 Zekî Ozmen / Qad
| Komkujiya li gundê Zanqirkê ya Şemrexa Mêrdînê ne êrîşeke takekesî ye. Hem biryardayîn û hem jî pêkanîna komkujiyê bi awayekî kolektîfî hatiye dayîn. Dema komkujî ji hêla takekesekî ve bihata kirin, mirov dê bi hesanî pêvajoya civakîbûn ango sosyalîzasyona wî, depresyon û travmayên ew tê re derbasbûyî, şikandinên di jiyana wî de pêk hatî û hwd. vebikola û di wê çarçoveyê de bigihîşta encama sedemên pêkanîna wî ya vê tevkujiyê. Lê komkujî bi awayekî kolektîfî hem hatiye plankirin û hem jî pêkanîn… Kujer mirovên qurbaniyan e… Di nav kuştiyan de jin, zarok, jinên bi halekî û pîr hene… Yanî kujeran hewl dane koka hinek mirovên xwe yên din biqelînin. Bêguman şertên kujer tê de mezinbûne û sosyalîzasyona wan di vî warî de rola herî sereke lîstiye ku bikaribin komkujiyeke wisa pêkbînin. Lê ev şertên jiyanê yên ku ew tê re derbas bûne û kirine ku ev kujer bikaribin bûyereke wisa pêk bînin çi ne? Kujer di nava civakeke wisa de hatine dinê û mezin bûne, ku tundî wekî rêbaza herî baş a terbiyekirinê tê dîtin… Ne tenê şerê eşîran û feodalîtiya serdest, her wiha di herêma ku lê mezin bûne de şer yek ji bûyerên rojane ye… Peywira dewleta hemdem ji ewlekarî û refahdayîna hemwelatiyên xwe pêk tê, lê belê dewlata ku serdestî wan e tam li dijî van prensîban tevgeriya ye; Her dem kurd tune hesab kirine, nakokiyên civakî yên feodaltî hê bêhtir di nava civakê de kurtir kirine… Ji dewlemendiyên welatê kurdan ên seraxî û binaxî xwariye û mîsogeriya berdawiya xwarina dewlemendiyên welatên wan di cahilhiştina civakê de dîtiye. Ev yek ne bes e, çek daye van û ew kirine cerdevan… Cerdevan li dijî kî şer dike? Li dijî birayên xwe yên ji bo mafên xwe û yên wan têdikoşin…* Çeka cerdevan bûye alava wî ya bidestxistinan û berjewendiyên şexsî… Pişta wî bi hêzên dewleta ku ew çek kiriye di destan de germ e… Ew jî êdî wê çekê wekî alava xwe ya pêkanîna daxwaz û ramanên xwe bikar tîne. Ma tenê ev e? Na… Ev kes di nava civaka xwe bi xwe de jî hatine îzolekirin, navê wan bûye “xwefiroş” û “xayîn” û vê yekê kompleksa xwebiçûkdîtinê û dûrketina ji kolektîvîzma civakî ya gelekî bi wan re afirandiye. Çi têhna îzolekirina wan dişkîne? Hêza ku ew ji çeka xwe û piştgiriya ji dewletê distînin… Dema dewleta ku peywira wê ji misogeriya ewlekariya civakê û refaha wê ya aborî û civakî pêk tê dûr bikeve, bûyerên wisa hovîtî rû didin… Sedema tevkujiyê jin be, reqabeta gola masiyan be, çavberdana erdan be, yanî çi be bila ew be, navnîşan nayê guhartin!
*Mebest rewşa serdest e û bêguman gelek cerdavan beyî dilê xwe û ji mecbûrî çeka dewletê girtine destê xwe.
zekiozmen@hotmail.com
*** Nivîs û nûçeyên li ser bûyera li Mêrdînê: - Jan Dost: Hovên kurdan - Wezir Atalay: Qetlîam bi çekên cerdevanan hatiye kirin - Li ser kuştina li Mêrdînê kî çi got? |
No comments:
Post a Comment