10 Jan 2016

Bibore Cizîra min, bibore…

Cizîrîbûn van rojan nasnameyeke bi kul û êş e. Ev bajarê ku nasnameya wê herdem mirov serfiraz dike ber çavên mirov gav bi gav tê ruxandin. Mirov di halê xwe de difetise…

Ya bi serê Sûrê tê, ya bi serê Silopî tê, ji ya bi serê Cizîrê tê ne kêmtir e. Lê ger mirov xwediyê nasnameya wî bajarî be rewş tê guhertin. Bi dîtina dîmenê bomberana bajarekî yekem car e rondik tênê xwarê. Hewan û gule li xaniyan dikevin. Tu nizanî di wan xaniyan de mirov dijîn yan na lê hesta ew hewan ne li xaniyan lê li te dikevin mirov perîşan dike. Ev bi rojan e ez wê hestê dijîm. Trajediya mirov, heval û hogirên min li nava Cizîrê dijîn wekî ku ne bes be, di ser de dîtina herifandina bajêr…

Li Cizîrê bi kê re diaxivim bi gazind e. Ew ji herkesî bêtir dijminê  xwe nas dikin. Bêwijdaniya dagirkeriyê ji xwe ji berê ve dijîn. Lê ji kurdan bi gazind in. Ji Kurdistanê bi gazind in. Dibêjin heta roja îro em ji bo herkesî rabûne ser piyan lê em niha bi tenê hatine hiştin…

Ew ne behsa rabûneke ser piyan û gazindeke ji rêzê dikin. Bi dengekî melûl jî be gazinda xwe ji kes û axa ku heta niha bajarê wan xizmeta wan kiriye dikin. Mafdar in, çi bêjin mafdar in… 

Cizîr, mîrgeha Bedirxan e. Dibistana Ehmedê Xanî û Feqiyê Teyran e. Warê Mele Ehmed e. Kesera ber dilê Celadet  û Kamûran e. Dibe haya gelek bajarên kurdan ji hebûna kesekî bi navê Mele Mistefa Barzanî nebû. Lê Cizîrê dema wefata Mele Mistefa rêûresma cenazeyê wî ya xiyabî çêkir. Cizîr sembol e, sembola kurdayetiyê ye. Cihê mam Şeref e. Mala parêzerê serînetewandî,  Orhanê Xelîlî ye. Keça kurd a êzdî Bêrîvan di pêsîra xwe de veşartiye û cihê wê di nava bajariyên xwe yên herî bi qîmet de veqetandiye. Xwediya mîrateya Mazlûm û Egîd e…

Îro Cizîr ne tenê bi dûmana çekan nefesê zehmet dikişîne. Lê ji birayên xwe yên bi wê bûne xwedî wêjeya klasîk, bûne xwedî alfabeya latînî, bûne xwedî rêziman û bûne xwedî hişmendiya kurdayetî gazindan dike. Ya wê aciz dike û ji taqet dixe ev e.  Dibêje dijmin e, bêminetî ye. Lê derdê vî miletî û vî welatî çi ye ku ewqas pişta xwe dane me…

Erê, diibêjin “Cizîr li herkesî xwedî derket lê kes li Cizîrê xwedî dernakeve.” Lê bi şermokî dibêjin… Peyva “gelo” pêvedikin û dibêjin “gelo çima Cizîr li herkesî xwedî derket û kes li wê xwedî dernakeve…” Bi peyva “gelo” ji xwe re li sedemên muhtemel digerin…

Ez bi xwe bersivê nizanim. Naxwazim bizanibim jî. Hercar dema ji min tê pirsîn jî ez bersivê diqurmiçînim. Ma ez ê çi bêjim… Nizanim çima Cizîra min, nizanim. Lê tenê dizanim em jî bi te re herifîn. Bi te re fetisîn…

Ezîz a ber dilê me, mala bavê me, cihê serfiraziya me… Nizanim, ez jî nizanim. Dîtina te ya di vî halî de ya ji dûr ve em duqetir fetisandin. Eger em hê jî nefesekî distînin, ew jî ji ber hêviya em rojekî dîsa te hembêz bikin...

Bibore Cizîra min, li min, li me, bibore… Serfiraziya te ma ji te re. Gazinda te, ew jî bila dilê te bi te bişewitîne û hew...  Nizanim gelo ev roj wê biçin û derbas bibin lê em jî bi te re birîndar ketin. Jî aliyekî ve birîndariya bedenê, birîndariya derûniyê û ji aliyê din ve birîndariyê bêpiştiyê…

1 Dec 2015

Tirkiye distîne Herêma Kurdistanê radizê

Barê penaberan ê li ser milê Herêma Kurdistanê dehqetî yê Tirkiyeyê ye. Di qada navneteweyî de spasiya Tirkiyeyê tê kirin. Xelat jê re tên dayîn. Lê belê haya raya giştî ya cîhanê jê nîn e ku ji çar kesên li Herêma Kurdistanê yek jê penaber e.
Li Tirkiyeyê derdora 2,5 mîlyon penaberên ku piraniya wan ji Sûriyê ne dijîn. Gelek jê hê ji destpêkê ve bi teşwîqa hikumeta dewleta Tirkiyeyê hatin vî welatî. Penaberên di kampan de dijîn li aliyekî, yên derveyî kampan jî dijîn di şertên herî dijwar de jiyana xwe didomînin. 
Tirkiye di qada navneteweyî de baş karî "zehmetî û mêvanperweriya xwe ya ji bo penaberan" îfade bike. Ji siyasetmedar û kesayetên olî bigirin, heta ragihandinên cîhanê rojane bi spasdarî behsa barê ku Tirkiye pê rabûye dikin. 
Di heman çarçoweyê de roja yekşemê Yekîtiya Ewropayê (YE) û Tirkiye li hev kir ku ji bo başkirina rewşa penaberên li Tirkiyeyê ya di warê xwedîkirin, tenduristî û perwerdehiyê de 3 mîlyar Euro bide Tirkiyeyê. Tirkiye dê pêre jî hem astengiya ji qaçaxçiyan re derîne û hem jî pêşiya penaberan ya çûyîna Ewropayê bigire. 
Ne tenê 3 mîlyar Euro, li gor peymanê eger Tirkiye şertên li jor hatine rêzkirin pêk bîne, dê ji kewçêra 2016 û pê de welatî bikaribin bê vîze serdana welatên YE’yê bikin. Paralelî vê yekî jî dê mûzekareyên endambûna Tirkiyeyê ya ji bo YE‘yê jî dest pê bikin. 
Erdoganê ku êdî çapemeniya Ewropayê wî wekî dîktator destnîşan dikir, bi xêra penaberan bû muxatabê tekane yê YE’yê. Siyasetmedarên ewropî ku ev demek bû êdî têkiliyên xwe pê re rawestandibûn, bi vî awayî xwe avêtin ber lingên wî.
Li Tirkiyeya ku hejmara şêniyên wê 80 mîlyon e, derdora 2,5 mîlyon penaber dijîn. Li Herêma Kurdistanê ya ku hejmara şêniyên wê derdora 8 mîlyonan e, di halê hazir de nêzîkî 2 mîlyon penaber lê hene. Erdnîgariya Herêma Kurdistanê jî bi eyaleteke Tirkiyeyê ye. 
Li gor daneyan li Herêma Kurdistanê 330 hezar penaberên ji rojavayê Kurdistan û Sûriyê bi awayekî fermî li cem Neteweyên Yekbûyî (NY) hatine tomarkirin. Dîsa bi qasî vê hejmarê bi taybetî kurdên Rojava yên bi derfetên xwe debara xwe dikin û xwe li cem NY tomar nekirine îro li başûrê Kurdistanê dijîn. Ji aliyê din ve li Iraqê 3,6 mîlyon penaberên di nava Iraq û başûrê Kurdistanê de ji cih û warên xwe bûyî û bûne penaberên navxweyî hene. Em yên berê lê nekin, li gor daneyên fermî bi şerê çeteyên DAIŞ’ê re zêdeyî mîlyonek kurdên misilman, êzdî û şebek û her wiha fileh, tirkmen û ereban xwe spartin axa Herêma Kurdistanê.  
Ji bo rewş baştir were fêmkirin, hejmara parêzgeha Duhokê 1,5 mîlyon e; Li vê parêzgehê niha 700 hezar penaber dijîn. Zêdeyî 105 hezar ê van penaberan ji rojavayê Kurdistanê ne û yên din ji Iraq û herêmên ne ewle yên Başûr in.   
Minetdarî û nespaskirina raya navneteweyî li aliyekî, saziyên sivîl û rêxistinên girêdayî NY radihînin ku êdî alîkariya ji derve ji bo penaberên li Başûr tê gelekî kêmtir bûye û ev yek gelek metirsiyan bi xwe re diafirîne. Ji ber vê egerê ne tenê rewşa giştî ya aborî û destabîlîzeya civakî ya Herêma Kurdistanê serobino bûye. 
Ne tenê debar û xwarin, her wiha rewşa hîjyenîk a kampan di asteke metirsîdar de ye. Penaber û welatî bi metirsiya nexweşiyên wekî kolera re rû bi rû ne. Tenê ji bo ku ava lewitî ya li kampan bi awayekî hijyenîk were dûrxtistin û kanalên taybet ji bo vê yekê werin çêkirin, pêwistî bi zêdeyî 16 mîlyon euro heye. Lê belê welatên ku alîkariyê rê dikin heta niha tenê 2 mîlyon ji bo sazî û rêxistinên li kampên Herêma Kurdistanê bi vî karî re mijûl dibin berdest kirine.
Rewş ew qas hesas û aloz e lê di platformên fermî yên navneteweyî de ji bilî Herêma Kurdistanê spasiya hemû welatên cîran ên Sûriye tê kirin; Tirkiye, Ûrdin û Libnan. Raya giştî ya cîhanê wekî ku penaber li Herêma Kurdistanê nebin tevdigere. Ev yek ne tenê sûcê siyaseta navneteweyî ye. Her wiha tewanê mezin yê Hikumeta Herêma Kurdistanê ye ku heta niha nekariye bala siyaset, medya û bi taybetî ya raya giştî ya cîhanê bikişînê ser vî barê zêdeyî taqeta xwe pê dirabe. 

18 Nov 2015

Bi rizgarbûna Şingalê re kî yê bikare baweriyê bide êzdiyan

Şingal hate rizgarkirin. Çend rojek di ser rizgariya bajêr re derbas bûn. Ji bilî milmilaneya aliyên siyasî yên kurd derbarê dahatuya vî bajarî de hê jî tiştek zelal nebûye. Bi rizgariyê re tedawiya birîna vebûyî nû dest pê dike. Rizgarî bû pansûmana birîna Şingalê ya kûr a ku hê jî xwîn jê tê...

Bi deh hezaran êzdî ketin rêyan û xwe spartin çiyan.
Dê û bavan nekarîn li zarokên xwe xwedî derkevin. Mecbûr man hilbijartinê navbera zarokên xwe yên dikarin di çiyan re bê nan û xwarin bimeşin de bikin.

Ji neçarî gelek pîr û kalên bêtaqet li dû xwe hiştin. 
Bi sedan êzdî yên ku nebûn misilman hatin kuştin û di gorên komî de hatin veşartin.
Cîranên êzdiyan ên di heman bajar, tax û gundan de dijiyan xiyanet li wan kirin. Ev cîran ne tenê ereb bûn. Kurdên ji nijada êzdiyan jî xiyanet li wan kirin.
Bi hezaran jinên êzdî kirin kole û hê jî li bazaran têne firotin.
Êzdiyên Şingalê bi dinyayê ketin. Yên derfet peyda kirin berê xwe dan Ewropayê û yên din jî hê jî li kampan di nava sefaletê de dijîn.
Baweriya êzdiyên Şingalê ji misilmanan şikest. Ji hevrejiyana aram û aştiyane ya li wê herêmê şikest. Cebirandina wê şikestinê dê ne hesanî be...

Niha birîna Şingalê bi rizgariyê re ji aliyekî bi hevkarî û ji aliyê din ve bi milmilaneya siyasî ya PDK’ê, PKK’ê û serkêşên hewldana komîserhevkirina dînamîzma êzdîyan ên wekî Heyder Şeşo de pansûman bû.
Ji bo birîna Şingalê qemûşk bigire, divê berî her tiştî kurdên misilman baweriyê bidin êzdiyan. Ji nû ve avakirina bajêr dê têra cibirandina vê bêbaweriyê neke. 
Sedemên ku pêşmergeyan Şengal terikandin û êzdî bi hêviya însafa hovan ve hiştin divê bi awayekî şefaf were lêkolînkirin. Eger ev yek rastî be, divê were îzahkirin. Eger îdîa be, divê ev îdîa were pûçkirin...

 Eger ev yek îdîa ye, divê bûyer bi lêkolîn û lêpirsîna lijneyeke serbixwe were ronîkirin. Di encama lêkolîneke bi vî rengî de eger îdîa pûç bibe, barê PDK’ê û tohmeta li ser wê dê rabe. Reqîbên PDK’ê yên siyasî dê êdî nikaribin li her platformê vê yekê deynin ser maseyê û li rûyê wê bidin.
Eger di encamê de berevajî vê yekê derkeve holê ku êzdî bi hêviya însafa hovan ve bi zanebûn hatine hiştin, divê derbarê sedemên veşartî de raya giştî were agahdarkirin. Lêborîn ji êzdiyan were xwestin, kesên berpirsiyar werin cezakirin û mexdûr werin tazmînatkirin.

Ji bo mîsogeriya dahatuya êzdiyan li Şingalê, bi çi rêyê dibe bila bibe, divê bi awayekî fermî hem Şingal û hem jî ew cih û warên êzdiyan girêdayî Herêma Kurdistanê werin kirin. 
Ji bo qemûşkgirtina birîna Şingalê û bawerîdayîna êzdiyan, divê derfeta xwerêvebirinê radestî êzdiyan were kirin. Mîsogeriya ewlekarî, aborî û jiyandina vê xwerêveberiyê pêwîst e li ser milê Herêma Kurdistanê be. Ev yek dê bi xwe re rêya ku êzdî xwe bavêjin bextê şiiyan jî bide girtin.
Êzdî êdî bi gotina “hûn kurdên resen in” têr nabin. Ew êdî ne bi gotina xweşik a resenbûnê lê encax bi mafê xwe yê kurdbûnê û êzdayetiyê baweriyê bi derdorê bînin.

Bi bicihanîna her du xalên li jor; bi avakirina lijneya lêkolînê û mîsogeriya xwerêveberiyê dê birîna vebûyî qemûşk bigire. 

Lê şopa birînê dê ebedî bimîne. Cihê birînê dê herdem hem ji êzdiyan re û hem jî kurdên misilman ên desthilatdar re rênîşankera şaşiyên bûyîn û xweparastina ji dûbarekirina wan şaşiyan be.  

29 Oct 2015

Barê min sivik bû!

Li Ewropayê dengdayîna hilbijartinên pêşwext ên 1’ê sermawezê yên li Tirkiye û bakurê Kurdistanê ev çend rojeke destpêkiriye. Bi vê boneyê ez vê sibê ketim rê û çûm Frankfurta ku zêdeyî 100 km ji min dûr e. 
Bi heman armancê ez dîsa ji bo hilbijartinên 7’ê pûşperê jî çûbûm nûnergeha Lijneya Bilind a Hilbijartinê ya Tirkiyeyê ya li Frankfurtê. Ne tenê dengdayîn, her wiha min rojekî wekî mûşahid jî li ber sindoqan kar kiribû. 
Wê demê kelecanek bi kurdên dihatin hilbijartinê re hebû. Kêfxweşiyek li ser rûyê kesên dengên xwe diavêtin sindoqan dixuya. Herkes bi hêvî bû ku dê HDP yekem car benda sedî 10 derbas bike û dê di warê çareserkirina meseleya mafên kurdan de jî pêşketin çêbibe.
Wisa jî çêbû; HDP´ê bend derbas kir. Hêviya hilbijêrên kurd ên dengên xwe dane vê partiyê pêk hatibû û sibeha 8’ê pûşperê rûyê herkesî dikeniya.
Lê AKP ya ku êdî temsîla dewleta tirk dike tehamûla binketina xwe nekir. Ji wê rojê û pê de kete hewldana poşmankirina kesên dengê xwe dane HDP’ê. 
Girtina kurdan, tehdîd û heqaret êdî ji rojevê kêm nebûn. Kuştin, lêdan û serdegirtin bûn êdî bûyerên ji rêzê. Qedexeya derketina derve li bajaran, operasyonên li dijî gerîlayan û jipeywirgirtina şaredarên kurdan heta saeta em tê de jî didomin.
Herkes êdî dizane ku heta roja hilbijartina 1’ê sermawezê ev yek dê bidome. Di ser de jî guman a ku hikumet ango dewleta tirk tempoya kiryarên xwe bilindtir jî bike heye.
Em bi van bûyerên li jor hatine rêzkirin derbasî hilbijartinên 1’ê sermawezê dibin. Ji ber van rûdanan kelecanî û kêfxweşiya cara din tune bû.
Li cihê dengdayînê min vê carê hewl da kêfxweşî û xemgîniya di rûyê hilbijarên kurd de bixwînim. Di rûyê kesî de kêfxweşî xuya nedikir. Bi dengavêtina hilbijartinê re mecbûriyetek xuya dikir. Mecbûriyeta ku wekî peywira kurdayetî û mirovî ya dengdayînê di rûyê mirovan de xwe dida der.
Min jî bi heman motîvazyonê dengê xwe avêt sindoqê de. Bi dilekî xemgîn û rûyekî melûl. 
Min dengê xwe da HDP’ê û hê ji niha ve dengekî din li dengên HDP’ê zêde kir. Bi vê yekê re jî piştî dengdayînê barsivikiyek bi min re çêbû. Barsivikiyeke wijdanî û hesta pêkanîna peywireke mirovî. 
Ev hilbijartin derfeteke ji bo dengderxistina li dijî terora dewleta tirk a li ser kurdan. Ev deng jî di hilbijartinên 1’ê sermawezê de bi rêya dengdayîna ji bo HDP’ê dikare hesanî were deranîn. 

19 Aug 2015

Diyariyek ji bo zarokên kurd ‘Soro’ wekî ‘pirtûka bi deng’ derket

Li ser înternetê çîrokeke din a zarokan wekî "pirtûka bi deng" derket. Çîroka zarokan "Soro" bi deng û wêne hatiye amadekirin û niha li ser înternetê li benda guhdarkirinê ye jî. 
Çîroka navderbasbûyî îsal di pirtûka Rukiye Ozmen a zarokan a bi navê "Soro & Xunav û Gur" ji Weşanên Yekîtiya Mamosteyên Kurd (YMK) ku navenda wê li Almanyayê hatibû weşandin. Wêneyên vê çîrokê jî resam roman Oana Barleanu xêz kiribûn.
Nivîskarê me Zekî Ozmen çîroka "Soro" vê carê bi heman naverok û wêneyên di pirtûkê de hatibûn weşandin wekî "pirtûka bi deng" amade kir. Ozmen derbarê vê xebatê de diyar kir ku armanca wî ya bi vê projeyê gihîştina vê çîroka xweş a bi wêne ya hemû malên ku zarok tê de hene û wiha didomîne: "Pirtûka bi navê ‘Soro & Xunav û Gur’ ya Rukiye Ozmen bi hûrbûnî hatiye amadekirin. Lê belê ji ber sedemên diyar ev xebata hêja ya ji bo zarokan, nagihe malên hemû kurdên dixwazin zarokên wan li ber çîrokên kurdî bi xew ve herin. Di serdema me de li piraniya malan înternet heye. Min jî ji ber vê egerê biryar da dest bi xebateke bi vî rengî bikim. Bi destûra nivîskara pirtûkê min ev ‘pirtûka bi deng’ amade kir û bi hêvî me malbatên kurd zarokên xwe li ber vê çîrokê û yên din ên bi vî rengî bi xew ve bibin."
Zekî Ozmen her wiha diyar kir ku ew ê ji bilî çîroka duyemîn ya pirtûka zarokan "Soro & Xunav û Gur" di demeke kurt de çîroka "Xûnav û Gur" jî amade bike. Ji bilî vê yekê hinek çîrokên zarokan ên nivîskarên din jî di destê wî de hene û ew ê wan jî di dema pêş de bi heman şêweyî wekî "pirtûka bi deng" amade bike û biweşîne.
Lînka çîroka "Soro":
Ji nûçeya derbarê pirtûka "Soro & Xunav û Gur" bitikînin:

Kongreya Neteweyî dê beyî erêkirina dagirkeran pêk neyê

Mesele û daxwaza pêkanîna "Kongreya Neteweyî" ya kurdan bûye çîroka "Bendên Feyrûşe". Tu ji kî dipirsî, dibêje ku dermanê kurdan Kongreya Netewî ye.
Ne tenê xelkên ji rêzê, her wiha tu ji kîjan kesayetên siyasî û nûnerên partiyan jî pirsa ferzbûna Kongreya Neteweyî bikî, ew jî dê vê ferzbûnê ji erdê bigihînin erşê ezmên. Gel pêkanîna Kongreya Neteweyî dixwaze, rewşenbîr dixwazin, kesayetên siyasî dixwazin û partiyên ku erka wan e vê yekê pêk bînin ji xwe ji her kesî bêtir dixwazin...

Gelo sedem çi ye ku ev daxwaza ku wekî daxwaza her kesî tê bilêvkirin pêk nayê?

A rast bersiv digel kompleksbûna xwe gelekî zelal e; Kurdistan çar parçe ye. Her partiyeke mezin a kurd bi awayekî ji neçarî xwedî têkiliyên sar heta germ ê bi welatekî dagirker ê parçeyekî din ê Kurdistanê re ye.

Em bînin bîra xwe; Di sala 2013’yan de Mesûd Barzanî bi navê xwe, bi navê Abdullah Ocalan û bi navê Celal Talabanî hemû partiyên kurdan yên li her çar parçeyên Kurdistanê vexwend civîna Kongreya Neteweyî. Dûre di dîroka kurdan de cara yekem nûner û serokên partiyên her çar parçeyan di wê civînê û yên berdewamiya wê de cih girtin. Kelecanî bi xelkê ket û her kes li bendê bû xeyala bavê neteweperestiya kurd Ehmedê Xanî pêk were. Lê belê piştî demeke kurt ev xeyal roj bi roj têk çû û civînên Kongreya Netewî bê encam bi dawî hatin. 

Civînên Kongreya Netewî yekem car bû bi vî rengî pêk dihatin. Sedemê vê beşdariya bi hêz û pirengî jî gelekî hêsan bû; Dewletên dagirkerên Kurdistanê bi awayekî vekirî piştgirî didan van civînan. Helbet Kongreyeke Neteweyî ya ku dagirkerên Kurdistanê piştgirî didan pêkanîna wê, pirsa gelo dê çi xêra vê Kongreyê bigihe kurdan bi xwe re diafirand. Mesele di dawiyê de li wir jî eliqî; Her dewleteke dagirkerê parçeyekî din ê Kurdistanê li gorî vê yekê hem hesabek ji xwe re dikir û hem jî gelek bendewarî pê ve girêdabûn. Mînak Tirkiye; Li gor wê dê bangewaziya bidawîanîna şer a PKK’ê ji vê Kongreyê derketibûya û bi vî awayî êdî şerê li Bakur ê bi pêşengiya vê partiya kurd dê biqediya. 

Niha babeta pêkanîna Kongreya Neteweyî ji rojeva kurdan derketiye. DAIŞ’ê ku kurd di eniyên şer de gihandin hev jî nekarî careke din gavên pratîkî ji bo pêkanîna Kongreya Neteweyî di nava kurdan de bide şênkirin. Bi kurt û kurmancî; Rewşa dabeşkirina çarperçebûna Kurdistanê rê nade ku kurd Kongreya Neteweyî pêk bînin. 

Dibe were pirsîn ka çi yê kurdan ji Afrîkaya Başûr û Filistînê kêm e ku wan karî kongreyên xwe yên neteweyî pêk anîn; Bersiva vê pirsê ji xwe li jor hatibû dayîn; Kurdistan çar parçe ye û partiyên kurdan bêyî erêkirina dagirkerê parçeyekî din ê Kurdistanê wê nikaribin vê miraza xwe pêk bînin.

18 Aug 2015

Çapemeniya Almanyayê meseleya 'bombebaranê' baş fêm kiriye

Cara yekemîn e di çapemeniya Ewropayê de şîroveyên ku paraleliya wan bi şîroveyên çapemeniya kurd de heye têne weşandin. Êdî hem çapemeniyê û hem jî dîplomatên ewropî fêm kiriye ku niyeta Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bi kirasê DAIŞ‘ê têkbirina destkeftiyên kurdan e.

Erdogan û dewleta tirk ji bo di hilbijartinên pêşwext de AKP bi tena serê xwe bike hikumet stratejiyeke li gor xwe aqilane afirand. Destpêkê bi awayekî formalîte êrîşî DAIŞ‘ê kir. Vê taktîka wî li cîhanê deng veda; Tirkiyeya ku li hemû aliyên cîhanê bi hevkarî û çavgirtina ji DAIŞ‘ê re dihat tewambarkirin bi vê yekê ket rojeva sereke ya cîhanê. Di bin vî kirasî de Erdogan dest pê kir êdî ya dilê xwe pêk bîne; Dest bi bomberana gerîlayên kurd ên li başûrê Kurdistanê kir. Pê re jî li nava bajaran ket nava nêçîra girtina kurdan. 

Plan heta vê derê li gor dilê wî diçû lê dinyaya ku piştî taktîka wî ya wekî ku êrîşê DAIŞ‘ê dike veciniqî bû, vê carê bi bomberana ser gerîlayan û nêçîra girtina li bajaran cara duyemîn veceniqî. Bi veceniqîna duyemîn re cîhan ji şoka êrîşa ser DAIŞ‘ê ya formalîte hişyar bû. Êdî hatibû fêmkirin ku Erdogan dixwaze di bin kirasê DAIŞ‘ê de bi şerê di navbera artêşa tirk û gerîlayên kurd de hestên nijadperestî li welatê xwe bi pêş bixe. Bi vî awayî sempatiya bi hêz ya ji bo HDP‘ê afiriye têk bibe û di hilbijartinên pêşwext de wê di bin benda hilbijartinê de bihêle. Bi vî awayî jî dê rêya ku dîsa partiya wî bi serê xwe bibe hikumet vebe û ew jî bibe serok.

Kovara navdar a almanî Der Spiegel nûçeya bombebarana artêşa tirk a ser gerîlayên kurd bi sernivîsa “Tirkiye li dijî dijminê DAIŞ’ê dest bi şer kir” weşand. Frankfurter Runschau jî bi sernivîsa “DAIŞ ji çewtiya Tirkiyeyê sûdê werdigire” bal kişand ser êrîşa wê ya ser çiyayên Kurdistanê. Die Welt jî di şîroveyeke xwe de bal kişand ser wê yekê ku ew PYD ya Tirkiye li dij e bi awayekî serkeftî li dijî DAIŞ’ê şer dike û modela wê ya civakî ya hemdem li Rojava ji ya hikumeta Erdogan baştir û pêşketîtir e. Rojnameya Kolner Stadt-Anzeige di şîroveya xwe ya ser babetê de dibêje ku Erdogan bi vê helwesta xwe ziyaneke mezin digihîne demokrasiya Tirkiyeyê.


Xaleke din a balkêş jî ew e ku nûçeya bomberanê di tv’yên cîhanê û bi taybetî jî yên Almanyayê de ev bi rojan e wekî yek ji nûçeya sereke tê weşandin. Balkêş e ku vê carê hem rê didin dîtinên kurdan û hem jî şîroveker û beşdar jî di paraleltiya dîtinên kurdan de diaxivin.

Bi vî awayî kirasê DAIŞ’ê yê Erdogan li bejin û bala niyeta xwe kiribû ket erdê û hemû tiştî êdî xuya kir. Cîhan ji ber vê yekê hê jî di nava veceniqînê de ye. 

Niha bi vê veceniqînê re rê ji HDP’ê re vebûye ku ne li Tirkiyeyê bikeve di çeperê de û tenê di nava hewldana bersivdayîna tohmetên AKP’ê de be. Çapemenî û dîplomasiya cîhanê niha ji berê baştir kurdan fêm dike. Bi vê taktîka nû ya Erdogan veceniqî ye. Dema wê yekê ye ku HDP vê şansa zêrîn bi kar bîne û li paytextên welatên rojavayî bikeve hevdîtinên dîplomatîk. Demeke ji vê demê ji bo vê yekê baştir heta niha neafirî ye. Ev şans carekî tê, carana duyemîn dibe gelekî dereng bikeve.

12 Jul 2015

Ji îro pêde dawiya 'Biratiya Olî' hat

Gotina "biratiya olî" dereweke heta niha kurd pê dixapiyan bû. Xwexapandina bi "biratiya tecawizkar û mexdûr, serjêker û mezlûm" qediya. 
Kurd dema nimêj û dia dikin, dibêjin “Ya Rebî tu umeta Mihemed û ehlê îmanê biparêzê, em jî tevayî.“
Kurd bi vê yekê ewilî hemû dia û temeniyê başiyê ji hemû misilmanan re dixwazin û dû re ji xwe re.
Dagirkerên çar parçeyên welatê kurdan misilman in…
Yên zimanê wan qedexe kirin misilman in…
Yên navên wan û yê gund, bajar, deşt, zozan û çiyayên wan qedexe kirî misilman in…
Em hinek tevkujiyên ku misilmanan bi serê kurdan anîn bînin bîra xwe; 
Geliyê Zîlan…
Dêrsim…
Enfal…
Helebçe…
Newroza 1992’yan…
Roboskî…
Şingal...
Kobanî…
Faîlên van tevkujiyên li jor û bi dehan tevkujiyên din ên bi serê kurdan hatine hemû misilman û dewletê misilmanan e.
Em faîlan daynin aliyekî …
Ne dewlet û ne jî neteweyên misilman ên din qet heta niha dengê xwe li dijî tevkujiyên misilmanan bi sere kurdên misilman anîn nederanîn. Wekî ku kurdên misilman berxên nêr ên ji bo kêrê bin û van netew û dewletên misilmanan tenê li tevkujiya kurdên misilman temaşe kirin…

Erê, em bibêjin ev tevkujî ne bi navê misilmanetiyê hatine kirin. Rast e. Lê li Kobanî bi navê misilmaniyê van rojan serê zarokên kurdên misilman jêkirin û dîsa misilmanên cîhanê û dewletên wan tenê û tenê li vê hovîtiyê temaşe kirin.  
Çend rojekî piştî tevkujiya Helebçê li Kuwêtê konferansa welatên misilman hebû. Di encamnameya konferansê de behsa zilma li ser tirkên Bulgaristanê hat kirin lê hemûyan xwe ji tevkujiya Helebçê re bêdeng kirin…
Misilman ji bo Çeçenistanê, ji bo Bosnayê, ji bo misilmanên li welatên ku berî wê demê navê wan cihan nebihîstibûn derketin kolanan. Lê heman misilman herdem ji zilma li kurdan tê kirin re bêdeng man…  
Kurdên misilman heta niha nasnameya xwe ya olî li ser nasnameya xwe ya netewî re girtine. Asta bilindhildana nasnameya kurdên misilman a olî ewqas li jor e ku dema alîkariya mirovî dan kurdên êzdî yên ji tevkujiya Şingalê reviyan, di nava xwe de pirsa ka gelo xêr li êzdiyan diçe yan na ji hev dikirin…
Lê Kobanî gelek tişt guhertin. Êdî dîrokeke kurdan a berî Kobanî û piştî Kobanî heye.
Gotinên Erdogan ên wekî ku mizgîniyekî bide û digot: “Kobanî li ber ketinê ye û dê demeke din bajarên mîna Efrîn û Qamişlo jî bikevin” kurd ji xwexapandina “biratiya olî” hişyar kirin. Ev hişyarî bû sedem ku Erdogan û zîhniyeta wî di hilbijartinan de li bakurê Kurdistanê bi erdê ve bibe yek. 
Binêrin, nû vê hefteyê DAIŞ’ê careke din berê xwe da kurdên misilman ên li Kobanî. Zêdeyî du sed kurdên misilman ên ku di nava wan de gelek zarok û pîr jî hebûn qetil kirin. Alema îslamê dîsa bêdeng ma. Erdogan jî bi helwesteke wisa, wekî ku bibêje “eger kurdan ev peyama DAIŞ’ê ya li Kobanî da fêm nekiribe ez ê ji we re careke din bibêjim: “Fêm bikin, eger niyeteke we ya dewletbûnê hebe, em ê vê yekê her roj bi serê we bînin.”
Dibe ku di nava rêveberên dewletêm misilman de yê êdî bi duristî tevdigere û dîtina xwe bi awayekî vekirî li ser kurdan dibêje Erdogan bi xwe jî be lê ev meseleyeke din e!
Kobanî kurdên misilman piştî tehda, zilm û tevkujiyên bi dehan salan bi pirsa “gelo em jî dikevin di kategoriya biratiya misilmanî” re rû bi rû hiştin. Bi Kobanî hat fêmkirin ku;
Qedexeker û mexdûr
Kujer û qurbanî
Tecawizker û bêguneh
Zilimkar û mezlûm nabin birayên hev.
Kurdan êdî fêm kir ku tişta wan û misilmanên din nêzîkî hev dike ne biratî lê belê hevalî ango baweriya bi yek dînî ye. 
Kurd heta niha bi dilekî paqij ola xwe jiyan lê xelkê ev dilpaqijî herdem wekî mertalê xapandinê ji xwe re bikaranîn. Kurdên bi bawerî dê dîsa ola xwe bi dilekî paqij bijîn lê belê xelkên xwe wekî birayê wan nîşan didan dê êdî wê rehetiya ku dilpaqijiya wan wekî mertalê xapandinê ji xwe re bikartanîn nikaribin bijîn.
Xwepandina kurdan û xapandina dagirkeran a bi gotina “biratiya misilmanan” qediya. Xwenaskirin û şikandina vî mertalî bi bedelên giran li Kobanî pêk hat. Êdî di dîroka kurdan de dema pêşî û dema piştî Kobanî heye. Ev dîrok bû dîrokeke ebedî. Kurd dê êdî bi çavên bira li misilmanên nerêrin. Ew ê êdî tenê li wan wekî kesên baweriya wan bi heman dînî tê binêrin.

8 Jun 2015

HDP bi dengên kurdên xeyalşikestî bi ser ket

Di dîrokê de yekem car e ku kurd bi hilbijartina 7’ê pûşperê re dibin mifteya veguherîna arîtmetîka rêveberiya dewleta tirk. 
Ev serkeftina HDP’ê ya herifandina benda sedî 10 û wergirtina rêjeya sedî 13 bi du faktoran pêk hat; Kurdên mihafezekar û tirkên rêveçûna jiyana xwe di bin desthilatdariya Erdogan de êdî di metirsiyê de dîtin. HDP ji xwe xwedî hawizekî dengan ê asayî bû. Bi vî awayî dengê kurdên mihafezekar û dengê tirkên ji tirsa desthilatdariya Erdogan hawara xwe gihandin HDP’ê, di nava hawizê dengên berê yê dengan ê asayî yê vê partiya alî-kurd de kom bûn.
Lê belê divê dengê tirkên hawara xwe gihandine HDP’ê zêde neyê nepixandin. Bêyî van dengan jî dê HDP’ê xwe bi dengên ji kurdên mihafezekar ên jê re hatî re li dîwarê bendê bixista lê belê rêje wê negihabûya sedî 13’yan.
Bûyera Kobanî û helwesta Erdogan bêbaweriyeke mezin bi kurdên mihafezekar ên dengên xwe didan AKP’ê re afirand. Ev yek bû sedem ku bi wan re şikestineke mezin çêbibe û êdî baweriya wan bi siyaseta Erdogan a "Umetiyê" neyê. Van kurdên mihafezekar ên bi emanetî dengên xwe didan Erdogan bi vî awayî li bakurê Kurdistanê dengên HDP’ê duqet kirin. Li metrepolên tirkan jî bi heman paraleliyê dengên vê partiyê bilind kirin. 
HDP bû keştiyeke ku kurdên xeyalşikestî vegerin tê de û her wiha tirkên ji Erdogan bizdehayîn jî xwe pê bigirin.
Hebûna kaptanekî keştiyê yê wekî Selahattîn Demirtaş karîzmatîk û ji zimanê gel fêm dike jî stêrka vê keştiyê çirisand. Kurdên berê di keştiya AKP’ê de bûn, fêm kirin ku dê her rojekî ji wê keştiyê werin avêtin û ew keştî ne malê wan e. Tirkên ji Erdogan bizdiyayî jî gihîştin wê baweriyê ku ji bo demekî diyar jî be ew dikarin bi awayekî ewle li wê keştiyê siwar bibin. 
Bi vî awayî ev keştiya kurdan a ku tê de gelek kesên ji netewe û olên cuda jî xwedî gotin in malovaniya kurdên ji xwe ji berê ve pê re ne, kurdên xeyalşikestî û tirkên bizdiyayî kir.

1 Jun 2015

HDP li Ewropayê partiya 2'yemîn e

Li welêt bendewariyeke mezin ji encamên dengên li Ewropayê  ji bo HDPê re têne dayîn afiriye. Encamên niha bi dest ketine dê diyarker bin ka çiqasî dê ev bendewarî bi cih werin.

Min heta destpêka vê hefteyê 10 roj li welêt derbas kirin. Ji Amedê heta Cizîrê yek ji babeta sereke ya ji min dihate pirsîn bendewariya dengên HDP’ê ji bo hilbijartina giştî ya li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê ji hilbijêrên ji Ewropayê bistîne bû.
Gelek caran bi pirsên vê derbarê de ji min dihate pirsîn diyar dibû ku pileya bendewariya ji hilbijêrên li Ewropayê zêde hatiye bilindkirin. Pê re jî hêviya derbaskirina benda sedî 10 ya HDP’ê heta astekî bi dengên ji Ewropayê werin ve hatiye girêdan.

Ez hê ji niha ve bibêjim ku dengên ji Ewropayê werin dê roleke erênî ji bo HDP’ê bilîzin lê belê divê pîleya bendewariyê neyê bilindkirin û herkes divê bizane ku HDP eger bendê derbas bike, dê bi dengê li Bakur û Tirkiyeyê jê re derkevin derbas bike.
 Dengdayîna  derveyî Tirkiyeyê roja 8’ê gulanê dest pê kir û dê heta 31’ê gulanê berdewam bike. Halê hazir tenê 3 roj ji dengdayîna ji derve re mane. Li seranserî Ewropayê bi giştî 2 mîlyon û 800 hezar hilbijêrên bikarin dengên xwe bidin hene. Ji van heta vê pêncşemê (28 gulan) derdora 750 hezar kesî dengên xwe dan. Hejmara hilbijêrên Almanyayê diyarker e û li vî welatî mîlyon û 405 hezar û 503 hilbijêr hene.

Tê texmînkirin ku heta roja 31’ê gulanê, ango roja dengdayîna dawî ya li Ewropayê bi giştî li van welatan nêzîkî mîlyonek kes dengên xwe bidin.

Li gor agahdariyên rêveberên HDP’ê yên li Ewropayê, wan rasterast têkilî bi derdora 350 hezar hilbijêrên ku gotine dê dengên xwe bidin  wan re têkilî danîne. Pê re jî bendewariya HDP’ê ew e ku li Almanyayê derdora 200 hezar dengan bi dest bixe û li seranserî Ewropayê jî ev hejmar bigihe 400 hezarî.

Niha li her cihên deng têne dayin muşahidên HDP’ê hene. Hejmara kesên ku niha li ser sindoqan tê texmînkirin ku dengên xwe didin HDP’ê û tê tomarkirin. Li gor encamên heta niha derdora sedî 25 kesên diçin dengdanê dengên xwe didin vê partiyê.
Eger heta roja yekşemê li seranserê Ewropayê mîlyonek deng werin dayîn û dengên diçin ji HDP’ê re wisa asayî berdewam bikin, dê hejmara dengan a HDP’ê ji Ewropayê bi dest bixe derdora 250 hezarî be. Ev hejmara dengan ne hejmareke biçûk e. Bi van dengan dê li Ewropayê HDP dû AKP’ê re bibe partiya duyemîn.

Xwegihandina hedefa HDP’ê ya hatiye ne hesanî  ye; Rojane bi sedan kesên bi niyeta dengdayînê diçin ser sindoqan, bêyî dengên xwe bidin vedigerin malên xwe. Sedem jî ew e ku beyana navnîşana xwe nekirine û navnîşana wan a li Tirkiyeyê yan jî li bakurê Kurdistanê hatiye tomarkirin. Ev yek dibe sedem ku yan ew roja hilbijartinê biçin Tirkiye û bakurê Kurdistanê û dengên xwe li wê navnîşana hatiye tomarkirin bidin û yan jî dengê wan bişewite.

Herî dawî jî derbarê ewlekariya dengên hatine dayîn de ev yek dikare were gotin; Li ser her sindoqê serokê sindoqê, memûrek dewletê û nûnerên AKP, CHP û MHP’ê hene. Ji ber HDP bi serbixweyan ketiye meclisê, muşahidên wê derveyî maseya sindoqa dengdayînê dişopînin. Divê were gotin ku muşahidên HDP’ê ji partiyên din çalaktir û birêxistintir hay jê dimînin ku hîle nekevin dengdayînê. Yên herî rehet jî peywirdarên AKP’ê ne û gelek ji wan ji xwe pêwîst nabînin herin ber sindoqan rûnin jî.

Piştî dengdayîna li Ewropayê biqede, dê hemû deng li navendên Ewropayê û wekî mînak yên li Almanyayê li bajarê Kolnê werin civandin. Ji wir jî dê ev deng ne bi balafirên kargoyê lê belê li ser qoltixên balafirê bi muşahid û peywirdaran re ji bo Enqereyê werin rêkirin. Ev deng wê li wir li Odeya Bazirganiyê ya Enqerê werin mihafezekirin. Di van deman de dê herdem muşahidên HDP’ê jî amade bin. Sibeha hilbijartinê, ango 7´ê hezîranê jî ev deng wê ji hêla Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ve werin hijmartin û li ser dengên giştî yên partiyan werin belavkirin.