13 Apr 2015

Kurdên Almanyayê jî dê li meclisa tirk bên temsîlkirin

Bi beyankirina lîsteyên namzedên partiyan ên hilbijartinên giştî yên li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê re dawî li gotegot û spekûlasyonanên ser bernamzedan hatin. 
Di lîsteya HDP’ê ya pêşkêşî Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) hatiye kirin de navên ji derdor, ol, netewe û nêrînên cuda balê dikişînin ser xwe. Her wiha bi vê lîsteyê Tirkiye û bakurê Kurdistanê cara yekemîn dibe şahidê wê yekê ku hema bêje lîsteya partiyekî ji nîvî mêr û nîvî ji jinan pêk tê....
Digel vê yekê jî bêguman bendewariyên me hemûyan pêk nehatin. Hinek navên wekî namzed hatine nîşandan ne bi dilê me ne. Hinek bernamzedên ku wekî namzed nehatine nîşandan em xemgîn kirin. Bi taybetî daqurtandina destnîşankirina hinek tirkan li bajarên mîna Amed û Wanê ji bo min wekî şexs zehmet e...
Lê belê rastiyeke din jî ew e ku lîsteya namzedan çawa were amadekirin jî dê ne pêkan be ku herkes bi lîsteyê kêfxweş bibe. Tercih, bendewarî û daxwazên me ji hev cuda ne. Ji ber HDP di nava xwe de gelek mirovên ji netew, ol, dîtin û çînên cuda dihewîne, ev yek dibe sedem ku tercîh, bendewarî û daxwaz hê bêtir bibin...
Di dîroka tevgera kurd a legal de cara yekem e ku kurdên derveyî welêt û bi taybetî yên Almanyayê eleqeyeke mezin nîşanî bernamzediyê didin. Ji heft kesên ji Ewropayê bûn bernamzed, sê jê wekî namzed di lîsteya radestî YSK’ê hate kirin de hatine nîşandan. Her sê jî xwedî ezmûnên cur bi cur in û ez di wê baweriyê de me dê fêdeyeke mezin bigihînin koma HDP’ê ya li meclisê. Turgut Oker di rêxistina herî mezin a elewiyan a li Ewropayê de ev bi salan e rêveberê sereke ye. Komeleyên girêdayî vê rêxistinê ji hêla dezgehên fermî yên Almanyayê ve wekî nûnerên elewiyan têne muxatabgirtin. Feleknas Uca bi salan li Parlamenta Ewropayê parlamenterî kiriye. Alî Atalan demekî di Parlamenteriya Eyaleta Nordrhein Westfalen kiriye û di nava partiyeke alman de aktîf bû. Li her du navên dawiyê divê bêguman xebatên wan ên di nava sazî û rêxistinên kurdan ên derveyî welêt de jî werin zêdekirin...
Aliyekî din ên van her sê namzedan heye; Turgut Oker dê di nava HDP‘ê de bibe temsîla civaka elewî ya ji tevgera kurd heta niha bi mesafe bû. Feleknas Uca û Alî Atalan jî dê bibin temsîla civaka êzdî ya ku piraniya wan ji ber zextên olî û siyasî bakurê Kurdistanê terikandine... 
Her wiha kurdên li derveyî welêt heta niha ji bo temsîliyeta kurdan a li Kurdistanê û Tirkiyeyê dixebitîn. Di hilbijartinên vê carê de sê namzedên ku bikaribin wan bi xwe jî temsîl bikin hene...

1 Apr 2015

Şingalî dê baweriya xwe bi kî bînin û vegerin?

Şerê rizgarkirina Şingalê ev çar meh in didome. Hêviya ku dê Şingal zû were rizgarkirin pêk nehat. Bi vê yekê re gengeşiyên derbarê statuya dahatûya vê herêmê jî niha rawestiyane. Lê ev gengeşî dê bi rizgarbûna bajêr re dîsa bibe rojeva kurdan a sereke.

Em rojên ji 20’ê meha kanûna par û pê ve bînin bîra xwe; Pêşmergeyan bi hêzeke mezin dorpêça Çiyayê Şingalê şikandin. Dorpêça ji aliyê din ve ji aliyê YPG’ê û HPG’ê ve hate şikandin. Ev hêzên kurdî yên li wir dûre her yekî ji aliyê xwe ve yekser dest bi operasyona rizgarkirina bajêr kirin. Di hemû medyaya kurdî de êdî “pêşbirka ka kî zûtir bajêr bide rizgarkirin” dest pê kir. Medyayê bandoreke wisa kir ku kurd li gelek bajaran çûn kolanan û “rizgarbûna Şingalê” pîroz kirin. Bi vê yekê re jî gengeşiyên derbarê satatuya muhtemel ya dahatûyê ya Şingalê gur bûn. Gotegotên ku PKK dixwaze li Şingalê sîstemeke kantonî ava bike bûn sedem ku PDK wê bi destwerdana karên navxweyî yên başûrê Kurdistanê tewambar bike. 

Lê bi dirêjketina operasyona rizgarkirina bajêr re gotegot û nîqaşên ser statuya Şingalê rawestiyan. Bi rizgarbûna Şingalê re dê agirê gengeşiya ku niha rawestiyaye dîsa ji cihê mayî dom bike...
Aliyê herî girîng ew e ka gelo ji bilî hêzên siyasî yên kurdên li wir de-facto desthilatdar in, niştecihên wê herêmê bi xwe ji bo mîsogeriya xwe ya dahatûyê çi dixwazin...    

Şingal vala bûye. Bi hezaran mêrên êzdî li wir jî hatin kuştin. Bi hezaran keç û jin li bazaran hatin firotin. Bi sedhezaran koçberî Rojava, Bakur û Başûr bûne. Baweriya êzdiyan ne tenê ji cîranên wan ên ereb ên misilman şikest. Her wiha baweriya wan êdî bi kurdên misilman jî nema. Gelek kurdên misilman yên li Şingalê dijiyan xiyanet li wan kirin û bi erebên cîranên xwe re çav berdan namûs, mal û milkên wan. Pê re jî hêzên ewlekariyê yên kurd ên misilman  bêyî dilopek xwîn birjînin ew bi tenê hiştin. Çend pêşmergeyên di dema êrîşa DAIŞ’ê de li wir mayî û bi îradeya xwe şer kirin tenê kurdên êzdî bûn. Ev eger hemû bi hev re bûne sedem ku êdî baweriya êzdiyan bi misilmanan neyê. Nebûna baweriyê dê ji bo vegera gelek êzdiyên a Şingalê bibe asteng... 

Pêşiya gengeşiyên ser statûya Şingalê, divê destpêkê bajar were rizgarkirin. Di heman demê de divê hem di qada neteweyî û hem jî di ya navneteweyî de yekser hewldana kurdistanîkirina Şingalê were despêkirin. Dû re jî divê êzdî werin îqnakirin ku vegerin ser cihên bav û kalên xwe. Ev îqnakirin dê ne hesanî be.  Pêçandina vê birîna vebûyî dê gelekî dijwar be. Ev birîn dê beyî imtiyazekî, ango êzdî xwe bi xwe di çarçoweya formûleyeke kurdistanî de birêvebibin, gelekî zehmet were kewandin.

28 Feb 2015

Dolmabahçeyê rêya benda hilbijartinê ji bo HDP’ê vekir

Li avahiya Dolmabahçe ku di dîroka Tirkiyeyê de cihekî wê yê taybet heye nêrînên Şanda Îmralî û ya hikûmeta Tirkiyeyê derbarê “Pêvajoya Aştiyê” de ji bo raya giştî hatin eşkerekirin.

Eger em banga Ocalan a ku PKK di biharê de kongreya xwe li dar bixe lênekin, naveroka daxuyaniyên her du aliyan tenê ji beyankirina niyetê pêk tê. Derbarê nexşerêya pêvajoyê de tiştek nehate gotin. Her wiha zelaliyeke ji bo bergirtina pêvajoyê dê alî çi gavên berbiçav bavêjin jî dernekete holê. 

Pêvajoya tê behskirin ev sê sal in di rojeva raya giştî de ye. Digel daxuyaniya li Dolmabahçeyê hê jî baweriya aliyan bi hev çênebûye. Lê belê konjektura herêmî û ya navneteweyî aliyan mecbûrî vê diyaloga heyî dike.

AKP roj bi roj hikumdariya xwe ber bi rejîmeke totalîter ve dimeşîne. Sempatiya berê ku dinyayê nîşanî wê dida êdî nemaye. Li nava Tirkiyeyê muxalefeteke cidî ya li dijî wê radiweste heye. Eger Erdogan pêvajoya aştiyê biqedîne, dê nikaribe êdî xwe ji bayê pêlên civakî yên mîna Gezî û operasyonên dizî û bertîlê bifilitîne. Bertekên li dijî wî yên heyî û dînamîka muxalefeta kurd bibin yek, tu darên ku Erdogan xwe pê bigire dê nemînin. 

PKK jî êdî ne rêxistineke wekî berê herêmî ye. Bi tekoşîna wê ya li dijî DAIŞ’ê re sempatiyeke mezin di nava siyaset û raya giştî ya cîhanê de jê re çêbûye. Şerawestandina wê ya li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bûye sedem ku ew enerjiya xwe bi awayekî serketî li Rojava û Başûr di şerê dijî DAIŞ’ê de bikarbîne. Her wiha ji ber endambûna Tirkiyeyê ya NATO’yê hemû çalekiyên wê yên li dijî Artêşa Tirk li cîhanê wekî çalakiyên terorîstî dihatin hesibandin. Lê ji ber nebûna van çalakiyan êdî PKK li cîhanê tenê bi lehengiya xwe ya parastina herêmên kurdan li Rojava û Başûr tê dîtin. Ev yek rê li ber deranîna wê ya ji lîsteyên terorê vedike. 

Ji ber van egerên li jor diyaloga niha navbera her du aliyan de heyî li ser bingeha “Win-Win Situation” ango qezanca her du aliyan dimeşe. 

Aliyekî din ê herî gelek sûdê ji diyaloga heyî û ji berdewamiya daxuyaniya li Dolmabahçe bigire HDP ye. Selahattin Demirtaş di hilbijartinên serokomariya Tirkiyeyê de dengekî bilind wergirt. Sedema vê yekê jî ew bû ku şerawestandin hebû û wî propagandaya xwe ya hilbijartinê li ser esayê Tirkiyeyîbûnê bi rê ve bir. Bi taybetî ji bo gelek tirkan Ekmeleddin Îhsanoglu ne alternatîfê Erdogan bû û ji ber vê yekê wan dengê xwe dan Selahattin Demirtaş. Eger wê demê şer navbera gerîlayên kurd û artêşa tirk de hebûya, dê peyamên Demirtaş ên ser bingeha Tirkiyeyîbûnê negihabûna raya giştî ya tirk. Ev yek jî dê bûbaya sedama ku gelek tirk dengê xwe nedin Demirtaş û ev rêjeya bilind jî dê bi dest neketiba.
Li pêşiya me hilbijartinên giştî yên Tirkiyeyê hene û HDP bi awayekî rîzîkoyî bi navê xwe dê bikeve hilbijartinê. Di hilbijartinên pêşwext ên 7’ê pûşpera  îsal de bi neketina HDP’ê ya meclisê re wê rêya AKP’ê ku bikare gelek zagonan bi serê xwe biguherîne vebe. Ev yek gelek kesan ditirsîne. Ji ber vê egerê ketina HDP’ê ya meclisê wekî rêgirtina AKP’ê ya ku bikaribe li gor dilê xwe tevbigere tê dîtin. Bi nebûna şer re dê HDP bêhtir bikaribe xwe bigihîne raya giştî ya tirk. Ev yek jî dikare bibe bingeha ku HDP benda sedî 10 ya hilbijartinê bêyî pirsgirêk derbas bike. 

14 Feb 2015

Kobanî bi ser ket, niha dê siyaseta kurd çi bike?

Bajarê Kobanî bi berxwedaneke ku cîhan ji bêhempatiya lehengiya wê re bû şahid rizgar bû. Despêkê ne Tirkiye û ne jî Koalisyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ‘ê bawer dikir ku dê Kobanî bikaribe li ser lingan bimîne. 
Şerê Kobanî di dîroka mirovahiyê de yek ji kêm şer an e ku ne bi aliyê xwe yê karesata mirovî lê belê bi berxwedana xwe ya bêhempa kete rojeva cîhanê. Berxwedana li vî bajarê biçûk ê Kurdistanê hişt ku cîhan vê carê wêneyekî nû yê kurdan ê derveyî koçberî, rev û belengaziyê bibîne; Berxwedaneke bêhampa ya li dijî kevneperestên ku ji hemû cîhanê re tehdît in...
Em wan rojan bînin bîra xwe; Hem Amerîka ya ku li dijî DAIŞ’ê Koalîsyona Navnetewî ava kiribû û hem jî Tirkiyeya ku bi awayekî vekirî destek dida DAIŞ’ê daxuyanî ser daxuyaniyê didan û digotin ku dê “Kobanî îro sibê bikeve.” Amerîka ji hêla xwe ve mafdar bû; DAIŞ’ê bi şerê xwe yê psîkolojîk û hêza xwe ya leşkerî îradeya berxwedêriyê li Rojhilata Navîn şikandibû. Wê berê xwe dabûya kîjan herêmê, xelk direviyan. Ji xwe dema êrîşên ser Kobanî destpêkirin, ew zêdeyî mehekî bû ku heman karesat bi serê Şingalê jî hatibû. Kurd di şîn û şoka Şingala bêyî berxwedan valabûyî de bûn û DAIŞ’ê xwe gihandibû navenda bajarê Kobanî. Lê digel vê baweriya Amerîka jî, wê piştî îradeya xurt a berxwedêrî ya şervanên kurd, serhildanên 6-7 kewçêrê yên ji bo piştgiriya Kobanî, piştgiriya raya giştî ya civaka navnetewî û baldariya di çapemeniya cîhanê de bi rêya Herêma Kurdistanê roj bi roj alîkariya bi rêya balefirên şer ji bo şervanên kurd zêde kir. Avêtina pakêtên çekan a bi balefiran ji YPG’ê re jî encama van sedemên li jor hatibûn hejmartin bû.    
Tirkiyeya ku di çapemenî û civînên navneteweyî de êdî vekirî wekî piştgira DAIŞ’ê dihat bilêvkirin wê demê rojên ketina Kobanî dihejmartin. Piştî Tirkiye sedî sed baweriya xwe anî ku dê Kobanî bikeve û di ser de jî zextên welatên derve ser zêde bûn, wê rê da ku pêşmerge bi çekên xwe ser bakurê Kurdistanê re derbasî Kobanê bibin. Erêkirina Tirkiye ya derbasbûna pêşmergeyan formalîte bû, ji ber wê bawer nedikir ku Kobanî wê bi koalîsyona de-facto ya Kantona Kobanî, Herêma Kurdistanê û Amerîkayê ser lingan bimîne. Tirkiye xwe amede kiribû ku dû ketina bajêr re bibêje ku wê destûra derbasbûna pêşmergeyan jî da lê dîsa jî bajêr nekarî xwe ser lingan bigire. 
Berxwedana Kobanî kurd jî nêzîkî hev kirin û cemeda navbera alî û hêzên kurdî de heland. Têkiliyên navbera PKK û PDK’ê ku ji ber nedabeşkirina rêveberiya Rojava û ketina Şingalê têk çûbûn bi vê berxwedanê cebirîn. Pê re jî hevdîtinên Lêvegera Siyasî ya Rojavayê Kurdistanê jî destpêkirin.
Her wiha yekem car bû ku di dîrokê de koalîsyoneke qet neyê xeyalan pêk hat; PKK’ya di lîsteya terorê ya Amerîkayê de ye, digel PDK’ya ku di siyaseta navxweyî de pê re di nava reqabetê de bûn şirîkên de-facto yên Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê. Bi vî awayî îradeya berxwedêrî ya bêhempa ya YPG’ê bi piştgiriya çekên giran ên pêşmerge û êrîşên balefiran a Koalîsyona Navnetewî Kobanî ya ku kevir li ser kevir nemaye ji DAIŞ’ê paqij bû.
Li Kobanê ji her çar parçeyên Kurdistanê bi sedan ciwan di oxira azadiyê de şehîd ketin. Hê jî bi sed hezaran xelkê ji Kobanî û gundên wê di nava şertên zehmet de di bin konan de wekî penaber dijîn. Bajar vegeriyaye xirbeyekî. Birînên ku bi salan qemûşik negirin vebûn...
Kobanî dîrok nivîsand û cîhan bi berxwedêriya xwe heyirî hişt. Bi rizgarbûna Kobanî re dema wê yekê hat ku bi taybetî PKK û PDK ji bo mîsogeriya dahatûya Rojava li hev rûnin û li hev bikin. Eger di sêrî de ev her du hêzên kurd li hev bikin, dê gundên Kobanî yên hê jî di bin destê DAIŞ’ê de ne bi bedelên kêmtir werin rizgarkirin. Her wiha dê ev tifaq bikare bi rêya konjektura siyasî ya erênî ya bi xêra berxwedana bêhempa ya Kobanî afirî, zemîna mîsogeriya dahatûya statuya rojavayê Kurdistanê li ser maseyên dîplomatîk ên li ser wan jinûveparvekirina Rojhilata Navîn tê nîqaşkirin ava bike. Em dikarin bibêjin Kobanî ya xwe anî cih, niha dor dora siyasetê ye. 

10 Jan 2015

Tirsa dewleta tirk a ji Selahattin Demirtaş

Dewleta tirk bi wezîr, serokwezîr û serokomarê xwe ve ev bi rojan e di nava hewla reşkirin û tehdîtkirina Hevserokê HDP’ê Selahattin Demirtaş de ne. Dewlet tirk kesayetiya Selahattin Demirtaş ji xwe re metirsî û kelemê “pêvajoya aştiyê” ya ku ew dixwazin dibîne. 
Selahattin Demirtas di hilbijartinên Serokomariya Tirkiyeyê de dengekî nêzîkî rêjeya sedî 10 bi dest xist. Wî bi performansa xwe careke din nîşan da ku ew dikare dewletekî bi rê ve bibe û ji tu siyasetmederên mezin ên cîhanê ne kêm e. Di dîroka siyaseta kurd a legal a li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de cara yekem bû ku di hilbijartinên serokomariyê yêm îsal de rêjeyeke ew qas bilind bi dest ket. Di deststxistina vê rêjeya bilind de jîrbûn û karîzmaya Selahattin Demirtaş roleke gelekî mezin lîst. 

Piştî bidestxistina vê rêjeya bilind a dengan a Demirtaş, meyla ketina HDP’ê ya hilbijartina giştî ya sala 2015’an wekî partî derkete pêş. Derketina pêş a vê meylê bi dilê dewletê ye lê belê encama ku Selahattin Demirtaş di hilbijartinên serokomariyê de bi dest xistiye xewa dewletê ya di vî warî de diherimîne. 

Dewleta tirk bi “pêvajoya aştiyê” dixwaze tevgera kurd a Bakur di nava demê de bide helandin. Bi navê “hesasiyeta pêvajoyê” jî vekirî daxwaza wê yekê dike ku HDP peywira xwe ya muxalefetiyê pêk neyne û bibe dûvikê AKP’ê. Selahattin Demirtaş hem di dema hilbijartinên serokomariyê de û hem jî ji dema bûye Hevserokê HDP’ê ve dijberî van daxwaz û hêviyên dewletê tevdigere. Ew muxalifiyeke wisa li dijî hikumeta tirk dike ku dijberên partiya wî bi xwe jî di bin bandore wî de dimînin. 

Ev yek ji aliyekî ve dibe sedem dewleta tirk bitirse ku dema HDP bi Hevserokiya Demirtaş wekî partî bikeve hilbijartinên giştî dê encameke ne li bendê derkeve holê. Ji aliyê din ve dewlet dibîne ku bi Hevserokatiya Demirtaş a HDP’ê dîzayna ku ew dixwaze bide vê partiyê pêk nayê. Em vê yekê jî deynin quncikekî; Dewleta tirk her wiha axaftina Demirtaş a li Roboskî ku gotibû “eger dewleteke kurdan hebûya dê ev komkujî pêk nehatiba” jî ji bîr nekiriye. 
Ev xal hemû jî dibin sedemê wê yekê ku dewlet bixwaze Selahattin Demirtaş bi tehdît û bêbextiyan bêdeng bike û eger jê were jî ji qada siyasî tasfiye bike. 

Di sêrî de tevgera kurd a Bakur û dû re jî hemû kurd divê Selahattin Demirtaş nekin “berxê ji bo kêrê” yê “pêvajoya aştiyê” ya ku ji xwe  bi piranî wekî “xapandin” bilêv dikin.   

31 Oct 2014

Nameya Wagner a ji bo Kobanî

Ez nivîsa quncika xwe ya vê carê beyî tu şîroveyî ji bo wergera nivîsa Frank Josef Wagner* a di rojnameya Bild ku ev rojane zêdeyî 3 mîlyonan li Almanya û seranserî Ewropayê tê firotin dihêlim...  

"Kurdên delal, 
dinya hemû ecêbmayî li şerê we yê li dijî serjêkerên bi ala reş dinêre. 
Lehengno hûn kî ne?
Hûn miletekî xwediyên stranên herî xemgîn ên li ser evîna jidestçûyî û welatê windabûyî ne.
Di stranekî de wiha tê gotin: Hemû welat çavmiçonkê dilîzin. Kîjan welat tu caran nayê dîtin? Kurdistan.  
Hûn miletekî bêdewlet in. Zimanê we hate qedexekirin. Cil û bergên we hatin qedexekirin.
Gelê we li Tirkiyeyê, li Iraqê, li Îranê, li Sûriyeyê dijiya. Hûn hatin çewisandin. 
Hebûna we nehate pejirandin. 
Hûn miletekî bêxwedî bûn. Hûn herdem mecbûrî şerkirinê bûn. Gelek ji we bûn terorîst. 
Dibe ku terorîstên berê niha ew şervanên bi tenê li Kobanê şer dikin bin, ez nizanim.
Mêrên bêtirs, mêr, mêrên herdemî şer dikin.
Şervanekî digot: Ez ê guleya xwe ya dawî ji xwe re bihêlim.
Ez ê nehêlim serê min were jêkirin.
Hûn çi leheng in.
Mûyên  mirov dibin sîx.
Silavên ji dil.
F. J. Wagner"

* http://www.bild.de/news/standards/franz-josef-wagner/liebe-kurden-38306880.bild.html

22 Oct 2014

Bandora berxwedana Kobanî li nav civaka Ewropayê


Elaqeya çapemiya cîhanê û nêzîkatiya civaka ewropî ya ji bo berxwedana lehengên kurd ên li Kobanî çîroka pêlewanekî kurd tîne bîra mirov. 
Di sala 1835’an de tetbîqateke leşkerî ya hevpar a hêzên rus û hêzên preusî li Kalisz a Polonyayê pêk hat. Kayzer Friedrich Wilhelm ê 3’yemîn jî li wir amade bû. Li vê tebîqatê bala hemû beşdaran çû ser zîrekiya siwariyekî kurd ê êzîdî ku ji Kafkasyayê bû û di nava hêzên rus de cih digirt. Zîrekiya vî siwarê kurd wisa bala beşdarên tetbîqatê kişandibû ku ev siwarê kurd bû babeta nûçeyên gelek rojnameyên wê demê. Piştî çend salan August Freiherr von Haxthausenê berlînî çû Rusyayê û ji wir jî Ermenistanê. Haxthausen li Ermenistanê li nava koçerên kurdên êzîdî çav bi heman siwariyê kurd ket. Ew di bîranîna xwe ya wê demê de hem behsa mêvanperweriya kurdan dike û hem jî tîne zimên ku heman siwariyê kurd ji bo wî careke din hunera xwe ya siwarîbûnê pêşkêş kiriye. August Freiherr von Haxthausenê ser vê bîranîna xwe ya di derbarê wî siwariyê kurd de wisa dibêje: “Ev, ew kurdê ku li Warşowa û li ba Kaliszê bi xwe bû; yê ku ji ber hunera wî ya siwarî ya balkêş di gelek rojnameyan de behsa wî hatibû kirin. Di dema xatirxwestinê de wî careke din hunera xwe ya siwarî ya balkêş pêşkêşî me kir...” 
Niha jî pesindana medyaya ewropî ya lehengên kurd ên li Kobanî li ber xwe didin ji mînaka li jor ne dûr e. Lê vê carê guhertinek heye; Serkêşiya jinên kurd ên di vê berxwedanê de gotina “Brave Kurds” bi watetir dike… 
Bi rojan e kurd li welatên Ewropayê û bi taybetî li Almanya ji bo berxwedana YPG’ê ya li Kobanî li ser lingan in. Raya giştî ya ewropî û medya sempatiya xwe nîşanî kurd û berxwedana Kobanî didin. Polîsên van welatan di birêveçûna van çalakiyan de hevkariyeke ew qas baş dikin ku kurd bi xwe jî ecêbmayî dimînin. Takekesên kurd bi xwe jî rojane dibin şahidên wê yekê ku cîran, hevalên wan ên kar û kesên li rêya wan diqezidin yên ewropî êdî bi çavekî mezin li wan dinêrin û bi awayekî din nêzîkî wan dibin.
Ev guhertin hemû encama berxwedana lehengên kurd ên li Kobanî ye. Berxwedana wan nêrîna civakên ewropî ya ser kurdan da guherandin.
Eger sazî û rêxistinên kurdên li Ewropayê bikaribin vê atmosfera bêhempa ya afirî baş bi kar bînîn, dê êdî gelek pirsgirêkên siyasî û civakî yên kurdên li van welatan werin mînîmalîzekirin. Ev yek jî êdî di destê rêvebir û kadroyên sazî û rêxistinên kurdan ên li Ewropayê de ye…  
Ji ber van egeran divê kurd rê nedin provakasyon û provakatorên ku bibin sedema xerabûna vê atmosfera erênî. Bi taybetî jî divê rê li pêşiya ciwanên xwîngerm ên bi armanca balkişhandina ser Kobanî serî li rêbazên dijyasayî didin were girtin. Keda lehengên kurd ên li Kobanî destanê dinivîsin divê li Ewropayê bi erdê de neyê rijandin.

19 Aug 2014

Kurdên êzîdî û sunî bi çavên cuda li hovîtiya Şingalê dinêrin

Kurdên misilman hovîtiya DAIŞ’ê ya li Şingalê wekî destdirêjiya xaka Kurdistan û êrîşa ser kurdan bilêv dikin. Ya kurdên misilman dikin heta radeyekî hevxemî û ya din jî afirandina empatiyê bi kurdên êzîdî re ye. Lê belê kurdên êzîdî yên Şingalê ne bi vî çavî li meselê dinêrin; Ew vê hovîtiyê wekî fermaneke nû ya êzîdiyan bilêv dikin û vê êşê dijîn. Em bi hinek nimûneyan binêrin ka gelo ya DAIŞ li Şingalê dike tenê destdirêjiya xaka Kurdistanê ye an jî wekî êzîdî dibêjin çêbûna fermaneke nû ya li dijî wan e...
Dema sibeha 8’ê gelawêjê Mihemed Ebû Elî li bajarê Mexmûrê ji xew rabû, bajar ketibû bin kontrola DAIŞ’ê. Wê sibehê ne şêniyên Mexmûrê û ne jî pêşmerge li bajêr mabûn. Ebû Elî heman demê piştî ji mal derket, pêrgî DAIŞ’ê hat. Piştî wî bi DAIŞ’iyan da bawerkirin ku tu têkiliya wî bi şer re nîn e, ew ligel wan çû mizgeftê û bi wan re nimêj kir. Piştre jî vegeriya mala xwe. Dema DAIŞ ji bajêr derket jî, ew li mala xwe bû û niha jî jiyana xwe li Mexmûrê wekî berê didomîne. Eger Mihemed Ebû Elî ne kurdekî sûnî lê belê yekî êzîdî bûya, bêguman DAIŞ’ê wê heman miemele pê nekiriba û wê du rê dabana pêşiya wî; Yan bibe misilman û yan jî em ê te bikujin...
Li bajarê Şingalê ne tenê êzîdî dijiyan. Ji bilî erebên li Şingal û gundên wê, derdora % 5´ê şêniyên vî bajarî jî kurdên sûnî ne. Gelek ji van kurdên sûnî dema DAIŞ’ê bajar dagir kir, Şingal neterikandin. Li gor êzîdiyên Şingalê dibêjin, van kurdên sûnî jî wekî gelek erebên li bajêr û derdorê hevkarî bi DAIŞ’ê re kirin. Ne tenê ev, her wiha gelekan ji wan jî wekî erebên li herêmê çavên xwe berdan malên êzîdiyan û piştî êzîdiyan bajar terikand, gelek ji van kurdên sûnî jî malên êzîdiyan talan kirin...  
DAIŞ ji ber fitweyên xwe yên ku di rastiyê de xwe disipêre mebestên xwe yên siyasî kurdên sunî jî dikuje lê êzîdî yekser ji ber ola xwe dibin armanca êrîşên hov yên vê rêxistinê. Ev rêxistina bi navê cîhadê tevdigere rasterast dibêje êzîdiyan an heta filan demê hûnê bibin misilman an jî em ê we bikujin. Cudahiyeke din a mûameleya DAIŞ’ê bi kurdên êzîdî re dîsa meseleya kolekirina jinan e...
Dema DAIŞ jinên êzîdî direvîne û wan wekî koleyan li bazaran difiroşe, ne ji ber ku ev jin kurd in lê belê ji ber ku ola van keçan êzdayetî ye...
Desthilatdariya siyasî ya kurd li Başûr nekarî kurdên êzîdî ji fermaneke nû ya misilmanan biparêze. Baweriya êzîdiyan bi desthilata kurd ya siyasî şikest. Desthilatdariya siyasî ya kurd çiqasî bibêje ku ev êrîş li dijî axa Kurdistan û gelê kurd e jî, êzîdî û bi taybetî jî êzîdiyên Şingalê ji ber egerên li jor hatine rêzkirin tişta li Şingalê bûyî wekî “fermaneke nû ya êzîdiyan” bilêv dikin û vê yekê girêdayî “tenêbûn” û “bêxwedîbûna” xwe dikin. Sedemê daxwaza bi israr ya êzîdiyan ya derketina ji Kurdistanê û çûyîna welatên Ewropayê ev rastî ye. 
Desthilata siyasî ya kurd û bi taybetî jî ya Başûr wê hewl bide baweriyê bide êzîdiyan ku di siberojê de wê jiyana wan li Kurdistanê misoger bike. Lê gelo wê êzîdî çiqasî baweriyê bi vê sozê bînin, em ê hemû bi hev re di siberojê de bibînin.

12 Aug 2014

Helbestvan yeqîn h. ser wêneyê min ê li Laleşê û êşa Şingalê nivîst...

Zekiyê delalî..
ez li te yê ku di sûret de ye, dinêrim... 
ez bi te yê ku di sûret de ye, ji nû ve bi xwe, 
bi giyan û xwebûn, bi esl û hebûna xwe hest kiriye, dinêrim.. 
lê ez tenê dinêrim.. her ku dinêrim dihelim..ji xwe direvim.. 
her ku dinêrim, li tenêhiştina Şengalê û Laleşa Nûranî diherim..
me ew hiştin..lêê..bi hiştin û terk û reva ji wan,
me xwe jî kêlî bi kêlî, xwelî bi xwelî, rûreş rûreş kuşt, kuşt, kuşt...
sed heyf li me..li we..li wan..li tevî civata me kurdan..


Helbestvan: yeqîn h
12.08.2014  

3 Aug 2014

Wateya dengên ku ji bo Demirtaş bên dayîn çi ye?

Bi namzetbûna Selahattin Demirtaş ya ji bo Serokomariya Tirkiyeyê re siûdete dîrokî ji bo kurdan derket ku bi rêya vê hilbijartinê potensiyela dengên xwe yên li Tirkiye û bakurê Kurdistanê nîşanî Tirkiye û cîhanê bidin.

Em bînin bîran; Selahattin Demirtaş pêşiya aktîfkirina HDP’ê gotibû ku ew ê êdî postê hevserokiyê wernegire. Lê bi ya Demirtaş nebû û li ser israra partiya wî û girseyên li pişt vê partiyê ew neçar ma hem bibe hevserokê HDP’ê û hem jî di ser de bû namzedê Serokomariya Tirkiyeyê.

Demirtaş namzedê herî maqûl e
Di siyaseta kurd ya Bakur de wê gelekî zehmet ba kesekî ji Selahattin Demirtaş maqûltir ji bo namzediya Serokomariya Tirkiyeyê were peydakirin. Ciwan û dînamîk e. Di warê siyasetê de pêşketî ye. Di bin pirsan de namîne û hazirbersiv e. Dizane li ku derê wê çi bibêje. Muxatabên xwe di warê siyasî de mecbûr dike ku pirsên ji wan dike bibersivînin. Sempatîk e, ev yek dibe sedem ku medya jî eleqeyeke nêzîk nîşanî wî bide. Xwedî şiyaneke mîzahî ye. Ev hokar hemû bûn sedem ku Demirtaş dîsa vegere cihên herî bilind yên siyasetê.
Temsîliyeta Erdogan ya kurdan
Di rojên derbasbûyî de Serokê PDK-T’ê Sertac Bûcak got ku Selahattin Demirtaş temsîla hemû kurdan nake û ji ber vê yekê ew ê "propaganda û xebata ku kurd ji bo mislehetê miletê kurd dengê xwe bidin Recep Tayyip Erdogan bikin."
Rast e, di quncika siyaseta kurd de Bûcak û Demirtaş ne wekî hev difikirin û du aliyên ji hev cuda ne. Lê wekî mînak ger di hilbijartinên Serokomariya Iraqê de PÇDK’ê jî bigota "namzedê Serokomariya Iraqê Fûad Mehsûm temsîla hemû kurdan nake, ji ber vê em ê dengê xwe bidin Malikî", herhal dê pêşiya herkesî Sertac Bûcak 'bi awayekî mafdar' bertekeke ku dengê wî ji erş biçe ezmên bida.
Gotinên derbarê boykotkirinê de
Li ser medyaya civakî jî hinek kurd ji ber hestên xwe yên netewî fikra ku divê kurd beşdarî hilbijartinên Serokomariya Tirkiyeyê nebin dikin. Ji ber vê jî ew rêbaza ´boykotê´ didin pêş. Bêguman ev jî mafek e û minaqeşe li ser maf nayê kirin. Lê rêbaza boykotê di qada siyasî de ne dema mercên ku tu bikarî platformê ji xwe re bikarbînî tê pêkanîn. Boykot herdem dema hemû rê li ber mirovan têne girtin dikeve rojevê.
Rengê dengê min ê hilbijartinê
Bi namzetbûna Demirtaş re kelecaniyek ket nav siyaseta kurd ya li Bakur û Tirkiyeyê. Platformeke ku bi rêya Demirtaş dengê kurdan bêhtir bigihe raya giştî ya kurd, tirk û cîhanê ava bû. Demirtaş di haya vê yekê de ye û di çarçoweya namzetiya xwe de bîr ramanên xwe yên derbarê kurd û Kurdistanê de ku berê diparastin, niha jî bi rêya vê platformê radigihîne raya giştî.
Hatina ser posta Serokomariya Tirkiyeyê ya Demirtaş bi rêya vê hilbijartinê ne pêkan e. Lê şanseke mezin afirî ku deng û daxwazên kurdan bi rêya Demirtaş bigihin hemû cihan pêk hatiye. Her wiha ji ber bandora derûnî ya bendava hilbijartinê jî nîn e, şansê ku kurd potansiyela xwe ya dengan nîşan bidin jî afirî. Ji ber vê egerê, ez ê roja 1’ê gelawêjê ku li derveyî welêt hilbijartinên Serokomariya Tirkiyeyê destpêdikin, biçim ser sindoqê û dengê xwe bidim namzedê Serokomariya Tirkiyeyê Selahattin Demirtaş.