Têgîna “penaberî“ ji bo kurdan herdem di rojevê de ye. Kurd ji ber sedemên civakî, darayî û siyasî gelek caran heta dawiya jiyana xwe û hin caran jî ji bo demeke diyar ji cih û warên xwe koçber bûne.
Mînakên herî berbiçav yê vê serpêhatiyê jî kurdên ku li Anatolya Navîn bi cih bûne, koçberên serhildana Dêrsimê, 6 milyon kurdên piştî bizava 1984´an koçberî metropolên tirkan bûn, penaberên qempa Mexmûrê, bi milyonan kurdên ku reviyane Ewropa, karkerên demsalî yên ji bo berhevkirina zeviyan diçin bajarên Tirkiyeyê, malbatên ku ji ber doza xwînê ji cihe xwe reviyane û hwd.
Piraniya sedema koçberiya kurdan ya sedsala derbasbûyî meseleyên siyasî û zexta dewletên serdest yên Kurdistanê ne. Ji bilî çend îstisnayan, ji bo hejmara kurdên ji cih û warên xwe bûyî tu îstatîstîkên fermî nîn in û piraniya hejmaran texmînî ne. Kurd li seranserî Ewropayê herî zêde li Almanyayê niştecih bûne. Sedemê giranî yê vê yekê ew e ku mirovan qista xizmê xwe yên li Almanyayê kir. Ji sala 1970´î pê de bi hezaran kurdistanî bi awayeke fermî ji bo kar hatin Almanyayê. Ji bo vê yekê êdî Almanya ji bo kurdên ku xwestin penahindeyî Ewropayê bibin ne welatekê xerîb bû.
Sedemê hatina biyaniyan ya Almanya
Bi giştî pêla pêvajoya penaberiyê ya ji bo Almanya piştî şerê 2´mîn yê cihanê dest pê kir. Ji ber Aalmanya ziyaneke mezin ji şerê cihanê yê duwemîn dît herwisa karê ji nû ve avakirinê pir bû, lê belê karker tunebûn. Almanyayê ji bo pêşdebirina aboriya xwe ji welatên cur bi cur karker xwestin. Ji welatên mîna Îspanya, Îtalya, Yewnanîstan, Portekîz bi sedhezaran karker berê xwe dan Almanyayê.
Karkerên ku di bin navê „Gastarbeiter- Karkerên mêvan“ de dihatin Almanya bi keyfxweşî dihatin pêşwazîkirin. Di sala 1964´an de ji bo „Karkerê Mêvan“ yê milyonemîn ku portekîzî bû, motorsiklêtek wekî xelata bixêrhatina wî jê re hate diyarîkirin. Piştî Tirkiyeyê di sala 1961´an de bi Almanyayê re peymanek mohr kir, di gel tirkan bi hezaran kurd jî bi mebesta „Çend salekî kar bikin“ hatin Almanyayê. Hêjayî gotinê ye ku piraniya „karkerên mêvan“ venegeriyan welatên xwe û li Almanyayê niştecih bûn. Ji hêla din ve ji ber almanan ji şerê cihanê yê 2´mîn gelek kişandibûn û ziyan dabûn mirovahiyê, bi minasebata îmaj û xweşbîniya xwe ya nû nîşanî cihanê bike, di sala 1953´an de zagona penaberan hate amadekirin û şiklê wê yê dawîn di sala 1971´an de hate dayîn. Bi vî awayî destûra bingehîn a Almanyayê, mafê rûniştinê ji bo kesên li welatên xwe ji ber sedemên siyasî, ramyarî, olî û cinsî zor didîtin, misoger dikir. Piraniya kurdên li Almanyayê dijîn di çarçoveya vê zagonê de serî li niştecihbûnê dane.
Hejmara biyaniyên li Almanyayê
Bi vî awayî hingî dem derbas dibû hejmara biyaniyên li Almanyayê zêdetir bû. Di sala 1960´î de hejmara biyaniyên li Almanyayê 686 hezar bû.
Di sala 1970 yî de ev hejmar gihişt 2 milyon û 977 hezaran û piştî deh salan, yanî di sala 1980 yî de hejmara biyaniyên li Almanyayê bû du qat û gihişt 4 milyon û 453 hazaran. Sedî 8,4 niştitecihên Almanyayê di sala 1990´î de bûn biyanî û ev jî tê wateya 5 milyon 343 hezar biyaniyan.
Di sala 2000´î de rêjeya biyaniyan gihişt ji sedî 8,9 an û ev hejmar bi giştî tê wateya 7 milyon 297 hezar biyaniyan.
Weke ku di îstatîstîkê de jî dixuye, di sala 1970´anpê de hejmara biyaniyan her deh sal du qat dibe. Sedemê wê jî ew e ku êdî ji sala 1971´an de ji ber sedemên navborî penaberan ji hemû deverên cihanê ji bo mafê penabertiyê berê xwe didanAlmanyayê.
Hejmara serîlêdanên penaberiyê, Ji sala 1953´an heya sala 2004 an, li Almanyayê 3,1 milyon kesî serî li penaberiyê daye. Di sala 1953´an de hezar û 906 kesan, di sala 1960´î de du hezar û 980 kesan, di sala 1970´î de 8.645 kesan, di sala 1980 yî de 107.818 kesan, di sala 1990´î de 193.063 kesan û di sala 2000´î de jî 78.564 kesan ji deverên cur bi cur yên cîhanê serî li penaberiyê dane.
Hikumetên Almanyayê ji sala 1993´an ve zagonên penaberiyê dijdînin û bi vî awayî hewl didin hejmara serîlêderên penaberiyê kêmtir bikin. Herî dawî di sala 2005´an de di zagonên penaber û bi giştî yên biyaniyan de guhartinên bingehîn hatin çêkirin. Bi her guhartina zagonan re mafê civakî yên penaberan û şertê serîlêdana penaberiyê zortir dibe.
Li Almanyayê rekora serîladanên penaberiyê di sala 1993´an de bû. Di wê salê de 438.191 kesan serî li mafê penaberiyê dan. Ji ber bi guhartina zagonan û girankirina şertên serîlêdana penaberiyê, ji 1993´an pê de hersal hejmara serîlêdanên penaberiyê daket jêr. Di sala 2004´an de tenê 35.607 kesan serî li mafê penabertiyê da. Rêjeya pejirandina mafê penaberiyê her sal di navbera %3 û % 7´an de ye. Nayê wê wateyê ku kesekî/ê mafê penabertiyê nestandî divê paşde vegere welatê xwe. Piraniya kesên ku serîlêdana wan nayê pejirandin bi statûyên cihê jiyana xwe li Almanyayê berdewam dikin. Hinek bi statûyên mafê rûniştinê yên teng, hinek serîlêdana xwe ya penaberiyê şûnde dikişînin û pasaporta welatên xwe yê jê hatine distînin, hinek bi zewacê û hwd. jiyana xwe li Almanyayê berdewam dikin.
Bilindbûn û kêmbûna serîlêdanên penaberiyê hem girêdayî konjuktura cîhanê, hem jî li gora guhertina zagonan in. Dema şerê navxweyî yê Yugoslavyayê, şerê li Kurdistanê, şerên li welatên cur bi cur yên Afrîkayê û hikumdariya Talîbanan li Afganîstanê, hejmara serîlêdanên penaberiyê gelekî bilind bûbûn.
Şêweyê tomarkirina rêjaya biyaniyan ji hêla gelek derdoran ve tê rexnekirin û encam jî çewt têne dîtin. Sedemê vê yekê jî ew e ku esil almanên ji Sovyeta berê tên, biyaniyên bûne hemwelatiyên alman û zarokên ku dê û bavên wan zêdeyî heşt salan li Almanya bi destûr dijîn têne dinê û bi awayekê otomatîk dibin hemwelatiyê alman, di îstatîstîkên fermî de weke alman têne nîşandan.
Hejmara biyaniyên li welatên din yên Ewropayê
Dema mirov rêjeya binayan - beyî hejmara şêniyan li ber çavan bigire – yên li Almanya û yên li welatên din bide ber hev, tabloyek balkêş diderkeve holê. Li gora îstatîstîkên Daîreya Îstatîstîkên Federal, di dawiya sala 2003´an de 7 milyon û 335 hezar biyanî li Almanyayê dijiyan. Ev hejmar hem „karkerên mêvan“, hem penaber û hem jî kesên ji ber sedemên pircure li Almanya dimînin di nava xwe de dihewîne. Rêjeya biyaniyan weke her şeş salên derbasbûyî ji sedî 8,9 şêniyên li Almanya dijîn pêk tên.
Rêjeya biyaniyên li welatên ku hejmara şêniyên wê kêm in ango bi sedhezaran têne hejmartin zêde bilind e. Dema di sala 2001´an de li Luksemburgê şênî (gelhe) hatin hijmartin, rêjeya biyaniyên li wê derê dijiyan % 36,9 bûn. Di sala 2003´an de rêjeya biyaniyan li Liechtensteinê (Liştenşitaîn) % 34,4 bû. Di dema hejmartina şêniyan yên herî dawî de jî encama rêjaya biyaniyan li van welatên jêr wisa bû: Di sala 2003 an de li Swîsre rêjeya biyaniyan % 20.4 bû. Li Belçîka di sala 2004´an de rêjeya biyaniyan % 8,3 bû, li Fransa di sala 1999 an de %5,6 bû û li Swêdê jî di sala 2003´an de rêjeya biyaniyan gihiştibû % 5,3. Rêjeya biyaniyên li Almanya ku hemwelatiyê Tirkiyeyê ne % 25,6 in û ev jî tê wateya 1 milyon û 880 hezar mirov. Dema em 840 hezar kesên ji Tirkiyeyê bûne hemwelatiyên alman jî li ser vê hejmarê de bicivînin, hejmara kesên ji Tirkiyeyê tên digihije derdora 2,7 milyonan.
Hejmara kurdan li Almanyayê
Mirov bi îstatîskên tomarkirî yên Dayireya Îstîstatîkî ya Almanyayê nikare hejmara kurdan yên li Almanya niştecih bûne bi awayekê konkret derîne holê. Kurdên mîna “karkerên mêvan”, yên xwendevan, yên ji ber zewacê hatine, yên qaçax, yên li Almanyayê hatine dinê, yên bûne hemwelatiyên alman û hwd. di îstatîstîkên fermî de mîna tirk û mîna alman derbas dibin.
Her çiqas mirov nikare bigihije îstatîstîkên berbiçav yên li ser kurdên ji parçeyên din yên Kurdistanê jî, heman tişt ji bo wan jî derbas dibe. Balkêş e ku derdora % 80 kesên ji Tirkiyeyê serî li mafê penaberiyê dayî kurd in û yên ji Iraqê jî derdora % 40 an kurd in.
Ger mirov hejmara kurdan yên serî li mafê penaberiyê dane wekî referansa hejmara kurdên li Almanyayê bigire ber çavan, dê mirov ji rastiyê dûr bikeve.
Mixabin ji bo mirov bizanibe hejmara kurdan li Almanyayê çend e, divê mirov di navbera mantiq û texmînê de hesabekî bike. Li gora lêkolîna min kirî, kesên ji Tirkiyeyê hatine Almanyayê, ji sisêyan yek kurd e û ev tê wateya derdora 800 hezar kurd. Ger em hejmara kurdên ji başûr, rojava û rojhilat jî li ser yên ji bakur zêde bikin, mirov dê bikaribe bi texmîna herî mantiqî hejmara kurdan di navbera 800 hezar û 900 hezaran destnîşan bike.
Li gora îstatîstîkên fermî, hejmara kurdên ji bakur yên di navbera salên 1991 û 2005´an de serî li mafê penaberiyê dane wisa ye:
1991; 23.877 ,1992; 28.000, 1993; 19.104, 1994; 19.118,
1995; 20.877, 1996; 19.301
1997; 13.791, 1998; 9.774, 1999; 7.643 , 2000; 7.751, 2001;13.898, 2002;
11.850, 2003; 8.294, 2004; 5.862, 2005; 4.384
Hejmara kurdên ji başûr yên ji ber mafê niştecihbûnê hatine Almanyayê di navbera salên 1999 û 2005´an de wisa ye:
1999; 3.519; 2000; 3.534, 2001; 7.085, 2002; 3.896, 2003; 1.803, 2004; 772, 2005; 1.180
Celadet.com
2005
No comments:
Post a Comment