30 Mar 2010

Newroza xwe bi xwe


Newroza îsal ya bi heybet ya li welêt ji hêla çavdêrên siyasî ve wekî „referanduma xwastekên gelê kurd“ hate bilêvkirin. Dema em di vê çarçoweyê de awirên xwe bizîvirînin ahengên Newrozê yên kurdên diyasporayê û bi taybetî ya kurdên li Almanyayê dijîn, rewşeke berevajî serdest bû. Ahengên li Almanyayê yan di paraleltiya pêvajoya siyasî ya li welêt de birêve çûn yan jî bi metodên salên berê cejin hate pîrozkirin.
Hejmara kurdên li Almanyayê dijîn ji milyonekî derbas dibe. Derdora du sed saziyên kurdan yên civakî, siyasî û dezgehên kurdan yên ragihandinê hene. Digel vê girseya mezin jî kurdan Newroza xwe - ji bilî çend îstisnayên biçûk - bi awayekî ji raya giştî ya alman îzolekirî pîroz kirin.
Pêwist e ji vê yekê bi taybetî saziyên kurdan piçekî berê neynikê bidin xwe û bifikirin ka gelo çima digel vê hejmara bilind ya kurdan hikumeta alman bi awayekî fermî pîrozbahiya sersala kurdan nekirin.
Divê di serî de ji Yek-kom û Komkarê were pirskirin ka wan çiqasî kariye bi riya „pêvajoya entegrasyonê“ xwe bi hikumet û rayedarên dewletê bidin qebûlkirin. Piraniyan kurdên li Almanyayê dijîn êdî xwediyê nasnemaya alman in û bi awayekî formel jî be, êdî parçeyekî vê civakê ne. Bi taybetî dengên kurdên bûne hemwelatiyên alman êdî di warê hilbijartinên herêmî û federal de roleke berbiçav dilîzin. Ne tenê ev, her wiha di warê bacdayin, karker û karbidestên kurd jî bandoreke mezin ya erênî li ser aboriya Almanyayê dibe. Zarokên kurdan yên li Almanyayê mezin dibin, dixwînin û dibin xwedî pîşe jî, misogeriya rola erênî ya aborî û karên civakî yên vî welatî ne.
Dema digel evqas bandora erênî ya kurdan ya li ser vî welatî hêjî kurd xwe bi xwe bi awayekî îzolekîrî vê cejna xwe pîroz dikin û hikumet ji van hemwelatî û welatiyên xwe yên nû pêwistiya pîrozbahiyekî nebîne, divê kurd pêşiya her kesî li xwe binêrin ka di vî warî de wan bi xwe çi xebat kirine.
Ger îro nûçeya hinek ahengên kurdan yên Newrozê di çapemiya alman de wekî „Kurdan cejna sersala xwe ya nû pîroz kirin“ derbas dibe jî, ev yek bi „xêra“ blokekirina otobanên alman ya çalekgirên kurd yên di dema Newrozên salên 1990´in. Her çiqas van çalekiyan di warê prestîja kurdên li vî welatî de roleke neyînî leyîstbin jî, lê destnîşankirina Newrozê wekî „Cejna sersala nû ya kurdan“ bi van çalekiyan çêbû. Bi gotineke din; heta naskirina Newrozê bi xwe ne bi riya karê lobiya saziyên kurdan çêbûye.
Êdî di vî warî de dem hatiye ku saziyên kurdan ji bo girseyên li dû xwe bikevin di nava xebatê de û xwe ji vê îzolasyonê xelas bikin.