Zekî Ozmen
Nifşê sêyemîn yê tirkan li Almanyayê mezin dibe lê belê hê jî mafê wan yê hilbijartinê li vî welatî nîn e. Digel wê yekê van rojan guftûgoyên germ li ser mafê wan ê bikaranîna dengên ji bo hilbijartinên li Tirkiyeyê têne kirin.
Tirkên Almanyayê heta niha qet hewldanên ji bo mafê tevlîbûna hilbijartinên li Almanya nedane. Bi salan e li vî welatî dijîn lê belê birêveçûna siyasî ya vî welatî qet bala wan nakişîne.Çi dema tarîxa hilbijartinên li Tirkiyeyê diyar bibin, bi serkêşiya rojnameyan ji Enqereyê tê xwestin ku sindoqên hilbijartinê ji bo wan li sefaretên wan ên li Almanyayê werin danîn.
Gelek siyasetmedarên alman ên mîna wezîrê karê hundir ê Almanyayê Wolfgang Schäuble û yê eyaleta Bayernê Günter Beckstein jî piştgiriyê didin vê daxwaza tirkan. Di vê xalê de hem tirk, hem rojnameyên wan û hem jî wezîrên konzervatîf mîna hev diaxivin lê belê di rastiyê de her alî berjewendiyên xwe di vê hemfikirtiyê de dibînin.
Balkêş e ku siyasetmedarên almanan ên ku dizanin ger tirk tevlî hilbijartinên li Almanya bibin dê destekê nedin partiyên wan xwedî li vê hewldana tirkan diderkevin. Bi gotineke din; bi vî awayî tirkan ji bela serê xwe dikin.
Rojnameyên tirkan xweş dizanin xwe bidin firotin û xwe bi destekdana vê hewlê mîna berdevkê tirkên li Almanya didin nîşandan. Ez nizanim ku haya wan jê heye ku xirabiyê ji bo tirkên li Almanya ne dikin an na, lê belê tirkên li Almanya bi xwe ne di haya vê yekê de ne.
Tirk bi fîzîkî li Almanya bijîn jî, ji hêla rihî ve li Tirkiyeyê ne. Siyaseta welatê ku lê dijîn ji xwe dûr dibînin û naxwazin fêm bikin ku qedera jiyana wan di destê siyaseta Almanya de ye. Di rastiyê de ger tevlî hilbijartinên li Tirkiyeyê bibin jî û nebin jî çi bandora siyasî li jiyana wan pêk nayê. Her çiqas ev yek diyar jî be, tevlîbûna hilbijartinên li Tirkiyeyê girîngtir dibînin.
Ev meseleya daxwaza tevlîbûna hilbijartinê li sefaretan xweş dide diyarkirin ka tirkên li Almanya dijîn beyî ku ferq bikin çawa ´hem ji dêrê û hem jî ji mizgeftê bûne´.
2007
No comments:
Post a Comment