Ji bo lawazkirina tevgera kurd a siyasî ya legal çi ji destê rayedarên dewletê û yên hikûmetê tê dikin. Ji aliyekî ve bi sedemên virt û vala bi hezaran siyasetmedaran tavêjin di girtîgehan de û ji aliyên din ve modelên têkbirina siyaseta kurd diafirînin. Ji bo bidestxistina encama qirkirina siyasî jî bajarê Şirnexê wekî model ango hêrêma pîlot hilbijartine. Li Şirnexê ji her sê parlamenteran du ji wan di girtîgehê de ne. Şaredarê Şirnexê û yên hemû navçeyên wê avêtine di girtîgehan de. Dîsa birêveberên gelek saziyan, serokên bajar û navçeyan yên Partiya Aşitî û Demokrasiyê, endamên meclisên bajêr û yên navçeyên Şirnexê bi heman sedemên bêbingeh niha girtî ne. Bi vî awayî dixwazin bi girtin ango bi nebûna kadroyên Partiya Aşitî û Demokrasiyê zemîna birêveberiya herêmî û ya siyasî ya li herêmê têk bibin. Li gor xuya dike, wê niha heman modelê li Colemergê jî biceribînin. Ji xwe amadekirinên vê yekê li hemû herêman dikin; ti bajar û navçe nemane ku kadroyên siyasî yên qada legal a siyaseta kurd ku ne avêtibin di girtîgehan de. Ji bo bertekên tund pêk neyin û civak fêrî operasyonên girtinê bibe û hem jî ji bo bingeha psîkolojîk a vê yekê were amadekirin, operasyonên girtinê belayî demê dikin. Bi taybetî sergomkirina girtiyan ber bi herêmên Deryaya Spî ve destnîşana wê yekê ye ku modela Şirnexê wê li hemû bajar û navçeyan bikin di nava pratîkê de.
Ji ber van sedeman û encamên operayonên nû yên girtinê dîsa babeta ku êdî wateya mayîna li meclisê ya Partiya Aşitî û Demokrasiyê nemaye di nava kurdan de kete di rojevê de. Bi vî awayî girêdayî operasyonan wê di rojên pêş de ev yek bêhtir bikeve di rojevê de. Em vê babetê bihêlin ji bo nîqaşên dema pêş de û binêrin ka gelo pêşiya nîqaşeke bi vî rengî were destpêkirin, ji bilî mayina û nemayîne li meclisê çi alternatîfên kêrhatî ji bo siyaseta kurd hene;
Hikûmetê bi rêya desenformasyona medyayê alîgirên xwe û eniya dij-kurd a li Tirkiyeyê di derbarê meşrûyeta operasyonên girtinê de îqna kiriye. Piraniya kurdên ku heta dema referandûmê baweriya xwe bi hikûmetê tanîn û tevlî eniya „têrê nake lê erê“ bûbûn jî êdî fêm kirine ku hikûmet ji gavên xapînok pêve tişteke din nake û dixwaze tevgera kurd a legal û ya îlegal têk bibe.
Tişta herî giring jî digel ku li cîhanê piştgiriyeke mezin a siyasî û civakî ji bo serhildanên „Bihara Erebî“ pêk hatin û hêjî pêk tên lê belê di vî warî di derbarê qirkirina siyasî ya kurdan de bêdengiyek mezin heye. Ne tenê bêdengî û çavgirtin, her wiha ji her derî piştgirî jî ji bo kiryarên dewleta tirk heye. Mînaka vê ya herî berbiçav jî serdana serokwezîrê tirk Erdogan a li Almanyayê ya van rojan bû. Dema di cîvana çapemeniyê de Erdogan got ku ew wekî tê xwastin ji Almanyayê piştgiriya dijî tevgera azadîxwaz a kurd nastîne, serokwezîra alman Angela Merkel bi gotina ku ew di vî warî de her dem li pişta Tirkiyeyê bûn û ew niga jî li pişta wê ne bersiva wî da. Ji xwe Merkel xwe di vî warî de zêde mehcûb dît û wekî bibêje ku digel ew ewqas piştgiriya wan dikin jî, fêm nake çima Erdogan wan bi vî awayî dixwaze tewambar bike.
Digel ku mexseda Erdogan di vî warî de demagojî bû jî lê Merkel rast digot ku wan her dem piştgiriya dewleta tirk kiriye û hêjî dikin.
Ev aliyekê babetê ye lê belê ji hêla din ve ji xwe di warê operasyonên qirkirana siyasî ya kurdan de ne raya giştî ya ewropî û ne jî ya alman agahdar e. Çavkaniya sereke ya medyaya ewropî û bi taybetî jî ya alman a li ser kurdan medyaya tirk e. Ev yek dibe sedem ku haya raya giştî jî ji pêkhatinên rasteqînî yên li Tirkiyeyê û li Kurdistanê nebe. Dîsa bi taybetî çalekiyên kurdan ên rojên derbasbûyî yên dagirkirina dezgehên medyayê û yên saziyên siyasî yên ewropî peyama ku tê xwestin li du xwe nahêle. Daxwaza kurdan a bi van çalekiyan a afirinadina empatiya raya giştî ya ewropî ji ber bûyerên kurdan ên berê li Almanyayê rûdane û dîsa ji ber têkiliyên siyasî yên Almanyayê yên bi Tirkiyeyê re pêk nayê.
Ji ber van egeran niha dem dema wê ye ku pêşiya nîqaşa ka bila Partiya Aşitî û Demokrasiyê destê xwe ji meclisê bikişîne an nekişîne, pêwist e wekî alternatîfa sêyemîn di warê qada navneteweyî de xebatek e bi plan û proje were kirin. Bi taybetî ger di vî warî de hemû parlamenter û şaredarên Partiya Aşitî û Demokrasiyê li navendeke Ewropayê û bi taybetî jî li Almanyayê çalekiyeke medenî pêk bînin, wê ev çalekî hem bandorê li siyaseta hundirîn û ya derve ya Tirkiyeyê bike û hem jî di warê agahdarkirina ewropiyan a li ser rûdanên li dijî siyaseta kurd a legal pêk tên, bi awayekî hêsan hikûmeta tirk bike di tengasiyê de. Birêveçûna vê alternatîfa sêyemîn dikare greva birçîbûnê be yan çalekiya rûniştinê yan jî cureyekî din yê çalekiyeke medenî be. Tişta din ya giring jî ew e ku çalekî ne ji bo moraladayina kurdên li welêt û li derveyî welêt be. Pêwist e konsepteke wisa were amadekirin ku muxetabên çalekiyê siyasetmedar û medyaya ewropî ango bi taybetî ya alman bi xwe bin. Ger konsepteke baş di vî warî de were amadekirin, dê hikûmeta tirk di nava raya giştî a û her wiha siyaseta navneteweyî de bikeve di nava zehmetiyê de. Dîsa bi heman babetê ve girêdayî, biryara mayin an nemana Partiya Aşitî û Demokrasiyê ya di nava meclisa tirk de wê hem bêhtir deng vede û hem jî bikêrtir be.