19 Aug 2014

Kurdên êzîdî û sunî bi çavên cuda li hovîtiya Şingalê dinêrin

Kurdên misilman hovîtiya DAIŞ’ê ya li Şingalê wekî destdirêjiya xaka Kurdistan û êrîşa ser kurdan bilêv dikin. Ya kurdên misilman dikin heta radeyekî hevxemî û ya din jî afirandina empatiyê bi kurdên êzîdî re ye. Lê belê kurdên êzîdî yên Şingalê ne bi vî çavî li meselê dinêrin; Ew vê hovîtiyê wekî fermaneke nû ya êzîdiyan bilêv dikin û vê êşê dijîn. Em bi hinek nimûneyan binêrin ka gelo ya DAIŞ li Şingalê dike tenê destdirêjiya xaka Kurdistanê ye an jî wekî êzîdî dibêjin çêbûna fermaneke nû ya li dijî wan e...
Dema sibeha 8’ê gelawêjê Mihemed Ebû Elî li bajarê Mexmûrê ji xew rabû, bajar ketibû bin kontrola DAIŞ’ê. Wê sibehê ne şêniyên Mexmûrê û ne jî pêşmerge li bajêr mabûn. Ebû Elî heman demê piştî ji mal derket, pêrgî DAIŞ’ê hat. Piştî wî bi DAIŞ’iyan da bawerkirin ku tu têkiliya wî bi şer re nîn e, ew ligel wan çû mizgeftê û bi wan re nimêj kir. Piştre jî vegeriya mala xwe. Dema DAIŞ ji bajêr derket jî, ew li mala xwe bû û niha jî jiyana xwe li Mexmûrê wekî berê didomîne. Eger Mihemed Ebû Elî ne kurdekî sûnî lê belê yekî êzîdî bûya, bêguman DAIŞ’ê wê heman miemele pê nekiriba û wê du rê dabana pêşiya wî; Yan bibe misilman û yan jî em ê te bikujin...
Li bajarê Şingalê ne tenê êzîdî dijiyan. Ji bilî erebên li Şingal û gundên wê, derdora % 5´ê şêniyên vî bajarî jî kurdên sûnî ne. Gelek ji van kurdên sûnî dema DAIŞ’ê bajar dagir kir, Şingal neterikandin. Li gor êzîdiyên Şingalê dibêjin, van kurdên sûnî jî wekî gelek erebên li bajêr û derdorê hevkarî bi DAIŞ’ê re kirin. Ne tenê ev, her wiha gelekan ji wan jî wekî erebên li herêmê çavên xwe berdan malên êzîdiyan û piştî êzîdiyan bajar terikand, gelek ji van kurdên sûnî jî malên êzîdiyan talan kirin...  
DAIŞ ji ber fitweyên xwe yên ku di rastiyê de xwe disipêre mebestên xwe yên siyasî kurdên sunî jî dikuje lê êzîdî yekser ji ber ola xwe dibin armanca êrîşên hov yên vê rêxistinê. Ev rêxistina bi navê cîhadê tevdigere rasterast dibêje êzîdiyan an heta filan demê hûnê bibin misilman an jî em ê we bikujin. Cudahiyeke din a mûameleya DAIŞ’ê bi kurdên êzîdî re dîsa meseleya kolekirina jinan e...
Dema DAIŞ jinên êzîdî direvîne û wan wekî koleyan li bazaran difiroşe, ne ji ber ku ev jin kurd in lê belê ji ber ku ola van keçan êzdayetî ye...
Desthilatdariya siyasî ya kurd li Başûr nekarî kurdên êzîdî ji fermaneke nû ya misilmanan biparêze. Baweriya êzîdiyan bi desthilata kurd ya siyasî şikest. Desthilatdariya siyasî ya kurd çiqasî bibêje ku ev êrîş li dijî axa Kurdistan û gelê kurd e jî, êzîdî û bi taybetî jî êzîdiyên Şingalê ji ber egerên li jor hatine rêzkirin tişta li Şingalê bûyî wekî “fermaneke nû ya êzîdiyan” bilêv dikin û vê yekê girêdayî “tenêbûn” û “bêxwedîbûna” xwe dikin. Sedemê daxwaza bi israr ya êzîdiyan ya derketina ji Kurdistanê û çûyîna welatên Ewropayê ev rastî ye. 
Desthilata siyasî ya kurd û bi taybetî jî ya Başûr wê hewl bide baweriyê bide êzîdiyan ku di siberojê de wê jiyana wan li Kurdistanê misoger bike. Lê gelo wê êzîdî çiqasî baweriyê bi vê sozê bînin, em ê hemû bi hev re di siberojê de bibînin.

12 Aug 2014

Helbestvan yeqîn h. ser wêneyê min ê li Laleşê û êşa Şingalê nivîst...

Zekiyê delalî..
ez li te yê ku di sûret de ye, dinêrim... 
ez bi te yê ku di sûret de ye, ji nû ve bi xwe, 
bi giyan û xwebûn, bi esl û hebûna xwe hest kiriye, dinêrim.. 
lê ez tenê dinêrim.. her ku dinêrim dihelim..ji xwe direvim.. 
her ku dinêrim, li tenêhiştina Şengalê û Laleşa Nûranî diherim..
me ew hiştin..lêê..bi hiştin û terk û reva ji wan,
me xwe jî kêlî bi kêlî, xwelî bi xwelî, rûreş rûreş kuşt, kuşt, kuşt...
sed heyf li me..li we..li wan..li tevî civata me kurdan..


Helbestvan: yeqîn h
12.08.2014  

3 Aug 2014

Wateya dengên ku ji bo Demirtaş bên dayîn çi ye?

Bi namzetbûna Selahattin Demirtaş ya ji bo Serokomariya Tirkiyeyê re siûdete dîrokî ji bo kurdan derket ku bi rêya vê hilbijartinê potensiyela dengên xwe yên li Tirkiye û bakurê Kurdistanê nîşanî Tirkiye û cîhanê bidin.

Em bînin bîran; Selahattin Demirtaş pêşiya aktîfkirina HDP’ê gotibû ku ew ê êdî postê hevserokiyê wernegire. Lê bi ya Demirtaş nebû û li ser israra partiya wî û girseyên li pişt vê partiyê ew neçar ma hem bibe hevserokê HDP’ê û hem jî di ser de bû namzedê Serokomariya Tirkiyeyê.

Demirtaş namzedê herî maqûl e
Di siyaseta kurd ya Bakur de wê gelekî zehmet ba kesekî ji Selahattin Demirtaş maqûltir ji bo namzediya Serokomariya Tirkiyeyê were peydakirin. Ciwan û dînamîk e. Di warê siyasetê de pêşketî ye. Di bin pirsan de namîne û hazirbersiv e. Dizane li ku derê wê çi bibêje. Muxatabên xwe di warê siyasî de mecbûr dike ku pirsên ji wan dike bibersivînin. Sempatîk e, ev yek dibe sedem ku medya jî eleqeyeke nêzîk nîşanî wî bide. Xwedî şiyaneke mîzahî ye. Ev hokar hemû bûn sedem ku Demirtaş dîsa vegere cihên herî bilind yên siyasetê.
Temsîliyeta Erdogan ya kurdan
Di rojên derbasbûyî de Serokê PDK-T’ê Sertac Bûcak got ku Selahattin Demirtaş temsîla hemû kurdan nake û ji ber vê yekê ew ê "propaganda û xebata ku kurd ji bo mislehetê miletê kurd dengê xwe bidin Recep Tayyip Erdogan bikin."
Rast e, di quncika siyaseta kurd de Bûcak û Demirtaş ne wekî hev difikirin û du aliyên ji hev cuda ne. Lê wekî mînak ger di hilbijartinên Serokomariya Iraqê de PÇDK’ê jî bigota "namzedê Serokomariya Iraqê Fûad Mehsûm temsîla hemû kurdan nake, ji ber vê em ê dengê xwe bidin Malikî", herhal dê pêşiya herkesî Sertac Bûcak 'bi awayekî mafdar' bertekeke ku dengê wî ji erş biçe ezmên bida.
Gotinên derbarê boykotkirinê de
Li ser medyaya civakî jî hinek kurd ji ber hestên xwe yên netewî fikra ku divê kurd beşdarî hilbijartinên Serokomariya Tirkiyeyê nebin dikin. Ji ber vê jî ew rêbaza ´boykotê´ didin pêş. Bêguman ev jî mafek e û minaqeşe li ser maf nayê kirin. Lê rêbaza boykotê di qada siyasî de ne dema mercên ku tu bikarî platformê ji xwe re bikarbînî tê pêkanîn. Boykot herdem dema hemû rê li ber mirovan têne girtin dikeve rojevê.
Rengê dengê min ê hilbijartinê
Bi namzetbûna Demirtaş re kelecaniyek ket nav siyaseta kurd ya li Bakur û Tirkiyeyê. Platformeke ku bi rêya Demirtaş dengê kurdan bêhtir bigihe raya giştî ya kurd, tirk û cîhanê ava bû. Demirtaş di haya vê yekê de ye û di çarçoweya namzetiya xwe de bîr ramanên xwe yên derbarê kurd û Kurdistanê de ku berê diparastin, niha jî bi rêya vê platformê radigihîne raya giştî.
Hatina ser posta Serokomariya Tirkiyeyê ya Demirtaş bi rêya vê hilbijartinê ne pêkan e. Lê şanseke mezin afirî ku deng û daxwazên kurdan bi rêya Demirtaş bigihin hemû cihan pêk hatiye. Her wiha ji ber bandora derûnî ya bendava hilbijartinê jî nîn e, şansê ku kurd potansiyela xwe ya dengan nîşan bidin jî afirî. Ji ber vê egerê, ez ê roja 1’ê gelawêjê ku li derveyî welêt hilbijartinên Serokomariya Tirkiyeyê destpêdikin, biçim ser sindoqê û dengê xwe bidim namzedê Serokomariya Tirkiyeyê Selahattin Demirtaş.

Reşkujiya Dr. Qasimlo û îroniya dîrokê

Di ser reşkujiya Dr. Abdulrahman Qasimlo re 25 sal derbas bûn. Dewleta Awusturya ji roja kuştarê heta niha ji bo ronîkirina reşkujiyê tu gav neavêtine.
Şeva 13’ê tîrmeha 1989’a Serokê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê Dr. Abdulrahman Qasimlo, nûnerê partiyê yê Ewropayê Abdullah Qaderî Azer û navbeynkar Dr. Fazil Resûl dema hevdîtinek veşarî bi nûnerên Îranê re dikirin, li Viyanaya paytexta Awusturyayê hatin kuştin. Di şeva reşkujiyê de ji her sê kujeran du hatin girtin. Lê belê li şûna kujer werin girtin, ew destpêkê radestî balyozxaneya Îranê hatin kirin û dû re jî bi eskortên polîsan anîn balafirgeha Viyanayê. Kujer ji wir jî di nava ewlehiyê de ber bi Tehranê ve hatin rêkirin. 
Parlamenterê Partiya Keskan Peter Pilz ku xwediyê pirtûka “Eskorte nach Iran- Eskortên ber bi Îranê ve” ye, di wextê xwe de ji bo ronîkirina kuştarê gelek hewl da û hê jî ew yek ji kesên babetê herî ji nêz ve dizane ye. Wî gelek caran gumana xwe ya ku yek ji kujerê Qasimlo Serokomarê berê yê Îranê Mehmûd Ehmedînejad e ji bo raya giştî ragihand. Bazirganekî çekan ku çend rojekî pêşiya reşkujiyê di civîneke nehênî de li sefaretxaneya Îranê ya Viyanayê ligel rayedarên Îranê rûniştibû, di sala 1996’an da zanîn ku di wê civînê de kesekî bi navê Mohamed jî hebû û ew kes piştre bûye Serokomarê Îranê. Her wiha tê gotin ku Ehmedînejad berê di nava operasyonên Îranê yên welêt de cih digirt. 
Bi neronîkirina reşkujiyê ya heta roja îro, dewleta Awusturya zagonên xwe binpênekirin lê ehlaq û nirxên mirovatiyê di bin lingan de gevizand; Li gor zagonên Awusturyayê dema berjewendiyên neteweyî bikevin metirsiyê, siyaset dikare mudexaleyî dadweriyê bike. Îranê wê demê Awusturya ne tenê bi birîna têkiliyên aborî tehdît dikir. Li gor nûçeyeke rojnameya Kurier ya Awusturyayî, berpirsê Maseya Daîreya Karên Derve yê wê demê Erich Maximilian Schmid piştî teqawîtbûna xwe, di sala 1997’an de derbarê wan rojan de di bernameyeke televîzyonê de wiha gotibû: “Balyozê Îranê vekirî ji me re got ku ji bo welatiyên Awusturyayê yên li Îranê dikare metirsiyek biafire.” 
Neronîkirina reşkujiyê ne tenê tehdîtên Îranê yên li ser têkiliyên aborî û hemwatiyên Awusturyayê yên li Îranî bûn... 
Kurier balê dikişîne aliyekê din yê ku bûye sedemê neronîkurina reşkujiyê; Serokê berê yê Îranê Abdûlhesen Benî Sadir di sala 1991’ê de li Parîsa ku ew gelek sal bûn lê sirgûn dijiya, got ku dema şerê Îran û Iraqê de dewleta Awusturyayê bi qaçaxî çek firotine Îranê. Tehranê jî Viyana bi wê yekê tehdît kiriye ku ew doza reşkujiya Qasimlo ronî bikin, dê ew jî belgeyên firotina çekan ya navbera her du aliyan de derînin holê. Benî Sadir ji ber xwe ev yek nedigot; Pêşiya reşkujiyê ne gelekî lêpirsînek vê derbarê de li ser Serokwezîr Fred Sinowatz, Wezîrê Karên Derve Leopald Gratz û Wezîrê Karên Hundir Karl Blecha hatibû destpêkirin...
Bi reşkujiya Dr. Abdurahman Qasimlo re têkiliyên Îranê û Awusturyayê êdî ne ber bi nebaşbûn lê belê berovajiyê vê yekê roj bi roj ber bi başiyê ve çûn... 
Berpirsê PDK-Î yê Awusturya û Almanyayê Hîwa Bahramî di nivîsa xwe ya di rojnameya navdar ya awusturyayî Wiener Zeitung ya derbarê 25’emîn salvegera reşkujiyê de balê dikişînê ser van têkiliyên bi reşkujiyê geştir bûyî: “Di sala 1991’ê de 3 delegasyonên payebilind yên Awusturyayê serdana Îranê kirin. Tenê di wê salê de Awusturyayê derfirotina xwe ya Îranê sedî 13 zêde kir. Komeke dostaniyê ya her du welatan ya parlamentoyê hat damezirandin û peywira vê komê geşkirina têkiliyên her du aliyan bû. Ji wê rojê ve Awusturya dostekî xurt ê Îranê ye û digel ambargoya heyî jî, Awusturya bi bazirganiyeke mezin bi Ayatulahan re dike.”
Serokomarê Awusturya Heinz Fischer ku wekî dostekî kurdan tê nasîn berê ev reşkujî wekî tewanê li dijî mirovahiyê bilêv kiribû. Her wiha derbarê neronîkirina bûyerê de jî gotibû ku cihê berxweketin û xemgîniyê ye ku kujer heta niha nehatine cezakirin. Heman Fischer niha wekî yekem serokomarê welatekî rojavayî ji sala 2005’ê ve xwe amade dike ku heta payîza îsal bi fermî serdana Tehranê bike... 
Ne tenê Heinz Fischer ku dostekî kurdan e û piştî bû serokomar pişta xwe da ronîkirina reşkujiyê. Belkî îroniya dîrokê be ku kujerekî Dr. Qasimlo yê ku di dema reşkujiyê de birîndar bûbû jî îsal ji bo PDK, YNK û Goran di avakirina hikumetê de li hev bikin bûbû navbeynkar...

20 Jun 2014

Herî zêde ji Helebçeyê bi navê cîhadê diçin Rojava

Li gelek welatên cîhanê beşdariya nav refên rêxistinên îslamî yên tundrew êdî bûye fenomeneke ku  pêşî lê nayê girtin. Di nava kesên beşdar de gelek kurd jî hene. Ya herî balkêş jî ew e ku hejmara kesên ji bajarê Helebçe yê başûrê Kurdistanê tevlî van rêxistinan dibin berbiçav e.
Îstîxbaratên welatên ewropî hema bêjê mehane agahî didin raya giştî ka çend kes ji welatên wan çûne Sûrî û tevlî rêxistinên îslamî yên tundrew yên mîna DAIŞ´ê bûne.
Li gor lêkolîneke King´s College ya îngilîz, ji welatên ewropî heta niha derdora 3 hezar kes beşdarî DAIŞ‘ê bûne û ji van hejmara kesên ji Almanyayê çûne Sûrî tevlî şer dibin derdora 320 kesan e. Ev yek dibe sedem ku rêxistinên sîxurî yên van welatan di nava alarmê de bin. Sedem jî ew e ku metirsiya van kesan ya dema ji Sûrî vegerin welatên ewropî, li wir jî çalakiyan pêk bînin heye. Ji ber gelek ji van kesan li Sûrî rasterast beşdarî şer bûne û bûne xwedî ezmûn.
Di nava kesên ji Ewropayê diçin û ligel DAIŞ'ê hem li Rojava li dijî kurdan şer dikin û hem jî li dijî rejîma Sûriyê û rêxistinên din ên ew bi wan re bi nakok in gelek kurd jî hene. Her wiha hejmara çûyîna Sûrî ya kesên ji her çar paçeyên Kurdistanê jî di nava rêxistinên wekî DAIŞ'ê de bilind e.
Balkêş e ku bi taybetî ji bajarê Helebçe yê başûrê Kurdistanê hejmareke bilind kes heta niha çûne Sûrî û wekî mîlîtanên cîhadî di nava DAIŞ'ê de li dijî YPG'ê ketine nava şer. Der barê vê yekê de di 20'ê pûşperê de rojnameya "Die Welt" nûçeyeke balkêş bi îmzeya nûçegihanê xwe Alfred Hackensberge ji Hewlêrê bi sernivîsa "Halabdscha, das Raetsel um Giftgas und Islamismus - Helebçe, xaçepirsa kîmyabaranê û îslamiya tundrew" weşand. Li gor vê nûçeyê tenê ji bajarê Helebçe heta niha 200 kes bi navê cîhadê çûne Sûrî û gelek ji van kesan jî li Rojava li dijî YPG'ê şer kirine. Li gor zanyariyên bi dest ketine ji van 35 kes di şer de hatine kuştin û 50 kes jî niha vegiriyane Başûr ango hatine vegerandin. Ez dibêjim hatine vegerandin, ji ber YPG'ê gelek ji van kesan di şer de dîl girtine û piştre radestî asayîşa başûrê Kurdistanê kirine. Asayişê jî piştî binçavkirina van kesan, yên ku ji wan piştrast e ku poşman bûne, serberst berdane. Yên din ên ku guman heye ew xwedî heman helwestê ne, hêjî girtî ne. 
Dema mirov di meseleyê de kûr dibe, yekser ev pirs derdikeve pêşberî me; Bi taybetî motîvasyona kesên kurd ku diçin Sûrî û Rojava û li dijî kurdan şer dikin ji ku derê tê? Her wiha bi taybetî bajarê Helebçe ku kurd wê wekî "bajarê şehîd" bilêv dikin, çawa dibe mirov ji wir diçin Sûrî û Rojava û bi navê cîhadê li dijî birayên xwe yên kurd, yên ku ji bilî rizgarkirina kurdan ji bindestiyê tu armanca wan nîn e, şer dikin? 
Pêşî herkesî divê otorîteya siyasî ya li Başûr, rêveberiyên herêmî yên Bakur û pê re jî aliyên olî û saziyên sivîl yên kurd bi van her du pirsan re mijûl bibin. Bêyî lêkolîn û hewla fêmkirina ka ev motîvasyon çawa derdikeve holê, dê bi taybetî çûna kesên kurd ya nav rêxistinên îslamî yên tundrew bi navê cîhadê berdewam bike. 
Di dawiyê de jî ez dixwazim vê bêjim; Eger heta niha tenê ji bajarê Helebçe 200 kes bi navê cîhadê çûbin Sûrî û Rojava, ev yek tê wê wateyê ku pirsgirêk ji takekesiyê derbasbûye û bûye pirsgirêke civakî. Berpirsên çareserkirina pirsgirêkên civakî jî otorîteyên siyasî, olî û saziyên sivîl in. 

5 Jun 2014

Kurdên Rojava bûne hemalên Bakur û Başûr


Rojavayê Kurdistanê biçûkê her sê birayên din e. Ew herdem bi hawara birayên xwe yên mezin ve çûye. Ew îro bi hêviya hawara li birayên xwe yên mezin ve maye.
Bi destpêka “Bihara Erebî” re li rojavayê Kurdistanê derfeteke ku kesek ne li bendê bû çêbû û hêviya xwerizgarkirina ji rejîma Baas afirî. Her çiqas di nava partiyên kurdî de tifaqeke ku bikaribe bibe dengê hemû rojavayê Kurdistanê heta roja îro jî neafireye, lê kurdan bi stratejiyek mûazam valehiya ku li erdnîgariya kurdan pêk hat dagirtin. Bi vê yekê re texrîbatên şerê navxweyî yê Sûriyê negihan rojavayê Kurdistanê. Kurd bi stratejiyeke wisa tevgeriyan ku sibe rejîm jî li ser hikûm bimîne û opozisyon jî were ser hikûm, her du jî neçar in ku kurdan mûxatab bigirin.
Ev aliyê siyasî, leşkerî û konjektûrî yê meseleyê ye lê belê aliyê mirovî yê ji nedîtîve tê jî heye. Kurdên li Rojava di nava dorpêça ambargoyeke ku di warê debara jiyanê de bi astengiyan re rû bi rû dimînin re mane. Lê berovajî vê yekê kurdên ji vî parçeyî welêt penaberî parçeyên din bûne di bin şertên tehmet de jiyana xwe didomînin.

Trajediya penaberên ji Rojava ji nedîtinê ve tê
Bi sedhezaran kurdên Rojava ji ber texrîbatên şer û metirsiya jiyana xwe ji Rojava reviyan welatên din. Her wiha îro bakur û başûrê Kurdistanê malovaniya bi sedhezaran penaberên ji Rojava dikin. Piraniya van penaberan li her du parçeyên welêt di bin şertên zehmet de jiyana xwe didomînin. Ev hejmara wan a bilind bûye sedema kêşeyên civakî û afirandina pêşdaraziyan. 

Li Başûr bi çavê tewanbarên potensiyel li rojavayiyan tê nêrîn
Li Başûr derdora 250 hezar kurdên penaber yên ji Rojava dijîn. Kesên derfetê dibînin, hewl didin ji derveyî kampên penaberan jiyana xwe berdewam bikin. Derfet jî bi xwe tevlîkarina bazara kar peyda dibin. Ew di bazara kar de bi heqdestiyeke gelekî erzan kar dikin. Pêre jî hejmara bilind ya penaberên ji Rojava ya li başûrê Kurdistanê bûye sedem ku kirêyên xaniyan li gelek deveran giran bibin. Van hokan bi xwe re parçebûna civakê û pêşdarazî li dijî kurdên Rojava afirandiye. Pêkanîna sûcekî ji hêla kesekî ve êdî wekî sûcekî kolektîf tê dîtin. Gotegotên ku rojavayî şêlandin, dizî û keçên wan laşfiroşiyê dikin bûye yek ji babetên ku êdî civak pê radibe û rûdine. Ji ber bi çavekî sûcdarên potensiyal li wan tê nêrîn, êdî ji hêla gelek kesan ve ew wekî parçeyekî civaka xwe ya kurd nayên dîtin. Ew wekî ereb an jî xelkê Sûrî têne bilêvkirin.

Li Bakur belengaziya rojavayiyan tê sûîstimalkirin
Her çiqas îstatîstîkên fermî derbarê kurdên penaber yên ji Rojava li Bakurê Kurdistanê nebin jî, lê bi taybetî li bajarên li ber sînorê Serxet û Binxetê hejmareke wan ya bilind heye. Li van deran jî karê herî zehmet yên mîna avahîlêkirinê bi heqdesteke gelekî erzan li ser pişta wan e. Li van bajarên Bakur jî kirê zêde buha bûye. Her wiha parsekiya ku li nava van bajaran tê kirin dibe sedem ku pêşdaraziya ku kesê ji “Sûrî” be parsekiyê dike belav bibe. Gelek malbat belangaz in û mêrên bi temen yên ji Bakurê Kurdistanê vê belengaziya wan sûîstimal dikin û li hember nextê keçên wan yên ciwan ji xwe re tînin. Her wiha jinanîna li ser hewiyê jî bûye aliyekî din ê vê sûîstimalê. Di aliyê siyasî de jî ku piraniya xelkê van bajaran polîtîzebûyî ye, bi çavên “revokan” li van kesên ku hem ji xwe re erzan didin xebitandin û hem jî bûne “ajansa” wan ya zewacê dinêrin. 

Hemaltiya du parçeyan li ser milê rojavayiyan e
Kurdên penaber yên ji rojavayê Kurdistanê, ger gotin li cih be, êdî hemaltiya gelek bajarên bakur û başûrê Kurdistanê dikin. Gelek kesên ji wan ku li Rojava xwedî dîplome bûn, karê herî zehmet yên ku dîplome jê re pêwîst nake bi nanûzikê dikin. Ger aliyên siyasî li dijî bikaranîn û sûîstimalkirina belengaziya kurdên Rojava yên penaber hem li Başûr û hem li Bakur nekin, derzên civakî wê biafirin. Ev derza civakî ya nav kurdên ji du parçeyên Kurdistanê de wê bandoreke ji derza siyasî ya niha heyî gelek mezintir bike. Xwedîderketina li mafên kar yê penaberên ji Rojava, hilweşandina pêşdaraziyan û rênedana afirîna civakên paralel di nava civaka kurd de peywira otorîteyên siyaseta başûr û bakurê Kurdistanê ye.   

17 Apr 2014

Kujerê Dr. Qasimlo yê bûyî navbeynkarê hikûmeta Bașûr


Endamên Partiya Demokrat a Kurdistan ya Îranê (PDK-Î) șeva 13´ê tîrmeha 1989´ê li mala nûnerê partiyê yê wê demê Dr. Xesrew Behramî ya li Viyanaya paytexta Awûstiryayê bi kelecanî li benda hatina Dr. Abdulrehman Qasimlo bûn. Ji hemûyan re hatibû gotin ku Sekretêrê PDK-Î Dr. Abdulrehman Qasimlo wê saet 19.00´ê were... 
Ji saeta hevdîtinê re gelek nemabû... 
Kesê biçûya wî bîne, Dr. Kerîm Pîroty bû...
Pîroty digel hevrêyekî din ê xwe kete rê û çû sekretêrê partiya xwe Qasimlo bîne...
Lê li cihê ku Qasimlo û kesên din yên pê re wê bihata, pêjna wan nehat. Piștî 20 deqîqe derbas bûn, Pîroty bi otomobîlê piçekî ber bi banî ve çû...
Ew li wê kolanê çend sed metreyekî ji cihê ku ew li benda wan bû çav bi gelek otomobîlên polîsan û ambûlansan ket...
Tikênî ji dilê wî hat û dilê wî dest bi kutkutê kir... 
Fêm kir ku bûyereke nexweș qewimiye...
Dr. Kerîm Pîroty xwe nêzîkî polîs kir û ji wan pirs kir çi qewimiye...
Polîsan jî jê re gotin ku di encama reșkujiyekî de sê kes hatine kuștin. Pîroty digel hevrêyê xwe bi rênîșandana polîsan berê xwe da xaniyê ku li navnîșana Linken Bahngasse 5 bû...
Di nava qelebalixa polîsan re çûn mal de...
 Dema derbasî odeyê bûn Dr. Qasimlo di nava lehiya xwînê de piștî wî li qenape bû.  Dr. Fazil Resûlê ji Silêmaniyê ku navbeynkarê șanda Îranê û Dr. Abdulrehman Qasimlo bû, li ber derî li ser zikê xwe ketibû. Nûnerê Ewropa yê Partiyê Abdullah Qadirî Azer jî di nava odeyê de li nêzîkî Dr. Qasimlo yê di nava xwînê de li ser pișta xwe dirêjkirî bû... 
Di heman demê de Dr. Xesrew Behramî bi rêya telefonê pê hisiya ku kesekî birîndar li nexweșxaneya Kaiser Franz Josef e. Ew bi hêviya ku kesê birîndar yek ji șanda PDK-Î be bi bayê bezê çû wê nexweșxanê. Li nexweșxanê ew bi alîkariya doktoran çû odeya ku kesê birîndar lê ye...
Çav bi yê birîndarê ku ne li ser hișê xwe bû ket. Binçengê kesê birîndar hatibû kêlîkirin û li lașê wî cihê birîndariya ji guleyekî diyar dibû...
Kesê birîndar Mihemed Ceifer Sehrarûdî yê di nava șanda Îranê ya ku reșkujî pêk anî de bi xwe bû...
Sehrarûdî piștre ji ber têkiliyên xweș yên navbera Îran û Awustiryayê de wekî kujerên din yên heman reșkujiyê beyî were girtin, bi eskortê anîn balefirgeha Viyanayê û ji wir jî xwe gihand Tehranê.
Ew piștre li Îranê bi rûtbeya generaltiyê hate xelatkiri. Sehrarûdî niha jî şêwirmendê Fermandeyê Hêza Quds a Îranê, Qasim Silêman e...
Mihemed Ceifer Sehrarûdî bi șêwirmendê heman hêzê, Serdar Mescidî re roja dușemê (14.04.2014) li Silêmaniyê ligel nûnerên YNK û Tevgera Goran rûnișt û piștre jî li Hewlêrê ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hevdîtinek pêk anî. Heman kes roja sêșemê jî dîsa li Hewlêrê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re rûnișt. 
Armanca serdana Sehrarûdî navbeynkariya PDK, YNK û Tevgera Goran a ji bo pêkanîna hikûmeteke koalisyonê ye. Tê gotin ku șanda Îranê ji hêla YNK´ê ve hatiye vexwandin û wê daxwaz kiriye ku ew bibin navbeynkar...
Hêza Quds a Îranê hêzeke leșkerî ya șerê taybet e. Operasyonên derve yên Îranê ji hêla vê hêzê ve tênê birêvebirin...
Ger partiyên kurdî bi hêviya navbeynkariye hêzeke leșkerî ya dagirkerekî parçeyekî Kurdistanê ve mabin, ev tê wê wateyê ku hêjî rêveber û dîplomatên wê dewletê bi xwe van partiyên kurdî nas nakin...
Herwiha destnîșankirina kujerê serokekî kurd wekî navbeynkarê kurdan, hem heqaretê û hem jî tehdîtê di nava xwe de dihewîne...
Ya dawî jî, pejirandina vî kesî wekî navbeynkar, bêrêziyeke mezin e li tekoșîna rizgariya netewî ya bi salan e li rojhilatê Kurdistanê û herwiha li kesayeta rêberê kurd Dr. Qasimlo.

10 Apr 2014

BDP li Agirî bi wendakirinê re rû bi rû ye


Li Agirî wê roja 1´ê hezîranê hilbijartin werin dubarekirin. Dubarekirina hilbijartinan metirsiyeke mezin ji bo BDP´ê bi xwe re diafirîne. Ji ber vê metirsiyê dewletê bela xwe ji Agirî venekir. BDP li ser îtîrazên AKP´ê ji hejmartina dengên hilbijartina Agirî westiya. Pê re jî tirsiya ku bi fêl û fenan encam were berevajîkirin û șaredarî bi vî awayî teslîmî AKP were kirin. Ev westandin û tirs bû sedem ku BDP ber bi AKP`ê ve biçe û daxwaza dubarekirina hilbijartinan bike.
Daxwaza dubarekirina hilbijartinê li Agirî hem ji hêla AKP´ê, hem ji hêla Lijneya Bilind ya Hilbijartinê û hem jî ji hêla Walîtiyê ve bi kêfxweșî hate pêșwezîkirin. Bi gotineke din; Dewlet û AKP gihan armanca xwe, kêfxweșiya xwe derbirîn. Sedemê kêfxweșiya wan ew bû ku ji ber wendakirina BDP´ê ya Agirî, rêbaza wan bi ser ketibû... 


Agirî ji bo dewletê hem cihekî girîng e û hem jî xwedî jeostratejîk e. Ne tenê dewletê, herwiha kurdan jî karîkatûra rojnameya Milliyetê ya 19´ê îlûna 1930´ê ji bîr nekirine; Piștî serhildana Agirî wê demê têk çûbû, Milliyetê ew karîkatura navdar ya bi nivîsa "Muhayyel Kurdistan burada meftundur - Kurdistana xeyalî li vira veșartiye" weșandibû. Bidestxistina partiyeke kurd ya bajarê agirî, tê wateya têkbirina wê jixwebaweriya dewletê bi xwe..Agirî herwiha di sînorê rojhilatê Kurdistanê de ye jî. Ev taybetiya bajêr jî bêguman dibe sedem ku nexwaze birêveberî di destê kurdan de be...
 Ji hêla din ve birêvebirineke baș ya șaredariya Agirî dikare bandorê li bajar û navçeyên din yên herêma Serhedê jî bike. Dewlet jî baș dizane ku karîzma û azmûna namezetê șaredariya Agirî, Sirri Sakik ji bo vê yekê pêkan e...

Di vê hilbijartinê de BDP tenê bi 20 dengan zêdetir ji AKP´ê bi ser ketibû. Kêmbûna ferqa dengan ya navbera her du partiyan, derfeteke zêrîn ji AKP´ê re afirandibû. Ev ferqa kêm bû sedem ku di dawiya dawî de AKP bigihe armanca xwe û bi vî awayî hilbijartinên li Agirî werin dubarekirin..
Ji bo BDP di hilbijartina duyemîn ya Agirî de bi ser bikeve, xebateke cidî ya ji îro û pê de destpêbike pêwist e. Naxwe li gor encama hilbijartinên li Agirî yên vê carê qet ne pêkan e ku BDP bi ser bikeve. 


Di vê hilbijartinê de li Agirî ji partiya SP: 1.308, MHP: 827, HUDA-PAR:616 û partiyên din re jî 1200 deng derketin. Bi ihtimaleke mezin wê piraniya van dengan vê carê ji AKP´ê re biçin.Șansê serkeftinê yê BDP´ê di çarçoveya dengên ji partiyên din re derketibûn wê di hilbijartina 1'ê hezîranê de ji ya vê cara kêmtir be. Ji ber vê çendê ji vê saetê û pê ve divê BDP li Agirî bi șev û roj xebatê bike û kesên dûrî xwe jî îqna bike. Ger BDP xebateke cidî ya îqnaker û himbêzker neke, șansê BDP´ê li gor cara yekemîn wê vê carê gelekî kêmtir be.

BDP’ê nekarî li îradeya gel xwedî derkeve!

Hilbijartinên herêmî yên îsal ên Tirkiyeyê hem di dema birêvebirana kampanyayê de û hem jî di dema lidarketinê de ji salên din cuda bû. Nakokiyên di navbera hikumeta Erdogan û Cemaeta Fethullah Gulen de bûn sedem ku ne tenê çavên Tirkiyeyê, her wiha çavên cîhanê jî li van hilbijartinan bin. Bendewarî ew bû AKP ji ber belavkirina tomarên deng yên derbarê bertîlxweriya wezîrên xwe de derbeyeke mezin bixwe.
Ji hêla din ve li Kurdistanê jî bendewarî ew bû ku BDP piraniya bajarên mezin yên bakurê Kurdistanê bidest bixe. 
Lê belê di encamê de AKP’ê dijberî bendewariyan bi serkeftî ji hilbijartinan derket. Her wiha, ligel berfirehkirina desthilatdariya xwe, BDP'ê nekarî hemû bendewariyên ku afirîbûn pêk bîne.
BDP'ê bi nejidestdana bajarên di destê xwe de û bidestxistina bajarên girîng yên mîna Agirî, Bedlîs û Mêrdînê û pê re jî gelek navçeyên li herêma Serhedê bêguman serkeftinek baş bi dest xist.
Hem gelek çavdêran û hem jî BDP'ê windakirina hinek navçeyên di destên xwe de û nebidestxistina hinek bajar û navçeyên din yên bakurê Kurdistanê girêdayî diziya dengan ya ji hêla AKP'ê ve kirin. Her wiha heta radeyekî jî wekheviya navên partiyên mîna BTP û BBP'ê bûn sedem ku hinek deng ji kîsê BDP'ê biçin.
Bêguman ne tasadûfî bû ku li gelek bajarên Bakur yên li ser sînorê Rojava elektirîk di dema hejmartina dengan de çû. Her wiha pevxeletkirina navê BDP'ê bi BBP û BTP'ê li gundê min û gelek gund û bajarên Botanê jî di nav de, li gelek cihan bû sedema windakirina dengan.
Pevxelitandina navên partiyan û diziya dengan ya ku tê behskirin çîroka Mele û Dizan tîne bîra mirov; Şevekî diz dikevin mala Melê û piştî gundî bi diziya bûyî dihisin, berê xwe didin mala wî. Hinek dibêjin “ma tu ker î te dengê dizan nekir”, hinekên din dibêjin “ma tu bîr nabî deriyê mala xwe asê bikî!” û gundî Melê li erdê didin û li ezmanan didin. Li ser rexneyên gundiyan Mele aciz dibe û dibêje: “Temam min hay ji mala xwe nema, bila sûcê min be. Ma qet sûcê dizên ketin di mala min de jî nîn e!?”
Wekî meseleya Melê, ma derbarê diziya dengan û pevguhertina navê partiyan de qet sûcê BDP'ê jî nîn e?
Pêwîst e BDP berî her tiştî berê riman bide xwe. Ger BDP'ê bi rêk û pêk amadekarî ji bo parastina sindoqên dengan pêk bianiya, wê diziya ku behsa wê tê kirin ew qas pêk nehata. Her wiha ger hilbijêr li ser metirsiya pevguhertina wekheviya navên partiyan hatiba hişyarkirin, wê xelkê ew qas deng bi şaşî nedaba partiyên nijadperestên tirk yên ku gelek kesan pêşiya wê demê qet navê wan jî nebihîstibû.
Li bajarê Mêrdînê Ahmet Turk ji ber qedexeya endambûna partiyên siyasî li ser e, wekî namzetê serbixwe ket hilbijartinê. Ez hefteyekî pêşiya hilbijartinan li Nisêbînê bûm. Heta wê demê jî piraniya kesên ez bi wan re axivîm haya wan jê nebû ku Ahmet Turk wê wekî namzetekî serbixwe bikeve hilbijartinê. Yên haya wan heyî jî derbarê pisûlaya dengan de nehatibûn agahdarkirin. Baş bû ku karesatekî li wir jî pêk nehat...
Ger BDP'ê enerjiya ji bo hilbijartina namzetan xerc kirî, ji bo têgihîştina hilbijêran jî xerc bikira, wê ne ew qas dizî û ne jî pevguhertina navên partiyan pêk bihata. Wê pêwîstî bi bangkirina xelkê ya pêkanîna xwepêşandanên ku hilbijêrên dangê xwe dabûnê birîndar bibin nedîtiba.
Gel ya xwe kir û îradeya xwe bi dengan teslîmî BDP'ê kir lê belê ya ku nekarî li dengê gel xwedî derkeve BDP bi xwe bû.      

Pêșdaraziyên li dijî kurdên li Ewropayê

Kurdên li Ewropayê dijîn bextreș in. Ew hem ji dêrê jî û hem jî ji mizgeftê bûne. Pê re jî hem bendewarî û hem jî pêșdaraziyên kurdên li welêt li dijî wan pir in.
Bextreșiya wan ew e ku digel derfetên jiyana misoger ya li welatên Ewropa, heta niha herdem berê wan li welêt bû. Ji bo jiyana xwe ya li Ewropayê ku ji bo piraniya wan mayin de ye, xebateke cidî nekirin. Qibleya wan welat bû û enerjiya xwe ji bo welêt xerc kirin. 
Wêjeya kurmancî ya modern li Ewropayê bi xêra van kurdan bi ser û ber bû. Muzîka kurdî bi rêya stranbêjên kurd yên li Ewropayê dijîn bi pêș ket. Ji salên 1990‘an û pê de bi têkoșîna Tevgera Kurd êdî li welêt jî hêdî hêdî berhemên wêjeyî û hunerî hatin çêkirin lê li ser temelê ku kurdên li Ewropayê ava kiribûn.
Di warê pêșketinên siyasî de jî kurdên li Ewropayê bandoreke erênî û berbiçav li welêt kirin. Ji bo bandora li raya giștî ya Ewropayê ya derbarê çewsandinên li ser kurdan de herdem li kolanan çalakî lidardixistin. Pê re jî ji nanê zarokên xwe kêm dikirin û bi awayekî mehane alîkariya diravî rêkirin ji Tevgera Azadîxwaz ya Kurd re. Di warê mobîlîzekirina girseyên li welêt û her wiha agahdarkirina dinyayê jî rêbazeke bi bandor li ser milên wan bû; Yekem televîzyona li ser peykê bi destê wan kete mala hemû kurdan. Bi wê televîzyonê kurmanciyeke ku êdî bûye kurmanciya standart jî di nava kurdan de rûnișt. 
Ez çima behsa vê yekê dikim?
Edîtorê malpera me Diyarnameyê Cemîl Oguz li ser tora medyaya civakî Facebookê bi van gotinên xwe nîqașek da destpêkirin: "Gelo mafê biraderên me yên li welatên Ewropayê dijîn heye li ser hevalên me yên li welat dijîn gotinê bibêjin?"
Ez wekî bersiv dibêjim Cemîl; Erê heye! Sedemên vê bersiva min li jor hatine rêzkirin...
Lê divê ev yek jî li ser were zêdekirin: Cemîl bi pirsa xwe ya provaktîf ne niyeta xwe lê belê ji van hevokên wî yên di bin pirsa wî ya li jor de jî diyar dibe ku xwestiya balê bikișîne ser derûniya bi nakok ya kesên li derve û li nav welêt dijîn: "Çima min pirsî? Ez gelek caran dibînim, ew bi van gotinên xwe hem ji aliyê fîzîkî, hem ji aliyê fikrî ve ji welat dûr in. Ez dibînim ku du dinyayên cuda li holê hene. Gotibû çi pêşiyên me:‘Dengê daholê ji dûr ve xweş tê’..." 
Cemîl Oguz di vî alî de mafdar e. Jiyana li xerîbiyê bûye sedem ku hest û derûniya kurdên polîtîzebûyî ji hest û derûniya kurdên li welêt guhertî be. Her wiha realîteya xirecira rêvebirin û debara jiyana rojane ya kurdên li welêt bi awayekî din șîrove dikin. Heta radeyekî di warê siyasî de ji kurdên li welêt radîkaltir in jî ... 
Ev hest û derûniya bi nakok ne xusûsiyeteke kurdan tenê ye; Ji bo em vê yekê fêm bikin, em li diyasporaya ermenî û lobiya cihûyan binêrin...