13 Jun 2012

"Em behsa civakek e di nava şer de dijî dikin!"

Hevpeyvîn... Hevpeyvîn... Hevpeyvîn...


Ev hevpeyvîn ji hêla Kovara Hawara Botan ve bi Zekî Ozmen re hatiye çêkirin û di hejmara sêyemîn ya heman kovarê de hatiye weşandin...

Te di  yazdeh saliya xwe de koçî welatekî biyanî û dûr kir. Gelo tu dikarî bi taybetî hestên xwe yên wê dema tu derketî bi me re parve bikî?
 We rast bive ew hestên min ên wê demê her dem li bîra min in. Bifikirin, hûn nû bûne yanzdeh salî, hûn li gundekî dijîn û hûn gund hemûyî wekî mala xwe dibînin. Ne demê xwarin û razanê be, hûn qet naçin malê û her dem heta derengî şevê bi hevalên xwe re ji derve dilîzin. Vêce ji nişkan ve ji we re tê gotin, hûn ê ji wir herin welatekî biyanî... Xweş tê bîra min ku heta em gihane Almanyayê ez di birê da gelek caran veşartî û gelek caran vekirî digiriyam. Bi taybetî ti caran ji bîra min naçe dema em ji Cizîrê li otobûsê siwar bûn û ketin di ser rêya hevrîşimê de û me berê xwe da Almanyayê. Li Cizîrê nayê bîra min çi hest bi min re hebûn lê dema min li ser rêya hevrîşim di camên otobûsê re gundê xwe Emerîn didît, êdî min nedikarî hêstirên xwe ji maliyan veşêrim. Ez wê demê di temenekî wilo de bûm ku min dizanî êdî ez ê  ji rojaneya gund, leyistok û hevalên xwe qut bibim. Ji wê yekê bi taybetî pirsa di serê min de ew bû ka ezê beyî gund û hevalên xwe çawa karibim îdare bikim. Ji ber vê girêdana min a bi gund ve, têkiliyên min ji hevalên min yên li gund qet qut nebûn. Ew têkilî heta niha jî berdewam dikin.      

Dû re êdî tu li Almanyayê mayî û piştî van bîranînan em derbasî wira bibin. Gelo bi giştî çiqas kurd li Almanyayê dijîn û li gorî nêrînên te kurdên ku li Almanyayê dijîn têkiliya wan a bi çand û zimanê wan re di çi astê deye?
Li gor lêkonên min bi xwe kirî ku min ev lêkolîn di pirtûka xwe ya bi navê “Kurdên Almanyayê” de jî weşand, hejmara kurdên li vî welatî dijîn zêdeyî milyonekî ye. Li ser pirsa duyemîn jî, divê ez bibêjim ku kurdên li Almanyayê dijîn ne komek e homojen e. Kurdên ji herêmên cuda, nifşên cuda û xwedî bîr û baweriyên cuda li wir dijîn. Di warê çandê de bi taybetî kurdên zêde polîtîze bûyî û her wiha kurdên ku li herêm an bajêrên ku gelek kurd lê dijîn, bêtir li çanda kurdî ya serdest a ku ji welêt bi xwe re anîne xwedî diderkevin ango pê dijîn. Di warê zimên de jî dîsa divê were gotin ku pêwsite em kurdên li Almanyayê dijîn li gora profîlên li jor kategorîze bikin; Herêmên welêt ên kurd jê hatine di vî warî de rola herî berbiçav dilîzin. Wekî mînak herî gelek di nava malbatên botanî û mêrdîniyan de zimanê ragihandinê bi kurdî ye. Lê belê ji hêla din ve ragihandina di navbera nifşê nû ên heman malbatan de bi almanî ye. Zimanê serdest ên piraniya malbatên kurdên ji herêmên Amed û banî de bi taybetî bi tirkî ye. Dîsa kurdên ku di nava siyaseta kurdan de ne bi taybetî zimanê tirkî wekî zimanê ragihandinê ji xwe re bi kar tînin. Lê bi giştî ji bo elaqeya ji bo zimanê kurdî were fêm kirin, ez dixwazim vê mînakê bidim: Ji salên 90´an ve li çar eyaletên Almanyayê bi awayekî fermî dersên lêzêdekirî ên kurdî li dibistanan têne dayin û dewlet van dersan fînanse dike. Ku hewldaneke cidî were dayin li piraniya eyaletan jî bi awayekî hêsan û di çarçoweya zagonî de dikare ev maf were bidestxistin. Lê belê em dev ji vê yekê berdin û berê xwe bidin van her çar eyaletan; Digel li van her çar eyaletan bi dehezaran zarokên kurdan diçin dibistanan jî, beşdariya dersên kurdî ji hezar û pêncsed zarokî derbas nabe.   


Te bi çi awayî zimanê xwe yê dayikê parast û anî wê astê ku bikarî pê binivîsî?
Ji xwe min zaroktayiya xwe li welêt derbas kir û li gund tenê bi kurdî dihate axaftin. Dîsa li Almanyayê jî zimanê me yê ragihandina di nava malê de bi kurdî bû û ji wê yekê zimanê kurdî ji bo min her demî rola sereke ya ragihandinê leyîst. Di derbarê meseleya nivîsandinê de jî, li Almanyayê me her demî wekî malbat berhemên bi kurdî peyda dikirin û dixwendin. Di vî warî de bandoreke taybet ya xuşka min a nivîskar Rukiye Ozmen li ser min çêbû. Bi vî awayî ez jî beyî ku herim kurseke kurdî, ez di nava demê de fêrî rastnivîsa kurdî bûm. Lê belê divê vê yekê jî bibêjim ku bi destpêkirina nivîsandinê û weşandina nivîsan re jî di warê rastnivîsa kurdî de bi taybetî di qada înternetê de alîkariya gelek ciwanmêr û hevalan giha min.

Çima ne wêje lê lêkolîn? An jî xebatên te yên li ser wêjeyê wê çêbibin?
We rast bive, ger îro ez bi kurdî dinivîsim û dixwînim, ev yek bi xêra wêjeya kurdî ye. Ger ez îro rojnamegeriyê, lêkolînan û nivîsan bi kurdî dikim, hemû jî bandora wêjeya kurdî ya ku min ji temenekî zêde ciwan de detpêkir ku bixwînim e. Sedemê meyla min a lêkolînê jî bi taybetî girêdayî şertên ez tê de mezin bûme û her wiha dîsa pîşeyê min ê ku min li zanîngehê li ser xwendiye.  

Ji ber ku tu jî botî yî, tu qet fikiriyî ku berhemekî li ser Botanê binivîsî?
Ji xwe heta niha çend xebatên min ên lêkolînê yên wekî meqale hatine weşandin. Dîsa divê were gotin ku rêzdarên wekî Abdulkadir Bingol, Adullah Yaşin, Fadil Bedirhanoglu û Kerem Soylu berhemên gelekî hêja di derbarê Cizîr û bi taybetî herêma Botanê de weşandine. Botan ji gelek hêlan ve divê hêjî were lêkolînkirin, ji ber ev herêm cihekî di warê dîrok, ol, ziman, efsane, tekoşîn û wêjeyê de roleke mezin lîstiye. Projeyeke xebateke lêkolînî li ser herêma Botanê li cem min heye lê belê agahdariyên di derbarê naverokê de bila niha bimînin...

Li gorî te nivîskarên ku bi kurdî dinivîsînin dikarin ji hest û daxwazên civaka xwe re bibin bersiv?
Dema ez hejmara kurdên bakurî difikirin û dibînim ku bi giştî her sal kêmî sed û pêncî pirtûkên bi zimanê kurdî têne weşandin dibînim, ez li ser navê xwe hem li ber xwe dikevim. Ger em hesabekî matematîkî bikin, gelo serê her çend sed hezar kurdî  berhemek dikeve? Lê belê rastiyeke vê civakê û ya vî zimanî jî heye ku ev ziman hê nebûye ne zimanê perwerdehiyê û ne jî zimanê bazarê. Nivîskarên bi vî karî dirabin fedekariyekî dikin. 
Ger ez pirsa we berevajî bikim û bibêjim îro nivîskarên kurd jî mafdar in ku ji me bipirsin ka gelo civaka kurd çiqasî xwedî li wan diderkeve û wan teşwîkî afirandina berhemên baştir dike. Bêguman li cihekî ku rexne nebe, pêşketin çê nabe. Lê dema rexne were kirin jî divê rewşa serdest di destpêkê de were nirxandin. Binêrin, îro nivîskarekî kurdînivîs ê ku debara xwe bi nivîsandinê bike û bi vî awayî tenê karê wî nivîsandin be nîn e. Dema tu nikaribî debara xwe bi nivîsandinê bikî, tu neçarî ji xwe re karekî sereke yê debara xwe pê  bikî bibînî û di be re jî nivîskariyê bikî. Dema nivîskarî ne karê sereke be, gelo wê çiqas pêşveçûn çê bibe? Dîsa gelek kes berheman dinivîsin lê belê ji ber mesrefa weşandina berhemê nikarin wan çap bikin û gelek caran jî ji ber kesek ji bo pirtûkekî bide weşandin, xwe deyndar dike û dû re taqeta wî ya aborî namîne ku berhemeke duwemîn bide çapkirin. Tişta ez dixwazim bibêjim ev e: Pirsgirêk dualiye û bingeha pirsgirêkê ne ji her du aliyan jî diqewime. Pirsgirêk ne ji ber sistbûn û bêkêriya nivîskaran e, pirsgirêk ji ber şertên siyasî yên kurd tê de dijîn e.

Ji ber ku xebatên te li ser civaknasiyê ye, li gorî te pêdivî bi kîjan lêkolîn û projeyên di derbarê civaka kurd de hene?
Binêrin, dema em dibêjin civaka kurd, em behsa civakeke ku zimanê wî hatiye qedexekirin dikin, behsa civakeke di nava şer de dijî dikin û behsa civakeke ku bi milyonan ji cih û warên xwe bûne dikin. Dîsa em behsa civakeke ku zarokên wan di temenê  çûyîna dibistana seretayî de ne û ew zarok hewil didin debara malbatên xwe bi karên cûr bi cûr bikin dikin. Her wiha em behsa civakeke ku mêr domînant in û gotina jinê pênc quruşan nake dikin. Bi dehan pirsgirêkên civakî yên ku divê werin rehabîlîtasyonkirin hene. Mixabin ev yek hemû girêdayî rewşa siyasî ya kurdan e û piraniya van pirsgirêkan jî dikarin piştî çareseriya erêkirina statûya kurdan werin rehabîlîtasyonkirin. Di vî warî de şaredariyên di destên kurdan de li hinek bajaran hinek hewildan pêk anîne lê belê ev xebat ji deryayê dilopek têne hesêbê. Mirov dikare bi dehan projeyên pêwist ên di derbarê serbiserkirina mafên jin û mêran, rehabîlîtasyonên kesên ji şer ziyan dîtine, rûxandina pêşhûkmiyên civakî yên li dijî kêmendaman, alîkarî û rênîşankirinên ji bo misogeriya debara xizanan, pêşdebirina mafên zarokan, hişyarkirinên di derbarê ziyanên derûnî yên li ser zarokan û entegrasyona di navbera çînên civakê de pêşniyar bike. Lê belê mixabin ev hev hewildanên pêwist tên û diçin li rewşa siyasî ya serdet dialiqin. Ji aliyên din ve pêdiwî gelek bi lêkolînên li ser îstatîstîk û pêdewiyên civakê hene, ji bo di wê çarçoweyê de proje werin amadekirin. Lê belê ev yek jî tê û dîsa li heman meseleya siyasî dialiqe. 

Bajarê ku kesên wekî Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Celadet Elî Bedirxan û gelek kesên ku mohra xwe li dîroka wêje  û zimanê kurdî dane derketine, gelo çima îro di van mijaran de qels maye?
Sedemê bingehîn yê vê yekê dîsa şertên siyasî yên ku kurd pê re rû bi rû mane. Rast e ku piraniya bavên klasîkên kurdî di Botanê re derbas bûne û berhem afirandine lê divê em ji bîr nekin ku wî wextî statûya siyasî ya vê erdnîgariyê cuda bû. Di wextê wan de pergaleke birêveberiyê ya heta astekî azad hebû. Li medreseyan ne tenê dersên teolojiyê dihatin dayin, her wiha dersên beşên din yên zanyariyê jî hebûn. Bi vî awayî aliman xwe pêşve dibirin. Sînordanînên civakî û feodalî hebûn û heta wî wextî di nava civakê de fikra neteweyetî jî di nava civakê de belav nebûbû lê belê pêşîgirtineke siyasî û sansûrkirina dîrekt a ji ber sedemên qewmiyetê wekî ya di sedsala bîstemîn de ne serdest bû. Di vî warî de referansa me ya hebûn an nebûna niha ya kesên wekî wê demê berhemên bi kurdî ne. Lê bi avakirina komarê re hem ziman û hem gotin hatin qedexekirin. Ji wê yekê pêşketin di vî warî de pêk nehatin. Erê Celadet Elî Bedirxan û rewşenbîrên ji heman malbatê di sedsala derbasbûyî de mohra xwe li dîrokê xistin lê belê wan berhemên xwe ji derveyî Botanê afirandin. Di sedsala derbasbûyî de dîsa jî gelek kesan li herêmê berhemên hêja afirandin lê belê ji ber sedemên min li jor hejmartî, dengên wan dernediket. Dema tu sed pirtûkên bi nirx jî binivîsî lê haya kesî ji wan pirtûkan nebe û belav nebin, wî wextî ew berhem neyî têne hesabê. Lê belê em niha rewşeke berevajî dijîn. Îro jî ji Botanê gelek kesayetên ku berhemên hêja, ji lêkolînan bigirin heta helbest û beşên din ên wêjeyê dinivîsin hene. Lê belê ji ber pêvajoya qedexeyan û pişaftinê, haya civakê ji wan kesayet û berhemên wan zêde nîn in ango nirx nadin wan berheman. Ger em îro bala xwe bidin herêma Botanê, hejmareke baş a kesayetên bi wêje û lêkolînê ve mijûl dibin hene. Lê belê mixabin ji ber pêvajoya pişaftin û qedexeyê ya civak tê re derbas bûye, dengê wan nayê bihîstin.    

Gava ku te bihîst ku li warê bav û kalên te, kovareke bi navê “Hawara Botan” ku xwerû bi kurdî derket te çi hîs kir?
Ji xwe pêşiya kovar derkeve, haya min ji hewildana deranîna wê hebû lê belê dema hewildan bû rastî hesteke guhertî bi min re peyda bû. Di wêjeya kurdî de behsa ´ekola Botanê´ tê kirin û cara yekem ji dilê Botanê kovareke xwerû bi kurdî derdikeve û bi vê rêyê hem nifşên nû ji bo nivîsandinê têne teşvîkirin û hem jî yên dinivîsin bi vê rêyê hev nas dikin û dibin alîkarên hev.  Vêce roja ku kovar derket, hesta ´xwezî gorbihûşt Celadet jî ev ev kovar bidîta´ di dilê min re derbas bû. Kovara Hawar çawa di wêjeya kurdî de şoreşek bû, bi baweriya min Hawara Botan jî dikarê li herêma Botanê şoreşeke wêjeyî ya kurrdî pêk bîne.

Zekî Ozmen kî ye?
Zekî Ozmen li gundê Emerînê yê girêdayî navçeya Cizîra Botan hatiye dinyayê û dibistana seretayî li gund xwendiye. Di yanzdeh saliya xwe de digel malbata xwe çûye Almanyayê û li wir pêvajoya xwendina wî ya dibistanê berdewam kiriye. Wî di serdema xwe ya xwendina dibistanê de pênc salan di radyoyeke herêmî de moderatortiya bernameyeke perîyodîk a bi zimanê kurdî û almanî kiriye. Her wiha di heman demê de ji bo ajansên nûçeyan, rojname û portalên cuda ên kurdan nûçegihanî kiriye. Ozmen xwendina xwe ya bilind li zanîngeha Frankfurtê di beşa Sosyalpedagojiyê de qedandiye. Wî di sala 2010´an Xelata Taybet a Juriya Xelatên Çapemeniyê yên Musa Anter sitandiye û her wiha par pirtûka wî ya bi navê ´Kurdên Almanyayê´ ya lêkolînî bi zimanê kurdî ji weşanên Ronahî hatiye weşandin. Ev şeş sal in ew di malpera Diyarname.com de qunciknivîsiyê dike û niha jî digel karê rojnamegeriyê, nivîsên wî di kovar û dezgehên ragihandinê de diderkivin. Her wiha Zekî Ozmen ji hêla pîşeya xwe ya bingehîj ve  niha di Daîreya Kar û Barê Malbat, Ciwan û Zarokan a şaredariya bajarê Marburg a Almanyayê de wekî sosyalpedagog kar dike.       

Em neheqiyê li nivîskarên kurd dikin


Nivîskarên bi kurdî dinivîsin û berheman diweşînin her dem bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Ji aliyê din ve wekî civak em rexneyê li wan dikin ka çima ew berhemên baş jî naafirînin.
Ez bi xwe wekî şexs gelek caran pirsa ka gelo em wekî civak ne neheqiyê li nivîskarên bi kurdî dinivîsin dikin li xwe dikim.
Di serdema niha de ger kesek nivîskariya kurdî dike, ew bi dildarî vî karî dike. Bi taybetî di nava kurdînivîsên ji Bakur de haya min bi xwe ji kesekî nîn e ku profesyonelî vî karî dike. 
Bi gotinek din; Ez pê nehisiya me ku nivîskarek kurd wekî karê sereke nivîskariyê dike. Pê ve girêdayî jî, pê nehisiya me ku nivîskarek kurd xwedî ofîs, sekreter û komek xebatkarên ji bo lêkolînên wî nivîskarî dixebitin hene.
Her nivîskar debara jiyana xwe bi karekî din dike. Ev kar belkî karkirina li fabrîqeyekî yan li qesabxaneyekî, yan jî şofortiya texsiyê be. 
Ger kesek ji mecbûrî her roj derdora deh saetên xwe bide karekî bi vî rengî û di ser de xwedî malbat be jî, gelo wê çend saetên wî yên ji bo lêkolîna berhemên wî hebe û çiqasî bikariba berhemek tekûz a li gora dilê xwe binivîsê. 
Di nava kurdan de nivîsakrên ku ji hêla pîşeya serekî ve mamoste ne belkî girêdanek wan a rojane ya îndîrekt bi karê nivîsê re çêdibe. Lê ew jî wekî yên din xwedî bi dehan pirsgirêkên ku dibin sedema xitimandina berhemafirêneriyê ne.
Ev pirsgirêkên sereke jî ev in; Kurdînivîsek ku bi kurdî perwerdehiya dibistanê dîtibe nîne. Ji aliyê din ve piyaseya pirtûkên bi kurdî bi xwe jî hama bêje neyî ye. Ger em pirsgirêka nivîskar û peydakirina weşanxeyak kurd a ji bo weşandina wê berhema wî jî lê bikin, mebesta min wê baştir were fêmkirin. Ji xwe ger em bibêjin ku piraniya nivîskaran ji bilî wext û enerjiya ji bo berhema xwe terxan dikin, di ser halan de heqê weşandina pirtûka xwe jî didin weşanger, em dikarin bifikirin ku nivîskar encax çend salan carekî bikaribe berhemekî bide weşandin.
Pirsgirêka belavkirina pirtûkan aliyekê din ê babetê ye ku ji bo berhemên bi kurdî hem raxbet kêm e, hem reklam kêm jê te re tê çêkirin û hem jî di vî warî de saziyek serê xwe bi babetê re bide êşandin tune ye. 
Bêguman ji bo pêşveçûnê divê heta dawiyê rexneyên çêker li berhemên kurdî werin kirin û pê re jî di dawiya vê babetê de ez dixwazim ji dilê xwe vê yekê bibêjim: Nivîskarên bi kurdî bi awayek dildarî vî karî dikin spasiyek ji dil û dil heq dikin... 

Projeyek ji bo belavkirina berhemên bi kurdî li Ewropayê

Kurdên li Ewropayê dijîn û berhemên xwe bi kurdî diafirînin di warê belavkirina berhemên xwe de xwedî pirsgirêkên mezin in. Li mala her nivîskarekî li ser refê wan pirtûkên wan ên hatine çapkirin û nayên belavkirin li benda xwedîlêderketinê ne. Li Ewropayê berhemên bi kurdî li şev, meş û festîvalên siyasî têne pêşkêşkirin û firotin. Lê belê ji ber saziyên kurdan ên bi karê firotina berhaman a li ser standan dirabîn tenê bi çavê aborî li meseleyê dinêrin, ne ew hewl didin ku teşwîka firotina berhemên bi kurdî çêbibe û ne jî raxbeta civakê ji bo berhemên bi kurdî heye.
Li ser vê yekê wê rojê nivîskar Fêrgîn Melîk Aykoç fikreke xweş anî zimên û ez jî bi navê wî dixwazim vê proje-fikra wî ji bo nivîskarên kurd ên li Ewropayê dijîn belav bikim: Li Ewropayê hejmarek berbiçav a nivîskarên bi kurdî berheman diafirînin heye. Her wiha girseya kurd a xurt li hemû bajarên Ewropayê heye. Bi rêya tura bajar bi bajar a xwendina berhemên bi kurdî hem wê berhemên kurdî ji bo girseya li wan bajaran dijîn werin danasîn û hem jî wê nivîskar delfeta belavkirina berhemên xwe bi vê rêbazê bibînin. Di warê organîzekirinê de jî; 
Ji bo ev fikir bikeve di pratîkê de, pêwist e pêşiyê bi kêmasîve carekî nivîskarên dixwazin di nava vê projeyê de cih bigirin li hev bicivin û plansaziyek dem û cîh deynin.Li wan bajarên ku nivîskarek kurd lê dijî, nivîskar bi xwe dikare vê projeyê li wir organîze bike û nivîskarên din vexwînî û li bajarên din ên ku nivîskar lê nejîn jî, bi rêya nas, dost û saziyên kurdan ên li wan bajaran dikare ev yek li wan deran jî were organîzekirin. Kesên ku dixwazin di projeyê de cih bigirin, dikarin bi nivîskar Fêrgîn Melîk Aykoç re bikevin di nava têkiliyê de. 


18 Apr 2012

Balefirgeha Amedê

 Mehên tîrmehê û tebaxê mehên betlaneyê ne û hê niha bi hezaran kurdên li Ewropayê dijîn ketina di nava liv û tevgera peydakirina bilêtên balefiran de. Lê belê Balefirgeha Amedê wê ji destpêka meha hezîranê û pê ve ji bo sê mehan ji balefirên sivîl re were girtin. Rêwiyên bixwazin herin Amedê jî wê di wê demê de neçar bin ku herin balefirgehên bajarên din û ji wir bi erebeyan herin cihên ku dixwazin herinê. 
Sedemê girtina balefirgehê  jî nûvejenkirina pîstên wê ne. Lê meseleya min a vê nivîse ne ka çima balefirgeh wê were restorekirin û ji xwe pispor jî destnîşan dikin ku pêwist e ew pîst werin restorekirin...

Pirsa min ew e ka ev balefirgeh têra potansiyela Amedê dike heta ku careke din pîstan nûvejen dikin...

Bi taybetî kesên ji derveyî welêt difirin Amedê, di rê de kêsîre dibin heta digihin wê derê. Sedemê vê yekê jî ew e ku ev balefirgeha leşkerî ku her roj derdora 30 balefirên sivîl jî jê dirabin û dideynin, ne balefirgehek navneteweyî ye. Par derdora milyonek û 700 hezar kes ji Amedê firîne û danîne. Lê belê kesên ji derveyî  welêt dixwazin herin Amedê, neçar in li bajarên wekî Stenbol û Enqerê balafira xwe vegûhêzin. Ev vegûheztin ne tenê dibe sedema wextwendakirinê, her wiha dibe sedema westandin, valêzkişandina dubare û mesrefê jî.

Bi babetê ve girêdayî; gelo tesadûfî ye ku balefirgehên Amed, Mêrdîn, Batman û Sêrtê ji firînên navneteweyî re girtî ne û kesek ji derveyî Tirkiyeyê bixwaze here van bajaran mecbûr in balefira xwe li bajarekî Tirkiyeyê vegûhezîne?
Dema em li ser nexşeyê li cihên erdnîgariya van bajarên navderbasbûyî binêrin, em ê xweş bibînin ku ev bajar ên Bakurê Kurdistanê, bajarên heta radeyekî nekarî ne werin asîmlekirin in. Dema em rastiya civakî û ya siyasî ya van bajaran bidin ber çavan, baş tê xuyakirin ku bi armancên siyasî destûra van bajarên kurdan nayê dayin ku balefirên navneteweyî li balefirgehên wan deynin.

Ji bo merama min baştir were fêmkirin ka em li îstatîstîkên rêwiyên balefirgehên cîranên Amedê ku ji xetên navneteweyî re vekirîne binêrin: Par 550 hezar rêwiyî balefirgeha Elezîzê bi kar anîne û ya Entabê jî milyonek û 300 hezar î. Lê ev her du balefirgeh jî ji balefirên navneteweyî re vekirîne lê belê ya Amedê digel ji aliyê potansiyelê ve ji wan mezintir e û navendîtir e jî, ji balefirên navneteweyî re girtî ye.

Em aliyê balefirgehê yê leşkerî deynin hêlekî ku ji wir her roj rabûna balefirên leşkerî bajêr ker dikin, zarokan li bajêr dijîn dihilçenînin û diçin çiyayên kurdan bomberan dikin...

Pêwistiya Amedê bi balefirgehek mezintir a nû ya navnetweyî ji derveyî bajêr heye û derdora bajêr tije erdên ji vê yekê re pêkan in. Ger li Amedê balefirgehek bi vî rengî bihata vekirin, ev bajar wê bibûya pira hewayî ya rojhilata navîn ku bi vî awayî di warê aborî de jî pêşveçûnên mezin pêk bihata...

Rayedaran dikarîn piştî qedandina balefirgeha nû vê ya kevin bigirin. Lê nakin û tam di dema betlaneyê de bi deh hezaran rêwiyan hêj mexdûrtir dikin. Sedemê vê yekê jî li ber çavan e: Mentalîte û nêzîkbûna rayedaran hêjî mîna berê ye û pêşiya pêşveçûna herêmê digirin. 

11 Apr 2012

Ji pênûsa biyaniyekî destnîşankirina sînorên herêma Botanê

Ji roja Komara Tirkiyeyê hatiye hatiye damezirandin heta niha di nav demên cûda de bi giştî li seranserî Tirkiyeyê navên zêdeyî 28 hezar cih û deveran hatine guhertin. Ji vê hejmarê zêdeyî 12 hezar gundan para xwe girtî ye. Navguhertinên cih û devaran ne tenê li ser erdnîgariya kurdan pêk hatine. Her wiha bi taybetî navên cih û waran ên bi lazî, gurcî, erebî û rûmî jî hatine guhartin (1). Armanca sereke ya navguhertinên cih û deveran siyaseta komarê ya daxwaza pêkanîna yeknetewetiyê ye û pê ve jî girêdayî asîmlekirina etnîtîse û komên gelan ên ne tirk bûn. Ger em li Bakurê Kurdistanê navên taxên nû ên bajaran lê nekin, siyasete navguhertinê a komara tirk negiştiye armanca xwe. Kurd li navên fermî yên bi tirkî yên cih û warên xwe bi çavekî formalîte yê fermiyetê dinêrin û di zimanê rojane de navên resen ango yên bi kurdî bi kar tînin. Ji xwe gelek caran dema navên cih û waran bi kurdî neyê gotin, nayê fêmkirin ka mebest kîder ango kîjan gund an cih e.

Dabeşkirina herêmanên kurdan
Di vî warî de navên erdnîgariya herêman ango eyaletan jî xwedan heman rolî ye. Tirkiyeya ku di sala 1941´an de bi heft herêman hate dabeşkirin, du herêm ji van erdnîgariya ku kurd lê dijîn di nava xwe de dihewînin. Yek jê herêma Başûrêrojhilatê Anatolyayê ye û ya din jî Anatolyaya Rojhilat e. Lê wekî navên cih û waran ên bi kurdî ger em fermiyetê danin aliyekî, kurd hêjî navên kevin ên herêmên xwe yên dîrokî yên di demên mîrektiyên kurdan de hatibûn binavkirin, bikartînin. Nimûneya herî ber bi çav ya vê yekê herêma Botanê ye. Dema navê herêma Botanê tê gotin, ev bi sedan sal e ku ji hêla kurdan ve bi awayekî rasteqînî erdnîgariya herêmeke diyar a kurdan tê fêm kirin. Botan jî di nav de, hemû herêmên kurdan ên navên xwe ji dîrokê digirin, xwedî taybetmendiyên ji hev cuda ne. Ev taybetmendiyên herêmên kurdan ên resen bi taybetî di warê dîrok, çand û devokê de cûdabûna xwe nîşan didin.

Nîqaşên li ser sînorên Botanê
Ji hêla din ve ji ber nebûna statûya fermî ya herêmên resen ên kurdan û neyîna mekanîzmaya fonksiyona birêvebertiya herêmên kurdan a fermî, gelek caran sînorên van herêman di nava kurdan û heta di nava niştecihên kurd ên wan herêman bi xwe de jî dibin mijara nîqaşan. Herêma Botanê jî herêmeke kurdan a para xwe ji vê yekê distînê. Pirsa ka gelo sînorên Botanê ji kîderê heta kîderê ne, hem di nava civakê de gelek caran dikeve di rojevê de û hem jî bersivên cuda di vê derbarê de têne dayin. Hêja Mîrza Ronî jî di hejmara 1´emîn a kovara Hawara Botanê de agahdariyên berfireh bi sernivîsa „Botan û çend bajar û navçeyên wê“ li ser sînorên herêma Botanê dide. Lê belê ew jî di nivîsa xwe de bi heman pirsgirêka agahdariyên cûre yên di derbarê sînorên Botanê de rû bi rû maye û ji wê yekê behsa „çûn û hatineke di navbera bajarên ku di nava sînorên herêma Botanê de ne“ dike (2). Mebesta wî bi „çûn û hatinê“ fikrên cuda yên di derbarê sînorê herêma Botanê de ne. Bi heman şêweyî di derbarê destnîşankirina sînorên herêma Botanê de gelek caran erdnîgariya di bin hikûmdariya mîrmişîna Bedirxaniyan de wekî referans tê destnîşankirin. Lê belê di vê teoriyê de jî tê jibîrkirin ku mîrmişîna Botan qada bandora xwe carnan heta Wan, Sêrt, Ûrmiyê û Rawandizê berfireh dikir (3). Ji xwe Evdilrezaq Bedirxan jî di otobiyografiya xwe de dibêje ku begên mirmîşana Botan carnan menzîla fermandariya xwe fireh dikirin û carnan jî ew menzîl dima di çarçoweya sînorên Cizîrê û Botanê de (4). Bi vî awayî jî tê fêmkirin ku sînorên hikûmdariya Bedirxaniyan ne herêmeke diyar bû û sînorên wê mîrmişînê li gora hêza leşkerî dihate guhertin. Cizîr û bi giştî herêma Botanê navenda vê mirmişînê bû lê belê ne sînorê hikûmdariya mîrmişûnê bû. Lêkolînerekî alman behsa sînorên Botanê dike Digel ku di derbarê sînorên herêma Botanê de teoriyên cûdatir jî hene, ez dixwazim yekser derbasî lêkolîneke taybet ya di vê derbarê de bibim. Ez heta niha ji bilî îstisnayekî rastî xebateke lêkolînî ya taybet a di derbarê taybetmendî û sînorên herêma Botanê de nehatime; Ew îstisna jî her du cildên pirtûkên zimanas û îslamnas Martin Hartmann ên bi navên „Bohtan - Lêkolîneke topografîk û dîrokî“ ne. Pirtûkên ku di sala 1896 û 1897´an de derketina ji du cîldan pêk tên, di çarçoweya rêzexebata berhemên Hartmann ên bi navên „Agahdariyên di derbarê civaka Asyayapêş“ hatine weşandin. Pirtûk bi awayekî lêkolînî-zanyarî hatine nivîsandin û li Berlînê hatine çapkirin. Di her du pirtûkan de di derbarê dîrok, erdnîgarî û şêniyên Botanê de agahdariyên balkêş hene. Martin Hartmann di pirtûkan de di gel lêkolîn û serpêhatiyên xwe yên li Kurdistanê, notên rojane û pirtûkên zanyar, gerok û misyoneran jî bi kar anîne. Wî ji hêla din ve hewl daye ku agahiyên gerok û misyoneran yên di derbarê erdnîgariya Botanê de bi hesabên matematîkî û mantiqî yan piştrast bike yan jî pûç derîne. Di pirtûkê de ji hejmara şêniyên gundan û eşîran bigirin, heta behsa kelehên mîna yên Dêrgulê û Ewrexê jî tê kirin. Hartmann di derbarê erdnîgariya Botanê de vê tespîtê dike:“ Çiya diveqitîne û çem digihe hevdu“ (5). Martin Hartmann di çarçoweya lêkolîna xwe de sînorên herêma Botanê wisa bi lêv dike: „Herêma Botanê ew erdnîgariya di navbera çemê Dîcle, ava Botanê û ava Xabûr de ye“ (6).

Encam
Bilêvkirina Martin Hartmann a sînorên Botanê ya ji berya sed û panzdeh salan heta asteke berbiçav dikare vê nîqaşê bitefîne û referanseke pêbawer were dîtin. Dîtina Hartmann mantiqî ye lê belê egerên vê encamê yên ku bilêvkirina wî sedî sed piştrast bikin nehatine rêzkirin û ji wê yekê ev çarçoweya ku wî daniye wê nikaribe sedî sed hemû fikrên cuda ên di vê derbarê de hene berteref bike. Digel ku ger em sedî sed ji dîtinên Hartmann piştrast jî bin, di nava birêveçûna dîrokê de rastiyên nû di çarçoweya çerxa veguherandina siyasî û civakî de derketine holê. Ji aliyekî ve di serdemên nêzîk û di serdema niha de dabeşkirina fonksiyona di warê fermiyeta dewletê a di çarçoweya birêveberiya herêmê de nebû û niha jî nîn e. Lê belê bi taybetî herêm di vê serdemê de ji aliyê Bizava Kurd a Azadîxwaz ve di çarçoweya xebatên herêmî ve rolek lê hatiye kirin û kordînasyona xebata herêmê têkildarî sînorên herêmê hatiye birêxistinkirin. Bilêvkirina bizavê ya sînorên herêmê ya bi armanca xebatê çiqasî dûr an nêzîkî çarçowedanîna sînoran a Martin Hartmann e bi serê xwe babeteke din e. Lê belê rastiyeke din ya herêmê heye ku di nava demê de heta roja em tê de guherînên civakî yên mezin di nava herêmê û di derdora wê de çêbûne. Bi taybetî ji ber hebûna mekanîzmaya dewletê ya birêveberiyên navçe, bajar û wilayetan a fermî, mîna hemû deverên din, li herêma Botanê jî têkiliyên navmirovî yên nû afirî ne. Ev têkiliyên navmirovî di nava demê de mirov nêzîkî hev kirine û bi vî awayî bandora çandî ya dualî li hev bûye. Wekî mînak; di nava demê de ji ber niştecihên gundên girêdayî Cizîrê karên xwe yên burokratîk û bazirganî li wir pêk tînin, çand û civaka Cizîr û gundan jî nêzîkî hev dibe. Her wiha ji ber wilayetbûna Şirnexê, hem ew di heman waran de nêzîkî navçe û gundên girêdayî xwe dibe û hem jî navçe û gundên girêdayî wê bi heman şêweyî nêzîkî wê dibin. Wekî encam jî di nava demê de entegrasyoneke civakî û çandî diafire. Ev entegrasyon dibe sedem ku taybemendiyên destpêkê yên bûne sedemên çarçewedanîna sînorên Botanê yên ku Martin Hartmann behsa wan dike, êdî di nava demê de ne rojane bin. Ji ber vê sedemê ihtimalek mezin e ku sînorên Botanê yên Hartmann behsê dike bi nêrîna dîrokî rast bin. Lê belê ji aliyê serdema siyasî ya niha ve di çarçoweya rastiya civakî, çandî û aborî ya serdest pêwist e em li xwe mikûr werin ku ev sînor êdî teng in û berê erdnîgariya herêma Botan di roja îro de berfirehtir bûye.

(1)*Kovara Fırat Üniversitesi Sosyal Bilimler Dergisi, Cilt: 10, Hjm. 2, Elazig, 2000 
(2)*Mîrza Ronî, Kovara Hawara Botan, Hjm. 1, Berdan Matbaasi, Stenbol, 2011 
(3)*Abdulkadir Bingol, Kulîlkên Baxên Botan, Enstîtûya Kurdî ya Amedê, Berdan Matbaasi, Stenbol, 2008 
(4)*Autobografiya Ebdurrizaq Bedirxan, Werger û amadekar Celîlê Celîl, Weşanên kovara Havîbûn, Berlin, 1999 
(5)*Martin Hartmann, Bohtan- Eine topographisch-historische Studie, Wolf Peiser Verlag, Berlin, 1896 
(6)*Martin Hartmann, Bohtan- Eine topographisch-historische Studie, Wolf Peiser Verlag, Berlin, 1897


*Ev nivîsa Zekî Ozmen di hejmara 2. a kovara Hawara Botan de hatiye weşandin.

28 Feb 2012

Nirxandina du mehên Roboskiyê

Du meh li ser tevkujiya Roboskî re derbas bûn. Divê were pirskirin ka gelo di nava van her du mehan de kurdan çiqasî karî xwedî li qurbaniyan derbikevin û her wiha dewlet çiqas di israra xwe ya hewildana nixumandina bûyerê de bi ser ket...

Em destpêka tevkujiyê bînin bîra xwe;
Komkujî berî sala nû pêk hat û şîn xist nava malên kurdan. Dewletê xwast komkujiyê veşêre lê hê raya giştî ya tirk pê nehesiyabû, bi rêya medyaya kurd û medyaya civakî nûçe li dinyayê belav bû.

Reflekseke neteweyî li dijî tevkujiyê pêk hat û kurd li her derî çûn qadan û helwesta xwe ya li dijî vê kiryarê diyar kirin.

Sala nû sê rojan piştî komkujiyê bû û li Tirkiyeyê sersal wekî tiştek pêk nehatibe hate pîrozkirin lê di malên kurdan de şîn hebû.

Niha du meh li ser tevkujiya Roboskiyê re derbas bûn û dewlet hê jî wekî roja destpêkê dixwazê vê tevkujiyê binixumîne.

Di destpêkê de xwastin sedema êrîşê berevajî bikin û dûre xwastin bi peredayîna malbatên qurbaniyan, helwesta mirovî ya li dijî tevkujiyê bişkînin lê nekarîn. Ne malbat û ne jî raya giştî bi van hewildanan hatin xapandin.

Bi taybetî rola BDP’ê û saziyên sivîl di warê netenêhiştina malbatan û şopandina bûyerê de sereke bû û vê yekê hikumet gelekî tengezar kir...

Gelo çalakiyên hatin pêkanîn têra rûreşkirina karesatê kirin?

Piştî bi salan cara yekemîn kurdên xwedî dîtinên siyasî yên cuda û her wiha yên apolîtîk jî di nav de, kurd ji ber vê karesata dijmirovî bûn yekdeng...

Digel sansura hikumetê ya li ser medyayê û hewla wê ya taybet a ji bo jibîrdayîna tevkujiyê, kurdan heta roja îro bi çalakî û hewildanên cure bûyer nedan jibîrkirin.
Dîsa ji ber rewşa kurd pê re rû bi rû ne û pêkhatina rojevên nû yên kurd nikarin ji nedîtinî ve werin, di van her du mehan de ev tevkujî gelek caran ji rojeva sereke ket...

Sedemeke din ya car caran ji rojevketina tevkujiyê jî pêkneanîna çalakiyên bi bandor yên demdirêjî bûn.

Biryara KCD’ê ya ji du mehiya bûyerê û pê de çalakiya vemirandina lambeyan a demdirêjî wê di vî warî de bibe bersiva baş a li dijî hewildanên hikumetê yên dixwaze vê tevkujiyê bide jibîrkirin.

Û aliyê bertekên navneteweyî yên li dijî tevkujiyê;

Heta niha bertekek cidî ji qada navneteweyî li dijî vê tevkujiyê pêk nehatiye. Bêguman sedema bingehîn ya vê yekê têkiliyên siyasî û pê re jî girêdayî sedemên aborî yên dewletên din ên bi Tirkiyeyê re ne...

Lê belê divê em pirsê ji xwe bikin; Hejmara kurdên li welatên ewropî dijîn bi mîlyonan e û çawa çêdibe ku tevkujiyeke ew qas mezin pêk were hikumetên van welatên ku kurd bûne hemwelatiyên wan, bêbertek li dijî vê tevkujiyê bimînin?

Bersiva vê jî ev e; Kurd ev bi dehan sal in çalakiyên di paraleliya çalakiyên li welêt de ango bi meşan dixwazin raya giştî ya ewropî şiyar bikin. Kurdan ango sazî û rêxistinên kurdan di warê lobî û xebatên dîplomatîk de tu gav neavêtine. Heta kurdên li Ewropayê dijîn û bi taybetî jî sazî û rêxistinên wan di warê şêweya xebatê de projeyên nû yên demdirêjî neafirînin, berê xwe nedin pirsgirêkên xwe yên li Ewropayê û di çarçoweyeke rêbazên nû yên xweîfadekirinê de gavan navêjin, dê di pêşerojê de jî hikumetên ewropî di warê tevkujiyên kurdan de bêdeng bimînin.

17 Dec 2011

Demografiya Wanê guherandin

Li ser erdheja li Wan û derdora wê re hê meh û nîv derbas nebûye, lê belê ev karesat ji rojeva dezgehên çapemeniya tirk derketiye. Çavkaniya bûyerên navxweyî yên Tirkiyeyê ji bo dezgehên çapemeniya cîhanê çapemeneniya tirk e. Ji ber vê sedemê karesata erdhejê ne di rojeva çapemeniya cîhanê de ye jî. Medyaya kurd jî êdî bi taybetî cih dide nûçeyên rojane yên di vê derbarê de pêk tên. Naveroka van nûçeyan jî li ser alîkariyên mezin û bi taybetî jî li ser şewatên konên qurbaniyên erdhejê ne.

Gelo birînên erdhejê hatin dermankirin an di rastiyê de sedemeke taybet heye ku dezgehên çapemeniya tirk di demeke kurt a piştî karesatê de êdî ev bûyer ji rojeva sereke dûr xist?

Ger em refleks û berteka destpêkê ya hinek pêşkêşvanên tv’yên tirkî, şîroveyên bi hezaran xwînerên portalên înternetê yên tirkî û nêzîkbûna hikûmeta AKPê ya bûyerê bidin ber çavên xwe, bi hêsanî diyar dibe ku helwesta medyaya tirkî jî girêdayî vê xelekê ye.

Bi taybetî xetên paralel yên helwesta hikûmeta AKPê ya ku niha piraniya dezgehên çapemeniyê kiriye bin destê xwe, bi hikûmetên salên 1960yî û yên 1970yî re hene. Di wan salan de li bajarên kurdan yên wek Gimgim, Bêdlîs û Çewlikê erdhej pêk hatin. Wê demê dewletê hewl da ku qurbaniyên erdhejê ji cih û warên wan bike. Ji ber peymana kar a di navbera Tirkiyeyê û Almanyayê de, dewleta Tirkiyeyê hewl da ku gelek mexdûran rêkin Almanyayê. Ji ber vê sedemê Almanyayê jî li ser daxwazên bi israr yên rayedarên tirk bêhtir rê didan Kurdên ji van herêmên ku zerar ji erdhejê dîtibûn.

Bêguman ev israra rêkirina qurbaniyên erdhejê ya Almanyayê ne ji ber ku rayedaran ewqas ji çavên reş û belek ên Kurdan hez dikirin. Armanca sereke ya vê hewldana ku heta radeyekî pêk jî anîn, bicihanîna konsepta dûrkirina Kurdan a ji bajar û herêmên wan bû. Bi gotineke din; dewletê dixwast bi mehneya erdhejê demografiya Kurdan biguhere.

Niha dîsa heman dewlet bi heman mentalîteyê tevdigere: Di destpêka erdheja li Wan û derdora wê de rê nedan ku tîmên rizgarkirinê yên biyanî werin û alîkariya dewletên xwedî ezmûn jî nepejirandin. Bi birêveberiya herêmî re, ya ku di destên Kurdan de ye, hevkarî nekirin. Daxwazên gel ên hewandin û konan wekî bitrî bi lêv kirin. Mînakeke din a berbiçav a van rojan jî dîsa alîkariya xaniyên prefabrîk û alavên din ên xweparastina ji sermayê yên ku hikûmeta Başûrê Kurdistanê ji gelê Wanê re rêkiribû. Vê hefteyê diyar bû ku rayedarên dewletê hêjî ev alîkarî li qurbaniyên erdhejê belav nekirine.

Mirov dikare bi dehan mînakên bi vî awayî bide, lê belê di dawiya vê nivîsê de divê were pirskirin ka gelo dewlet di warê daxwaza guherandina demografiya Wanê de çiqasî gihiştiye armanca xwe...

Herwiha dîsa divê mirov pirs bike ka gelo siyaseteke taybet a dewletê li dijî bajarê Wanê hebû an na...

Bajarê Wanê li Bakurê Kurdistanê dû Amedê re qaleya duyemîn a mezin a tevgera siyasî ya kurd e. Berterefkirina cemawera Kurdên Wanê yên piştevaniya bizava kurd a siyasî dikin ji bo dewletê tê wateya bidestxistina kemîna duyemîn a serhildêriya siyasî ya kurd.

Divê di vî warî de mixabin were gotin ku dewlet heta radeyeke bilind gihişte armanca xwe. Li gor çavdêrên ji herêmê bi sed hezaran qurbaniyên vê erdhejê koç kirin û piraniya wan berê xwe dan metrepolan. Qurbaniyên niha li herêmê mayin û vê sir û sermayê di bin konan de jî jiyana xwe berdewam dikin, bi taybetî Kurdên belengaz ên ji herêma Colemergê yên ku dewletê gundên wan şewitandi ne.

Wekî encam; tevgera kurd a siyasî jî li Wanê di bin erdhejê de ma. Ji bo ziyan mezintir nebin, dem dema bikaranîna rast a derfetên di destên birêveberiyên herêmî yên di destê bizava siyasî ya kurd de ye.

Hawarên Kurdan

Dema Celadet Alî Bedirxan di sala 1932´an de yekemîn hejmara kovara Hawarê weşand, rêjeya xwendin û nivîsandinê ya kurdan zêde kêm bû. Ji hêla din ve kurdên Bakur jî wekî seranseriya Tirkiyeyê êdî alfabeya latînî bi kar tanîn. Lê belê li Binxetê û li seranserî Sûriyeyê beramberî vê yekê alfabe bi erebî bû.

Celadet Alî Bedirxan jî li Şamê bi giranî bi tîpên latînî dest bi weşandina yekemîn hejmara kovara Hawarê kir. Ji xwe ji hejmara 24´an a Hawarê û pê de tîpên erebî ji binî êdî di kovarê de nehatin weşandin.

Babeta kêmxwendin û kêmnivîsandina di nava kurdan de, pirsgirêka bikaranîna du tîpên cure û paradoksa ku kovar li Şamê lê bi tîpên latînî weşanê bike, belkî ji bo destpêkê ji hêla gelek derdoran ve wekî maceraperestî dihate bilêvkirin. Ne tenê ev, cara yekemîn wê bi weşana Hawarê alfabeya latînî jî di nava kurdan de bihate belavkirin. Ev yek bi serê xwe barekî wisa giran bû ku li deverên din dewlet û saziyan ev bar didanîn li ser milên xwe. Ji xwe belavkirina alfabeyeke nû ya bi rêya kovarekî di nava kurdan de belkî wî wextî dîsa ji hêla gelek derdoran ve pêkan nedihate dîtin û ken bi vê hewldanê dihate kirin.

Lê Celadet Alî Bedirxan bi praktîzekirina weşandina Kovara Hawarê xeyala xwe pêk anî heta sala 1943´an, 57 hejmarên vê kovarê deranîn. Di nava demê de ev alfabe di nava kurdan de wekî alfabeya kurdî ya latînî rûnişt. Ji kovarê gelek nivîskar û helbestvanên kurd ên bi nav û deng gihiştin ku heta îro jî di gelek waran de wêjevan, wêjehez û hunera kurdan deyndarê wan e. Dîsa bi heman şêweyî gelek nivîskarên kovara Hawarê di qada siyasî ya kurd de jî bûne xwedî misyon û bi kar û barên xwe yên siyasî rê li ber nifşên nû vekirin.

Ger em bala xwe bidin destpêka weşandina kovara Hawarê, armancên wê yên wekî destpêk bi paradoksî xuya dikirin. Lê belê wekî encam di nava demê de diyar bû ku Celadet Alî Bedirxan di rastiyê de mirovekî xwedî vizyonên rasteqînî û di warê pêkanînên armancên xwe de bi zirav bû.

Niha jî li warê bav û kalên Celadet Alî Bedirxan, li Botanê kovareke ku navê xwe ji Hawara wî digire, bi navê Hawara Botan dest bi weşanê dike. Heta niha ne tenê rêbaz lê belê bi taybetî navê kovara Hawarê jî ji gelek kovarên din û dezgehên ragihandinê re bûye îlham. Kovara bi heman navî ku di salên 1980´an de li zindana Amedê diderket, dîsa di salên derbasbûyî de deranîne kovareke bi heman navî li Başûr, di dema qedexekirina rojanameya Azadiya Welat de navgûherandina vê rojnameyê a bi navê Hawar, malper û portalên înternetê ên bi vî navî û herî dawî jî niha weşandina kovara Hawara Botanê didin destnîşankirin ku wextekî nemir Celadet Alî Bedirxan hawara xwe digihand kurdan û niha jî kurd hawara xwe digihînin wî.

Celadet Alî Bedirxan bi weşana kovara Hawarê misyonek danîbû li ser milê xwe. Wî di hejmara yekemîn ya Hawarê de misyona xwe wisa bilêv dikir: „Hawar jû pêve bi her tiştê ko kurdanî û kurdîtî pê bendewar e, dê mijûl bibe. Tinê siyaset jê dûr e, xwe naêxe siyasetê. Hawarê siyaset ji civatên welatî re hiştiye. Bi siyasetê bila ew mijûl bibin. Em jî di warê zanîn, hiner û sinhetê de dê bixebitin.“

Celadet Alî Bedirxan di van hevokan de digot ku ji bilî „siyasetê“ ewê bi her tiştên kurdanî re mijûl bibin lê belê di rastiyê de wî baş dizanî ku tişta ew dike û armanca wî ya sereke rêlibergirtina „siyaseta“ li dijî kurdan a bi armanca asîmîlasyona tê meşandin bû. Mîr Celadet di vê „siyaseta“ xwe de bi ser jî ket û em kurd niha jî di gelek waran de deyndarên wî yên manewî ne.

Li warê mîr Mîr Celadet û li cihê navenda kovara Hawara Botan, li Cizîrê û li gelemperiya Botanê îro jî ne tenê pirsgirêkên kurdan ên „siyasî“ rû didin. Di gelek waran de civak xwedî pirsgirêk e û hêviya min ew e ku kovara Hawara Botanê bikaribe here bi hawara wan pirsgirêkên aborî, tendûristî, zimanî, civakî û çandî ku botanî bi awayekî rojane bi wan re rû bi rû dimînin!

*Ev nivîs di hejmara 1`emîn a kovara Hawara Botan de hatiye wesandin

17 Nov 2011

Bila BDP berê xwe bide Ewropayê

Ji bo lawazkirina tevgera kurd a siyasî ya legal çi ji destê rayedarên dewletê û yên hikûmetê tê dikin. Ji aliyekî ve bi sedemên virt û vala bi hezaran siyasetmedaran tavêjin di girtîgehan de û ji aliyên din ve modelên têkbirina siyaseta kurd diafirînin. Ji bo bidestxistina encama qirkirina siyasî jî bajarê Şirnexê wekî model ango hêrêma pîlot hilbijartine. Li Şirnexê ji her sê parlamenteran du ji wan di girtîgehê de ne. Şaredarê Şirnexê û yên hemû navçeyên wê avêtine di girtîgehan de. Dîsa birêveberên gelek saziyan, serokên bajar û navçeyan yên Partiya Aşitî û Demokrasiyê, endamên meclisên bajêr û yên navçeyên Şirnexê bi heman sedemên bêbingeh niha girtî ne. Bi vî awayî dixwazin bi girtin ango bi nebûna kadroyên Partiya Aşitî û Demokrasiyê zemîna birêveberiya herêmî û ya siyasî ya li herêmê têk bibin.

Li gor xuya dike, wê niha heman modelê li Colemergê jî biceribînin. Ji xwe amadekirinên vê yekê li hemû herêman dikin; ti bajar û navçe nemane ku kadroyên siyasî yên qada legal a siyaseta kurd ku ne avêtibin di girtîgehan de. Ji bo bertekên tund pêk neyin û civak fêrî operasyonên girtinê bibe û hem jî ji bo bingeha psîkolojîk a vê yekê were amadekirin, operasyonên girtinê belayî demê dikin. Bi taybetî sergomkirina girtiyan ber bi herêmên Deryaya Spî ve destnîşana wê yekê ye ku modela Şirnexê wê li hemû bajar û navçeyan bikin di nava pratîkê de.

Ji ber van sedeman û encamên operayonên nû yên girtinê dîsa babeta ku êdî wateya mayîna li meclisê ya Partiya Aşitî û Demokrasiyê nemaye di nava kurdan de kete di rojevê de. Bi vî awayî girêdayî operasyonan wê di rojên pêş de ev yek bêhtir bikeve di rojevê de. Em vê babetê bihêlin ji bo nîqaşên dema pêş de û binêrin ka gelo pêşiya nîqaşeke bi vî rengî were destpêkirin, ji bilî mayina û nemayîne li meclisê çi alternatîfên kêrhatî ji bo siyaseta kurd hene;

Hikûmetê bi rêya desenformasyona medyayê alîgirên xwe û eniya dij-kurd a li Tirkiyeyê di derbarê meşrûyeta operasyonên girtinê de îqna kiriye. Piraniya kurdên ku heta dema referandûmê baweriya xwe bi hikûmetê tanîn û tevlî eniya „têrê nake lê erê“ bûbûn jî êdî fêm kirine ku hikûmet ji gavên xapînok pêve tişteke din nake û dixwaze tevgera kurd a legal û ya îlegal têk bibe.

Tişta herî giring jî digel ku li cîhanê piştgiriyeke mezin a siyasî û civakî ji bo serhildanên „Bihara Erebî“ pêk hatin û hêjî pêk tên lê belê di vî warî di derbarê qirkirina siyasî ya kurdan de bêdengiyek mezin heye. Ne tenê bêdengî û çavgirtin, her wiha ji her derî piştgirî jî ji bo kiryarên dewleta tirk heye. Mînaka vê ya herî berbiçav jî serdana serokwezîrê tirk Erdogan a li Almanyayê ya van rojan bû. Dema di cîvana çapemeniyê de Erdogan got ku ew wekî tê xwastin ji Almanyayê piştgiriya dijî tevgera azadîxwaz a kurd nastîne, serokwezîra alman Angela Merkel bi gotina ku ew di vî warî de her dem li pişta Tirkiyeyê bûn û ew niga jî li pişta wê ne bersiva wî da. Ji xwe Merkel xwe di vî warî de zêde mehcûb dît û wekî bibêje ku digel ew ewqas piştgiriya wan dikin jî, fêm nake çima Erdogan wan bi vî awayî dixwaze tewambar bike.
Digel ku mexseda Erdogan di vî warî de demagojî bû jî lê Merkel rast digot ku wan her dem piştgiriya dewleta tirk kiriye û hêjî dikin.

Ev aliyekê babetê ye lê belê ji hêla din ve ji xwe di warê operasyonên qirkirana siyasî ya kurdan de ne raya giştî ya ewropî û ne jî ya alman agahdar e. Çavkaniya sereke ya medyaya ewropî û bi taybetî jî ya alman a li ser kurdan medyaya tirk e. Ev yek dibe sedem ku haya raya giştî jî ji pêkhatinên rasteqînî yên li Tirkiyeyê û li Kurdistanê nebe. Dîsa bi taybetî çalekiyên kurdan ên rojên derbasbûyî yên dagirkirina dezgehên medyayê û yên saziyên siyasî yên ewropî peyama ku tê xwestin li du xwe nahêle. Daxwaza kurdan a bi van çalekiyan a afirinadina empatiya raya giştî ya ewropî ji ber bûyerên kurdan ên berê li Almanyayê rûdane û dîsa ji ber têkiliyên siyasî yên Almanyayê yên bi Tirkiyeyê re pêk nayê.

Ji ber van egeran niha dem dema wê ye ku pêşiya nîqaşa ka bila Partiya Aşitî û Demokrasiyê destê xwe ji meclisê bikişîne an nekişîne, pêwist e wekî alternatîfa sêyemîn di warê qada navneteweyî de xebatek e bi plan û proje were kirin. Bi taybetî ger di vî warî de hemû parlamenter û şaredarên Partiya Aşitî û Demokrasiyê li navendeke Ewropayê û bi taybetî jî li Almanyayê çalekiyeke medenî pêk bînin, wê ev çalekî hem bandorê li siyaseta hundirîn û ya derve ya Tirkiyeyê bike û hem jî di warê agahdarkirina ewropiyan a li ser rûdanên li dijî siyaseta kurd a legal pêk tên, bi awayekî hêsan hikûmeta tirk bike di tengasiyê de. Birêveçûna vê alternatîfa sêyemîn dikare greva birçîbûnê be yan çalekiya rûniştinê yan jî cureyekî din yê çalekiyeke medenî be. Tişta din ya giring jî ew e ku çalekî ne ji bo moraladayina kurdên li welêt û li derveyî welêt be. Pêwist e konsepteke wisa were amadekirin ku muxetabên çalekiyê siyasetmedar û medyaya ewropî ango bi taybetî ya alman bi xwe bin. Ger konsepteke baş di vî warî de were amadekirin, dê hikûmeta tirk di nava raya giştî a û her wiha siyaseta navneteweyî de bikeve di nava zehmetiyê de. Dîsa bi heman babetê ve girêdayî, biryara mayin an nemana Partiya Aşitî û Demokrasiyê ya di nava meclisa tirk de wê hem bêhtir deng vede û hem jî bikêrtir be.

10 Nov 2011

Hawara Botan

Par di destpêka salê de Mîrza Ronî haya min pê xist ku ew dixwazin li navenda Herêma Botanê li bajarê Cizîrê kovarekî derînin. Armanca wan a sereke ew bû ku hem bi taybetî di kovarê de cih bidin nivîskarên ji Botanê û hem jî naverokê bi “Nivîsên Botanî” bixemilînin. Biryara nav jî dabûn: “Birca Belek”. Hejmara yekemîn a Birca Belek wê di Newroza par de derbiketa...

Digel ku bi vê armancê têkilî bi gelek nivîskarên ji Botanê yên li herêmê û yên li derveyî herêmê dijiyan hatibû danîn û bi vê armancê jî ji bo hejmara yekemîn a kovarê gelek nivîs hatibûn rêkirin jî, ji ber hinek sedemên teknîkî kovara Birca Belek derneket û mesele wekî qediyayî dixuya.

Dem di ser re derbas bû û di havîna îsal de dîsa ez ji Mîrza pê hesiyam ku ew û hinek ciwanên din ên dilsozên zimanê kurdî, dubare di nava haziriyên deranîna kovareke di heman çarçoveyê de ne. Ji bo navê kovarê li ser navê “Hawara Botan” li hev kiribûn. Ne tenê kovar, dê qafeyeke bi navê “Hawar- qafe & pirtûk” jî vekiriba. Dê li qafeyê hem pirtûk bifirota û hem jî digel cihê rûniştinê, dê bi bernameyên cuda xizmeta pêşvebirina wêje û nivîskariya kurdî bikira.

Ev xeyal li Cizîrê di 15’ê rezberê de pêk hat; Hem yekemîn hejmara kovara “Hawara Botan” derket û hem jî “Hawar – qafe & pirtûk” vebû. Lê belê Mîrza Ronî bi xwe şeva pêşiya kovar bigihê Cizîrê bi îdîaya endamiya KCK’ê hat girtin û ne hejmara yekemîn a kovarê dît û ne jî vekirina qafeya wêjeyê...

Di serdana xwe ya van rojan a Cizîrê de ez çend caran çûm Hawarê û eleqeyeke baş ya ciwanan ji bo wê derê hebû. Yên bên, dixwazin li wir rûnin û yan li berheman binêrin...

Lê li vir ez dixwazim rexneyeke birêveberên Hawarê jî ji bo weşangerên kurd rabigihînim. Birêveberên Hawarê bêyî ku lîsteyeke pirtûkan binivîsin, pirtûk ji weşanxaneyan xwestine. Piraniya weşanxaneyan jî bêyî ku heqê pirtûkan bistînin ji wan re pirtûk rêkirine û dema pirtûk werin firotin dê heqê wan ji weşanxaneyan re rêkin. Lê belê digel bilêvkirina vê qenciya weşanxaneyan û dîsa bilêvkirina ecemîbûna xwe ya kar jî, giliya wan ya ku di warê nerêkirina pirtûkên di rojevê de ji bo wan hebû...

Di warê eleqeya kovarê de jî; Li piraniya mal û kargehên li Cizîrê ez çûmê hejmara yekemîn a Hawara Botanê hebû..

Niha jî dilsozên vî karî yên ciwan ên mîna Bager, Ceng, Fatîh, Hesen, Mehmûd û Mesut digel ku di rojên derbasbûyî de hejmara yekemîn a kovara Hawara Botan ji hêla dozgeriyê ve hatibe berhevkirin jî, amadekariyên hejmara duyemîn a kovarê dikin...

Di dawiya vê nivîsê de ez dixwazim bang li nivîskar û weşangerên kurd bikim ku hem li kovara Hawara Botan xwedî derkevin û hem jî ji bo Hawar – pirtûk & qafeyê alîkariya xwe berdewam bikin...

Û gotina min a herî dawî jî, ku rêya we bi Cizîrê ket, mîsoger serekî li Hawarê bidin û van ciwanên dilsoz nas bikin...

Hûn jî nameyekî binivîsin

Ji ber teknolojiya pêşketî ev bi salan e min ji bilî ji hevalekî re, qet nameyên adetî yên bi dest nenivîsîne. Ev li dor du salan e ku ez û hevalekî di girtîgehê de nameyên „adetî“ ji hev re dirêkin. Herî dawî min îro dîsa rahişt pênûs û kaxezê, nameya xwe ya ji bo wî hevalî nivîst, kire di zerfê de û ji bo rêkirinê da posteyê.
Her car dema nameyên wî hevalê li girtîgehê tên, bi kelecaniyekî zerfê vedikim û dest bi nivîsandina bersivê dikim. Car caran jî bêyî li hêviya bersiva wî bimînim, li serê min dide û dest pê dikim nameyeke din jê re rêkim.
Dema min îro bi heman şêweyê nostaljîk name nivîsî, zarokatiya min hate bîra min... Nameyên di zarokatiyê de min ji mirovên xwe yên li leşkeriyê re rêkirîn, yên min ji mirovên xwe yên li Ewropayê dijiyan re rêkirîn û herî dawî jî nameyên ku piştî hatina xwe ya Almanyayê yên ji hevalên xwe re rêdikirin. ..

Bi xêra nivîsandina nameyên ji bo vî hevalê li girtîgehê gelek caran bîranînên wisa xweş û heta naveroka gelek nameyên min ên zarokatiyê têne bîra min. Namenivîsandina bi destan tehmeke guhertî ye û zindîbûna hestan ji wan dibare.
Hevalê min ê li girtîgehê carekî guleke ku wî û hevalên xwe bi xwe çandibûn bi nameyê re ji min re rêkiribû. Gul hişk bûbû lê belê ji min re wekî zindî be û bêhna misk û emrê jê were bû.

Nameyên dema ez di zarokatiya xwe de hatim Almanyayê û hevalên min ji min re rêdikirin, niha jî hemû di arşîva min de ne. Hevalekî wî wextî di nava zerfê de digel nameyê qajikek jî ji min re rêkiribû. Bi rêkirina gula ji girtîgehê re ew qajik hate bîra min. Min çû ew zerf vekir. Ji bo bîranîna wî wextî min qajik necûtibû û ew digel nameyê di zerfê de hiştibû. Min çû dîsa ew zerf vekir û ew qajikê ku min necûtibû hê jî di cihê xwe de bû. Bifikirin, ew qajik ev derdora bîst salan e di zerfê de û wekî bîranînekî her dem tê bîra min. Carna dema navê wî hevalê min ê zarokatiyê tê gotin, digel qajik, wefadariya wî û dema qajik dibînim, bîranînên min ên bi wî hevalî re têne wekî şerîta fîlmekî derbas dibin.

Niha dema ez vê nivîsê dinivîsim facebook, msn û twittera min vekiriye. Bi dehan hevalên tê de ne û em hem dikarin bi awayekî nivîskî ji hev re binivîsin, hem dikarin bi devkî bi hev re biaxivin û hem jî ew li wî serê dinyayê jî bin, em dikarin hev bi awayekî zindî bibînin. Dîsa hinek hevalên ku wî wextî me name ji hev re rêdikirin wê li ser înternetê li pêşberî min in û heta pêşiya ew hevalê min ê li girtîgehê were girtin jî, em gelek caran li ser înternetê bi hev re diaxifîn.

Digel dinya bi rêya înternetê ew qas biçûk bûye û di dilsoziya hevalan de guhartin pêk nehatiye jî, tehma têkiliyên nameyên bi dest tehmeke guhartî ye.

Namenivîsandina adetî nostaljiya vegera heyamê berê ye. Ji bo mebesta min were fêmkirin hûn jî ji hevalên xwe yên ku derfetên wan ên bikaranîna teknîkê nîn in re –di vê serdemê de hema bêje tenê derfetên girtiyan ên bikaranîna înternetî nîn in- nameyekî bi pênûsê binivîsin û heman hest wê bi we re jî geş bibin.