14 Feb 2015

Kobanî bi ser ket, niha dê siyaseta kurd çi bike?

Bajarê Kobanî bi berxwedaneke ku cîhan ji bêhempatiya lehengiya wê re bû şahid rizgar bû. Despêkê ne Tirkiye û ne jî Koalisyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ‘ê bawer dikir ku dê Kobanî bikaribe li ser lingan bimîne. 
Şerê Kobanî di dîroka mirovahiyê de yek ji kêm şer an e ku ne bi aliyê xwe yê karesata mirovî lê belê bi berxwedana xwe ya bêhempa kete rojeva cîhanê. Berxwedana li vî bajarê biçûk ê Kurdistanê hişt ku cîhan vê carê wêneyekî nû yê kurdan ê derveyî koçberî, rev û belengaziyê bibîne; Berxwedaneke bêhampa ya li dijî kevneperestên ku ji hemû cîhanê re tehdît in...
Em wan rojan bînin bîra xwe; Hem Amerîka ya ku li dijî DAIŞ’ê Koalîsyona Navnetewî ava kiribû û hem jî Tirkiyeya ku bi awayekî vekirî destek dida DAIŞ’ê daxuyanî ser daxuyaniyê didan û digotin ku dê “Kobanî îro sibê bikeve.” Amerîka ji hêla xwe ve mafdar bû; DAIŞ’ê bi şerê xwe yê psîkolojîk û hêza xwe ya leşkerî îradeya berxwedêriyê li Rojhilata Navîn şikandibû. Wê berê xwe dabûya kîjan herêmê, xelk direviyan. Ji xwe dema êrîşên ser Kobanî destpêkirin, ew zêdeyî mehekî bû ku heman karesat bi serê Şingalê jî hatibû. Kurd di şîn û şoka Şingala bêyî berxwedan valabûyî de bûn û DAIŞ’ê xwe gihandibû navenda bajarê Kobanî. Lê digel vê baweriya Amerîka jî, wê piştî îradeya xurt a berxwedêrî ya şervanên kurd, serhildanên 6-7 kewçêrê yên ji bo piştgiriya Kobanî, piştgiriya raya giştî ya civaka navnetewî û baldariya di çapemeniya cîhanê de bi rêya Herêma Kurdistanê roj bi roj alîkariya bi rêya balefirên şer ji bo şervanên kurd zêde kir. Avêtina pakêtên çekan a bi balefiran ji YPG’ê re jî encama van sedemên li jor hatibûn hejmartin bû.    
Tirkiyeya ku di çapemenî û civînên navneteweyî de êdî vekirî wekî piştgira DAIŞ’ê dihat bilêvkirin wê demê rojên ketina Kobanî dihejmartin. Piştî Tirkiye sedî sed baweriya xwe anî ku dê Kobanî bikeve û di ser de jî zextên welatên derve ser zêde bûn, wê rê da ku pêşmerge bi çekên xwe ser bakurê Kurdistanê re derbasî Kobanê bibin. Erêkirina Tirkiye ya derbasbûna pêşmergeyan formalîte bû, ji ber wê bawer nedikir ku Kobanî wê bi koalîsyona de-facto ya Kantona Kobanî, Herêma Kurdistanê û Amerîkayê ser lingan bimîne. Tirkiye xwe amede kiribû ku dû ketina bajêr re bibêje ku wê destûra derbasbûna pêşmergeyan jî da lê dîsa jî bajêr nekarî xwe ser lingan bigire. 
Berxwedana Kobanî kurd jî nêzîkî hev kirin û cemeda navbera alî û hêzên kurdî de heland. Têkiliyên navbera PKK û PDK’ê ku ji ber nedabeşkirina rêveberiya Rojava û ketina Şingalê têk çûbûn bi vê berxwedanê cebirîn. Pê re jî hevdîtinên Lêvegera Siyasî ya Rojavayê Kurdistanê jî destpêkirin.
Her wiha yekem car bû ku di dîrokê de koalîsyoneke qet neyê xeyalan pêk hat; PKK’ya di lîsteya terorê ya Amerîkayê de ye, digel PDK’ya ku di siyaseta navxweyî de pê re di nava reqabetê de bûn şirîkên de-facto yên Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê. Bi vî awayî îradeya berxwedêrî ya bêhempa ya YPG’ê bi piştgiriya çekên giran ên pêşmerge û êrîşên balefiran a Koalîsyona Navnetewî Kobanî ya ku kevir li ser kevir nemaye ji DAIŞ’ê paqij bû.
Li Kobanê ji her çar parçeyên Kurdistanê bi sedan ciwan di oxira azadiyê de şehîd ketin. Hê jî bi sed hezaran xelkê ji Kobanî û gundên wê di nava şertên zehmet de di bin konan de wekî penaber dijîn. Bajar vegeriyaye xirbeyekî. Birînên ku bi salan qemûşik negirin vebûn...
Kobanî dîrok nivîsand û cîhan bi berxwedêriya xwe heyirî hişt. Bi rizgarbûna Kobanî re dema wê yekê hat ku bi taybetî PKK û PDK ji bo mîsogeriya dahatûya Rojava li hev rûnin û li hev bikin. Eger di sêrî de ev her du hêzên kurd li hev bikin, dê gundên Kobanî yên hê jî di bin destê DAIŞ’ê de ne bi bedelên kêmtir werin rizgarkirin. Her wiha dê ev tifaq bikare bi rêya konjektura siyasî ya erênî ya bi xêra berxwedana bêhempa ya Kobanî afirî, zemîna mîsogeriya dahatûya statuya rojavayê Kurdistanê li ser maseyên dîplomatîk ên li ser wan jinûveparvekirina Rojhilata Navîn tê nîqaşkirin ava bike. Em dikarin bibêjin Kobanî ya xwe anî cih, niha dor dora siyasetê ye. 

10 Jan 2015

Tirsa dewleta tirk a ji Selahattin Demirtaş

Dewleta tirk bi wezîr, serokwezîr û serokomarê xwe ve ev bi rojan e di nava hewla reşkirin û tehdîtkirina Hevserokê HDP’ê Selahattin Demirtaş de ne. Dewlet tirk kesayetiya Selahattin Demirtaş ji xwe re metirsî û kelemê “pêvajoya aştiyê” ya ku ew dixwazin dibîne. 
Selahattin Demirtas di hilbijartinên Serokomariya Tirkiyeyê de dengekî nêzîkî rêjeya sedî 10 bi dest xist. Wî bi performansa xwe careke din nîşan da ku ew dikare dewletekî bi rê ve bibe û ji tu siyasetmederên mezin ên cîhanê ne kêm e. Di dîroka siyaseta kurd a legal a li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de cara yekem bû ku di hilbijartinên serokomariyê yêm îsal de rêjeyeke ew qas bilind bi dest ket. Di deststxistina vê rêjeya bilind de jîrbûn û karîzmaya Selahattin Demirtaş roleke gelekî mezin lîst. 

Piştî bidestxistina vê rêjeya bilind a dengan a Demirtaş, meyla ketina HDP’ê ya hilbijartina giştî ya sala 2015’an wekî partî derkete pêş. Derketina pêş a vê meylê bi dilê dewletê ye lê belê encama ku Selahattin Demirtaş di hilbijartinên serokomariyê de bi dest xistiye xewa dewletê ya di vî warî de diherimîne. 

Dewleta tirk bi “pêvajoya aştiyê” dixwaze tevgera kurd a Bakur di nava demê de bide helandin. Bi navê “hesasiyeta pêvajoyê” jî vekirî daxwaza wê yekê dike ku HDP peywira xwe ya muxalefetiyê pêk neyne û bibe dûvikê AKP’ê. Selahattin Demirtaş hem di dema hilbijartinên serokomariyê de û hem jî ji dema bûye Hevserokê HDP’ê ve dijberî van daxwaz û hêviyên dewletê tevdigere. Ew muxalifiyeke wisa li dijî hikumeta tirk dike ku dijberên partiya wî bi xwe jî di bin bandore wî de dimînin. 

Ev yek ji aliyekî ve dibe sedem dewleta tirk bitirse ku dema HDP bi Hevserokiya Demirtaş wekî partî bikeve hilbijartinên giştî dê encameke ne li bendê derkeve holê. Ji aliyê din ve dewlet dibîne ku bi Hevserokatiya Demirtaş a HDP’ê dîzayna ku ew dixwaze bide vê partiyê pêk nayê. Em vê yekê jî deynin quncikekî; Dewleta tirk her wiha axaftina Demirtaş a li Roboskî ku gotibû “eger dewleteke kurdan hebûya dê ev komkujî pêk nehatiba” jî ji bîr nekiriye. 
Ev xal hemû jî dibin sedemê wê yekê ku dewlet bixwaze Selahattin Demirtaş bi tehdît û bêbextiyan bêdeng bike û eger jê were jî ji qada siyasî tasfiye bike. 

Di sêrî de tevgera kurd a Bakur û dû re jî hemû kurd divê Selahattin Demirtaş nekin “berxê ji bo kêrê” yê “pêvajoya aştiyê” ya ku ji xwe  bi piranî wekî “xapandin” bilêv dikin.   

31 Oct 2014

Nameya Wagner a ji bo Kobanî

Ez nivîsa quncika xwe ya vê carê beyî tu şîroveyî ji bo wergera nivîsa Frank Josef Wagner* a di rojnameya Bild ku ev rojane zêdeyî 3 mîlyonan li Almanya û seranserî Ewropayê tê firotin dihêlim...  

"Kurdên delal, 
dinya hemû ecêbmayî li şerê we yê li dijî serjêkerên bi ala reş dinêre. 
Lehengno hûn kî ne?
Hûn miletekî xwediyên stranên herî xemgîn ên li ser evîna jidestçûyî û welatê windabûyî ne.
Di stranekî de wiha tê gotin: Hemû welat çavmiçonkê dilîzin. Kîjan welat tu caran nayê dîtin? Kurdistan.  
Hûn miletekî bêdewlet in. Zimanê we hate qedexekirin. Cil û bergên we hatin qedexekirin.
Gelê we li Tirkiyeyê, li Iraqê, li Îranê, li Sûriyeyê dijiya. Hûn hatin çewisandin. 
Hebûna we nehate pejirandin. 
Hûn miletekî bêxwedî bûn. Hûn herdem mecbûrî şerkirinê bûn. Gelek ji we bûn terorîst. 
Dibe ku terorîstên berê niha ew şervanên bi tenê li Kobanê şer dikin bin, ez nizanim.
Mêrên bêtirs, mêr, mêrên herdemî şer dikin.
Şervanekî digot: Ez ê guleya xwe ya dawî ji xwe re bihêlim.
Ez ê nehêlim serê min were jêkirin.
Hûn çi leheng in.
Mûyên  mirov dibin sîx.
Silavên ji dil.
F. J. Wagner"

* http://www.bild.de/news/standards/franz-josef-wagner/liebe-kurden-38306880.bild.html

22 Oct 2014

Bandora berxwedana Kobanî li nav civaka Ewropayê


Elaqeya çapemiya cîhanê û nêzîkatiya civaka ewropî ya ji bo berxwedana lehengên kurd ên li Kobanî çîroka pêlewanekî kurd tîne bîra mirov. 
Di sala 1835’an de tetbîqateke leşkerî ya hevpar a hêzên rus û hêzên preusî li Kalisz a Polonyayê pêk hat. Kayzer Friedrich Wilhelm ê 3’yemîn jî li wir amade bû. Li vê tebîqatê bala hemû beşdaran çû ser zîrekiya siwariyekî kurd ê êzîdî ku ji Kafkasyayê bû û di nava hêzên rus de cih digirt. Zîrekiya vî siwarê kurd wisa bala beşdarên tetbîqatê kişandibû ku ev siwarê kurd bû babeta nûçeyên gelek rojnameyên wê demê. Piştî çend salan August Freiherr von Haxthausenê berlînî çû Rusyayê û ji wir jî Ermenistanê. Haxthausen li Ermenistanê li nava koçerên kurdên êzîdî çav bi heman siwariyê kurd ket. Ew di bîranîna xwe ya wê demê de hem behsa mêvanperweriya kurdan dike û hem jî tîne zimên ku heman siwariyê kurd ji bo wî careke din hunera xwe ya siwarîbûnê pêşkêş kiriye. August Freiherr von Haxthausenê ser vê bîranîna xwe ya di derbarê wî siwariyê kurd de wisa dibêje: “Ev, ew kurdê ku li Warşowa û li ba Kaliszê bi xwe bû; yê ku ji ber hunera wî ya siwarî ya balkêş di gelek rojnameyan de behsa wî hatibû kirin. Di dema xatirxwestinê de wî careke din hunera xwe ya siwarî ya balkêş pêşkêşî me kir...” 
Niha jî pesindana medyaya ewropî ya lehengên kurd ên li Kobanî li ber xwe didin ji mînaka li jor ne dûr e. Lê vê carê guhertinek heye; Serkêşiya jinên kurd ên di vê berxwedanê de gotina “Brave Kurds” bi watetir dike… 
Bi rojan e kurd li welatên Ewropayê û bi taybetî li Almanya ji bo berxwedana YPG’ê ya li Kobanî li ser lingan in. Raya giştî ya ewropî û medya sempatiya xwe nîşanî kurd û berxwedana Kobanî didin. Polîsên van welatan di birêveçûna van çalakiyan de hevkariyeke ew qas baş dikin ku kurd bi xwe jî ecêbmayî dimînin. Takekesên kurd bi xwe jî rojane dibin şahidên wê yekê ku cîran, hevalên wan ên kar û kesên li rêya wan diqezidin yên ewropî êdî bi çavekî mezin li wan dinêrin û bi awayekî din nêzîkî wan dibin.
Ev guhertin hemû encama berxwedana lehengên kurd ên li Kobanî ye. Berxwedana wan nêrîna civakên ewropî ya ser kurdan da guherandin.
Eger sazî û rêxistinên kurdên li Ewropayê bikaribin vê atmosfera bêhempa ya afirî baş bi kar bînîn, dê êdî gelek pirsgirêkên siyasî û civakî yên kurdên li van welatan werin mînîmalîzekirin. Ev yek jî êdî di destê rêvebir û kadroyên sazî û rêxistinên kurdan ên li Ewropayê de ye…  
Ji ber van egeran divê kurd rê nedin provakasyon û provakatorên ku bibin sedema xerabûna vê atmosfera erênî. Bi taybetî jî divê rê li pêşiya ciwanên xwîngerm ên bi armanca balkişhandina ser Kobanî serî li rêbazên dijyasayî didin were girtin. Keda lehengên kurd ên li Kobanî destanê dinivîsin divê li Ewropayê bi erdê de neyê rijandin.

19 Aug 2014

Kurdên êzîdî û sunî bi çavên cuda li hovîtiya Şingalê dinêrin

Kurdên misilman hovîtiya DAIŞ’ê ya li Şingalê wekî destdirêjiya xaka Kurdistan û êrîşa ser kurdan bilêv dikin. Ya kurdên misilman dikin heta radeyekî hevxemî û ya din jî afirandina empatiyê bi kurdên êzîdî re ye. Lê belê kurdên êzîdî yên Şingalê ne bi vî çavî li meselê dinêrin; Ew vê hovîtiyê wekî fermaneke nû ya êzîdiyan bilêv dikin û vê êşê dijîn. Em bi hinek nimûneyan binêrin ka gelo ya DAIŞ li Şingalê dike tenê destdirêjiya xaka Kurdistanê ye an jî wekî êzîdî dibêjin çêbûna fermaneke nû ya li dijî wan e...
Dema sibeha 8’ê gelawêjê Mihemed Ebû Elî li bajarê Mexmûrê ji xew rabû, bajar ketibû bin kontrola DAIŞ’ê. Wê sibehê ne şêniyên Mexmûrê û ne jî pêşmerge li bajêr mabûn. Ebû Elî heman demê piştî ji mal derket, pêrgî DAIŞ’ê hat. Piştî wî bi DAIŞ’iyan da bawerkirin ku tu têkiliya wî bi şer re nîn e, ew ligel wan çû mizgeftê û bi wan re nimêj kir. Piştre jî vegeriya mala xwe. Dema DAIŞ ji bajêr derket jî, ew li mala xwe bû û niha jî jiyana xwe li Mexmûrê wekî berê didomîne. Eger Mihemed Ebû Elî ne kurdekî sûnî lê belê yekî êzîdî bûya, bêguman DAIŞ’ê wê heman miemele pê nekiriba û wê du rê dabana pêşiya wî; Yan bibe misilman û yan jî em ê te bikujin...
Li bajarê Şingalê ne tenê êzîdî dijiyan. Ji bilî erebên li Şingal û gundên wê, derdora % 5´ê şêniyên vî bajarî jî kurdên sûnî ne. Gelek ji van kurdên sûnî dema DAIŞ’ê bajar dagir kir, Şingal neterikandin. Li gor êzîdiyên Şingalê dibêjin, van kurdên sûnî jî wekî gelek erebên li bajêr û derdorê hevkarî bi DAIŞ’ê re kirin. Ne tenê ev, her wiha gelekan ji wan jî wekî erebên li herêmê çavên xwe berdan malên êzîdiyan û piştî êzîdiyan bajar terikand, gelek ji van kurdên sûnî jî malên êzîdiyan talan kirin...  
DAIŞ ji ber fitweyên xwe yên ku di rastiyê de xwe disipêre mebestên xwe yên siyasî kurdên sunî jî dikuje lê êzîdî yekser ji ber ola xwe dibin armanca êrîşên hov yên vê rêxistinê. Ev rêxistina bi navê cîhadê tevdigere rasterast dibêje êzîdiyan an heta filan demê hûnê bibin misilman an jî em ê we bikujin. Cudahiyeke din a mûameleya DAIŞ’ê bi kurdên êzîdî re dîsa meseleya kolekirina jinan e...
Dema DAIŞ jinên êzîdî direvîne û wan wekî koleyan li bazaran difiroşe, ne ji ber ku ev jin kurd in lê belê ji ber ku ola van keçan êzdayetî ye...
Desthilatdariya siyasî ya kurd li Başûr nekarî kurdên êzîdî ji fermaneke nû ya misilmanan biparêze. Baweriya êzîdiyan bi desthilata kurd ya siyasî şikest. Desthilatdariya siyasî ya kurd çiqasî bibêje ku ev êrîş li dijî axa Kurdistan û gelê kurd e jî, êzîdî û bi taybetî jî êzîdiyên Şingalê ji ber egerên li jor hatine rêzkirin tişta li Şingalê bûyî wekî “fermaneke nû ya êzîdiyan” bilêv dikin û vê yekê girêdayî “tenêbûn” û “bêxwedîbûna” xwe dikin. Sedemê daxwaza bi israr ya êzîdiyan ya derketina ji Kurdistanê û çûyîna welatên Ewropayê ev rastî ye. 
Desthilata siyasî ya kurd û bi taybetî jî ya Başûr wê hewl bide baweriyê bide êzîdiyan ku di siberojê de wê jiyana wan li Kurdistanê misoger bike. Lê gelo wê êzîdî çiqasî baweriyê bi vê sozê bînin, em ê hemû bi hev re di siberojê de bibînin.

12 Aug 2014

Helbestvan yeqîn h. ser wêneyê min ê li Laleşê û êşa Şingalê nivîst...

Zekiyê delalî..
ez li te yê ku di sûret de ye, dinêrim... 
ez bi te yê ku di sûret de ye, ji nû ve bi xwe, 
bi giyan û xwebûn, bi esl û hebûna xwe hest kiriye, dinêrim.. 
lê ez tenê dinêrim.. her ku dinêrim dihelim..ji xwe direvim.. 
her ku dinêrim, li tenêhiştina Şengalê û Laleşa Nûranî diherim..
me ew hiştin..lêê..bi hiştin û terk û reva ji wan,
me xwe jî kêlî bi kêlî, xwelî bi xwelî, rûreş rûreş kuşt, kuşt, kuşt...
sed heyf li me..li we..li wan..li tevî civata me kurdan..


Helbestvan: yeqîn h
12.08.2014  

3 Aug 2014

Wateya dengên ku ji bo Demirtaş bên dayîn çi ye?

Bi namzetbûna Selahattin Demirtaş ya ji bo Serokomariya Tirkiyeyê re siûdete dîrokî ji bo kurdan derket ku bi rêya vê hilbijartinê potensiyela dengên xwe yên li Tirkiye û bakurê Kurdistanê nîşanî Tirkiye û cîhanê bidin.

Em bînin bîran; Selahattin Demirtaş pêşiya aktîfkirina HDP’ê gotibû ku ew ê êdî postê hevserokiyê wernegire. Lê bi ya Demirtaş nebû û li ser israra partiya wî û girseyên li pişt vê partiyê ew neçar ma hem bibe hevserokê HDP’ê û hem jî di ser de bû namzedê Serokomariya Tirkiyeyê.

Demirtaş namzedê herî maqûl e
Di siyaseta kurd ya Bakur de wê gelekî zehmet ba kesekî ji Selahattin Demirtaş maqûltir ji bo namzediya Serokomariya Tirkiyeyê were peydakirin. Ciwan û dînamîk e. Di warê siyasetê de pêşketî ye. Di bin pirsan de namîne û hazirbersiv e. Dizane li ku derê wê çi bibêje. Muxatabên xwe di warê siyasî de mecbûr dike ku pirsên ji wan dike bibersivînin. Sempatîk e, ev yek dibe sedem ku medya jî eleqeyeke nêzîk nîşanî wî bide. Xwedî şiyaneke mîzahî ye. Ev hokar hemû bûn sedem ku Demirtaş dîsa vegere cihên herî bilind yên siyasetê.
Temsîliyeta Erdogan ya kurdan
Di rojên derbasbûyî de Serokê PDK-T’ê Sertac Bûcak got ku Selahattin Demirtaş temsîla hemû kurdan nake û ji ber vê yekê ew ê "propaganda û xebata ku kurd ji bo mislehetê miletê kurd dengê xwe bidin Recep Tayyip Erdogan bikin."
Rast e, di quncika siyaseta kurd de Bûcak û Demirtaş ne wekî hev difikirin û du aliyên ji hev cuda ne. Lê wekî mînak ger di hilbijartinên Serokomariya Iraqê de PÇDK’ê jî bigota "namzedê Serokomariya Iraqê Fûad Mehsûm temsîla hemû kurdan nake, ji ber vê em ê dengê xwe bidin Malikî", herhal dê pêşiya herkesî Sertac Bûcak 'bi awayekî mafdar' bertekeke ku dengê wî ji erş biçe ezmên bida.
Gotinên derbarê boykotkirinê de
Li ser medyaya civakî jî hinek kurd ji ber hestên xwe yên netewî fikra ku divê kurd beşdarî hilbijartinên Serokomariya Tirkiyeyê nebin dikin. Ji ber vê jî ew rêbaza ´boykotê´ didin pêş. Bêguman ev jî mafek e û minaqeşe li ser maf nayê kirin. Lê rêbaza boykotê di qada siyasî de ne dema mercên ku tu bikarî platformê ji xwe re bikarbînî tê pêkanîn. Boykot herdem dema hemû rê li ber mirovan têne girtin dikeve rojevê.
Rengê dengê min ê hilbijartinê
Bi namzetbûna Demirtaş re kelecaniyek ket nav siyaseta kurd ya li Bakur û Tirkiyeyê. Platformeke ku bi rêya Demirtaş dengê kurdan bêhtir bigihe raya giştî ya kurd, tirk û cîhanê ava bû. Demirtaş di haya vê yekê de ye û di çarçoweya namzetiya xwe de bîr ramanên xwe yên derbarê kurd û Kurdistanê de ku berê diparastin, niha jî bi rêya vê platformê radigihîne raya giştî.
Hatina ser posta Serokomariya Tirkiyeyê ya Demirtaş bi rêya vê hilbijartinê ne pêkan e. Lê şanseke mezin afirî ku deng û daxwazên kurdan bi rêya Demirtaş bigihin hemû cihan pêk hatiye. Her wiha ji ber bandora derûnî ya bendava hilbijartinê jî nîn e, şansê ku kurd potansiyela xwe ya dengan nîşan bidin jî afirî. Ji ber vê egerê, ez ê roja 1’ê gelawêjê ku li derveyî welêt hilbijartinên Serokomariya Tirkiyeyê destpêdikin, biçim ser sindoqê û dengê xwe bidim namzedê Serokomariya Tirkiyeyê Selahattin Demirtaş.

Reşkujiya Dr. Qasimlo û îroniya dîrokê

Di ser reşkujiya Dr. Abdulrahman Qasimlo re 25 sal derbas bûn. Dewleta Awusturya ji roja kuştarê heta niha ji bo ronîkirina reşkujiyê tu gav neavêtine.
Şeva 13’ê tîrmeha 1989’a Serokê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê Dr. Abdulrahman Qasimlo, nûnerê partiyê yê Ewropayê Abdullah Qaderî Azer û navbeynkar Dr. Fazil Resûl dema hevdîtinek veşarî bi nûnerên Îranê re dikirin, li Viyanaya paytexta Awusturyayê hatin kuştin. Di şeva reşkujiyê de ji her sê kujeran du hatin girtin. Lê belê li şûna kujer werin girtin, ew destpêkê radestî balyozxaneya Îranê hatin kirin û dû re jî bi eskortên polîsan anîn balafirgeha Viyanayê. Kujer ji wir jî di nava ewlehiyê de ber bi Tehranê ve hatin rêkirin. 
Parlamenterê Partiya Keskan Peter Pilz ku xwediyê pirtûka “Eskorte nach Iran- Eskortên ber bi Îranê ve” ye, di wextê xwe de ji bo ronîkirina kuştarê gelek hewl da û hê jî ew yek ji kesên babetê herî ji nêz ve dizane ye. Wî gelek caran gumana xwe ya ku yek ji kujerê Qasimlo Serokomarê berê yê Îranê Mehmûd Ehmedînejad e ji bo raya giştî ragihand. Bazirganekî çekan ku çend rojekî pêşiya reşkujiyê di civîneke nehênî de li sefaretxaneya Îranê ya Viyanayê ligel rayedarên Îranê rûniştibû, di sala 1996’an da zanîn ku di wê civînê de kesekî bi navê Mohamed jî hebû û ew kes piştre bûye Serokomarê Îranê. Her wiha tê gotin ku Ehmedînejad berê di nava operasyonên Îranê yên welêt de cih digirt. 
Bi neronîkirina reşkujiyê ya heta roja îro, dewleta Awusturya zagonên xwe binpênekirin lê ehlaq û nirxên mirovatiyê di bin lingan de gevizand; Li gor zagonên Awusturyayê dema berjewendiyên neteweyî bikevin metirsiyê, siyaset dikare mudexaleyî dadweriyê bike. Îranê wê demê Awusturya ne tenê bi birîna têkiliyên aborî tehdît dikir. Li gor nûçeyeke rojnameya Kurier ya Awusturyayî, berpirsê Maseya Daîreya Karên Derve yê wê demê Erich Maximilian Schmid piştî teqawîtbûna xwe, di sala 1997’an de derbarê wan rojan de di bernameyeke televîzyonê de wiha gotibû: “Balyozê Îranê vekirî ji me re got ku ji bo welatiyên Awusturyayê yên li Îranê dikare metirsiyek biafire.” 
Neronîkirina reşkujiyê ne tenê tehdîtên Îranê yên li ser têkiliyên aborî û hemwatiyên Awusturyayê yên li Îranî bûn... 
Kurier balê dikişîne aliyekê din yê ku bûye sedemê neronîkurina reşkujiyê; Serokê berê yê Îranê Abdûlhesen Benî Sadir di sala 1991’ê de li Parîsa ku ew gelek sal bûn lê sirgûn dijiya, got ku dema şerê Îran û Iraqê de dewleta Awusturyayê bi qaçaxî çek firotine Îranê. Tehranê jî Viyana bi wê yekê tehdît kiriye ku ew doza reşkujiya Qasimlo ronî bikin, dê ew jî belgeyên firotina çekan ya navbera her du aliyan de derînin holê. Benî Sadir ji ber xwe ev yek nedigot; Pêşiya reşkujiyê ne gelekî lêpirsînek vê derbarê de li ser Serokwezîr Fred Sinowatz, Wezîrê Karên Derve Leopald Gratz û Wezîrê Karên Hundir Karl Blecha hatibû destpêkirin...
Bi reşkujiya Dr. Abdurahman Qasimlo re têkiliyên Îranê û Awusturyayê êdî ne ber bi nebaşbûn lê belê berovajiyê vê yekê roj bi roj ber bi başiyê ve çûn... 
Berpirsê PDK-Î yê Awusturya û Almanyayê Hîwa Bahramî di nivîsa xwe ya di rojnameya navdar ya awusturyayî Wiener Zeitung ya derbarê 25’emîn salvegera reşkujiyê de balê dikişînê ser van têkiliyên bi reşkujiyê geştir bûyî: “Di sala 1991’ê de 3 delegasyonên payebilind yên Awusturyayê serdana Îranê kirin. Tenê di wê salê de Awusturyayê derfirotina xwe ya Îranê sedî 13 zêde kir. Komeke dostaniyê ya her du welatan ya parlamentoyê hat damezirandin û peywira vê komê geşkirina têkiliyên her du aliyan bû. Ji wê rojê ve Awusturya dostekî xurt ê Îranê ye û digel ambargoya heyî jî, Awusturya bi bazirganiyeke mezin bi Ayatulahan re dike.”
Serokomarê Awusturya Heinz Fischer ku wekî dostekî kurdan tê nasîn berê ev reşkujî wekî tewanê li dijî mirovahiyê bilêv kiribû. Her wiha derbarê neronîkirina bûyerê de jî gotibû ku cihê berxweketin û xemgîniyê ye ku kujer heta niha nehatine cezakirin. Heman Fischer niha wekî yekem serokomarê welatekî rojavayî ji sala 2005’ê ve xwe amade dike ku heta payîza îsal bi fermî serdana Tehranê bike... 
Ne tenê Heinz Fischer ku dostekî kurdan e û piştî bû serokomar pişta xwe da ronîkirina reşkujiyê. Belkî îroniya dîrokê be ku kujerekî Dr. Qasimlo yê ku di dema reşkujiyê de birîndar bûbû jî îsal ji bo PDK, YNK û Goran di avakirina hikumetê de li hev bikin bûbû navbeynkar...

20 Jun 2014

Herî zêde ji Helebçeyê bi navê cîhadê diçin Rojava

Li gelek welatên cîhanê beşdariya nav refên rêxistinên îslamî yên tundrew êdî bûye fenomeneke ku  pêşî lê nayê girtin. Di nava kesên beşdar de gelek kurd jî hene. Ya herî balkêş jî ew e ku hejmara kesên ji bajarê Helebçe yê başûrê Kurdistanê tevlî van rêxistinan dibin berbiçav e.
Îstîxbaratên welatên ewropî hema bêjê mehane agahî didin raya giştî ka çend kes ji welatên wan çûne Sûrî û tevlî rêxistinên îslamî yên tundrew yên mîna DAIŞ´ê bûne.
Li gor lêkolîneke King´s College ya îngilîz, ji welatên ewropî heta niha derdora 3 hezar kes beşdarî DAIŞ‘ê bûne û ji van hejmara kesên ji Almanyayê çûne Sûrî tevlî şer dibin derdora 320 kesan e. Ev yek dibe sedem ku rêxistinên sîxurî yên van welatan di nava alarmê de bin. Sedem jî ew e ku metirsiya van kesan ya dema ji Sûrî vegerin welatên ewropî, li wir jî çalakiyan pêk bînin heye. Ji ber gelek ji van kesan li Sûrî rasterast beşdarî şer bûne û bûne xwedî ezmûn.
Di nava kesên ji Ewropayê diçin û ligel DAIŞ'ê hem li Rojava li dijî kurdan şer dikin û hem jî li dijî rejîma Sûriyê û rêxistinên din ên ew bi wan re bi nakok in gelek kurd jî hene. Her wiha hejmara çûyîna Sûrî ya kesên ji her çar paçeyên Kurdistanê jî di nava rêxistinên wekî DAIŞ'ê de bilind e.
Balkêş e ku bi taybetî ji bajarê Helebçe yê başûrê Kurdistanê hejmareke bilind kes heta niha çûne Sûrî û wekî mîlîtanên cîhadî di nava DAIŞ'ê de li dijî YPG'ê ketine nava şer. Der barê vê yekê de di 20'ê pûşperê de rojnameya "Die Welt" nûçeyeke balkêş bi îmzeya nûçegihanê xwe Alfred Hackensberge ji Hewlêrê bi sernivîsa "Halabdscha, das Raetsel um Giftgas und Islamismus - Helebçe, xaçepirsa kîmyabaranê û îslamiya tundrew" weşand. Li gor vê nûçeyê tenê ji bajarê Helebçe heta niha 200 kes bi navê cîhadê çûne Sûrî û gelek ji van kesan jî li Rojava li dijî YPG'ê şer kirine. Li gor zanyariyên bi dest ketine ji van 35 kes di şer de hatine kuştin û 50 kes jî niha vegiriyane Başûr ango hatine vegerandin. Ez dibêjim hatine vegerandin, ji ber YPG'ê gelek ji van kesan di şer de dîl girtine û piştre radestî asayîşa başûrê Kurdistanê kirine. Asayişê jî piştî binçavkirina van kesan, yên ku ji wan piştrast e ku poşman bûne, serberst berdane. Yên din ên ku guman heye ew xwedî heman helwestê ne, hêjî girtî ne. 
Dema mirov di meseleyê de kûr dibe, yekser ev pirs derdikeve pêşberî me; Bi taybetî motîvasyona kesên kurd ku diçin Sûrî û Rojava û li dijî kurdan şer dikin ji ku derê tê? Her wiha bi taybetî bajarê Helebçe ku kurd wê wekî "bajarê şehîd" bilêv dikin, çawa dibe mirov ji wir diçin Sûrî û Rojava û bi navê cîhadê li dijî birayên xwe yên kurd, yên ku ji bilî rizgarkirina kurdan ji bindestiyê tu armanca wan nîn e, şer dikin? 
Pêşî herkesî divê otorîteya siyasî ya li Başûr, rêveberiyên herêmî yên Bakur û pê re jî aliyên olî û saziyên sivîl yên kurd bi van her du pirsan re mijûl bibin. Bêyî lêkolîn û hewla fêmkirina ka ev motîvasyon çawa derdikeve holê, dê bi taybetî çûna kesên kurd ya nav rêxistinên îslamî yên tundrew bi navê cîhadê berdewam bike. 
Di dawiyê de jî ez dixwazim vê bêjim; Eger heta niha tenê ji bajarê Helebçe 200 kes bi navê cîhadê çûbin Sûrî û Rojava, ev yek tê wê wateyê ku pirsgirêk ji takekesiyê derbasbûye û bûye pirsgirêke civakî. Berpirsên çareserkirina pirsgirêkên civakî jî otorîteyên siyasî, olî û saziyên sivîl in. 

5 Jun 2014

Kurdên Rojava bûne hemalên Bakur û Başûr


Rojavayê Kurdistanê biçûkê her sê birayên din e. Ew herdem bi hawara birayên xwe yên mezin ve çûye. Ew îro bi hêviya hawara li birayên xwe yên mezin ve maye.
Bi destpêka “Bihara Erebî” re li rojavayê Kurdistanê derfeteke ku kesek ne li bendê bû çêbû û hêviya xwerizgarkirina ji rejîma Baas afirî. Her çiqas di nava partiyên kurdî de tifaqeke ku bikaribe bibe dengê hemû rojavayê Kurdistanê heta roja îro jî neafireye, lê kurdan bi stratejiyek mûazam valehiya ku li erdnîgariya kurdan pêk hat dagirtin. Bi vê yekê re texrîbatên şerê navxweyî yê Sûriyê negihan rojavayê Kurdistanê. Kurd bi stratejiyeke wisa tevgeriyan ku sibe rejîm jî li ser hikûm bimîne û opozisyon jî were ser hikûm, her du jî neçar in ku kurdan mûxatab bigirin.
Ev aliyê siyasî, leşkerî û konjektûrî yê meseleyê ye lê belê aliyê mirovî yê ji nedîtîve tê jî heye. Kurdên li Rojava di nava dorpêça ambargoyeke ku di warê debara jiyanê de bi astengiyan re rû bi rû dimînin re mane. Lê berovajî vê yekê kurdên ji vî parçeyî welêt penaberî parçeyên din bûne di bin şertên tehmet de jiyana xwe didomînin.

Trajediya penaberên ji Rojava ji nedîtinê ve tê
Bi sedhezaran kurdên Rojava ji ber texrîbatên şer û metirsiya jiyana xwe ji Rojava reviyan welatên din. Her wiha îro bakur û başûrê Kurdistanê malovaniya bi sedhezaran penaberên ji Rojava dikin. Piraniya van penaberan li her du parçeyên welêt di bin şertên zehmet de jiyana xwe didomînin. Ev hejmara wan a bilind bûye sedema kêşeyên civakî û afirandina pêşdaraziyan. 

Li Başûr bi çavê tewanbarên potensiyel li rojavayiyan tê nêrîn
Li Başûr derdora 250 hezar kurdên penaber yên ji Rojava dijîn. Kesên derfetê dibînin, hewl didin ji derveyî kampên penaberan jiyana xwe berdewam bikin. Derfet jî bi xwe tevlîkarina bazara kar peyda dibin. Ew di bazara kar de bi heqdestiyeke gelekî erzan kar dikin. Pêre jî hejmara bilind ya penaberên ji Rojava ya li başûrê Kurdistanê bûye sedem ku kirêyên xaniyan li gelek deveran giran bibin. Van hokan bi xwe re parçebûna civakê û pêşdarazî li dijî kurdên Rojava afirandiye. Pêkanîna sûcekî ji hêla kesekî ve êdî wekî sûcekî kolektîf tê dîtin. Gotegotên ku rojavayî şêlandin, dizî û keçên wan laşfiroşiyê dikin bûye yek ji babetên ku êdî civak pê radibe û rûdine. Ji ber bi çavekî sûcdarên potensiyal li wan tê nêrîn, êdî ji hêla gelek kesan ve ew wekî parçeyekî civaka xwe ya kurd nayên dîtin. Ew wekî ereb an jî xelkê Sûrî têne bilêvkirin.

Li Bakur belengaziya rojavayiyan tê sûîstimalkirin
Her çiqas îstatîstîkên fermî derbarê kurdên penaber yên ji Rojava li Bakurê Kurdistanê nebin jî, lê bi taybetî li bajarên li ber sînorê Serxet û Binxetê hejmareke wan ya bilind heye. Li van deran jî karê herî zehmet yên mîna avahîlêkirinê bi heqdesteke gelekî erzan li ser pişta wan e. Li van bajarên Bakur jî kirê zêde buha bûye. Her wiha parsekiya ku li nava van bajaran tê kirin dibe sedem ku pêşdaraziya ku kesê ji “Sûrî” be parsekiyê dike belav bibe. Gelek malbat belangaz in û mêrên bi temen yên ji Bakurê Kurdistanê vê belengaziya wan sûîstimal dikin û li hember nextê keçên wan yên ciwan ji xwe re tînin. Her wiha jinanîna li ser hewiyê jî bûye aliyekî din ê vê sûîstimalê. Di aliyê siyasî de jî ku piraniya xelkê van bajaran polîtîzebûyî ye, bi çavên “revokan” li van kesên ku hem ji xwe re erzan didin xebitandin û hem jî bûne “ajansa” wan ya zewacê dinêrin. 

Hemaltiya du parçeyan li ser milê rojavayiyan e
Kurdên penaber yên ji rojavayê Kurdistanê, ger gotin li cih be, êdî hemaltiya gelek bajarên bakur û başûrê Kurdistanê dikin. Gelek kesên ji wan ku li Rojava xwedî dîplome bûn, karê herî zehmet yên ku dîplome jê re pêwîst nake bi nanûzikê dikin. Ger aliyên siyasî li dijî bikaranîn û sûîstimalkirina belengaziya kurdên Rojava yên penaber hem li Başûr û hem li Bakur nekin, derzên civakî wê biafirin. Ev derza civakî ya nav kurdên ji du parçeyên Kurdistanê de wê bandoreke ji derza siyasî ya niha heyî gelek mezintir bike. Xwedîderketina li mafên kar yê penaberên ji Rojava, hilweşandina pêşdaraziyan û rênedana afirîna civakên paralel di nava civaka kurd de peywira otorîteyên siyaseta başûr û bakurê Kurdistanê ye.