Gotina Burhan Kuzu yê AKP’yî ya "Daxwaza
perwerdehiya kurdî biyêkirina Şeytên e, ji ber ku ev yek wê welêt parçe
bike", nîşan dide ku wê di Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê de rêya
perwerdehiya kurdî neyê vekirin.
Meseleya Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê ya nû aliyekî meselê ye. Lê belê aliyê din ê meseleyê jî ew e ka çiqas rast e ku daxwaza perwerdehiya kurdî "Biyêkirina Şeytên e û wê Tirkiyeyê parçe bike."
Meseleya Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê ya nû aliyekî meselê ye. Lê belê aliyê din ê meseleyê jî ew e ka çiqas rast e ku daxwaza perwerdehiya kurdî "Biyêkirina Şeytên e û wê Tirkiyeyê parçe bike."
Burhan Kuzu ji hêla xwe ve mafdar e. Kilîta mayîn û nemana kurdan ziman e. Ger kurdî bibe zimanê perwerdehiyê wê siyaseta asîmîlasyona dewleta Tirkiyeyê ya ji roja hatiye damezirandin ve têk here. Dewlet vê yekê baş dizane, lewma bi hemû şêweyî li ber xwe dide da ku perwerdehiya bi zimanê kurdî pêk neyê.
Burhan Kuzu bi awayekî vekirî behsa girîngiya zimanê kurdî dike lê belê xuya ye ku kurd bi xwe vê yekê ferq nakin. Erê kesayet, sazî û rêxistinên kurdan doza perwerdehiya kurdî dikin lê belê tu li pratîka wan dinêrî, rabûn û rûniştina wan bi zimanê tirkî ye.
Ji bo dîtina vê yekê, mirov serdaneke saziyek
kurdan bike bes e...
Serokê Komîsyona Destûra Bingehîn a Meclisa
Tirkiyeyê bi dilê me be an ne bi dilê me be jî, bi gotinên xwe yên li jor bi
awayekî vekirî behsa girîngiya zimanê kurdî dike. Ne tenê girîngî, her wiha
dibêje ku xwedîlêderketina zimanê kurdî dikare kurdan ber bi serxwebûnê ve jî
bibe.
Dema sazî û rêxistinên kurdan jî wekî Kuzu girîngî
bidin vê rastiyê û destpêkê bi kurdî biaxifin, paşê banga xwedîderketina kurdî
li kurdan bikin, wê demê perwerdehiya kurdî û pêşîlêgirtina asîmîlasyonê jî dê
mîsoger bibe.

No comments:
Post a Comment