3 Sept 2017

Ji nîvgirava Sînaî; mirov bi tirs in ku li tenişta wan êrîşek pêk were

Nîvgirava Sînaî ya Misrê parzemînên Afrîka û Asyayê bi hev ve girê dide. Ji xwar ve li ser Deryaya Sor e û ji banî ve jî di bin Deryaya Spî re ye. Ji bejayiyê ve xwe digihîne Îsraîlê. Eger em deryayê lê nekin, cîrana Erebistana Siûdî ye jî.

Xwezaya wê ji çiyanên rût û biyabanê ango sehrayê pêk tê. Qiraxên wê yên deryayê bihuşta geştiyariya di bin avê de ne. Berê tenê koçer li vê derê dijiyan. Hezkerên deryayê jî ji bo xwe noqkirinê dihatin aliyê Şarm el Şêx a vê nîvgiravê. Ava zelal û jiyana lawirên pirengî yên di bin deryayê de dibû sedem ku rojane hejmara geştiyaran zêdetir bibe.
Berî 40 salan êdî hêdî hêdî li ber qeraxên Sînaî hotel hatin avakirin û ew der bû bihuşta geştiyariyê. Ji her derê cîhanê geştiyaran ref bi ref qesta wê derê dikirin. Lê bi şerê navxweyî yê Misrê yê sala 2011‘an re ew der bû qada şer û êrîşên terorî. Ji wê rojê ve heta niha li wir gelek êrîş li hotelan li dijî geştiyaran, li nava Şarm el Şêx li dijî sivîlan û li dijî baregehên leşkeran pêk hatin. Pêrar bi daxistina balefireke tije geştiyarên rusî ku ji balafirgeha Şarm el Şêx rabû êdî geştiyarî jî li wir kete nav sêkeratan. 
Hefteya borî derfeta min çêbû ku biçim vê nîvgirava ez behsê dikim. Balafira me ji Frankfurtê firiya û li balafirgeha Şarm el Şêx danî. Ez li vir parantezekî vekim; Di şerê navdar ê şeş rojî yê 1967‘an de Îsraîlê ev nîvgirav kir bin destê xwe û li wir balafirgeheke leşkerî ava kir. Piştî lihevatinê, ev balafirgeha leşkerî ma ji Misrê re. Di nava demê de Misrê ev balefirgeh veguherand balafirheke medenî. Ev balafirgeha balafira me lê danî ew balafirgeha Îsraîlê ava kiribû bi xwe bû.
Piştî mirov ji balafirgehê derkive, li ser rê tevdîrên ewlekariyê yekser bala mirov dikişînin; Li xalên kontrolê yên ser rê leşker li ber çekên giran tiliyên wan herdem di amadebaşiyê de ne. Dema wesayît bigihin ber deriyên hewşên hotelên geştiyaran, wesayît bi seyên bêhnê têne qontrolkirin û dû re dikarin rêwiyan bibin hotêlan. 
Eger em geştiyarên ewropî yên her tiştî didin ber çavên xwe û berê xwe didin vê nîvgiravê lê nekin, geştiyar êdî bi piranî yên navxweyî ne. Ji welatên ereb ên mîna Urdunê jî geştiyarên qista vê derê dikin hene. Her wiha di çarçoweya peyman-bernameyeke taybet a hikumeta Misrê û Ûkraynayê de jî hewla ku berê tûrîstên ukraynî bidin vir heye lê belê hê jî asta geştiyaran negihaye bendewariya her du aliyan.
Balkêş e; yekser li ser rê hejmara bilind a hotêlên hatine girtin dikeve ber çavên mirov. Avahiyên nû hatine avakirin lê temamnebûyî wekî kavil hatine hiştin li her cihî dixuyên. Di nava hotelên vekirî de jî gelek hawizên avê û cihên atraksiyonên geştiyaran ji bo mesref zêde nebe hatine girtin. Heta ji destê hotelvanan tê dixwazin geştiyar qayîl vegerin malên xwe lê konjektura siyasî û rewşa metirsîdar nahêle armanca wan a ku bêhtir geştiyar bên pêk were.
Rewşa nîvgirav a Sînaî wekî ya gelek welatên misilmanan e. Tevger û rêxistinên tund ên îslamî ziyan dane her cihî. Li her derî leşker di amadebaşiyê de ne. Mirov bi tirs in ku li tenişta wan êrîşek an teqînek pêk were. Rewşa aborî ya kesên ji geştiyaran debara xwe dikirin serûbino bûye. Her kes di nava bêhêvîbûnê de hewl dide ji xwe re hêviyê çêbike lê belê rewş kembaxtir dibe.
Di dawiyê de dixwazim vê bibêjim; Gelo hêja ye ku mirov digel hêbûna vê rewşa nexweş serdana cihên wisa bike?
Belê, hêja ye, ji ber di roja me ya îro de qet diyar nabe li ku derê wê êrîş pêk were û li ku derê pêk nayê. Mîsogeriya tu welat û bajaran nîn e. Beyî xweavêtina di nava agir de, di çarçoweya derfetên mirov de bila mirov cihên meraq dike bibîne. Dîtin û bihîstin ji hev cuda ye. Bi dîtinê re nêrîn û fikra mirov yan tê guhertin û yan jî pesend dibe.

Referandûm û emojiya ala rengîn


Berfîn zarok e. Bihîstibû dê li Başûr referandûm pêk were. Lê belê wê referandûm wekî îlankirina serxwebûnê fêm kiribû. Bi kelecanî pêrgî min hat. Yekser got: “Rast e dê di meha îlonê (rezber) de Kurdistan serbixwe be?”

Min got: “Na dê referandûm pêk were.” Rûyê wê hat guhertin. Got, “ew çi ye?”  Min jê re yeko yeko got. Dema mesele fêm kir gelek xemgîn bû û got, “ûff¸ çi kêfa min hat, ez difikirîm ku êdî wê dewleta me hebe. Êdî li ser nexşeyan û di emojiyên Whatsappê de ala me jî hebe.”
Serxwebûna Kurdistanê ji hûr û giran ve hemû kurdan eleqedar dike. Pirsgirêkên nava malê yên kurdan ew qas gelek in ku kurd li ser meseleya referandûma serxwebûnê bûne du beş. Aliyek referandûmê wekî gava destpêkê ya ber bi serxwebûnê ve dibîne û aliyê din vê yekê wekî hewla Mesûd Barzanî ya li ser hikum bimîne bi nav dike. 
Li Başûr ev sê sal in parlamento girtî ye. Hikumeteke de-facto heye. Demek dirêj li ser hilbijartinên serokatiyê re derbas bûne. 
Di meha rezberê de dê referandûm pêk were. Piştî hingî du mehan dê hilbijartinên parlamentoyê pêk werin. Ne diyar e, dibe nû piştî hingî konsesûsek ji bo hilbijartina serokatiyê were dîtin. Di rewşên asayî de divê ji aliyê demê ve ev her sê hilbijartin hemû beravajî hev pêk bihata. Lê ne wisa ye, hemû tişt berevajî hev e. 
Rewşa navxweyî ya mala kurd ewqas xerab e ku hem alîgir û hem jî dijberên PDK’ê ji referandûmê bêtir ser niyeta baş û ya ne baş ya Mesûd Barzanî diaxivin. Hinek quretiyê dikin, hinek ji ber hestên netewî piştgiriyê dikin û hinek jî hesûdiyê dikin. Pêlên hizbayetiya alîgir û dijberan referandûm di nava xwe de noqî avê kirine.
Di qada navnetewî de rewş hê kambaxtir e. Hinekan digot Tirkiye serxwebûna Kurdistanê erê kiriye. Behsa lîsteyeke ku 63 welat piştgiriya serxwebûnê dikin dihate kirin. Em hebûna lîsteyeke bi vî rengî danin aliyekî, berteka neyînî ya welatên mîna Tirkiye, Îran, Amerîka, Almanya û Rusyayê dide diyarkirin ku di qada navnetewî de xebateke piştgiriya serxwebûnê ya encamgir nehatiye kirin.
Ev aliyekî meselê yê girîng e lê belê aliyê herî girîng ev e;
Rêveçûn û şêweyê biryarstandina referandûmê bi dilê me be û ne bi dilê me be, referandûm dê vîna kurdan ji cîhanê re rave bike. Ev yek gelekî ser hizbayetiyê re ye. Mesele ji hizban wir de, meseleyeke netewî ye.   
Divê were gotin ku metersiyeke mezin a referandûmê jî heye; Başûr dikare bi referandûmê bibe hedefa dewletên serdestên Kurdistanê jî. Heta niha tu welatan destek nedaye referandûmê. Bi taybetî Iraq, Tirkiye û Îran di destpêkê de bertekên xwe nîşan dan. Kurdên digotin, “PKK'ê bi ragihandina xweseriyê bajarên kurdan bi destê Tirkiyeyê da xerakirin” divê di keresateke bi heman rengî ya ku li Başûr pêk were vê carê ji rexneyên kurdên din ên wekî “PDK’ê Başûr bi zanebûn kir hedef” re amade bin.  
Di dawiyê de dixwazim careke din bibêjim ku gengeşiya van rojan a li ser referandûmê carnan mirov tengezar dike. Divê alîgirên PDK’ê dev ji pozbilindiyê berdin û fêm bikin ku referandûm ne hilbijartina Mesûd Barzanî ye lê meseleya hemû kurdan e. Her wiha pêwîst e dijberên PDK’ê jî fêm bikin ku dijberiya wan a Barzanî û meseleya referandûmê du tiştên ji hev cuda ne. Muxalefet tiştek e lê referandûm tişteke din e.
Ji bo xewna Berfînan pêk were, divê em hemfikir bin ku referandûm ji deryayê dilopek jî be, ya dikeve ser milê kurdan ew e ku li hemberî hemû cîhanê bi yekdengî bibêjin ku serxwebûnê dixwazin.

20 Apr 2017

Erdogan û kurd bi ser ketin


Di referandûmê de kemalîst têk çûn. Ewropayê winda kir. Tenê du serkeftiyên referandûmê hene; Erdogan û kurd. 
Serkeftina Erdogan ji ber vê egerê ne tenê serkeftineke navxweyî ye. Her wiha serkeftineke li dijî Ewropa ya ku di dema propagandaya referandûmê de vekirî aliyê xwe diyar kir û nedixwest Erdogan were hilbijartin.
Encama referandûma serokatiyê li Tirkiyeyê dê gelek bertekan bi xwe re bîne. Hem siyaseta navxweyî ya Tirkiyeyê û hem jî têkiliyên bi derve re wê şiklekî nû bigirin. 
Hêviya ku kemalîstan dabû xwe têk çû. Keda ku ewropiyan ji bo Erdogan neyê hilbijartin dayî rijiya nav avê. Erdogan bi vê yekê merhaleyeke nû ya ku gaveke din ber bi vejandina xeyala Împaratoriya Osmanî ve avêt.
Dû Erdogan re tenê aliyekî din ê qezenckirî heye; Ew jî kurd in!
Jêrzemînên Cizîr û kavilkirina Nisêbînê kêr nehat ku xelk bitirsin. Kayuman nekarîn vîna kurdan biguherin. Miftekirina deriyê HDP'ê kurd ji ya xwe neanîn xwarê. Kurdan bêyî pakiyê ji kesekî bikin dan dû vîna xwe ya siyasî ya ku ji ber girtin û zextan nekarî xebata referandûmê bimeşîne. 
Divê ne kurd lê kemalîst li ser pirsa ka dê encama referandûmê çi bi xwe re bîne xemam bixwin. Ne kurd lê Ewropa êdî dê bêvila xwe bifirkînin ka li Rojhilata Navîn dê mutefikê wan kî be. Ji bo kurdan mesele ne ew e ka li Tirkiyeyê kîjan rejîm li ser hikum e. Meseleya kurdan  bidestxistina mafan û azadiyê ye. 
Aliyê ku destpêkê fêde ji şerê veguherîna rejîmê ya navbera îslamî û kemalîstên tirk werbigire dê kurd bin. Derza têkiliyên dîplomatîk û aborî yên di navbera Ewropa û Tirkiyeyê de jî dê bibe pînekirina têkiliyên welatên ewropî bi kurdan re. 
Bila kes xwe nexapîne. Dinya wisa hatiye û wê wisa jî biçe; Wenn zwei sich streiten, freut sich der Dritte. Bi gotineke din; Hinga du alî bi hev bikevin, fêde yê aliyê sêyemîn e.

Serdana îsraîl û Filistînê

Dîtina bi çavan a Îsraîl û Filistînê ji bihîstin a devê sêyemîn zêde guhertîtir e.
Em nifşê sêyemîn û gelek ji me yên çaremîn in ku bi bihîstina bûyerên li Îsraîl û Filistînê mezin dibin.
Derfeta min çêbû van rojan gerek e dirêj û xweş li Îsraîl û Filistînê pêk bînim. Li bajar û cihên dîrokî geriyam. Bi mirovên xwediyên bîr û baweriyên cuda re axivîm. Serwextî nakokiyên olî, qewmî û aborî bûm. Bi vê yekê re hinek jiberiyên min rûxiyan û hinek jî piştrast bûn;
Ziman
Îsraîl welatek sêzimanî ye. Di meriyetê de ev yek rûniştiye. Lewheyên trafîkê, nivîsên agahdarkirin û hişyariyê hemû bi hibrî, erebî û îngilîzî ne. Ji min re gelekî balkêş bû ku ji hişyariyên li ser cixareyan bigirin heta agahdariyên derbarê parkirinê de jî bi sê zimanan bûn. Dibistan jî bi erebî û hibrî ne.
Aborî
Îsraîl welatek dewlemend e. Di aliyê binesayê de ne kêmî welatên rojava ye. Çi erda heyî ji bo hilberînê bikartîne. Bi danînberheva şênî û erda wê ya bi welatên din re zêdeyî taqeta xwe veberhênanê dike. Fabrîqeyên mezin li wir kar dikin. Mînakek; Kargeha kîmyayê ya herî mezin a cîhanê ya gubre çêdike li bajarê Haifa ye. Derfeta me çêbû ku em serdana karkerên wê fabrîqeyê bikin, ji qewlê kurdan ve ne serî û ne jî binî ye. Ligel vê yekê jî jiyan buha ye. Gelek mirov du karan bi hev re dikin û yan jî saetên zêde kar dikin. Li bajarên wekî Tel Avîvê gelek mirov heta nezewicin nikarin bi serê xwe di xaniyekî de bijîn û ji heq kirê û mesrefa debarê derkevin.
Ol
Îsraîl û Filistîn dergûşa olan e. Cihên herî pîroz ên cihû, fileh, misilman, bahaî li wir in. Me serdana gelek deverên ji bo van olan pîroz kir. Cihên nav û saloxdanên wan di pirtûkên pîroz de derbas dibe dîtin. Çavpêketina ew qas olên ji hev cuda li nava erdnîgariyekî hizûrê dide mirov. Jiyana rojane ji hizra me dikir zêde dûr e û herkes ola xwe dijî. Lê belê ol bûne sînor ku têkiliyên civakî yên welatiyên ji olên cuda tam bi sînor be.
Kurd
Me karî gelek cihûyên esilkurd bibînin. Li gor Serokê Weqfa Rosa Luksenburg Saphir Cohen hejmara wan zêdeyi 200 hezarî ye. Li gor Cohen piranî cihûyên rastgir in. Helbet bi kurdî nizanin lê belê dizanin ji ku derê hatine. Stranên kevin ên muzîka kurdan parçeyekî jiyana wan a çandî ye. Hunermend Hadassa Yeshurun ku mazovaniya me jî kir, wan stranên kurdî di nava civaka cihûyên ji Kurdistanê hatine dide jiyandin. Bala me kişand ku gelek kurdên cihû digotin ku bapîrên wan li malê ne bi kurdî lê bi aramî diaxivîn.
Filistîn
Dema mirov dikeve nava bajarên di bin rêveberiya Filistînê de mirov bi her awayî xwe li dilê Rojhilata Navîn hîs dike; qerebalixa mirovan, bêrêgeziya trafîkê, bazarên li kolanan û kolanên zindî. Li Filistînê ziman tenê bi erebî ye. Avakirina wargehên îsraîliyan li ser axa Filîstinê, qada jiyanê li wan teng kiriye. Têlên rêsayî û dîwarên bilind ên di navbera filistînî û israîliyan de asoya aştiya bêhêvî hê dûrtir kiriye. Divê vê jî bêjim; Gera me ya Filistînê jî gelekî xweş bû lê belê dîtina wêneyên Sedam Huseyîn li bajarê Ramallah û Jerushu moralê me kir sifir.
Naskirina kurdan
Bala me kişand ku haya filistîniyan ji ya îsraîliyan bêtir ji bûyerên rojane yên li Kurdistanê heye. Di vê derbarê de kesekî tişteke balkêş got me; Ew qas pirsgirêkên israîliyan hene ku bi xwe ve mijûl in ev dibe sedem ku zêde li ser meseleya kurdan neagahdar bin. Lê belê ji ber filistînî li kanalên wekî El Cezîre û El Erebiye dinêrin, rojane ji meseleyên kurdan agahdar dibin.
Dûrzî
Derfeta me çêbû ku em serdana bajarekî dûrziyan jî bikin. Bi çand û ola xwe dijîn. Mirov li nava Îsraîlê kêm pêrgî alên vî welatî tê lê belê li gundên dûrziyan hebûna gelek alên vî welatî û sembolên dûrziyan balê dikişîne. Bi taybetî welatiyên dûrzî ala vî welatî bi kargehên xwe ve dikin û girêdana xwe ya bi vî welatî ve nîşan didin. Sedem jî ew e ku li gor wan ji me re got ziman û ola wan li wir di bin mîsogeriya dewletê de ye.
Encam
Divê mirov Îsraîlê jî û Filistînê jî bibîne. Tişta mirov dibihîze û dibîne ne wekî hev in. Heta mirov nebîne, wêneyekî paqij ê nakokiyên di navbera her du gelan de dernakeve holê. Ev aliyê siyasî bû. Derbarê aliyê geştiyariyê de jî di dawiyê de vê bibêjim; Divê mirov wê axê bibîne. Ji her alî ve balkêş e. Dîroka olan ji wir rabûye. Di nava demeke kurt de ji olekî neteweyeke ku bikare ji gelek neteweyên din re bibe mînak afiriye. 

13 Mar 2017

Nazîbûn yan jî welat çiqas ji dîroka xwe direvin



Tansiyona bilind a referandûma Tirkiyeyê bûye rojeva sereke ya welatên ewropî. Li welatên mîna Almanya, Avusturya, Swîsre û Holandayê ahengên hilbijartinên partiya desthilatdar a Tirkiyeyê AKP’ê li bajarên van welatan rojane têne qedexekirin. Ewropî bi vê yekê helwesta xwe ya beramberî referandûma 16´ê avrêla li Tirkiyeyê nîṣan didin; Naxwazin di encama referandûmê de desthilatdariya Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan xurtir bibe. Bi vê helwesta xwe dixwazin pêṣiya desthilatdariyeke totalîter a dikare ziyanê bide berjewendiyên wan jî bigirin.
Bûyerên ku bûn sedema hikumetên ewropî bi pêkanîna metodên naziyan werin tewambarkirin
Rayedarên hikumeta tirk û Serokomar Erdogan digel çapemeniya nêzîkî xwe li hemberî qedexeya ahengên li welatên ewropî peyva “kiryarên bermayiyên naziyan” bi kar anîn. Pêşî Almanya ji ber betalkirina ahengên referandûmê bi vê yekê hat tewambarkirin. Dûre Holandayê roja ṣemiyê rêya Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Çavuṣoglu girt, destûr neda ku li bajarê Roterdamê ahenga referandûmê pêk bîne. Di ser de jî Wezîra Malbatan ya tirk ji Roterdamê dersînor kir. Bi vî awayî rayedar û çapemeniya tirk Holanda jî bi pêkanîna kiryarên naziyan tewambar kirin. Serokwezîrê Holanda Mark Ruttebibêje ev daninberhev û bilêvkirin “dînatî” ye.
Naziyên ku dîrok veguherandin û rûreṣiya mirovatiyê li dû xwe hiṣtin   
Têgeha “Nazî“ kurteya peyva alîgirên “Nationalsozialismus” ango alîgirên “Sosyalîzma Neteweyî” ye. Li Almanyayê ev cureyê îdeolojiya nijadperestî bi rêberiya Adolf Hîtler di navbera salên 1933 û 1945’an de hikum kir. Hîtler civaka alman manîpule kir û xwest li cîhanê “Împaratoriya Almanyayê” ava bike. Bi vê armancê di sala 1939’an de êrîṣê Polonyayê kir û Ṣerê Cîhanê yê 2’yemîn da dest pê kirin. Derdora 60 welatî xwe tevlî ṣer kirin. Zêdeyî 110 mîlyon kesî çek wergirt. Di encama ṣer de 60 heta 70 mîlyon mirovan canê xwe ji dest dan. Qirkirina cihûyan bi awayekî sîstematîkî pêk hat û derdora 6 mîlyon cihû hatin qetilkirin. Di dawiyê de Almanyayê winda kir. Tewanbarên ṣer li Numbergê hatin dadgehkirin. 
Rûbirûbûna bi serdema naziyan re ya Almanyayê û encamên wê
Piṣtî Ṣerê Cîhanê yê 2’yemîn Almanyaya nû hate avakirin. Ji cîhanê û bi taybetî cihûyan lêborîn hate xwestin. Ji wê demê ve nifṣên nû li dibistanan bi dîroka wê demê ya Almanyayê re têne rûbirûkirin. Ziyanên ku naziyan li mirovatiyê kirine ji wan re têne gotin. Ne tenê ev; Bi dokumenteran her dem ew serdem bi rêya televîzyonan tê bibîrxistin. Ji wê demê heta niha pesindan, sembolên naziyan û daliqandina wêneyên Hîtler qedexe ne. 
Paradoksa tawanbarkirina Holandayê bi pêkanîna “kiryarên Naziyan“
Di dema Ṣerê Cîhanê yê 2’yemîn de Hollanda welatek lawaz bû, nedixwast tevlî ṣer bibe. Lê Hîtler qebûl nekir û Hollanda dagir kir. Bajarê Roterdam ê ku wezîra tirk roja ṣemiyê jê hat derxistin di dema ṣer de di rojekî de hatibû bombebarankirin. 800 mirov di saetên bombebaranê de hatin kuṣtin. 25 hezar xanî bi erdê ve bûn yek. 78 hezar mirov li wî bajarî bêmal û bêcih man. 
Berteka alman û hollandiyan li hemberî tewanbarkirina bi “pêkanîna kiryarên naziyan“  
Hollandî qet ji almanan hez nakin. Sedem jî xwe dispêrê dema êrîşa naziyan a ser Hollandayê û dagiriya wê. Ew birîna hollandiyan hê jî nekewiyaye.
Alman jî ji dîroka xwe ya dema naziyan şerm dikin. Ji bo ew dîroka reş neyê jibîrkirin û dubare nebe bi ders û dokumenteran xelkê ronî dikin. Kêm welat wisa bi paşeroja xwe ya reş re rûbirû tê û ji bo carek din dubare nebe tevdîran digire.
Ji ber vê yekê tewanbarkirina hollandî û almanan bi "nazîbûnê" ne tenê wekî sûkayetî li her du gelan, her wiha wekî êrîş jî tê dîtin.

12 Mar 2017

Dengê melodîk ê Ṣîfa Gerdî jî çû

Mirov gelekî li ber mirina stêrên ragihandinê, nivîskar û hunermendên ku mirov ji wan hez dike dikeve. Lê belê dema ew kes nas bin, xemgîniyeke mezintir e. 
Li ser kar bûm û çend deqiqeyek bû ku min li ser malperên cuda nûçeyên dawî xwendibûn. Bi hatina peyamekî min li telefona xwe nêrî. Hevalekî bi smilyeke xemgîn lînka Al Jezeera ya ku agahdariya wefata Ṣîfa Gerdî tê de bû rêkiribû. Ya rast behitîm lê dibe ji ber hefteya karnevalê ya li Almanyayê, fikirîm ku henekeke tehl a ji hedê xwe derbasbûyî be. Min di nava behitandinê de yekser jê re nivîsî kuro ev çi henek e? 
Got mixabin rast e. 
Bi vekirina malpera Rûdawê re çav bi nûçeya bi wêneyê nivîsa "Bilez" ketim...
Min Ṣîfa di dema amadekariyên vekirina Rûdawê de nas kiribû. Me çend mehan bi hev re perwerde dît. Bi azmûn bû. Di perwerdeyê de yekem weṣana zindî ya navxweyî wê bi awayekî gelekî serkeftî pêk anîbû. Miroveke gelekî giran bû. Heta tu bibêjî ji xwe bawer bû. Di nava civakeke konservatîf û sêncên hesasiyetên çêkirî yên civakî de mezin bûbû. Lê xwe di ser wan sêncan re qewastibû. Xwe bi vî awayî dabû qebûlkirin. Herdem vê jixwebaweriya wê bala min kiṣandibû.  
Li Baṣûr karkirina jinan di televîzyonan de ne karekî hesan e. Bi sedan kelem ji vê yekê re hene. Malbat rê nadin ku jin li ser ekranan derkevin. Civak bi çavekî xirab li wan dinêre. Ji ber vê yekê gelek jinên di televîzyonan de kar dikin bi pirsgirêkên malbatî re rû bi rû dimînin. Gelek jê ji ber van egeran ji aliyê hevjînê xwe ve têne berdan.
Ṣîfa ji van hemûyan profîleke guhertîtir bû. Nezewicîbû. Xwe bi malbat û civakê dabû qebûlkirin. Di temenê xwe yê ciwan de bûbû xwedî kariyer. Bi karê xwe radibû û bi karê xwe rûdiniṣt.
Mirina Ṣîfa divê ji televîzyonên Baṣûr re bibe ders. Reqabeta ka kîjan peyamnêr bêtir dikare xwe bavêje metirsiyê divê ji holê rabe. Ewlekariya rojnamegeran divê di ser nûçe û dîmenên werin ragihandin re be.   
Di dawiya de vê bibêjim; Min çend caran ji Ṣîfa re gotibû dengê te wekî molodiyê ye û pêwîst nake tu di dema nûçexwendinê de zehmetiyê bidî qirika xwe. Her cara min ev yek jê re digot gelek kêfa wê dihat. Min ji dilê xwe digot û ew jî ji dilê xwe dikeniya. Lê mixabin ew dengê wekî melodiyê çû. Bila serê malbata wê û hemû dost û hevalan sax be.

(26.02.2017)

18 Dec 2016

“Doza-Daschner”

Magnus Gaefgen ji malbeteke halxweş bû. Bavê wî endazyar û dayika wî perwerdekar bû. Di wê dema ku li Almanyayê karesat derkeve holê wî li zanîngehê dadnasî dixwend. 
Gaefgen ê em behsê dikin, ew demek bû fêrî jiyaneke luks bûbû. Li rêbazekî digeriya ji bo ku jiyana xwe ya luks berdewam bike. 
Biryar da zarokekî bi navê Jackob von Metzler birevîne. Malbata Jackob dewlemend bû. Bavê wî li Frankurt a paytexta aborî ya Ewropayê li bankayekî di cihekî payebilind de dixebitî. 
Gaefgen ji ya xwe nehat xwarê û Jackob revand. Ji malbatê jî mîlyonek Euro pere ji bo berdana wî xwest. 
Malbatê bi haydarkirina polîsan re pere gihandin wî cihê ku Gaefgen destnîşan kiribû. Pere radest kirin. Li şûna wekî soza dayî Jackob serbest berde, wî çû otomobîlek kirê kir û berê xwe da balafirgehê, ji bo rasterast bi wan peran bi hevala xwe re biçe betlaneyê. Polîs ji xwe êdî bûbû siya wî. Ew di parka balafirgehê de girtin.
Ji bo malbatê û polîsan saetên mayîn û nemanê yên Jackob bûn. Gaefgen nedixwest bibêje wî Jackob li ku derê veşartiye. 
Çîroka navdar a li Almanyayê bi navê “Doza-Daschner” tê nasîn û piştre bû dokumentar û fîlm, ji vir û pê de dest pê dike.
Cîgirê Serokê Polîsê Frankfurtê Wolfgang Daschner û komîserê beşa kirîmînalî Ortwin Ennigkeit îfadestandina Magnus Gaefgen girtin ser xwe. 
Lê belê îfadestandina wan bi serê xwe bû sedema dozvekirina li her du polîsan û navê wan kete nav dîrokê.
Li gor Magnûs Gaefgen Cîgirê Serokê Polîs Daschnar gotibû wî ku ew di cih de nebêje Jackob li ku ye, ew ê “êşeke wilo bi wî bide kişandin ku qet bi serê wî nehatiye. Ji bo vê yekê jî niha polîsek bi helîkopterê di rê de ye…” Li gor îdîaya wî, polîsan di ser de jî jê re gotibûn eger ew cihê Jackob lê veşartiye nebêje “ew ê wî bikin hucreyeke ku du reşikên qerase ên kêfa wan bi seksa bi wî were…”
Cîgirê Serokê Polîs Deschnar ev îdîa herdem red kirin û got ku ji bo demildest bizane Jackob li ku ye û jiyana wî nekeve metirsiyê, wî bang li wijdana Gaefgen kiriye û gotiye, “Eger tu nebêjî Jacob li ku ye û tiştek pê were, tu caran rû û çavên wî zarokî dê ji ber çavên te neçin.”
Di îfadeya heman rojê de Gaefgen cihê ku Jackob li wir veşartibû ji polîsan re got. Lê Jackob êdî nedijiya. Ji ber roja Gaefgen ew revandibû, xeniqandibû.     
Lê doza revandina Jackob ma di bin siya doza ku Gaefgen li her du polîsan vekiri bû. Îdîaya polîsan tehdîd li wî kiriye bû sedema dozeke ku li Almanyayê nav bide. Mehkemê di dawiya gelek rûniştinan de giha wê qenaetê ku Gaefgen di îdîayên xwe de mafdar e û polîsan xwestiye bi şantajê îfadeya wî bigirin. 
Li ser vê yekê Cîgirê Serokê Polîsê Frankfurtê Wolfgang Daschner 90 roj û komîserê beşa kirîmînalî Ortwin Ennigkeit 60 roj cezayê girtîgehê xwarin. Dûre ev ceza wergerandin pereyan.
Ez di dawiyê de vegerim sedema ka çima min di vê nivîsê de cih da vê doza ku ketiye nav di dîroka Almanyayê; Jackob di sala 2002’yan hat revandin. Di 2003’yan de Gaefgen bi cezayê heta hetayê ji ber kuştinê hat cezakirin. Doza li her du polîsan hat vekirin û encama wê li jor hatiye nivîsandin di 2004’an de qediye. Em jî niha di dawiya 2016’an de dijîn. Dev ji îfadewergirtina bi şantajê berdin, roj naçe ku li Rojhilata Navîn, Tirkiye û bakurê Kurdistanê mirov di îşkenceyan re derbas nebin û neyin kuştin.   

22 Oct 2016

Tingetinga tembûra wî bû!

Çîrokeke wiha tesawir bikin; Me hay ji bayê felekê nîn e lê ji nişke ve agir bi dilê me dikeve. Çiqas ew serpêhatî tê bîra me, careke din hinavê me diperite...
Ji bo mebesta min were fêmkirin, ka em bi hev re vegerin destpêka çîrokê; Rojeke germ a keleqiçêna havînê ye. Em û hevalên xwe wê rojê diçin bajarekî dûr û digerin. Armanc serdana Manastir a navdar a Seligenstadt e.
Bi dîtina bexçeyê wê yê bi şêwaza barok û mîmariya serdema navîn em hemû mest dibin... 
Navê wê li ser e, Manastir e. Keşeyan li wir xwe ji karên dinyewî vekidişandin. Pê re jî alîkariya feqîr û mişehtan dikirin. 
Di manastirê de em diçin metbexa çar pencereyî. Di wan çar pencereyan re xwarinên mêvanên manastirê, xwarina keşîşan, xwarina nexweşên li nexweşxaneya manastirê û xwarina feqîr û meşehtên li bajêr dihat belavkirin. Ji wir em berê xwe didin dermanxaneyê. Dermanên wê ji giya û kulîlkên bexçeyê manastirê dihatin çêkirin. Ne tenê derman, her wiha şerab jî li wê dermanxaneyê dihat meyandin. 
Ji xwe qet nehewce ye ku behsa aşê manastirê ku hê jî dişixule bikim. Tê de genim dihat hêrandin. Dohnê zeytûn û behîvan dihat çêkirin.
Piştre em ji manastira ku dîroka wê zêdeyî hezar salî ye derdikevin. Em bi gerê hem diwestin û hem jî mest dibin. Dibe dora xwarinê, em li nava bajêr li cihekî xwarina xwe bi hevre dixwin. 
Dû re em berê xwe didin nava kolanên bajêr ên teng ên ku di wan re bayê çemê Rheinê li rûyê me dide. Erê, ez behsa wî çemê ku Birader dibêje “weylolo, weylolo weylolooo, erê çemê Reynê tu yê bi ku de herî” bi xwe dikim.

Tesewira çîrokê bila berdewam bike...
Hinek ji me aveke cemidî, hinekaji me aveke fêkî û hinek ji me jî bîrayeke qerisî dikin di destê xwe de û em bi hev re hêdê hêdî di ber çem re ji xwe re li cihekî rûniştinê digerin. 
Em di ber kesekî ku ji wechê wî diyar nabe ka tirk e, kurd e yan jî faris e derbas dibin. Li ber çem, li ser kursiyekî bi tena serê xwe rûniştiye. Tingetinga tembûra wî ye. Dema em nêzîk dibin, ez ferq dikim ku ji têlên tembûra wî xemgînî dibare. Lê hevalên me yên biyanî fêm nakin ka gelo zilam melodiyekî dilîze, yan jî akordê têlên tembûra xwe rast dike. 
Piştî ez berê xwe didim zilêm û li ber disekinim, hevalên min jî me dişopînin. 
Zilam beyî ku awirê xwe ji erdê rake û berê xwe bide me, lêdana tembûra xwe her berdewam dike.
Hevalek xwe hew digire û bi almanî dibêje; “Tu dikarî ji kerema xwe straneke bi lez a bi kêf lê bidî...”
Zilam beyî serê xwe rabike, di ber dengê têlên tembûra xwe re bi dengekî fedîker û nimz dibêje: “Na mixabin. Kurd tenê bi stranên xemgîniyê dizanim.” 
Li ser vê gotina wî em vediciniqin...
Ev çi gotin bû ey Xwedê! Wekî birûskek li min bikeve...
Agir bi dilê min dikeve. Ez tifa xwe dadiqurtînim. Hevalên me awira xwe ji tembûrvanê hê jî serê xwe ranekirîbû diguherînin û li min dinêrîn. 
Dizanin ku tembûrvan pê li birîna min kir. Dizanin, pê êşiyam û tembûrvan bi wê gotina xwe kêfa hatibû tesawirkirin di qirika min de hêla...
Piştre çi qewimî gelo? Min bi xwe nav û navnîşana wî pirs nekir, lê hê li bîra min e ku dema fêm kir ku ez kurd im, pirs kir ka ez ji ku derê me. 
Min got: Ji Cizîrê. 
Got: Ez jî ji Cizîrê me û rûyê wî geş bû...
Min got: Lê ji Cizîra serxetê... 
Li nav çavên min nêrî...
Nizanim di ber xwe de çi got lê dengê wî hate min ku got ew ji Amûdê ye. 
Axaftina me her ew bû û wilo ma jî. 
Me berê xwe jê guhert û me meşa xwe ya li ber çem dewam kir. 
Ew li ser kursiyê xwe ma û dema carekî ez zîvirîm û min li paş xwe nêrî, serî wî hê di ber de bû û li tembûra xwe dida.
Em dawî li tesawirê bînin...
Ev çîroka dibêjim ji beriya çend rojekî li wî bajar û cihê behsê dikim bi serê min hat. Çiqas tê bîra min awirên wî ciwan î ê li erdê dinêrtin û dengê tembûra wî ya di nava vize viza bayê çem de tê bîra min. Xemgîn dibim. Hevalên min jî hê jî carnan behsa gotina wî dikin: “Kurd tenê bi stranên xemgîniyê dizanin.”

30 Sept 2016

Du tabloyên li pişt Demîrtaş û Barzanî



Serdana Selahattin Demirtaş û şanda pê re ya Başûr qediya. Heta niha kêm serdanên navxweyî ewqas deng vedane. Hevdîtina ewilî ya Demirtaş li Serê Bilind a Pîrmamê li qesra Serokatiya Herêma Kurdistanê pêk hat. 
Ew qesir piştî sala 2005‘an ku Mesûd Barzan bû Serokê Herêmê li wir hatibû avakirin. Li wî cihê Pîrmamê ku niha jê re dibêjin Serê Bilind, piştî serhildana 1991‘ê, Mesûd Barzanî û endamên din ên malbatê jî di nav demê de li wir bi cih bûn. Serê Bilind raserî Hewlêrê ye û di warê ewlekariyê de jî cihekî muazem e. 
Du tabloyên salona pêşwaziya mêvanan a qesra Serokatiya Herêma Kurdistanê gelekî balkêş in. Her du tablo dîroka dûr û ya nêz a Kurdistanê di nava xwe de dihewînin. Tabloya yekem portreya bavê hizra netewî ya kurd Ehmedê Xanî ye. Tabloya duyemîn jî temsîla dema Mîr Zeynedîn bi Mem re satrancê dilîzê û Beko cihê Mîrê Botan û yê Mem ê Alan bi hev dide guherandin. 
Demîrtaş û Barzanî ligel şandên bi xwe re li ber wan her du tabloyan wêneyên xwe girtin û ji çapemeniyê re belav kirin. Dibe ku bi kişandina wêneyên li ber her du tabloyan xwastibin peyamekî jî bidin raya giştî ya navxweyî; 
Li Bakur serdema pêşiya xendekan û ya piştî xendekan tê jiyandin. Li Rojava bi ketina artêşa tirk a Carablûsê re awir hemû çûne ser wê yekê ka gelo Efrîn wê bigihe kantonên din. Rewşa Başûr ji ya her du parçeyên din xerabtir e. Metirsiya ku di rojên pêş de milmilaneyên siyasî bibin sedema ku kurd xweziya xwe bi van rojan bînin heye.
Eger em şerê birakujiyê lê nekin, têkiliyên navxweyî yên kurdan ti caran wekî niha xirab nebûne. Parlamentoya Başûr bêfonksiyon maye. Aborî di rewşa herî xerab de ye. PDK behsa ragihandina serxwebûnê dike lê aliyên din ên siyasî yên Başûr vê yekê wekî manevraya guhertina rojevê dinirxînin. Pirsgirêka di navbera PYD û ENKS’ê de dibe sedema têkiliyên xerabtir ên PDK‘ê û PKK‘ê. Di ser de jî, rojekî piştî serdana herî dawî ya Barzanî ya Tirkiyeyê, ku gotibû dê di demeke nêzîk de tiştên erênî biqewimin, artêşa tirk kete Cerablûsê de. Bi vê yekê re agirê di navbera aliyan de gurtir bû.
Nebûna têkiliyan û zimanê medyayê yên aliyan êdî dibe sedem ku girse jî di bin bandorê de bimînin. Civaka xwediyê fikrên cuda di bin atmosfera siyasî ya serdest de ji hev dûr dibe. Têkiliyên navmirovî bi jehra pirsgirêkên milmilaneya siyaseta serdest dikeve. 
Serdana HDP‘ê ya di bin serokatiya Selahattin Demirtaş a Başûr ku 21‘ê vê mehê destpêkiribû, avek di ser vî agirî de rijand. Hêviyên ku partiyên kurd dîsa nêzîkî hev bibin afirîn. Pişti Pîrmamê, Demirtaş hem li Hewlêrê û hem jî li Silêmaniyê bi civînên ligel hemû aliyên siyasî gera xwe dewam kir.
Eger mirov guh bide medyaya nêzîkî PDK‘ê armanca serdanê daxwaza navbeynkariya Barzanî ya ji bo lihevanîna PKK‘ê û hikûmeta Tirkiyeyê bû. Û mirov guh bide medyaya nêzîkî ji PKK’ê bigirin, heta YNK‘ê, Goran û Îslamiyan jî, HDP‘ê navbeynkariya aliyên siyasî yên Başûr kir û xwest  krîza heyî ji holê rabike.
Demirtaş roja 25´ê vê mehê, roja dawî ya serdana xwe careke din çû Serê Bilind û dîsa li wir bi Mesûd Barzanî re civiya. Helbet Demirtaş bi vê serdana nû peyama partiyên din ên ku bi wan re civiyabû ji Barzanî re ragihand û encamên hevdîtinên xwe jê re danî ser maseyê.
Dibe dema ku Demirtaş careke din piştî çar rojan di ber her du tabloyên li qesra Serokatiya Herêma Kurdistanê re derbas bûyî li Ehmedê Xanî nêrîbe û wekî mizgîniya serdemeke nû pê re bişişî be. Helbet dibe ku tenê li nav rûyê Beko jî nêrî be û bi xemgînî di ber re jî derbas bûbe. 
Lê Demîrtaş li qesrê li kîjan tabloyê nêrîbe û hevdîtinên wî bi çi awayî meşiya bin jî, serdana  wî ya Başûr hêviyek nû bi civaka kurd re afirand. 
Balkêş e ku ev hêviya nû ne partiyeke kurdistanî lê serokê partiyeke ku bi siyaseta xwe ya tirkiyeyîbûnê tê rexnekirin di nava civakê de afirand. Ev jî bi serê xwe sîleyeke dîrokî ye.

12 Sept 2016

'Dinya tiroviro bûye'

Cîranekî min ê pîr heye. Bi gopalê dimeşe. Navê wî Xelîl e, ez jêre dibêjim Xalê Xelîl. Wextekî gelekî dirêj e ew ji aliyê Nisêbînê hatiye û li bajarê ez lê dijîm bi cih bûye. Gelekî kêfa min ji dîwana wî û kêfa wî ji dîwana min re tê.

Piştî zarokên wî gihan, ji malê derketin. Di ser de hevjîna wî jî najî û ew bi tenê jiyana xwe didomîne. Pêwendiyên wî yên civakî jî di asta neyî de ne. Her roj çend caran tê rawestgeha nêzîkî mala me, li wir ji xwe re li ser kursî rûdine, bi bêdengî hewayeke paqij distîne û dû re jî diçe mal.

Ne dizane bixwîne û ne jî binivîse. Ew qas sal in li vir e lê almanî fêr nebûye. Li taxê kesekî wî nasneke tune ye. Dema li ser kursiyê rawestgehê rûdine ji hûr û giran ve silavê didinê. Digel nezanîna zimên jî, dizane li taxê çi diqewime û rewşa kîjan malbatê çawa ye. Bi xêra wî carnan haya min jî ji rûdan û ecêbiyên li taxê pêk tên çêdibe. 
Gelekî kêfa wî tê dema serpêhatiyên xwe yên li gund ên dema şivaniyê, meseleyên erdan ên wê demê ji min re dibêje. Têkiliya di navbera wî û welêt de televîzyonên kurdî ne. Ji xwe dema pirsgirêkek di televîzyona wî de çêdibe, di heman saetê de hawara xwe digihîne min û ez diçim jê re çêdikim. 
Li welêt qet mirovên wî nemane. Bes gelekî meraqa bûyerên li welêt dike. Bûye adet jê re. Destpêkê pirs dike ka mirovên min ên li welêt çawa ne. Dû re jî behsa bûyerên li welêt yên ku di televîzyonê de dîtine dike. Herî dawî jî pirs dike ka wê mesele ber bi ku ve herin.

Atmosfera siyasî ya welêt niha zêde germ e. Bajar hatin rûxandin. Rojane li dijî qereqolan çalakî têne pêkanîn. Dengvedana hewla derbeya leşkerî hê jî didome. Minbic rizgar bû û Kobanî û Efrîn nêzîktirî hev bûn. Mesûd Barzanî hat Tirkiyeyê. Tirkiye kete Cerablûsê. Evdilhekîm Beşar ketina Tirkiyeyê ya di nava axa Sûrî de pîroz kir. Zêdeyî 500 rojan e ku haya kesekî ji Abdullah Ocalan tune ye. Parlamenter û şaredarên HDP'ê li şûna dîplomasiyê, serî li rêbaza girtiyan didin û dê bikevin greva birçîbûne. Ewropî di tirsa xwe ya ku Erdogan dîsa penaberan bi ser wan de rêkin de ne.

Şandeke PDK‘ê ji bo hevdîtinan derbarê serxwebûnê de bike çû Bexdayê. YNK bû du qet. Newşîrwan Mistefa ku ji YNK'ê veqetiya û tevgera Goran damezirand, niha bûye navbeynkarê giregirên YNK'ê. Îran ji bo her du qetan dîsa bike yek şandek rêkir Silêmaniyê. Polîsên alman nehişt kurd stadyûma bajarê Kolnê ji bo festîvalê kirê bikin. Ji ber vê yekê kurd  festîvalê li cihê mîtînga AKP‘ê ya berî mehekî li dijî derbê çêkiribû bi xwe çêdikin.

Ev babetên min li jor behsê kirin rojeva dîwana min û cîranê min in jî. 
Wê rojê dîsa ev mesele vebûn. Em ketin nav. Wekî li banî hatiye rêzkirin, me xwe ji vê meselê avêt wê meselê. Min ferq kir ku hişê wî çûye dereke din. Ez jî rawestiyam. Hêdîka ber xwe de got, “dinya tiroviro bûye“ û mesele birî.

Bi rastî jî wekî cîranê min gotî dinya tiroviro bûye. Kurdistan bûye maka rojevên mezin ku êdî serê mirov diêşe û dixwaze hinekî xwe ji rojevê dûr bike. Lê mixabin mirov çi jî dike jê dûr nabe.