13 Mar 2010

Kodên serdegirtina Roj Tv

11.03.2010

Zekî Ozmen

Li Ewropayê rojnamegerî yek ji pîşeyên ku mirov xwedî gelek delfetên cuda ye. Bi riya vî pîşeyî gelek derî dikarin bê astengî werin vekirin. Zû bi zû kesek, şîrketek, saziyek, an hikumetek li Ewropayê astengiyê ji rojnamegeran re dernaxe. Her çiqas sedema bingehîn ya vê yekê mîsogeriya di zagonan de be jî, sedemeke din ya vê yekê jî “xweparastina ji beleya rojnamegeran e.”

Ev tiştên li jor hatine behskirin hê ji bo piraniya rojnamegerên kurdan ne derbasdar in. Binêrin, hefteya borî li navenda Ewropayê bi dehan rojnamegerên kurd ên li Roj TV kar dikin bi lêdanxwarin, tehdît û heqaretê re rû bi rû man. Ev rojnamegerên kurd ên ji jopên polîsên belçîkî nesîbên xwe standin, di nava civaka kurd de xwedî prestîj in û bi nav û deng in. Civaka kurd hurmeteke mezin dide wan û bi peyva “mamoste” xîtabî wan dike.

Gelek ji wan ji bilî karê rojnamegeriyê xwedî berhemên wêjeyî yên wekî roman û fîlm in. Bi gotineke din; rengekê din yê vê êrîşê li dijî rewşenbîr û rewşenbîriya kurd çêbûye. Digel vê yekê jî nûçeyên li ser bûyerê ji hêla weşanên navneteweyî ve wekî nûçeyeke rûtîn ya “diserdegirtina wargehên terorê” derbas bû. Helwesta dezgehên ragihandinê yên kurdan û ya rewşenbîrî jî di vê çarçoweyê de bi serê xwe babete din e.

Aliyê din yê babetê yê fermî jî ev e: Berdevka Dozgeriya Giştî ya Belçîkayê Lieve Pellens ji rojnameya Rûdawê re operasyona li dijî Roj TV û dezgehên din yên kurdan wisa rave kiriye: “Yekem, gelek rêxistin li Belçîka - lê belê li welatên dî jî - zorê didin ciwanan da ku tevlî refên PKK’ê li çiyan bibin. Duyem, rêxistin ji bo fînansekirina PKK’ê ji malbatan bi zorê pere distînin. Sêyem, bi rêya Dengê Mezopotamya peyamên kodkirî ji şervanan re tên şandin.”

Ger em vegerin sêrî û daxuyaniya berdevka Dozgeriya Giştî ya Belçîkayê jî li ber çavan bigrin, ev encam diderkeve holê: Sedema êrîşê ne wekî ku berdevka serdozgeriyê dibêje ku meseleya peyamên kodkirî yên radyoya Dengê Mezopotamyayê ne. Sedema rastiya vê êrîşê di helbesta Ehmedê Xanî ya ji berî sêsed salan nivîsiye de hatiye kodkirin:
“Ger dê hebûya me îttîfaqek / Vêkra bikira me înqiyadek / Rom û Ereb û Ecem temamî / Hemûyan ji me re dikir xulamî”.

Zarok TV

13.01.2010

Zekî Ozmen

“Dewletên serdestên Kurdistanê her şêweyên asîmlasyonê bi kar tînin. Hedefa van dewletan ew e ku gelê kurd ziman, nasnameya xwe ji bîr bike û bi awayekî giştî di nava çanda ereb, faris û tirkan de bihele. Di van 80-90 salên dawî de, ev plana têkbirina kurdan û jiholrakirina ziman û nasnameya wan, heta radeyekê bi ser ketiye. Niha jî bi hemû hêza xwe, bi taybetî jî dewleta tirk, serdestên welatê me pêla asîmîlasyonê dimeşînin. Kesên hewl didin zimanê kurdî bi hêz bikin û di nava civakê de belav bikin, rastî dijwariyê tên. Li Bakur em dikarin behsa bi hezaran mînak bikin, lê tenê emê îşaretê bi Mamoste Medya û bi Abdulah Demirbaş bikin.

Her sibehê bi mîlyonan zarokên kurdan berê xwe didin dibistanên ereb, tirk û farisan. Bi zimanê van qewman hînî zanyariyê didin. Bi zimanên wan hestên xwe derdibirin. Her ku zimanên ereb, faris û tirkan di hişên zarokên kurdan de cih digre, wiha zimanê kurdî jî qels, jar û biyanî dibe. Ne tenê li Kurdistanê, lê li metrepolan û li Ewropayê jî rewş wekî hev e.

Wekî hewldanekê ji bo rêlibergirtina asîmîlasyonê, ez pêşniyara avakirina TV’yek xerû bi kurdî ji bo zarokan dikim. TV’yek ku karibe rojê tevahî weşana xwe bike û bernameyên cur bi cur yên kurdî biweşîne. Li şûna ku zarokên me li ber TV’yên erebî, farsî, tirkî û almanî bin, dikarin TV’ya kurdî temaşe bikin û fîlmên xwe yên hezkirî bi zimanê xwe bişopînin.

Pedagogên kurd dikarin şêweyên bernameyan û fîlmên karton destnîşan bikin [...] Bi riya vê kenalê zarokên kurdan ji bandora zimanên biyanî xelas dibin. Rojê 2-3 seatan dersan îndîrekt bi zimanê xwe digrin. Zarok pêşeroj in, eger em karibin zimanên kurdî di hişê wan de bi bandor bikin, emê serkeftinek mezin li himberî siyaseta asîmlasyonê pêk bînin. Ev pêşniyar li hêviya berseva kesên eleqdar e...”

Ev hevokên jor yên rojnameger Tariq Hemo yên di 13’ê kewçêra 2009’an de di quncika xwe ya Yenî Ozgur Polîtîkayê de nivîsî ne. Ew di heman quncika xwe ya 27’ê kewçêrê de dubare balê dikişîne li ser vê mijarê û wisa dawî li nivîsa xwe tîne: “Ji bo pêşniyara min ya vekirina TV’yek bi kurdî ji bo zarokan bigihîje rayedaran, nêzîk dosyayekê wekî proje ez pêşkêşî Roj TV dikim. Ji ber ku ez ne pisporê perwerde û hînkirinê yên me, hêvî dikim hemû zane û pisporên kurd yên eleqedarî mijarê alîkariya min bikin…”

Min ji ber girîngiya babetê vê carê cihê nivîsa xwe ji bo van dîtin û pêşniyarên rêzdar Tariq Hemo veqetand û kesên bixwazin li ser babetê têkiliyan bi rêzdar Hemo re deynin, dikarin li ser e-maila tariqhemo@hotmail.com xwe bigihîninê.

Ezê girêdayî babetê di nivîsa bê de hinek dîtinên xwe yên li ser dublaja fîlmên karton û bernameyên zarokan yên niha di tv’yên kurdan de têne weşandin binivîsim.