16 Jun 2009

Frohe Weihnachten*


Zekî Ozmen

Di salên destpêkê yên ez hatim Almanya de, ne xwarina goştê berêz ya zarokên alman, ne disîplîna dê û bavan a li ser zarokan û ne jî plana heftana ya xwarinê ku diyar bû wê li malên wan çi rojê çi xwarin were çêkirin li zora min diçû. Lê ez li xwe mikur têm ku xizîneya peyvan ya zarokan ya berfireh ez matmayî dihiştim û min her sal di meha 12’an de dixwest ku ez jî ‘alman’ bûma.

Çawa me berê li welêt hê çend meh ji cejnan re mayî heyacan ji bo ´şekirokên eydê` digirt, li Almanya jî zarok ji bilî sersalên xwe û çend cejnên din, her dem di heyecana hatina meha 12´an de ne.

Di 6´ê mehê de roja Noel e ( Nikolaus), 25´ê mehê roja jidayikbûna Hz. Îsa (Weihnachten) ye û roja dawî ya mehê jî sersal (Silvester) e .

Her dem di roja Noelê de kesekê ji malê cilên Noel werdigire û ji zarokên malê re bi wan cilan diyariyekî pêşkêş dike. Heya zarok bîrewer nebin, nizanin ku Noel kesekê ji malê ye û difikirin ku ew Noelê rast e.

Ji bo zarokan roja jidayikbûna hz. Îsa, roja herî bi heyecan e. Herçiqas li ba almanan girêdaneke cidî ya malbatî mîna ya kurdan nîn e jî, hemû endamên malbatê wê rojê li hev dicivin. Taybetiya wê rojê ew e ku herkes ji herkesê din re diyariyan dikire. Zarok dikarin bibêjin mezinan ka ew çi diyariyê jî dixwazin û li gora wê yekê xelat ji wan re tên kirîn. Ji ber diyarî ji çeprast ve tên, zarok di nava xelatên ku bi mehan e li benda wan in dimînin.

Ev roj bûye adet û ji olperastan bigirin heya ateîstan di çerçeweya adeta wê rojê de tevdigerin. Ji xwe xemilandina darên çam û xemilandina kuçeyan bi lampan jî bûye adetek û parçeyek yên dema di navbera roja Noel û roja xwedêdana hz. Îsa. Lê belê xemiladin heya piştî sersalê dimînin û piştî sersalê çend rojan ew xemilandin têne rakirin.

Şeva sersalê dawiya heyecana meha 12´an e. Çanda sersalê bûye teqandina fîşekên hewayî û vexwarina alkolê heya berdestê sibehê. Bi giranî zarok û ciwan zewqeke mezin ji teqandina fîşekên hewayî distînin. Dema dibe sibeh, mirov li ser kolanan tenê kaxez û barûda şewitî ya fîşekên hewayî dibîne.

Ez ji bîr nekim; karbidest cîroya xwe ya meha 12´an çend qetê ya mehên din dikin lê belê di meha 1´an de zêde bêmoral in, ji ber herî kêm firotin di wê mehê de dibe. Yadîgarên Weihnachtenê û mesrefa sersalê dibe sedem ku hemûkes di meha 1´an de bi nanoziko bijî.


Tişta herî nexweş ji bo me zarokên biyaniyan re roja vebûna dibistanan ya piştî sersalê bû. Adet e, mamoste yeko yeko ji zarokan pirs dike ka roja Noel çawe derbas bû û dûvre jî ka kî ji kê çi diyarî wergirtine. Her zarokekî behsê dike ka ji bav, dê, xaltîk, metik, kalik, bira, xwûşk, mam û hwd. çi diyarî standiye. Dema dor digihişte me zarokên biyaniyan, mamoste beyî ku ji me bipirse ka me çi diyarî standine, mafê axaftinê dida kesên din yên li tenişta me, ji ber dizanîn ku li ba me çandeke wisa nîn e.

Mirov di zaroktayiya xwe de ji ber van sedemên li jor piçekî zikê xwe ji zarokên alman yên hevalên xwe diêşîne.

Lê belê tişta herî xweş ew bû ku dema mamosteyan pêşiya bêhnvedana dibistanê ji me re jî digotin “frohes Weihnachten”*, me jî bi heman heyecana zarokên almanan bi hevoka “frohes Wehnachten” bersiva wan dida.

* Roja jidayikbûna hz Îsa pîroz be!

2006

***

No comments:

Post a Comment