22 Oct 2016

Tingetinga tembûra wî bû!

Çîrokeke wiha tesawir bikin; Me hay ji bayê felekê nîn e lê ji nişke ve agir bi dilê me dikeve. Çiqas ew serpêhatî tê bîra me, careke din hinavê me diperite...
Ji bo mebesta min were fêmkirin, ka em bi hev re vegerin destpêka çîrokê; Rojeke germ a keleqiçêna havînê ye. Em û hevalên xwe wê rojê diçin bajarekî dûr û digerin. Armanc serdana Manastir a navdar a Seligenstadt e.
Bi dîtina bexçeyê wê yê bi şêwaza barok û mîmariya serdema navîn em hemû mest dibin... 
Navê wê li ser e, Manastir e. Keşeyan li wir xwe ji karên dinyewî vekidişandin. Pê re jî alîkariya feqîr û mişehtan dikirin. 
Di manastirê de em diçin metbexa çar pencereyî. Di wan çar pencereyan re xwarinên mêvanên manastirê, xwarina keşîşan, xwarina nexweşên li nexweşxaneya manastirê û xwarina feqîr û meşehtên li bajêr dihat belavkirin. Ji wir em berê xwe didin dermanxaneyê. Dermanên wê ji giya û kulîlkên bexçeyê manastirê dihatin çêkirin. Ne tenê derman, her wiha şerab jî li wê dermanxaneyê dihat meyandin. 
Ji xwe qet nehewce ye ku behsa aşê manastirê ku hê jî dişixule bikim. Tê de genim dihat hêrandin. Dohnê zeytûn û behîvan dihat çêkirin.
Piştre em ji manastira ku dîroka wê zêdeyî hezar salî ye derdikevin. Em bi gerê hem diwestin û hem jî mest dibin. Dibe dora xwarinê, em li nava bajêr li cihekî xwarina xwe bi hevre dixwin. 
Dû re em berê xwe didin nava kolanên bajêr ên teng ên ku di wan re bayê çemê Rheinê li rûyê me dide. Erê, ez behsa wî çemê ku Birader dibêje “weylolo, weylolo weylolooo, erê çemê Reynê tu yê bi ku de herî” bi xwe dikim.

Tesewira çîrokê bila berdewam bike...
Hinek ji me aveke cemidî, hinekaji me aveke fêkî û hinek ji me jî bîrayeke qerisî dikin di destê xwe de û em bi hev re hêdê hêdî di ber çem re ji xwe re li cihekî rûniştinê digerin. 
Em di ber kesekî ku ji wechê wî diyar nabe ka tirk e, kurd e yan jî faris e derbas dibin. Li ber çem, li ser kursiyekî bi tena serê xwe rûniştiye. Tingetinga tembûra wî ye. Dema em nêzîk dibin, ez ferq dikim ku ji têlên tembûra wî xemgînî dibare. Lê hevalên me yên biyanî fêm nakin ka gelo zilam melodiyekî dilîze, yan jî akordê têlên tembûra xwe rast dike. 
Piştî ez berê xwe didim zilêm û li ber disekinim, hevalên min jî me dişopînin. 
Zilam beyî ku awirê xwe ji erdê rake û berê xwe bide me, lêdana tembûra xwe her berdewam dike.
Hevalek xwe hew digire û bi almanî dibêje; “Tu dikarî ji kerema xwe straneke bi lez a bi kêf lê bidî...”
Zilam beyî serê xwe rabike, di ber dengê têlên tembûra xwe re bi dengekî fedîker û nimz dibêje: “Na mixabin. Kurd tenê bi stranên xemgîniyê dizanim.” 
Li ser vê gotina wî em vediciniqin...
Ev çi gotin bû ey Xwedê! Wekî birûskek li min bikeve...
Agir bi dilê min dikeve. Ez tifa xwe dadiqurtînim. Hevalên me awira xwe ji tembûrvanê hê jî serê xwe ranekirîbû diguherînin û li min dinêrîn. 
Dizanin ku tembûrvan pê li birîna min kir. Dizanin, pê êşiyam û tembûrvan bi wê gotina xwe kêfa hatibû tesawirkirin di qirika min de hêla...
Piştre çi qewimî gelo? Min bi xwe nav û navnîşana wî pirs nekir, lê hê li bîra min e ku dema fêm kir ku ez kurd im, pirs kir ka ez ji ku derê me. 
Min got: Ji Cizîrê. 
Got: Ez jî ji Cizîrê me û rûyê wî geş bû...
Min got: Lê ji Cizîra serxetê... 
Li nav çavên min nêrî...
Nizanim di ber xwe de çi got lê dengê wî hate min ku got ew ji Amûdê ye. 
Axaftina me her ew bû û wilo ma jî. 
Me berê xwe jê guhert û me meşa xwe ya li ber çem dewam kir. 
Ew li ser kursiyê xwe ma û dema carekî ez zîvirîm û min li paş xwe nêrî, serî wî hê di ber de bû û li tembûra xwe dida.
Em dawî li tesawirê bînin...
Ev çîroka dibêjim ji beriya çend rojekî li wî bajar û cihê behsê dikim bi serê min hat. Çiqas tê bîra min awirên wî ciwan î ê li erdê dinêrtin û dengê tembûra wî ya di nava vize viza bayê çem de tê bîra min. Xemgîn dibim. Hevalên min jî hê jî carnan behsa gotina wî dikin: “Kurd tenê bi stranên xemgîniyê dizanin.”

30 Sept 2016

Du tabloyên li pişt Demîrtaş û Barzanî



Serdana Selahattin Demirtaş û şanda pê re ya Başûr qediya. Heta niha kêm serdanên navxweyî ewqas deng vedane. Hevdîtina ewilî ya Demirtaş li Serê Bilind a Pîrmamê li qesra Serokatiya Herêma Kurdistanê pêk hat. 
Ew qesir piştî sala 2005‘an ku Mesûd Barzan bû Serokê Herêmê li wir hatibû avakirin. Li wî cihê Pîrmamê ku niha jê re dibêjin Serê Bilind, piştî serhildana 1991‘ê, Mesûd Barzanî û endamên din ên malbatê jî di nav demê de li wir bi cih bûn. Serê Bilind raserî Hewlêrê ye û di warê ewlekariyê de jî cihekî muazem e. 
Du tabloyên salona pêşwaziya mêvanan a qesra Serokatiya Herêma Kurdistanê gelekî balkêş in. Her du tablo dîroka dûr û ya nêz a Kurdistanê di nava xwe de dihewînin. Tabloya yekem portreya bavê hizra netewî ya kurd Ehmedê Xanî ye. Tabloya duyemîn jî temsîla dema Mîr Zeynedîn bi Mem re satrancê dilîzê û Beko cihê Mîrê Botan û yê Mem ê Alan bi hev dide guherandin. 
Demîrtaş û Barzanî ligel şandên bi xwe re li ber wan her du tabloyan wêneyên xwe girtin û ji çapemeniyê re belav kirin. Dibe ku bi kişandina wêneyên li ber her du tabloyan xwastibin peyamekî jî bidin raya giştî ya navxweyî; 
Li Bakur serdema pêşiya xendekan û ya piştî xendekan tê jiyandin. Li Rojava bi ketina artêşa tirk a Carablûsê re awir hemû çûne ser wê yekê ka gelo Efrîn wê bigihe kantonên din. Rewşa Başûr ji ya her du parçeyên din xerabtir e. Metirsiya ku di rojên pêş de milmilaneyên siyasî bibin sedema ku kurd xweziya xwe bi van rojan bînin heye.
Eger em şerê birakujiyê lê nekin, têkiliyên navxweyî yên kurdan ti caran wekî niha xirab nebûne. Parlamentoya Başûr bêfonksiyon maye. Aborî di rewşa herî xerab de ye. PDK behsa ragihandina serxwebûnê dike lê aliyên din ên siyasî yên Başûr vê yekê wekî manevraya guhertina rojevê dinirxînin. Pirsgirêka di navbera PYD û ENKS’ê de dibe sedema têkiliyên xerabtir ên PDK‘ê û PKK‘ê. Di ser de jî, rojekî piştî serdana herî dawî ya Barzanî ya Tirkiyeyê, ku gotibû dê di demeke nêzîk de tiştên erênî biqewimin, artêşa tirk kete Cerablûsê de. Bi vê yekê re agirê di navbera aliyan de gurtir bû.
Nebûna têkiliyan û zimanê medyayê yên aliyan êdî dibe sedem ku girse jî di bin bandorê de bimînin. Civaka xwediyê fikrên cuda di bin atmosfera siyasî ya serdest de ji hev dûr dibe. Têkiliyên navmirovî bi jehra pirsgirêkên milmilaneya siyaseta serdest dikeve. 
Serdana HDP‘ê ya di bin serokatiya Selahattin Demirtaş a Başûr ku 21‘ê vê mehê destpêkiribû, avek di ser vî agirî de rijand. Hêviyên ku partiyên kurd dîsa nêzîkî hev bibin afirîn. Pişti Pîrmamê, Demirtaş hem li Hewlêrê û hem jî li Silêmaniyê bi civînên ligel hemû aliyên siyasî gera xwe dewam kir.
Eger mirov guh bide medyaya nêzîkî PDK‘ê armanca serdanê daxwaza navbeynkariya Barzanî ya ji bo lihevanîna PKK‘ê û hikûmeta Tirkiyeyê bû. Û mirov guh bide medyaya nêzîkî ji PKK’ê bigirin, heta YNK‘ê, Goran û Îslamiyan jî, HDP‘ê navbeynkariya aliyên siyasî yên Başûr kir û xwest  krîza heyî ji holê rabike.
Demirtaş roja 25´ê vê mehê, roja dawî ya serdana xwe careke din çû Serê Bilind û dîsa li wir bi Mesûd Barzanî re civiya. Helbet Demirtaş bi vê serdana nû peyama partiyên din ên ku bi wan re civiyabû ji Barzanî re ragihand û encamên hevdîtinên xwe jê re danî ser maseyê.
Dibe dema ku Demirtaş careke din piştî çar rojan di ber her du tabloyên li qesra Serokatiya Herêma Kurdistanê re derbas bûyî li Ehmedê Xanî nêrîbe û wekî mizgîniya serdemeke nû pê re bişişî be. Helbet dibe ku tenê li nav rûyê Beko jî nêrî be û bi xemgînî di ber re jî derbas bûbe. 
Lê Demîrtaş li qesrê li kîjan tabloyê nêrîbe û hevdîtinên wî bi çi awayî meşiya bin jî, serdana  wî ya Başûr hêviyek nû bi civaka kurd re afirand. 
Balkêş e ku ev hêviya nû ne partiyeke kurdistanî lê serokê partiyeke ku bi siyaseta xwe ya tirkiyeyîbûnê tê rexnekirin di nava civakê de afirand. Ev jî bi serê xwe sîleyeke dîrokî ye.

12 Sept 2016

'Dinya tiroviro bûye'

Cîranekî min ê pîr heye. Bi gopalê dimeşe. Navê wî Xelîl e, ez jêre dibêjim Xalê Xelîl. Wextekî gelekî dirêj e ew ji aliyê Nisêbînê hatiye û li bajarê ez lê dijîm bi cih bûye. Gelekî kêfa min ji dîwana wî û kêfa wî ji dîwana min re tê.

Piştî zarokên wî gihan, ji malê derketin. Di ser de hevjîna wî jî najî û ew bi tenê jiyana xwe didomîne. Pêwendiyên wî yên civakî jî di asta neyî de ne. Her roj çend caran tê rawestgeha nêzîkî mala me, li wir ji xwe re li ser kursî rûdine, bi bêdengî hewayeke paqij distîne û dû re jî diçe mal.

Ne dizane bixwîne û ne jî binivîse. Ew qas sal in li vir e lê almanî fêr nebûye. Li taxê kesekî wî nasneke tune ye. Dema li ser kursiyê rawestgehê rûdine ji hûr û giran ve silavê didinê. Digel nezanîna zimên jî, dizane li taxê çi diqewime û rewşa kîjan malbatê çawa ye. Bi xêra wî carnan haya min jî ji rûdan û ecêbiyên li taxê pêk tên çêdibe. 
Gelekî kêfa wî tê dema serpêhatiyên xwe yên li gund ên dema şivaniyê, meseleyên erdan ên wê demê ji min re dibêje. Têkiliya di navbera wî û welêt de televîzyonên kurdî ne. Ji xwe dema pirsgirêkek di televîzyona wî de çêdibe, di heman saetê de hawara xwe digihîne min û ez diçim jê re çêdikim. 
Li welêt qet mirovên wî nemane. Bes gelekî meraqa bûyerên li welêt dike. Bûye adet jê re. Destpêkê pirs dike ka mirovên min ên li welêt çawa ne. Dû re jî behsa bûyerên li welêt yên ku di televîzyonê de dîtine dike. Herî dawî jî pirs dike ka wê mesele ber bi ku ve herin.

Atmosfera siyasî ya welêt niha zêde germ e. Bajar hatin rûxandin. Rojane li dijî qereqolan çalakî têne pêkanîn. Dengvedana hewla derbeya leşkerî hê jî didome. Minbic rizgar bû û Kobanî û Efrîn nêzîktirî hev bûn. Mesûd Barzanî hat Tirkiyeyê. Tirkiye kete Cerablûsê. Evdilhekîm Beşar ketina Tirkiyeyê ya di nava axa Sûrî de pîroz kir. Zêdeyî 500 rojan e ku haya kesekî ji Abdullah Ocalan tune ye. Parlamenter û şaredarên HDP'ê li şûna dîplomasiyê, serî li rêbaza girtiyan didin û dê bikevin greva birçîbûne. Ewropî di tirsa xwe ya ku Erdogan dîsa penaberan bi ser wan de rêkin de ne.

Şandeke PDK‘ê ji bo hevdîtinan derbarê serxwebûnê de bike çû Bexdayê. YNK bû du qet. Newşîrwan Mistefa ku ji YNK'ê veqetiya û tevgera Goran damezirand, niha bûye navbeynkarê giregirên YNK'ê. Îran ji bo her du qetan dîsa bike yek şandek rêkir Silêmaniyê. Polîsên alman nehişt kurd stadyûma bajarê Kolnê ji bo festîvalê kirê bikin. Ji ber vê yekê kurd  festîvalê li cihê mîtînga AKP‘ê ya berî mehekî li dijî derbê çêkiribû bi xwe çêdikin.

Ev babetên min li jor behsê kirin rojeva dîwana min û cîranê min in jî. 
Wê rojê dîsa ev mesele vebûn. Em ketin nav. Wekî li banî hatiye rêzkirin, me xwe ji vê meselê avêt wê meselê. Min ferq kir ku hişê wî çûye dereke din. Ez jî rawestiyam. Hêdîka ber xwe de got, “dinya tiroviro bûye“ û mesele birî.

Bi rastî jî wekî cîranê min gotî dinya tiroviro bûye. Kurdistan bûye maka rojevên mezin ku êdî serê mirov diêşe û dixwaze hinekî xwe ji rojevê dûr bike. Lê mixabin mirov çi jî dike jê dûr nabe. 

29 Apr 2016

Ferhadê destê xwe li maseya şanogeha hikumdaran dayî - Pexşan

Bi kelecanî ber bi kursî ve dimeşiya. Wê di şanogeha desthilatdaran de berê xwe bidaya dagirkerên welatê  xwe û ya dilê xwe vegota. Lê bi her qevzeke diavêt re bi dehan mitale di serê wî re derbas dibûn.
Dizanîbû dema axaftina wî hindik e û nikaribe merama xwe ya salan hemûyî bide der. Di ber re jî difikirî kîjan fikrên wî yên herî giring in ku wekî tîrekî ji kevanê derketî li nav dev û dimaxê desthilatdarên ku bi awirên tûj lê dinêrîn bide. 
Di wan kêliyên dimeşî de bi dehan wêne di ber çavên wî re derbas dibûn. Gundê wî yê ku têlên direhî yên sînoran li ser bedena wê re derbas kiribûn hate bîra wî. Pê re jî wêneyê zarok û ciwanên malbata wî ku yeko yeko li ser hespan kiribûn û ber derê mala bavê wî re derbas kiribûn.
Ji meşa wî diyar bû ku ji ber keftelefta rojên borî westiyabû. Yekser keserek hatiyê. Dûyê ku beriya çend rojekî pêş çavê wî ve bi ser xaniyên ku mirov bi saxî di wan de dihatin şewitandin şanogeha ku tê de bû jî li ber çavên wî reş dikir.
Bi xwe dizanî ku ew ne mirovekî bikare ziyanê bigihîne tikesî ye. Lê meşa wî ya ber bi kursî ve hesta meşa şêran li yên lê dinêrîn dida jiyandin. Ne dizanîn ku di nava xwe de bêgunehekî wekî teyrê tawis e. 
Bi lingavêtina li ser pêpelûnka nêzîkî kursî re di bin çavên xwe re li dora xwe nêrî. Ji awirên kesên li dora xwe fêm ki ku ketiye di nava teyrên kelaşan de.
Hêz anî xwe. Berî bigihe kursî, çîroka navlêkirina wî û heyraniya bavê wî ya Ferhadê ji bo Şêrîn çiya kun kiribû hat bîrê. Soza ku li ser goristana sî û çar endamên malbata wî tê de dabû ew veceniqandibû. Di nava van hest û mitalan de hew dît ku wê gihaye kursî.
Fêm kir ku çirkeya hesabpirsîna ji dîroka bêbext hatiye ber lingê wî. Êdî jê re wextê tifkirina rûyê celadan bû. Destê xwe yekser danîn ser maseya li pêşiya xwe. Wekî bibêje, divê ew bi helîmiya min nizanibin. Bi desteka paldana destên xwe yên li ser masê şidandî, pişta xwe rast kir. Bi vê yekê re jî jixwebaweriyeke wekî ya sertacekî axirzemên pê re peyda bû.  
Serê xwe rakir, çavê xwe kir di nava awirên jê dihatin vedan de. Beyî tirs û wekî ku kes û awirên li dora xwe bi tiştekî hesab neke dest bi axaftinê kir. Beyî pakiyê ji kesî bike bi her gotina xwe hesta ku dagirkeriyê bihejîne, sînorên direhî yên li ser axa bav û kalên xwe biqurifîne û bibêje wa celadno va ez heme dida desthilatdaran.

Êdî ew bû yê li wir çiya kun dikir. Agirê meşxela ku biçe ser goristana ku lê soz dayî û bibêje va min soza xwe pêk anî vêxistibû. Hîdeta xwe ya li hemberî şewitandina mirovan bi saxî di jêrzemînan de bi melûliyeke nedîtî digihand erşê ezmên.  
Ew êdî gihabû mexseda xwe û dixwast kulên salan derîne. Di ber axaftina wî re ji hawîrdorê deng bilind dibûn. Lê ne xema wî bû. Ji xwe re digot ev deng ji dengê balefirên sî û çar canên jê veqetandin ne bilindtir e. Ev deng ji dengê xaniyên ku di ser birîndaran de herifandin ne bi hêztir e. Ev deng ji hêza dilên şikestî ne bi bandortir e.
Bi serekî bilind û pişteke rast, bi heybeta tofanekî diaxivî. Di ber axaftina wî re helîmiya wî hat bîrê. Nû ferq kir ku her desthilatdarekî li pêşiya wî wê bûye eftarek. 
Çirke bi çirke xwe li dora wî kom dikirn. Kûzekûza wan li ser dengê wî diket.
Stûxwarkirina li hemberî kûzekûza efteran wê bûba sebebê çûna wî ya di nava lingan de. Diviyabû serî netewîne û bi heybeta xwe rê nede ku eftar xwe nêzîkî wî bikin. Destên li jor ê Kawa anî bîra xwe. Hêza Rûstemê Zal xwe li nav laşê wî de kom kir. Xwe spart jixwebaweriya Mezlûm. Wêrekiya Egîd li ber çavê wî çû û hat. Di ser de jî gotina dapîra wî ya ku digot eftar û gur ji tirsa nava dilê xwe, li dora şêran dikin barebar, kete guhê wî.
Dizanî ewta ewta kesên li dorê ji lerza kaboka wan e. 
Diviyabû êdî eftar û gur bizanibin ku ew şêr e, ji bo qeremên wan şikestî bimînin. Serê xwe rakirî hişt û êdî nedanî. Pişta xwe ya ku nîşana jixwebaweriyê bû rastir kir. Li nava çavên wan nêrî. Bi her gotina wî re yên li dorê bêhtir diveceniqîn. Bi her awirê wî re ji tirsa rastiya ku dida rûyê wan dilerizîn.
Axaftina xwe êdî qedandibû...
Barê salan heta astekî ji ser mile xwe avêtibû...
Hêdî hêdî berê xwe da kursiyê ku jê berî hingî jê rabûbû. Bi meşa xwe re serê xwe her li banî hişt. Stukra xwe xwar nekir. Nedixwast desthilatdar bi helîmiya wî bizanin.  
Heta giha kursiyê jê rabûyî, desthilatdaran êdî kerî bi kerî dora wî pêçabûn. Dizanî ku dora wî hatiye pêçan û wê êrişî wî bikin. Ji bilî xwe li hemberî wan biparêze ti rê jê re nemabû.
Yekser ji kursiyê ku nû li ser rûniştibû hilpekiya. Êdî bûbû dema rakirina kulma Kawa û gurzê Rûstemê Zal. Kulma ewilî avêt çepelekî. Kerba wî bi wê kulmê neşikest. Berê xwe da yekê din. Destê xwe avêt qirikê û bi wî alî ve avêt. Desthilatdarên ku ketibûn çermê eftaran de êdî xwe didan paş û berê xwe jê diguhertin.
Ne tenê mêraniya wî jê re mabû. Kerba xwe ya salan jî şikandibû. Kulmeke nejibîrker li hişkayiya wechê dagirkeriyê dabû.

Tirk hespê xwe li Ewropa dibezînin lê hesp wê çiqas bikaribe here

Xwetevlîkirina Tirkiyeyê ya azadiya ramanê ya welatên Ewropayê bi bernameyeke televîzyoneke herêmî dest pê kir. Piştre mesele ji herêmê derbas bû û bû krîzeke navdewletî. Ev ne bes bû, hikumeta Almanya û gelê xwe jî li ser vê yekê ketin qirika hev.
Meseleya ez behsê dikim krîza di navbera Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan û komedyenê alman Bohnemann dest pê kir û kete rojevê. Ev bi hefteyan e kes nemaye ku li Almanyayê li gelek welatên Ewropayê ev mesele nebihîstî û behsê nekirî. Babet hê jî yek ji rojevên van welatan e.
Destpêka çîroka ku rojane berfirehtir dibe
Em vegerin serê meselê; Televîzyona alman a herêmî ya bi navê NDR di bernameya xwe ya mîzahî ya bi navê "extra 3" a di nîvê meha adarê de klîpeke bi awayekî qerfî Erdogan rexne dike weşand. Di klîpê de ligel stranê, dîmenên girtinên rojnamegeran, binpêkirinên mafên mirovan û zexta li ser kurdan a li Tirkiyeyê dihat dîtin.
Piştî 5 rojan Wezareta Karê Derve Ya Tirkiyeyê bang li sefîrê Almanya yê Enqerê kir û jê xwest ku îzaha klîbê bike, klîb bê jêbirin. 
Lê belê hikumeta alman ev yek ji raya giştî veşart. Piştî hefteyekî ku kovara Der Spiegel di vê derbarê de nûçeyek weşand, babet bû rojeva sereke ya vî welatî. Hewldana hikumeta tirk di medyayê de û di nava raya giştî de wekî bêtehamûliya mîzahê û xwetevlîkirina azadiya ramanê li Almanyayê hat şîrovekirin.
Helbesta ku krîza navbera du welatan de deranî
Komedyenê alman Jan Bohmermann wekî helwest li dijî vê hewldana hikumeta tirk di bernameya xwe ya bi navê "Neo Magazin Royale" ya ku televîzyona dewletê ZDF Neo de tê weşandin, helbestek li ser Erdogan xwend. Di rastiya xwe de naveroka helbestê wekî wî bi xwe jî bi nav kiribû, ji helbestê zêde, digel gotinên di bin noqê û sixêfan, siyata Erdogan bi her awayî dihat rexnekirin. Tişta hatibû ber devê wî ji Erdogan re digot. Bohmermann bi zanebûn serî li rêbazeke wisa dabû û dixwest bi vê yekê nîşanî Serokdewletê Tirkiyeyê bide ka sînorê mîzahê çiqasî berfireh e. 
Merkel ji tirsa Erdogan li komedyenê xwe xwedî derneket
Ev helbest bû sedema krîzeke mezin di navbera Almanya û Tirkiyeyê de. Li ser vê yekê ZDF’ê ji nişke ve bername ji videotheka xwe rakir. Serokwezîra Almanya Merkel bi telefonê bi Ahmet Davutoglu re axivî û helbesta Bohmermann wekî “sûkayetiyeke bi plan” destnîşan kir. Di ser de jî Merkel erê kir ku dozger li ser daxwaza Erdogan lêpirsînê li dijî Bohmermann bide destpêkirin. Xwedîderneketina Bohmermann a ji aliyê Merkel ve wê bibûya sedem ku medya û raya giştî ya alman bertekên mezin nîşan bidin. Ev bertekên mezin bûn sedem ku Merkel vê hefteyê bibêje ku diviyabû wê ev helwesta Bohmermann wekî “sûkayetiyeke bi plan” bi lêv nekira.   
Ne tenê medya, her wiha vê carê jî bavê mîzaha dîtbarî ya almanî Dieter Hallervorden ji bo piştgiriya Bohmermann destpêkê klîbek li dijî Erdogan weşand û dû re yeka ku Merkel bi tundî rexne dike bi rêya medyaya civakî belav kir. 
Civak û medya li dijî hikumetê bi bertek in
Ev bi hefteyan e ku babet li Almanyayê germ e û wê germiya babetê dewam jî bike; ji ber Erdogan li dijî Bohmermann li Almanyayê du doz dane vekirin. 
Bohmermann êdî ne tenê bi xêra helbesta xwe ya li dijî Erdogan li cîhanê bû kesekî navdar. Jiyana wî jî kete di xeterê de. Êdî mala wî û ew di bin çavdêriya polîsan de ne. 
Bi xêra Bohmermann û bertekên rû dan, binpêkirinên mafên mirovan û zextên li ser kurdan ên li Tirkiyeyê bûn rojeva sereka ya medyaya alman û dû re ya cîhanê. Bi vê re popûleriya Angela Merkal li Almanyayê daket xwarê û ew êdî wekî keseke li hemberî şantaja Tirkiyeyê ya eleqedarî peymana penaberan serî tewandî tê dîtin. 
Tirsa ku êdî Erdogan mudaxaleyî azadiya ramanê ya Almanyayê jî dike û hikumeta vî welatî newêre deyn bike kete di dilê xelkê de.
Rojnamevanên Tirkiye rexnekirina tên dersînorkirin
Civak nezarî ye, medya nerazî ye û bi dersînorkirina rojnamegerên alman û biyanî ji Tirkiyeyê nerazîbûnê bilindtir dike. Di van çend rojan de dewleta tirk rê neda ku ji televîzyona dewletê ya alman ARD rojnameger Volker Schwenck, ji rojnameya Bild Giorgos Moutafis, ji Sputnik a rûsî Tural Kerimov û ji Guardian a brîtanî David Lepeska daxilî Tirkiyeyê bibin û ji balefiregehên Tirkiyeyê şûn ve ber bi welatên wan ve hatin rêkirin. Ne tenê ev, vê hefteyê navê gelek rojnamegerên din jî li vê lîsteyê zêde bûn û ew jî bi paş ve hatin şandin. 
Projeyên çandî jî êdî bûne armanca dewleta tirk
Di ser de Tirkiye êdî mudaxaleya projeyên hunerî yên li Ewropayê jî dike û ev jî bertekên heyî bilindtir dikin. Tirkiye van rojan ji Komîsyona Yekîtiya Ewropayê xwest ku êdî piştgiriya madî nede Orkestraya Senfonî ya bajarê Dresdenê ku navê projeyeke wan a muzîkî "Aghet" e û ji bo bîranîna tevkujiya ermeniyan hatiye amadekirin. 
Hikûmeta tirk hefteya borî jî ji bajarê Cenevre xwest ku wêneyekî pêşangeha Demir Sonmez a li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî rake, ji ber di wêne de pankarteke ku Erdogan wekî kujerê Berkin Elvan tê destnîşankirin heye.
Di ser de jî van rojan sefareta tirk a Hollanda bi rêya nameyekî ji hemwelatiyên xwe yên li wir xwest ku sîxuriyê bikin û konsolosê yekser derbarê kesên li dijî Tirkiyeyê propagandayê dikin agahdar bikin. 
Hikumetên ewropî wê helwesta xwe niha neguherînin
Ev xalên li jêr ji rojevê dernakevin û her roj diyardeyên ecêbtir derdikevin hemberî raya giştî ya ewropî. Lê belê hikumetên ewropî û bi taybetî ya Almanya vê derbarê de ji bilî bêdengiyê û hewldana guherîna babetê tişteke ku dilê raya giştî rehet bike nake û nabêje. Erdogan û dewleta tirk şêla xwe ji ewropiyan anîne û bi şantaja penaberan hespê xwe li gora dilê xwe li nav Ewropayê dibezînin. Ev bezandina hesp a li gor dilê xwe wê demeke din jî bidome. Ji ber Erdogan dizane bi siyaseta xwe ya penaberan wî Almanya û hemû welatên Yekîtiya Ewropayê avêtin ber lingê xwe. Destê welatên Ewropayê jî hatine girêdan û ji bilî sertewandinê li hemberî Erdogan tiştek di destê xwe de nehiştine.  

4 Apr 2016

Rêya Ewropayê ji kurdan re nehatiye girtin

Li Ewropayê ev bi mehan e rojeva sereke hatina hejmara bilind a penaberan e. Welatên di nava Yekîtiya Ewropayê (YE) de meha borî ligel hikûmeta tirk li hev kirin ku ji Yewnenîstan penaberan paş de radestî Tirkiyeyê bikin. Lê belê li gor peymanê Yewnenîstan wê kurdên bi qaçaxî derbasî wî welatî dibin bi paş ve ji bo Tirkiyeyê rêneke.

Pêla penaberan Ewropa avêt ber lingê Erdogan

Em îstatîstîkên welatên din yên YE daynin aliyekî û tenê berê xwe bidin Almanyayê; Li gor amarên fermî ji destpêk heta dawiya sala 2015´an bi giştî derdora 1,1 milyon penaber derbasî nav axa Almanyayê bûn. Ji van nêzîkî 477 hezarî li vî welatî serî li mafê penaberiyê dan. Her du mehên destpêkê yên îsal jî hejmara penaberên li Almanyayê serî li mafê penaberiyê dane derdora 120 hezarî ye.
Ev hejmara bilind a penaberan par bû sedem ku welatên Ewropa ji bo pêşîgirtina penaberan xwe biavêjin li ber lingê serokomarê Tirkiyeyê. Ewropayê bi vê yekê pê li hemû prensîbên xwe kir û xwe avêt bextê desthilatdarekî otorîter ê ku wan bi xwe ji ber vê egerê pêwendiyên xwe pê re daxistibûn asta herî nimz.

Sedema ku YE derbarê kiryarên li Bakur de bêdeng ma

Serokwezîra Almanya Merkel ku ji destpêkê ve li dijî endambûna Tirkiyeyê ya YE bû, ne tenê xwe avêt ber lingê Erdogan, her wiha soza jinûve destpêkirina pêvajoya endambûna YE dayê. Welatên ewropî ji ber vê egerê ji rûdanên li bajarên kurdan ên wekî Cizîr, Sûr û Nisêbînê re bêdeng man. Di ser de wezîrê karê hundir ê Almanyayê Thomas de Maizière derbarê rûdanên li bajarên kurdan û binpêkirinên mafê mirovan yên dewleta tirk bi awayekî vekirî got ku ew nabin hakimê mafê mirovan ên hemû welatan û divê Tirkiye neyê rexnekirin.

Peywira nobedariya deriyê Ewropa dan tirkan

Bi lihevkirina aliyan, Tirkiye wê nobedariya sînorên YE bike. Penaberên ji Tirkiye biçin Yewnenîstan wê paşve werin rêkirin. Li şûna her penaberê ji Sûrî yê li Yewnenîstan paşde were rêkirin, wê penaberekî din ê ji Sûrî bi awayekî fermî ji Tirkiye bibin YE. Ne tenê ev, Tirkiye wê heta 2018´ê şeş milyar euro ji YE bistîne. Pê re jî soza ku eger Tirkiye şertên li pêşiya xwe pêk bîne, wê ji hezîrana îsal û pê ve welatiyên Tirkiye bikaribin beyî vîze serdana welatên YE bikin.

Yewnenîstan wê kurdan bi paşve rêneke

Li gor peymana di navbera YE û Tirkiyeyê de kesên bikaribin ispat bikin ku dema vegerê wê jiyana wan li Tirkiyeyê bikeve metirsiyê de, wê bi paş ve neyên rêkirin. Hêjayî gotinê ye ku kesên herî gelek sûdê ji vê xala peymanê werbigirin kurd in û bi taybetî jî kurdên Bakur. Li gor hejmara 19´ê adarê ya rojnameya Frankfurter Allgemeine ne tenê kurdên Bakur, her wiha kurdên ji Başûr û Rojava jî wê ji Yewnenîstanê ji bo Tirkiyeyê neyin radestkirin. Di rojên pêş de em ê bibînin ka ev xal wê di pratîkê de çiqasî li ber çavan were girtin.

Rakirina şertê vîzeyê hatina kurdan a Ewropa hêsan dike

Ji aliyê din ve eger vîzeya welatên Yekîtiya Ewropayê  ji bo welatiyên Tirkiyeyê were rakirin, rêya hêsan ji bo kurdên dixwazin ji Bakur û Tirkiyeyê werin Ewropa û serî li mafê penaberiyê bidin vedibe. Bi gotineke din; Kurdên dixwazin ji ber zextên siyasî ji Tirkiyeyê biçin Ewropayê wê beyî mesrefeke giran û rêyên revê yên metirsîdar bikaribin bi balefirê xwe bigihînin Ewropayê. Ji ber vê pêşbîniyê, rojnameya Die Krone di 28´ê adarê de nivîseke vê derbarê de bi sernivîsa "Kurdên penaber wê bi 60 euro werin Berlîn?" weşand. Vê yekê hê ji niha ve tirs kiriye di dilê welatên YE de. Ev tirs wê bibe sedem ku yan YE wê bi hêncetekî êdî serîlêdana penaberiyê ya kurdên Bakur qebûl neke, yan soza rakirina vîzeyê pêk neyne û yan jî zextê li Tirkiyeyê bike ku derbarê çewisandinên li ser kurdan de gavan paşde biavêje.
Şebeke wê li rêyên nû yên ku penaberan bibin Ewropa bigerin
Bi peymana di navbera YE û Tirkiyeyê re wê ji bo demekî hejmara penaberên xwe bigihînin Ewropayê kêm bibe. Lê belê ev yek ne çareseriyeke demdirêj e. Ji ber armanca peymana di navbera Tirkiyeyê û YE de tenê pêşîgirtina hatina xeta Balkanan a penaberan e. Lê di demeke kurt de wê şebekeyên penaberan xetên nû bibînin û bi vî awayî wê welatên ewropî pêwistiya xweavêtina li ber lingê Erdogan êdî nebînin. Ewropa dixwaze Erdogan bixapîne û Erdogan jî dixwaze Ewropayê bixapîne. Aliyek dixwaze aliyê din bike nobedarê deriyê xwe û aliyê din jî dixwaze bi vê hêncetê desthilatdariya xwe ya rojane ber bi despotîzmê ve dibezîne qayimtir bike. Niyeta her du aliyan jî hevxapandin e. Şirîkatiyeke ku hê di destpêkê de li ser niyeta xapandinê were avakirin, di demeke zû de hildiweşe.

2 Mar 2016

Kurdên Ewropayê karîn ji bo Cizîrê çi bikin û çi nekin...

Di van rojên dojehî de min bi dehan caran pirsa ka gelo kurdên li Ewropayê çima tiştekî ji bo Cizîrê nakin ji kesên li Cizîrê û yên ji neçarî bajar terikandî bihîst.

Min tu carî nekarî bersiveke ku dilê wan hênik bibe bidim… 
Ya rast, ya ji destê girseya kurdên li Ewropayê hat kirin û dikin.


Kurdên li Ewropayê ji roja karesata Şengalê ve li ser piyan e.
Bi metirsiya ketina Kobanî re carnan heta sibehan li qadan li ser lingan bûn.
Meş û xwepêşandanên kurdên Ewropayê yên ji bo Cizîrê û bajarên din ên Bakur hatin lidarxistin ji yên dema piştî 14’ê reşemiya 1999’an ne kêmtir in. Di aliyê naveroka çalakiyan de heta niha tenê cudahiyek heye; Kurdan vê carê serî li metodên tundiyê û dagirkirina bi zorê nedan…
Divê em vê jî bêjin; Siyaset û medyaya ewropî bi awayekî vekirî piştgiriya çalakiyên ji bo Şengal û Kobanî kirin. Raya giştî ya Ewropî sempatiya xwe ji bo çalakgeran diyar dikirin. Polîsan heta dawiyê hevkarî bi çalakgeran re dikirin. 

Lê di çalakiyên ji bo Cizîr û bajarên din ên Bakur ên hatin wêrankirin de ev piştgirî nehat dîtin. Welatên Yekîtiya Ewropayê ji dema destpêkirina wêrankirina van bajaran ve ji ber siyaseta xwe ya penaberan bûne dîlên hikumeta Tirkiyeyê. Ev yek dibe sedem ku piştgiriya kurdan ji Ewropayê hêvî dikirin vê carê bi dest nekeve.

Ev aliyekî meseleyê ye lê divê em berê xwe bidin aliyekî din;
Bicihbûna kurdan a li Ewropayê 50 sal derbas kirin.
Hejmara kurdan êdî li van welatan bi mîlyonan e. 
Lê belê metodên kurdan ên bilêvkirina daxwazan ji roja ewil ve nehatine guhertin; Meş, xwepêşandan, grevên birçîbûnê, çalakiyên rûniştinê û belavkirina belavokan…
Tişta ez dixwazim bêjim ev e; 

Eger ev 50 sal bin ku kurd li Ewropayê û hê jî sazî û rêxistinên kurdan nekarîbin metodên nû yên ku bala raya giştî bikişînin ser rûdanên li Kurdistanê biafirînin…
Eger hê jî sazî û rêxistinên kurdan tevneke dîplomasiya xurt û lobiyê li Ewropayê ava nekiribin…
Eger sazî û rêxistinên kurdan li Ewropayê mobîlîzekirina girseyên kurd wekî rêbazeke serkeftî dibînin…

Û eger hê jî sazî û rêxistinên kurdan ên li Ewropayê ferq nekiribin ku piraniya takekesên beşdarî xwepêşandanan dibin, ji bo ku wijdana xwe rehet bikin li qadan amade dibin… 
Kurdên li Ewropayê jî mixabin wê nikaribin bersiveke bi hêvî bidin xelkê ji welêt hawar dike.   
Divê sazî û rêxistinên kurdan ên li Ewropayê li xwe mikur werin ku bêkêr in. Divê qebûl bikin ku eger şermek hebe, ev şerm a wan e. Û divê kumê xwe daynin ser masê û yan êdî rê bidin kesên ji van karan fêm dikin û yan jî deriyê sazî û rêxistinên xwe bigirin û biçin li mala xwe rûnin.
  

10 Jan 2016

Bibore Cizîra min, bibore…

Cizîrîbûn van rojan nasnameyeke bi kul û êş e. Ev bajarê ku nasnameya wê herdem mirov serfiraz dike ber çavên mirov gav bi gav tê ruxandin. Mirov di halê xwe de difetise…

Ya bi serê Sûrê tê, ya bi serê Silopî tê, ji ya bi serê Cizîrê tê ne kêmtir e. Lê ger mirov xwediyê nasnameya wî bajarî be rewş tê guhertin. Bi dîtina dîmenê bomberana bajarekî yekem car e rondik tênê xwarê. Hewan û gule li xaniyan dikevin. Tu nizanî di wan xaniyan de mirov dijîn yan na lê hesta ew hewan ne li xaniyan lê li te dikevin mirov perîşan dike. Ev bi rojan e ez wê hestê dijîm. Trajediya mirov, heval û hogirên min li nava Cizîrê dijîn wekî ku ne bes be, di ser de dîtina herifandina bajêr…

Li Cizîrê bi kê re diaxivim bi gazind e. Ew ji herkesî bêtir dijminê  xwe nas dikin. Bêwijdaniya dagirkeriyê ji xwe ji berê ve dijîn. Lê ji kurdan bi gazind in. Ji Kurdistanê bi gazind in. Dibêjin heta roja îro em ji bo herkesî rabûne ser piyan lê em niha bi tenê hatine hiştin…

Ew ne behsa rabûneke ser piyan û gazindeke ji rêzê dikin. Bi dengekî melûl jî be gazinda xwe ji kes û axa ku heta niha bajarê wan xizmeta wan kiriye dikin. Mafdar in, çi bêjin mafdar in… 

Cizîr, mîrgeha Bedirxan e. Dibistana Ehmedê Xanî û Feqiyê Teyran e. Warê Mele Ehmed e. Kesera ber dilê Celadet  û Kamûran e. Dibe haya gelek bajarên kurdan ji hebûna kesekî bi navê Mele Mistefa Barzanî nebû. Lê Cizîrê dema wefata Mele Mistefa rêûresma cenazeyê wî ya xiyabî çêkir. Cizîr sembol e, sembola kurdayetiyê ye. Cihê mam Şeref e. Mala parêzerê serînetewandî,  Orhanê Xelîlî ye. Keça kurd a êzdî Bêrîvan di pêsîra xwe de veşartiye û cihê wê di nava bajariyên xwe yên herî bi qîmet de veqetandiye. Xwediya mîrateya Mazlûm û Egîd e…

Îro Cizîr ne tenê bi dûmana çekan nefesê zehmet dikişîne. Lê ji birayên xwe yên bi wê bûne xwedî wêjeya klasîk, bûne xwedî alfabeya latînî, bûne xwedî rêziman û bûne xwedî hişmendiya kurdayetî gazindan dike. Ya wê aciz dike û ji taqet dixe ev e.  Dibêje dijmin e, bêminetî ye. Lê derdê vî miletî û vî welatî çi ye ku ewqas pişta xwe dane me…

Erê, diibêjin “Cizîr li herkesî xwedî derket lê kes li Cizîrê xwedî dernakeve.” Lê bi şermokî dibêjin… Peyva “gelo” pêvedikin û dibêjin “gelo çima Cizîr li herkesî xwedî derket û kes li wê xwedî dernakeve…” Bi peyva “gelo” ji xwe re li sedemên muhtemel digerin…

Ez bi xwe bersivê nizanim. Naxwazim bizanibim jî. Hercar dema ji min tê pirsîn jî ez bersivê diqurmiçînim. Ma ez ê çi bêjim… Nizanim çima Cizîra min, nizanim. Lê tenê dizanim em jî bi te re herifîn. Bi te re fetisîn…

Ezîz a ber dilê me, mala bavê me, cihê serfiraziya me… Nizanim, ez jî nizanim. Dîtina te ya di vî halî de ya ji dûr ve em duqetir fetisandin. Eger em hê jî nefesekî distînin, ew jî ji ber hêviya em rojekî dîsa te hembêz bikin...

Bibore Cizîra min, li min, li me, bibore… Serfiraziya te ma ji te re. Gazinda te, ew jî bila dilê te bi te bişewitîne û hew...  Nizanim gelo ev roj wê biçin û derbas bibin lê em jî bi te re birîndar ketin. Jî aliyekî ve birîndariya bedenê, birîndariya derûniyê û ji aliyê din ve birîndariyê bêpiştiyê…

1 Dec 2015

Tirkiye distîne Herêma Kurdistanê radizê

Barê penaberan ê li ser milê Herêma Kurdistanê dehqetî yê Tirkiyeyê ye. Di qada navneteweyî de spasiya Tirkiyeyê tê kirin. Xelat jê re tên dayîn. Lê belê haya raya giştî ya cîhanê jê nîn e ku ji çar kesên li Herêma Kurdistanê yek jê penaber e.
Li Tirkiyeyê derdora 2,5 mîlyon penaberên ku piraniya wan ji Sûriyê ne dijîn. Gelek jê hê ji destpêkê ve bi teşwîqa hikumeta dewleta Tirkiyeyê hatin vî welatî. Penaberên di kampan de dijîn li aliyekî, yên derveyî kampan jî dijîn di şertên herî dijwar de jiyana xwe didomînin. 
Tirkiye di qada navneteweyî de baş karî "zehmetî û mêvanperweriya xwe ya ji bo penaberan" îfade bike. Ji siyasetmedar û kesayetên olî bigirin, heta ragihandinên cîhanê rojane bi spasdarî behsa barê ku Tirkiye pê rabûye dikin. 
Di heman çarçoweyê de roja yekşemê Yekîtiya Ewropayê (YE) û Tirkiye li hev kir ku ji bo başkirina rewşa penaberên li Tirkiyeyê ya di warê xwedîkirin, tenduristî û perwerdehiyê de 3 mîlyar Euro bide Tirkiyeyê. Tirkiye dê pêre jî hem astengiya ji qaçaxçiyan re derîne û hem jî pêşiya penaberan ya çûyîna Ewropayê bigire. 
Ne tenê 3 mîlyar Euro, li gor peymanê eger Tirkiye şertên li jor hatine rêzkirin pêk bîne, dê ji kewçêra 2016 û pê de welatî bikaribin bê vîze serdana welatên YE’yê bikin. Paralelî vê yekî jî dê mûzekareyên endambûna Tirkiyeyê ya ji bo YE‘yê jî dest pê bikin. 
Erdoganê ku êdî çapemeniya Ewropayê wî wekî dîktator destnîşan dikir, bi xêra penaberan bû muxatabê tekane yê YE’yê. Siyasetmedarên ewropî ku ev demek bû êdî têkiliyên xwe pê re rawestandibûn, bi vî awayî xwe avêtin ber lingên wî.
Li Tirkiyeya ku hejmara şêniyên wê 80 mîlyon e, derdora 2,5 mîlyon penaber dijîn. Li Herêma Kurdistanê ya ku hejmara şêniyên wê derdora 8 mîlyonan e, di halê hazir de nêzîkî 2 mîlyon penaber lê hene. Erdnîgariya Herêma Kurdistanê jî bi eyaleteke Tirkiyeyê ye. 
Li gor daneyan li Herêma Kurdistanê 330 hezar penaberên ji rojavayê Kurdistan û Sûriyê bi awayekî fermî li cem Neteweyên Yekbûyî (NY) hatine tomarkirin. Dîsa bi qasî vê hejmarê bi taybetî kurdên Rojava yên bi derfetên xwe debara xwe dikin û xwe li cem NY tomar nekirine îro li başûrê Kurdistanê dijîn. Ji aliyê din ve li Iraqê 3,6 mîlyon penaberên di nava Iraq û başûrê Kurdistanê de ji cih û warên xwe bûyî û bûne penaberên navxweyî hene. Em yên berê lê nekin, li gor daneyên fermî bi şerê çeteyên DAIŞ’ê re zêdeyî mîlyonek kurdên misilman, êzdî û şebek û her wiha fileh, tirkmen û ereban xwe spartin axa Herêma Kurdistanê.  
Ji bo rewş baştir were fêmkirin, hejmara parêzgeha Duhokê 1,5 mîlyon e; Li vê parêzgehê niha 700 hezar penaber dijîn. Zêdeyî 105 hezar ê van penaberan ji rojavayê Kurdistanê ne û yên din ji Iraq û herêmên ne ewle yên Başûr in.   
Minetdarî û nespaskirina raya navneteweyî li aliyekî, saziyên sivîl û rêxistinên girêdayî NY radihînin ku êdî alîkariya ji derve ji bo penaberên li Başûr tê gelekî kêmtir bûye û ev yek gelek metirsiyan bi xwe re diafirîne. Ji ber vê egerê ne tenê rewşa giştî ya aborî û destabîlîzeya civakî ya Herêma Kurdistanê serobino bûye. 
Ne tenê debar û xwarin, her wiha rewşa hîjyenîk a kampan di asteke metirsîdar de ye. Penaber û welatî bi metirsiya nexweşiyên wekî kolera re rû bi rû ne. Tenê ji bo ku ava lewitî ya li kampan bi awayekî hijyenîk were dûrxtistin û kanalên taybet ji bo vê yekê werin çêkirin, pêwistî bi zêdeyî 16 mîlyon euro heye. Lê belê welatên ku alîkariyê rê dikin heta niha tenê 2 mîlyon ji bo sazî û rêxistinên li kampên Herêma Kurdistanê bi vî karî re mijûl dibin berdest kirine.
Rewş ew qas hesas û aloz e lê di platformên fermî yên navneteweyî de ji bilî Herêma Kurdistanê spasiya hemû welatên cîran ên Sûriye tê kirin; Tirkiye, Ûrdin û Libnan. Raya giştî ya cîhanê wekî ku penaber li Herêma Kurdistanê nebin tevdigere. Ev yek ne tenê sûcê siyaseta navneteweyî ye. Her wiha tewanê mezin yê Hikumeta Herêma Kurdistanê ye ku heta niha nekariye bala siyaset, medya û bi taybetî ya raya giştî ya cîhanê bikişînê ser vî barê zêdeyî taqeta xwe pê dirabe. 

18 Nov 2015

Bi rizgarbûna Şingalê re kî yê bikare baweriyê bide êzdiyan

Şingal hate rizgarkirin. Çend rojek di ser rizgariya bajêr re derbas bûn. Ji bilî milmilaneya aliyên siyasî yên kurd derbarê dahatuya vî bajarî de hê jî tiştek zelal nebûye. Bi rizgariyê re tedawiya birîna vebûyî nû dest pê dike. Rizgarî bû pansûmana birîna Şingalê ya kûr a ku hê jî xwîn jê tê...

Bi deh hezaran êzdî ketin rêyan û xwe spartin çiyan.
Dê û bavan nekarîn li zarokên xwe xwedî derkevin. Mecbûr man hilbijartinê navbera zarokên xwe yên dikarin di çiyan re bê nan û xwarin bimeşin de bikin.

Ji neçarî gelek pîr û kalên bêtaqet li dû xwe hiştin. 
Bi sedan êzdî yên ku nebûn misilman hatin kuştin û di gorên komî de hatin veşartin.
Cîranên êzdiyan ên di heman bajar, tax û gundan de dijiyan xiyanet li wan kirin. Ev cîran ne tenê ereb bûn. Kurdên ji nijada êzdiyan jî xiyanet li wan kirin.
Bi hezaran jinên êzdî kirin kole û hê jî li bazaran têne firotin.
Êzdiyên Şingalê bi dinyayê ketin. Yên derfet peyda kirin berê xwe dan Ewropayê û yên din jî hê jî li kampan di nava sefaletê de dijîn.
Baweriya êzdiyên Şingalê ji misilmanan şikest. Ji hevrejiyana aram û aştiyane ya li wê herêmê şikest. Cebirandina wê şikestinê dê ne hesanî be...

Niha birîna Şingalê bi rizgariyê re ji aliyekî bi hevkarî û ji aliyê din ve bi milmilaneya siyasî ya PDK’ê, PKK’ê û serkêşên hewldana komîserhevkirina dînamîzma êzdîyan ên wekî Heyder Şeşo de pansûman bû.
Ji bo birîna Şingalê qemûşk bigire, divê berî her tiştî kurdên misilman baweriyê bidin êzdiyan. Ji nû ve avakirina bajêr dê têra cibirandina vê bêbaweriyê neke. 
Sedemên ku pêşmergeyan Şengal terikandin û êzdî bi hêviya însafa hovan ve hiştin divê bi awayekî şefaf were lêkolînkirin. Eger ev yek rastî be, divê were îzahkirin. Eger îdîa be, divê ev îdîa were pûçkirin...

 Eger ev yek îdîa ye, divê bûyer bi lêkolîn û lêpirsîna lijneyeke serbixwe were ronîkirin. Di encama lêkolîneke bi vî rengî de eger îdîa pûç bibe, barê PDK’ê û tohmeta li ser wê dê rabe. Reqîbên PDK’ê yên siyasî dê êdî nikaribin li her platformê vê yekê deynin ser maseyê û li rûyê wê bidin.
Eger di encamê de berevajî vê yekê derkeve holê ku êzdî bi hêviya însafa hovan ve bi zanebûn hatine hiştin, divê derbarê sedemên veşartî de raya giştî were agahdarkirin. Lêborîn ji êzdiyan were xwestin, kesên berpirsiyar werin cezakirin û mexdûr werin tazmînatkirin.

Ji bo mîsogeriya dahatuya êzdiyan li Şingalê, bi çi rêyê dibe bila bibe, divê bi awayekî fermî hem Şingal û hem jî ew cih û warên êzdiyan girêdayî Herêma Kurdistanê werin kirin. 
Ji bo qemûşkgirtina birîna Şingalê û bawerîdayîna êzdiyan, divê derfeta xwerêvebirinê radestî êzdiyan were kirin. Mîsogeriya ewlekarî, aborî û jiyandina vê xwerêveberiyê pêwîst e li ser milê Herêma Kurdistanê be. Ev yek dê bi xwe re rêya ku êzdî xwe bavêjin bextê şiiyan jî bide girtin.
Êzdî êdî bi gotina “hûn kurdên resen in” têr nabin. Ew êdî ne bi gotina xweşik a resenbûnê lê encax bi mafê xwe yê kurdbûnê û êzdayetiyê baweriyê bi derdorê bînin.

Bi bicihanîna her du xalên li jor; bi avakirina lijneya lêkolînê û mîsogeriya xwerêveberiyê dê birîna vebûyî qemûşk bigire. 

Lê şopa birînê dê ebedî bimîne. Cihê birînê dê herdem hem ji êzdiyan re û hem jî kurdên misilman ên desthilatdar re rênîşankera şaşiyên bûyîn û xweparastina ji dûbarekirina wan şaşiyan be.