| 25.11.2008 | |
Lê belê hezkirina hatina kurdan a Almanyayê her kes dizane… Û belkî hinek kesan jî ji ber gotinên Erdogan niyeta xwe bi hatina Almanyayê xera kiribe. Ez jî wekî kesekê li Almanyayê mezin bûyî dibêjim neyên vê derê! Ji xwe riyên hatinê hesan bin jî, mayîna li vir êdî ne hesan e. Di destê we de tenê ma hatina bi riya zewacê… Vêca bifikire ka kesa/ê tu li Almanyayê pê re zewicî di dimeke pevçûnê de bibêje te: “Tu bi xêra min bûyî însan, te bi xêra min pasaport stand… » Ne tenê ev, hê bi dehan sedemên ku hûn neyên vî welatî hene… Belkî hûn bibêjin: “Ma min çi ji almanan e, ew qas mirovên min li wê derê dijîn…” Madem hûn dixwazin wekî mirovên xwe yên li vir werin vî welatî lê xwe fêrî ziman, çand û jiyana Almanyayê nekin, neyin… Li vir ma meseleya pereyan û mîsogeriya ewlekariya jiyanê ya li Almanyayê… Rast e jiyan li vir di bin ewlekariyê de ye lê belê zemanê peredanhevê derbas bû. Di wextên ‘Mark’an de pere pir bûn. Lê Euroyan her kes feqîr kir… Ji xwe êdî sosyal hewante pereyan nade tu kesî. Heta ji wan were xelkê ber şixul re dikin û nahêlin pereyên sosyalê bi rehetî di qirika kesî re derbas bibin… Bila şaş neyê fêmkirin…Ez ne li dijî hatina tu kesî ya Almanyayê me û ji xwe ev der ne li ser navê min firaxet kiriye… Lê madem di dil de derbaskirina jiyaneke wekî jiyana li welêt ji bo Almanyayê tê fikirandin, bila mayîna li welêt be û ne hatina Almanyayê be… Na, hûn bibêjin “ezê her dem zanibim ji ku derê hatime û li ku derê dijîm”, êdî hûn dizanin û êdî meseleya we û ya Erdogan e. *Hakan Aksay di nivîsa xwe ya 13.11.2008´an ya di Tarafê de bi awayekî mecazî bang li kesên ku dixwazin ji ber daxwaza Erdogan welêt biterikînin, wekî wî herin Moskowayê. Ev nivîsa wî bû sedem ku ez sewqî vê nivîsê bibim.
|
16 Jun 2009
Bi ya Erdogan nekin û neyin Almanyayê!
Subscribe to:
Post Comments (Atom)

No comments:
Post a Comment