29 Apr 2016

Ferhadê destê xwe li maseya şanogeha hikumdaran dayî - Pexşan

Bi kelecanî ber bi kursî ve dimeşiya. Wê di şanogeha desthilatdaran de berê xwe bidaya dagirkerên welatê  xwe û ya dilê xwe vegota. Lê bi her qevzeke diavêt re bi dehan mitale di serê wî re derbas dibûn.
Dizanîbû dema axaftina wî hindik e û nikaribe merama xwe ya salan hemûyî bide der. Di ber re jî difikirî kîjan fikrên wî yên herî giring in ku wekî tîrekî ji kevanê derketî li nav dev û dimaxê desthilatdarên ku bi awirên tûj lê dinêrîn bide. 
Di wan kêliyên dimeşî de bi dehan wêne di ber çavên wî re derbas dibûn. Gundê wî yê ku têlên direhî yên sînoran li ser bedena wê re derbas kiribûn hate bîra wî. Pê re jî wêneyê zarok û ciwanên malbata wî ku yeko yeko li ser hespan kiribûn û ber derê mala bavê wî re derbas kiribûn.
Ji meşa wî diyar bû ku ji ber keftelefta rojên borî westiyabû. Yekser keserek hatiyê. Dûyê ku beriya çend rojekî pêş çavê wî ve bi ser xaniyên ku mirov bi saxî di wan de dihatin şewitandin şanogeha ku tê de bû jî li ber çavên wî reş dikir.
Bi xwe dizanî ku ew ne mirovekî bikare ziyanê bigihîne tikesî ye. Lê meşa wî ya ber bi kursî ve hesta meşa şêran li yên lê dinêrîn dida jiyandin. Ne dizanîn ku di nava xwe de bêgunehekî wekî teyrê tawis e. 
Bi lingavêtina li ser pêpelûnka nêzîkî kursî re di bin çavên xwe re li dora xwe nêrî. Ji awirên kesên li dora xwe fêm ki ku ketiye di nava teyrên kelaşan de.
Hêz anî xwe. Berî bigihe kursî, çîroka navlêkirina wî û heyraniya bavê wî ya Ferhadê ji bo Şêrîn çiya kun kiribû hat bîrê. Soza ku li ser goristana sî û çar endamên malbata wî tê de dabû ew veceniqandibû. Di nava van hest û mitalan de hew dît ku wê gihaye kursî.
Fêm kir ku çirkeya hesabpirsîna ji dîroka bêbext hatiye ber lingê wî. Êdî jê re wextê tifkirina rûyê celadan bû. Destê xwe yekser danîn ser maseya li pêşiya xwe. Wekî bibêje, divê ew bi helîmiya min nizanibin. Bi desteka paldana destên xwe yên li ser masê şidandî, pişta xwe rast kir. Bi vê yekê re jî jixwebaweriyeke wekî ya sertacekî axirzemên pê re peyda bû.  
Serê xwe rakir, çavê xwe kir di nava awirên jê dihatin vedan de. Beyî tirs û wekî ku kes û awirên li dora xwe bi tiştekî hesab neke dest bi axaftinê kir. Beyî pakiyê ji kesî bike bi her gotina xwe hesta ku dagirkeriyê bihejîne, sînorên direhî yên li ser axa bav û kalên xwe biqurifîne û bibêje wa celadno va ez heme dida desthilatdaran.

Êdî ew bû yê li wir çiya kun dikir. Agirê meşxela ku biçe ser goristana ku lê soz dayî û bibêje va min soza xwe pêk anî vêxistibû. Hîdeta xwe ya li hemberî şewitandina mirovan bi saxî di jêrzemînan de bi melûliyeke nedîtî digihand erşê ezmên.  
Ew êdî gihabû mexseda xwe û dixwast kulên salan derîne. Di ber axaftina wî re ji hawîrdorê deng bilind dibûn. Lê ne xema wî bû. Ji xwe re digot ev deng ji dengê balefirên sî û çar canên jê veqetandin ne bilindtir e. Ev deng ji dengê xaniyên ku di ser birîndaran de herifandin ne bi hêztir e. Ev deng ji hêza dilên şikestî ne bi bandortir e.
Bi serekî bilind û pişteke rast, bi heybeta tofanekî diaxivî. Di ber axaftina wî re helîmiya wî hat bîrê. Nû ferq kir ku her desthilatdarekî li pêşiya wî wê bûye eftarek. 
Çirke bi çirke xwe li dora wî kom dikirn. Kûzekûza wan li ser dengê wî diket.
Stûxwarkirina li hemberî kûzekûza efteran wê bûba sebebê çûna wî ya di nava lingan de. Diviyabû serî netewîne û bi heybeta xwe rê nede ku eftar xwe nêzîkî wî bikin. Destên li jor ê Kawa anî bîra xwe. Hêza Rûstemê Zal xwe li nav laşê wî de kom kir. Xwe spart jixwebaweriya Mezlûm. Wêrekiya Egîd li ber çavê wî çû û hat. Di ser de jî gotina dapîra wî ya ku digot eftar û gur ji tirsa nava dilê xwe, li dora şêran dikin barebar, kete guhê wî.
Dizanî ewta ewta kesên li dorê ji lerza kaboka wan e. 
Diviyabû êdî eftar û gur bizanibin ku ew şêr e, ji bo qeremên wan şikestî bimînin. Serê xwe rakirî hişt û êdî nedanî. Pişta xwe ya ku nîşana jixwebaweriyê bû rastir kir. Li nava çavên wan nêrî. Bi her gotina wî re yên li dorê bêhtir diveceniqîn. Bi her awirê wî re ji tirsa rastiya ku dida rûyê wan dilerizîn.
Axaftina xwe êdî qedandibû...
Barê salan heta astekî ji ser mile xwe avêtibû...
Hêdî hêdî berê xwe da kursiyê ku jê berî hingî jê rabûbû. Bi meşa xwe re serê xwe her li banî hişt. Stukra xwe xwar nekir. Nedixwast desthilatdar bi helîmiya wî bizanin.  
Heta giha kursiyê jê rabûyî, desthilatdaran êdî kerî bi kerî dora wî pêçabûn. Dizanî ku dora wî hatiye pêçan û wê êrişî wî bikin. Ji bilî xwe li hemberî wan biparêze ti rê jê re nemabû.
Yekser ji kursiyê ku nû li ser rûniştibû hilpekiya. Êdî bûbû dema rakirina kulma Kawa û gurzê Rûstemê Zal. Kulma ewilî avêt çepelekî. Kerba wî bi wê kulmê neşikest. Berê xwe da yekê din. Destê xwe avêt qirikê û bi wî alî ve avêt. Desthilatdarên ku ketibûn çermê eftaran de êdî xwe didan paş û berê xwe jê diguhertin.
Ne tenê mêraniya wî jê re mabû. Kerba xwe ya salan jî şikandibû. Kulmeke nejibîrker li hişkayiya wechê dagirkeriyê dabû.

Tirk hespê xwe li Ewropa dibezînin lê hesp wê çiqas bikaribe here

Xwetevlîkirina Tirkiyeyê ya azadiya ramanê ya welatên Ewropayê bi bernameyeke televîzyoneke herêmî dest pê kir. Piştre mesele ji herêmê derbas bû û bû krîzeke navdewletî. Ev ne bes bû, hikumeta Almanya û gelê xwe jî li ser vê yekê ketin qirika hev.
Meseleya ez behsê dikim krîza di navbera Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan û komedyenê alman Bohnemann dest pê kir û kete rojevê. Ev bi hefteyan e kes nemaye ku li Almanyayê li gelek welatên Ewropayê ev mesele nebihîstî û behsê nekirî. Babet hê jî yek ji rojevên van welatan e.
Destpêka çîroka ku rojane berfirehtir dibe
Em vegerin serê meselê; Televîzyona alman a herêmî ya bi navê NDR di bernameya xwe ya mîzahî ya bi navê "extra 3" a di nîvê meha adarê de klîpeke bi awayekî qerfî Erdogan rexne dike weşand. Di klîpê de ligel stranê, dîmenên girtinên rojnamegeran, binpêkirinên mafên mirovan û zexta li ser kurdan a li Tirkiyeyê dihat dîtin.
Piştî 5 rojan Wezareta Karê Derve Ya Tirkiyeyê bang li sefîrê Almanya yê Enqerê kir û jê xwest ku îzaha klîbê bike, klîb bê jêbirin. 
Lê belê hikumeta alman ev yek ji raya giştî veşart. Piştî hefteyekî ku kovara Der Spiegel di vê derbarê de nûçeyek weşand, babet bû rojeva sereke ya vî welatî. Hewldana hikumeta tirk di medyayê de û di nava raya giştî de wekî bêtehamûliya mîzahê û xwetevlîkirina azadiya ramanê li Almanyayê hat şîrovekirin.
Helbesta ku krîza navbera du welatan de deranî
Komedyenê alman Jan Bohmermann wekî helwest li dijî vê hewldana hikumeta tirk di bernameya xwe ya bi navê "Neo Magazin Royale" ya ku televîzyona dewletê ZDF Neo de tê weşandin, helbestek li ser Erdogan xwend. Di rastiya xwe de naveroka helbestê wekî wî bi xwe jî bi nav kiribû, ji helbestê zêde, digel gotinên di bin noqê û sixêfan, siyata Erdogan bi her awayî dihat rexnekirin. Tişta hatibû ber devê wî ji Erdogan re digot. Bohmermann bi zanebûn serî li rêbazeke wisa dabû û dixwest bi vê yekê nîşanî Serokdewletê Tirkiyeyê bide ka sînorê mîzahê çiqasî berfireh e. 
Merkel ji tirsa Erdogan li komedyenê xwe xwedî derneket
Ev helbest bû sedema krîzeke mezin di navbera Almanya û Tirkiyeyê de. Li ser vê yekê ZDF’ê ji nişke ve bername ji videotheka xwe rakir. Serokwezîra Almanya Merkel bi telefonê bi Ahmet Davutoglu re axivî û helbesta Bohmermann wekî “sûkayetiyeke bi plan” destnîşan kir. Di ser de jî Merkel erê kir ku dozger li ser daxwaza Erdogan lêpirsînê li dijî Bohmermann bide destpêkirin. Xwedîderneketina Bohmermann a ji aliyê Merkel ve wê bibûya sedem ku medya û raya giştî ya alman bertekên mezin nîşan bidin. Ev bertekên mezin bûn sedem ku Merkel vê hefteyê bibêje ku diviyabû wê ev helwesta Bohmermann wekî “sûkayetiyeke bi plan” bi lêv nekira.   
Ne tenê medya, her wiha vê carê jî bavê mîzaha dîtbarî ya almanî Dieter Hallervorden ji bo piştgiriya Bohmermann destpêkê klîbek li dijî Erdogan weşand û dû re yeka ku Merkel bi tundî rexne dike bi rêya medyaya civakî belav kir. 
Civak û medya li dijî hikumetê bi bertek in
Ev bi hefteyan e ku babet li Almanyayê germ e û wê germiya babetê dewam jî bike; ji ber Erdogan li dijî Bohmermann li Almanyayê du doz dane vekirin. 
Bohmermann êdî ne tenê bi xêra helbesta xwe ya li dijî Erdogan li cîhanê bû kesekî navdar. Jiyana wî jî kete di xeterê de. Êdî mala wî û ew di bin çavdêriya polîsan de ne. 
Bi xêra Bohmermann û bertekên rû dan, binpêkirinên mafên mirovan û zextên li ser kurdan ên li Tirkiyeyê bûn rojeva sereka ya medyaya alman û dû re ya cîhanê. Bi vê re popûleriya Angela Merkal li Almanyayê daket xwarê û ew êdî wekî keseke li hemberî şantaja Tirkiyeyê ya eleqedarî peymana penaberan serî tewandî tê dîtin. 
Tirsa ku êdî Erdogan mudaxaleyî azadiya ramanê ya Almanyayê jî dike û hikumeta vî welatî newêre deyn bike kete di dilê xelkê de.
Rojnamevanên Tirkiye rexnekirina tên dersînorkirin
Civak nezarî ye, medya nerazî ye û bi dersînorkirina rojnamegerên alman û biyanî ji Tirkiyeyê nerazîbûnê bilindtir dike. Di van çend rojan de dewleta tirk rê neda ku ji televîzyona dewletê ya alman ARD rojnameger Volker Schwenck, ji rojnameya Bild Giorgos Moutafis, ji Sputnik a rûsî Tural Kerimov û ji Guardian a brîtanî David Lepeska daxilî Tirkiyeyê bibin û ji balefiregehên Tirkiyeyê şûn ve ber bi welatên wan ve hatin rêkirin. Ne tenê ev, vê hefteyê navê gelek rojnamegerên din jî li vê lîsteyê zêde bûn û ew jî bi paş ve hatin şandin. 
Projeyên çandî jî êdî bûne armanca dewleta tirk
Di ser de Tirkiye êdî mudaxaleya projeyên hunerî yên li Ewropayê jî dike û ev jî bertekên heyî bilindtir dikin. Tirkiye van rojan ji Komîsyona Yekîtiya Ewropayê xwest ku êdî piştgiriya madî nede Orkestraya Senfonî ya bajarê Dresdenê ku navê projeyeke wan a muzîkî "Aghet" e û ji bo bîranîna tevkujiya ermeniyan hatiye amadekirin. 
Hikûmeta tirk hefteya borî jî ji bajarê Cenevre xwest ku wêneyekî pêşangeha Demir Sonmez a li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî rake, ji ber di wêne de pankarteke ku Erdogan wekî kujerê Berkin Elvan tê destnîşankirin heye.
Di ser de jî van rojan sefareta tirk a Hollanda bi rêya nameyekî ji hemwelatiyên xwe yên li wir xwest ku sîxuriyê bikin û konsolosê yekser derbarê kesên li dijî Tirkiyeyê propagandayê dikin agahdar bikin. 
Hikumetên ewropî wê helwesta xwe niha neguherînin
Ev xalên li jêr ji rojevê dernakevin û her roj diyardeyên ecêbtir derdikevin hemberî raya giştî ya ewropî. Lê belê hikumetên ewropî û bi taybetî ya Almanya vê derbarê de ji bilî bêdengiyê û hewldana guherîna babetê tişteke ku dilê raya giştî rehet bike nake û nabêje. Erdogan û dewleta tirk şêla xwe ji ewropiyan anîne û bi şantaja penaberan hespê xwe li gora dilê xwe li nav Ewropayê dibezînin. Ev bezandina hesp a li gor dilê xwe wê demeke din jî bidome. Ji ber Erdogan dizane bi siyaseta xwe ya penaberan wî Almanya û hemû welatên Yekîtiya Ewropayê avêtin ber lingê xwe. Destê welatên Ewropayê jî hatine girêdan û ji bilî sertewandinê li hemberî Erdogan tiştek di destê xwe de nehiştine.