8 Jun 2011

Pêvajoya hilbijartinê û kurd


Di dîroka Tirkiyeyê û ya bakurê Kurdistanê de ev cara yekemîn e ku babeta sereke ya hilbijartinekî dibe kurd û mafê kurdan. Ne tenê nîqaşên di mîtîngan de yên li ser mafên kurdan têne kirin, her wiha di pêvajoya xebatên hilbijartinan de kurd dîrokê dinivîsin û xeyala Ehmedê Xanî pêk tînin; kurdan dîtinên xwe yên siyasî û yên bîrdozî danîn aliyekî û bi yekdengî tevdigerin. BDP û KADEP digel hêzên din yên siyasî û kesayetên serbixwe di bin sîwana Bloka Ked Demokrasî û Azadiyê beşdarî hilbijartinan dibin. HAKPAR jî bi armanca piştgiriya Blokê xwe ji hilbijartinan vekişand û piştgiriya wê dike. Ne tenê ev, cara yekemîn e ku namzetên kurdperwer diçin gundên cerdevanan û daxwaza piştgiriyê ji wan dikin. Gelek cerdevan jî bi awayekî vekirî piştgiriya xwe ya ji bo Blokê didin nîşandan. Ev bilêvkirinên piştgirêyê işareta amadekariyên vegera di nava refên xwe ye.
Ev yekitiya ku di dema hilbijartinê de pêk hat û ji ber xirecira xebatên hilbijartinê zêde di medyaya kurd de li ser nayê axaftin di rastiyê de pêkhatina xewna kurdan ya bi salan e. Ev yekitî bi awayekî giştî bandorê li hemû parçeyên Kurdistanê dike û rê li ber piştgiriya AKP´ê ya ji derdorên kurd yên cuda digire.
Bi gotineke din; êdî li bakurê Kurdistanê tenê du eniyên tevlî hilbijartinê dibin hene. Ya yekem eniya kurdan a ku di bin banê Bloka Ked Demokrasî û Azadiyê ya ku di nava xwe de pirdengiya kurdan a siyasî di nava xwe de dihewîne. Ya duwem jî partiyên pergalê ên rojekî behsa mafên kurdan dikin û roja din dibêjin ku kurd ji xwe wekî tirkan xwediyê hemû mafan in. Kurdên di nava van partiyan de jî ji qewlê wan ve ´esilkurdên´ ji bo berjewendiyên xwe yên takekesî û malbatî di nava hewldanan de ne.
Yekitiya kurdan a di nava Blokê de pêk hatî wekî di mitînga li Amedê û bi giştî di xebatên hilbijrtinê de jî xuya bû, mizgîniyekî dide hemû kurdan: Bi taybetî lihevnêrîna hemû hevkaran a di heman sewiyê de û hûrmetnîşandana li hev û rêzgirtina li destkeftî û nirxên kurdan mizgîniya pêvajoya yekitiya kurdan a stratejîk dide.
Bingehê vê yekitiya kurdan a dîrokî çalakiyên Neguhdayina Sivîl pêk anî. Bi çalakiyên Neguhdayina Sivîl maskeyê AKP´ê ku Tevgera Azadiya Kurd ji mêj ve roj bi roj ji ber datanî hêdî hêdî ji ber daxist û bi kombûna kurdan a di bin sîwana Bloka Ked Demokrasî û Azadiyê de ew maske li erdê ket. Vê helwestê rûyê rast ê AKP'ê û binhişiya wê ya li ser kurdan da nîşandan û bi vî awayî diyar bû ku AKP di rastiya xwe de berdewamiya statatûkê ya bi verziyona qaşo ´biratiya olî´ ye ku di rastiyê de hewl dide bi metodên statûkoya ´laîqan´ kurdan bixapîne.
Kurdan bi çalekiyên Neguhdayina Sivîl ku Nimêjên Sivîl ên bê Dewlet jî yek ji aliyê vê çalekiyê ye û bi kombûna di bin banê blokê de `El Fatîha` li xapandina nod salî ya olî anîn.
Ji ber kurdan ev cilika sixtekariyê ya di bin lingê AKP´ê de kişand, Erdogan hem heyîrî ma ye û hem jî refleksa wî binhişiya wî ya li ser kurdan dide nîşandan. Heqaret, gef, gotinên manîpulatîf û demogojîk ên Erdogan ên li ser kurdan ên van rojan xweş didin nîşandan ku kurdan ne tenê cilika di bin lingê wî û ya hikûmeta wî, her wiha bi giştî ya dewletê kişandin.
Yekiîtiya kurdan ne tenê rûyê rast ê AKP´a Erdogan raxist ber çavan, her wiha ev yekîtî bû sedem ku ´temsîlvana statûkoyê´ a siyasî CHP jî gotinên xwe yên li ser kurdan biguhere û behsa mafên kurdan bike. Lê belê dema kurd bi gotinên ´xweş´werin xapandin derbas bû. Di rastiya xwe de dema babet dibe meseleya mafên kurdan, CHP û AKP du partiyên pergalê ên hev temam dikin. Dema babet kurd bin, ew li gora demê rolê hev diguherin: AKP´ê dema behsa ´açilimê´ dikir, CHP´ê wekî dîroka xwe ya nodsalî bi tundî li dij diderket, niha jî CHP gotinên ji berya du salan ên AKP´ê dibêje û AKP li dij diderkeve. Kurd xweş dizanin ku êdî dew birayê mast e.
Kurdan bi vî awayî di pêvajoya vê hilbijartinê de xeyala bavê ramana neteweyî ya kurd Ehmedê Xanî ya ku di sedsala 17´mîn de behsê kiribû pêk anîn. Niha jî dora kurdan a tackirina vê mizgîniyê ya bidestxistineke mezin a encamên hilbijartina di 12´ê hezîrê de ye.

2 Jun 2011

Manîpulasyonên ji ber heyezana siltanetekî


Ger em serdema avabûna Komara Tirkiyeyê û helwesta durû ya Ataturk ya wê demê lê nekin, di dîroka Tirkiyeyê de ti partiyên li ser hukûm mîna AKP'ê tevnegeriyane. Ataturk di serdema avabûna komarê de ji kurdan re digot „em birayên hev yên misilman in û em li dijî 'kafiran' bi hev re têbikoşin. Dema komara me ava bû, komar wê ji şirîktiya kurd û tirkan pêk were."
Ne tenê ji kurdan re sozên wisa didan, bi nameyan hawara xwe digihand Lenîn û behsa xeyala xwe ya li ser meyla komarek e nêzîkî bîrdoziya komonîzmê dikir. Di nava vê çexûberê de bi rêya dîplomatan ji hêzên rojavayî re jî radigihand ku ew ê bi avabûna komarê re misogeriya laîqtiyê bi dest bixe.
Wî wextî hişmendiya kurdan a şiyarbûna neteweyî ne di astek e zexim û yekdeng de bû. Piraniya kurdan bi wan sozên ji wan re hatin dayin xapiyan. Digel ku endamên Kurd Tealî Cemiyetî yên mîna Celadet û Kamûran Alî Bedirxan û Ekrem Cemîl Paşa wê demê heta Kurdistanê çûn û xwastin rê li ber Ataturk bigirin jî, lê belê ji ber kêmbûna şiyarbûna neteweyî kêm bû, ew di hewldana xwe de bi ser neketin.

AKP jî niha dixwaze bi heman taktîkên siyasî yên mîna Ataturk yê serdema avabûna Komara Tirkiyeyê tevbigere. Wê jî bi hatina xwe ya li ser hukûm ve digel meyla xwe ya rojhilatî û baweriya xwe ya konzervatîfî, têkeliyên baş bi Yekîtiya Ewropayê re danî. Bi reformên biçûk yên makyajî piştgiriyek e mezin ji YE'yê stand. Her wiha ji hêlekî ve ji bo xîtabî dilan bike, siyasetek e mexdûran di dema hilbijartinan de dikire di rojevê de û piştgiriya bi artêşê bi vî awayî dida kêmkirin û ji aliyê din ve bi siyasetek e aborî ya lîberal a xapînok dilê gel mest dikir.
Bi destpêka pêvajoya doza Ergenekonê re hêdî hêdî bi girtina çend fermandêrên artêşa tirk ên ku ji xwe êdî ti fonksiyona wan a pratîk nemabû, cilika di bin lingê artêşa ku astengiya herî mezin li pêşiya AKP´ê xuya dikir kişandan û îmaja artêşê a "misogeriya komarê" bi vî awayî rûxand.
Di nava demê de hêdî hêdî xeyal û şîreta bavê fikrî yê AKP'ê "Xoce Efendî" ku hê di salên 90'an de digot "divê em bi sebir û bêlezgînî komarê bikin di bin destê xwe de" pêk dihat. Bi vî awayî di nava demê de zanîngeh, piraniya saziyên dadmendiyê, teşkîlata polîsan û gelek saziyên din ên stûnê dewletê ne, kirin di bin destên xwe de.

AKP'ê bi vê siyaseta xwe ya ku tenê û tenê armanc bidestxistina "siltanatê" bû, xwast bi siyaseta „açilimê“ vê carê hem ji aliyekî ve kurdan jî "entegreyî" pêvajoya "seltenatbûnê" bike û ji aliyê din ve bi siyasetek e sergirtî Bizava Azadîdxwaz a Kurd ku ji "seltenatiya" AKP'ê re yek ji astenga sereke bû, pasîfîze bike.

AKP bi sebir û roj bi roj gavên mezin ji bo damezirandina siltaneta xwe tavêtin lê belê di derbarê Bizava Rizgarîxwaz a Kurd de hesabê wan yên malê û yê sukê li hev nedikir. Wan di hesabê xwe de li kurdên nû bi çavên kurdên dema avakirina komarê dinêrî. Lê belê tekoşîna kurdan a sî salan bi xwe re ne tenê hişmendiya şiyarbûna neteweyî afirandiye, her wiha wê kurd jî gihandine asteke wisa ku lingê siyaseta "siltanetbûnê" ya AKP'ê ya ji bo kurdan hatibû pêşdîtin bi ser nekeve. Vê rastiyê AKP agresîf kir, rû û niyeta wê ya rast derxist holê. Bi vî awayî piraniya kurdên bawerî bi vê siyaseta AKP' ê jî anîbûn niha pişta xwe didin vê pêvajoya xapînok.
Bizava Azadîxwaz a Kurd rûyê rast ê AKP'ê yê di derbarê kurdan de derxist holê û ev rewşa serdest dikare di hilbijartinên 12'ê hezîranê de derbeyek e mezin li AKP'ê bixe. Ev yek dibe sedem ku AKP dest bi demagojî û manîpulasyonê bike. Ji ber vê yekê Erdogan bi awayekî manîpulatîf dev tavêje xebatên şaredariyên kurd û beşdariya jinên kurd ên nimêjên înan. Behsa têkiliyên çîrokî yên di navbera "Qendîl-Silîrî" û "BDP-MHP-CHP" dike. Ev gotinên Erdoxan hem manîpulatîf û hem jî bi serê xwe tije paradoks işaretên heyezana ku kurdan rê li ber xeyala „siltaneta“ wî û AKP'ê girtî ye. Ji ber vê heyezanê qet wê nebe suprîz ku AKP mîna propagandaya xwe ya rijî û manîpulatîf hewl bide xwe ku encamên hilbijartina 12´ê hezîranê jî manîpule bike. Kurdan çawa binê "açilima" wan da tavê û rê li ber "siltaneta" AKP'ê girt, pêwist e bi heman rengî hay ji sendoqan hebin û rê li ber hewlên AKP-dewletê yê manîpulekirina hilbijartinê bigirin.

Operasyonên hilbijartinê


Dewleta tirk ji bo serkeftina AKP’ê ya di hilbijartinên 12’ê hezîranê de çi ji destan were dike. Bi armanca serkeftina xwe ya hilbijartinan a li Kurdistanê dewletê digel AKP’ê wekî stratejî du rê hilbijartine; ya yekemîn bi hemû awayan dûrxistina namzetên serbixwe ya ji qada xebatên hilbijartinê û ji propagandayê ye. Ya duyemîn jî, bi hemû rêbazan hîlekirin û diziya dengên kurdan e.
Di vê dema ku hêzên HPG’ê bi armanca birêveçûna asayî ya hilbijartinê di rewşa xweparastinê de ne, roj naçe ku artêşa tirk operasyonekê li dar nexe. Herî dawî jî nûçeya şehadeta 12 gerîlayan ya li Botanê hat. Ev operasyon stratejiyeke dewletê ya girêdayî hilbijartinê ye.
Em hilbijartinên salên borî û her wiha dîsa referandûmê bînin bîra xwe; Di wan deman de jî bi heman armancê hêzên HPG’ê dîsa biryara rewşa xweparastinê didan. Lê belê dijberî vê carê, di hilbijartinên demên borî de artêşa tirk operasyonên xwe hema bêje rawestandin û şerawestandineke fiîlî ya dualî dikete pratîkê.
Di vê hilbijartinê de rewşeke dijberî ya demên borî pêk tê û ev operasyon girêdayî stratejiya hilbijartinê ya dewlet û AKP’ê bi xwe ne. Ev operasyon bandoreke mezin li xebatên hilbijartinê ya namzetên serbixwe dike.
Hemû partiyan ev demeke dirêj e ku dest bi xebat û propagandaya xwe ya hilbijartinê kirine lê belê Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê ji ber bûyerên di encama operasyonan de diqewimin hêjî nikare bi awayekî aktîf konsantreyî xebatên hilbijartinê bibe. Jixwe vetoya YSK’ê bûbû sedema derengketina xebatên hilbijartinê. Bi operasyonên girtina siyasetmedarên kurd û dîsa bi operasyonên dijberî gerîlayan dixwazin bi awayekî îndîrekt rê li ber xebatên Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê yên hilbijartinê bigirin. Hêviyek e din ya dewletê dîsa jî ew e ku kurd wê di pêvajoya hilbijartinê de ji ber çalakiyên xwedîlêderketina cenazeyên gerîlayan yên wekî meş, boykotên dibistanan û girtinan dikanan bêzar bibin û ji wê yekê bertekê li dijî bizava neteweyî ya kurd deynin.
Bi vê yekê re hêdî hêdî sedemê AKP’ê ku li Kurdistanê di lîsteyên xwe de cih da kesên ku nayên naskirin û giraniya wan di nava civakê de nîn e diyar dibe. Erdogan heta niha behsa 75 parlementerên xwe yên ‘kurd’ dikir û partiya xwe wekî ‘temsîlvana kurdan’ dida nîşandan. Lê belê wî bi cihdayina namzetên ku ji hêla gel ve nayên nasîn dev ji vê helwesta xwe bernedaye û dixwazê vê carê wan kesên bê giraniya di nava civakê de bide hilbijartin û xwedîgiravî ‘temsîliyeta partiya xwe ya kurdan’ bide nîşandan. Bêguman dema ew bi vê stratejiya xwe bi ser bikeve, wê bibêje ku ji bo kurdan ferq nake ku namzetê AKP’ê be, kurd bi awayekî dîrekt dengê xwe didin AKP’ê û siyaseta Erdogan.Ne tenê ev, AKP û dewlet dixwazin bi riyeke din jî pêşiyê li serkeftina namzetên serbixwe yên kurd bigire: Di rojên borî de li Kurdistanê gelek civînên fermî yên bi sernavê ‘ewlekariya hilbijartinê’ pêk hatin. Ev bi salan e ku heta niha rojekî di nûçeyekî de nehatiye gotin ku li Kurdistanê û li giştiya Tirkiyeyê kurdan di hilbijartinan de deng dizî ne.
Lê raya giştî ya kurd baş dizane ku di her hilbijartinan de rayadarên dewletê dengên kurdan direvînin an dişewitînin û bi vî awayî dengê kurdan wekî encam kêm dibin. Nimûneya herî baş ya vê yekê hilbijartinên herêmî yên dema borî ne ku ji ber diziya dengan DTP’ê nekarî şaredariyên bajarên wekî Mêrdîn û Çewlikê bikin di bin destên xwe de. Ji ber van tecrûbeyên kurdan mirov dikare bi misogerî bibêje ku di van civînên bi sernavê ‘ewlekariya hilbijartinê’ pêk tê de stratejiyên diziya dengên kurdan têne afirandin.Ev her du riyên stratejîk yên dewletê têne wê wateyê ku AKP û dewlet wê ji bo pêşîlêgirtina serkeftina Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê hemû tiştên ji destê wan were bikin. Ji wê yekê pêwist e hilbijêr û namzetên kurd ji bo serkeftina Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê û pûçderanîna stratejiya AKP û dewletê bêrawestan bixebitin û qada xebata ji bo hilbijartinê bi saniyekê jî vala nehêlin.

Kurdên Bodrumê


Min dîtina aliyê deryaya Spî ya Tirkiyeyê ji mêj ve meraq dikir û van rojan delfeta min çêbû ku çend rojekî li wan aliyan bin.
Bi taybetî li bajarê Bodrûmê ku hê sezona turîzmê destpênekiribû, me karî bibin şahidê jiyana rojana ya kurdên li wî bajarî. Balkêş e ku çîroka niştecihbûna wan kurdên li Bodrûmê hemû nêzîkî hev in. Dîsa çîroka kurdên ji bo demsala kar ya turîzmê têne bajêr jî nêzîkî ya kurdên li wir niştecih bûne.
Kurdên li wir bûne xwediyên cihên kar, ji berî salan bi armanca kar hatine û di nava demê de li wir mane û bi derfetên xwe bûne karmend. Digel ku ew bi salan e li wir bûne karmend û xizmetên aboriya bajêr jî dikin, kurdbûna “bûyî bela serê wan” xwe hergav diyar dike. Ji bo ew xwe bi rayedar, bikir û cîranên xwe yên tirk bidin qebûl kirin, ji tirkan bêhtir alên Tirkiyeyê û wêneyên Ataturk bi firoşgehên xwe ve daleqandin e.
Rewşa kurdên demsalî jî li wir dijîn ji gelek hêlan ve ji ya wan ne zêde guhartîtir e. Kurdên ku demsalî bi taybetî li hotelan kar dikin, piranî bi rêya nas û xizmên xwe têne vê derê. Ji xwe li gor agahdariyên kurdên em bi wan re axivîn, gerînende û birêveberên piraniya hotêlan kurd in û ew xizmên xwe yên ciwan ji welêt didin anîn û li wan otelan di bin şertên kar û aborî yên xerab de didin xebitandin.
Me kesekî ku ji rewşa xwe ya kar memnûn nedît. Hemû kesên em bi wan re axivîn di warê ku ew di bin şert û mercên zêde xerab de têne xebitandin hemfikir bûn. Dîsa ji aliyê din ve di warê siyasî de jî rewşa wan xerab e. Li gor agahdariyên wan, bi taybetî piştî salên derbasbûyî ku hinek teqîn li bajêrên turîstîk pêk hatibûn, li her deverî polîsên sivîl ên xwe dikin di hemû şikilan de, wan kontrol dikin.
Digel vê rewşa serdest jî, hema bêje hemû ciwanên ku em bi wan re axivîn, li ser pirsa me ya di derbarê ka çima ew di bin van şertên ew bi xwe qet jê ne memnûn in kar dikin, ev bersiv didan: “Em çi bikin abê, em mecbûr in. Başqe çare me nîn e...”

Têbinî: Ji bo yên nizanin: Bodrûm li Tirkiyeyê li herêma Ege ye û navçeyeke Muglayê ye.

3 Mar 2011

Ji nivîskar Fêrgîn Melîk Aykoç nivîsek rexneyî li ser pirtûka Zekî Ozmen a bi navê "Kurdên Almanyayê

Ji rojnamevan Îsmaîl Tenya nivîsek li ser pirtûka Zekî Ozmen a bi navê "Kurdên Almanyayê" di rojnameya Barzan a hejmara 201´an de.

Dostê kurdan Muamer Qedafî



Heta niha wekî Muamer Qedafî ti serok û lîderên dewletan bi awayekî vekirî destek nedane kurdan. Di dawiya salên 1990’an de di dema hevdîtina serokwezîrê wê demê yê Tirkiyeyê Necmedîn Erbakan de wî bi awayekî vekirî got ku dem hatiye kurd jî di bin roja Rojhilata Navîn de bibin xwedî dewlet.

Dîsa dema birêz Ocalan ji Tirkiyeyê re hate radestkirin, Qedafî ev yek bi awayekî vekirî şermezar kir û piştgiriya xwe ya ji bo tevgera kurd ya azadîxwaz destnîşan kir.

Ev yek dibûn sedem ku kurd sempatiyê ji bo Muamer Qedafî biafirînin.

Niha jî textê Muamer Qedafî diheje û gelê Libyayê li dijî wî di nava serhildanê de ye.

Û bi van serhildanan re niha medyaya kurd jî peyva “dîktator” bi navê wî ve dizeliqîne.

Gelo ev kesê ku di rojên teng de piştgiriya xwe ji bo gelekî bindest yê mîna gelê kurd
destnîşan dikir bi rastî dîktator e?

Erê dîktator e!

Çima ez behsa vê yekê dikim?

Ji ber gelek caran kurd xwe matmayî dihêlên ka çawa çêdibe ku dewletên rojavayî destekê didin serdestên Kurdistanê.

Bersiva vê yekê jî hêsan e: Gelo ger Hikumeta Başûrê Kurdistanê ji ber berjewendiyên aborî û siyasî, têkiliyên xurt bi dewleteke ne demokratîk ya li Afrîka yan jî Rojhilata Navîn re deyne, berteka kurdan wê çi be?

Kurd wê bêguman ne kiryarên li wî welatî, lê belê wê berjewendiyên xwe yên siyasî bifikirin.

Siyaseta navneteweyî tiştekî wisa ye; Dîktatorên welatên xwe dikarin bibin piştgirên bindestên welatekî din û bindestên wî welatî dikarin ji ber vê yekê sempatiyê ji bo wî dîktatorî biafirînin. Welatên ku xwedî demokrasiyeke navxweyî ya mikemel in, dikarin bibin piştgirên welatên ku qet demokrasî lê tune be.

***


Vegera Şivan Perwer a Amedê

Şivan Perwer ne zarokê doh e. Ne tenê hunermendekî jêhatî ye, her wisa her dem di nava hesabê tevgera balansa siyaseta li gora dem û cihê lê de ye. Ji vê balansa siyasî re zîrektî pêwîst e û Şivan Perwer di vî warî de bi têra xwe jêhatî ye.

Rewşa siyasî ya kurdan ya navxweyî rê dide ku hem ew û hem jî hemû hunermendên kurd di nava kurdan de vê balansê pêk bînin. Ew dikare di mitîngekî yan jî di konserekî de li gor nabzê siyasî yê beşdaran û derûniya serdest ya girseyê bê pirsgirêk gotinên stranên xwe biguhere û li şûna peyva “Pêşmerge” bibêje “Gerîla”.

Lê belê şansê jiyana vê balansê di navbera siyaseta kurd û tirkan de nîn e. Siyaseta kurd ya serdest û her wiha siyaseta dewleta tirk rê nadin ku hunermendekî kurd mîna lîderekî partiyeke siyasî tevbigere. Pêvajoya siyasî ya serdest rê nade ku hunermendek vê balansê di navbera kurd û tirkan de pêk bîne.

Sedem jî eşkere ye: Tevgera kurd di nava hewla bidestxistina mafê kurdan a siyasî de ye. Siyaseta dewlete tirk jî bi leşkerî û bi siyasî di nava pêşîlêgirtin û fetisandina vê daxwaza aliyê kurd de ye.

Şansê balanskirina siyasetê ya hunermendekî di pêvajoya aştiyê de heye lê belê ne niha aştî di rojevê de heye û ne jî pêvajoya wê.

Şivan Perwer ne stranbêjekî ji rêzê ye û rastiya giraniya wî ya hunerî heye. Ji ber vê giraniya wî pêvajoya serdest a siyasî ya her du aliyan ji bo vegera wî ya welêt niha tenê du rêyan jê re vekirî dihêlin:
Yan ewê li Amedê di nava girseya ji sedhezan pêk tê stranên xwe yên peyva “Pêşmerge” tê re derbas dibin bistre û car caran jî ji atmosfera serdest ya derûniya hevdîtina mezin wê peyva “Gerîla” jî li şûna ya “Pêşmerge” bi cih bike, yan jî dewlet wê bêyî ku haya wî jê hebe, wekî berdewamiya strana “Memleketîm”, wê “Onuncu Yil Marşiyê” jî pê bide xwendin.

15 Jan 2011

Zekî Ozmen pirtûka xwe ya bi navê "Kurdên Almanyayê“ li Deutsch-Kurdische Gemeinde Höchst im Odenwald dixwîne



Dema Xwendinê


Zekî Ozmen pirtûka xwe ya bi navê "Kurdên Almanyayê“ dixwîne




Dem: 23.01.2011
Saet: 14:00
Cih: Deutsch-Kurdische Gemeinde
Höchst im Odenwald

Nûçeyên li ser pirtûka Zekî Ozmen a bi navê "Kurdên Almanyayê" di medyaya kurdî de