10 Nov 2011

Hawara Botan

Par di destpêka salê de Mîrza Ronî haya min pê xist ku ew dixwazin li navenda Herêma Botanê li bajarê Cizîrê kovarekî derînin. Armanca wan a sereke ew bû ku hem bi taybetî di kovarê de cih bidin nivîskarên ji Botanê û hem jî naverokê bi “Nivîsên Botanî” bixemilînin. Biryara nav jî dabûn: “Birca Belek”. Hejmara yekemîn a Birca Belek wê di Newroza par de derbiketa...

Digel ku bi vê armancê têkilî bi gelek nivîskarên ji Botanê yên li herêmê û yên li derveyî herêmê dijiyan hatibû danîn û bi vê armancê jî ji bo hejmara yekemîn a kovarê gelek nivîs hatibûn rêkirin jî, ji ber hinek sedemên teknîkî kovara Birca Belek derneket û mesele wekî qediyayî dixuya.

Dem di ser re derbas bû û di havîna îsal de dîsa ez ji Mîrza pê hesiyam ku ew û hinek ciwanên din ên dilsozên zimanê kurdî, dubare di nava haziriyên deranîna kovareke di heman çarçoveyê de ne. Ji bo navê kovarê li ser navê “Hawara Botan” li hev kiribûn. Ne tenê kovar, dê qafeyeke bi navê “Hawar- qafe & pirtûk” jî vekiriba. Dê li qafeyê hem pirtûk bifirota û hem jî digel cihê rûniştinê, dê bi bernameyên cuda xizmeta pêşvebirina wêje û nivîskariya kurdî bikira.

Ev xeyal li Cizîrê di 15’ê rezberê de pêk hat; Hem yekemîn hejmara kovara “Hawara Botan” derket û hem jî “Hawar – qafe & pirtûk” vebû. Lê belê Mîrza Ronî bi xwe şeva pêşiya kovar bigihê Cizîrê bi îdîaya endamiya KCK’ê hat girtin û ne hejmara yekemîn a kovarê dît û ne jî vekirina qafeya wêjeyê...

Di serdana xwe ya van rojan a Cizîrê de ez çend caran çûm Hawarê û eleqeyeke baş ya ciwanan ji bo wê derê hebû. Yên bên, dixwazin li wir rûnin û yan li berheman binêrin...

Lê li vir ez dixwazim rexneyeke birêveberên Hawarê jî ji bo weşangerên kurd rabigihînim. Birêveberên Hawarê bêyî ku lîsteyeke pirtûkan binivîsin, pirtûk ji weşanxaneyan xwestine. Piraniya weşanxaneyan jî bêyî ku heqê pirtûkan bistînin ji wan re pirtûk rêkirine û dema pirtûk werin firotin dê heqê wan ji weşanxaneyan re rêkin. Lê belê digel bilêvkirina vê qenciya weşanxaneyan û dîsa bilêvkirina ecemîbûna xwe ya kar jî, giliya wan ya ku di warê nerêkirina pirtûkên di rojevê de ji bo wan hebû...

Di warê eleqeya kovarê de jî; Li piraniya mal û kargehên li Cizîrê ez çûmê hejmara yekemîn a Hawara Botanê hebû..

Niha jî dilsozên vî karî yên ciwan ên mîna Bager, Ceng, Fatîh, Hesen, Mehmûd û Mesut digel ku di rojên derbasbûyî de hejmara yekemîn a kovara Hawara Botan ji hêla dozgeriyê ve hatibe berhevkirin jî, amadekariyên hejmara duyemîn a kovarê dikin...

Di dawiya vê nivîsê de ez dixwazim bang li nivîskar û weşangerên kurd bikim ku hem li kovara Hawara Botan xwedî derkevin û hem jî ji bo Hawar – pirtûk & qafeyê alîkariya xwe berdewam bikin...

Û gotina min a herî dawî jî, ku rêya we bi Cizîrê ket, mîsoger serekî li Hawarê bidin û van ciwanên dilsoz nas bikin...

Hûn jî nameyekî binivîsin

Ji ber teknolojiya pêşketî ev bi salan e min ji bilî ji hevalekî re, qet nameyên adetî yên bi dest nenivîsîne. Ev li dor du salan e ku ez û hevalekî di girtîgehê de nameyên „adetî“ ji hev re dirêkin. Herî dawî min îro dîsa rahişt pênûs û kaxezê, nameya xwe ya ji bo wî hevalî nivîst, kire di zerfê de û ji bo rêkirinê da posteyê.
Her car dema nameyên wî hevalê li girtîgehê tên, bi kelecaniyekî zerfê vedikim û dest bi nivîsandina bersivê dikim. Car caran jî bêyî li hêviya bersiva wî bimînim, li serê min dide û dest pê dikim nameyeke din jê re rêkim.
Dema min îro bi heman şêweyê nostaljîk name nivîsî, zarokatiya min hate bîra min... Nameyên di zarokatiyê de min ji mirovên xwe yên li leşkeriyê re rêkirîn, yên min ji mirovên xwe yên li Ewropayê dijiyan re rêkirîn û herî dawî jî nameyên ku piştî hatina xwe ya Almanyayê yên ji hevalên xwe re rêdikirin. ..

Bi xêra nivîsandina nameyên ji bo vî hevalê li girtîgehê gelek caran bîranînên wisa xweş û heta naveroka gelek nameyên min ên zarokatiyê têne bîra min. Namenivîsandina bi destan tehmeke guhertî ye û zindîbûna hestan ji wan dibare.
Hevalê min ê li girtîgehê carekî guleke ku wî û hevalên xwe bi xwe çandibûn bi nameyê re ji min re rêkiribû. Gul hişk bûbû lê belê ji min re wekî zindî be û bêhna misk û emrê jê were bû.

Nameyên dema ez di zarokatiya xwe de hatim Almanyayê û hevalên min ji min re rêdikirin, niha jî hemû di arşîva min de ne. Hevalekî wî wextî di nava zerfê de digel nameyê qajikek jî ji min re rêkiribû. Bi rêkirina gula ji girtîgehê re ew qajik hate bîra min. Min çû ew zerf vekir. Ji bo bîranîna wî wextî min qajik necûtibû û ew digel nameyê di zerfê de hiştibû. Min çû dîsa ew zerf vekir û ew qajikê ku min necûtibû hê jî di cihê xwe de bû. Bifikirin, ew qajik ev derdora bîst salan e di zerfê de û wekî bîranînekî her dem tê bîra min. Carna dema navê wî hevalê min ê zarokatiyê tê gotin, digel qajik, wefadariya wî û dema qajik dibînim, bîranînên min ên bi wî hevalî re têne wekî şerîta fîlmekî derbas dibin.

Niha dema ez vê nivîsê dinivîsim facebook, msn û twittera min vekiriye. Bi dehan hevalên tê de ne û em hem dikarin bi awayekî nivîskî ji hev re binivîsin, hem dikarin bi devkî bi hev re biaxivin û hem jî ew li wî serê dinyayê jî bin, em dikarin hev bi awayekî zindî bibînin. Dîsa hinek hevalên ku wî wextî me name ji hev re rêdikirin wê li ser înternetê li pêşberî min in û heta pêşiya ew hevalê min ê li girtîgehê were girtin jî, em gelek caran li ser înternetê bi hev re diaxifîn.

Digel dinya bi rêya înternetê ew qas biçûk bûye û di dilsoziya hevalan de guhartin pêk nehatiye jî, tehma têkiliyên nameyên bi dest tehmeke guhartî ye.

Namenivîsandina adetî nostaljiya vegera heyamê berê ye. Ji bo mebesta min were fêmkirin hûn jî ji hevalên xwe yên ku derfetên wan ên bikaranîna teknîkê nîn in re –di vê serdemê de hema bêje tenê derfetên girtiyan ên bikaranîna înternetî nîn in- nameyekî bi pênûsê binivîsin û heman hest wê bi we re jî geş bibin.