16 Jun 2009

Sembola şîna neteweyî: "Şahidê bêdeng"


Zekî Ozmen / Qad


Dema behsa Helebçe tê kirin, ji nişke ve ew wêneyê ku zarok di hembêza bavê xwe de can daye tê bîra mirov. Xwediyê wêneyê rojnameger Ramazan Ozturk e û wî navê "Şahidê bêdeng" li wêne kiriye, lê belê piraniya mirovan hem bi wî navî wî wêneyî nas nakin û hem jî çîroka balkêş a wî wêneyî nizanin.
Wênegirê "Şahidê bêdeng" Ramazan Ozturk ku esilkurd e, cara yekemîn di sala 1987'an de çûbû wê herêma kurdan.
Dema rojnamegerê wê demê yê rojnameya Sabahê Ramazan Ozturk roja 16'ê adara 1988'an ji ajansan nûçe bihîst ku bajarê Helebçe hatiye kîmyebarankirin, wî texmîn kir ku gelek mirov hatine kuştin, ji ber ku wî ew herêm ji nêz ve nas dikir.
Ozturk di heman rojê de wekî rojnamegerekî rojnameya Sabahê ket ser rê û çû Îranê. Ew ji wê derê bi hinek rojnamegerên din re bi helîkoptereke eskerî ya Îranê firiya Helebçeyê. Bêguman îranî ne ji kula çavên kurdan ketibûn û armanca wan bi vê yekê teşhîrkirina dijminê wan, yanî ya Iraqê bû.

Gihîştina Helebçeya şehîd

Dema rojnameger digihê Helebçeyê, bombebarana artêşa Iraqê didomiya. Ozturk di hevpeyvînekî de behsa wê kêliyê wisa dike: “Bombebarana artêşa Iraqê berdewam dikir. Ji xwe îraniyan maskeyên gazê û derman ji bo rewşên wisa dabûne me."
Ji ber êrîşên tund ên artêşa Iraqê, helîkoptera wan bi rê de sê caran neçar mabû ku deynê erdê.
Dema rojnameger Ozturk bi rojnamegerên din re digihe Helebçeyê, ew ji ber pirsgirêka ewlekariyê dixwazin bi lez wêneyan bikişînin û xwe ji cihê bûyerê dûr bikin.
Ramazan Ozturk li ser wê kêlîkê wisa dibêje: "Hêzên îranî ji ewlekariya me berpirsiyar bûn, em bi wan re li nava bajêr digeriyan. Wan dîmenan mirov dilerizandin. Dema min ev trajedî dît, min ji xwe re got: 'Ev mirov in û yên ev yek kirin jî mirov in. Ev yek çawa çêdibe?' Min ev pirs ji kesên din jî kir û hê jî ji xwe pirs dikim lê belê min heta niha jî bersiva vê pirsê nedîtiye."
Gelek mirov difikirin ku Ramazan Ozturk yekem rojnameger bû ku wekî kesê yekemîn gihîştiye Helebçeyê. Ew di rastiyê de ji koma çaremîn a rojnamegerên ku hatibûn Helebçeyê bû. Rojnamegerên îranî berî hingî hatibûn cihê bûyerê û piştre bi Ozturk re derdora 40 rojnamegerên ji welatên cure hatibûn Helebçeyê.
Rojnameger Ramazan Ozturk heta îro jî tênegihîştiye ka çima raya giştî ya cîhanê bi wêneyên wî çav bi karesata rûreşiya mirovahiyê ketiye.

Dema kişandina wêneyê "Şahidê bêdeng"

Ramazan Ozturk bi vî rengî behsa dema kişandina wêneyê xwe yê ku li cîhanê bi nav û deng bûye dike: "Wêneyê kur û bav ("Şahidê bêdeng") û dîmênên din ji hêla rojnamegerên din jî ve hatin kişandin lê belê yên min bêhtir hatin ecibandin. Min ji dîtina perspektîfî ve bi çavên din wêne girtin. Digel hewla kişandina dîmenên herî baş, ez digiriyam. Ji xwe bêhna birîn û bedenan mirov bêzar dikir. Lê belê her dem di serê min de bû ku ez ji ber sedemên pîjeyî hatime Helebçeyê û ji wê yekê divê ez karê xwe bi awayekî herî baş pêk bînim.
Wêneyê 'Şahidê bêdeng' ne bi tesadûfî afirî. Min gelek wêneyên bav û kur ji perspektîfên cuda kişandin. Ez nizanim çawa lê belê min dizanibû ku 'ez li wî wêneyî digeriyam.' Piştî min gelek wêne kişandin, em vegeriyan Îranê."

Dema weşandina wêneyan

Ramazan Ozturk di vê demê de hem di nava şok û matmayînê û hem jî di nava hestên cur bi cur de bû. Wî wêneyên xwe rênekirin Tirkiyeyê, ji ber ew ditirsiya ku hinek kes wêneyan bêyî destûra wî rêkin Ewropa û bifiroşin ajansên nûçeyan yên navneteweyî. Ger tişteke wisa çêbûba, dê di nêrîna wî de ev yek bazirganiyeke li ser pişta qurbaniyan be û ev yek li dijî prensîbên wî bû.
Çend rojekî berdewam kiribû heta ku Ramazan Ozturk ji Îranê vegeriyabû Tirkiyeyê. Wêneyên wî cara yekemîn di 25'ê adara 1988'an de, yanî 9 rojan piştî Helebçeyê şehîd bûbû, hatin weşandin.
3- 4 rojên din jî di ser re derbas bûbûn, heta ew wêne ji hêla Ajansa Nûçeyan ya bi navê Sîpa Press ku navenda wê li Parîsê ye hatibûn weşandin. Ew wêne ji Sîpa Press hatin wergirtin û bi riya ajansên din li cîhanê hatin belav kirin.

Xelatên navnetewî yên 'Şahidê bêdeng' standî

"Şahidê bêdeng" ku bûye sembola Helebçe li Tirkiyeyê jî ji bo gelek xelatan hate pêşniyarkirin lê belê qet 'hêjayî xelatê'nehate dîtin. Lê belê di qada navneteweyî de yek ji wêneyên ku herî gelek xelat standiye.
Hinek xelatên navneteweyî yên wêneyan yên giring ku "Şahidê bêdeng" standine:
- 1989: Xelata yekemîn ya American Journalism Awarded For Outstanding Achievement in National Headliner Awards
- 1988: Wêneyê salê yê Time û Newsweekê
- 1989: Wêneyê bergê yê pirtûka "US Columbia, the 46th Annual Pictures of the Year"
- 1989: Wêneyê salê yê World Press Photo
- 1990: Di kovarên LIFE û STERN'ê wekî "ji wêneyên 10 salên borî yên herî baş" hatin weşandin.
- 1993: Xelatkirina World Press Photo wekî "ji wêneyên herî baş yên 35 salên borî" û girêdayî wê weşandina wê ya di pêşengehên zêdeyî 20 welatan de.
- 1994: Hilbijartina "wêneyên resenî yên 5 salên derbasbûyî" ku ji hêla kovara SPIEGEL û World Press Photo ve hatibû organîzekirin.
- 1995: Weşandina wêne ya di kategoriya "Wêneyê çapemeniyê yê 150 salên derbasbûyî" ku ji hêla TIMES'ê ve hatibû birêvebirin.
Her wiha hêjayî gotinê ye ku pirtûkeke Ramazan Ozturk a bi heman navî heye: SESSİZ TANIK/ FOTOĞRAFLARLA TURKİYE VE DUNYA 1974-1995( HALEPÇE, BOSNA KATLİAMI V.S)


Çavkanî
http://www.kirilmanoktasi.org/rozturk.htm
http://www.demanu.com.tr/arsiv/30_04_2003/sir_10_ramazan.htm
http://www.rojinliyiz.com/ciddi-konular/48143-ramazan-ozturkle-soylesi-bir-fotografin-izinde
http://www.aksiyon.com.tr/detay.php?id=11728
http://www.habervitrini.com/haber.asp?id=136258

zekiozmen@hotmail.com

10.03.2008

No comments:

Post a Comment