e. Tiştê herî ecêb û cihê pesinandinê ew e ku Navenda PEN’a Kurd piraniya van xebatan bi rêya du-sê endamên xwe yên çalak xwe di qada navneteweyî de gihandiye vê astê. Xala din ya balkêş jî ew e ku ev xebat hemû di nava “gevizandina bêperetî” û darayiyeke ne baş de hatine meşandin.

Lê belê Navenda PEN’a Kurd di qada navxweyî ango di nava raya giştî ya kurd de teng maye û haya raya giştî ya kurd ji van xebatên Navenda PEN’a Kurd hema bêje nîn e.

Kesên di warê siyasî de belkî bi “devê tifingê li hev dinêrin” di nava PEN’ê de bi hev re rûdinin, bi hev re radibin û biryaran bi hev re distînin. Beşdarbûna kesên ji dîtinên siyasî yên herî dijberî hev ya di kongre û civînan de û her wiha endambûna wan ya Navenda PEN’a Kurd de vê yekê dide nîşandan; Di vê serdemê de qet saziyeke kurdan ya ku temsîla pirengiya siyasî, zaraveyî û nivîskarên ji her çar parçeyên Kurdistanê di nava xwe de dihewîne ya wekî Navenda PEN’a Kurd nîn e. Ev sazî ji bo kurdan modelek e.

Ji bo ev modela ku dikare ji bo yekîtî ango nêzîkbûna kurdan ya navxweyî rola mînakgirtinê bilîze, pêwîst e Navenda PEN’a Kurd ji vir û pê de wekî xebata xwe ya serkeftî ya di qada navneteweyî de, di qada neteweyî de jî xwe bide nasandin.

Ger Navenda PEN’a Kurd bikare van xebat û rêbazên kar yên navxweyî bi kurdan bide nasîn, ne wê ev pêşdarazî bimînin û ne jî pirsgirêka darayî.

30 Mar 2010

Newroza xwe bi xwe


Newroza îsal ya bi heybet ya li welêt ji hêla çavdêrên siyasî ve wekî „referanduma xwastekên gelê kurd“ hate bilêvkirin. Dema em di vê çarçoweyê de awirên xwe bizîvirînin ahengên Newrozê yên kurdên diyasporayê û bi taybetî ya kurdên li Almanyayê dijîn, rewşeke berevajî serdest bû. Ahengên li Almanyayê yan di paraleltiya pêvajoya siyasî ya li welêt de birêve çûn yan jî bi metodên salên berê cejin hate pîrozkirin.
Hejmara kurdên li Almanyayê dijîn ji milyonekî derbas dibe. Derdora du sed saziyên kurdan yên civakî, siyasî û dezgehên kurdan yên ragihandinê hene. Digel vê girseya mezin jî kurdan Newroza xwe - ji bilî çend îstisnayên biçûk - bi awayekî ji raya giştî ya alman îzolekirî pîroz kirin.
Pêwist e ji vê yekê bi taybetî saziyên kurdan piçekî berê neynikê bidin xwe û bifikirin ka gelo çima digel vê hejmara bilind ya kurdan hikumeta alman bi awayekî fermî pîrozbahiya sersala kurdan nekirin.
Divê di serî de ji Yek-kom û Komkarê were pirskirin ka wan çiqasî kariye bi riya „pêvajoya entegrasyonê“ xwe bi hikumet û rayedarên dewletê bidin qebûlkirin. Piraniyan kurdên li Almanyayê dijîn êdî xwediyê nasnemaya alman in û bi awayekî formel jî be, êdî parçeyekî vê civakê ne. Bi taybetî dengên kurdên bûne hemwelatiyên alman êdî di warê hilbijartinên herêmî û federal de roleke berbiçav dilîzin. Ne tenê ev, her wiha di warê bacdayin, karker û karbidestên kurd jî bandoreke mezin ya erênî li ser aboriya Almanyayê dibe. Zarokên kurdan yên li Almanyayê mezin dibin, dixwînin û dibin xwedî pîşe jî, misogeriya rola erênî ya aborî û karên civakî yên vî welatî ne.
Dema digel evqas bandora erênî ya kurdan ya li ser vî welatî hêjî kurd xwe bi xwe bi awayekî îzolekîrî vê cejna xwe pîroz dikin û hikumet ji van hemwelatî û welatiyên xwe yên nû pêwistiya pîrozbahiyekî nebîne, divê kurd pêşiya her kesî li xwe binêrin ka di vî warî de wan bi xwe çi xebat kirine.
Ger îro nûçeya hinek ahengên kurdan yên Newrozê di çapemiya alman de wekî „Kurdan cejna sersala xwe ya nû pîroz kirin“ derbas dibe jî, ev yek bi „xêra“ blokekirina otobanên alman ya çalekgirên kurd yên di dema Newrozên salên 1990´in. Her çiqas van çalekiyan di warê prestîja kurdên li vî welatî de roleke neyînî leyîstbin jî, lê destnîşankirina Newrozê wekî „Cejna sersala nû ya kurdan“ bi van çalekiyan çêbû. Bi gotineke din; heta naskirina Newrozê bi xwe ne bi riya karê lobiya saziyên kurdan çêbûye.
Êdî di vî warî de dem hatiye ku saziyên kurdan ji bo girseyên li dû xwe bikevin di nava xebatê de û xwe ji vê îzolasyonê xelas bikin.

27 Mar 2010

Zarok li tv’yên kurdan temaşe nakin!


Bila produktor û dublajvanên fîlmên zarokan ên bi kurdî li min negrin. Ji roja Med TV vebûye heta vê serdema pirengiya televîzyonên kurdan, ez gelek caran li fîlmên zarokan temaşe dikim. Niha li gora berê gelek fîlmên karton ên bi kalîte di tv’yên kurdan ên cuda de bi dublaja kurdî têne weşandin. Lê digel vê yekê jî eleqeya zarokan ji bo van fîlmên ji bo kurdî hatine wergerandin kêm e.

Ez her dem li Almanyayê dibim çavdêrê vê yekê ku zarokên kurdan li fîlmên zarokan ên bi almanî temaşe dikin. Her wiha min li welêt jî dît ku eleqeya zarokan ji bo fîlmên zarokan ên bi tirkî heye.

We rast bivê gelek caran dema ez li fîlmên zarokan temaşe dikim û xwe dikim şûna zarokan, ez jî wekî wan hema bêje tiştekî ji wergera kurdî fêm nakim.

Sedema vê yekê ya bingehîn jî li gor çavdêriyên min ev in:

1.) Ji ber zarokên kurdan bi perwerdehiya kurdî mezin nabin, xezîneya wan a peyvên kurdî kêm e.

2.) Kurdiya zarok bikar tînin, ew kurdiya ku ji malbatê fêr bûne ye. Ji wê yekê ew tenê bi kurdiya herêmî ango bi devoka herêmê mezin dibin û tenê wê têdigihên.

3.) “Kurdiya akademîk” ya di fîlmên zarokan de tê bikaranîn, hê di serê zarokan de bi cih nebû ye û ji wê yekê peyvên têne bikaranîn dibin sedem ku ew diyalogên di fîlm de hem fêm nekin û hem jî tehmê jê nebînin.

4.) Qisekerên dublajê gelek caran bi armanca dengê qehramanên fîlman ne wekî yên mirovan derkevin, dengên xwe diguherin û ev yek fêmkirinê hê zehmetir dike.

Ji ber eleqe nîşandana zarokan ya fîlmên karton ên bi kurdî bêguman perwerdehiya bi kurdî pêwîst e lê belê madem niha piraniya zarokên kurdan ji vê yekê bêpar in, tenê alternatîfêk dimîne; Wergerên fîlmên karton divê bi awayekî pedagojîk bifikirin û peyvên bi taybetî ji hêla piraniya zarokan tên fêmkirin ji bo dublajê hilbijêrin. Ji bo balkişandina zarokan divê herdem hewldan ji bo peyvên “sivik” yên ku zarok fêm dikin werin hilbijartin.

26.03.2010

13 Mar 2010

Kodên serdegirtina Roj Tv

11.03.2010

Zekî Ozmen

Li Ewropayê rojnamegerî yek ji pîşeyên ku mirov xwedî gelek delfetên cuda ye. Bi riya vî pîşeyî gelek derî dikarin bê astengî werin vekirin. Zû bi zû kesek, şîrketek, saziyek, an hikumetek li Ewropayê astengiyê ji rojnamegeran re dernaxe. Her çiqas sedema bingehîn ya vê yekê mîsogeriya di zagonan de be jî, sedemeke din ya vê yekê jî “xweparastina ji beleya rojnamegeran e.”

Ev tiştên li jor hatine behskirin hê ji bo piraniya rojnamegerên kurdan ne derbasdar in. Binêrin, hefteya borî li navenda Ewropayê bi dehan rojnamegerên kurd ên li Roj TV kar dikin bi lêdanxwarin, tehdît û heqaretê re rû bi rû man. Ev rojnamegerên kurd ên ji jopên polîsên belçîkî nesîbên xwe standin, di nava civaka kurd de xwedî prestîj in û bi nav û deng in. Civaka kurd hurmeteke mezin dide wan û bi peyva “mamoste” xîtabî wan dike.

Gelek ji wan ji bilî karê rojnamegeriyê xwedî berhemên wêjeyî yên wekî roman û fîlm in. Bi gotineke din; rengekê din yê vê êrîşê li dijî rewşenbîr û rewşenbîriya kurd çêbûye. Digel vê yekê jî nûçeyên li ser bûyerê ji hêla weşanên navneteweyî ve wekî nûçeyeke rûtîn ya “diserdegirtina wargehên terorê” derbas bû. Helwesta dezgehên ragihandinê yên kurdan û ya rewşenbîrî jî di vê çarçoweyê de bi serê xwe babete din e.

Aliyê din yê babetê yê fermî jî ev e: Berdevka Dozgeriya Giştî ya Belçîkayê Lieve Pellens ji rojnameya Rûdawê re operasyona li dijî Roj TV û dezgehên din yên kurdan wisa rave kiriye: “Yekem, gelek rêxistin li Belçîka - lê belê li welatên dî jî - zorê didin ciwanan da ku tevlî refên PKK’ê li çiyan bibin. Duyem, rêxistin ji bo fînansekirina PKK’ê ji malbatan bi zorê pere distînin. Sêyem, bi rêya Dengê Mezopotamya peyamên kodkirî ji şervanan re tên şandin.”

Ger em vegerin sêrî û daxuyaniya berdevka Dozgeriya Giştî ya Belçîkayê jî li ber çavan bigrin, ev encam diderkeve holê: Sedema êrîşê ne wekî ku berdevka serdozgeriyê dibêje ku meseleya peyamên kodkirî yên radyoya Dengê Mezopotamyayê ne. Sedema rastiya vê êrîşê di helbesta Ehmedê Xanî ya ji berî sêsed salan nivîsiye de hatiye kodkirin:
“Ger dê hebûya me îttîfaqek / Vêkra bikira me înqiyadek / Rom û Ereb û Ecem temamî / Hemûyan ji me re dikir xulamî”.

Zarok TV

13.01.2010

Zekî Ozmen

“Dewletên serdestên Kurdistanê her şêweyên asîmlasyonê bi kar tînin. Hedefa van dewletan ew e ku gelê kurd ziman, nasnameya xwe ji bîr bike û bi awayekî giştî di nava çanda ereb, faris û tirkan de bihele. Di van 80-90 salên dawî de, ev plana têkbirina kurdan û jiholrakirina ziman û nasnameya wan, heta radeyekê bi ser ketiye. Niha jî bi hemû hêza xwe, bi taybetî jî dewleta tirk, serdestên welatê me pêla asîmîlasyonê dimeşînin. Kesên hewl didin zimanê kurdî bi hêz bikin û di nava civakê de belav bikin, rastî dijwariyê tên. Li Bakur em dikarin behsa bi hezaran mînak bikin, lê tenê emê îşaretê bi Mamoste Medya û bi Abdulah Demirbaş bikin.

Her sibehê bi mîlyonan zarokên kurdan berê xwe didin dibistanên ereb, tirk û farisan. Bi zimanê van qewman hînî zanyariyê didin. Bi zimanên wan hestên xwe derdibirin. Her ku zimanên ereb, faris û tirkan di hişên zarokên kurdan de cih digre, wiha zimanê kurdî jî qels, jar û biyanî dibe. Ne tenê li Kurdistanê, lê li metrepolan û li Ewropayê jî rewş wekî hev e.

Wekî hewldanekê ji bo rêlibergirtina asîmîlasyonê, ez pêşniyara avakirina TV’yek xerû bi kurdî ji bo zarokan dikim. TV’yek ku karibe rojê tevahî weşana xwe bike û bernameyên cur bi cur yên kurdî biweşîne. Li şûna ku zarokên me li ber TV’yên erebî, farsî, tirkî û almanî bin, dikarin TV’ya kurdî temaşe bikin û fîlmên xwe yên hezkirî bi zimanê xwe bişopînin.

Pedagogên kurd dikarin şêweyên bernameyan û fîlmên karton destnîşan bikin [...] Bi riya vê kenalê zarokên kurdan ji bandora zimanên biyanî xelas dibin. Rojê 2-3 seatan dersan îndîrekt bi zimanê xwe digrin. Zarok pêşeroj in, eger em karibin zimanên kurdî di hişê wan de bi bandor bikin, emê serkeftinek mezin li himberî siyaseta asîmlasyonê pêk bînin. Ev pêşniyar li hêviya berseva kesên eleqdar e...”

Ev hevokên jor yên rojnameger Tariq Hemo yên di 13’ê kewçêra 2009’an de di quncika xwe ya Yenî Ozgur Polîtîkayê de nivîsî ne. Ew di heman quncika xwe ya 27’ê kewçêrê de dubare balê dikişîne li ser vê mijarê û wisa dawî li nivîsa xwe tîne: “Ji bo pêşniyara min ya vekirina TV’yek bi kurdî ji bo zarokan bigihîje rayedaran, nêzîk dosyayekê wekî proje ez pêşkêşî Roj TV dikim. Ji ber ku ez ne pisporê perwerde û hînkirinê yên me, hêvî dikim hemû zane û pisporên kurd yên eleqedarî mijarê alîkariya min bikin…”

Min ji ber girîngiya babetê vê carê cihê nivîsa xwe ji bo van dîtin û pêşniyarên rêzdar Tariq Hemo veqetand û kesên bixwazin li ser babetê têkiliyan bi rêzdar Hemo re deynin, dikarin li ser e-maila tariqhemo@hotmail.com xwe bigihîninê.

Ezê girêdayî babetê di nivîsa bê de hinek dîtinên xwe yên li ser dublaja fîlmên karton û bernameyên zarokan yên niha di tv’yên kurdan de têne weşandin binivîsim.