Ji roja Komara Tirkiyeyê hatiye hatiye damezirandin heta niha di nav demên cûda de bi giştî li seranserî Tirkiyeyê navên zêdeyî 28 hezar cih û deveran hatine guhertin. Ji vê hejmarê zêdeyî 12 hezar gundan para xwe girtî ye. Navguhertinên cih û devaran ne tenê li ser erdnîgariya kurdan pêk hatine. Her wiha bi taybetî navên cih û waran ên bi lazî, gurcî, erebî û rûmî jî hatine guhartin (1). Armanca sereke ya navguhertinên cih û deveran siyaseta komarê ya daxwaza pêkanîna yeknetewetiyê ye û pê ve jî girêdayî asîmlekirina etnîtîse û komên gelan ên ne tirk bûn.
Ger em li Bakurê Kurdistanê navên taxên nû ên bajaran lê nekin, siyasete navguhertinê a komara tirk negiştiye armanca xwe. Kurd li navên fermî yên bi tirkî yên cih û warên xwe bi çavekî formalîte yê fermiyetê dinêrin û di zimanê rojane de navên resen ango yên bi kurdî bi kar tînin. Ji xwe gelek caran dema navên cih û waran bi kurdî neyê gotin, nayê fêmkirin ka mebest kîder ango kîjan gund an cih e.Dabeşkirina herêmanên kurdan
Di vî warî de navên erdnîgariya herêman ango eyaletan jî xwedan heman rolî ye. Tirkiyeya ku di sala 1941´an de bi heft herêman hate dabeşkirin, du herêm ji van erdnîgariya ku kurd lê dijîn di nava xwe de dihewînin. Yek jê herêma Başûrêrojhilatê Anatolyayê ye û ya din jî Anatolyaya Rojhilat e. Lê wekî navên cih û waran ên bi kurdî ger em fermiyetê danin aliyekî, kurd hêjî navên kevin ên herêmên xwe yên dîrokî yên di demên mîrektiyên kurdan de hatibûn binavkirin, bikartînin. Nimûneya herî ber bi çav ya vê yekê herêma Botanê ye. Dema navê herêma Botanê tê gotin, ev bi sedan sal e ku ji hêla kurdan ve bi awayekî rasteqînî erdnîgariya herêmeke diyar a kurdan tê fêm kirin. Botan jî di nav de, hemû herêmên kurdan ên navên xwe ji dîrokê digirin, xwedî taybetmendiyên ji hev cuda ne. Ev taybetmendiyên herêmên kurdan ên resen bi taybetî di warê dîrok, çand û devokê de cûdabûna xwe nîşan didin.
Nîqaşên li ser sînorên Botanê
Ji hêla din ve ji ber nebûna statûya fermî ya herêmên resen ên kurdan û neyîna mekanîzmaya fonksiyona birêvebertiya herêmên kurdan a fermî, gelek caran sînorên van herêman di nava kurdan û heta di nava niştecihên kurd ên wan herêman bi xwe de jî dibin mijara nîqaşan. Herêma Botanê jî herêmeke kurdan a para xwe ji vê yekê distînê. Pirsa ka gelo sînorên Botanê ji kîderê heta kîderê ne, hem di nava civakê de gelek caran dikeve di rojevê de û hem jî bersivên cuda di vê derbarê de têne dayin. Hêja Mîrza Ronî jî di hejmara 1´emîn a kovara Hawara Botanê de agahdariyên berfireh bi sernivîsa „Botan û çend bajar û navçeyên wê“ li ser sînorên herêma Botanê dide. Lê belê ew jî di nivîsa xwe de bi heman pirsgirêka agahdariyên cûre yên di derbarê sînorên Botanê de rû bi rû maye û ji wê yekê behsa „çûn û hatineke di navbera bajarên ku di nava sînorên herêma Botanê de ne“ dike (2). Mebesta wî bi „çûn û hatinê“ fikrên cuda yên di derbarê sînorê herêma Botanê de ne. Bi heman şêweyî di derbarê destnîşankirina sînorên herêma Botanê de gelek caran erdnîgariya di bin hikûmdariya mîrmişîna Bedirxaniyan de wekî referans tê destnîşankirin. Lê belê di vê teoriyê de jî tê jibîrkirin ku mîrmişîna Botan qada bandora xwe carnan heta Wan, Sêrt, Ûrmiyê û Rawandizê berfireh dikir (3). Ji xwe Evdilrezaq Bedirxan jî di otobiyografiya xwe de dibêje ku begên mirmîşana Botan carnan menzîla fermandariya xwe fireh dikirin û carnan jî ew menzîl dima di çarçoweya sînorên Cizîrê û Botanê de (4). Bi vî awayî jî tê fêmkirin ku sînorên hikûmdariya Bedirxaniyan ne herêmeke diyar bû û sînorên wê mîrmişînê li gora hêza leşkerî dihate guhertin. Cizîr û bi giştî herêma Botanê navenda vê mirmişînê bû lê belê ne sînorê hikûmdariya mîrmişûnê bû. Lêkolînerekî alman behsa sînorên Botanê dike Digel ku di derbarê sînorên herêma Botanê de teoriyên cûdatir jî hene, ez dixwazim yekser derbasî lêkolîneke taybet ya di vê derbarê de bibim. Ez heta niha ji bilî îstisnayekî rastî xebateke lêkolînî ya taybet a di derbarê taybetmendî û sînorên herêma Botanê de nehatime; Ew îstisna jî her du cildên pirtûkên zimanas û îslamnas Martin Hartmann ên bi navên „Bohtan - Lêkolîneke topografîk û dîrokî“ ne. Pirtûkên ku di sala 1896 û 1897´an de derketina ji du cîldan pêk tên, di çarçoweya rêzexebata berhemên Hartmann ên bi navên „Agahdariyên di derbarê civaka Asyayapêş“ hatine weşandin. Pirtûk bi awayekî lêkolînî-zanyarî hatine nivîsandin û li Berlînê hatine çapkirin. Di her du pirtûkan de di derbarê dîrok, erdnîgarî û şêniyên Botanê de agahdariyên balkêş hene. Martin Hartmann di pirtûkan de di gel lêkolîn û serpêhatiyên xwe yên li Kurdistanê, notên rojane û pirtûkên zanyar, gerok û misyoneran jî bi kar anîne. Wî ji hêla din ve hewl daye ku agahiyên gerok û misyoneran yên di derbarê erdnîgariya Botanê de bi hesabên matematîkî û mantiqî yan piştrast bike yan jî pûç derîne. Di pirtûkê de ji hejmara şêniyên gundan û eşîran bigirin, heta behsa kelehên mîna yên Dêrgulê û Ewrexê jî tê kirin. Hartmann di derbarê erdnîgariya Botanê de vê tespîtê dike:“ Çiya diveqitîne û çem digihe hevdu“ (5). Martin Hartmann di çarçoweya lêkolîna xwe de sînorên herêma Botanê wisa bi lêv dike: „Herêma Botanê ew erdnîgariya di navbera çemê Dîcle, ava Botanê û ava Xabûr de ye“ (6).
Encam
Bilêvkirina Martin Hartmann a sînorên Botanê ya ji berya sed û panzdeh salan heta asteke berbiçav dikare vê nîqaşê bitefîne û referanseke pêbawer were dîtin. Dîtina Hartmann mantiqî ye lê belê egerên vê encamê yên ku bilêvkirina wî sedî sed piştrast bikin nehatine rêzkirin û ji wê yekê ev çarçoweya ku wî daniye wê nikaribe sedî sed hemû fikrên cuda ên di vê derbarê de hene berteref bike. Digel ku ger em sedî sed ji dîtinên Hartmann piştrast jî bin, di nava birêveçûna dîrokê de rastiyên nû di çarçoweya çerxa veguherandina siyasî û civakî de derketine holê. Ji aliyekî ve di serdemên nêzîk û di serdema niha de dabeşkirina fonksiyona di warê fermiyeta dewletê a di çarçoweya birêveberiya herêmê de nebû û niha jî nîn e. Lê belê bi taybetî herêm di vê serdemê de ji aliyê Bizava Kurd a Azadîxwaz ve di çarçoweya xebatên herêmî ve rolek lê hatiye kirin û kordînasyona xebata herêmê têkildarî sînorên herêmê hatiye birêxistinkirin. Bilêvkirina bizavê ya sînorên herêmê ya bi armanca xebatê çiqasî dûr an nêzîkî çarçowedanîna sînoran a Martin Hartmann e bi serê xwe babeteke din e. Lê belê rastiyeke din ya herêmê heye ku di nava demê de heta roja em tê de guherînên civakî yên mezin di nava herêmê û di derdora wê de çêbûne. Bi taybetî ji ber hebûna mekanîzmaya dewletê ya birêveberiyên navçe, bajar û wilayetan a fermî, mîna hemû deverên din, li herêma Botanê jî têkiliyên navmirovî yên nû afirî ne. Ev têkiliyên navmirovî di nava demê de mirov nêzîkî hev kirine û bi vî awayî bandora çandî ya dualî li hev bûye. Wekî mînak; di nava demê de ji ber niştecihên gundên girêdayî Cizîrê karên xwe yên burokratîk û bazirganî li wir pêk tînin, çand û civaka Cizîr û gundan jî nêzîkî hev dibe. Her wiha ji ber wilayetbûna Şirnexê, hem ew di heman waran de nêzîkî navçe û gundên girêdayî xwe dibe û hem jî navçe û gundên girêdayî wê bi heman şêweyî nêzîkî wê dibin. Wekî encam jî di nava demê de entegrasyoneke civakî û çandî diafire. Ev entegrasyon dibe sedem ku taybemendiyên destpêkê yên bûne sedemên çarçewedanîna sînorên Botanê yên ku Martin Hartmann behsa wan dike, êdî di nava demê de ne rojane bin. Ji ber vê sedemê ihtimalek mezin e ku sînorên Botanê yên Hartmann behsê dike bi nêrîna dîrokî rast bin. Lê belê ji aliyê serdema siyasî ya niha ve di çarçoweya rastiya civakî, çandî û aborî ya serdest pêwist e em li xwe mikûr werin ku ev sînor êdî teng in û berê erdnîgariya herêma Botan di roja îro de berfirehtir bûye.
(1)*Kovara Fırat Üniversitesi Sosyal Bilimler Dergisi, Cilt: 10, Hjm. 2, Elazig, 2000
(2)*Mîrza Ronî, Kovara Hawara Botan, Hjm. 1, Berdan Matbaasi, Stenbol, 2011
(3)*Abdulkadir Bingol, Kulîlkên Baxên Botan, Enstîtûya Kurdî ya Amedê, Berdan Matbaasi, Stenbol, 2008
(4)*Autobografiya Ebdurrizaq Bedirxan, Werger û amadekar Celîlê Celîl, Weşanên kovara Havîbûn, Berlin, 1999
(5)*Martin Hartmann, Bohtan- Eine topographisch-historische Studie, Wolf Peiser Verlag, Berlin, 1896
(6)*Martin Hartmann, Bohtan- Eine topographisch-historische Studie, Wolf Peiser Verlag, Berlin, 1897
*Ev nivîsa Zekî Ozmen di hejmara 2. a kovara Hawara Botan de hatiye weşandin.
