3 Sept 2017

Ji nîvgirava Sînaî; mirov bi tirs in ku li tenişta wan êrîşek pêk were

Nîvgirava Sînaî ya Misrê parzemînên Afrîka û Asyayê bi hev ve girê dide. Ji xwar ve li ser Deryaya Sor e û ji banî ve jî di bin Deryaya Spî re ye. Ji bejayiyê ve xwe digihîne Îsraîlê. Eger em deryayê lê nekin, cîrana Erebistana Siûdî ye jî.

Xwezaya wê ji çiyanên rût û biyabanê ango sehrayê pêk tê. Qiraxên wê yên deryayê bihuşta geştiyariya di bin avê de ne. Berê tenê koçer li vê derê dijiyan. Hezkerên deryayê jî ji bo xwe noqkirinê dihatin aliyê Şarm el Şêx a vê nîvgiravê. Ava zelal û jiyana lawirên pirengî yên di bin deryayê de dibû sedem ku rojane hejmara geştiyaran zêdetir bibe.
Berî 40 salan êdî hêdî hêdî li ber qeraxên Sînaî hotel hatin avakirin û ew der bû bihuşta geştiyariyê. Ji her derê cîhanê geştiyaran ref bi ref qesta wê derê dikirin. Lê bi şerê navxweyî yê Misrê yê sala 2011‘an re ew der bû qada şer û êrîşên terorî. Ji wê rojê ve heta niha li wir gelek êrîş li hotelan li dijî geştiyaran, li nava Şarm el Şêx li dijî sivîlan û li dijî baregehên leşkeran pêk hatin. Pêrar bi daxistina balefireke tije geştiyarên rusî ku ji balafirgeha Şarm el Şêx rabû êdî geştiyarî jî li wir kete nav sêkeratan. 
Hefteya borî derfeta min çêbû ku biçim vê nîvgirava ez behsê dikim. Balafira me ji Frankfurtê firiya û li balafirgeha Şarm el Şêx danî. Ez li vir parantezekî vekim; Di şerê navdar ê şeş rojî yê 1967‘an de Îsraîlê ev nîvgirav kir bin destê xwe û li wir balafirgeheke leşkerî ava kir. Piştî lihevatinê, ev balafirgeha leşkerî ma ji Misrê re. Di nava demê de Misrê ev balefirgeh veguherand balafirheke medenî. Ev balafirgeha balafira me lê danî ew balafirgeha Îsraîlê ava kiribû bi xwe bû.
Piştî mirov ji balafirgehê derkive, li ser rê tevdîrên ewlekariyê yekser bala mirov dikişînin; Li xalên kontrolê yên ser rê leşker li ber çekên giran tiliyên wan herdem di amadebaşiyê de ne. Dema wesayît bigihin ber deriyên hewşên hotelên geştiyaran, wesayît bi seyên bêhnê têne qontrolkirin û dû re dikarin rêwiyan bibin hotêlan. 
Eger em geştiyarên ewropî yên her tiştî didin ber çavên xwe û berê xwe didin vê nîvgiravê lê nekin, geştiyar êdî bi piranî yên navxweyî ne. Ji welatên ereb ên mîna Urdunê jî geştiyarên qista vê derê dikin hene. Her wiha di çarçoweya peyman-bernameyeke taybet a hikumeta Misrê û Ûkraynayê de jî hewla ku berê tûrîstên ukraynî bidin vir heye lê belê hê jî asta geştiyaran negihaye bendewariya her du aliyan.
Balkêş e; yekser li ser rê hejmara bilind a hotêlên hatine girtin dikeve ber çavên mirov. Avahiyên nû hatine avakirin lê temamnebûyî wekî kavil hatine hiştin li her cihî dixuyên. Di nava hotelên vekirî de jî gelek hawizên avê û cihên atraksiyonên geştiyaran ji bo mesref zêde nebe hatine girtin. Heta ji destê hotelvanan tê dixwazin geştiyar qayîl vegerin malên xwe lê konjektura siyasî û rewşa metirsîdar nahêle armanca wan a ku bêhtir geştiyar bên pêk were.
Rewşa nîvgirav a Sînaî wekî ya gelek welatên misilmanan e. Tevger û rêxistinên tund ên îslamî ziyan dane her cihî. Li her derî leşker di amadebaşiyê de ne. Mirov bi tirs in ku li tenişta wan êrîşek an teqînek pêk were. Rewşa aborî ya kesên ji geştiyaran debara xwe dikirin serûbino bûye. Her kes di nava bêhêvîbûnê de hewl dide ji xwe re hêviyê çêbike lê belê rewş kembaxtir dibe.
Di dawiyê de dixwazim vê bibêjim; Gelo hêja ye ku mirov digel hêbûna vê rewşa nexweş serdana cihên wisa bike?
Belê, hêja ye, ji ber di roja me ya îro de qet diyar nabe li ku derê wê êrîş pêk were û li ku derê pêk nayê. Mîsogeriya tu welat û bajaran nîn e. Beyî xweavêtina di nava agir de, di çarçoweya derfetên mirov de bila mirov cihên meraq dike bibîne. Dîtin û bihîstin ji hev cuda ye. Bi dîtinê re nêrîn û fikra mirov yan tê guhertin û yan jî pesend dibe.

Referandûm û emojiya ala rengîn


Berfîn zarok e. Bihîstibû dê li Başûr referandûm pêk were. Lê belê wê referandûm wekî îlankirina serxwebûnê fêm kiribû. Bi kelecanî pêrgî min hat. Yekser got: “Rast e dê di meha îlonê (rezber) de Kurdistan serbixwe be?”

Min got: “Na dê referandûm pêk were.” Rûyê wê hat guhertin. Got, “ew çi ye?”  Min jê re yeko yeko got. Dema mesele fêm kir gelek xemgîn bû û got, “ûff¸ çi kêfa min hat, ez difikirîm ku êdî wê dewleta me hebe. Êdî li ser nexşeyan û di emojiyên Whatsappê de ala me jî hebe.”
Serxwebûna Kurdistanê ji hûr û giran ve hemû kurdan eleqedar dike. Pirsgirêkên nava malê yên kurdan ew qas gelek in ku kurd li ser meseleya referandûma serxwebûnê bûne du beş. Aliyek referandûmê wekî gava destpêkê ya ber bi serxwebûnê ve dibîne û aliyê din vê yekê wekî hewla Mesûd Barzanî ya li ser hikum bimîne bi nav dike. 
Li Başûr ev sê sal in parlamento girtî ye. Hikumeteke de-facto heye. Demek dirêj li ser hilbijartinên serokatiyê re derbas bûne. 
Di meha rezberê de dê referandûm pêk were. Piştî hingî du mehan dê hilbijartinên parlamentoyê pêk werin. Ne diyar e, dibe nû piştî hingî konsesûsek ji bo hilbijartina serokatiyê were dîtin. Di rewşên asayî de divê ji aliyê demê ve ev her sê hilbijartin hemû beravajî hev pêk bihata. Lê ne wisa ye, hemû tişt berevajî hev e. 
Rewşa navxweyî ya mala kurd ewqas xerab e ku hem alîgir û hem jî dijberên PDK’ê ji referandûmê bêtir ser niyeta baş û ya ne baş ya Mesûd Barzanî diaxivin. Hinek quretiyê dikin, hinek ji ber hestên netewî piştgiriyê dikin û hinek jî hesûdiyê dikin. Pêlên hizbayetiya alîgir û dijberan referandûm di nava xwe de noqî avê kirine.
Di qada navnetewî de rewş hê kambaxtir e. Hinekan digot Tirkiye serxwebûna Kurdistanê erê kiriye. Behsa lîsteyeke ku 63 welat piştgiriya serxwebûnê dikin dihate kirin. Em hebûna lîsteyeke bi vî rengî danin aliyekî, berteka neyînî ya welatên mîna Tirkiye, Îran, Amerîka, Almanya û Rusyayê dide diyarkirin ku di qada navnetewî de xebateke piştgiriya serxwebûnê ya encamgir nehatiye kirin.
Ev aliyekî meselê yê girîng e lê belê aliyê herî girîng ev e;
Rêveçûn û şêweyê biryarstandina referandûmê bi dilê me be û ne bi dilê me be, referandûm dê vîna kurdan ji cîhanê re rave bike. Ev yek gelekî ser hizbayetiyê re ye. Mesele ji hizban wir de, meseleyeke netewî ye.   
Divê were gotin ku metersiyeke mezin a referandûmê jî heye; Başûr dikare bi referandûmê bibe hedefa dewletên serdestên Kurdistanê jî. Heta niha tu welatan destek nedaye referandûmê. Bi taybetî Iraq, Tirkiye û Îran di destpêkê de bertekên xwe nîşan dan. Kurdên digotin, “PKK'ê bi ragihandina xweseriyê bajarên kurdan bi destê Tirkiyeyê da xerakirin” divê di keresateke bi heman rengî ya ku li Başûr pêk were vê carê ji rexneyên kurdên din ên wekî “PDK’ê Başûr bi zanebûn kir hedef” re amade bin.  
Di dawiyê de dixwazim careke din bibêjim ku gengeşiya van rojan a li ser referandûmê carnan mirov tengezar dike. Divê alîgirên PDK’ê dev ji pozbilindiyê berdin û fêm bikin ku referandûm ne hilbijartina Mesûd Barzanî ye lê meseleya hemû kurdan e. Her wiha pêwîst e dijberên PDK’ê jî fêm bikin ku dijberiya wan a Barzanî û meseleya referandûmê du tiştên ji hev cuda ne. Muxalefet tiştek e lê referandûm tişteke din e.
Ji bo xewna Berfînan pêk were, divê em hemfikir bin ku referandûm ji deryayê dilopek jî be, ya dikeve ser milê kurdan ew e ku li hemberî hemû cîhanê bi yekdengî bibêjin ku serxwebûnê dixwazin.

20 Apr 2017

Erdogan û kurd bi ser ketin


Di referandûmê de kemalîst têk çûn. Ewropayê winda kir. Tenê du serkeftiyên referandûmê hene; Erdogan û kurd. 
Serkeftina Erdogan ji ber vê egerê ne tenê serkeftineke navxweyî ye. Her wiha serkeftineke li dijî Ewropa ya ku di dema propagandaya referandûmê de vekirî aliyê xwe diyar kir û nedixwest Erdogan were hilbijartin.
Encama referandûma serokatiyê li Tirkiyeyê dê gelek bertekan bi xwe re bîne. Hem siyaseta navxweyî ya Tirkiyeyê û hem jî têkiliyên bi derve re wê şiklekî nû bigirin. 
Hêviya ku kemalîstan dabû xwe têk çû. Keda ku ewropiyan ji bo Erdogan neyê hilbijartin dayî rijiya nav avê. Erdogan bi vê yekê merhaleyeke nû ya ku gaveke din ber bi vejandina xeyala Împaratoriya Osmanî ve avêt.
Dû Erdogan re tenê aliyekî din ê qezenckirî heye; Ew jî kurd in!
Jêrzemînên Cizîr û kavilkirina Nisêbînê kêr nehat ku xelk bitirsin. Kayuman nekarîn vîna kurdan biguherin. Miftekirina deriyê HDP'ê kurd ji ya xwe neanîn xwarê. Kurdan bêyî pakiyê ji kesekî bikin dan dû vîna xwe ya siyasî ya ku ji ber girtin û zextan nekarî xebata referandûmê bimeşîne. 
Divê ne kurd lê kemalîst li ser pirsa ka dê encama referandûmê çi bi xwe re bîne xemam bixwin. Ne kurd lê Ewropa êdî dê bêvila xwe bifirkînin ka li Rojhilata Navîn dê mutefikê wan kî be. Ji bo kurdan mesele ne ew e ka li Tirkiyeyê kîjan rejîm li ser hikum e. Meseleya kurdan  bidestxistina mafan û azadiyê ye. 
Aliyê ku destpêkê fêde ji şerê veguherîna rejîmê ya navbera îslamî û kemalîstên tirk werbigire dê kurd bin. Derza têkiliyên dîplomatîk û aborî yên di navbera Ewropa û Tirkiyeyê de jî dê bibe pînekirina têkiliyên welatên ewropî bi kurdan re. 
Bila kes xwe nexapîne. Dinya wisa hatiye û wê wisa jî biçe; Wenn zwei sich streiten, freut sich der Dritte. Bi gotineke din; Hinga du alî bi hev bikevin, fêde yê aliyê sêyemîn e.

Serdana îsraîl û Filistînê

Dîtina bi çavan a Îsraîl û Filistînê ji bihîstin a devê sêyemîn zêde guhertîtir e.
Em nifşê sêyemîn û gelek ji me yên çaremîn in ku bi bihîstina bûyerên li Îsraîl û Filistînê mezin dibin.
Derfeta min çêbû van rojan gerek e dirêj û xweş li Îsraîl û Filistînê pêk bînim. Li bajar û cihên dîrokî geriyam. Bi mirovên xwediyên bîr û baweriyên cuda re axivîm. Serwextî nakokiyên olî, qewmî û aborî bûm. Bi vê yekê re hinek jiberiyên min rûxiyan û hinek jî piştrast bûn;
Ziman
Îsraîl welatek sêzimanî ye. Di meriyetê de ev yek rûniştiye. Lewheyên trafîkê, nivîsên agahdarkirin û hişyariyê hemû bi hibrî, erebî û îngilîzî ne. Ji min re gelekî balkêş bû ku ji hişyariyên li ser cixareyan bigirin heta agahdariyên derbarê parkirinê de jî bi sê zimanan bûn. Dibistan jî bi erebî û hibrî ne.
Aborî
Îsraîl welatek dewlemend e. Di aliyê binesayê de ne kêmî welatên rojava ye. Çi erda heyî ji bo hilberînê bikartîne. Bi danînberheva şênî û erda wê ya bi welatên din re zêdeyî taqeta xwe veberhênanê dike. Fabrîqeyên mezin li wir kar dikin. Mînakek; Kargeha kîmyayê ya herî mezin a cîhanê ya gubre çêdike li bajarê Haifa ye. Derfeta me çêbû ku em serdana karkerên wê fabrîqeyê bikin, ji qewlê kurdan ve ne serî û ne jî binî ye. Ligel vê yekê jî jiyan buha ye. Gelek mirov du karan bi hev re dikin û yan jî saetên zêde kar dikin. Li bajarên wekî Tel Avîvê gelek mirov heta nezewicin nikarin bi serê xwe di xaniyekî de bijîn û ji heq kirê û mesrefa debarê derkevin.
Ol
Îsraîl û Filistîn dergûşa olan e. Cihên herî pîroz ên cihû, fileh, misilman, bahaî li wir in. Me serdana gelek deverên ji bo van olan pîroz kir. Cihên nav û saloxdanên wan di pirtûkên pîroz de derbas dibe dîtin. Çavpêketina ew qas olên ji hev cuda li nava erdnîgariyekî hizûrê dide mirov. Jiyana rojane ji hizra me dikir zêde dûr e û herkes ola xwe dijî. Lê belê ol bûne sînor ku têkiliyên civakî yên welatiyên ji olên cuda tam bi sînor be.
Kurd
Me karî gelek cihûyên esilkurd bibînin. Li gor Serokê Weqfa Rosa Luksenburg Saphir Cohen hejmara wan zêdeyi 200 hezarî ye. Li gor Cohen piranî cihûyên rastgir in. Helbet bi kurdî nizanin lê belê dizanin ji ku derê hatine. Stranên kevin ên muzîka kurdan parçeyekî jiyana wan a çandî ye. Hunermend Hadassa Yeshurun ku mazovaniya me jî kir, wan stranên kurdî di nava civaka cihûyên ji Kurdistanê hatine dide jiyandin. Bala me kişand ku gelek kurdên cihû digotin ku bapîrên wan li malê ne bi kurdî lê bi aramî diaxivîn.
Filistîn
Dema mirov dikeve nava bajarên di bin rêveberiya Filistînê de mirov bi her awayî xwe li dilê Rojhilata Navîn hîs dike; qerebalixa mirovan, bêrêgeziya trafîkê, bazarên li kolanan û kolanên zindî. Li Filistînê ziman tenê bi erebî ye. Avakirina wargehên îsraîliyan li ser axa Filîstinê, qada jiyanê li wan teng kiriye. Têlên rêsayî û dîwarên bilind ên di navbera filistînî û israîliyan de asoya aştiya bêhêvî hê dûrtir kiriye. Divê vê jî bêjim; Gera me ya Filistînê jî gelekî xweş bû lê belê dîtina wêneyên Sedam Huseyîn li bajarê Ramallah û Jerushu moralê me kir sifir.
Naskirina kurdan
Bala me kişand ku haya filistîniyan ji ya îsraîliyan bêtir ji bûyerên rojane yên li Kurdistanê heye. Di vê derbarê de kesekî tişteke balkêş got me; Ew qas pirsgirêkên israîliyan hene ku bi xwe ve mijûl in ev dibe sedem ku zêde li ser meseleya kurdan neagahdar bin. Lê belê ji ber filistînî li kanalên wekî El Cezîre û El Erebiye dinêrin, rojane ji meseleyên kurdan agahdar dibin.
Dûrzî
Derfeta me çêbû ku em serdana bajarekî dûrziyan jî bikin. Bi çand û ola xwe dijîn. Mirov li nava Îsraîlê kêm pêrgî alên vî welatî tê lê belê li gundên dûrziyan hebûna gelek alên vî welatî û sembolên dûrziyan balê dikişîne. Bi taybetî welatiyên dûrzî ala vî welatî bi kargehên xwe ve dikin û girêdana xwe ya bi vî welatî ve nîşan didin. Sedem jî ew e ku li gor wan ji me re got ziman û ola wan li wir di bin mîsogeriya dewletê de ye.
Encam
Divê mirov Îsraîlê jî û Filistînê jî bibîne. Tişta mirov dibihîze û dibîne ne wekî hev in. Heta mirov nebîne, wêneyekî paqij ê nakokiyên di navbera her du gelan de dernakeve holê. Ev aliyê siyasî bû. Derbarê aliyê geştiyariyê de jî di dawiyê de vê bibêjim; Divê mirov wê axê bibîne. Ji her alî ve balkêş e. Dîroka olan ji wir rabûye. Di nava demeke kurt de ji olekî neteweyeke ku bikare ji gelek neteweyên din re bibe mînak afiriye. 

13 Mar 2017

Nazîbûn yan jî welat çiqas ji dîroka xwe direvin



Tansiyona bilind a referandûma Tirkiyeyê bûye rojeva sereke ya welatên ewropî. Li welatên mîna Almanya, Avusturya, Swîsre û Holandayê ahengên hilbijartinên partiya desthilatdar a Tirkiyeyê AKP’ê li bajarên van welatan rojane têne qedexekirin. Ewropî bi vê yekê helwesta xwe ya beramberî referandûma 16´ê avrêla li Tirkiyeyê nîṣan didin; Naxwazin di encama referandûmê de desthilatdariya Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan xurtir bibe. Bi vê helwesta xwe dixwazin pêṣiya desthilatdariyeke totalîter a dikare ziyanê bide berjewendiyên wan jî bigirin.
Bûyerên ku bûn sedema hikumetên ewropî bi pêkanîna metodên naziyan werin tewambarkirin
Rayedarên hikumeta tirk û Serokomar Erdogan digel çapemeniya nêzîkî xwe li hemberî qedexeya ahengên li welatên ewropî peyva “kiryarên bermayiyên naziyan” bi kar anîn. Pêşî Almanya ji ber betalkirina ahengên referandûmê bi vê yekê hat tewambarkirin. Dûre Holandayê roja ṣemiyê rêya Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Çavuṣoglu girt, destûr neda ku li bajarê Roterdamê ahenga referandûmê pêk bîne. Di ser de jî Wezîra Malbatan ya tirk ji Roterdamê dersînor kir. Bi vî awayî rayedar û çapemeniya tirk Holanda jî bi pêkanîna kiryarên naziyan tewambar kirin. Serokwezîrê Holanda Mark Ruttebibêje ev daninberhev û bilêvkirin “dînatî” ye.
Naziyên ku dîrok veguherandin û rûreṣiya mirovatiyê li dû xwe hiṣtin   
Têgeha “Nazî“ kurteya peyva alîgirên “Nationalsozialismus” ango alîgirên “Sosyalîzma Neteweyî” ye. Li Almanyayê ev cureyê îdeolojiya nijadperestî bi rêberiya Adolf Hîtler di navbera salên 1933 û 1945’an de hikum kir. Hîtler civaka alman manîpule kir û xwest li cîhanê “Împaratoriya Almanyayê” ava bike. Bi vê armancê di sala 1939’an de êrîṣê Polonyayê kir û Ṣerê Cîhanê yê 2’yemîn da dest pê kirin. Derdora 60 welatî xwe tevlî ṣer kirin. Zêdeyî 110 mîlyon kesî çek wergirt. Di encama ṣer de 60 heta 70 mîlyon mirovan canê xwe ji dest dan. Qirkirina cihûyan bi awayekî sîstematîkî pêk hat û derdora 6 mîlyon cihû hatin qetilkirin. Di dawiyê de Almanyayê winda kir. Tewanbarên ṣer li Numbergê hatin dadgehkirin. 
Rûbirûbûna bi serdema naziyan re ya Almanyayê û encamên wê
Piṣtî Ṣerê Cîhanê yê 2’yemîn Almanyaya nû hate avakirin. Ji cîhanê û bi taybetî cihûyan lêborîn hate xwestin. Ji wê demê ve nifṣên nû li dibistanan bi dîroka wê demê ya Almanyayê re têne rûbirûkirin. Ziyanên ku naziyan li mirovatiyê kirine ji wan re têne gotin. Ne tenê ev; Bi dokumenteran her dem ew serdem bi rêya televîzyonan tê bibîrxistin. Ji wê demê heta niha pesindan, sembolên naziyan û daliqandina wêneyên Hîtler qedexe ne. 
Paradoksa tawanbarkirina Holandayê bi pêkanîna “kiryarên Naziyan“
Di dema Ṣerê Cîhanê yê 2’yemîn de Hollanda welatek lawaz bû, nedixwast tevlî ṣer bibe. Lê Hîtler qebûl nekir û Hollanda dagir kir. Bajarê Roterdam ê ku wezîra tirk roja ṣemiyê jê hat derxistin di dema ṣer de di rojekî de hatibû bombebarankirin. 800 mirov di saetên bombebaranê de hatin kuṣtin. 25 hezar xanî bi erdê ve bûn yek. 78 hezar mirov li wî bajarî bêmal û bêcih man. 
Berteka alman û hollandiyan li hemberî tewanbarkirina bi “pêkanîna kiryarên naziyan“  
Hollandî qet ji almanan hez nakin. Sedem jî xwe dispêrê dema êrîşa naziyan a ser Hollandayê û dagiriya wê. Ew birîna hollandiyan hê jî nekewiyaye.
Alman jî ji dîroka xwe ya dema naziyan şerm dikin. Ji bo ew dîroka reş neyê jibîrkirin û dubare nebe bi ders û dokumenteran xelkê ronî dikin. Kêm welat wisa bi paşeroja xwe ya reş re rûbirû tê û ji bo carek din dubare nebe tevdîran digire.
Ji ber vê yekê tewanbarkirina hollandî û almanan bi "nazîbûnê" ne tenê wekî sûkayetî li her du gelan, her wiha wekî êrîş jî tê dîtin.

12 Mar 2017

Dengê melodîk ê Ṣîfa Gerdî jî çû

Mirov gelekî li ber mirina stêrên ragihandinê, nivîskar û hunermendên ku mirov ji wan hez dike dikeve. Lê belê dema ew kes nas bin, xemgîniyeke mezintir e. 
Li ser kar bûm û çend deqiqeyek bû ku min li ser malperên cuda nûçeyên dawî xwendibûn. Bi hatina peyamekî min li telefona xwe nêrî. Hevalekî bi smilyeke xemgîn lînka Al Jezeera ya ku agahdariya wefata Ṣîfa Gerdî tê de bû rêkiribû. Ya rast behitîm lê dibe ji ber hefteya karnevalê ya li Almanyayê, fikirîm ku henekeke tehl a ji hedê xwe derbasbûyî be. Min di nava behitandinê de yekser jê re nivîsî kuro ev çi henek e? 
Got mixabin rast e. 
Bi vekirina malpera Rûdawê re çav bi nûçeya bi wêneyê nivîsa "Bilez" ketim...
Min Ṣîfa di dema amadekariyên vekirina Rûdawê de nas kiribû. Me çend mehan bi hev re perwerde dît. Bi azmûn bû. Di perwerdeyê de yekem weṣana zindî ya navxweyî wê bi awayekî gelekî serkeftî pêk anîbû. Miroveke gelekî giran bû. Heta tu bibêjî ji xwe bawer bû. Di nava civakeke konservatîf û sêncên hesasiyetên çêkirî yên civakî de mezin bûbû. Lê xwe di ser wan sêncan re qewastibû. Xwe bi vî awayî dabû qebûlkirin. Herdem vê jixwebaweriya wê bala min kiṣandibû.  
Li Baṣûr karkirina jinan di televîzyonan de ne karekî hesan e. Bi sedan kelem ji vê yekê re hene. Malbat rê nadin ku jin li ser ekranan derkevin. Civak bi çavekî xirab li wan dinêre. Ji ber vê yekê gelek jinên di televîzyonan de kar dikin bi pirsgirêkên malbatî re rû bi rû dimînin. Gelek jê ji ber van egeran ji aliyê hevjînê xwe ve têne berdan.
Ṣîfa ji van hemûyan profîleke guhertîtir bû. Nezewicîbû. Xwe bi malbat û civakê dabû qebûlkirin. Di temenê xwe yê ciwan de bûbû xwedî kariyer. Bi karê xwe radibû û bi karê xwe rûdiniṣt.
Mirina Ṣîfa divê ji televîzyonên Baṣûr re bibe ders. Reqabeta ka kîjan peyamnêr bêtir dikare xwe bavêje metirsiyê divê ji holê rabe. Ewlekariya rojnamegeran divê di ser nûçe û dîmenên werin ragihandin re be.   
Di dawiya de vê bibêjim; Min çend caran ji Ṣîfa re gotibû dengê te wekî molodiyê ye û pêwîst nake tu di dema nûçexwendinê de zehmetiyê bidî qirika xwe. Her cara min ev yek jê re digot gelek kêfa wê dihat. Min ji dilê xwe digot û ew jî ji dilê xwe dikeniya. Lê mixabin ew dengê wekî melodiyê çû. Bila serê malbata wê û hemû dost û hevalan sax be.

(26.02.2017)