28 Apr 2013

‘Dema şîva we bû tirşik vegerin’



Di dîwanên hunermend û nivîskarên kurd de mirov gelek caran dibihîze ku qedrê hunermend û rewşenbîrên li derveyî welêt dijîn li welêt bêhtir tê girtin.

Ne tenê yên li welêt dijîn...

Her wiha bi taybetî gelek hunermendên li derveyî welêt dijîn jî di wê baweriyê de ne ku dema hunermendek ji welêt tê Ewropayê bêhtir qedrê wî tê girtin.

Ka em navberê piçekî tengtir bikin;
Nivîskar an hunermendek ê li bajarekî dijî jî di wê baweriyê de ye ku derdora wî bêhtir qîmet dide yên ji derveyî wî bajarî...

Ji xwe festîvalên şaredariyên kurdan di vî warî de nimûneyek xweş e. Mirov gelek caran ji hunermend û nivîskarên herêma festîval lê tê lidarxistin dibihîse ku wekî şaredarî raxbetê nîşanî nivîskar û hunermendên ji derve dikin, nîşanî yên xwemalî nakin...

Ev şikayet ne tenê li nav nivîskar û hunermendan hene...

Em berê xwe bidin civakê û bi taybetî malbatan; Mirov gelek caran pêrgî şikayetên filankes bêhtir ji filankes hez dike tê. Ji xwe em behsa gotinên mêhla dê û bavan li ser filan keçê an filan kurê malê bêhtir heye nekin...

Gelo naveroka hevokên li jor hemû pêşdarazî ne?

Na!

Cihên kesên dûr di nava jiyanê de cihekî taybet e. Tiştên dûr meraqê bi xwe re diafirînin. Hesret dibe sedem ku ev meraq bêhtir bibe. Mirov bi hûrbînî li ser kesên dûr difikirin.

Ji xwe nivîskar Arthur Schnizler jî dema dijiya digot ku wateya jiyanê ne armancên mirov gihayiyê ye lê rêyên mirov li pey dikevê ne...

Lê dema mirov digihe armancê çi diqewime û ew qedirgitina ji hesretê pêk dihat çiqasî demdirêjî ye?

Mirovekî min dema kesek bi armanca betlaneyê ji Almanya biçûya Kurdistanê , herdem heman şîret dikir: "Dema şîva we bû tirşik vegerin. Ji ber tirşik destnîşana wê yekê ye ku êdî qedrê we li wir nemaye..."

Ez hem bi gotinên fîlozofekî bersiva encama dawîhatina hesretê bidim û hem jî dawî li nivîsa vê carê bînim: Xelîl Cîbran dibêje ku hemû tiştê mirov bi awayekî nehênî di bin zilomatiya şevê de vedişêre, wê piştî demekî di bin ronahiya rojê de xuya bike.

24 Feb 2013

Karesata Medyaya Civakî


Piştî li Kurdistanê çanda televizyonê belav bû, rola çîrokbêjan roj bi roj kêm bû. Di roja me ya îro de çanda çîrokbêjiyê rabûye. Fenomena nû jî medyaya civakî ye.

Em bînin bîra xwe; gelek kesên ji heman gundî yan jî ji heman taxê li hev diciviyan û bi kelecanî li çîrokên çîrokbêjan guhdarî dikirin. Çîrokên kurt ên wekî kurtefîlmên niha, çîrokên dirêj ên mîna fîlmên sînemayê yên niha û çîrokên bi şevan dewam dikirin yên mîna rêzefîlmên niha hebûn.

Guhdar bi rêya çîrokbêj diçûn cih û warên din. Qehremanên xeyalî û yên rastî nas dikirin. asoya wan ya serpêhatî, cih û karekterên cuda fireh dibûn.
Kargêriyek taybet a çîrokê jî lihevcivîna civakê bû. Têkiliyên civakî bi rêya hevdîtinên li mala çîrokbêj an li cihê ku çîrokbêj lê çîrokên xwe digotin şên dibû.  
Çanda televîzyonê jî bi heman kargêriyê dest pê kir. Ji destpêka salên 1980’yan û pê de hêdî hêdî televîzyon li Kurdistanê ketin malan. Bi taybetî li gundên bakurê Kurdistanê gundiyên televîzyon di malên wan de nebûn, li malên ku televîzyon li wan heyî kom dibûn. 

Piştî televîzyon ket hêmû malan, êdî endamên malbatê bi tena serê xwe li fîlm û rêzefîlman temaşe kirin. Kargêriya ku çîrokbêj û destpêka belavbûna televîzyonê bi cih dianî, bi vî awayî ji holê rabû. Her wiha li malbatên ku di odeyên cuda de zêdeyî televîzyonekî heyî, endamên malbatê bi xwe jî ji ber rêzefîlm û fîlmên ji wan hez dikin, dest pê kirin ji hev cuda û di odeyan cuda de temaşe kirin.

Fenomena nû ya serdema me ya ku endamên malbatan û derdorê bêhtir ji hev dûr dike medyaya civakî ye. Malperên medyaya civakî yên mîna facebook û twitterê ku ji gelek hêlan ve bi fêde ne, aliyekî wan ê xirab ê ku kesên nêzîkî hev dûr dikin heye; Ev fenomena nû dibe sedem ku mirovên medyaya civakî bi kar tînin, ji wextê xwe yên didin têkiliyên ferazî, kêmtir wextî didin derdora xwe û bi wan re hindiktir danûstandina civakî dikin.
Nayê bîra min gotina kê bû lê hevokeke ku karesata min li jor behs kirî destnîşan dikir, wiha bû; Medyaya civakî mirovên nêzîk dûr dike û mirovên dûr nêzîk dike.  

Ku roj bê û têkiliyên civakî yên ferazî di nava civakê de ji têkiliyên mirovî yên rû bi rû bêhtir bibe, wî wextî wê di warê têkiliyan de cudahiyek mezin di navbera mirov û alavek hatiye programkirin de nemîne.  

25 Dec 2012

Aliyê neyînî yê modernbûnê

Tevkujiyên li dibistanan ên li Amerîka û Ewropayê di bîst salên dawî de her sal xwe çend caran dubare dikin. Ev fenomena di nava civakên modern de rû dide ne tesadûfî ne û bi awayekî raste rast encama aliyên neyînî yên modernbûnê ye.


Hefteya derbasbûyî li bajarokê Newtown ê Amerîka ciwanekî 20 salî, digel dayika xwe, 20 şagirt û 6 temenmezin kuştin û di dawiyê de wekî piraniya tevkjiyên bi vî rengî, dawî li jiyana xwe jî anî.
Li nava civakên pêşketî û xwedî endustriya bi hêz, takekesî gelekî li pêş e. Têkiliyên civakî, malbatî û xizmî yên ku di nava civakên feodal de wekî nirx tên zanîn, li nava civakên pêşketî de ev nirx asta neyî de ne. Ev nebûna hevgirtina civakî dibe sedem ku takekes gelek caran ji hêla derûnî ve di bin pirsgirêkên xwe yên heyî de bikevin. Ev ketin bi serê xwe nabe sedemê tevkujiyeke bi vî rengê me li jor behsê kir. Lê belê rûdanên li derdorê û amûrên bûne parçeyekî jiyana ciwanan a rojane, hem ciwanan sewqî tevkujiyên bi vî rengî dikin û hem jî teşwîqî îspatkirina xwe ya bi rêbaza wan amûran dikin.


Ciwanên ku serî li tevkujiyên bi vî rengî didin ji bilî yek-du îstîsnayan, heta niha hemû kur bûn. Her yek ji wan jî bi pirsgirêkên derûnî re rû bi rû mabûn. Her wiha hema bêje heta niha kesên serî li vê cureyê tevkuyiyê dane jî, li malên wan çek hebûn. Bi gotineke din, hebûna çekan a di mal de bi xwe bûye sedemê teşwîqa tevkujiyên bi vî rengî. Divê em vê yekê jî lê zêde bikin; Li Amerîkayê derdora 300 mîlyon çek di nav takekes û malbatan de hene...
Lîstikên tundûtûjiyê yên kompîteran û fîlmên tije şîdet jî motîfekê din yên teşwîqkirina ciwanan a ber bi bûyerên vî rengî ne. Ciwan rola qehremanên lîstikan û fîlman ji xwe re dikin mînak û bi rola wan qehremanên ferazî radibin. Bi vî awayî hewl didin hem ‘heyfa ketina xwe ji civakê hilînin’ û hem jî ‘mêraniya xwe naşî civakê bikin’.
Dinyaya global a ku jiyan xweş û hêsan kiriye, di vî alî de roleke neyînî dilîze. Dema bûyerên bi vî rengî diqewimin, li seranserî cîhanê tên behskirin. Ev behskirin ango nûçeyên bûyerên bi vî rengî, bi serê xwe ji kesên xwedî meylên bi vî rengî re, dibin teşwîqker.

Di dawiyê de divê behsa rêbazên pêşîgirtina bûyerên bi vî rengî jî were kirin. Di aliyê binavkirinê de rêbaz diyar in: Şidandina qanûna çekan ango qedexekirina bikaranîna çekan a takekesan, ne sansur be jî ji nû ve sazkirina lîstikên kompîteran û fîlmên tundûtujiyê û rehabîlîtasyona mexdûrên ciwan ên bi pirsgirêkên derûnî re rû bi rû dimînin.
Di aliyê pratîkî de mixabin ne pêkan e ku mirov bikare bibêje wê dewlet van rêbazên pêşîgirtinê ên li jor hatina bilêvkirin pêk bînin.

21 Oct 2012

Burhan Kuzu mafdar e!




Daxwaza perwerdehiya kurdî ji aliyê Burhan Kuzu ve wekî "Biyêkirina Şeytên" hate bilêvkirin. 

Burhan Kuzu ne kesekî ji rêze ye. Ew Serokê Komîsyona Destûra Bingehîn a Meclisa Tirkiyeyê ye. Komîsyona Destûra Bingehîn a Meclisa Tirkiyeyê komîsyona ku ev bi salan e gelek derdoran hêviya xwe ya demokratbûna Tirkiyeyê pê ve girêdane. 


Gotina Burhan Kuzu yê AKP’yî ya "Daxwaza perwerdehiya kurdî biyêkirina Şeytên e, ji ber ku ev yek wê welêt parçe bike", nîşan dide ku wê di Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê de rêya perwerdehiya kurdî neyê vekirin.
Meseleya Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê ya nû aliyekî meselê ye. Lê belê aliyê din ê meseleyê jî ew e ka çiqas rast e ku daxwaza perwerdehiya kurdî "Biyêkirina Şeytên e û wê Tirkiyeyê parçe bike."

Burhan Kuzu ji hêla xwe ve mafdar e. Kilîta mayîn û nemana kurdan ziman e. Ger kurdî bibe zimanê perwerdehiyê wê siyaseta asîmîlasyona dewleta Tirkiyeyê ya ji roja hatiye damezirandin ve têk here. Dewlet vê yekê baş dizane, lewma bi hemû şêweyî li ber xwe dide da ku perwerdehiya bi zimanê kurdî pêk neyê.
Burhan Kuzu bi awayekî vekirî behsa girîngiya zimanê kurdî dike lê belê xuya ye ku kurd bi xwe vê yekê ferq nakin. Erê kesayet, sazî û rêxistinên kurdan doza perwerdehiya kurdî dikin lê belê tu li pratîka wan dinêrî, rabûn û rûniştina wan bi zimanê tirkî ye. 

Ji bo dîtina vê yekê, mirov serdaneke saziyek kurdan bike bes e...

Serokê Komîsyona Destûra Bingehîn a Meclisa Tirkiyeyê bi dilê me be an ne bi dilê me be jî, bi gotinên xwe yên li jor bi awayekî vekirî behsa girîngiya zimanê kurdî dike. Ne tenê girîngî, her wiha dibêje ku xwedîlêderketina zimanê kurdî dikare kurdan ber bi serxwebûnê ve jî bibe. 

Dema sazî û rêxistinên kurdan jî wekî Kuzu girîngî bidin vê rastiyê û destpêkê bi kurdî biaxifin, paşê banga xwedîderketina kurdî li kurdan bikin, wê demê perwerdehiya kurdî û pêşîlêgirtina asîmîlasyonê jî dê mîsoger bibe.

19 Oct 2012

Zarok li fîlmên bi kurdî temaşe dikin

Li Hewlêrê di dema serdana xwe ya malbatekî de ҫav bi zarokên li malê yên li televizyonê temaşe dikirin ketim. Zarokan bêdeng û bi baldariyeke mezin li televizyonê temaşe dikirin. Fîlmê lê temaşe dikirin, fîmekî karton ê zarokan ê bi kurdî bû.

Ez bi wî dîmenî zêde hestiyar bûm; Zaroktayiya min hate bîra min. Di temênê xwe yê zaroktayiyê de ji ber nebûna televizyonên kurdî min li fîlmên karton yên bi tirkî temaşe dikirin. Dû re jî li Almanyayê êdî min dest bi temaşekirina fîlmên karton ên bi almanî kir.

Sal derbas bûn û yekem tv ya kurdî Med tv vebûbû. Edî di wê televiyzonê de fîlmên karton ên bi dublaja kurdî hatin weşandin. Lê belê ji ber êdî temenê min ber bi ciwantiyê ve derketibû, ne ji ber naveroka fîlm lê belê ji ber meraqa dublaja kurdî car caran min li wan fîlmên karton ên bi kurdî temaşe dikir.

Li wê malbata Kurd a Hewlêrî bi dîtina wan zarokên ku li fîlm temaşe dikirin re, bi taybetî zarokên kurd ên li bakurê Kurdistanê, Tirkiye û Ewropayê hatin bîra min.

Ez ҫavdêrê wê yekê me ku zarokên Kurdan ên li bakurê Kurdistan û yên li Tirkiyeyê hê jî li fîlmên karton ên bi tirkî û li Ewropayê jî yên zimanên ewropî temaşe dikin.

Rast e,  hema bêje niha di hemû televizyonên kurdan de fîlmên karton ên bi kalîte têne weşandin. Lê belê li van welatên navderbasbûyî hê jî televizyonên kurdan nekarîne zarokên kurdan bikişînin xwe.
Heta radeyekî sedemê vê yekê dublaja fîlmên karton ê zarokan ên ku beyî berҫavgirtina aliyê pedagojîk a zimanî ye. Lê belê sedemê bingehîn yê vê yekê nebûna perwerdehiya bi kurdî ye. Ji ber zarok di dibistanên Bakur û Tirkiyeyê de bi tirkî perwerde dibin û li Ewropayê jî bi zimanên ewropî, ew li fîlmên bi wan zimanan temaşe dikin.

Bêguman dikare were gotin ku ji xwe zimanê zikmakî yên zarokên kurdan bi kurdî ye û her wiha zimanê ragihandinê yê di nava malbatê de jî bi kurdî ye û ҫima zarok li fîlmên kurdî temaşe nakin?

Belê, ji xwe nakokî ji vir û pê de destpê dike; Dezgehên ragihandinê yên bi kurmancî heta radeyekî kurmanciyek ku wekî ´standart´ were bilêvkirin di nava kurdan de bi cih kirine. Lê belê ev kurmanciya ´standart´ nebûye zimanê ku malbat di nava xwe de bi kar tînin. Ger em îstisnaya malbatên ciwan ên dildarê zimanê kurdî jê derînin, hemû malbat devoka xwe ya herêmî di nava xwe de wekî zimanê ragihandinê bi kar tînin. Ev yek jî dibe sedem ku zarokên kurdan wê kurmanciya ´standart´ a di fîlmên karton ên bi kurdî de fêm nekin û ji wê yekê jî temaşeyî televizyonên kurdî nekin.

Ji bo ku zarokên Kurdan ji bilî başûrê Kurdistanê jî li fîlmên karton ên bi kurdî bi tehm temaşe bikin, divê li welatê lê ne jî perwerdehiya kurdî bibînin. Tenê ji bo vê yekê bi xwe jî mabe, li Bakur û li parҫayên din ên Kurdistanê statûyek ji bo kurdan şert e.

Di vî warî de niha li rojavayê Kurdistanê temelek tê avêtin û aqûbet li ser Bakur û Rojhilat jî be.    

Dîroka kurdan li ber ҫavan dirûxe


Ev ҫend sal in her sal ҫend caran diҫim Bakurê Kurdistanê û heta ji min tê hewil didim erdnîgariyên cuda yên vî welatî û cihên dîrokî bibînim. 

Ji bo ҫavdêriya ka dewlet ҫiqasî qedir û qîmet dide cihên dîrokî yên li ser erdnîgariya kurdan û dike di xizmeta tûrîzmê de, serdanên du-sê cihan bes in.
Bi van ҫavdêriyan wê baş were xuyakirin ku parastina cihên dîrokî li aliyekî, dewlet bi zanebûn van jibermayiyên ku mîratên dîrokê ne bi rûxandinê re rû bi rû dihêle.

Dema cara yekemîn min ji berya sê salan Heskîf dîtibû û ҫav bi kelih û xaniyên dîrokî ên roj bi roj diherifin ketibûm, hinavên min peritîbûn. Ji xwe pêwist nakê were behskirin ku ne tenê ev yek, her wiha bajarê Heskîfê wê di dahatûyê de di bin bendavek dewletê de bimîne.

Dîsa dema cara yekemîn ҫûbûm jibermayiyên Împeratoriya Roma û Farisan a li gundê Darê ya di navbera Nisêbîn û Mêrdînê de hestek weke dema yekem car ҫûbûm bajarê antîk ê Romayê bi min re peyda bûbû. Ez matmayî mabûm ku formatek biҫûk a bi heybet a bajarê Romayê yê antîk li Kurdistanê ye û heta wê demê haya min jê ҫênebûbû.

Ne tenê haya min ji Darê nebû, her wiha mirov di katalogên tûrîzmê de jî pêrgî hebûna bajarekî wisa nayê. Ger danasîna wê were kirin wê salê bi sedhezaran turîst herin serdana wê.

Min vê carê delfet dît herim Qesra Îshak Paşa ya li Bazîdê û gorna Ehmedê Xanî jî. Banê qesrê bi mebesta restorasyonê wekî mînaka tirba Mem û Zîn a li Cizîrê ji forma dîrokî deranîne. Gorna Ehmedê Xanî jî heta ji wan hatiye ji kesayetî û armancên wî dûr xistine û kesek biyanî herê serdana wê, dê qet nizanibe ku Ehmedê Xanî kurd bû û bi kurdî jî nivîstiye.

Dîsa vê carê ez ҫûm medreseya Feqiyê Teyran a li ser rêya Basa. Banê Medreseyê û hêtên du aliyên wê herifîne û kesekî di ber re derbas be, wê qet nizanibe ku ew kolika şivanekî an medreseyek dîrokî ye.

Qesra Elo Dîno jî ku li ser heman rêyê li aliyê din ê ҫemê Dîcleyê ye bi heman aqûbetê re rû bi rû ye.

Keleha Mêrdînê û ya Findikê bi heman şêweyî di vî warî de du nimûyên berbiҫav ên ku leşker tê de ne û kesek nikare serdana wan bikin. Her wiha nimûneyek din jî derketina leşkeran a ji Birca Belek a mîrektiya 

Bedirxaniyan e, ku texrîbatên gelekî mezin li mîmariya wê yên dîrokî kirine.

Lîsteya me dikare were zêdekirin lê evqas nimûne bes in...
Li gor ku dewlet bi vî rengî nêzîkî cihên dîrokî yên li Kurdistanê dibe, gelo kurd bi xwe li dijî vê yekê dikarin ҫi bikin?

Bersiv hêsan e; Divê hem siyaseta kurd û hem jî birêveberên herêmî yên kurd bi plan û projeyên demdirêjî hem li van cihên dîrokî xwedî derkevin û hem jî hawarên xwe bigihînin sazîyên Yekîtiya Ewropayê û Unescoyê.         

13 Jun 2012

"Em behsa civakek e di nava şer de dijî dikin!"

Hevpeyvîn... Hevpeyvîn... Hevpeyvîn...


Ev hevpeyvîn ji hêla Kovara Hawara Botan ve bi Zekî Ozmen re hatiye çêkirin û di hejmara sêyemîn ya heman kovarê de hatiye weşandin...

Te di  yazdeh saliya xwe de koçî welatekî biyanî û dûr kir. Gelo tu dikarî bi taybetî hestên xwe yên wê dema tu derketî bi me re parve bikî?
 We rast bive ew hestên min ên wê demê her dem li bîra min in. Bifikirin, hûn nû bûne yanzdeh salî, hûn li gundekî dijîn û hûn gund hemûyî wekî mala xwe dibînin. Ne demê xwarin û razanê be, hûn qet naçin malê û her dem heta derengî şevê bi hevalên xwe re ji derve dilîzin. Vêce ji nişkan ve ji we re tê gotin, hûn ê ji wir herin welatekî biyanî... Xweş tê bîra min ku heta em gihane Almanyayê ez di birê da gelek caran veşartî û gelek caran vekirî digiriyam. Bi taybetî ti caran ji bîra min naçe dema em ji Cizîrê li otobûsê siwar bûn û ketin di ser rêya hevrîşimê de û me berê xwe da Almanyayê. Li Cizîrê nayê bîra min çi hest bi min re hebûn lê dema min li ser rêya hevrîşim di camên otobûsê re gundê xwe Emerîn didît, êdî min nedikarî hêstirên xwe ji maliyan veşêrim. Ez wê demê di temenekî wilo de bûm ku min dizanî êdî ez ê  ji rojaneya gund, leyistok û hevalên xwe qut bibim. Ji wê yekê bi taybetî pirsa di serê min de ew bû ka ezê beyî gund û hevalên xwe çawa karibim îdare bikim. Ji ber vê girêdana min a bi gund ve, têkiliyên min ji hevalên min yên li gund qet qut nebûn. Ew têkilî heta niha jî berdewam dikin.      

Dû re êdî tu li Almanyayê mayî û piştî van bîranînan em derbasî wira bibin. Gelo bi giştî çiqas kurd li Almanyayê dijîn û li gorî nêrînên te kurdên ku li Almanyayê dijîn têkiliya wan a bi çand û zimanê wan re di çi astê deye?
Li gor lêkonên min bi xwe kirî ku min ev lêkolîn di pirtûka xwe ya bi navê “Kurdên Almanyayê” de jî weşand, hejmara kurdên li vî welatî dijîn zêdeyî milyonekî ye. Li ser pirsa duyemîn jî, divê ez bibêjim ku kurdên li Almanyayê dijîn ne komek e homojen e. Kurdên ji herêmên cuda, nifşên cuda û xwedî bîr û baweriyên cuda li wir dijîn. Di warê çandê de bi taybetî kurdên zêde polîtîze bûyî û her wiha kurdên ku li herêm an bajêrên ku gelek kurd lê dijîn, bêtir li çanda kurdî ya serdest a ku ji welêt bi xwe re anîne xwedî diderkevin ango pê dijîn. Di warê zimên de jî dîsa divê were gotin ku pêwsite em kurdên li Almanyayê dijîn li gora profîlên li jor kategorîze bikin; Herêmên welêt ên kurd jê hatine di vî warî de rola herî berbiçav dilîzin. Wekî mînak herî gelek di nava malbatên botanî û mêrdîniyan de zimanê ragihandinê bi kurdî ye. Lê belê ji hêla din ve ragihandina di navbera nifşê nû ên heman malbatan de bi almanî ye. Zimanê serdest ên piraniya malbatên kurdên ji herêmên Amed û banî de bi taybetî bi tirkî ye. Dîsa kurdên ku di nava siyaseta kurdan de ne bi taybetî zimanê tirkî wekî zimanê ragihandinê ji xwe re bi kar tînin. Lê bi giştî ji bo elaqeya ji bo zimanê kurdî were fêm kirin, ez dixwazim vê mînakê bidim: Ji salên 90´an ve li çar eyaletên Almanyayê bi awayekî fermî dersên lêzêdekirî ên kurdî li dibistanan têne dayin û dewlet van dersan fînanse dike. Ku hewldaneke cidî were dayin li piraniya eyaletan jî bi awayekî hêsan û di çarçoweya zagonî de dikare ev maf were bidestxistin. Lê belê em dev ji vê yekê berdin û berê xwe bidin van her çar eyaletan; Digel li van her çar eyaletan bi dehezaran zarokên kurdan diçin dibistanan jî, beşdariya dersên kurdî ji hezar û pêncsed zarokî derbas nabe.   


Te bi çi awayî zimanê xwe yê dayikê parast û anî wê astê ku bikarî pê binivîsî?
Ji xwe min zaroktayiya xwe li welêt derbas kir û li gund tenê bi kurdî dihate axaftin. Dîsa li Almanyayê jî zimanê me yê ragihandina di nava malê de bi kurdî bû û ji wê yekê zimanê kurdî ji bo min her demî rola sereke ya ragihandinê leyîst. Di derbarê meseleya nivîsandinê de jî, li Almanyayê me her demî wekî malbat berhemên bi kurdî peyda dikirin û dixwendin. Di vî warî de bandoreke taybet ya xuşka min a nivîskar Rukiye Ozmen li ser min çêbû. Bi vî awayî ez jî beyî ku herim kurseke kurdî, ez di nava demê de fêrî rastnivîsa kurdî bûm. Lê belê divê vê yekê jî bibêjim ku bi destpêkirina nivîsandinê û weşandina nivîsan re jî di warê rastnivîsa kurdî de bi taybetî di qada înternetê de alîkariya gelek ciwanmêr û hevalan giha min.

Çima ne wêje lê lêkolîn? An jî xebatên te yên li ser wêjeyê wê çêbibin?
We rast bive, ger îro ez bi kurdî dinivîsim û dixwînim, ev yek bi xêra wêjeya kurdî ye. Ger ez îro rojnamegeriyê, lêkolînan û nivîsan bi kurdî dikim, hemû jî bandora wêjeya kurdî ya ku min ji temenekî zêde ciwan de detpêkir ku bixwînim e. Sedemê meyla min a lêkolînê jî bi taybetî girêdayî şertên ez tê de mezin bûme û her wiha dîsa pîşeyê min ê ku min li zanîngehê li ser xwendiye.  

Ji ber ku tu jî botî yî, tu qet fikiriyî ku berhemekî li ser Botanê binivîsî?
Ji xwe heta niha çend xebatên min ên lêkolînê yên wekî meqale hatine weşandin. Dîsa divê were gotin ku rêzdarên wekî Abdulkadir Bingol, Adullah Yaşin, Fadil Bedirhanoglu û Kerem Soylu berhemên gelekî hêja di derbarê Cizîr û bi taybetî herêma Botanê de weşandine. Botan ji gelek hêlan ve divê hêjî were lêkolînkirin, ji ber ev herêm cihekî di warê dîrok, ol, ziman, efsane, tekoşîn û wêjeyê de roleke mezin lîstiye. Projeyeke xebateke lêkolînî li ser herêma Botanê li cem min heye lê belê agahdariyên di derbarê naverokê de bila niha bimînin...

Li gorî te nivîskarên ku bi kurdî dinivîsînin dikarin ji hest û daxwazên civaka xwe re bibin bersiv?
Dema ez hejmara kurdên bakurî difikirin û dibînim ku bi giştî her sal kêmî sed û pêncî pirtûkên bi zimanê kurdî têne weşandin dibînim, ez li ser navê xwe hem li ber xwe dikevim. Ger em hesabekî matematîkî bikin, gelo serê her çend sed hezar kurdî  berhemek dikeve? Lê belê rastiyeke vê civakê û ya vî zimanî jî heye ku ev ziman hê nebûye ne zimanê perwerdehiyê û ne jî zimanê bazarê. Nivîskarên bi vî karî dirabin fedekariyekî dikin. 
Ger ez pirsa we berevajî bikim û bibêjim îro nivîskarên kurd jî mafdar in ku ji me bipirsin ka gelo civaka kurd çiqasî xwedî li wan diderkeve û wan teşwîkî afirandina berhemên baştir dike. Bêguman li cihekî ku rexne nebe, pêşketin çê nabe. Lê dema rexne were kirin jî divê rewşa serdest di destpêkê de were nirxandin. Binêrin, îro nivîskarekî kurdînivîs ê ku debara xwe bi nivîsandinê bike û bi vî awayî tenê karê wî nivîsandin be nîn e. Dema tu nikaribî debara xwe bi nivîsandinê bikî, tu neçarî ji xwe re karekî sereke yê debara xwe pê  bikî bibînî û di be re jî nivîskariyê bikî. Dema nivîskarî ne karê sereke be, gelo wê çiqas pêşveçûn çê bibe? Dîsa gelek kes berheman dinivîsin lê belê ji ber mesrefa weşandina berhemê nikarin wan çap bikin û gelek caran jî ji ber kesek ji bo pirtûkekî bide weşandin, xwe deyndar dike û dû re taqeta wî ya aborî namîne ku berhemeke duwemîn bide çapkirin. Tişta ez dixwazim bibêjim ev e: Pirsgirêk dualiye û bingeha pirsgirêkê ne ji her du aliyan jî diqewime. Pirsgirêk ne ji ber sistbûn û bêkêriya nivîskaran e, pirsgirêk ji ber şertên siyasî yên kurd tê de dijîn e.

Ji ber ku xebatên te li ser civaknasiyê ye, li gorî te pêdivî bi kîjan lêkolîn û projeyên di derbarê civaka kurd de hene?
Binêrin, dema em dibêjin civaka kurd, em behsa civakeke ku zimanê wî hatiye qedexekirin dikin, behsa civakeke di nava şer de dijî dikin û behsa civakeke ku bi milyonan ji cih û warên xwe bûne dikin. Dîsa em behsa civakeke ku zarokên wan di temenê  çûyîna dibistana seretayî de ne û ew zarok hewil didin debara malbatên xwe bi karên cûr bi cûr bikin dikin. Her wiha em behsa civakeke ku mêr domînant in û gotina jinê pênc quruşan nake dikin. Bi dehan pirsgirêkên civakî yên ku divê werin rehabîlîtasyonkirin hene. Mixabin ev yek hemû girêdayî rewşa siyasî ya kurdan e û piraniya van pirsgirêkan jî dikarin piştî çareseriya erêkirina statûya kurdan werin rehabîlîtasyonkirin. Di vî warî de şaredariyên di destên kurdan de li hinek bajaran hinek hewildan pêk anîne lê belê ev xebat ji deryayê dilopek têne hesêbê. Mirov dikare bi dehan projeyên pêwist ên di derbarê serbiserkirina mafên jin û mêran, rehabîlîtasyonên kesên ji şer ziyan dîtine, rûxandina pêşhûkmiyên civakî yên li dijî kêmendaman, alîkarî û rênîşankirinên ji bo misogeriya debara xizanan, pêşdebirina mafên zarokan, hişyarkirinên di derbarê ziyanên derûnî yên li ser zarokan û entegrasyona di navbera çînên civakê de pêşniyar bike. Lê belê mixabin ev hev hewildanên pêwist tên û diçin li rewşa siyasî ya serdet dialiqin. Ji aliyên din ve pêdiwî gelek bi lêkolînên li ser îstatîstîk û pêdewiyên civakê hene, ji bo di wê çarçoweyê de proje werin amadekirin. Lê belê ev yek jî tê û dîsa li heman meseleya siyasî dialiqe. 

Bajarê ku kesên wekî Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Celadet Elî Bedirxan û gelek kesên ku mohra xwe li dîroka wêje  û zimanê kurdî dane derketine, gelo çima îro di van mijaran de qels maye?
Sedemê bingehîn yê vê yekê dîsa şertên siyasî yên ku kurd pê re rû bi rû mane. Rast e ku piraniya bavên klasîkên kurdî di Botanê re derbas bûne û berhem afirandine lê divê em ji bîr nekin ku wî wextî statûya siyasî ya vê erdnîgariyê cuda bû. Di wextê wan de pergaleke birêveberiyê ya heta astekî azad hebû. Li medreseyan ne tenê dersên teolojiyê dihatin dayin, her wiha dersên beşên din yên zanyariyê jî hebûn. Bi vî awayî aliman xwe pêşve dibirin. Sînordanînên civakî û feodalî hebûn û heta wî wextî di nava civakê de fikra neteweyetî jî di nava civakê de belav nebûbû lê belê pêşîgirtineke siyasî û sansûrkirina dîrekt a ji ber sedemên qewmiyetê wekî ya di sedsala bîstemîn de ne serdest bû. Di vî warî de referansa me ya hebûn an nebûna niha ya kesên wekî wê demê berhemên bi kurdî ne. Lê bi avakirina komarê re hem ziman û hem gotin hatin qedexekirin. Ji wê yekê pêşketin di vî warî de pêk nehatin. Erê Celadet Elî Bedirxan û rewşenbîrên ji heman malbatê di sedsala derbasbûyî de mohra xwe li dîrokê xistin lê belê wan berhemên xwe ji derveyî Botanê afirandin. Di sedsala derbasbûyî de dîsa jî gelek kesan li herêmê berhemên hêja afirandin lê belê ji ber sedemên min li jor hejmartî, dengên wan dernediket. Dema tu sed pirtûkên bi nirx jî binivîsî lê haya kesî ji wan pirtûkan nebe û belav nebin, wî wextî ew berhem neyî têne hesabê. Lê belê em niha rewşeke berevajî dijîn. Îro jî ji Botanê gelek kesayetên ku berhemên hêja, ji lêkolînan bigirin heta helbest û beşên din ên wêjeyê dinivîsin hene. Lê belê ji ber pêvajoya qedexeyan û pişaftinê, haya civakê ji wan kesayet û berhemên wan zêde nîn in ango nirx nadin wan berheman. Ger em îro bala xwe bidin herêma Botanê, hejmareke baş a kesayetên bi wêje û lêkolînê ve mijûl dibin hene. Lê belê mixabin ji ber pêvajoya pişaftin û qedexeyê ya civak tê re derbas bûye, dengê wan nayê bihîstin.    

Gava ku te bihîst ku li warê bav û kalên te, kovareke bi navê “Hawara Botan” ku xwerû bi kurdî derket te çi hîs kir?
Ji xwe pêşiya kovar derkeve, haya min ji hewildana deranîna wê hebû lê belê dema hewildan bû rastî hesteke guhertî bi min re peyda bû. Di wêjeya kurdî de behsa ´ekola Botanê´ tê kirin û cara yekem ji dilê Botanê kovareke xwerû bi kurdî derdikeve û bi vê rêyê hem nifşên nû ji bo nivîsandinê têne teşvîkirin û hem jî yên dinivîsin bi vê rêyê hev nas dikin û dibin alîkarên hev.  Vêce roja ku kovar derket, hesta ´xwezî gorbihûşt Celadet jî ev ev kovar bidîta´ di dilê min re derbas bû. Kovara Hawar çawa di wêjeya kurdî de şoreşek bû, bi baweriya min Hawara Botan jî dikarê li herêma Botanê şoreşeke wêjeyî ya kurrdî pêk bîne.

Zekî Ozmen kî ye?
Zekî Ozmen li gundê Emerînê yê girêdayî navçeya Cizîra Botan hatiye dinyayê û dibistana seretayî li gund xwendiye. Di yanzdeh saliya xwe de digel malbata xwe çûye Almanyayê û li wir pêvajoya xwendina wî ya dibistanê berdewam kiriye. Wî di serdema xwe ya xwendina dibistanê de pênc salan di radyoyeke herêmî de moderatortiya bernameyeke perîyodîk a bi zimanê kurdî û almanî kiriye. Her wiha di heman demê de ji bo ajansên nûçeyan, rojname û portalên cuda ên kurdan nûçegihanî kiriye. Ozmen xwendina xwe ya bilind li zanîngeha Frankfurtê di beşa Sosyalpedagojiyê de qedandiye. Wî di sala 2010´an Xelata Taybet a Juriya Xelatên Çapemeniyê yên Musa Anter sitandiye û her wiha par pirtûka wî ya bi navê ´Kurdên Almanyayê´ ya lêkolînî bi zimanê kurdî ji weşanên Ronahî hatiye weşandin. Ev şeş sal in ew di malpera Diyarname.com de qunciknivîsiyê dike û niha jî digel karê rojnamegeriyê, nivîsên wî di kovar û dezgehên ragihandinê de diderkivin. Her wiha Zekî Ozmen ji hêla pîşeya xwe ya bingehîj ve  niha di Daîreya Kar û Barê Malbat, Ciwan û Zarokan a şaredariya bajarê Marburg a Almanyayê de wekî sosyalpedagog kar dike.       

Em neheqiyê li nivîskarên kurd dikin


Nivîskarên bi kurdî dinivîsin û berheman diweşînin her dem bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Ji aliyê din ve wekî civak em rexneyê li wan dikin ka çima ew berhemên baş jî naafirînin.
Ez bi xwe wekî şexs gelek caran pirsa ka gelo em wekî civak ne neheqiyê li nivîskarên bi kurdî dinivîsin dikin li xwe dikim.
Di serdema niha de ger kesek nivîskariya kurdî dike, ew bi dildarî vî karî dike. Bi taybetî di nava kurdînivîsên ji Bakur de haya min bi xwe ji kesekî nîn e ku profesyonelî vî karî dike. 
Bi gotinek din; Ez pê nehisiya me ku nivîskarek kurd wekî karê sereke nivîskariyê dike. Pê ve girêdayî jî, pê nehisiya me ku nivîskarek kurd xwedî ofîs, sekreter û komek xebatkarên ji bo lêkolînên wî nivîskarî dixebitin hene.
Her nivîskar debara jiyana xwe bi karekî din dike. Ev kar belkî karkirina li fabrîqeyekî yan li qesabxaneyekî, yan jî şofortiya texsiyê be. 
Ger kesek ji mecbûrî her roj derdora deh saetên xwe bide karekî bi vî rengî û di ser de xwedî malbat be jî, gelo wê çend saetên wî yên ji bo lêkolîna berhemên wî hebe û çiqasî bikariba berhemek tekûz a li gora dilê xwe binivîsê. 
Di nava kurdan de nivîsakrên ku ji hêla pîşeya serekî ve mamoste ne belkî girêdanek wan a rojane ya îndîrekt bi karê nivîsê re çêdibe. Lê ew jî wekî yên din xwedî bi dehan pirsgirêkên ku dibin sedema xitimandina berhemafirêneriyê ne.
Ev pirsgirêkên sereke jî ev in; Kurdînivîsek ku bi kurdî perwerdehiya dibistanê dîtibe nîne. Ji aliyê din ve piyaseya pirtûkên bi kurdî bi xwe jî hama bêje neyî ye. Ger em pirsgirêka nivîskar û peydakirina weşanxeyak kurd a ji bo weşandina wê berhema wî jî lê bikin, mebesta min wê baştir were fêmkirin. Ji xwe ger em bibêjin ku piraniya nivîskaran ji bilî wext û enerjiya ji bo berhema xwe terxan dikin, di ser halan de heqê weşandina pirtûka xwe jî didin weşanger, em dikarin bifikirin ku nivîskar encax çend salan carekî bikaribe berhemekî bide weşandin.
Pirsgirêka belavkirina pirtûkan aliyekê din ê babetê ye ku ji bo berhemên bi kurdî hem raxbet kêm e, hem reklam kêm jê te re tê çêkirin û hem jî di vî warî de saziyek serê xwe bi babetê re bide êşandin tune ye. 
Bêguman ji bo pêşveçûnê divê heta dawiyê rexneyên çêker li berhemên kurdî werin kirin û pê re jî di dawiya vê babetê de ez dixwazim ji dilê xwe vê yekê bibêjim: Nivîskarên bi kurdî bi awayek dildarî vî karî dikin spasiyek ji dil û dil heq dikin... 

Projeyek ji bo belavkirina berhemên bi kurdî li Ewropayê

Kurdên li Ewropayê dijîn û berhemên xwe bi kurdî diafirînin di warê belavkirina berhemên xwe de xwedî pirsgirêkên mezin in. Li mala her nivîskarekî li ser refê wan pirtûkên wan ên hatine çapkirin û nayên belavkirin li benda xwedîlêderketinê ne. Li Ewropayê berhemên bi kurdî li şev, meş û festîvalên siyasî têne pêşkêşkirin û firotin. Lê belê ji ber saziyên kurdan ên bi karê firotina berhaman a li ser standan dirabîn tenê bi çavê aborî li meseleyê dinêrin, ne ew hewl didin ku teşwîka firotina berhemên bi kurdî çêbibe û ne jî raxbeta civakê ji bo berhemên bi kurdî heye.
Li ser vê yekê wê rojê nivîskar Fêrgîn Melîk Aykoç fikreke xweş anî zimên û ez jî bi navê wî dixwazim vê proje-fikra wî ji bo nivîskarên kurd ên li Ewropayê dijîn belav bikim: Li Ewropayê hejmarek berbiçav a nivîskarên bi kurdî berheman diafirînin heye. Her wiha girseya kurd a xurt li hemû bajarên Ewropayê heye. Bi rêya tura bajar bi bajar a xwendina berhemên bi kurdî hem wê berhemên kurdî ji bo girseya li wan bajaran dijîn werin danasîn û hem jî wê nivîskar delfeta belavkirina berhemên xwe bi vê rêbazê bibînin. Di warê organîzekirinê de jî; 
Ji bo ev fikir bikeve di pratîkê de, pêwist e pêşiyê bi kêmasîve carekî nivîskarên dixwazin di nava vê projeyê de cih bigirin li hev bicivin û plansaziyek dem û cîh deynin.Li wan bajarên ku nivîskarek kurd lê dijî, nivîskar bi xwe dikare vê projeyê li wir organîze bike û nivîskarên din vexwînî û li bajarên din ên ku nivîskar lê nejîn jî, bi rêya nas, dost û saziyên kurdan ên li wan bajaran dikare ev yek li wan deran jî were organîzekirin. Kesên ku dixwazin di projeyê de cih bigirin, dikarin bi nivîskar Fêrgîn Melîk Aykoç re bikevin di nava têkiliyê de. 


18 Apr 2012

Balefirgeha Amedê

 Mehên tîrmehê û tebaxê mehên betlaneyê ne û hê niha bi hezaran kurdên li Ewropayê dijîn ketina di nava liv û tevgera peydakirina bilêtên balefiran de. Lê belê Balefirgeha Amedê wê ji destpêka meha hezîranê û pê ve ji bo sê mehan ji balefirên sivîl re were girtin. Rêwiyên bixwazin herin Amedê jî wê di wê demê de neçar bin ku herin balefirgehên bajarên din û ji wir bi erebeyan herin cihên ku dixwazin herinê. 
Sedemê girtina balefirgehê  jî nûvejenkirina pîstên wê ne. Lê meseleya min a vê nivîse ne ka çima balefirgeh wê were restorekirin û ji xwe pispor jî destnîşan dikin ku pêwist e ew pîst werin restorekirin...

Pirsa min ew e ka ev balefirgeh têra potansiyela Amedê dike heta ku careke din pîstan nûvejen dikin...

Bi taybetî kesên ji derveyî welêt difirin Amedê, di rê de kêsîre dibin heta digihin wê derê. Sedemê vê yekê jî ew e ku ev balefirgeha leşkerî ku her roj derdora 30 balefirên sivîl jî jê dirabin û dideynin, ne balefirgehek navneteweyî ye. Par derdora milyonek û 700 hezar kes ji Amedê firîne û danîne. Lê belê kesên ji derveyî  welêt dixwazin herin Amedê, neçar in li bajarên wekî Stenbol û Enqerê balafira xwe vegûhêzin. Ev vegûheztin ne tenê dibe sedema wextwendakirinê, her wiha dibe sedema westandin, valêzkişandina dubare û mesrefê jî.

Bi babetê ve girêdayî; gelo tesadûfî ye ku balefirgehên Amed, Mêrdîn, Batman û Sêrtê ji firînên navneteweyî re girtî ne û kesek ji derveyî Tirkiyeyê bixwaze here van bajaran mecbûr in balefira xwe li bajarekî Tirkiyeyê vegûhezîne?
Dema em li ser nexşeyê li cihên erdnîgariya van bajarên navderbasbûyî binêrin, em ê xweş bibînin ku ev bajar ên Bakurê Kurdistanê, bajarên heta radeyekî nekarî ne werin asîmlekirin in. Dema em rastiya civakî û ya siyasî ya van bajaran bidin ber çavan, baş tê xuyakirin ku bi armancên siyasî destûra van bajarên kurdan nayê dayin ku balefirên navneteweyî li balefirgehên wan deynin.

Ji bo merama min baştir were fêmkirin ka em li îstatîstîkên rêwiyên balefirgehên cîranên Amedê ku ji xetên navneteweyî re vekirîne binêrin: Par 550 hezar rêwiyî balefirgeha Elezîzê bi kar anîne û ya Entabê jî milyonek û 300 hezar î. Lê ev her du balefirgeh jî ji balefirên navneteweyî re vekirîne lê belê ya Amedê digel ji aliyê potansiyelê ve ji wan mezintir e û navendîtir e jî, ji balefirên navneteweyî re girtî ye.

Em aliyê balefirgehê yê leşkerî deynin hêlekî ku ji wir her roj rabûna balefirên leşkerî bajêr ker dikin, zarokan li bajêr dijîn dihilçenînin û diçin çiyayên kurdan bomberan dikin...

Pêwistiya Amedê bi balefirgehek mezintir a nû ya navnetweyî ji derveyî bajêr heye û derdora bajêr tije erdên ji vê yekê re pêkan in. Ger li Amedê balefirgehek bi vî rengî bihata vekirin, ev bajar wê bibûya pira hewayî ya rojhilata navîn ku bi vî awayî di warê aborî de jî pêşveçûnên mezin pêk bihata...

Rayedaran dikarîn piştî qedandina balefirgeha nû vê ya kevin bigirin. Lê nakin û tam di dema betlaneyê de bi deh hezaran rêwiyan hêj mexdûrtir dikin. Sedemê vê yekê jî li ber çavan e: Mentalîte û nêzîkbûna rayedaran hêjî mîna berê ye û pêşiya pêşveçûna herêmê digirin. 

11 Apr 2012

Ji pênûsa biyaniyekî destnîşankirina sînorên herêma Botanê

Ji roja Komara Tirkiyeyê hatiye hatiye damezirandin heta niha di nav demên cûda de bi giştî li seranserî Tirkiyeyê navên zêdeyî 28 hezar cih û deveran hatine guhertin. Ji vê hejmarê zêdeyî 12 hezar gundan para xwe girtî ye. Navguhertinên cih û devaran ne tenê li ser erdnîgariya kurdan pêk hatine. Her wiha bi taybetî navên cih û waran ên bi lazî, gurcî, erebî û rûmî jî hatine guhartin (1). Armanca sereke ya navguhertinên cih û deveran siyaseta komarê ya daxwaza pêkanîna yeknetewetiyê ye û pê ve jî girêdayî asîmlekirina etnîtîse û komên gelan ên ne tirk bûn. Ger em li Bakurê Kurdistanê navên taxên nû ên bajaran lê nekin, siyasete navguhertinê a komara tirk negiştiye armanca xwe. Kurd li navên fermî yên bi tirkî yên cih û warên xwe bi çavekî formalîte yê fermiyetê dinêrin û di zimanê rojane de navên resen ango yên bi kurdî bi kar tînin. Ji xwe gelek caran dema navên cih û waran bi kurdî neyê gotin, nayê fêmkirin ka mebest kîder ango kîjan gund an cih e.

Dabeşkirina herêmanên kurdan
Di vî warî de navên erdnîgariya herêman ango eyaletan jî xwedan heman rolî ye. Tirkiyeya ku di sala 1941´an de bi heft herêman hate dabeşkirin, du herêm ji van erdnîgariya ku kurd lê dijîn di nava xwe de dihewînin. Yek jê herêma Başûrêrojhilatê Anatolyayê ye û ya din jî Anatolyaya Rojhilat e. Lê wekî navên cih û waran ên bi kurdî ger em fermiyetê danin aliyekî, kurd hêjî navên kevin ên herêmên xwe yên dîrokî yên di demên mîrektiyên kurdan de hatibûn binavkirin, bikartînin. Nimûneya herî ber bi çav ya vê yekê herêma Botanê ye. Dema navê herêma Botanê tê gotin, ev bi sedan sal e ku ji hêla kurdan ve bi awayekî rasteqînî erdnîgariya herêmeke diyar a kurdan tê fêm kirin. Botan jî di nav de, hemû herêmên kurdan ên navên xwe ji dîrokê digirin, xwedî taybetmendiyên ji hev cuda ne. Ev taybetmendiyên herêmên kurdan ên resen bi taybetî di warê dîrok, çand û devokê de cûdabûna xwe nîşan didin.

Nîqaşên li ser sînorên Botanê
Ji hêla din ve ji ber nebûna statûya fermî ya herêmên resen ên kurdan û neyîna mekanîzmaya fonksiyona birêvebertiya herêmên kurdan a fermî, gelek caran sînorên van herêman di nava kurdan û heta di nava niştecihên kurd ên wan herêman bi xwe de jî dibin mijara nîqaşan. Herêma Botanê jî herêmeke kurdan a para xwe ji vê yekê distînê. Pirsa ka gelo sînorên Botanê ji kîderê heta kîderê ne, hem di nava civakê de gelek caran dikeve di rojevê de û hem jî bersivên cuda di vê derbarê de têne dayin. Hêja Mîrza Ronî jî di hejmara 1´emîn a kovara Hawara Botanê de agahdariyên berfireh bi sernivîsa „Botan û çend bajar û navçeyên wê“ li ser sînorên herêma Botanê dide. Lê belê ew jî di nivîsa xwe de bi heman pirsgirêka agahdariyên cûre yên di derbarê sînorên Botanê de rû bi rû maye û ji wê yekê behsa „çûn û hatineke di navbera bajarên ku di nava sînorên herêma Botanê de ne“ dike (2). Mebesta wî bi „çûn û hatinê“ fikrên cuda yên di derbarê sînorê herêma Botanê de ne. Bi heman şêweyî di derbarê destnîşankirina sînorên herêma Botanê de gelek caran erdnîgariya di bin hikûmdariya mîrmişîna Bedirxaniyan de wekî referans tê destnîşankirin. Lê belê di vê teoriyê de jî tê jibîrkirin ku mîrmişîna Botan qada bandora xwe carnan heta Wan, Sêrt, Ûrmiyê û Rawandizê berfireh dikir (3). Ji xwe Evdilrezaq Bedirxan jî di otobiyografiya xwe de dibêje ku begên mirmîşana Botan carnan menzîla fermandariya xwe fireh dikirin û carnan jî ew menzîl dima di çarçoweya sînorên Cizîrê û Botanê de (4). Bi vî awayî jî tê fêmkirin ku sînorên hikûmdariya Bedirxaniyan ne herêmeke diyar bû û sînorên wê mîrmişînê li gora hêza leşkerî dihate guhertin. Cizîr û bi giştî herêma Botanê navenda vê mirmişînê bû lê belê ne sînorê hikûmdariya mîrmişûnê bû. Lêkolînerekî alman behsa sînorên Botanê dike Digel ku di derbarê sînorên herêma Botanê de teoriyên cûdatir jî hene, ez dixwazim yekser derbasî lêkolîneke taybet ya di vê derbarê de bibim. Ez heta niha ji bilî îstisnayekî rastî xebateke lêkolînî ya taybet a di derbarê taybetmendî û sînorên herêma Botanê de nehatime; Ew îstisna jî her du cildên pirtûkên zimanas û îslamnas Martin Hartmann ên bi navên „Bohtan - Lêkolîneke topografîk û dîrokî“ ne. Pirtûkên ku di sala 1896 û 1897´an de derketina ji du cîldan pêk tên, di çarçoweya rêzexebata berhemên Hartmann ên bi navên „Agahdariyên di derbarê civaka Asyayapêş“ hatine weşandin. Pirtûk bi awayekî lêkolînî-zanyarî hatine nivîsandin û li Berlînê hatine çapkirin. Di her du pirtûkan de di derbarê dîrok, erdnîgarî û şêniyên Botanê de agahdariyên balkêş hene. Martin Hartmann di pirtûkan de di gel lêkolîn û serpêhatiyên xwe yên li Kurdistanê, notên rojane û pirtûkên zanyar, gerok û misyoneran jî bi kar anîne. Wî ji hêla din ve hewl daye ku agahiyên gerok û misyoneran yên di derbarê erdnîgariya Botanê de bi hesabên matematîkî û mantiqî yan piştrast bike yan jî pûç derîne. Di pirtûkê de ji hejmara şêniyên gundan û eşîran bigirin, heta behsa kelehên mîna yên Dêrgulê û Ewrexê jî tê kirin. Hartmann di derbarê erdnîgariya Botanê de vê tespîtê dike:“ Çiya diveqitîne û çem digihe hevdu“ (5). Martin Hartmann di çarçoweya lêkolîna xwe de sînorên herêma Botanê wisa bi lêv dike: „Herêma Botanê ew erdnîgariya di navbera çemê Dîcle, ava Botanê û ava Xabûr de ye“ (6).

Encam
Bilêvkirina Martin Hartmann a sînorên Botanê ya ji berya sed û panzdeh salan heta asteke berbiçav dikare vê nîqaşê bitefîne û referanseke pêbawer were dîtin. Dîtina Hartmann mantiqî ye lê belê egerên vê encamê yên ku bilêvkirina wî sedî sed piştrast bikin nehatine rêzkirin û ji wê yekê ev çarçoweya ku wî daniye wê nikaribe sedî sed hemû fikrên cuda ên di vê derbarê de hene berteref bike. Digel ku ger em sedî sed ji dîtinên Hartmann piştrast jî bin, di nava birêveçûna dîrokê de rastiyên nû di çarçoweya çerxa veguherandina siyasî û civakî de derketine holê. Ji aliyekî ve di serdemên nêzîk û di serdema niha de dabeşkirina fonksiyona di warê fermiyeta dewletê a di çarçoweya birêveberiya herêmê de nebû û niha jî nîn e. Lê belê bi taybetî herêm di vê serdemê de ji aliyê Bizava Kurd a Azadîxwaz ve di çarçoweya xebatên herêmî ve rolek lê hatiye kirin û kordînasyona xebata herêmê têkildarî sînorên herêmê hatiye birêxistinkirin. Bilêvkirina bizavê ya sînorên herêmê ya bi armanca xebatê çiqasî dûr an nêzîkî çarçowedanîna sînoran a Martin Hartmann e bi serê xwe babeteke din e. Lê belê rastiyeke din ya herêmê heye ku di nava demê de heta roja em tê de guherînên civakî yên mezin di nava herêmê û di derdora wê de çêbûne. Bi taybetî ji ber hebûna mekanîzmaya dewletê ya birêveberiyên navçe, bajar û wilayetan a fermî, mîna hemû deverên din, li herêma Botanê jî têkiliyên navmirovî yên nû afirî ne. Ev têkiliyên navmirovî di nava demê de mirov nêzîkî hev kirine û bi vî awayî bandora çandî ya dualî li hev bûye. Wekî mînak; di nava demê de ji ber niştecihên gundên girêdayî Cizîrê karên xwe yên burokratîk û bazirganî li wir pêk tînin, çand û civaka Cizîr û gundan jî nêzîkî hev dibe. Her wiha ji ber wilayetbûna Şirnexê, hem ew di heman waran de nêzîkî navçe û gundên girêdayî xwe dibe û hem jî navçe û gundên girêdayî wê bi heman şêweyî nêzîkî wê dibin. Wekî encam jî di nava demê de entegrasyoneke civakî û çandî diafire. Ev entegrasyon dibe sedem ku taybemendiyên destpêkê yên bûne sedemên çarçewedanîna sînorên Botanê yên ku Martin Hartmann behsa wan dike, êdî di nava demê de ne rojane bin. Ji ber vê sedemê ihtimalek mezin e ku sînorên Botanê yên Hartmann behsê dike bi nêrîna dîrokî rast bin. Lê belê ji aliyê serdema siyasî ya niha ve di çarçoweya rastiya civakî, çandî û aborî ya serdest pêwist e em li xwe mikûr werin ku ev sînor êdî teng in û berê erdnîgariya herêma Botan di roja îro de berfirehtir bûye.

(1)*Kovara Fırat Üniversitesi Sosyal Bilimler Dergisi, Cilt: 10, Hjm. 2, Elazig, 2000 
(2)*Mîrza Ronî, Kovara Hawara Botan, Hjm. 1, Berdan Matbaasi, Stenbol, 2011 
(3)*Abdulkadir Bingol, Kulîlkên Baxên Botan, Enstîtûya Kurdî ya Amedê, Berdan Matbaasi, Stenbol, 2008 
(4)*Autobografiya Ebdurrizaq Bedirxan, Werger û amadekar Celîlê Celîl, Weşanên kovara Havîbûn, Berlin, 1999 
(5)*Martin Hartmann, Bohtan- Eine topographisch-historische Studie, Wolf Peiser Verlag, Berlin, 1896 
(6)*Martin Hartmann, Bohtan- Eine topographisch-historische Studie, Wolf Peiser Verlag, Berlin, 1897


*Ev nivîsa Zekî Ozmen di hejmara 2. a kovara Hawara Botan de hatiye weşandin.