17 Jun 2009

Festîvalên dêrsimîyên Almanyayê

15.06.2009



Zekî Ozmen / Qad


Vê hefteyê roja şemiyê du festîvalên çandî yên dêrsimiyan li Almanyayê çêbûn.
Festîvalek li bajarê Russelsheimê bû û ya din li bajarê Bonnê hate lidarxistin.
Sedema lidarxistina du festîvalên bi heman navî di heman rojê de ne ji ber sedemên teknîkî lê ji ber nakokî û pêşbaziyên siyasî bûn.
Li gor min ji çapemeniyê şopand, organîzatorên festîvala li Bonnê ew kesên ku dêrsimîbûnê wekî netew bilêv dikin û dimiliya dêrsimê jî wekî "dêrsimkî" ango zimanekî serbixwe yê ji kurmancî û dimilî dibînin bûn.
Her wiha ji hinek malperên înternetê tê fêmkirin ku ji bilî vê komê, komên ku dimiliyan wekî kurd nabînin û dimilîaxêvan wekî neteweya zaza ya ji kurdan serbixwe destnîşan dikin jî piştgirî dan festîvala li Bonnê.
Organîzatorên festîvala li Russelsheimê jî dêrsimiyên ku bi nasnameya kurd ji bo piştgiriya Dêrsimê têkoşînê didin bûn.
Welhasil, piştî destnîşankirina vê nakokiya kûr û xeternak, dibêjim Xwedê dawiya me bi xêr bike…
Di eslê xwe de armanca min bilêvkirina hinek çavdêriyên xwe yên ji festîvalê bûn û piştî destnîşankirina van nakokiyên di nava civak û gelekî ji heman bajar û herêmê de afirî, bi kurtî dixwazim behsa çend çavdêriyên xwe yên ji festîvala Russelsheimê ya ku ez jî beşdar bûm de bikim:
Mirov gelek caran pêrgî behsa rewşenbîrî, pêşveçûn û hemdembûna dêrsimiyan tê. Min li festîvalê ji ber vê egerê car caran hewl da di festîvalê de karekterê cuda yê vê çalakiyê ji çalakiyên din ên kurdan bigerim.
Li gor çavdêriya min hinek guhartinên berbiçav yên amadekirina vê çalekiyê ji çalakiyên din ên kurdan hebûn…
Festîval li ber çemê Mainê di qadeke servekirî de hate lidarxistin. Di nîvê qadê de kursî, mase û sîwanên ku kesên rûniştî hem ji tava rojê û hem jî ji baranê bidin parastin hatibûn danîn.
Nizanim çiqasî girîng e, lê belê ji ber destpêkek e, ezê xwe negirim û behsê bikim; Cara yekemîn di çalekiyeke kurdan ya girseyî de bûm şahid ku bîra jî hate firotin.
Ji ber parqên otomobîlan dûrî qada festîvalê bûn, otobûsek hatibû kirêkirin û ev otobûs ji bo ragihandina beşdaran her dem di nava tevgerê de bû.

Ez behsa du tiştên neyînî jî bikim…

Pêşkêşvan jinek û mêrek bûn. Her duyan jî pêşkêşvaniya xwe bi zimanê tirkî ji sêrî heta dawî kirin. Bi dîtina min diviya bû yan her duyan bi dimilî pêşkêşvanî bikira yan jî ji ber berçavgirtina beşdariya pir ya kurmancan jî, yekî bi dimilî û yekî jî bi kurmancî festîval bi rê ve bibira.
Ya duwem jî dekora dikê bû. Dekor bi awayekî wisa amatorî hatibû xemilandin ku ev yek bû sedem ku çalakiyên kurdan ên salên 90'an werin bîra min.

Li qadê tişteke din jî bala min kişand; ez pêrgî bi dehan nasên xwe yên ne ji Dêrsimê hatim û li ser vê yekê min meraq kir ka gelo beşdabûrna dêrsimiyan ya vê festîvala bi navê wan hatiye li dar xistin di çi astê de ye. Hevalekî rojnameger ku dêrsimiyên wê herêmê ji nêz ve nas dike got ku li gor çavdêriya wî ger beşdarbûn 4 hezar be, ji van 2 hezar dêrsimî ne.
Ev yek jî tê wê wateyê ku beşdarvan bi çavên herêmî nêzîkî meseleyê nebûne. Bêguman beşdarbûna stranbêjên mîna Alî Baran, Beser Şahîn, Ferhat Tunc, Serdar, Şivan Perwer, Vengê Sodirî û çendekê din jî di vî warî de roleke sereke lîstin ku çarçoveya beşdarbûnê ji qada herêmî wirdetir were berfireh kirin…
Min nû ferq kir ku nivîs dirêj bûye, ji wê yekê dixwazim dawiyê li nivîsê bînim…
Bi hêviya ku di sala pêş de tenê festîvaleke dêrsimiyên li Almanyayê û ne du festîvalên ku dikarin di pêşerojê de di nava civakê de nakokiyan biafirînin, werin lidarxistin…

Konferansa Neteweyî ya Kurdên Almanyayê

26.04.2009



Zekî Ozmen / Qad


Hûnê niha bibêjin 'me Konferansa Neteweyî ya Kurdan a ku van rojan di rojevê de ye kire gilok, vêce dora Konferansa Neteweyî ya Kurdên Almanyayê ye…"

Ger hûn di wê fikrê de bin, hûn mafdar in…

Lê belê…

Em ji bîr nekin ku Konferansa Neteweyî ya Kurdan bicive, wê berê kurdên Almanyayê jî bide "Konferansa Neteweyî ya Kurdên Almanyayê."

Çima ez vê yekê dibêjim?

Bînin bîra xwe; Dema PKK'ê di sala 1993'yan de cara yekemîn şerawestandin pêk anî, protokoleke hevkariyê di nava hema bêje hemû partiyên kurdan ên bakur de pêk hat.

Tê bîra we vê protokola yekbûnê çi bandor li kurdên Almanyayê kir?

Ya yekem; heyecanek kire di nava kurdên li vî welatî dijîn de. Wekî mînak, nasekî me di wê demê de navê zaroka xwe ya nû çêbûyî kir "Yekbûn". Xalê min Qihar -yê ku pir jê hez dikim- jî xwest vê gava dîrokî bi navdanîna zaroka xwe ya nû hatî dinê tac bike. Tenê "Yekbûn" têra kêfa xalê min ya ji bo yekîtiya kurdan nekir, wî navê zaroka xwe ya nû çêbûyê "Mizgîn Yekbûn" danî…

Ev du mînakên biçûk ên di nava civakê de bûn…

Lê aliyê bûyerê yê siyasî?

Saziyên kurdan yên heta wê demê ji ber nakokiyên xwe yên siyasî silav nedidan hev, protokola hevkariyê îmze kirin û hewl dan ku gelek xebatên ku berjewendiyên kurdên Almanyayê diparastin bi hev re pêk bînin…

Cara yekemîn bi xêra wê protokolê hemû partiyên bakurî –çi biçûk, çi mezin- bi hev re di sala 1993'yan de meşa bi nav û deng ya Bonnê li dar xistin.

Her wiha em Festîvala Navneteweyî ya Çanda Kurd a duyemîn ku heman salê li Waldstadiona Frankfurtê hatibû lidarxistin, bînin bîra xwe; Hem ji Almanyayê û hem jî ji seranserî Ewropayê ew cara yekemîn ku bû ew qas wezîr û rayedarên dewletan mesajên pîrozbahiyê rêkirin festîvaleke kurdan…

Bêguman ev eleqeya navneteweyî jî bandora wê peymana di navbera kurdan de bû…

Niha hem Mizgîn û hem jî Mizgîn Yekbûn bûne 16 salî…

Vêca ji bo giyana ji berya 16 salan afirî, careke din biveje, ez bi israr dîsa dibêjim "Konferansa Neteweyî ya Kurdên Almanyayê."

zekiozmen@hotmail.com

Ferqa dozên namûsê yên almanan û yên kurdan

25.05.2009



Zekî Ozmen / Qad


Kuştinên kurdan ên ji bo "dozên namûsê" hema bêje her sal li Almanyayî jî diqewimin. Medyaya alman jî bi awayekî mafdar cihekî mezin dide van bûyeran. Heta niha hem gelek pirtûk, hem fîlm û hem jî çend dokumenterên li ser bûyerên "dozên namûsê" yên kurdan û yên etnîsîteyên din ên li Almanyayê hatine weşandin. Yanî êdî raya giştî ya alman jî ji rûdanên bi vî rengî agahdar e û ji bûyerên bi vî rengî matmayî dimîne. Ev bûyer ji bo civaka alman zêde xerîb tên.Vêca dema ji berî çend rojekî pedagogekî kurd di bernameyeke tv'yeke kurdî de di wateya ku li nava ewropiyan de jî her sal bi sedan jin ji ber "dozên namûsê" têne kuştin çend tişt gotin, ez matmayî mam. Wî her wiha di wateya ku ewropiyan navekê din li kuştinên xwe yên li ser "dozên namûsê" kirine û li gora wî di rastiyê de cudahiyek di navbera kuştinên jinan ên di nava kurdan û yên di nava ewropiyan de nîn e çend tiştên din jî gotin…

Ez vekirî bibêjim: Vê şîroveya bi vî rengî ez di cihê xwe de cemidandim…

Min qet fêm nekir ka çaw
a çêdibe ku kurdekî li Ewropayê dijî û zanîngeh qedandiye, danînberheveke bi vî rengî dike… Ji bo pûçkirina vê îdîayê pêwîstiya lêkolînên dûr û kûr nake!Ji bo pûçkirina vê îdaayê ev pirs bes e:

Heta niha çend caran derketiye holê ku di encama lêkolîna kuştina jineke alman ya ji hêla mêrekî ve, biryara kuştina wê di encama civîneke ku mirov û malbata wê tê de, hatiye dayîn? Rast e, her sal li Ewropayê bi sedan jin têne kuştin, lê belê tu eleqeyê van kuştinan bi "dozên namûsê" yên me kurdan re nîn e. Sedem dikarin ji dexesî, zikêşî, dilpîsî, çavnebarî, terikandina hevjîniyê û hesûdiyê, heta nêzîkbûnên zayendî û gelek mînakên bi vî rengî werin rêzkirin… Lê belê tu eleqeya motîf û sedema kuştinên ewropiyan bi bûyerên têgeha me ya "dozên namûsê" re nîn e.

Mafê me nîn e ku em bi liberhevdanîn bi vî rengî nêzîkî meseleyê bibin û bibêjin "rast e, dozên namûsê ne baş in lê belê li cem filankes û mêvankes jî ev bûyer hene…"

Divê em li xwe mikur werin: Ev qirêjiya bi navê "dozên namûsê", wekî gelek civakên din ên paşverû, di nava me de jî heye û berpirsiyarê paqijkirina vê qirêjê em in…

Di vê lêkolînê de kurd û tirk yek in!

26.01.2009



Zekî Ozmen / Qad



Enstîtuya ji bo Gelan û Pêşdeçûnê – Berlîn* lêkolîna xwe ya li ser rewşa entegrasyona biyaniyên li Almanyayê eşkere kir.
Bi vê lêkolînê eşkere bû ku tirkên li Almanyayê dijîn di gelek waran de li Almanyayê paşde mane. Li gor encama lêkolînê tirkên li Almanyayê civaka di warê entegrebûna di nava almanan de ya herî paşdemayî ye.
Her wiha li gor rapora lêkolînê, tirkên Almanyayê gelê herî bêkar in, hejmara jinên tirk yên li derve kar nakin û wekî jinên malê bi mala xwe ve mijûl in gelekî bilind e, hejmareke mezin ya tirkan bi pereyên sosyalê ango bi yên dewletê dijîn û her wiha tê destnîşankirin ku rewşa nifşa duyemîn ya tirkên Almanyayê jî ji ya nifşê yekemîn ne zêde baştir e.
Heman lêkolîn rastiyeke din ya tirkên Almanyayê jî radixe ber çavan: % 30’yê tirkan ne xwedî dîplomayeke dibistanê ne, % 14’ê wan karîne lîseyê biqedînin û asta qedandina perwerdeya pîşeyî kêm e. Ev yek hemû nîşan dide ku tirkên Almanyayê di gelek waran de li pişt biyaniyên din yên li Almanyayê ne.**
Bêguman xwendevanên kurd wê meraq bikin ka ev lêkolîn li ser kurdan çi dibêje?
Bi kurt û kurmancî: Rapora lêkolînê wekî piraniya lêkolînên bi vî rengî li ser kurdan tiştekî nabêje!
Di raporê de kurd jî wekî civakeke ji tirkan hatine destnîşankirin û tenê carekî navê kurdan tê de derbas dibe. Di rûpela 18’emîn ya raporê de, di paragrafa ku navê kurdan carekî derbas dibe de kurd bi vî awayî hatine bi bîranîn: “Nîvên 2,8 koçberên esiltirk yên li Almanyayê li vir hatine dinê. Ji xeynî wê hejmareke biçûk ya kurdên penaber yên esiltirk hene. Esiltirkên li Almanyayê di dû esilalmanên ji Sovyeta berê (Aussiedler) re koma herî mezin ya duyemîn ya biyaniyan e...”**
Ev hevoka navê kurdan tê re derbas dibe bi xwe tê wê wateyê ku tiştên di der barê entegrasyonê de yên ji bo tirkan derbas dibin, ji bo kurdan jî derbasdar in. Yanî kurd jî wekî tirkan gelê herî paşketî mayiye...
Wekî encam ez vê yekê bibêjim: Vê lêkolînê jî kurd piştguh kirine û pêwîst e ji ber vê yekê saziyên kurdên Almanyayê piçekî bêvila xwe bigemirînin û para xeta û neçalekbûna xwe ya ku dibin sedem ku kurd li Almanyayê werin piştguhkirin bibînin…
Encamên lêkolînê ya ku kurd jî kirine “şirîkên” tirkan ji rastiyê dûr in û hem pispor û hem jî îstatîstîken cuda didin xuyakirin ku meyla kurdan a entegrasyona di nava almanan de ji ya tirkan gelekî pêşdetir e. Di vî warî de nimûneya herî ber bi çav dikare wekî daxwaza mezin a kurdan a ji bo standina hemwelatîbûna alman were destnîşankirin...
Ez jî niha vê pirsê ji xwe dikim: Gelo ev lêkolîna nû, îstatîstîkên li ser entegrasyona kurdan û dîtinên pisporan yên di vî warî de ji bo birêveberên saziyên kurdên Almanyayê çiqasî xem in?
Ez jî nizanim...

*http://www.berlin-institut.org
**http://www.berlin-institut.org/fileadmin/user_upload/Studien/Integration_RZ_online.pdf

Pirtûkên kurdî jî li Frankfurtê ne


Zekî Ozmen / Qad


Pêşengeha Frankfurtê ya Pirtûkan dest pê kir û wê heya roja yekşemê bidome. Piştî nîvro wexta min piçekî çêbû û min hewl da ji bo çend saetan jî be weşanxaneyan kurdan yên beşdar bûne di cîh de bibînim.
Berî behsa weşanxaneyên kurdan ên beşdar bûne bikim, ez dixwazim çend agahiyên kurt li ser 60’emîn Pêşengeha Frankfurtê ya Pirtûkan pêşkêş bikim. Bi giştî nêzîki 7 hezar 500 weşanxane, fîrma û sazî beşdarî pêşengehê bûne. Ji van derdor 3350’an ji Almanyayê ne. Ji 100 welatan zêdeyî 40 mîlyon 2280 pirtûk têne pêşkêşkirin. Her wiha ji van pirtûkan 123 hezar 496 yên nû ne.
Vê carê gelek weşanxaneyên kurdan jî beşdar bûne. Ji ber mêvanê taybet yê 60’emîn Pêşengeha Frankfurtê ya Pirtûkan Tirkiye ye, gelek weşanxaneyên wan bi awayekî fermî beşdar in. Ji xwe dema mirov li vî cihê tirkan digere, mirov pêrgî gelek nivîskar siyasetmedar û kesên ji hêla raya giştî ve ji nêzîk ve têne naskirin tê. Piraniya van weşanxaneyan di heman pavyonê de bi standên biçûk yên taybet hatine amadekirin li cem hev in. Di nava van de standa Weşanên Lîsê ji Amedê jî heye. Lîs jî bi awayekî fermî beşdar bûye û li cem standên tirkan pirtûkên wê jî tênê pêşkêşkirin. Her wiha di bin qata ku piraniya weşanxaneyên tirkan û ya Lîsê de jî sê standên din yên kurdan hene. Yek jê ya Weşanxaneya Mezopotamyayê ye. Mezopotamya ev bi salan e beşdar dibe û îsal hevkarî bi henek weşanxaneyên din yên kurdan re jî kiriye. Digel Weşanên Mezopotamyayê, yên Avesta, Aram, Zer û Enstîtûta Kurdî ya Almanyayê jî di bin banê heman standê de têne pêşkêşkirin. Standeke din a kurdan, ya ji başûr e û bi sedan pirtûkên ji weşanxaneyên cuda tê de têne pêşkêşkirin. Vê carê Pena Kurd jî bi standekî beşdar bû ye. Digel pirtûkên ji weşanxaneyên cuda, hêjayî gotinêye ku wan cihekî taybet dane pirtûkên ji bo zarokan ên Apecê.
Ev nivîs bila wisa bi van agahdariyên teknîkî biqede û ezê di nivîsa din de hinek dîtinên xwe yên li ser birêveçûna pêşengehê û beşdariya weşanxaneyên kurdan binivîsim. Lê ez vê jî bibêjim, armanca pêşengehê meseleyên telîfê, hevdu naskirina nivîskar, weşanxane, pirtûkxane û wergeran e û firotina pirtûkan qedexe ye. Ez ê di rojên pêş de di vî warî de pirsên xwe ji weşangerên kurd ên beşdar bûne bikim û ev yek bila bimîne ji nivîsa bê re.

Festîvala ciwanan bi vî halî nabe marqe!

26.07.2007



Zekî Ozmen / Qad


Ev bû deh sal ku her sal Festîvala Spor û Çandê ya Mazlum Dogan tê lidarxistin lê belê vê festivalê nekariye bibe marqe û ne jî kariye bibe organîzasyoneke ku ji hêla navneteweyî ve were nas kirin.

Her sal bi dehan ciwanên ji hêla sportîfî ve ji xwe bawer beşdarî festîvalê dibin. Ger ciwanên ku heya niha tevlî pêşbaziyên festivalê dibûn bi awayekî profesyonelî bihatane birêxistin, dê avakirina federasyoneke sporê ya kurdên li Ewropayê ne xeyal maba.
Pêşamadeyiyên festîvalê bi ked û mesrefeke mezin tên birêvebirin lê belê şahî û heybeta sportîfî bi roja festival tenê tê sînorkirin.
Li ser vê yekê min meraq kir ka dema festîvalek tê amadekirin têkilî bi ciwanên ku beşdarî pêşbaziyên salên derbasbûyî re bûne tê kirin yan na, bersiva yek ji kesên amadekarê festivalê “na” bû.
Dema armanc ne kişifkirin û bi wê ve girêdayî alîkariya kariyera wan ciwanan ya sportîfî be, mixabin ev festîval wê nikari be bibe marqe. Ger heya niha di vê çarçowê de alîkarî ji bo ciwanan bihate kirin, belkî heya niha dê çend ciwanên kurd di pêşbirkên navneteweyî de bikarîba hem li ser navê welatên ku lê dijîn û hem jî li ser navê kurdan di cîhana sporê de xizmetê bikin.
Ger rewş wisa ba, dê mirov di her festîvalê de bi dehan antrenor û kesên din yên bi sporê ve eleqedar yên biyanî pêşwazî bikira. Kesên biyanî dê bi armanca kişifikirina talentên nû beşdarî festîvalan bibûbane û dê ciwan qezencî cîhana spore bikira. Ji xwe dev ji vê yekê berdin, mirov di van festîvalan de bi giştî biyaniyan nabîne.
Digel ku bi festîvalên herêmî turnovayên gokê ji bo fînala li Festîvala Spor û Çandê ya Mazlum Dogan hatin kirin jî, balkêş bû ku roja festîvalê nû serîlêdan ji bo pêşbaziyên beşên mîna dart, bîlardo û hwd. hatin kirin. Ev yek jî nerêxistinbûna ne baş ya festîvalê diraxîne ber çavan.
Ev festîval bi salan e ku bi ked û mesrefên mezin tê amadekirin, hêvîdarim ku ev festîval di dahatûyê de bibe marqeyek naskirî.

Û ji Festîvala Spor û Çandê ya Mazlum Dogan ya îsal ku di 14´ê tîrmehê de li Kolnê hate lidarxistin çend not:


- Dika festivalê îsal di cihekî baştir yê stadyomê de hatibû bi cîhkirin -li gor salên din- û bi vî awayî mirov dikarî bernameyê ji trîbûna baştir bişopîne.
- Hejmara kesên beşdarbûyî mîna ya salên berê bû û derdora çar hezar kesî bûn.
- Pêşkêşvan Kawa Urmiye digel ku di dawiyê de bê enerjiya destpêkê ma jî, karî bi axaftinên xwe yên ajîtasnonî kesên li trîbûna baş bicoşîne.
- Festîvala îsal bê sponsor bû.
- Ji ber ava dihate firotin bi logoya “SA” ya Gruba Sabancî bû, gelek kes matmayî man.
- Bi destpêka bernameya hîp hopvan Serhado trîbûn hejiyan heya bernama wî bi dawî bû.
- Elaqe ji bo Metîn – Kemal Kahraman kêm bû û bi vî awayî dîse diyar bû ku hunermendên kurd teklîfên ji wan re tên direkt dipejirînin, beyî ku profîla beşdaran di ber çavan re bigirin.
- Endamên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistan- YXK bi sedan dondurma firotin û ji encama karên xwe gelekî keyfxweş bûn.
- Beşdarbûna kesên temenmezin berbiçav bû.
- Mîna piraniya çalekiyên kurdan, dîsa şikeyet ji ber kalîteya xwarinê hebûn. Bi taybetî döner gelek caran xav dihate firotin.
- Bi sedan mirovan karîn xizim û hevalên xwe yên ji mêj ve nedîtî bi saya festîvalê bibînin ( Ji xwe gelek kes ji ber vê armancê tevlî festîvalan dibin).

*Nota hilbijartinê:
Digel ku li gor texmîna min dê herî zêde 18 Namzetên Serbixwe bihatane hilbijartin jî, ez dîse ji encamê şok bûm. Şokbûna min ji ber encamên neyînî yên li hinek bajarên ku diyar in. Û bi vê ve girêdayî; min van rojan bi dehan caran hevokên mîna „ …tenê Botan heya Amedê…“ û „ …çi 20 milyon û çi hal…“ bihîstin. Bi hêviya ku kesên hatin hilbijartin bi pratîka xwe nehêlin di hilbijartinên din de ev hevokên bi gazind yên li jor werin dubarekirin. Her wiha ez Günay Aslan pîroz dikim ku di nivîsa xwe ya pêşiya hilbijartinê de texmîna xwe mîna qezenckirina 20- 22 parlementerên serbixwe bilêv kiribû.

“Festîvalên li welêt ji ya li Almanyayê pir cuda ne”

11.09.2008



Zekî Ozmen / Qad


Festîvala Çanda Kurd ya Navneteweyî ya îsal di 6’ê rezberê de dîsa li bajarê Gelsenkirchenê li dar ket. Min hem par û hem jî pêrar piştî heman festîvalê di Diyarnameyê de çend dîtinên xwe nivîsibûn.
Ezê vê carê dîtinên hevalekî yê bi mêvandarî hatibû Almanyayê û beşdarî festîvalê bû binivîsim.
Ew heval heta niha beşdarî gelek festîvalên li welêt bûye. Îsal jî herî dawî beşdarî festîvalên li Amed, Dêrsim, Berxbir a li Kato û herî dawî jî ya li Cizîrê bûbû.
Min piştî beşdarbûna wî ya Festîvala Çanda Kurd ya Navneteweyî ya îsal hevpeyvînek pê re kir û ez li jêr dîtinên wî yên di der barê cudahiya festîvalên li welêt û ya li Ewropayê mîna xal li pêşberî hev dinivîsim:

Festîvala Çanda Kurd ya Navneteweyî ya îsal ya li AlmanyayêFestîvalên li Welêt
- Wekî tişteke li rêzê tê dîtin
- Ne polîs û ne jî tank hebûn
- Ji sohbetên bi kom diyar dibe ku gelek kes bi mebesta hevdîtinên bi xizim û nasên xwe beşdar dibin
- Diyar bû ku gelek kesan bi riya telefonê cihê civanên xwe diyar kiribûn
- Pêşkêşker gelek caran ji beşdaran dixwest ku slogan werin avêtin
- Yên li Ewropayê dijîn ji stranbêjan têr bûne û qet tezawirat nîn e
- Min di salên borî de li vê festîvalê bi rêya televîzyonê temaşe dikir û dîmenên di televîzyonê de têne weşandin gelekî ji beşdarbûnê balkêştir xuya dikirin
- Ez li benda festîvaleke balkêştir û bi heyecantir bûm
- Diviyabû ev festîval bibûya cihê mesajên vekirî ji bo cîhanê
- Digel zordariyê xwedî li nirxên neteweyî diderkevin
- Polîs û panzer dora cihê festîvalan dorpêç dikin
- Bi deng, reng û zimanê gel beşdar dibe
- Bi riya festîvalan gelek mirov hev nas dikin û ev yek dibe wesîla têkiliyên civakî
- Pêşkêşvan herdem anonsa dike ku slogan neyin avêtin û gel bêyî li hişyariyê guhdarî bike, bi coş heta dawiyê sloganên xwe diavêjin
- Coşa ji bo hunermendan pir e û ji bo hemûyan standart e
- Dema hunermendên herêmê diderkevin li ser dike mîna yên ji derve hatî eleqe nabînin
- Digel hunerê mesajên siyasî ji hêla gel bi xwe ve têne dayîn

zekiozmen@hotmail.com

***

Nivîsên Zekî Ozmen ên li ser festîvalan:

- Festîvala ciwanan bi vî halî nabe marqe!

- Festîval

Kurdên Almanya û qedexekirina Roj Tv

10.07.2008



Zekî Ozmen / Qad



Dema par hikûmeta Venezuelayê lîsensa televizyokî betal kir û bi wî awayî ew qenal mecbûr ma weşana xwe tenê li ser qablo û satelîtê (peykê) berdewam bike, hikûmeta Almanyayê reyaksiyoneke tund nîşan da û ev yek pêkanîneke li dijî mafê ramanê nîşan da.
Dev ji betalkirina lîsansa antênên klasîk berdin, hikumeta Almanyayê bi xwe vê carê hemû cureyên xebatê yên Roj Tv yên li Almanyayê qedeye kir. Ev yek bi serê xwe binpêkirina xala pêncemîn a Destûra Bingehîn a Almanyayê ye ku mafê medya û ramana azad mîsoger dike.
Em vê yekê deynin aliyekî; medyaya tirkan dema were şopandin, xweş tê dîtin ku hem nijadperest e, şer germ dike û kelema herî mezin a li pêşiya entegrasyona tirkên li Almanyayê ye.
Ev nakokî xweş dide diyarkirin ku dirûtiyek li dijî kurdan heye. Bi vî awayî tê fêmkirin ku nêzîkbûna siyaseta dewletan li gor bejewendiyan e.

Tawanê kurdan di girtina Roj Tv de
Bi baweriya min pirsa herî girîng ji bo kurdan divê ev be: Gelo em di xebatên xwe yên li Almanyayê de çiqasî serketî ne û me kariye bi riyên xebatê çi deriyan ji xwe re bidin vekirin?
Ez bi xwe dîtinên ku Almanya mîna “dijminê kurdan“ didine nîşandan di cih de nabînim. Dostbûn û nedostbûnên dewletan girêdayî berjewendiyên wan in.
Xebatên dîplomasî, lobî û yên siyasî yên kurdên Almanyayê zêde qels in. Piraniya komeleyên kurdan ji erka ku bibin pira di navbera kurd û almanan de dûr in. Kurdên ku dixwazin di nava siyaseta alman de cih bigirin tenê li dora Partiya Çep diçin û tên.
Ev egerên jor dibin sedem ku qedexekirina Roj Tv di medyaya alman de wekî nûçeyeke rûtîn derbas bibe, saziyên medyayê, sendîqa, rêxistinên sivîl û derdorên siyasî li dijî vê biryarê bêdeng bimînin.
Xweş tê bîra kurdên li Almanyayê ku di salên nodî de medyayê cihekî girîng dida pirsgirêka kurd. Koma dostaniya bi kurdan re di parlementoyê de hebû. Ambargoya çekan li ser Tirkiyeyê dihate danîn. Sempatiyeke gel ji bo doza kurdan hebû.
Bi bûyerên girtina otobanan û çalakiyên bi vî rengî medyaya alman pozîsyona xwe guhart û girêdayî wê sempatiya vekirî ya ji bo kurdan kêm bû.

Xebatên ji bo berovajîkirina qedexeyan
Ji bo berovajîkirina rewşê xebat lazim e. Divê komeleyên kurdan erka xwe ya komelebûnê pêk bînin. Bi riya projeyên entegrasyonê yên ku hikumet destekê dide têkiliyan deynin. Ger niha sed komeleyên kurdan bi şaredariya xwe re bi awayekî aktîf di nava têkiliyê de ba, ev tê wê wateyê ku dê sed şaredariyên Almanyayê û girêdayî wê, komele, sendîqa û saziyên cure yên li wan bajaran dê reyaksiyon li dijî qedexekirina Roj Tv nîşan bida.
Divê siyastmedarên kurd ne tenê dest li deriyê Partiya Çep bidin. Di hilbijartinên derbasbûyî de di namzetdayîna li Berlînê diyar bû ku Partiya Çep jî nêçîrvanê dengan e û bi wî awayî şanseke mezin neda namzetên kurd yên ku namzetbûn heq kiribûn. Pêwîst e siyasetmedarên kurd êdî di nava partiyên bi hêz de jî cih bigirin.

Îdîaya ku Roj tv ji bo lîstika futbolê hate qedexekirin
Û di dawiyê de dixwazim vê jî bibêjim; Di nava gel de mirov gelek caran dibihîze ku maça Tirkiyeyê û Almanyayê bi bedelê qedexekirina Roj Tv hatiye firotin. Ez bi xwe ne di wê baweriyê de me û ez bawer dikim amadekirinên qedexekirinê ji mêj ve dest pê kiribû. Lê belê roja ragihandina qedexekirinê ne tesadûf bû. Roj Tv rojekî pêşiya lîstika di navbera Tirkiye û Almanyayê de hate qedexekirin.
Almanya di nava tirsa ku şer di nava tirk û almanan de derkeve bû. Ji siyasetmedar, wezîr û rojnamegeran bigire, heta wezîra karê entegrasyonê daxuyaniyên xweşbîniyê dan û digotin ku dê ev maç bibe wesîleya hevaltiya di navbera gelan de. Heta ji ber vê yekê UEFA’yê biryar stand ku berî lîstikê kaptanên her du tîman duxuyaniyeke li dijî nijadperestiyê bidin.
Girêdayî wê, bi îlankirina qedexeya Roj Tv ya rojekî berî lîstikê di nava her du welatan de ev mesaj ji tirkan re hate dayîn: Binêrin em dostê we ne û me Roj tv...

Bersiva rockvanê kurd Mirady

25.07.2008



Zekî Ozmen / Qad


Min berî du mehan di vê quncikê de nivîsek bi navê "Çi bi rockvanê kurd Mirady hat?" hat nivîsand û ez li ser bêdengiya rockvanê kurd Mirady sekinîm. Min pirs kiribû ka ew çima niha bêdeng e. Mirady bi emailê bersivek ji min re rêkir. Ew di bersiva xwe de me agahdar dike ku sedema bêdengiya wî bi taybetî nexweşiya zarokeka wî ya pênc salî ye û hem jî pirsgirêka aborî ye. Em her wiha ji e-maila wî fêr dikin ku Mirady li Amedê dijî û mamosteyê fîzîkê ye.

Wî wekî pêvek bi e-maila xwe re hevpeyvîneke bi zimanê tirkî ku pê re hatiye çêkarin ji min re rêkiriye. Bi riya vê hevpeyvînê dîtinên wî yên li ser muzîkê têne fêmkirin û her wiha mirov di der barê kar û projeyên wî de agahdar dibe.

Ez li jêr bi kurtî çend xalên ku ez balkêş dibînim yên ku Mîrady behsê dike dinivîsim:

- Bêguman bandora dengbêjiyê û muzîka gelêrî li ser wêje û muzîka kurdan heye. Lê belê rastiyeke din ew e ku heme bêje hemû muzîkvanên me xwe tavêjin pêsîra muzîka gelêrî ya xwedî hêza berxwedana li dijî demê ye. Em nikarin dîroka muzîka xwe, paşeroja xwe biguherînin lê belê em dikarin dîtina xwe ya li ser paşerojê biguherînin.

- Pirsgirêkên muzîka kurdî ya devkî piralî ne û ji belavker bigire heta hunermend û guhdaran jî dirêj dibe. Divê di warê qanûnî de jî mafên muzîkvanan were mîsogerkirin.

- Ji bo pêşvebirina muzîkê divê endustriya piyaseya muzîka kurdî bê çêkirin û ji bo vê yekê divê her kes dest bide hev.

- Min piraniya karên repertuarê ji bo berhema xwe ya nû bi dawî kirin lê belê mixabin meseleya derxitinê û fînansekirina wê pirsgirêk e. Ez nizanim dê di pêşerojê de çi bibe lê belê niha bi min re hem stran û hem jî fikrên nû diafirin. Stran hemû yên min in û piraniya gotinên stranan yên hevalên me yên ciwan û yên helbestvanên mîna Cegerxwîn, Feqiyê Teyran, Arjen Arî, Celadet Bedirxan, Evdilê Pêşew û Latif Epozdemir in. Ez nizanim ezê çiqasî karibim van helbestan bikim stran, ji ber bestekirina helbestan zehmet e. Encama vê yekê dikare muzîkvanan bixapîne, ji ber hem hêza helbestê dikare bixapîne û hem jî belkî hûn nikaribin heqê wê bidinê û hwd...

- Her wiha xebatên min bi hunermendên din yên ji nêz ve têne naskirin jî hene. Digel vê li her bajarekî bi dehan muzîkvanên ciwan hene û dixwazim ji ciwanan re jî bibim alîkar (Di berhema nû ya hunermend Mehmet Atli ya bi navê “Wenda” de muzîka strana bi navê “Şino Nino” ya Mirady e. Z.O).

- Divê destek ji bo hunermendên bi pop, rock, hîp hop û hwd. re mijûl dibin were kirin lê belê pirsgirêk dîsa li nebûna piyaseya muzîka kurdî dialiqe. Delêla vê yekê jî ew e dema mirov here firoşgeheke berhemên muzîkê, hemû cureyên muzîkê paqij li cem hatine nijilandin lê belê hemû berhemên kurdî li ser hev û di nava hev de ne. Ji hêla din ve ez nizanim çiqas wê rast be, dema mirov bibêje ji ber filan stîl nîn e ezê wê çêbikim.

zekiozmen@hotmail.com

***

Nivîsa Zekî Ozmen: Çi bi rockvanê kurd Mirady hat?

Sedema vê yekê kurdên li Almanyayê bi xwe ne

10.05.2008



Zekî Ozmen / Qad


Polîsên alman vê hefteyê dîsa girtin ser şîrketa VIKO ya ku ji Almanyayê ji Roj Tv re bernameyan çêdike û gelek malên rojnamegerên kurd jî bûn armanca heman lêgerînan.

Kurdan dîsa piştî vê bûyerê gilî û gazindên xwe kirin lê belê ez dixwazim balê bikişînim ser vê yekê ku sedema vê yekê piçekî kurdên li Almanyayê bi xwe ne jî.

Rast e, berjewendiyên dewletên mezin bi kî re hebin, dostên wan in û ev yek ji bo wan ne giring e ka ew metînger, demokrat an tişteke din bin. Demokrasiyeke zêde xurt ji bo xwe û ji bo gelê xwe ava kirine lê belê piraniya şerên cîhanê bi çekên wan têne kirin. Lê belê divê em kurdên li Almanyayê jî ji xwe pirs bikin ka gelo me bi xwe ji bo xwe çi kiriye?

Li dor 800 hezar kurd li vî welatî dijîn lê belê me ne lobiyek ji xwe re çêkiriye û ne jî kariye dengên xwe yên hilbijartinan bikin di bazara siyaseta almanan de. Heta niha komeleyên kurdan yên li Almanyayê xebatên siyasî yên dîrekt berê wan li welêt meşandine û jiyana kurdan a li Almanyayê piştguh kirine.

Ger komele û saziyên kurdan heta niha bi pirsgirêkên civakî û siyasî yên kurdên li Almanyayê vr mijûl bibûya dê loby û piştgiriya kurdan jî heba. Ev bi dehan salan in ku bi dehan komeleyên kurdan li Almanyayê xebatê dikin lê belê di xabatên wan de tenê û tenê rewşa siyasî ya welêt heye.

Di navbera van bi dehan salan de, du-sê nifşên kurd yên nû li Almanyayê hatin dinê û bi awayekî xwezayî di bin bandora çanda Almanyayê de mezin dibin. Nifşên kevin ji xwe re û zarokên xwe re xanî kirîn û kargeh vekirin. Ev xanîkirîn nîşana vê yekê ye ku ev der bû warê wan ê heta hetayê. Ev jî tê wê wateyê ku êdî pêdivî bi vê yekê heye ku divê saziyên kurdan berê xwe bidin ser projeyên siyasî û civakî yên kurdên Almanyayê jî.

Ger kurd ev hêza xwe ya 800 hezarî bikaribin bikar bînin, dê di her warê jiyanê de derî ji bo wan vebin. Ji muxatabgirtina partiyên alman bigirin heya derxistana parlementên kurd. Ji desteka madî û manewî ya ji bo komeleyên kurdan bigirin heya perwerdeya kurdî ya fermî.

Di rewşeke wisa de ne dê kesek bikaribe êrişî tv´yên kurdan bike û ne jî rojnamegerên kurd bigirin bin çavan. Her wiha êdî dê pêwîstî pê nemîne ku kurd tv'yên biyaniyan ji bo balê bikişînin li ser bûyerên li welêt dagir bikin. Tv´yên biyanî xwe bi xwe wê li dû kurdan bigerin.

Kurd di vî warî dereng mane û divê rojek berî rojê dest bi xebatên siyasî û civakî yên ji bo çareserkirina kurdên li Almanyayê bikin û pêvajoya entegrasyonê cidî bigirin.

Ev kar bi şer, gazind û lavan çênabe, riya vî karî xwedîderketina projeyên hevpar yên li ser entegrasyonê ne.