Zeki OZMEN
Bedirxan dibêje ku Hartmann zanyarekî alman e, li her deverê Kurdistanê geriyaye û xwe fêrî zimanê kurdî jî kiriye. Bi kurtî tê gotin ku Hartmann pirtûkek e bi navê „Bohtan“ weşandiye û dema wî Mem û Zîn a Ehmedê Xanî diwergerand kurdî, çûye ser dilovaniya xwe.
Rewşenbîrê kurd ê mohra xwe li dîrokê dayî Celadet Alî Bedirxan, dide xuyakirin ku dema ew li Almanyayê diçû zanîngehê, wî ew pirtûk a bi navê „Bohtan“ xwendiye û hêvîdar e ku lêkolînvanên kurd wê pirtûkê careke din bidest bixin û wergerînin zimanê kurdî, da nifşên bên bikaribin sûdê ji wê pirtûkê bistînin.
Dîroka kurdan a di nava du milyon pirtûk de veşartî
Me ji bo wê wasiyeta Bedirxan bi cîh bînin an jê bi kêmasîve fêr bibin ka ew pirtûk hê dimîne an na, me serî li pirtûkxaneya zanîngeha Marburgê da. Pirtûkxaneya zanîngeha Marburgê di gel zanîngeha Marburgê di sala 1527 an de hatiye damezirandin û xwediyê mîmariyeke balkêş e. Pirtûkxaneya ku ji bînayiyeka navendî û ji neh bînayayiyên biçûk pêk tê, 1,8 milyon pirtûk di nava xwe de dicivînê û xwedî 100 karkeran e. Bi xêra komputer û teknîka modern, pirtûkên têne xwestin bi piranî di nava nîv saetê de teslîmî xwazyarên pirtûkan têne kirin û pirtûkên li wira peyda nebin, ji pirtûkxaneyên derdorê têne xwestin. Hêjayî gotinê ye ku pirtûkxane ji bo hemû kesî vekiriye û hemûkes dikare di gel bikaranîna înternetê, kovar, rojnameyên rojane û hemû cûreyên pirtûkan ji xwe re bikarbînin.
Pirtûka zimanzan Hartmann a bi navê „Bohtan“ jî ji nava 1,8 milyon pirtûk de hate derxistan û di nava nîv saetê de kete di destê me de. Martîn Hartmann jî di sedsala 19´an de ji ber zimanzaniya xwe nav û deng daye. Wî piştî lêkilolînên xwe yên li Kurdistanê di sala 1890´an de pirtûka xwe ya bi navê „Bohtan- Gotinên Civakên Asyaya Pêşîn“ weşand. Ev pirtûka Hartmann, ji pirtûkên wî yên herî girîng e û lêkolînên Hartmann îro jî ji bo zimanzanan û dîroknasan mîna çavkaniyan tîne bikaranîn.
Pirtûka ku ji du cîldan pêk tê û bi awayekî lêkolîni hatiye nivîsandin, li Berlînê hatiye çapkirin. Bi giştî dîroka medeniyetên li Mezopotamyayê hatine damezirandin têne destnîşan kirin. Di derbarê dîroka Botanê a sedsala 19´mîn de agahdariyên balkêş hene. Beşa ku li ser Botanê ye, ji 102 rûpelan pêk tê û di destpêkê de, di derbarê Botanê de ev tespît hatiye kirin:“ Çiya diveqetînin û çem digihînin hevdu“.
Pirtûk li benda xwedî derketinê ye
Pirtûk bi giştî bi awayekê lêkolînvanî hatiye nivîsandin û di derbarê erdnîgarî, sînor, dûrbûn û nêzîkbûna bajar û gundan di Botanê de agahdariyên balkêş dide. Mirov dikare herwiha agahdariyên baş yên di derbarê dîroka Kurdistanê de jî bixwîne.
Martin Hartmannê di gel lêkolîn û serpêhatiyên xwe yên li Kurdistanê, notên rojane û pirtûkên gerok û misyonvanên mîna Hermann Burckhardt, Helmut Moltke, û Eduard Baron Nolde mîna çavkanî ji bo pirtûka xwe bikaranîne. Wî herwiha hewl daye ku agahiyên gerok û misyonvanan yên di derbarê erdnîgariya Kurdistanê de bi hesabên matematîkî û mantiqî pûç derîne. Li gora Hartmann, sînorên Botanê ji başûr Zaxo û çemê Xabûr e, ji bakur Şîrvan û ji rojava Mêrdîn e. Di pirtûkê de ku agahiyên berfireh di derbarê erdnîgariya Botanê de hene, tê gotin ku di herêma Botanê de wê demê 300 gund hebûn.
Rola Înstîtutên Kurd û bidestxistina pirtûkên veşartî
Ev pirtûk belkî ji bo zanîngeh û arşîvên navnetewî mîna zixûrekî be. Lê belê pêwiste înstîtutên me li pirtûkên weha nirxdar xwedî derkevin û bi wî awayî temelê pirtûkxaneya netewî ya kurd were avêtin. Lêkolîn û bidestxistina pirtûk û berhemên wiha wê ji bo nifşên pêşerojê bibin ronahî û bi wî awayî înstîtûtên me jî wê li nasnameya xwe ya rast a înstîtutbûnê xwedî derkevin. Îro bi hezaran pirtûk û berhemên gerok, nivîskar û misyonvanan di derbarê Kurdistanê de di pirtûkxane û arşîvên navnetewî de hene. Ger înstîtutên kurdan komisyonan ji bo bidestxistina pirtûkên di pirtûkxane û arşîvên navneteweyî de yên erênî û neyînî li ser kurdan hatine nivîsandin bidamezirînin û wan berhemen bidestbixin, wê demê hem temelê pirtûkxaneya neteweyî û hem jî temelê zanîngeha netewî ya kurd wê were avêtin.
No comments:
Post a Comment