Dema Celadet Alî Bedirxan di sala 1932´an de yekemîn hejmara kovara Hawarê weşand, rêjeya xwendin û nivîsandinê ya kurdan zêde kêm bû. Ji hêla din ve kurdên Bakur jî wekî seranseriya Tirkiyeyê êdî alfabeya latînî bi kar tanîn. Lê belê li Binxetê û li seranserî Sûriyeyê beramberî vê yekê alfabe bi erebî bû. Celadet Alî Bedirxan jî li Şamê bi giranî bi tîpên latînî dest bi weşandina yekemîn hejmara kovara Hawarê kir. Ji xwe ji hejmara 24´an a Hawarê û pê de tîpên erebî ji binî êdî di kovarê de nehatin weşandin.
Babeta kêmxwendin û kêmnivîsandina di nava kurdan de, pirsgirêka bikaranîna du tîpên cure û paradoksa ku kovar li Şamê lê bi tîpên latînî weşanê bike, belkî ji bo destpêkê ji hêla gelek derdoran ve wekî maceraperestî dihate bilêvkirin. Ne tenê ev, cara yekemîn wê bi weşana Hawarê alfabeya latînî jî di nava kurdan de bihate belavkirin. Ev yek bi serê xwe barekî wisa giran bû ku li deverên din dewlet û saziyan ev bar didanîn li ser milên xwe. Ji xwe belavkirina alfabeyeke nû ya bi rêya kovarekî di nava kurdan de belkî wî wextî dîsa ji hêla gelek derdoran ve pêkan nedihate dîtin û ken bi vê hewldanê dihate kirin.
Lê Celadet Alî Bedirxan bi praktîzekirina weşandina Kovara Hawarê xeyala xwe pêk anî heta sala 1943´an, 57 hejmarên vê kovarê deranîn. Di nava demê de ev alfabe di nava kurdan de wekî alfabeya kurdî ya latînî rûnişt. Ji kovarê gelek nivîskar û helbestvanên kurd ên bi nav û deng gihiştin ku heta îro jî di gelek waran de wêjevan, wêjehez û hunera kurdan deyndarê wan e. Dîsa bi heman şêweyî gelek nivîskarên kovara Hawarê di qada siyasî ya kurd de jî bûne xwedî misyon û bi kar û barên xwe yên siyasî rê li ber nifşên nû vekirin.
Ger em bala xwe bidin destpêka weşandina kovara Hawarê, armancên wê yên wekî destpêk bi paradoksî xuya dikirin. Lê belê wekî encam di nava demê de diyar bû ku Celadet Alî Bedirxan di rastiyê de mirovekî xwedî vizyonên rasteqînî û di warê pêkanînên armancên xwe de bi zirav bû.
Niha jî li warê bav û kalên Celadet Alî Bedirxan, li Botanê kovareke ku navê xwe ji Hawara wî digire, bi navê Hawara Botan dest bi weşanê dike. Heta niha ne tenê rêbaz lê belê bi taybetî navê kovara Hawarê jî ji gelek kovarên din û dezgehên ragihandinê re bûye îlham. Kovara bi heman navî ku di salên 1980´an de li zindana Amedê diderket, dîsa di salên derbasbûyî de deranîne kovareke bi heman navî li Başûr, di dema qedexekirina rojanameya Azadiya Welat de navgûherandina vê rojnameyê a bi navê Hawar, malper û portalên înternetê ên bi vî navî û herî dawî jî niha weşandina kovara Hawara Botanê didin destnîşankirin ku wextekî nemir Celadet Alî Bedirxan hawara xwe digihand kurdan û niha jî kurd hawara xwe digihînin wî.
Celadet Alî Bedirxan bi weşana kovara Hawarê misyonek danîbû li ser milê xwe. Wî di hejmara yekemîn ya Hawarê de misyona xwe wisa bilêv dikir: „Hawar jû pêve bi her tiştê ko kurdanî û kurdîtî pê bendewar e, dê mijûl bibe. Tinê siyaset jê dûr e, xwe naêxe siyasetê. Hawarê siyaset ji civatên welatî re hiştiye. Bi siyasetê bila ew mijûl bibin. Em jî di warê zanîn, hiner û sinhetê de dê bixebitin.“
Celadet Alî Bedirxan di van hevokan de digot ku ji bilî „siyasetê“ ewê bi her tiştên kurdanî re mijûl bibin lê belê di rastiyê de wî baş dizanî ku tişta ew dike û armanca wî ya sereke rêlibergirtina „siyaseta“ li dijî kurdan a bi armanca asîmîlasyona tê meşandin bû. Mîr Celadet di vê „siyaseta“ xwe de bi ser jî ket û em kurd niha jî di gelek waran de deyndarên wî yên manewî ne.
Li warê mîr Mîr Celadet û li cihê navenda kovara Hawara Botan, li Cizîrê û li gelemperiya Botanê îro jî ne tenê pirsgirêkên kurdan ên „siyasî“ rû didin. Di gelek waran de civak xwedî pirsgirêk e û hêviya min ew e ku kovara Hawara Botanê bikaribe here bi hawara wan pirsgirêkên aborî, tendûristî, zimanî, civakî û çandî ku botanî bi awayekî rojane bi wan re rû bi rû dimînin!
*Ev nivîs di hejmara 1`emîn a kovara Hawara Botan de hatiye wesandin
No comments:
Post a Comment