12 Sept 2016

'Dinya tiroviro bûye'

Cîranekî min ê pîr heye. Bi gopalê dimeşe. Navê wî Xelîl e, ez jêre dibêjim Xalê Xelîl. Wextekî gelekî dirêj e ew ji aliyê Nisêbînê hatiye û li bajarê ez lê dijîm bi cih bûye. Gelekî kêfa min ji dîwana wî û kêfa wî ji dîwana min re tê.

Piştî zarokên wî gihan, ji malê derketin. Di ser de hevjîna wî jî najî û ew bi tenê jiyana xwe didomîne. Pêwendiyên wî yên civakî jî di asta neyî de ne. Her roj çend caran tê rawestgeha nêzîkî mala me, li wir ji xwe re li ser kursî rûdine, bi bêdengî hewayeke paqij distîne û dû re jî diçe mal.

Ne dizane bixwîne û ne jî binivîse. Ew qas sal in li vir e lê almanî fêr nebûye. Li taxê kesekî wî nasneke tune ye. Dema li ser kursiyê rawestgehê rûdine ji hûr û giran ve silavê didinê. Digel nezanîna zimên jî, dizane li taxê çi diqewime û rewşa kîjan malbatê çawa ye. Bi xêra wî carnan haya min jî ji rûdan û ecêbiyên li taxê pêk tên çêdibe. 
Gelekî kêfa wî tê dema serpêhatiyên xwe yên li gund ên dema şivaniyê, meseleyên erdan ên wê demê ji min re dibêje. Têkiliya di navbera wî û welêt de televîzyonên kurdî ne. Ji xwe dema pirsgirêkek di televîzyona wî de çêdibe, di heman saetê de hawara xwe digihîne min û ez diçim jê re çêdikim. 
Li welêt qet mirovên wî nemane. Bes gelekî meraqa bûyerên li welêt dike. Bûye adet jê re. Destpêkê pirs dike ka mirovên min ên li welêt çawa ne. Dû re jî behsa bûyerên li welêt yên ku di televîzyonê de dîtine dike. Herî dawî jî pirs dike ka wê mesele ber bi ku ve herin.

Atmosfera siyasî ya welêt niha zêde germ e. Bajar hatin rûxandin. Rojane li dijî qereqolan çalakî têne pêkanîn. Dengvedana hewla derbeya leşkerî hê jî didome. Minbic rizgar bû û Kobanî û Efrîn nêzîktirî hev bûn. Mesûd Barzanî hat Tirkiyeyê. Tirkiye kete Cerablûsê. Evdilhekîm Beşar ketina Tirkiyeyê ya di nava axa Sûrî de pîroz kir. Zêdeyî 500 rojan e ku haya kesekî ji Abdullah Ocalan tune ye. Parlamenter û şaredarên HDP'ê li şûna dîplomasiyê, serî li rêbaza girtiyan didin û dê bikevin greva birçîbûne. Ewropî di tirsa xwe ya ku Erdogan dîsa penaberan bi ser wan de rêkin de ne.

Şandeke PDK‘ê ji bo hevdîtinan derbarê serxwebûnê de bike çû Bexdayê. YNK bû du qet. Newşîrwan Mistefa ku ji YNK'ê veqetiya û tevgera Goran damezirand, niha bûye navbeynkarê giregirên YNK'ê. Îran ji bo her du qetan dîsa bike yek şandek rêkir Silêmaniyê. Polîsên alman nehişt kurd stadyûma bajarê Kolnê ji bo festîvalê kirê bikin. Ji ber vê yekê kurd  festîvalê li cihê mîtînga AKP‘ê ya berî mehekî li dijî derbê çêkiribû bi xwe çêdikin.

Ev babetên min li jor behsê kirin rojeva dîwana min û cîranê min in jî. 
Wê rojê dîsa ev mesele vebûn. Em ketin nav. Wekî li banî hatiye rêzkirin, me xwe ji vê meselê avêt wê meselê. Min ferq kir ku hişê wî çûye dereke din. Ez jî rawestiyam. Hêdîka ber xwe de got, “dinya tiroviro bûye“ û mesele birî.

Bi rastî jî wekî cîranê min gotî dinya tiroviro bûye. Kurdistan bûye maka rojevên mezin ku êdî serê mirov diêşe û dixwaze hinekî xwe ji rojevê dûr bike. Lê mixabin mirov çi jî dike jê dûr nabe. 

No comments:

Post a Comment