10 Apr 2014

BDP li Agirî bi wendakirinê re rû bi rû ye


Li Agirî wê roja 1´ê hezîranê hilbijartin werin dubarekirin. Dubarekirina hilbijartinan metirsiyeke mezin ji bo BDP´ê bi xwe re diafirîne. Ji ber vê metirsiyê dewletê bela xwe ji Agirî venekir. BDP li ser îtîrazên AKP´ê ji hejmartina dengên hilbijartina Agirî westiya. Pê re jî tirsiya ku bi fêl û fenan encam were berevajîkirin û șaredarî bi vî awayî teslîmî AKP were kirin. Ev westandin û tirs bû sedem ku BDP ber bi AKP`ê ve biçe û daxwaza dubarekirina hilbijartinan bike.
Daxwaza dubarekirina hilbijartinê li Agirî hem ji hêla AKP´ê, hem ji hêla Lijneya Bilind ya Hilbijartinê û hem jî ji hêla Walîtiyê ve bi kêfxweșî hate pêșwezîkirin. Bi gotineke din; Dewlet û AKP gihan armanca xwe, kêfxweșiya xwe derbirîn. Sedemê kêfxweșiya wan ew bû ku ji ber wendakirina BDP´ê ya Agirî, rêbaza wan bi ser ketibû... 


Agirî ji bo dewletê hem cihekî girîng e û hem jî xwedî jeostratejîk e. Ne tenê dewletê, herwiha kurdan jî karîkatûra rojnameya Milliyetê ya 19´ê îlûna 1930´ê ji bîr nekirine; Piștî serhildana Agirî wê demê têk çûbû, Milliyetê ew karîkatura navdar ya bi nivîsa "Muhayyel Kurdistan burada meftundur - Kurdistana xeyalî li vira veșartiye" weșandibû. Bidestxistina partiyeke kurd ya bajarê agirî, tê wateya têkbirina wê jixwebaweriya dewletê bi xwe..Agirî herwiha di sînorê rojhilatê Kurdistanê de ye jî. Ev taybetiya bajêr jî bêguman dibe sedem ku nexwaze birêveberî di destê kurdan de be...
 Ji hêla din ve birêvebirineke baș ya șaredariya Agirî dikare bandorê li bajar û navçeyên din yên herêma Serhedê jî bike. Dewlet jî baș dizane ku karîzma û azmûna namezetê șaredariya Agirî, Sirri Sakik ji bo vê yekê pêkan e...

Di vê hilbijartinê de BDP tenê bi 20 dengan zêdetir ji AKP´ê bi ser ketibû. Kêmbûna ferqa dengan ya navbera her du partiyan, derfeteke zêrîn ji AKP´ê re afirandibû. Ev ferqa kêm bû sedem ku di dawiya dawî de AKP bigihe armanca xwe û bi vî awayî hilbijartinên li Agirî werin dubarekirin..
Ji bo BDP di hilbijartina duyemîn ya Agirî de bi ser bikeve, xebateke cidî ya ji îro û pê de destpêbike pêwist e. Naxwe li gor encama hilbijartinên li Agirî yên vê carê qet ne pêkan e ku BDP bi ser bikeve. 


Di vê hilbijartinê de li Agirî ji partiya SP: 1.308, MHP: 827, HUDA-PAR:616 û partiyên din re jî 1200 deng derketin. Bi ihtimaleke mezin wê piraniya van dengan vê carê ji AKP´ê re biçin.Șansê serkeftinê yê BDP´ê di çarçoveya dengên ji partiyên din re derketibûn wê di hilbijartina 1'ê hezîranê de ji ya vê cara kêmtir be. Ji ber vê çendê ji vê saetê û pê ve divê BDP li Agirî bi șev û roj xebatê bike û kesên dûrî xwe jî îqna bike. Ger BDP xebateke cidî ya îqnaker û himbêzker neke, șansê BDP´ê li gor cara yekemîn wê vê carê gelekî kêmtir be.

BDP’ê nekarî li îradeya gel xwedî derkeve!

Hilbijartinên herêmî yên îsal ên Tirkiyeyê hem di dema birêvebirana kampanyayê de û hem jî di dema lidarketinê de ji salên din cuda bû. Nakokiyên di navbera hikumeta Erdogan û Cemaeta Fethullah Gulen de bûn sedem ku ne tenê çavên Tirkiyeyê, her wiha çavên cîhanê jî li van hilbijartinan bin. Bendewarî ew bû AKP ji ber belavkirina tomarên deng yên derbarê bertîlxweriya wezîrên xwe de derbeyeke mezin bixwe.
Ji hêla din ve li Kurdistanê jî bendewarî ew bû ku BDP piraniya bajarên mezin yên bakurê Kurdistanê bidest bixe. 
Lê belê di encamê de AKP’ê dijberî bendewariyan bi serkeftî ji hilbijartinan derket. Her wiha, ligel berfirehkirina desthilatdariya xwe, BDP'ê nekarî hemû bendewariyên ku afirîbûn pêk bîne.
BDP'ê bi nejidestdana bajarên di destê xwe de û bidestxistina bajarên girîng yên mîna Agirî, Bedlîs û Mêrdînê û pê re jî gelek navçeyên li herêma Serhedê bêguman serkeftinek baş bi dest xist.
Hem gelek çavdêran û hem jî BDP'ê windakirina hinek navçeyên di destên xwe de û nebidestxistina hinek bajar û navçeyên din yên bakurê Kurdistanê girêdayî diziya dengan ya ji hêla AKP'ê ve kirin. Her wiha heta radeyekî jî wekheviya navên partiyên mîna BTP û BBP'ê bûn sedem ku hinek deng ji kîsê BDP'ê biçin.
Bêguman ne tasadûfî bû ku li gelek bajarên Bakur yên li ser sînorê Rojava elektirîk di dema hejmartina dengan de çû. Her wiha pevxeletkirina navê BDP'ê bi BBP û BTP'ê li gundê min û gelek gund û bajarên Botanê jî di nav de, li gelek cihan bû sedema windakirina dengan.
Pevxelitandina navên partiyan û diziya dengan ya ku tê behskirin çîroka Mele û Dizan tîne bîra mirov; Şevekî diz dikevin mala Melê û piştî gundî bi diziya bûyî dihisin, berê xwe didin mala wî. Hinek dibêjin “ma tu ker î te dengê dizan nekir”, hinekên din dibêjin “ma tu bîr nabî deriyê mala xwe asê bikî!” û gundî Melê li erdê didin û li ezmanan didin. Li ser rexneyên gundiyan Mele aciz dibe û dibêje: “Temam min hay ji mala xwe nema, bila sûcê min be. Ma qet sûcê dizên ketin di mala min de jî nîn e!?”
Wekî meseleya Melê, ma derbarê diziya dengan û pevguhertina navê partiyan de qet sûcê BDP'ê jî nîn e?
Pêwîst e BDP berî her tiştî berê riman bide xwe. Ger BDP'ê bi rêk û pêk amadekarî ji bo parastina sindoqên dengan pêk bianiya, wê diziya ku behsa wê tê kirin ew qas pêk nehata. Her wiha ger hilbijêr li ser metirsiya pevguhertina wekheviya navên partiyan hatiba hişyarkirin, wê xelkê ew qas deng bi şaşî nedaba partiyên nijadperestên tirk yên ku gelek kesan pêşiya wê demê qet navê wan jî nebihîstibû.
Li bajarê Mêrdînê Ahmet Turk ji ber qedexeya endambûna partiyên siyasî li ser e, wekî namzetê serbixwe ket hilbijartinê. Ez hefteyekî pêşiya hilbijartinan li Nisêbînê bûm. Heta wê demê jî piraniya kesên ez bi wan re axivîm haya wan jê nebû ku Ahmet Turk wê wekî namzetekî serbixwe bikeve hilbijartinê. Yên haya wan heyî jî derbarê pisûlaya dengan de nehatibûn agahdarkirin. Baş bû ku karesatekî li wir jî pêk nehat...
Ger BDP'ê enerjiya ji bo hilbijartina namzetan xerc kirî, ji bo têgihîştina hilbijêran jî xerc bikira, wê ne ew qas dizî û ne jî pevguhertina navên partiyan pêk bihata. Wê pêwîstî bi bangkirina xelkê ya pêkanîna xwepêşandanên ku hilbijêrên dangê xwe dabûnê birîndar bibin nedîtiba.
Gel ya xwe kir û îradeya xwe bi dengan teslîmî BDP'ê kir lê belê ya ku nekarî li dengê gel xwedî derkeve BDP bi xwe bû.      

Pêșdaraziyên li dijî kurdên li Ewropayê

Kurdên li Ewropayê dijîn bextreș in. Ew hem ji dêrê jî û hem jî ji mizgeftê bûne. Pê re jî hem bendewarî û hem jî pêșdaraziyên kurdên li welêt li dijî wan pir in.
Bextreșiya wan ew e ku digel derfetên jiyana misoger ya li welatên Ewropa, heta niha herdem berê wan li welêt bû. Ji bo jiyana xwe ya li Ewropayê ku ji bo piraniya wan mayin de ye, xebateke cidî nekirin. Qibleya wan welat bû û enerjiya xwe ji bo welêt xerc kirin. 
Wêjeya kurmancî ya modern li Ewropayê bi xêra van kurdan bi ser û ber bû. Muzîka kurdî bi rêya stranbêjên kurd yên li Ewropayê dijîn bi pêș ket. Ji salên 1990‘an û pê de bi têkoșîna Tevgera Kurd êdî li welêt jî hêdî hêdî berhemên wêjeyî û hunerî hatin çêkirin lê li ser temelê ku kurdên li Ewropayê ava kiribûn.
Di warê pêșketinên siyasî de jî kurdên li Ewropayê bandoreke erênî û berbiçav li welêt kirin. Ji bo bandora li raya giștî ya Ewropayê ya derbarê çewsandinên li ser kurdan de herdem li kolanan çalakî lidardixistin. Pê re jî ji nanê zarokên xwe kêm dikirin û bi awayekî mehane alîkariya diravî rêkirin ji Tevgera Azadîxwaz ya Kurd re. Di warê mobîlîzekirina girseyên li welêt û her wiha agahdarkirina dinyayê jî rêbazeke bi bandor li ser milên wan bû; Yekem televîzyona li ser peykê bi destê wan kete mala hemû kurdan. Bi wê televîzyonê kurmanciyeke ku êdî bûye kurmanciya standart jî di nava kurdan de rûnișt. 
Ez çima behsa vê yekê dikim?
Edîtorê malpera me Diyarnameyê Cemîl Oguz li ser tora medyaya civakî Facebookê bi van gotinên xwe nîqașek da destpêkirin: "Gelo mafê biraderên me yên li welatên Ewropayê dijîn heye li ser hevalên me yên li welat dijîn gotinê bibêjin?"
Ez wekî bersiv dibêjim Cemîl; Erê heye! Sedemên vê bersiva min li jor hatine rêzkirin...
Lê divê ev yek jî li ser were zêdekirin: Cemîl bi pirsa xwe ya provaktîf ne niyeta xwe lê belê ji van hevokên wî yên di bin pirsa wî ya li jor de jî diyar dibe ku xwestiya balê bikișîne ser derûniya bi nakok ya kesên li derve û li nav welêt dijîn: "Çima min pirsî? Ez gelek caran dibînim, ew bi van gotinên xwe hem ji aliyê fîzîkî, hem ji aliyê fikrî ve ji welat dûr in. Ez dibînim ku du dinyayên cuda li holê hene. Gotibû çi pêşiyên me:‘Dengê daholê ji dûr ve xweş tê’..." 
Cemîl Oguz di vî alî de mafdar e. Jiyana li xerîbiyê bûye sedem ku hest û derûniya kurdên polîtîzebûyî ji hest û derûniya kurdên li welêt guhertî be. Her wiha realîteya xirecira rêvebirin û debara jiyana rojane ya kurdên li welêt bi awayekî din șîrove dikin. Heta radeyekî di warê siyasî de ji kurdên li welêt radîkaltir in jî ... 
Ev hest û derûniya bi nakok ne xusûsiyeteke kurdan tenê ye; Ji bo em vê yekê fêm bikin, em li diyasporaya ermenî û lobiya cihûyan binêrin...