25 Jul 2018

Bîst hezar kovarên kurdan li cem xwe arşîv kirine

Hevpeyvîn:  Zekî Ozmen


Rifat Sefali ji aliyê raya giştî ve zêde nayê naskirin. Lê karê ew dike beramberî karê saziyên mezin ên dewletan e. Ji ciwaniya xwe heta niha bi deh hezaran arşîvên ser kurdan û derbarên kurdan de kom kirine. Wan arşîvan bi awayekî dîjîtalkirî li ser malpera Arşîva Kurd dike xizmeta raya giştî. Li ser malperê heta niha derdora 20 hezar kovar bi cih kirine. Ne tenê kovar, her wiha belge û pirtûkan jî li wir diweşîne. Ew niha digel arşîva nivîskî, bi arşîva tomarî ya deng ve jî mijûl e. Berhemên dengên tomarî yên ku gerokan di nava kurdan de berhev kirine niha li ber destê wî ne û wê jî piştî dîjîtalkirina ji kasêtan di malpera arşîvê de bi cih bike. Em bi Rifat Sefalî re li bajarê Weil am Rhein ku dikeve sêkuçkeya Almanya, Swîs re û Fransayê, derbarê xebata wî ya arşîvkirinê de axivîn. Me xwest hem bizanin ka vê taqetê ji ku derê tîne û hem jî ev hêz çawa pê re peyda bûye. 
Arşîv karê saziyan e. Çi hûn motîve kirin ku hûn wekî takekes bi vî karî re rabin?
Di ciwaniya xwe de jî dema min karê siyasî jî dikir, min her tim digot arşiv pêwîst e. Ji ciwaniyê û vir ve min tiştin dicivandin. Wekî bingeh jî eger arşîv nebe tu nikarî tiştekî bikî. Xebera te ji te tune be, ji dîrokê tune be, tu nikarî di pêşerojê de tiştekî bikî. Vê pir tesîr li min dikir. Vê dawiyê hinekî teknîk pêş ket. Ne wekî arşîva berê, mirov dikarî êdî ya nûjen çêbike.
Wekî arşîv niha çiqas berhem di destên we de hene?
Mirov nikare konkret tiştekî bibêje. Lê nêzîka 20 hezar kovar in. Pirtûk têra xwe hene. Pirtûkên derbarê kurdan de  hatine nivîsandin û an kurdan nivîsandine. Min zêdeyî 1500 pirtûk dîjîtal kirine lê ji ber mafên telîfê nikarim wan biweşînim. Derdora 800 pirtûkî di malperê de hene û ew yên destûra min bi fermî hene. Arşîvkirina pirtûkan bi awayê dîjîtal hinekî problem e. Xwediyê pirtûkê qebûl neke, mirov nikare dîjîtal bike, ji ber ku belav dibe. Kurdên me jî... yanî em nikarin hev îqna bikin di vî warî de. Tu kes nabêje arşîv nekin an dîjîtal nekin, lê îmze nadin. Dema îmze nedin pirsgirêk e. Belkî xwediyê berhemê ji soza xwe venegere lê ji bo dema pêş metirsî heye. Dibe zarokên wan an neviyên wan di dema pêş de derkevin pêşberî te. Ji ber vê yekê jî mirov newêre pirtûkan dijîtal bike. Belge, destûr û bernameyên partiyan. Zanîngeha Artuklu vê dawiyê tiştin ji Arşîva Kurd girtibûn û wan jî tiştên baş rêkirin. Ji bo dîjîtalkirina van wext pêwîst e. Li ser arşîva devkî jî niha dixebitim. Dengên tomarî yên ji 1930’an û vir ve. Çîrok, stran û tişên din ên gerokan tomar kirine ji kasêtan dîjîtal dikim û ez ê wan jî li ser Arşîva Kurd bar bikim. 
Di berhevkirina arşîvê de tişta ku hûn herî ecêbmayî hiştin çi bû?
Ya ecêbmayî ew e ku kesên kedê didin li keda xwe xwedî dernakevin. Kesek pereyekî biçûk winda bike, bi rojan di serê wî de dimîne ka çima ew pere winda kiriye. Lê hesab bike, ji bo ku kovar deranîne bi salan ceza xwarine lê arşîva kovarên wan li cem wan nîn e. Li cem xwediyên wan hejmarên hemû kovaran nedît. Ne behsa yên bi kurdî derketine dikim, kovarên ku wan kesan bi xwe deranîne. Ev dibû sedem ku civandina kovaran jî zehmet be.
Hejmareke bilind a belavokên partiyan li ser arşîva malpera we hene. Belavokên herî kevin têne bîra we kîjan in, yên kîjan partiyan e?
Ya herî kevin a KUK’ê ye. Wan dan me. Min ew dîjîtal kirin. Yên partiyên din ne wekî belavok, endamên berê yên Rizgarî texsîr nekirin û arşîva xwe dan me. Civîn, kongre û konferansên wan, nivîsên xwe yên legal û îlegal hemû dan. Min hemû dijîtal kirin û ser malperê bar kirin. Partiyên din jî ji xwe destûr û bernameya wan tu dikarî li cem herkesî peyda bikî . Min hema bêje hemû paartî, sazî, rêxistin destûr û bernameya wan dijîtal kirin. Biryarên kongre û konferansên wan ên peyda bûyî min dîjîtal kirin. Min tu ferq jî nekir. Yên îslamiyan, komonîstan, sosyalîstan û lîberalan hene. Heta vê dawiyê de min kovarek dît ji bo min ecêb bû. Xebateke pir baş bû. Zimanekî pir baş xebitandine. Kovara LGBT’yan e. Pir baş bû. Min ew jî dîjîtal kir. Bi kurdiyeke pir baş û zelal e. Belkî ji hin cihan alîkarî girtine lê karekî pir baş kirine.
Heta niha wekî şexs piştî ku we dest bi dîjîtalkirina vî karî kir, we çiqas wext daye vî karî?
Ji bo dîjîtalkirinê 6 sal...
Ji bo peydakirinê?
Ji bo peydakirinê pir wext diçe. Zehmet e. Min  ji berê ve dicivand. Di sala 1994’an de ez hatim Swîsreyê. Li welat ji xwe min berhev kiribû û ji roja hatim û vir ve jî min dest bi civandina arşîvê kir. Di vî warî de hinek komeleyan jî piştgiriya baş dane min.
Ji bilî kesên serdana malperê dikin, takekes, sazî û yan jî dewletan ji bo peydakirina hinek arşîvan qet serî li we dane?
Têkildarî çêbû. Kesên fêde digirin gelek hene. Gelek kes e-mailan rêdikin û spasiyên xwe dikin. Ji Başûr hinek kes hatin peyivîn. Hinek rojnameyan bi min re têkilî danî. Hevpeyvîn bi min re çêkirin. Min ji xwe ji bo danasîna malperê li vir û li Swêde û Holanda civîn çêkirin.  
Pêwendiya we û bi taybetî enstîtuyên kurdî yên heta astekî arşîva baş li cem wan heye çawa ye?
Pêwendî heye. Ji xwe danasîna Arşîva Kurd li Pirtûkxana Kurdî ya Stockholmê çêbû. Nedîm Dagdeviren dixwest arşîva wan a heyî dîjîtal bike lê hem dîjîtalkirin têra xwe bi problem e û hem jî Nedîm zû koça dawî kir. Têkiliya min bi wan re heye. Min hin tişt ji wan xwestibûn. Em kurd hinekî... Hinek kovar hebûn ez zû de pey wan bûm. Min li Pirtûkxana Kurdî peyda kirin. Çend hejmar bûn, ne hemû. Min xwest fotokopî bikin, ji bo dîjîtal bikim. Berpirsê pirtûkxanê Newzat Hirorî got ez ê ji te re bînim. Wî got kîjan bûn. Min got filan. Lê geriya lê mixabin hinekan ew kovar ji wir biribûn. Niha jî ew peyda nabin. Tiştên wisa ecêb jî di  nav kurdan de çêdibin.
Hûn bi dildarî vî karî dikin. Ez meraq dikim, sibe saziyek an dewletek bibêje çi alîkariya heyî em ê bidin û vî karî profesyoneltir bimeşîne. Tesawira we çi ye, hûnê çawa vî karî bimeşînin?
Ez vî karî ji xwe ji dil dikim û ne li benda tiştekî me. Ne ji dewletan, tenê ji kurdan tiştekî dixwazim; Kesên di destên wan de berhemên kurdan û ser kurdan hene, bikarin bigihîjînin me, em ê dîjîtal bikin û biweşînin. Pirsgirêka dîjîtalkirinê ji xwe nîn e, ji ber ez wekî meslek jî dîjîtalkirinê dikim.
Hûn qet nagihin sînorê ku hûn bibêjin yawo bes e, ez westiyam bi vî karî re, ma min çi jê ye...
Na, ji qewlê ereban ve bileks. Tu çiqas tiştinan dibînî, dixwînî û balkêşiya wan dibînî, tu zêdetir ji vî karî hez dikî.
***

Rifat Sefali kî ye?

Rifat Sefali li Amedê hatiye dinê û bi eslê xwe ji navçeya Madenê ye. Dibistan li Amedê û zanîngeh jî detpêkê li Îzmîrê û dû re jî li Amedê li Zanîngeha Dîcle dewam kiriye. Di sala 1983´yan de wekî mamosteyê îngilîzî zanîngeh qedandiye. Ji ber sedemên siyasî tenê kariye demeke kurt mamostetiyê bike. Hê dema lîse dixwend ku wê demê 17 salî bû, ji ber kirina gerînendetiya rojnameya Roja Welat, ceza xwar û sê salan di girtîgehê de ma. Heta 1985´an gelek caran hat girtin. Piştre Bakur terikand û çend salekî li Rojhilata Navîn ma. Wê demê ne bi zimanê xwe yê dayikê zazakî û ne jî bi kurmancî dizanî. Li wir dest bi fêrbûna zazakî û kurmacî kir. Erebî jî li wir fêr bû. Sala 1988’an vegeriya Stenbolê û weşanxaneya bi navê Firat-Dîcle vekir. Kovara Vatan Guneşi ya mehane deranî. Piştî 6 mehan careke din hat girtin û dîsa nêzîkî sê salan di girtîgehê de ma. Piştî serbestberdanê karê xwe yê weşangeriyê dewam kir. Ji sala 1994´an ve li Swîsreyê dijî û wekî pîşe jî di saziyeke fermî de karê arşîvê dike. Berhevkirina arşîva kurdan û dîjîtalkirina wê jî ji ciwaniya xwe ve bê rawestan dom dike. Berhemên ku dîjîtal dike li ser malpera www.arsivakurd.org de diweşîne.

Bayê muzîka kurdî dîsa gur bû

Piştî demeke dirêj di bazara muzîka kurdî de hinek lebata xweş çêbû. Ji serê salê ve hinek albumên xweş derketin.

Rewşa siyasî ya aloz û şikestinên trawmatîk ên her sê salên dawî bandoreke neyînî li bazara muzîkê jî kir. Di van sê salên dawî de ne tenê hejmara albumên kesên nû derketin piyaseyê bi tiliyan dihatin hejmartin, her wiha stranbêjên ku di nava civakê de cemawerên wan jî hene zêde kêm album deranîn.

Ev çend mehek e bayekî xweş di warê deranîna albuman de rabû. Mîrady îsal bi “Xwelî” berhemeke nû derxist. Jan Axîn piştî demeke dirêj bi albuma “Zerîba” vegeriya. Şêweyê muzîka Mîrady jî û ya Jan Axîn jî xweser in û taybet in. Piştî demeke dirêj guhdarkirina berhemên wan ên nû mirov kêfxweş dike.

Ciwan Haco jî ev demeke dirêj bû albumên nû dernexistibûn. Wî jî bi albuma xwe ya nû ya bi navê “Felek” dilê guhdarên xwe xweş kir. Hezkerên muzîka wî baş dizanin berhemên wî ji her hêlê ve ji hev guhertî ne. Lê ev album ji hemûyan guhertîtir e. Ji ber “Felek”dişibe hemû berhemên wî yên berê. Ji hêla şêweyê muzîkî ve wekî ku hemû berhemên xwe yên berê di nava xwe de bihewîne.

Di rojên derbasbûyî de min Nîzamettîn Arîç dît. Helbet dema mirov hunermendekî wekî wî bibîne, mirov pirsa kar û projeyên wan ên nû dike. Wî jî mizgînî da û diyar kir ku berhema wî ya nû wê piştî du hefteyên din derkeve. Bi kelecanî behsa berhema xwe ya nû kir. Kesên wî nas dikin, baş dizanin ka ew çiqas li ser karê xwe hesas e. Derketina berhema wî ya nû jî wê bayê muzîkê ya dîsa hêdî hêdî radibe geştir bike.

Ez vê jî bêjim; Di muzîkê de Koma Rewşan xwedî cihekî gelekî taybet e. Kom ji hev feşkilî. Ev demeke dirêj bû Harûn Elkî, ku stûna komê bû, bêdeng bû. Ev çend meh in bêdengiya wî şikest û ev e çend konser dane. Vegera wî ya ser dikê bi serê xwe cihê kêfxweşiyê ye.  Heke vêca amadekariyên deranîna albumê jî hebin ev bayê ez behsê dikim wê hê gurtir bibe.

Bêdengiya stranbêjan bandorê li nifşê nû jî dike. Ev yek dibe sedem ku ciwan teşwîqî afirandina muzîkê nebin. Guhdarkirina heman berheman a bi salan dibe sedema dilmayîina ji muzîkê. Bi van çend salên dawiyê ev yek baş diyar bû. 

Bi derketina van berhemên ku min li jor behs kirine re hezkirina min a muzîkê careke din vegeriya. Êdî wekî berê dîsa bi rê de û li malê li muzîkê guhdarî dikim. Heke kesên ev demeke bi awayekî rêk û pêk li muzîkê guhdarî nekirine li van berhemên nû guhdarî bikin, wê sedî sed maf bidin van gotinên min.

3 Jan 2018

Kurdan dersa ka mirov çawa nabe dewlet da dinyayê

Bi pêkhatina referandûma ji bo serxwebûna Başûr jixwebaweriya ku kurd ne kêmî tu kesî ne pêk hat. Dîwarê psîkolojiya ku kurd wê tu caran nebin dewlet hat herifandin. Hêviya dewletbûnê careke din vejiya.

Ne wextekî dirêj, piştî referandûmê bi sê hefteyan li Başûr 'şikestineke' ku kurd di dîroka xwe de nedîtî jiyan.
Nîvê axa Başûr di nava çendsaetekî de beyî berxwedan radestî hikûmeta Iraqê hat kirin.

Bi vê radestkirinê re civaka kurd trawmayeke kolektîfî jiya. Jixwebaweriya heyî bû berxweketin. Keramet şikest. Dîwarê psîkolojî yê ku kurd wê nebin dewlet careke din hat nijilandin. Hêviya dewletbûnê herifî.
Piştî 16'ê kewçêra 2017'an herkesî pirsa firazeya 26 salan a serweriya kurdan a li Başûr kir.

Hinekan got dinya xayîn e. Hinekan got heta Kurdistan bi malbatan were birêvebirin, wê ev be halê kurdan. Hinekan jî got bêtifaqiyê mala me xera kir. Aliyên axa Kurdistanê radest kirin jî, hev tewanbar kirin û herkesî berê rima 'îxanetê' da yê din.

Bi derketina holê ya firazeye 26 salan diyar bû ku rêveberên Başûr dersa ka mirov çawa nikare bibe dewlet dan dinyayê...

Ev bi salan e kurdan welat di nava du rêveberiyan de dabeş kirine.
Li şûna hêzekî, du hêzên wan ên pêşmerge hene.
Mifteya parlemenê wekî ku ya deriyê mala wan be, kirine berîka xwe û kengî dilê wan bixwaze hingî vedikin.
Hebûna lîsteyên xeyalî yên ku 63 welat destekê didin serxwebûnê belav kirin û bi alîgirên xwe dan bawerkirin.
Ewqasî ji realîteyê dûr in ku bawer dikirin Tirkiyeya ku serdestê parçeyekî din a axa wan e, wê bibe piştgirê wan ê serxwebûnê.
Pergaleke demkî ya aboriyê ava kiribûn. Difikirîn ku hebûna bîrên neftê wê bibe sedem ku dinya bibe piştgirê avakirina dewletê. Li ser bîrên neftê pal dabûn û tişteke din nekirin.
Zehmetiyê nadidanan xwe, ji bacanan bigirin heta hêk û mast jî ji welatên din dikiriyan.
Avahiyên bilind li ser hev rêz dinijilêndin û materyalên ji rikin bigirin heta banê xênî jî ji welatên din didan anîn.
Hinekî jî pozbilind bûne, çûn çopçiyên nava bajaran paqij bikin ji Bangladêşê anîne û çopa xwe bi wan didin paqijkirin.
Çîrok dirêj e lê em werin dawiyê.

Bi pêkhatina referandûmê û bûyerên dû re me fêm kir ku...

Aliyên pêşengiya referandûmê dikirin wekî zewaceke mecbûrî be, li pêş perdê xweş kiribûn lê li pişt perdê tirba hev kolabûn.
Dinya alemê jî gotibû referandûmê nekin, lê bi jixwebaweriyeke mezin guhê xwe ji dinyayê re girtûbûn. Di ser halan de jî ew 26 sal bûn ku hê dewleteke dost ji xwe re peyda nekiribûn.
Dersa kurd ji xwe re bistînin...

Ji bo tu serbixwe bibî yan divê hêza te hebe û yan jî divê dinya piştgiriya te bike. Ji bo hêzê tifaq, îrade û bêminetiya ji dinyayê lazim e. Ji bo piştgiriya dinyayê jî divê tu di siyasetê de zîrek bî û bikarî xelkê tî bibî ser avê tî bînî. 
Dersa kurd bidin dinyayê...

Heke di nava 26 salan de kurdan ne xwe bi hêz kiribe û ne jî dîplomasiyek berhilgir ava kiribe, li şûna gazindan, divê dersa ka mirov çawa nabe dewlet bidin dinyayê û weselam.

3 Sept 2017

Ji nîvgirava Sînaî; mirov bi tirs in ku li tenişta wan êrîşek pêk were

Nîvgirava Sînaî ya Misrê parzemînên Afrîka û Asyayê bi hev ve girê dide. Ji xwar ve li ser Deryaya Sor e û ji banî ve jî di bin Deryaya Spî re ye. Ji bejayiyê ve xwe digihîne Îsraîlê. Eger em deryayê lê nekin, cîrana Erebistana Siûdî ye jî.

Xwezaya wê ji çiyanên rût û biyabanê ango sehrayê pêk tê. Qiraxên wê yên deryayê bihuşta geştiyariya di bin avê de ne. Berê tenê koçer li vê derê dijiyan. Hezkerên deryayê jî ji bo xwe noqkirinê dihatin aliyê Şarm el Şêx a vê nîvgiravê. Ava zelal û jiyana lawirên pirengî yên di bin deryayê de dibû sedem ku rojane hejmara geştiyaran zêdetir bibe.
Berî 40 salan êdî hêdî hêdî li ber qeraxên Sînaî hotel hatin avakirin û ew der bû bihuşta geştiyariyê. Ji her derê cîhanê geştiyaran ref bi ref qesta wê derê dikirin. Lê bi şerê navxweyî yê Misrê yê sala 2011‘an re ew der bû qada şer û êrîşên terorî. Ji wê rojê ve heta niha li wir gelek êrîş li hotelan li dijî geştiyaran, li nava Şarm el Şêx li dijî sivîlan û li dijî baregehên leşkeran pêk hatin. Pêrar bi daxistina balefireke tije geştiyarên rusî ku ji balafirgeha Şarm el Şêx rabû êdî geştiyarî jî li wir kete nav sêkeratan. 
Hefteya borî derfeta min çêbû ku biçim vê nîvgirava ez behsê dikim. Balafira me ji Frankfurtê firiya û li balafirgeha Şarm el Şêx danî. Ez li vir parantezekî vekim; Di şerê navdar ê şeş rojî yê 1967‘an de Îsraîlê ev nîvgirav kir bin destê xwe û li wir balafirgeheke leşkerî ava kir. Piştî lihevatinê, ev balafirgeha leşkerî ma ji Misrê re. Di nava demê de Misrê ev balefirgeh veguherand balafirheke medenî. Ev balafirgeha balafira me lê danî ew balafirgeha Îsraîlê ava kiribû bi xwe bû.
Piştî mirov ji balafirgehê derkive, li ser rê tevdîrên ewlekariyê yekser bala mirov dikişînin; Li xalên kontrolê yên ser rê leşker li ber çekên giran tiliyên wan herdem di amadebaşiyê de ne. Dema wesayît bigihin ber deriyên hewşên hotelên geştiyaran, wesayît bi seyên bêhnê têne qontrolkirin û dû re dikarin rêwiyan bibin hotêlan. 
Eger em geştiyarên ewropî yên her tiştî didin ber çavên xwe û berê xwe didin vê nîvgiravê lê nekin, geştiyar êdî bi piranî yên navxweyî ne. Ji welatên ereb ên mîna Urdunê jî geştiyarên qista vê derê dikin hene. Her wiha di çarçoweya peyman-bernameyeke taybet a hikumeta Misrê û Ûkraynayê de jî hewla ku berê tûrîstên ukraynî bidin vir heye lê belê hê jî asta geştiyaran negihaye bendewariya her du aliyan.
Balkêş e; yekser li ser rê hejmara bilind a hotêlên hatine girtin dikeve ber çavên mirov. Avahiyên nû hatine avakirin lê temamnebûyî wekî kavil hatine hiştin li her cihî dixuyên. Di nava hotelên vekirî de jî gelek hawizên avê û cihên atraksiyonên geştiyaran ji bo mesref zêde nebe hatine girtin. Heta ji destê hotelvanan tê dixwazin geştiyar qayîl vegerin malên xwe lê konjektura siyasî û rewşa metirsîdar nahêle armanca wan a ku bêhtir geştiyar bên pêk were.
Rewşa nîvgirav a Sînaî wekî ya gelek welatên misilmanan e. Tevger û rêxistinên tund ên îslamî ziyan dane her cihî. Li her derî leşker di amadebaşiyê de ne. Mirov bi tirs in ku li tenişta wan êrîşek an teqînek pêk were. Rewşa aborî ya kesên ji geştiyaran debara xwe dikirin serûbino bûye. Her kes di nava bêhêvîbûnê de hewl dide ji xwe re hêviyê çêbike lê belê rewş kembaxtir dibe.
Di dawiyê de dixwazim vê bibêjim; Gelo hêja ye ku mirov digel hêbûna vê rewşa nexweş serdana cihên wisa bike?
Belê, hêja ye, ji ber di roja me ya îro de qet diyar nabe li ku derê wê êrîş pêk were û li ku derê pêk nayê. Mîsogeriya tu welat û bajaran nîn e. Beyî xweavêtina di nava agir de, di çarçoweya derfetên mirov de bila mirov cihên meraq dike bibîne. Dîtin û bihîstin ji hev cuda ye. Bi dîtinê re nêrîn û fikra mirov yan tê guhertin û yan jî pesend dibe.

Referandûm û emojiya ala rengîn


Berfîn zarok e. Bihîstibû dê li Başûr referandûm pêk were. Lê belê wê referandûm wekî îlankirina serxwebûnê fêm kiribû. Bi kelecanî pêrgî min hat. Yekser got: “Rast e dê di meha îlonê (rezber) de Kurdistan serbixwe be?”

Min got: “Na dê referandûm pêk were.” Rûyê wê hat guhertin. Got, “ew çi ye?”  Min jê re yeko yeko got. Dema mesele fêm kir gelek xemgîn bû û got, “ûff¸ çi kêfa min hat, ez difikirîm ku êdî wê dewleta me hebe. Êdî li ser nexşeyan û di emojiyên Whatsappê de ala me jî hebe.”
Serxwebûna Kurdistanê ji hûr û giran ve hemû kurdan eleqedar dike. Pirsgirêkên nava malê yên kurdan ew qas gelek in ku kurd li ser meseleya referandûma serxwebûnê bûne du beş. Aliyek referandûmê wekî gava destpêkê ya ber bi serxwebûnê ve dibîne û aliyê din vê yekê wekî hewla Mesûd Barzanî ya li ser hikum bimîne bi nav dike. 
Li Başûr ev sê sal in parlamento girtî ye. Hikumeteke de-facto heye. Demek dirêj li ser hilbijartinên serokatiyê re derbas bûne. 
Di meha rezberê de dê referandûm pêk were. Piştî hingî du mehan dê hilbijartinên parlamentoyê pêk werin. Ne diyar e, dibe nû piştî hingî konsesûsek ji bo hilbijartina serokatiyê were dîtin. Di rewşên asayî de divê ji aliyê demê ve ev her sê hilbijartin hemû beravajî hev pêk bihata. Lê ne wisa ye, hemû tişt berevajî hev e. 
Rewşa navxweyî ya mala kurd ewqas xerab e ku hem alîgir û hem jî dijberên PDK’ê ji referandûmê bêtir ser niyeta baş û ya ne baş ya Mesûd Barzanî diaxivin. Hinek quretiyê dikin, hinek ji ber hestên netewî piştgiriyê dikin û hinek jî hesûdiyê dikin. Pêlên hizbayetiya alîgir û dijberan referandûm di nava xwe de noqî avê kirine.
Di qada navnetewî de rewş hê kambaxtir e. Hinekan digot Tirkiye serxwebûna Kurdistanê erê kiriye. Behsa lîsteyeke ku 63 welat piştgiriya serxwebûnê dikin dihate kirin. Em hebûna lîsteyeke bi vî rengî danin aliyekî, berteka neyînî ya welatên mîna Tirkiye, Îran, Amerîka, Almanya û Rusyayê dide diyarkirin ku di qada navnetewî de xebateke piştgiriya serxwebûnê ya encamgir nehatiye kirin.
Ev aliyekî meselê yê girîng e lê belê aliyê herî girîng ev e;
Rêveçûn û şêweyê biryarstandina referandûmê bi dilê me be û ne bi dilê me be, referandûm dê vîna kurdan ji cîhanê re rave bike. Ev yek gelekî ser hizbayetiyê re ye. Mesele ji hizban wir de, meseleyeke netewî ye.   
Divê were gotin ku metersiyeke mezin a referandûmê jî heye; Başûr dikare bi referandûmê bibe hedefa dewletên serdestên Kurdistanê jî. Heta niha tu welatan destek nedaye referandûmê. Bi taybetî Iraq, Tirkiye û Îran di destpêkê de bertekên xwe nîşan dan. Kurdên digotin, “PKK'ê bi ragihandina xweseriyê bajarên kurdan bi destê Tirkiyeyê da xerakirin” divê di keresateke bi heman rengî ya ku li Başûr pêk were vê carê ji rexneyên kurdên din ên wekî “PDK’ê Başûr bi zanebûn kir hedef” re amade bin.  
Di dawiyê de dixwazim careke din bibêjim ku gengeşiya van rojan a li ser referandûmê carnan mirov tengezar dike. Divê alîgirên PDK’ê dev ji pozbilindiyê berdin û fêm bikin ku referandûm ne hilbijartina Mesûd Barzanî ye lê meseleya hemû kurdan e. Her wiha pêwîst e dijberên PDK’ê jî fêm bikin ku dijberiya wan a Barzanî û meseleya referandûmê du tiştên ji hev cuda ne. Muxalefet tiştek e lê referandûm tişteke din e.
Ji bo xewna Berfînan pêk were, divê em hemfikir bin ku referandûm ji deryayê dilopek jî be, ya dikeve ser milê kurdan ew e ku li hemberî hemû cîhanê bi yekdengî bibêjin ku serxwebûnê dixwazin.

20 Apr 2017

Erdogan û kurd bi ser ketin


Di referandûmê de kemalîst têk çûn. Ewropayê winda kir. Tenê du serkeftiyên referandûmê hene; Erdogan û kurd. 
Serkeftina Erdogan ji ber vê egerê ne tenê serkeftineke navxweyî ye. Her wiha serkeftineke li dijî Ewropa ya ku di dema propagandaya referandûmê de vekirî aliyê xwe diyar kir û nedixwest Erdogan were hilbijartin.
Encama referandûma serokatiyê li Tirkiyeyê dê gelek bertekan bi xwe re bîne. Hem siyaseta navxweyî ya Tirkiyeyê û hem jî têkiliyên bi derve re wê şiklekî nû bigirin. 
Hêviya ku kemalîstan dabû xwe têk çû. Keda ku ewropiyan ji bo Erdogan neyê hilbijartin dayî rijiya nav avê. Erdogan bi vê yekê merhaleyeke nû ya ku gaveke din ber bi vejandina xeyala Împaratoriya Osmanî ve avêt.
Dû Erdogan re tenê aliyekî din ê qezenckirî heye; Ew jî kurd in!
Jêrzemînên Cizîr û kavilkirina Nisêbînê kêr nehat ku xelk bitirsin. Kayuman nekarîn vîna kurdan biguherin. Miftekirina deriyê HDP'ê kurd ji ya xwe neanîn xwarê. Kurdan bêyî pakiyê ji kesekî bikin dan dû vîna xwe ya siyasî ya ku ji ber girtin û zextan nekarî xebata referandûmê bimeşîne. 
Divê ne kurd lê kemalîst li ser pirsa ka dê encama referandûmê çi bi xwe re bîne xemam bixwin. Ne kurd lê Ewropa êdî dê bêvila xwe bifirkînin ka li Rojhilata Navîn dê mutefikê wan kî be. Ji bo kurdan mesele ne ew e ka li Tirkiyeyê kîjan rejîm li ser hikum e. Meseleya kurdan  bidestxistina mafan û azadiyê ye. 
Aliyê ku destpêkê fêde ji şerê veguherîna rejîmê ya navbera îslamî û kemalîstên tirk werbigire dê kurd bin. Derza têkiliyên dîplomatîk û aborî yên di navbera Ewropa û Tirkiyeyê de jî dê bibe pînekirina têkiliyên welatên ewropî bi kurdan re. 
Bila kes xwe nexapîne. Dinya wisa hatiye û wê wisa jî biçe; Wenn zwei sich streiten, freut sich der Dritte. Bi gotineke din; Hinga du alî bi hev bikevin, fêde yê aliyê sêyemîn e.

Serdana îsraîl û Filistînê

Dîtina bi çavan a Îsraîl û Filistînê ji bihîstin a devê sêyemîn zêde guhertîtir e.
Em nifşê sêyemîn û gelek ji me yên çaremîn in ku bi bihîstina bûyerên li Îsraîl û Filistînê mezin dibin.
Derfeta min çêbû van rojan gerek e dirêj û xweş li Îsraîl û Filistînê pêk bînim. Li bajar û cihên dîrokî geriyam. Bi mirovên xwediyên bîr û baweriyên cuda re axivîm. Serwextî nakokiyên olî, qewmî û aborî bûm. Bi vê yekê re hinek jiberiyên min rûxiyan û hinek jî piştrast bûn;
Ziman
Îsraîl welatek sêzimanî ye. Di meriyetê de ev yek rûniştiye. Lewheyên trafîkê, nivîsên agahdarkirin û hişyariyê hemû bi hibrî, erebî û îngilîzî ne. Ji min re gelekî balkêş bû ku ji hişyariyên li ser cixareyan bigirin heta agahdariyên derbarê parkirinê de jî bi sê zimanan bûn. Dibistan jî bi erebî û hibrî ne.
Aborî
Îsraîl welatek dewlemend e. Di aliyê binesayê de ne kêmî welatên rojava ye. Çi erda heyî ji bo hilberînê bikartîne. Bi danînberheva şênî û erda wê ya bi welatên din re zêdeyî taqeta xwe veberhênanê dike. Fabrîqeyên mezin li wir kar dikin. Mînakek; Kargeha kîmyayê ya herî mezin a cîhanê ya gubre çêdike li bajarê Haifa ye. Derfeta me çêbû ku em serdana karkerên wê fabrîqeyê bikin, ji qewlê kurdan ve ne serî û ne jî binî ye. Ligel vê yekê jî jiyan buha ye. Gelek mirov du karan bi hev re dikin û yan jî saetên zêde kar dikin. Li bajarên wekî Tel Avîvê gelek mirov heta nezewicin nikarin bi serê xwe di xaniyekî de bijîn û ji heq kirê û mesrefa debarê derkevin.
Ol
Îsraîl û Filistîn dergûşa olan e. Cihên herî pîroz ên cihû, fileh, misilman, bahaî li wir in. Me serdana gelek deverên ji bo van olan pîroz kir. Cihên nav û saloxdanên wan di pirtûkên pîroz de derbas dibe dîtin. Çavpêketina ew qas olên ji hev cuda li nava erdnîgariyekî hizûrê dide mirov. Jiyana rojane ji hizra me dikir zêde dûr e û herkes ola xwe dijî. Lê belê ol bûne sînor ku têkiliyên civakî yên welatiyên ji olên cuda tam bi sînor be.
Kurd
Me karî gelek cihûyên esilkurd bibînin. Li gor Serokê Weqfa Rosa Luksenburg Saphir Cohen hejmara wan zêdeyi 200 hezarî ye. Li gor Cohen piranî cihûyên rastgir in. Helbet bi kurdî nizanin lê belê dizanin ji ku derê hatine. Stranên kevin ên muzîka kurdan parçeyekî jiyana wan a çandî ye. Hunermend Hadassa Yeshurun ku mazovaniya me jî kir, wan stranên kurdî di nava civaka cihûyên ji Kurdistanê hatine dide jiyandin. Bala me kişand ku gelek kurdên cihû digotin ku bapîrên wan li malê ne bi kurdî lê bi aramî diaxivîn.
Filistîn
Dema mirov dikeve nava bajarên di bin rêveberiya Filistînê de mirov bi her awayî xwe li dilê Rojhilata Navîn hîs dike; qerebalixa mirovan, bêrêgeziya trafîkê, bazarên li kolanan û kolanên zindî. Li Filistînê ziman tenê bi erebî ye. Avakirina wargehên îsraîliyan li ser axa Filîstinê, qada jiyanê li wan teng kiriye. Têlên rêsayî û dîwarên bilind ên di navbera filistînî û israîliyan de asoya aştiya bêhêvî hê dûrtir kiriye. Divê vê jî bêjim; Gera me ya Filistînê jî gelekî xweş bû lê belê dîtina wêneyên Sedam Huseyîn li bajarê Ramallah û Jerushu moralê me kir sifir.
Naskirina kurdan
Bala me kişand ku haya filistîniyan ji ya îsraîliyan bêtir ji bûyerên rojane yên li Kurdistanê heye. Di vê derbarê de kesekî tişteke balkêş got me; Ew qas pirsgirêkên israîliyan hene ku bi xwe ve mijûl in ev dibe sedem ku zêde li ser meseleya kurdan neagahdar bin. Lê belê ji ber filistînî li kanalên wekî El Cezîre û El Erebiye dinêrin, rojane ji meseleyên kurdan agahdar dibin.
Dûrzî
Derfeta me çêbû ku em serdana bajarekî dûrziyan jî bikin. Bi çand û ola xwe dijîn. Mirov li nava Îsraîlê kêm pêrgî alên vî welatî tê lê belê li gundên dûrziyan hebûna gelek alên vî welatî û sembolên dûrziyan balê dikişîne. Bi taybetî welatiyên dûrzî ala vî welatî bi kargehên xwe ve dikin û girêdana xwe ya bi vî welatî ve nîşan didin. Sedem jî ew e ku li gor wan ji me re got ziman û ola wan li wir di bin mîsogeriya dewletê de ye.
Encam
Divê mirov Îsraîlê jî û Filistînê jî bibîne. Tişta mirov dibihîze û dibîne ne wekî hev in. Heta mirov nebîne, wêneyekî paqij ê nakokiyên di navbera her du gelan de dernakeve holê. Ev aliyê siyasî bû. Derbarê aliyê geştiyariyê de jî di dawiyê de vê bibêjim; Divê mirov wê axê bibîne. Ji her alî ve balkêş e. Dîroka olan ji wir rabûye. Di nava demeke kurt de ji olekî neteweyeke ku bikare ji gelek neteweyên din re bibe mînak afiriye. 

13 Mar 2017

Nazîbûn yan jî welat çiqas ji dîroka xwe direvin



Tansiyona bilind a referandûma Tirkiyeyê bûye rojeva sereke ya welatên ewropî. Li welatên mîna Almanya, Avusturya, Swîsre û Holandayê ahengên hilbijartinên partiya desthilatdar a Tirkiyeyê AKP’ê li bajarên van welatan rojane têne qedexekirin. Ewropî bi vê yekê helwesta xwe ya beramberî referandûma 16´ê avrêla li Tirkiyeyê nîṣan didin; Naxwazin di encama referandûmê de desthilatdariya Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan xurtir bibe. Bi vê helwesta xwe dixwazin pêṣiya desthilatdariyeke totalîter a dikare ziyanê bide berjewendiyên wan jî bigirin.
Bûyerên ku bûn sedema hikumetên ewropî bi pêkanîna metodên naziyan werin tewambarkirin
Rayedarên hikumeta tirk û Serokomar Erdogan digel çapemeniya nêzîkî xwe li hemberî qedexeya ahengên li welatên ewropî peyva “kiryarên bermayiyên naziyan” bi kar anîn. Pêşî Almanya ji ber betalkirina ahengên referandûmê bi vê yekê hat tewambarkirin. Dûre Holandayê roja ṣemiyê rêya Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Çavuṣoglu girt, destûr neda ku li bajarê Roterdamê ahenga referandûmê pêk bîne. Di ser de jî Wezîra Malbatan ya tirk ji Roterdamê dersînor kir. Bi vî awayî rayedar û çapemeniya tirk Holanda jî bi pêkanîna kiryarên naziyan tewambar kirin. Serokwezîrê Holanda Mark Ruttebibêje ev daninberhev û bilêvkirin “dînatî” ye.
Naziyên ku dîrok veguherandin û rûreṣiya mirovatiyê li dû xwe hiṣtin   
Têgeha “Nazî“ kurteya peyva alîgirên “Nationalsozialismus” ango alîgirên “Sosyalîzma Neteweyî” ye. Li Almanyayê ev cureyê îdeolojiya nijadperestî bi rêberiya Adolf Hîtler di navbera salên 1933 û 1945’an de hikum kir. Hîtler civaka alman manîpule kir û xwest li cîhanê “Împaratoriya Almanyayê” ava bike. Bi vê armancê di sala 1939’an de êrîṣê Polonyayê kir û Ṣerê Cîhanê yê 2’yemîn da dest pê kirin. Derdora 60 welatî xwe tevlî ṣer kirin. Zêdeyî 110 mîlyon kesî çek wergirt. Di encama ṣer de 60 heta 70 mîlyon mirovan canê xwe ji dest dan. Qirkirina cihûyan bi awayekî sîstematîkî pêk hat û derdora 6 mîlyon cihû hatin qetilkirin. Di dawiyê de Almanyayê winda kir. Tewanbarên ṣer li Numbergê hatin dadgehkirin. 
Rûbirûbûna bi serdema naziyan re ya Almanyayê û encamên wê
Piṣtî Ṣerê Cîhanê yê 2’yemîn Almanyaya nû hate avakirin. Ji cîhanê û bi taybetî cihûyan lêborîn hate xwestin. Ji wê demê ve nifṣên nû li dibistanan bi dîroka wê demê ya Almanyayê re têne rûbirûkirin. Ziyanên ku naziyan li mirovatiyê kirine ji wan re têne gotin. Ne tenê ev; Bi dokumenteran her dem ew serdem bi rêya televîzyonan tê bibîrxistin. Ji wê demê heta niha pesindan, sembolên naziyan û daliqandina wêneyên Hîtler qedexe ne. 
Paradoksa tawanbarkirina Holandayê bi pêkanîna “kiryarên Naziyan“
Di dema Ṣerê Cîhanê yê 2’yemîn de Hollanda welatek lawaz bû, nedixwast tevlî ṣer bibe. Lê Hîtler qebûl nekir û Hollanda dagir kir. Bajarê Roterdam ê ku wezîra tirk roja ṣemiyê jê hat derxistin di dema ṣer de di rojekî de hatibû bombebarankirin. 800 mirov di saetên bombebaranê de hatin kuṣtin. 25 hezar xanî bi erdê ve bûn yek. 78 hezar mirov li wî bajarî bêmal û bêcih man. 
Berteka alman û hollandiyan li hemberî tewanbarkirina bi “pêkanîna kiryarên naziyan“  
Hollandî qet ji almanan hez nakin. Sedem jî xwe dispêrê dema êrîşa naziyan a ser Hollandayê û dagiriya wê. Ew birîna hollandiyan hê jî nekewiyaye.
Alman jî ji dîroka xwe ya dema naziyan şerm dikin. Ji bo ew dîroka reş neyê jibîrkirin û dubare nebe bi ders û dokumenteran xelkê ronî dikin. Kêm welat wisa bi paşeroja xwe ya reş re rûbirû tê û ji bo carek din dubare nebe tevdîran digire.
Ji ber vê yekê tewanbarkirina hollandî û almanan bi "nazîbûnê" ne tenê wekî sûkayetî li her du gelan, her wiha wekî êrîş jî tê dîtin.

12 Mar 2017

Dengê melodîk ê Ṣîfa Gerdî jî çû

Mirov gelekî li ber mirina stêrên ragihandinê, nivîskar û hunermendên ku mirov ji wan hez dike dikeve. Lê belê dema ew kes nas bin, xemgîniyeke mezintir e. 
Li ser kar bûm û çend deqiqeyek bû ku min li ser malperên cuda nûçeyên dawî xwendibûn. Bi hatina peyamekî min li telefona xwe nêrî. Hevalekî bi smilyeke xemgîn lînka Al Jezeera ya ku agahdariya wefata Ṣîfa Gerdî tê de bû rêkiribû. Ya rast behitîm lê dibe ji ber hefteya karnevalê ya li Almanyayê, fikirîm ku henekeke tehl a ji hedê xwe derbasbûyî be. Min di nava behitandinê de yekser jê re nivîsî kuro ev çi henek e? 
Got mixabin rast e. 
Bi vekirina malpera Rûdawê re çav bi nûçeya bi wêneyê nivîsa "Bilez" ketim...
Min Ṣîfa di dema amadekariyên vekirina Rûdawê de nas kiribû. Me çend mehan bi hev re perwerde dît. Bi azmûn bû. Di perwerdeyê de yekem weṣana zindî ya navxweyî wê bi awayekî gelekî serkeftî pêk anîbû. Miroveke gelekî giran bû. Heta tu bibêjî ji xwe bawer bû. Di nava civakeke konservatîf û sêncên hesasiyetên çêkirî yên civakî de mezin bûbû. Lê xwe di ser wan sêncan re qewastibû. Xwe bi vî awayî dabû qebûlkirin. Herdem vê jixwebaweriya wê bala min kiṣandibû.  
Li Baṣûr karkirina jinan di televîzyonan de ne karekî hesan e. Bi sedan kelem ji vê yekê re hene. Malbat rê nadin ku jin li ser ekranan derkevin. Civak bi çavekî xirab li wan dinêre. Ji ber vê yekê gelek jinên di televîzyonan de kar dikin bi pirsgirêkên malbatî re rû bi rû dimînin. Gelek jê ji ber van egeran ji aliyê hevjînê xwe ve têne berdan.
Ṣîfa ji van hemûyan profîleke guhertîtir bû. Nezewicîbû. Xwe bi malbat û civakê dabû qebûlkirin. Di temenê xwe yê ciwan de bûbû xwedî kariyer. Bi karê xwe radibû û bi karê xwe rûdiniṣt.
Mirina Ṣîfa divê ji televîzyonên Baṣûr re bibe ders. Reqabeta ka kîjan peyamnêr bêtir dikare xwe bavêje metirsiyê divê ji holê rabe. Ewlekariya rojnamegeran divê di ser nûçe û dîmenên werin ragihandin re be.   
Di dawiya de vê bibêjim; Min çend caran ji Ṣîfa re gotibû dengê te wekî molodiyê ye û pêwîst nake tu di dema nûçexwendinê de zehmetiyê bidî qirika xwe. Her cara min ev yek jê re digot gelek kêfa wê dihat. Min ji dilê xwe digot û ew jî ji dilê xwe dikeniya. Lê mixabin ew dengê wekî melodiyê çû. Bila serê malbata wê û hemû dost û hevalan sax be.

(26.02.2017)

18 Dec 2016

“Doza-Daschner”

Magnus Gaefgen ji malbeteke halxweş bû. Bavê wî endazyar û dayika wî perwerdekar bû. Di wê dema ku li Almanyayê karesat derkeve holê wî li zanîngehê dadnasî dixwend. 
Gaefgen ê em behsê dikin, ew demek bû fêrî jiyaneke luks bûbû. Li rêbazekî digeriya ji bo ku jiyana xwe ya luks berdewam bike. 
Biryar da zarokekî bi navê Jackob von Metzler birevîne. Malbata Jackob dewlemend bû. Bavê wî li Frankurt a paytexta aborî ya Ewropayê li bankayekî di cihekî payebilind de dixebitî. 
Gaefgen ji ya xwe nehat xwarê û Jackob revand. Ji malbatê jî mîlyonek Euro pere ji bo berdana wî xwest. 
Malbatê bi haydarkirina polîsan re pere gihandin wî cihê ku Gaefgen destnîşan kiribû. Pere radest kirin. Li şûna wekî soza dayî Jackob serbest berde, wî çû otomobîlek kirê kir û berê xwe da balafirgehê, ji bo rasterast bi wan peran bi hevala xwe re biçe betlaneyê. Polîs ji xwe êdî bûbû siya wî. Ew di parka balafirgehê de girtin.
Ji bo malbatê û polîsan saetên mayîn û nemanê yên Jackob bûn. Gaefgen nedixwest bibêje wî Jackob li ku derê veşartiye. 
Çîroka navdar a li Almanyayê bi navê “Doza-Daschner” tê nasîn û piştre bû dokumentar û fîlm, ji vir û pê de dest pê dike.
Cîgirê Serokê Polîsê Frankfurtê Wolfgang Daschner û komîserê beşa kirîmînalî Ortwin Ennigkeit îfadestandina Magnus Gaefgen girtin ser xwe. 
Lê belê îfadestandina wan bi serê xwe bû sedema dozvekirina li her du polîsan û navê wan kete nav dîrokê.
Li gor Magnûs Gaefgen Cîgirê Serokê Polîs Daschnar gotibû wî ku ew di cih de nebêje Jackob li ku ye, ew ê “êşeke wilo bi wî bide kişandin ku qet bi serê wî nehatiye. Ji bo vê yekê jî niha polîsek bi helîkopterê di rê de ye…” Li gor îdîaya wî, polîsan di ser de jî jê re gotibûn eger ew cihê Jackob lê veşartiye nebêje “ew ê wî bikin hucreyeke ku du reşikên qerase ên kêfa wan bi seksa bi wî were…”
Cîgirê Serokê Polîs Deschnar ev îdîa herdem red kirin û got ku ji bo demildest bizane Jackob li ku ye û jiyana wî nekeve metirsiyê, wî bang li wijdana Gaefgen kiriye û gotiye, “Eger tu nebêjî Jacob li ku ye û tiştek pê were, tu caran rû û çavên wî zarokî dê ji ber çavên te neçin.”
Di îfadeya heman rojê de Gaefgen cihê ku Jackob li wir veşartibû ji polîsan re got. Lê Jackob êdî nedijiya. Ji ber roja Gaefgen ew revandibû, xeniqandibû.     
Lê doza revandina Jackob ma di bin siya doza ku Gaefgen li her du polîsan vekiri bû. Îdîaya polîsan tehdîd li wî kiriye bû sedema dozeke ku li Almanyayê nav bide. Mehkemê di dawiya gelek rûniştinan de giha wê qenaetê ku Gaefgen di îdîayên xwe de mafdar e û polîsan xwestiye bi şantajê îfadeya wî bigirin. 
Li ser vê yekê Cîgirê Serokê Polîsê Frankfurtê Wolfgang Daschner 90 roj û komîserê beşa kirîmînalî Ortwin Ennigkeit 60 roj cezayê girtîgehê xwarin. Dûre ev ceza wergerandin pereyan.
Ez di dawiyê de vegerim sedema ka çima min di vê nivîsê de cih da vê doza ku ketiye nav di dîroka Almanyayê; Jackob di sala 2002’yan hat revandin. Di 2003’yan de Gaefgen bi cezayê heta hetayê ji ber kuştinê hat cezakirin. Doza li her du polîsan hat vekirin û encama wê li jor hatiye nivîsandin di 2004’an de qediye. Em jî niha di dawiya 2016’an de dijîn. Dev ji îfadewergirtina bi şantajê berdin, roj naçe ku li Rojhilata Navîn, Tirkiye û bakurê Kurdistanê mirov di îşkenceyan re derbas nebin û neyin kuştin.