Ev hevpeyvîn ji hêla Kovara Hawara Botan ve bi Zekî Ozmen re hatiye çêkirin û di hejmara sêyemîn ya heman kovarê de hatiye weşandin...
Te di yazdeh saliya xwe de koçî welatekî biyanî û
dûr kir. Gelo tu dikarî bi taybetî hestên xwe yên wê dema tu derketî bi me re
parve bikî?
We
rast bive ew hestên min ên wê demê her dem li bîra min in. Bifikirin, hûn nû bûne
yanzdeh salî, hûn li gundekî dijîn û hûn gund hemûyî wekî mala xwe dibînin. Ne
demê xwarin û razanê be, hûn qet naçin malê û her dem heta derengî şevê bi hevalên
xwe re ji derve dilîzin. Vêce ji nişkan ve ji we re tê gotin, hûn ê ji wir
herin welatekî biyanî... Xweş tê bîra min ku heta em gihane Almanyayê ez di
birê da gelek caran veşartî û gelek caran vekirî digiriyam. Bi taybetî ti caran
ji bîra min naçe dema em ji Cizîrê li otobûsê siwar bûn û ketin di ser rêya
hevrîşimê de û me berê xwe da Almanyayê. Li Cizîrê nayê bîra min çi hest bi min
re hebûn lê dema min li ser rêya hevrîşim di camên otobûsê re gundê xwe Emerîn
didît, êdî min nedikarî hêstirên xwe ji maliyan veşêrim. Ez wê demê di temenekî
wilo de bûm ku min dizanî êdî ez ê ji
rojaneya gund, leyistok û hevalên xwe qut bibim. Ji wê yekê bi taybetî pirsa di
serê min de ew bû ka ezê beyî gund û hevalên xwe çawa karibim îdare bikim. Ji
ber vê girêdana min a bi gund ve, têkiliyên min ji hevalên min yên li gund qet
qut nebûn. Ew têkilî heta niha jî berdewam dikin.
Dû re êdî tu li
Almanyayê mayî û piştî van bîranînan em derbasî wira bibin. Gelo bi giştî çiqas
kurd li Almanyayê dijîn û li gorî nêrînên te kurdên ku li Almanyayê dijîn
têkiliya wan a bi çand û zimanê wan re di çi astê deye?
Li
gor lêkonên min bi xwe kirî ku min ev lêkolîn di pirtûka xwe ya bi navê “Kurdên
Almanyayê” de jî weşand, hejmara kurdên li vî welatî dijîn zêdeyî milyonekî ye.
Li ser pirsa duyemîn jî, divê ez bibêjim ku kurdên li Almanyayê dijîn ne komek
e homojen e. Kurdên ji herêmên cuda, nifşên cuda û xwedî bîr û baweriyên cuda
li wir dijîn. Di warê çandê de bi taybetî kurdên zêde polîtîze bûyî û her wiha
kurdên ku li herêm an bajêrên ku gelek kurd lê dijîn, bêtir li çanda kurdî ya
serdest a ku ji welêt bi xwe re anîne xwedî diderkevin ango pê dijîn. Di warê
zimên de jî dîsa divê were gotin ku pêwsite em kurdên li Almanyayê dijîn li
gora profîlên li jor kategorîze bikin; Herêmên welêt ên kurd jê hatine di vî
warî de rola herî berbiçav dilîzin. Wekî mînak herî gelek di nava malbatên
botanî û mêrdîniyan de zimanê ragihandinê bi kurdî ye. Lê belê ji hêla din ve
ragihandina di navbera nifşê nû ên heman malbatan de bi almanî ye. Zimanê
serdest ên piraniya malbatên kurdên ji herêmên Amed û banî de bi taybetî bi
tirkî ye. Dîsa kurdên ku di nava siyaseta kurdan de ne bi taybetî zimanê tirkî
wekî zimanê ragihandinê ji xwe re bi kar tînin. Lê bi giştî ji bo elaqeya ji bo
zimanê kurdî were fêm kirin, ez dixwazim vê mînakê bidim: Ji salên 90´an ve li
çar eyaletên Almanyayê bi awayekî fermî dersên lêzêdekirî ên kurdî li
dibistanan têne dayin û dewlet van dersan fînanse dike. Ku hewldaneke cidî were
dayin li piraniya eyaletan jî bi awayekî hêsan û di çarçoweya zagonî de dikare
ev maf were bidestxistin. Lê belê em dev ji vê yekê berdin û berê xwe bidin van
her çar eyaletan; Digel li van her çar eyaletan bi dehezaran zarokên kurdan
diçin dibistanan jî, beşdariya dersên kurdî ji hezar û pêncsed zarokî derbas
nabe.
Te bi çi awayî zimanê xwe yê dayikê parast û anî wê astê ku bikarî pê binivîsî?
Ji
xwe min zaroktayiya xwe li welêt derbas kir û li gund tenê bi kurdî dihate
axaftin. Dîsa li Almanyayê jî zimanê me yê ragihandina di nava malê de bi kurdî
bû û ji wê yekê zimanê kurdî ji bo min her demî rola sereke ya ragihandinê
leyîst. Di derbarê meseleya nivîsandinê de jî, li Almanyayê me her demî wekî
malbat berhemên bi kurdî peyda dikirin û dixwendin. Di vî warî de bandoreke
taybet ya xuşka min a nivîskar Rukiye Ozmen li ser min çêbû. Bi vî awayî ez jî
beyî ku herim kurseke kurdî, ez di nava demê de fêrî rastnivîsa kurdî bûm. Lê
belê divê vê yekê jî bibêjim ku bi destpêkirina nivîsandinê û weşandina nivîsan
re jî di warê rastnivîsa kurdî de bi taybetî di qada înternetê de alîkariya
gelek ciwanmêr û hevalan giha min.
Çima ne wêje lê
lêkolîn? An jî xebatên te yên li ser wêjeyê wê çêbibin?
We
rast bive, ger îro ez bi kurdî dinivîsim û dixwînim, ev yek bi xêra wêjeya
kurdî ye. Ger ez îro rojnamegeriyê, lêkolînan û nivîsan bi kurdî dikim, hemû jî
bandora wêjeya kurdî ya ku min ji temenekî zêde ciwan de detpêkir ku bixwînim e.
Sedemê meyla min a lêkolînê jî bi taybetî girêdayî şertên ez tê de mezin bûme û
her wiha dîsa pîşeyê min ê ku min li zanîngehê li ser xwendiye.
Ji ber ku tu jî botî
yî, tu qet fikiriyî ku berhemekî li ser Botanê binivîsî?
Ji
xwe heta niha çend xebatên min ên lêkolînê yên wekî meqale hatine weşandin.
Dîsa divê were gotin ku rêzdarên wekî Abdulkadir Bingol, Adullah Yaşin, Fadil
Bedirhanoglu û Kerem Soylu berhemên gelekî hêja di derbarê Cizîr û bi taybetî
herêma Botanê de weşandine. Botan ji gelek hêlan ve divê hêjî were
lêkolînkirin, ji ber ev herêm cihekî di warê dîrok, ol, ziman, efsane, tekoşîn
û wêjeyê de roleke mezin lîstiye. Projeyeke xebateke lêkolînî li ser herêma
Botanê li cem min heye lê belê agahdariyên di derbarê naverokê de bila niha
bimînin...
Li gorî te nivîskarên
ku bi kurdî dinivîsînin dikarin ji hest û daxwazên civaka xwe re bibin bersiv?
Dema
ez hejmara kurdên bakurî difikirin û dibînim ku bi giştî her sal kêmî sed û
pêncî pirtûkên bi zimanê kurdî têne weşandin dibînim, ez li ser navê xwe hem li
ber xwe dikevim. Ger em hesabekî matematîkî bikin, gelo serê her çend sed hezar
kurdî berhemek dikeve? Lê belê rastiyeke
vê civakê û ya vî zimanî jî heye ku ev ziman hê nebûye ne zimanê perwerdehiyê û
ne jî zimanê bazarê. Nivîskarên bi vî karî dirabin fedekariyekî dikin.
Ger
ez pirsa we berevajî bikim û bibêjim îro nivîskarên kurd jî mafdar in ku ji me
bipirsin ka gelo civaka kurd çiqasî xwedî li wan diderkeve û wan teşwîkî
afirandina berhemên baştir dike. Bêguman li cihekî ku rexne nebe, pêşketin çê
nabe. Lê dema rexne were kirin jî divê rewşa serdest di destpêkê de were
nirxandin. Binêrin, îro nivîskarekî kurdînivîs ê ku debara xwe bi nivîsandinê
bike û bi vî awayî tenê karê wî nivîsandin be nîn e. Dema tu nikaribî debara
xwe bi nivîsandinê bikî, tu neçarî ji xwe re karekî sereke yê debara xwe pê bikî bibînî û di be re jî nivîskariyê bikî.
Dema nivîskarî ne karê sereke be, gelo wê çiqas pêşveçûn çê bibe? Dîsa gelek
kes berheman dinivîsin lê belê ji ber mesrefa weşandina berhemê nikarin wan çap
bikin û gelek caran jî ji ber kesek ji bo pirtûkekî bide weşandin, xwe deyndar
dike û dû re taqeta wî ya aborî namîne ku berhemeke duwemîn bide çapkirin.
Tişta ez dixwazim bibêjim ev e: Pirsgirêk dualiye û bingeha pirsgirêkê ne ji
her du aliyan jî diqewime. Pirsgirêk ne ji ber sistbûn û bêkêriya nivîskaran e,
pirsgirêk ji ber şertên siyasî yên kurd tê de dijîn e.
Ji ber ku xebatên te li
ser civaknasiyê ye, li gorî te pêdivî bi kîjan lêkolîn û projeyên di derbarê civaka
kurd de hene?
Binêrin,
dema em dibêjin civaka kurd, em behsa civakeke ku zimanê wî hatiye qedexekirin
dikin, behsa civakeke di nava şer de dijî dikin û behsa civakeke ku bi milyonan
ji cih û warên xwe bûne dikin. Dîsa em behsa civakeke ku zarokên wan di
temenê çûyîna dibistana seretayî de ne û
ew zarok hewil didin debara malbatên xwe bi karên cûr bi cûr bikin dikin. Her
wiha em behsa civakeke ku mêr domînant in û gotina jinê pênc quruşan nake dikin.
Bi dehan pirsgirêkên civakî yên ku divê werin rehabîlîtasyonkirin hene. Mixabin
ev yek hemû girêdayî rewşa siyasî ya kurdan e û piraniya van pirsgirêkan jî dikarin
piştî çareseriya erêkirina statûya kurdan werin rehabîlîtasyonkirin. Di vî warî
de şaredariyên di destên kurdan de li hinek bajaran hinek hewildan pêk anîne lê
belê ev xebat ji deryayê dilopek têne hesêbê. Mirov dikare bi dehan projeyên
pêwist ên di derbarê serbiserkirina mafên jin û mêran, rehabîlîtasyonên kesên
ji şer ziyan dîtine, rûxandina pêşhûkmiyên civakî yên li dijî kêmendaman,
alîkarî û rênîşankirinên ji bo misogeriya debara xizanan, pêşdebirina mafên
zarokan, hişyarkirinên di derbarê ziyanên derûnî yên li ser zarokan û
entegrasyona di navbera çînên civakê de pêşniyar bike. Lê belê mixabin ev hev
hewildanên pêwist tên û diçin li rewşa siyasî ya serdet dialiqin. Ji aliyên din
ve pêdiwî gelek bi lêkolînên li ser îstatîstîk û pêdewiyên civakê hene, ji bo
di wê çarçoweyê de proje werin amadekirin. Lê belê ev yek jî tê û dîsa li heman
meseleya siyasî dialiqe.
Bajarê ku kesên wekî
Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Celadet Elî Bedirxan û gelek kesên ku mohra xwe
li dîroka wêje û zimanê kurdî dane
derketine, gelo çima îro di van mijaran de qels maye?
Sedemê
bingehîn yê vê yekê dîsa şertên siyasî yên ku kurd pê re rû bi rû mane. Rast e
ku piraniya bavên klasîkên kurdî di Botanê re derbas bûne û berhem afirandine
lê divê em ji bîr nekin ku wî wextî statûya siyasî ya vê erdnîgariyê cuda bû.
Di wextê wan de pergaleke birêveberiyê ya heta astekî azad hebû. Li medreseyan
ne tenê dersên teolojiyê dihatin dayin, her wiha dersên beşên din yên zanyariyê
jî hebûn. Bi vî awayî aliman xwe pêşve dibirin. Sînordanînên civakî û feodalî
hebûn û heta wî wextî di nava civakê de fikra neteweyetî jî di nava civakê de
belav nebûbû lê belê pêşîgirtineke siyasî û sansûrkirina dîrekt a ji ber
sedemên qewmiyetê wekî ya di sedsala bîstemîn de ne serdest bû. Di vî warî de
referansa me ya hebûn an nebûna niha ya kesên wekî wê demê berhemên bi kurdî
ne. Lê bi avakirina komarê re hem ziman û hem gotin hatin qedexekirin. Ji wê yekê
pêşketin di vî warî de pêk nehatin. Erê Celadet Elî Bedirxan û rewşenbîrên ji
heman malbatê di sedsala derbasbûyî de mohra xwe li dîrokê xistin lê belê wan
berhemên xwe ji derveyî Botanê afirandin. Di sedsala derbasbûyî de dîsa jî
gelek kesan li herêmê berhemên hêja afirandin lê belê ji ber sedemên min li jor
hejmartî, dengên wan dernediket. Dema tu sed pirtûkên bi nirx jî binivîsî lê
haya kesî ji wan pirtûkan nebe û belav nebin, wî wextî ew berhem neyî têne
hesabê. Lê belê em niha rewşeke berevajî dijîn. Îro jî ji Botanê gelek
kesayetên ku berhemên hêja, ji lêkolînan bigirin heta helbest û beşên din ên
wêjeyê dinivîsin hene. Lê belê ji ber pêvajoya qedexeyan û pişaftinê, haya
civakê ji wan kesayet û berhemên wan zêde nîn in ango nirx nadin wan berheman. Ger
em îro bala xwe bidin herêma Botanê, hejmareke baş a kesayetên bi wêje û
lêkolînê ve mijûl dibin hene. Lê belê mixabin ji ber pêvajoya pişaftin û
qedexeyê ya civak tê re derbas bûye, dengê wan nayê bihîstin.
Gava ku te bihîst ku li
warê bav û kalên te, kovareke bi navê “Hawara Botan” ku xwerû bi kurdî derket
te çi hîs kir?
Ji xwe pêşiya kovar derkeve, haya min ji
hewildana deranîna wê hebû lê belê dema hewildan bû rastî hesteke guhertî bi
min re peyda bû. Di wêjeya kurdî de behsa ´ekola Botanê´ tê kirin û cara yekem ji
dilê Botanê kovareke xwerû bi kurdî derdikeve û bi vê rêyê hem nifşên nû ji bo
nivîsandinê têne teşvîkirin û hem jî yên dinivîsin bi vê rêyê hev nas dikin û
dibin alîkarên hev. Vêce roja ku kovar
derket, hesta ´xwezî gorbihûşt Celadet jî ev ev kovar bidîta´ di dilê min re
derbas bû. Kovara Hawar çawa di wêjeya kurdî de şoreşek bû, bi baweriya min
Hawara Botan jî dikarê li herêma Botanê şoreşeke wêjeyî ya kurrdî pêk bîne.
Zekî
Ozmen kî ye?
Zekî Ozmen li
gundê Emerînê yê girêdayî navçeya Cizîra Botan hatiye dinyayê û dibistana
seretayî li gund xwendiye. Di yanzdeh saliya xwe de digel malbata xwe çûye Almanyayê
û li wir pêvajoya xwendina wî ya dibistanê berdewam kiriye. Wî di serdema xwe
ya xwendina dibistanê de pênc salan di radyoyeke herêmî de moderatortiya
bernameyeke perîyodîk a bi zimanê kurdî û almanî kiriye. Her wiha di heman demê
de ji bo ajansên nûçeyan, rojname û portalên cuda ên kurdan nûçegihanî kiriye.
Ozmen xwendina xwe ya bilind li zanîngeha Frankfurtê di beşa Sosyalpedagojiyê
de qedandiye. Wî di sala 2010´an Xelata Taybet a Juriya Xelatên Çapemeniyê yên
Musa Anter sitandiye û her wiha par pirtûka wî ya bi navê ´Kurdên Almanyayê´ ya
lêkolînî bi zimanê kurdî ji weşanên Ronahî hatiye weşandin. Ev şeş sal in ew di
malpera Diyarname.com de qunciknivîsiyê dike û niha jî digel karê
rojnamegeriyê, nivîsên wî di kovar û dezgehên ragihandinê de diderkivin. Her
wiha Zekî Ozmen ji hêla pîşeya xwe ya bingehîj ve niha di Daîreya Kar û Barê Malbat, Ciwan û
Zarokan a şaredariya bajarê Marburg a Almanyayê de wekî sosyalpedagog kar
dike.

No comments:
Post a Comment