Zeki OZMEN
(celadet.com) - Hunermendekê kurd yê niha di qada muzîka kurdî de bi nav û deng e, ji berya çend rojan tiştek e balkêş gote min. Wî got ku ew nû hînî alfabeya kurdî bûyê û heya ji berya du salan wî hê nizanîbû herfa „X“ çawa tê xwandin. Wî di berdewamiya axaftina xwe de ev tişta seyr got ji min re got: “ Min xwast strana bi navê `Xanimê` bikim di reperatuara xwe de.
Hevalakî ji min re gotinên stranê anîn û piştî ew heval çû, min çav li gotinên stranê gerand. Stranê bi herfa ´X´ destpêdikir. Min kir û nekir, min nizanî ka ez ê herfa ´X´ çawa bixwînim...“.
Belê halê ´star` ên me wisa be, ka halê kesên ´normal´ di çi rewşê de ye.
De kerem bikin binêrin ka ez weke kesekê ´normal´ çawa bûm mamosteyê zimanê kurdî.
Pêşiya çend rojan e-mailek surprîz ya mamoste Amed Tigrîs ji min re hat. Wî nivîsek min ya di portala Celadet de hatî weşandin redakte kiribû û çewtiyên min yên rastnivîsê hemû bi rengê sor işaret kiribûn. Nameya rêzdar Tigrîs ez gelekî keyfxweş kirim û bû sedem ku rastnivîsa min piçeke din pêş ve here.
Ez di bin bandora kî de mam?
Ez bi xwe nizanim ez çawa fêrî xwendin û nivîsandina bi kurdî bûme ango ka çawa min dest bi nivîsandina bi kurdî kiriye. Min di 16- 17 saliya xwe de hewl dabû romanekê binivîsim û dûv re min dev jê berdabû. Min îro li konsepta wê hewldane xwe nêrî. Ez ji ratnivîsa xwe ya wê demê tirsiyam û fikirîm ka çawa ez ´hînî´ rastnivîsa kurdî bûme.
Bêgoman bandora mamoste Amed Tigrîs ya di programên TV´de, bandora mamoste Mistefa Reşîd ya ji ber redaktekirina nivîsên min yên ji bo Hîwayê, bandora hêja Hisên Mihemed ya ji bo redakteya nivîsek min ya ji bo Mehnameyê, bandora rêzdar Mehmet Nas ya ji bo nivîsên min yên Ajnasê, bandora nivîsên li ser gramerê û hwd. dîrekt an îndîrekt li min bûye.
Mixabin heya roja îro min delfet nedîtin ku ez herim kursên ji bo rastnivîsa zimanê kurdî. Ez bi awayekê xwezayî digel hewlên xwe û bandora çend nivîskaran piçekî fêrî rastnivîsa kurdî bûme. Bêgoman bandora herî mezin jî ew bû ku min herdem hewl daye xwe ku ez nivîsên bi kurdî bixwînim. Lê belê wan nivîsan di warê rastnivîsê de ji min re serêşî jî çêkirine. Sedemê wê jî ew e ku mirov di gelek nivîsan de bêrgî pîvanên rastnivîsê yên cûre tê. Gelek kes ji hev cûda dinivîsin û ev dibe sedem ku kesên weke min xwe bi xwe hîn bûne bikevin di nava nakokiyê de.
Ez çawe bûm mamoste?
Digel hê ez bi xwe ji rastnivîsa xwe qet ne memnûn im, hevalekê min yê diçe zanîngihê do ji min rica kir ku ez kursa zimênê kurdî bi awayekê “ prîvat” bidimê. Herçiqas min jê re got ku problemên min jî di rastnivîsê de hene û dê baştir bibe ku ew kursê ji kesekê pispor bistînê jî, wî ez neçar hiştim ku ez “ kursa prîvat” bidimê.
Sedemê neçariya min jî ev bû: Hevalê min bi biryar e ku xwe hînî ziman, xwendin û nivîsandina kurdî bike. Li derdorê kesê pisporê zimanê kurdî nînin û ji wê yekê ez ê wî hînî zimanê kurdî, xwandin û rastnivîsandina ( ku ya min bi xwe jî felişiye) kurdî bikim.
Teybetmendiyek ya hevalê min heye; Bavê wî mamostayê zimanê kurdî ye û herroj dersên kurdî dide zarokên kurdan. Min jî hê tam fêhm nekiriye ka wî çima zarokên xwe hînî kurdî nekiriye. Tişta ez dizanim ew e ku dema tiştek baş hebe, mirov ewilî dide zarokên xwe. Gelo kurdî tiştek e nebaş e heta vî mamosteyî zarokê xwe hînî wê nekirine?
Piştî me dem û saetên ´kursa prîvat´ diyar kirin, min ji hevalê xwe re wiha got: “ Ez ê te hînî zimanekê ku giriyê miriyan li ser halê wê tê bikim. Ku ez zimanê kurdî bûma, ez ê bi halê xwe giriyabam. Yawo ez bi bi xwe hê hînî rastnivîsa wê nebûme, ez ê li ser halan de kurê mamosteyê zimanê kurdî hînî axaftin, xwendin û rastnivîsa kurdî bikim…”
Celadet.com
2005
Celadet.com
2005
No comments:
Post a Comment