28 Apr 2013

‘Dema şîva we bû tirşik vegerin’



Di dîwanên hunermend û nivîskarên kurd de mirov gelek caran dibihîze ku qedrê hunermend û rewşenbîrên li derveyî welêt dijîn li welêt bêhtir tê girtin.

Ne tenê yên li welêt dijîn...

Her wiha bi taybetî gelek hunermendên li derveyî welêt dijîn jî di wê baweriyê de ne ku dema hunermendek ji welêt tê Ewropayê bêhtir qedrê wî tê girtin.

Ka em navberê piçekî tengtir bikin;
Nivîskar an hunermendek ê li bajarekî dijî jî di wê baweriyê de ye ku derdora wî bêhtir qîmet dide yên ji derveyî wî bajarî...

Ji xwe festîvalên şaredariyên kurdan di vî warî de nimûneyek xweş e. Mirov gelek caran ji hunermend û nivîskarên herêma festîval lê tê lidarxistin dibihîse ku wekî şaredarî raxbetê nîşanî nivîskar û hunermendên ji derve dikin, nîşanî yên xwemalî nakin...

Ev şikayet ne tenê li nav nivîskar û hunermendan hene...

Em berê xwe bidin civakê û bi taybetî malbatan; Mirov gelek caran pêrgî şikayetên filankes bêhtir ji filankes hez dike tê. Ji xwe em behsa gotinên mêhla dê û bavan li ser filan keçê an filan kurê malê bêhtir heye nekin...

Gelo naveroka hevokên li jor hemû pêşdarazî ne?

Na!

Cihên kesên dûr di nava jiyanê de cihekî taybet e. Tiştên dûr meraqê bi xwe re diafirînin. Hesret dibe sedem ku ev meraq bêhtir bibe. Mirov bi hûrbînî li ser kesên dûr difikirin.

Ji xwe nivîskar Arthur Schnizler jî dema dijiya digot ku wateya jiyanê ne armancên mirov gihayiyê ye lê rêyên mirov li pey dikevê ne...

Lê dema mirov digihe armancê çi diqewime û ew qedirgitina ji hesretê pêk dihat çiqasî demdirêjî ye?

Mirovekî min dema kesek bi armanca betlaneyê ji Almanya biçûya Kurdistanê , herdem heman şîret dikir: "Dema şîva we bû tirşik vegerin. Ji ber tirşik destnîşana wê yekê ye ku êdî qedrê we li wir nemaye..."

Ez hem bi gotinên fîlozofekî bersiva encama dawîhatina hesretê bidim û hem jî dawî li nivîsa vê carê bînim: Xelîl Cîbran dibêje ku hemû tiştê mirov bi awayekî nehênî di bin zilomatiya şevê de vedişêre, wê piştî demekî di bin ronahiya rojê de xuya bike.

24 Feb 2013

Karesata Medyaya Civakî


Piştî li Kurdistanê çanda televizyonê belav bû, rola çîrokbêjan roj bi roj kêm bû. Di roja me ya îro de çanda çîrokbêjiyê rabûye. Fenomena nû jî medyaya civakî ye.

Em bînin bîra xwe; gelek kesên ji heman gundî yan jî ji heman taxê li hev diciviyan û bi kelecanî li çîrokên çîrokbêjan guhdarî dikirin. Çîrokên kurt ên wekî kurtefîlmên niha, çîrokên dirêj ên mîna fîlmên sînemayê yên niha û çîrokên bi şevan dewam dikirin yên mîna rêzefîlmên niha hebûn.

Guhdar bi rêya çîrokbêj diçûn cih û warên din. Qehremanên xeyalî û yên rastî nas dikirin. asoya wan ya serpêhatî, cih û karekterên cuda fireh dibûn.
Kargêriyek taybet a çîrokê jî lihevcivîna civakê bû. Têkiliyên civakî bi rêya hevdîtinên li mala çîrokbêj an li cihê ku çîrokbêj lê çîrokên xwe digotin şên dibû.  
Çanda televîzyonê jî bi heman kargêriyê dest pê kir. Ji destpêka salên 1980’yan û pê de hêdî hêdî televîzyon li Kurdistanê ketin malan. Bi taybetî li gundên bakurê Kurdistanê gundiyên televîzyon di malên wan de nebûn, li malên ku televîzyon li wan heyî kom dibûn. 

Piştî televîzyon ket hêmû malan, êdî endamên malbatê bi tena serê xwe li fîlm û rêzefîlman temaşe kirin. Kargêriya ku çîrokbêj û destpêka belavbûna televîzyonê bi cih dianî, bi vî awayî ji holê rabû. Her wiha li malbatên ku di odeyên cuda de zêdeyî televîzyonekî heyî, endamên malbatê bi xwe jî ji ber rêzefîlm û fîlmên ji wan hez dikin, dest pê kirin ji hev cuda û di odeyan cuda de temaşe kirin.

Fenomena nû ya serdema me ya ku endamên malbatan û derdorê bêhtir ji hev dûr dike medyaya civakî ye. Malperên medyaya civakî yên mîna facebook û twitterê ku ji gelek hêlan ve bi fêde ne, aliyekî wan ê xirab ê ku kesên nêzîkî hev dûr dikin heye; Ev fenomena nû dibe sedem ku mirovên medyaya civakî bi kar tînin, ji wextê xwe yên didin têkiliyên ferazî, kêmtir wextî didin derdora xwe û bi wan re hindiktir danûstandina civakî dikin.
Nayê bîra min gotina kê bû lê hevokeke ku karesata min li jor behs kirî destnîşan dikir, wiha bû; Medyaya civakî mirovên nêzîk dûr dike û mirovên dûr nêzîk dike.  

Ku roj bê û têkiliyên civakî yên ferazî di nava civakê de ji têkiliyên mirovî yên rû bi rû bêhtir bibe, wî wextî wê di warê têkiliyan de cudahiyek mezin di navbera mirov û alavek hatiye programkirin de nemîne.