Boykota dibistanan û ya zanîngehan ku hefteyên borî bi banga TZPKurdî li Bakur û li Tirkiyeyê pêk hatin, ji ber rewşa siyasî û rojeva li ser “bêçekirina PKK’ê” wekî ya boykotkirina referandumê li nav Tirkiyeyê û qada navneteweyî deng venedan.
Bi gotineke din; ev boykot ma di bin siya nîqaşên li ser rojeva siyasî de. Digel vê yekê jî hem hikumet û hem jî dewlet ji ber pêvehatinên muhtemel yên vê biryarê ketin hewldanan û bi tehdîtên eşkere jî be, xwestin rê li ber bigirin. Sedemeke din ya vê yekê jî biryara bangê ya lezgînî bû û xebata boykota dibistanan wekî çalakiyeke bêyî bingeh hatibe amadekirin bi rê ve çû.
Hefteya borî li herêma Colemergê jî kampanyaya ji bo kargehan hate destpêkirin lê belê dîsa ji ber kêm amadeyiyên bingehîn, ev kampanya li vê herêmê bi sînor ma.
Ji bo kampanyayên wisa hem li Tirkiyeyê û hem di qada navneteweyî de deng vedin û encaman bi xwe re bînin, berî ku kampanya bikevin pratîkê divê bi mehan amadekerî bêne kirin, stratejiyeke demdirêj bê diyarkirin.
Piştî van dîtinên xwe, ez dixwazim vegerim li ser sernivîsa vê nivîsarê;
Li Bakur zimanê bazara kirîn û firotinê bi tirkî ye. Nav û lewhe jî dîsa bi heman zimanî ne. Aliyê zagonî em deynin hêlekî, di mantiqê bazirganiyê de qezenca aborî bêtir di kîjan zimanî de be, ew ziman wekî zimanê aborî tê bikaranîn.
Li Amedê li hemberî mala hevalekî min marketek heye. Bala min kişandibû ku dema em diçin wê marketê, ew bi kurdiyeke paqij bi me re diaxivî û bi mişteriyên din re –ku ew jî kurd in- bi tirkî diaxivî. Min ji hevalê xwe pirs kir ka çima bi wî re bi kurdî û bi mişteriyên din re bi tirkî diaxivin. Wî got ku wan xweş ji wî fêm kirine ku ger xwedî û karkerên marketê bi wî re kurdî biaxivin, ewê bibe mişteriyê wan yê demdirêjî.
Li Almanyayê jî heman nimûne hene. Ez bi xwe gelek caran bûme şahid ku xwediyên dikanan ên kurd dema mişteriyên wan yên tirk têne di dikanên wan de, bi mişteriyên xwe yên kurd re jî tirkî diaxivin. Ji ber naxwazin mişteriyên xwe yên tirk ku netewperestî bi wan re heye winda bikin, dest pê dikin bi hemû kurdên di dikanê de ne jî bi tirkî diaxivin.
Bi kurt û kurmancî; kilîta bikaranîn an nebikaranîna kurdî di qada bazara kirîn û firotinê de, di berjewendiyên aboriyê de ye.
Ji ber vê sedemê ne zehmet e ku strajiyek demdirêj were amadekirin û di çarçoweya vê stratejiyê de di nava demeke kurt de zimanê kurdî li piraniya Bakur bibe zimanê bazirganiyê.
Rêbaz hêsan e; Dema niştecihên kuçe û bajaran wekî helwest tenê ji dikandarên ku lewhe û menû bi kurdî bin û xebatkarên dikanan kurdîaxêv bin kirînên xwe bikin, wê wî wextî ji ber berjewendiyên aborî xwediyên dikanan û karsaz jî kurdî biaxivin.