| 01.07.2009 | |
Hûnê niha bibêjin “fîlmê Mahsum Kirmizigul yê bi navê “Guneşi Gordum” ji rojevê derket, tu nû behs dikî´. |
1 Jul 2009
Nepixandina “Guneşi Gordum”
17 Jun 2009
Festîvalên dêrsimîyên Almanyayê
| 15.06.2009 | |
Vê hefteyê roja şemiyê du festîvalên çandî yên dêrsimiyan li Almanyayê çêbûn. Ez behsa du tiştên neyînî jî bikim… Pêşkêşvan jinek û mêrek bûn. Her duyan jî pêşkêşvaniya xwe bi zimanê tirkî ji sêrî heta dawî kirin. Bi dîtina min diviya bû yan her duyan bi dimilî pêşkêşvanî bikira yan jî ji ber berçavgirtina beşdariya pir ya kurmancan jî, yekî bi dimilî û yekî jî bi kurmancî festîval bi rê ve bibira. Li qadê tişteke din jî bala min kişand; ez pêrgî bi dehan nasên xwe yên ne ji Dêrsimê hatim û li ser vê yekê min meraq kir ka gelo beşdabûrna dêrsimiyan ya vê festîvala bi navê wan hatiye li dar xistin di çi astê de ye. Hevalekî rojnameger ku dêrsimiyên wê herêmê ji nêz ve nas dike got ku li gor çavdêriya wî ger beşdarbûn 4 hezar be, ji van 2 hezar dêrsimî ne. |
Konferansa Neteweyî ya Kurdên Almanyayê
| 26.04.2009 | |
Hûnê niha bibêjin 'me Konferansa Neteweyî ya Kurdan a ku van rojan di rojevê de ye kire gilok, vêce dora Konferansa Neteweyî ya Kurdên Almanyayê ye…" Ger hûn di wê fikrê de bin, hûn mafdar in… Lê belê… Em ji bîr nekin ku Konferansa Neteweyî ya Kurdan bicive, wê berê kurdên Almanyayê jî bide "Konferansa Neteweyî ya Kurdên Almanyayê." Çima ez vê yekê dibêjim? Bînin bîra xwe; Dema PKK'ê di sala 1993'yan de cara yekemîn şerawestandin pêk anî, protokoleke hevkariyê di nava hema bêje hemû partiyên kurdan ên bakur de pêk hat. Tê bîra we vê protokola yekbûnê çi bandor li kurdên Almanyayê kir? Ya yekem; heyecanek kire di nava kurdên li vî welatî dijîn de. Wekî mînak, nasekî me di wê demê de navê zaroka xwe ya nû çêbûyî kir "Yekbûn". Xalê min Qihar -yê ku pir jê hez dikim- jî xwest vê gava dîrokî bi navdanîna zaroka xwe ya nû hatî dinê tac bike. Tenê "Yekbûn" têra kêfa xalê min ya ji bo yekîtiya kurdan nekir, wî navê zaroka xwe ya nû çêbûyê "Mizgîn Yekbûn" danî… Ev du mînakên biçûk ên di nava civakê de bûn… Lê aliyê bûyerê yê siyasî? Saziyên kurdan yên heta wê demê ji ber nakokiyên xwe yên siyasî silav nedidan hev, protokola hevkariyê îmze kirin û hewl dan ku gelek xebatên ku berjewendiyên kurdên Almanyayê diparastin bi hev re pêk bînin… Cara yekemîn bi xêra wê protokolê hemû partiyên bakurî –çi biçûk, çi mezin- bi hev re di sala 1993'yan de meşa bi nav û deng ya Bonnê li dar xistin. Her wiha em Festîvala Navneteweyî ya Çanda Kurd a duyemîn ku heman salê li Waldstadiona Frankfurtê hatibû lidarxistin, bînin bîra xwe; Hem ji Almanyayê û hem jî ji seranserî Ewropayê ew cara yekemîn ku bû ew qas wezîr û rayedarên dewletan mesajên pîrozbahiyê rêkirin festîvaleke kurdan… Bêguman ev eleqeya navneteweyî jî bandora wê peymana di navbera kurdan de bû… Niha hem Mizgîn û hem jî Mizgîn Yekbûn bûne 16 salî… Vêca ji bo giyana ji berya 16 salan afirî, careke din biveje, ez bi israr dîsa dibêjim "Konferansa Neteweyî ya Kurdên Almanyayê."
|
Ferqa dozên namûsê yên almanan û yên kurdan
| 25.05.2009 | |
Kuştinên kurdan ên ji bo "dozên namûsê" hema bêje her sal li Almanyayî jî diqewimin. Medyaya alman jî bi awayekî mafdar cihekî mezin dide van bûyeran. Heta niha hem gelek pirtûk, hem fîlm û hem jî çend dokumenterên li ser bûyerên "dozên namûsê" yên kurdan û yên etnîsîteyên din ên li Almanyayê hatine weşandin. Yanî êdî raya giştî ya alman jî ji rûdanên bi vî rengî agahdar e û ji bûyerên bi vî rengî matmayî dimîne. Ev bûyer ji bo civaka alman zêde xerîb tên.Vêca dema ji berî çend rojekî pedagogekî kurd di bernameyeke tv'yeke kurdî de di wateya ku li nava ewropiyan de jî her sal bi sedan jin ji ber "dozên namûsê" têne kuştin çend tişt gotin, ez matmayî mam. Wî her wiha di wateya ku ewropiyan navekê din li kuştinên xwe yên li ser "dozên namûsê" kirine û li gora wî di rastiyê de cudahiyek di navbera kuştinên jinan ên di nava kurdan û yên di nava ewropiyan de nîn e çend tiştên din jî gotin… Ez vekirî bibêjim: Vê şîroveya bi vî rengî ez di cihê xwe de cemidandim… Min qet fêm nekir ka çawa çêdibe ku kurdekî li Ewropayê dijî û zanîngeh qedandiye, danînberheveke bi vî rengî dike… Ji bo pûçkirina vê îdîayê pêwîstiya lêkolînên dûr û kûr nake!Ji bo pûçkirina vê îdaayê ev pirs bes e:Heta niha çend caran derketiye holê ku di encama lêkolîna kuştina jineke alman ya ji hêla mêrekî ve, biryara kuştina wê di encama civîneke ku mirov û malbata wê tê de, hatiye dayîn? Rast e, her sal li Ewropayê bi sedan jin têne kuştin, lê belê tu eleqeyê van kuştinan bi "dozên namûsê" yên me kurdan re nîn e. Sedem dikarin ji dexesî, zikêşî, dilpîsî, çavnebarî, terikandina hevjîniyê û hesûdiyê, heta nêzîkbûnên zayendî û gelek mînakên bi vî rengî werin rêzkirin… Lê belê tu eleqeya motîf û sedema kuştinên ewropiyan bi bûyerên têgeha me ya "dozên namûsê" re nîn e. Mafê me nîn e ku em bi liberhevdanîn bi vî rengî nêzîkî meseleyê bibin û bibêjin "rast e, dozên namûsê ne baş in lê belê li cem filankes û mêvankes jî ev bûyer hene…" Divê em li xwe mikur werin: Ev qirêjiya bi navê "dozên namûsê", wekî gelek civakên din ên paşverû, di nava me de jî heye û berpirsiyarê paqijkirina vê qirêjê em in… |
Di vê lêkolînê de kurd û tirk yek in!
| 26.01.2009 | |
*http://www.berlin-institut.org |
Pirtûkên kurdî jî li Frankfurtê ne
![]() Zekî Ozmen / Qad |
Pêşengeha Frankfurtê ya Pirtûkan dest pê kir û wê heya roja yekşemê bidome. Piştî nîvro wexta min piçekî çêbû û min hewl da ji bo çend saetan jî be weşanxaneyan kurdan yên beşdar bûne di cîh de bibînim.
Berî behsa weşanxaneyên kurdan ên beşdar bûne bikim, ez dixwazim çend agahiyên kurt li ser 60’emîn Pêşengeha Frankfurtê ya Pirtûkan pêşkêş bikim. Bi giştî nêzîki 7 hezar 500 weşanxane, fîrma û sazî beşdarî pêşengehê bûne. Ji van derdor 3350’an ji Almanyayê ne. Ji 100 welatan zêdeyî 40 mîlyon 2280 pirtûk têne pêşkêşkirin. Her wiha ji van pirtûkan 123 hezar 496 yên nû ne.
Vê carê gelek weşanxaneyên kurdan jî beşdar bûne. Ji ber mêvanê taybet yê 60’emîn Pêşengeha Frankfurtê ya Pirtûkan Tirkiye ye, gelek weşanxaneyên wan bi awayekî fermî beşdar in. Ji xwe dema mirov li vî cihê tirkan digere, mirov pêrgî gelek nivîskar siyasetmedar û kesên ji hêla raya giştî ve ji nêzîk ve têne naskirin tê. Piraniya van weşanxaneyan di heman pavyonê de bi standên biçûk yên taybet hatine amadekirin li cem hev in. Di nava van de standa Weşanên Lîsê ji Amedê jî heye. Lîs jî bi awayekî fermî beşdar bûye û li cem standên tirkan pirtûkên wê jî tênê pêşkêşkirin. Her wiha di bin qata ku piraniya weşanxaneyên tirkan û ya Lîsê de jî sê standên din yên kurdan hene. Yek jê ya Weşanxaneya Mezopotamyayê ye. Mezopotamya ev bi salan e beşdar dibe û îsal hevkarî bi henek weşanxaneyên din yên kurdan re jî kiriye. Digel Weşanên Mezopotamyayê, yên Avesta, Aram, Zer û Enstîtûta Kurdî ya Almanyayê jî di bin banê heman standê de têne pêşkêşkirin. Standeke din a kurdan, ya ji başûr e û bi sedan pirtûkên ji weşanxaneyên cuda tê de têne pêşkêşkirin. Vê carê Pena Kurd jî bi standekî beşdar bû ye. Digel pirtûkên ji weşanxaneyên cuda, hêjayî gotinêye ku wan cihekî taybet dane pirtûkên ji bo zarokan ên Apecê.
Ev nivîs bila wisa bi van agahdariyên teknîkî biqede û ezê di nivîsa din de hinek dîtinên xwe yên li ser birêveçûna pêşengehê û beşdariya weşanxaneyên kurdan binivîsim. Lê ez vê jî bibêjim, armanca pêşengehê meseleyên telîfê, hevdu naskirina nivîskar, weşanxane, pirtûkxane û wergeran e û firotina pirtûkan qedexe ye. Ez ê di rojên pêş de di vî warî de pirsên xwe ji weşangerên kurd ên beşdar bûne bikim û ev yek bila bimîne ji nivîsa bê re.
Festîvala ciwanan bi vî halî nabe marqe!
| 26.07.2007 | |
Ev bû deh sal ku her sal Festîvala Spor û Çandê ya Mazlum Dogan tê lidarxistin lê belê vê festivalê nekariye bibe marqe û ne jî kariye bibe organîzasyoneke ku ji hêla navneteweyî ve were nas kirin. Her sal bi dehan ciwanên ji hêla sportîfî ve ji xwe bawer beşdarî festîvalê dibin. Ger ciwanên ku heya niha tevlî pêşbaziyên festivalê dibûn bi awayekî profesyonelî bihatane birêxistin, dê avakirina federasyoneke sporê ya kurdên li Ewropayê ne xeyal maba. Û ji Festîvala Spor û Çandê ya Mazlum Dogan ya îsal ku di 14´ê tîrmehê de li Kolnê hate lidarxistin çend not:
*Nota hilbijartinê:
|
“Festîvalên li welêt ji ya li Almanyayê pir cuda ne”
| 11.09.2008 | |||||
Festîvala Çanda Kurd ya Navneteweyî ya îsal di 6’ê rezberê de dîsa li bajarê Gelsenkirchenê li dar ket. Min hem par û hem jî pêrar piştî heman festîvalê di Diyarnameyê de çend dîtinên xwe nivîsibûn.
***
Nivîsên Zekî Ozmen ên li ser festîvalan: |
Kurdên Almanya û qedexekirina Roj Tv
| 10.07.2008 | |
Tawanê kurdan di girtina Roj Tv de Xebatên ji bo berovajîkirina qedexeyan Îdîaya ku Roj tv ji bo lîstika futbolê hate qedexekirin |
Bersiva rockvanê kurd Mirady
| 25.07.2008 | |
Min berî du mehan di vê quncikê de nivîsek bi navê "Çi bi rockvanê kurd Mirady hat?" hat nivîsand û ez li ser bêdengiya rockvanê kurd Mirady sekinîm. Min pirs kiribû ka ew çima niha bêdeng e. Mirady bi emailê bersivek ji min re rêkir. Ew di bersiva xwe de me agahdar dike ku sedema bêdengiya wî bi taybetî nexweşiya zarokeka wî ya pênc salî ye û hem jî pirsgirêka aborî ye. Em her wiha ji e-maila wî fêr dikin ku Mirady li Amedê dijî û mamosteyê fîzîkê ye. Wî wekî pêvek bi e-maila xwe re hevpeyvîneke bi zimanê tirkî ku pê re hatiye çêkarin ji min re rêkiriye. Bi riya vê hevpeyvînê dîtinên wî yên li ser muzîkê têne fêmkirin û her wiha mirov di der barê kar û projeyên wî de agahdar dibe. Ez li jêr bi kurtî çend xalên ku ez balkêş dibînim yên ku Mîrady behsê dike dinivîsim: - Bêguman bandora dengbêjiyê û muzîka gelêrî li ser wêje û muzîka kurdan heye. Lê belê rastiyeke din ew e ku heme bêje hemû muzîkvanên me xwe tavêjin pêsîra muzîka gelêrî ya xwedî hêza berxwedana li dijî demê ye. Em nikarin dîroka muzîka xwe, paşeroja xwe biguherînin lê belê em dikarin dîtina xwe ya li ser paşerojê biguherînin. - Pirsgirêkên muzîka kurdî ya devkî piralî ne û ji belavker bigire heta hunermend û guhdaran jî dirêj dibe. Divê di warê qanûnî de jî mafên muzîkvanan were mîsogerkirin. - Ji bo pêşvebirina muzîkê divê endustriya piyaseya muzîka kurdî bê çêkirin û ji bo vê yekê divê her kes dest bide hev. - Min piraniya karên repertuarê ji bo berhema xwe ya nû bi dawî kirin lê belê mixabin meseleya derxitinê û fînansekirina wê pirsgirêk e. Ez nizanim dê di pêşerojê de çi bibe lê belê niha bi min re hem stran û hem jî fikrên nû diafirin. Stran hemû yên min in û piraniya gotinên stranan yên hevalên me yên ciwan û yên helbestvanên mîna Cegerxwîn, Feqiyê Teyran, Arjen Arî, Celadet Bedirxan, Evdilê Pêşew û Latif Epozdemir in. Ez nizanim ezê çiqasî karibim van helbestan bikim stran, ji ber bestekirina helbestan zehmet e. Encama vê yekê dikare muzîkvanan bixapîne, ji ber hem hêza helbestê dikare bixapîne û hem jî belkî hûn nikaribin heqê wê bidinê û hwd... - Her wiha xebatên min bi hunermendên din yên ji nêz ve têne naskirin jî hene. Digel vê li her bajarekî bi dehan muzîkvanên ciwan hene û dixwazim ji ciwanan re jî bibim alîkar (Di berhema nû ya hunermend Mehmet Atli ya bi navê “Wenda” de muzîka strana bi navê “Şino Nino” ya Mirady e. Z.O). - Divê destek ji bo hunermendên bi pop, rock, hîp hop û hwd. re mijûl dibin were kirin lê belê pirsgirêk dîsa li nebûna piyaseya muzîka kurdî dialiqe. Delêla vê yekê jî ew e dema mirov here firoşgeheke berhemên muzîkê, hemû cureyên muzîkê paqij li cem hatine nijilandin lê belê hemû berhemên kurdî li ser hev û di nava hev de ne. Ji hêla din ve ez nizanim çiqas wê rast be, dema mirov bibêje ji ber filan stîl nîn e ezê wê çêbikim. *** Nivîsa Zekî Ozmen: Çi bi rockvanê kurd Mirady hat? |
