16 Jun 2009

Ev jî siyaseta me ye…

25.12.2008



Zekî Ozmen / Qad



Ez di jiyana xwe de kêm caran hem bi heman nûçeyê kêfxweş bûme û hem jî matmayî mame. Nûçeya bi îmzeya rojnamevan Yeko Ardil ya di 23.12.2008’an de di rojnameya Yeni Ozgur Politika de jî hesteke wisa bi min re çêkir.
Sernivîsa nûçeyê “Karabulut ji bo Parlemena Ewropayê bernamzed e” û spota wê jî wisa bû: “Hate daxuyandin ku dê di hilbijartinên Parlemena Ewropayê de Songul Karabulut wekî temsîlvana civaka kurd ya li Ewropayê were destekirin.”
Her wiha li jêra spototê jî nûçe bi navên sazî, rêxistin û partiyên ku destekê didin Karabulut dest pê dike…
Xwendina nûçeyê heta vê derê kir ku ken li ser rûyê min belav bibe û oxekî ji xwe re bikşînim.
Min jî xwe bi xwe got ‘mala Xwedê ava be, êdî partî, sazî û rêxistinên me meseleya hilbijartinên li Almanyayê cidî digirin û hem guhartineke yekemîn e û hem jî stratejiyeke nû ye.’
Lê daxuyaniyên siyasetmedarên kurd ên beşdarî civîna bûyî yên berdewamiya nûçeyê ez heyirandim û matmayî hiştim…
Axaftinên wisa hatine kirin wekî ku destek ji bo daxwaza bernamzetiya kurdeke li Kurdistanê hatibe dayîn û qet mirov tênagihe ku ew kes wê bibe parlementera alman.
Û di dîtina min de pirsgirêka me ya bingehîn ev yek bi xwe ye…
Ji ber sirf berê siyaset û hewldanên partî, sazî û rêxistinên me li welêt in, em kurdên li Almanyayê hem ji dêrê û hem jî ji mizgeftê dibin.
Kurdên Almanyayê bi xwe têra xwe xwedî pirsgirêk in, lê belê berê xizmet û siyasta me li welêt e…
Zêdeyî nîvê kurdên li Almanyayê hemwelatiyên Almanyayê ne û ev yek tê wateya bi sedhezaran dengan. Ev bi sedhezaran deng dikarin rengê encamên hilbijartinên Almanyayê biguherînin.
Ev yek qozeke mezin e ji bo kurdan lê mixabin kurdan heta niha ev qoz bikar neaniye.
Bifikirin; Li bajarekî biçûk yê mîna Giessenê û derdora wê bi hezaran kurd hemwelatiyên alman in lê belê komele û saziyên kurdan vê ji xwe re nikarin bikar bînin.
Ehlaq û mehlaq li aliyekî, ez vê yekê vekirî bibêjim: Sazî û rêxistinên kurdan dikarin bi vê hejmara bilind a dengên kurdan bazarê bi siyasetmedarên alman re bikin û bi vî awayî bigihin gelek armancên xwe.
Mînakeke herî biçûk: Bila komeleyeke kurdan nûnerê partiyeke siyasî ya alman ji bo propagandaya wî vexwîne komeleyê û bila 300 kurd jî di wê vexwandinê de amade bin. Ew siyasetmedar bila ji partiyeke ku herî li dijî kurdan be jî, ewê dîsa ji daxwaziyên kurdan re bibêje ‘lebê û belê’…
Bi vî awayî kurd wê ji ber mineta Partiya Çep jî xilas bibin û deriyên partiyên ku xwedî gotin in wê vebibe.
Ez di dawiyê de dîsa vegerim ser nûçeyê; ji nûçeyê baş tê fêmkirin ku konsesûsek di navbera meseleya kurdên ku dixwazin bibin bernamzed de pêk nehatiye. Ev yek wê serî biêşîne, ji ber diviyabû ewilî kurdan kesên dilên wan li ser bernamzetiyê le îqna bikira û dûre bigotane “ha, ev bernametê/a me ye, hûn bixwazin ev û nexwazin jî tune…”

zekiozmen@hotmail.com

No comments:

Post a Comment