Êzdînşêr Begê pismamê Mîr Bedirxan ji hêla hemû lêkolînvanên bakurî ve mîna kesê ku bûye sedemê têkçûna serhildana Mîr Bedirxan tê destnîşandan lê çend dîroknasên başûrî ne di wê baweriyê de ne.
Dîroknasên başûrî yên mîna Dr. Cebar Qadir û Dr. Mizûrî ne di wê baweriyê de ne ku Êzdînşêr bûbe sedemê têkçûna serhildana Bedirxan û têkçûna serhildanê girêdayî qelsiya hêzên Mîr Bedirxan dikin.
Herî dawî di Kurdistan tv de di 4. xeleka dokumentasyona bi navê „Ezîzan û Bedirxan“ de li ser sedem û pêvajoya têkçûna serhildana Mîr Bedirxan hate rawestandin. Dîroknas û lêkolînvanên mîna Abdullah Yaşin, Dr. Fadil Bedirhanoglu, Şerefedîn Elçî û Faik Bulut careke din sedemê têkçûna serhildanê girêdayî ´xwefiroşiya Êzdînşêr Beg´ kirin û verziyona ku di nava civakê de tê zanîn dubare kirin. Hêjayî gotinêye ku ji bilî Faik Bulut, her sê lêkolînvan û dîroknasên din ji Cizîra Botan in û mîna hemû botaniyan ew jî bi efsaneya Mîr Bedirxan mezin bûne. Dr. Fadil Bedirhanoglu ji xwe ji silala Ezîzan e.
Di dokumentasyonê de ji bilî cudahiya herikandina teknîkî ya serhildanê, her çar lêkolînvanan jî heman tişt anîn zimên lê belê Dr. Mizûrî mîna çend lêkolînvan û dîroknasên din yên Başûrî dîtinên dijberî verziyona sedemê têkçûna serhildanê ya ku di nava gel de tê zanîn anîn zimên.
Dr. Mizûrî xwe dispêre hinek çavkaniyan û dibêje ku Êzdînşêr di dema serhildanê de li Mûsilê girtîbû û ji wê çendê sedemê têkçûna serhildanê girêdayî têkçûna hêzên Mîr Bedirxan yên li dijî osmaniyan şer dikin dike.
Dîroknas Mizûrî vê rîwayetê girêdayî karekterê kurdan dike û wiha dibêje:“ Kurd nabêjin ji ber bêhêziya me, lê belê egerên din dikin sedem…“
Ji berya niha Dr. Cebar Qadir di nivîseke xwe de bal kişandibû li ser stranên qehremantiyê yên li ser Êzdînşêr Beg têne strandin. Wî di lêkolîna xwe de bal dikişand li ser gelek stranên ku hêjî li Botanê erînî li ser Êzdînşêr Beg têne strandin û vê yekê girêdayî ne xwefirotin lê belê qehremantiya Êzdînşêr dike.
Bûyera serhildana Mîr Bedirxan ji berya zêdeyî 150 salan qewimiye û dema behsa serhildanê tê kirin, hemû tişt girêdayî Êzdînşêr Beg tê kirin. Dema mirov bi mantiq bifikire, bi hêsanî mirov dikare têkçûna serhildanê qebûl bike, ji ber mîna Abdullah Yaşin jî îndîrekt destnîşan kir, hêzeke herêmî ne mimkûn bû ku di şerê eniyê de beyî ku alîkariya ji derve bigire li dijî împeratoriya osmaniyan xwe li ser lingan bigire. Hêzên biyanî jî wê demê ji ber nakokiyên Mîr Bedirxan yên bi asûrî û ermeniyan re li dijî hikûmdariya Mîr Bedirxan bûn. Dema mirov van egeran hemûyan li ber çavan bigire, mirov têkçûna serhildanê dikare beyî rola Êzdînşêr qebûl bike.
Êzdînşêr jî piştî serhildana Bedirxaniyan li dijî osmaniyan serhildanek pêk anî û serhldana wî jî têk çû lê belê mirov mirov qet pêrgî lêkolînên li ser vê serhildanê nayê.
Dem hatiye ku ´xwefiroşî´an ´qehremantiya´ Êzdînşêr bi belgeyan were îspatkirin û bi hêvî me ku dîroknas bi vê meseleyê re mijûl bibin.
Celadet.com
19.03.2007
No comments:
Post a Comment