17 Jun 2009

Li Frankfurtê coşek bi vî rengî

24.03.2008



Zekî Ozmen / Qad


Di Newrozên îsal ên li Almanyayê hatin pîroz kirin de jî bandora bûyerên li welêt dixuyan. Kurdan li sê navendên Almanyayê pirozbahiya Newrozê bi tevlîbûnên girseyî yên mezin lidarxistin.

Newroza başûrê Almanyayê li Frankfurtê hate pîroz kirin. Ev Newroz yek ji heybetirîn çalekiyên kurdan ên salên dawî bû. Bi hezeran kurd ji eyaletên çar eyaletên Almanyayê yên li başûr hatibûn Newrozê. Di hola bi nav û deng a bi navê Ballsporthalle de bi hezaran kurd di nava atmesfereke hêjayî dîtinê de cejna xwe pîroz kirin.

Çi kesên ez bi wan re axivîm hem beşdarbûna girseyî û hem jî heyecana li salonê bilêv dikirin. Stranbêj Ferhat Tunc bi xwe ku salê çend caran tê Almanya û konseran li dar dixe, li ser dikê hestên xwe wisa anîn zimên: “Ez di van salên dawî de li Ewropayê qet pêrgî girseyeke wisa mezin û bi coş nehatime.“

Di rastiyê de herikandina bernameyê ji şevên din ên çandî ne cudatir bû. Sedema birêveçûna bi heybet a bernameyê bûyerên li welêt bûn. Her kes xwîngerm bû û heyecana xwe beşdarî bernameyê dikirin. Ji xwe sedemê vê yekê jî ew bû ku hunermendên ku derdiketin ser dikê digirt, strana Roj baş´ û ya ´Oramar´ distrandin û girseyê mîna koroyê li wan dubare dikir.

Belkî coş û heyecana şevê bû sedem ku stranbêj Sîmar wateya strana ´Roj baş´ tevlî hev kir û di dawiya stranê de li şûna peyva roj baş, şev baş bikaranî. Her çi qas bi şevbaşê stran ji wateya xwe derdiket jî, girseyê korotiya xwe berdewam kir. Tevlîheviyeke din ya Sîmar kirî jî ev bû; Dema Sîmar hewl da aliyê xwe yê siyasî jî ji girseyê re bide nîşandan, di nava hevokên wî de hevokeke wisa derbas bû: “Li Qamişlo sê û bawer dikim îro li Wanê hinek bajarên din jî 8 kurd hatine şehîdkirin.“

Min berî axaftina wî li nûçeyan nêrî bû lê belê axaftina wî bû sedem ku ez dîsa bikevim înternetê. Lê belê tişteke wisa nebû û hê li bakur weikî din kes şehîd neketibû. Mixabin, ev agahiya çewt bû sedem ku her kes wisa bawer bike. Lê belê ji hêla din ve ji bilî van her du tiştan, Sîmar bi stranên xwe salon dihejand.

Di şevê de xetayeke ku her dem tê kirin hate dubarekirin; Stranbêj Xêro Abbas hiştibûn dawiya bernameyê û dema ew derket ser dikê, mixabin ji hezaran kes tenê derdora sed kesî mabûn.

Stranbêj Çopî jî vê carê bi helwesteke balkêş bernameya xwe bi rê ve bir; Wê vê carê ji ber girse kurmanc bûn, tenê stranên kurmancî strand û min ev helwesta wê di cih de nedît.

Û tişteke din a lê zêde bikim ev e: Vê carê zimanê kurdî li gora tirkî serdest bû lê belê car caran kurdî dîsa dihate jibîrkirin.

zekiozmen@hotmail.com

No comments:

Post a Comment