| 25.05.2009 | |
Kuştinên kurdan ên ji bo "dozên namûsê" hema bêje her sal li Almanyayî jî diqewimin. Medyaya alman jî bi awayekî mafdar cihekî mezin dide van bûyeran. Heta niha hem gelek pirtûk, hem fîlm û hem jî çend dokumenterên li ser bûyerên "dozên namûsê" yên kurdan û yên etnîsîteyên din ên li Almanyayê hatine weşandin. Yanî êdî raya giştî ya alman jî ji rûdanên bi vî rengî agahdar e û ji bûyerên bi vî rengî matmayî dimîne. Ev bûyer ji bo civaka alman zêde xerîb tên.Vêca dema ji berî çend rojekî pedagogekî kurd di bernameyeke tv'yeke kurdî de di wateya ku li nava ewropiyan de jî her sal bi sedan jin ji ber "dozên namûsê" têne kuştin çend tişt gotin, ez matmayî mam. Wî her wiha di wateya ku ewropiyan navekê din li kuştinên xwe yên li ser "dozên namûsê" kirine û li gora wî di rastiyê de cudahiyek di navbera kuştinên jinan ên di nava kurdan û yên di nava ewropiyan de nîn e çend tiştên din jî gotin… Ez vekirî bibêjim: Vê şîroveya bi vî rengî ez di cihê xwe de cemidandim… Min qet fêm nekir ka çawa çêdibe ku kurdekî li Ewropayê dijî û zanîngeh qedandiye, danînberheveke bi vî rengî dike… Ji bo pûçkirina vê îdîayê pêwîstiya lêkolînên dûr û kûr nake!Ji bo pûçkirina vê îdaayê ev pirs bes e:Heta niha çend caran derketiye holê ku di encama lêkolîna kuştina jineke alman ya ji hêla mêrekî ve, biryara kuştina wê di encama civîneke ku mirov û malbata wê tê de, hatiye dayîn? Rast e, her sal li Ewropayê bi sedan jin têne kuştin, lê belê tu eleqeyê van kuştinan bi "dozên namûsê" yên me kurdan re nîn e. Sedem dikarin ji dexesî, zikêşî, dilpîsî, çavnebarî, terikandina hevjîniyê û hesûdiyê, heta nêzîkbûnên zayendî û gelek mînakên bi vî rengî werin rêzkirin… Lê belê tu eleqeya motîf û sedema kuştinên ewropiyan bi bûyerên têgeha me ya "dozên namûsê" re nîn e. Mafê me nîn e ku em bi liberhevdanîn bi vî rengî nêzîkî meseleyê bibin û bibêjin "rast e, dozên namûsê ne baş in lê belê li cem filankes û mêvankes jî ev bûyer hene…" Divê em li xwe mikur werin: Ev qirêjiya bi navê "dozên namûsê", wekî gelek civakên din ên paşverû, di nava me de jî heye û berpirsiyarê paqijkirina vê qirêjê em in… |
17 Jun 2009
Ferqa dozên namûsê yên almanan û yên kurdan
Subscribe to:
Post Comments (Atom)

No comments:
Post a Comment