1 Jun 2010

Bêalîbûna Navenda PEN’a Kurd


Ez dawiya vê hefteyê li bajarokê Konigsberga girêdayî bajarê Bonnê ya Almanyayê li qiraxa çemê Rheinê beşdarî 7’emîn kongreya Navenda PEN’a Kurd bûm. Berî 4 salan jî li Dresdenê beşdarî kongreya vê saziyê ya 6’emîn bûbûm.

Hem vê hefteyê û hem li kongreya li Dresdenê meseleya bêalîbûna Navenda PEN’a Kurd ango “tohmeta” alîgiriya siyasî ya vê saziyê cihekî girîng yê danûstandinan bû. Encama giftûgoyên van kongreyan û hinek civînên Navenda PEN’a Kurd yên ez beşdar bûyî, vê yekê diraxe ber çavan: Navenda PEN’a Kurd hê nekariya xwe bi kurdan bide nasîn.

“Tohmeta” li ser Navenda PEN’a Kurd ya ji hêla gelek kesan ve tê bilêvkirin, “alîgiriya” wê ya PKK’ê ye. Lê ev “tohmet” tenê ji hêla kesên tu elaqeya wan bi Navenda PEN’a Kurd re nîn e tê bilêvkirin û haya wan ji kar û barên navxweyî yên PEN’a Kurd nîn e.

Em li ser vê babetê wisa dest pê bikin; Ger em şikayetên kurdên ku di nava PEN’ên biyanî de cîh digirin û bi hewldanên cuda xwastine Navenda PEN’a Kurd di qada PEN’a Navneteweyî de bi “alîgiriya siyasî û îdolojîk” tawanbar bikin nehesibînin, bi taybetî di salên dawî de Navenda PEN’a Kurd di qada navneteweyî de gavên mezin avêtine. Kampanyayên wan yên ji bo kurdên rewşenbîr yên di girtîgehan de encamên erênî girtine û Navenda PEN’a Kurd di nava PEN’a Navneteweyî de bûye hem xwedî prestîjeke erênî û hem jî yek ji PEN’ên herî çalak e. Tiştê herî ecêb û cihê pesinandinê ew e ku Navenda PEN’a Kurd piraniya van xebatan bi rêya du-sê endamên xwe yên çalak xwe di qada navneteweyî de gihandiye vê astê. Xala din ya balkêş jî ew e ku ev xebat hemû di nava “gevizandina bêperetî” û darayiyeke ne baş de hatine meşandin.

Lê belê Navenda PEN’a Kurd di qada navxweyî ango di nava raya giştî ya kurd de teng maye û haya raya giştî ya kurd ji van xebatên Navenda PEN’a Kurd hema bêje nîn e.

Kesên di warê siyasî de belkî bi “devê tifingê li hev dinêrin” di nava PEN’ê de bi hev re rûdinin, bi hev re radibin û biryaran bi hev re distînin. Beşdarbûna kesên ji dîtinên siyasî yên herî dijberî hev ya di kongre û civînan de û her wiha endambûna wan ya Navenda PEN’a Kurd de vê yekê dide nîşandan; Di vê serdemê de qet saziyeke kurdan ya ku temsîla pirengiya siyasî, zaraveyî û nivîskarên ji her çar parçeyên Kurdistanê di nava xwe de dihewîne ya wekî Navenda PEN’a Kurd nîn e. Ev sazî ji bo kurdan modelek e.

Ji bo ev modela ku dikare ji bo yekîtî ango nêzîkbûna kurdan ya navxweyî rola mînakgirtinê bilîze, pêwîst e Navenda PEN’a Kurd ji vir û pê de wekî xebata xwe ya serkeftî ya di qada navneteweyî de, di qada neteweyî de jî xwe bide nasandin.

Ger Navenda PEN’a Kurd bikare van xebat û rêbazên kar yên navxweyî bi kurdan bide nasîn, ne wê ev pêşdarazî bimînin û ne jî pirsgirêka darayî.

30 Mar 2010

Newroza xwe bi xwe


Newroza îsal ya bi heybet ya li welêt ji hêla çavdêrên siyasî ve wekî „referanduma xwastekên gelê kurd“ hate bilêvkirin. Dema em di vê çarçoweyê de awirên xwe bizîvirînin ahengên Newrozê yên kurdên diyasporayê û bi taybetî ya kurdên li Almanyayê dijîn, rewşeke berevajî serdest bû. Ahengên li Almanyayê yan di paraleltiya pêvajoya siyasî ya li welêt de birêve çûn yan jî bi metodên salên berê cejin hate pîrozkirin.
Hejmara kurdên li Almanyayê dijîn ji milyonekî derbas dibe. Derdora du sed saziyên kurdan yên civakî, siyasî û dezgehên kurdan yên ragihandinê hene. Digel vê girseya mezin jî kurdan Newroza xwe - ji bilî çend îstisnayên biçûk - bi awayekî ji raya giştî ya alman îzolekirî pîroz kirin.
Pêwist e ji vê yekê bi taybetî saziyên kurdan piçekî berê neynikê bidin xwe û bifikirin ka gelo çima digel vê hejmara bilind ya kurdan hikumeta alman bi awayekî fermî pîrozbahiya sersala kurdan nekirin.
Divê di serî de ji Yek-kom û Komkarê were pirskirin ka wan çiqasî kariye bi riya „pêvajoya entegrasyonê“ xwe bi hikumet û rayedarên dewletê bidin qebûlkirin. Piraniyan kurdên li Almanyayê dijîn êdî xwediyê nasnemaya alman in û bi awayekî formel jî be, êdî parçeyekî vê civakê ne. Bi taybetî dengên kurdên bûne hemwelatiyên alman êdî di warê hilbijartinên herêmî û federal de roleke berbiçav dilîzin. Ne tenê ev, her wiha di warê bacdayin, karker û karbidestên kurd jî bandoreke mezin ya erênî li ser aboriya Almanyayê dibe. Zarokên kurdan yên li Almanyayê mezin dibin, dixwînin û dibin xwedî pîşe jî, misogeriya rola erênî ya aborî û karên civakî yên vî welatî ne.
Dema digel evqas bandora erênî ya kurdan ya li ser vî welatî hêjî kurd xwe bi xwe bi awayekî îzolekîrî vê cejna xwe pîroz dikin û hikumet ji van hemwelatî û welatiyên xwe yên nû pêwistiya pîrozbahiyekî nebîne, divê kurd pêşiya her kesî li xwe binêrin ka di vî warî de wan bi xwe çi xebat kirine.
Ger îro nûçeya hinek ahengên kurdan yên Newrozê di çapemiya alman de wekî „Kurdan cejna sersala xwe ya nû pîroz kirin“ derbas dibe jî, ev yek bi „xêra“ blokekirina otobanên alman ya çalekgirên kurd yên di dema Newrozên salên 1990´in. Her çiqas van çalekiyan di warê prestîja kurdên li vî welatî de roleke neyînî leyîstbin jî, lê destnîşankirina Newrozê wekî „Cejna sersala nû ya kurdan“ bi van çalekiyan çêbû. Bi gotineke din; heta naskirina Newrozê bi xwe ne bi riya karê lobiya saziyên kurdan çêbûye.
Êdî di vî warî de dem hatiye ku saziyên kurdan ji bo girseyên li dû xwe bikevin di nava xebatê de û xwe ji vê îzolasyonê xelas bikin.

27 Mar 2010

Zarok li tv’yên kurdan temaşe nakin!


Bila produktor û dublajvanên fîlmên zarokan ên bi kurdî li min negrin. Ji roja Med TV vebûye heta vê serdema pirengiya televîzyonên kurdan, ez gelek caran li fîlmên zarokan temaşe dikim. Niha li gora berê gelek fîlmên karton ên bi kalîte di tv’yên kurdan ên cuda de bi dublaja kurdî têne weşandin. Lê digel vê yekê jî eleqeya zarokan ji bo van fîlmên ji bo kurdî hatine wergerandin kêm e.

Ez her dem li Almanyayê dibim çavdêrê vê yekê ku zarokên kurdan li fîlmên zarokan ên bi almanî temaşe dikin. Her wiha min li welêt jî dît ku eleqeya zarokan ji bo fîlmên zarokan ên bi tirkî heye.

We rast bivê gelek caran dema ez li fîlmên zarokan temaşe dikim û xwe dikim şûna zarokan, ez jî wekî wan hema bêje tiştekî ji wergera kurdî fêm nakim.

Sedema vê yekê ya bingehîn jî li gor çavdêriyên min ev in:

1.) Ji ber zarokên kurdan bi perwerdehiya kurdî mezin nabin, xezîneya wan a peyvên kurdî kêm e.

2.) Kurdiya zarok bikar tînin, ew kurdiya ku ji malbatê fêr bûne ye. Ji wê yekê ew tenê bi kurdiya herêmî ango bi devoka herêmê mezin dibin û tenê wê têdigihên.

3.) “Kurdiya akademîk” ya di fîlmên zarokan de tê bikaranîn, hê di serê zarokan de bi cih nebû ye û ji wê yekê peyvên têne bikaranîn dibin sedem ku ew diyalogên di fîlm de hem fêm nekin û hem jî tehmê jê nebînin.

4.) Qisekerên dublajê gelek caran bi armanca dengê qehramanên fîlman ne wekî yên mirovan derkevin, dengên xwe diguherin û ev yek fêmkirinê hê zehmetir dike.

Ji ber eleqe nîşandana zarokan ya fîlmên karton ên bi kurdî bêguman perwerdehiya bi kurdî pêwîst e lê belê madem niha piraniya zarokên kurdan ji vê yekê bêpar in, tenê alternatîfêk dimîne; Wergerên fîlmên karton divê bi awayekî pedagojîk bifikirin û peyvên bi taybetî ji hêla piraniya zarokan tên fêmkirin ji bo dublajê hilbijêrin. Ji bo balkişandina zarokan divê herdem hewldan ji bo peyvên “sivik” yên ku zarok fêm dikin werin hilbijartin.

26.03.2010

13 Mar 2010

Kodên serdegirtina Roj Tv

11.03.2010

Zekî Ozmen

Li Ewropayê rojnamegerî yek ji pîşeyên ku mirov xwedî gelek delfetên cuda ye. Bi riya vî pîşeyî gelek derî dikarin bê astengî werin vekirin. Zû bi zû kesek, şîrketek, saziyek, an hikumetek li Ewropayê astengiyê ji rojnamegeran re dernaxe. Her çiqas sedema bingehîn ya vê yekê mîsogeriya di zagonan de be jî, sedemeke din ya vê yekê jî “xweparastina ji beleya rojnamegeran e.”

Ev tiştên li jor hatine behskirin hê ji bo piraniya rojnamegerên kurdan ne derbasdar in. Binêrin, hefteya borî li navenda Ewropayê bi dehan rojnamegerên kurd ên li Roj TV kar dikin bi lêdanxwarin, tehdît û heqaretê re rû bi rû man. Ev rojnamegerên kurd ên ji jopên polîsên belçîkî nesîbên xwe standin, di nava civaka kurd de xwedî prestîj in û bi nav û deng in. Civaka kurd hurmeteke mezin dide wan û bi peyva “mamoste” xîtabî wan dike.

Gelek ji wan ji bilî karê rojnamegeriyê xwedî berhemên wêjeyî yên wekî roman û fîlm in. Bi gotineke din; rengekê din yê vê êrîşê li dijî rewşenbîr û rewşenbîriya kurd çêbûye. Digel vê yekê jî nûçeyên li ser bûyerê ji hêla weşanên navneteweyî ve wekî nûçeyeke rûtîn ya “diserdegirtina wargehên terorê” derbas bû. Helwesta dezgehên ragihandinê yên kurdan û ya rewşenbîrî jî di vê çarçoweyê de bi serê xwe babete din e.

Aliyê din yê babetê yê fermî jî ev e: Berdevka Dozgeriya Giştî ya Belçîkayê Lieve Pellens ji rojnameya Rûdawê re operasyona li dijî Roj TV û dezgehên din yên kurdan wisa rave kiriye: “Yekem, gelek rêxistin li Belçîka - lê belê li welatên dî jî - zorê didin ciwanan da ku tevlî refên PKK’ê li çiyan bibin. Duyem, rêxistin ji bo fînansekirina PKK’ê ji malbatan bi zorê pere distînin. Sêyem, bi rêya Dengê Mezopotamya peyamên kodkirî ji şervanan re tên şandin.”

Ger em vegerin sêrî û daxuyaniya berdevka Dozgeriya Giştî ya Belçîkayê jî li ber çavan bigrin, ev encam diderkeve holê: Sedema êrîşê ne wekî ku berdevka serdozgeriyê dibêje ku meseleya peyamên kodkirî yên radyoya Dengê Mezopotamyayê ne. Sedema rastiya vê êrîşê di helbesta Ehmedê Xanî ya ji berî sêsed salan nivîsiye de hatiye kodkirin:
“Ger dê hebûya me îttîfaqek / Vêkra bikira me înqiyadek / Rom û Ereb û Ecem temamî / Hemûyan ji me re dikir xulamî”.

Zarok TV

13.01.2010

Zekî Ozmen

“Dewletên serdestên Kurdistanê her şêweyên asîmlasyonê bi kar tînin. Hedefa van dewletan ew e ku gelê kurd ziman, nasnameya xwe ji bîr bike û bi awayekî giştî di nava çanda ereb, faris û tirkan de bihele. Di van 80-90 salên dawî de, ev plana têkbirina kurdan û jiholrakirina ziman û nasnameya wan, heta radeyekê bi ser ketiye. Niha jî bi hemû hêza xwe, bi taybetî jî dewleta tirk, serdestên welatê me pêla asîmîlasyonê dimeşînin. Kesên hewl didin zimanê kurdî bi hêz bikin û di nava civakê de belav bikin, rastî dijwariyê tên. Li Bakur em dikarin behsa bi hezaran mînak bikin, lê tenê emê îşaretê bi Mamoste Medya û bi Abdulah Demirbaş bikin.

Her sibehê bi mîlyonan zarokên kurdan berê xwe didin dibistanên ereb, tirk û farisan. Bi zimanê van qewman hînî zanyariyê didin. Bi zimanên wan hestên xwe derdibirin. Her ku zimanên ereb, faris û tirkan di hişên zarokên kurdan de cih digre, wiha zimanê kurdî jî qels, jar û biyanî dibe. Ne tenê li Kurdistanê, lê li metrepolan û li Ewropayê jî rewş wekî hev e.

Wekî hewldanekê ji bo rêlibergirtina asîmîlasyonê, ez pêşniyara avakirina TV’yek xerû bi kurdî ji bo zarokan dikim. TV’yek ku karibe rojê tevahî weşana xwe bike û bernameyên cur bi cur yên kurdî biweşîne. Li şûna ku zarokên me li ber TV’yên erebî, farsî, tirkî û almanî bin, dikarin TV’ya kurdî temaşe bikin û fîlmên xwe yên hezkirî bi zimanê xwe bişopînin.

Pedagogên kurd dikarin şêweyên bernameyan û fîlmên karton destnîşan bikin [...] Bi riya vê kenalê zarokên kurdan ji bandora zimanên biyanî xelas dibin. Rojê 2-3 seatan dersan îndîrekt bi zimanê xwe digrin. Zarok pêşeroj in, eger em karibin zimanên kurdî di hişê wan de bi bandor bikin, emê serkeftinek mezin li himberî siyaseta asîmlasyonê pêk bînin. Ev pêşniyar li hêviya berseva kesên eleqdar e...”

Ev hevokên jor yên rojnameger Tariq Hemo yên di 13’ê kewçêra 2009’an de di quncika xwe ya Yenî Ozgur Polîtîkayê de nivîsî ne. Ew di heman quncika xwe ya 27’ê kewçêrê de dubare balê dikişîne li ser vê mijarê û wisa dawî li nivîsa xwe tîne: “Ji bo pêşniyara min ya vekirina TV’yek bi kurdî ji bo zarokan bigihîje rayedaran, nêzîk dosyayekê wekî proje ez pêşkêşî Roj TV dikim. Ji ber ku ez ne pisporê perwerde û hînkirinê yên me, hêvî dikim hemû zane û pisporên kurd yên eleqedarî mijarê alîkariya min bikin…”

Min ji ber girîngiya babetê vê carê cihê nivîsa xwe ji bo van dîtin û pêşniyarên rêzdar Tariq Hemo veqetand û kesên bixwazin li ser babetê têkiliyan bi rêzdar Hemo re deynin, dikarin li ser e-maila tariqhemo@hotmail.com xwe bigihîninê.

Ezê girêdayî babetê di nivîsa bê de hinek dîtinên xwe yên li ser dublaja fîlmên karton û bernameyên zarokan yên niha di tv’yên kurdan de têne weşandin binivîsim.

17 Nov 2009

Çend notên dawiyê yên li ser serdana welêt


Min di nivîsa derbasbûyî de* di derbarê serdana xwe ya welêt de behsa çavdêriyên xwe yên li ser cihên dîrokî, rojeva siyasî, eleqeya ji bo zimanê kurdî û meyla xwendina rojnameyan çend not nivîsandibûn. Bi vê nivîsa duyemîn û ya dawiyê jî ezê cih bidim rewşa hawîrdorparêziyê, trafîk, meyla temaşekirina qenalên tv’yan û herî dawî jî tişta li Stenbolê herî bala min kişandî:

Hawîrdorparêzî û xweza
- Çikandina avê li Kurdistanê bûye pirsgirêkeke sereke. Bi taybetî li gundan ev pirsgirêk ji gelek hêlan ve xwe nîşan dide. Bîr çikiyane, ji kaniyan av naherike û seqlan zûwa bûne. Ji ber vê yekê gundî êdî sîstema sontajê bi kar tînin. Lê belê digel vê yekê jî min li tu welatan nedîtiye ku wekî li Bakur av berhode were bikaranîn. Pembû bi ava sontajê têne avdan. Mislixên lewaboyan bi hêncetên cure vekirî têne hiştin û mirov li gelek cihan pêrgî wê yekê tê ku av beradayî tê berdan. Li gor çavdêriya min dema mirov xerckirina berhoda ya avê miqayeseyî ya li Ewropayê bike, wê mirov bi hesanî bibîne ku kurd ji ewropiyan bêhtir avê xerc dikin.

- Kêmçandin û heta astekî neyîna daran xwe li hemû deverên welêt nîşan dide. Çanda darçandinê hê di nava gel de zêde neafiriye. Lê belê li gor salên berê bi taybetî li bajar û gundan şênayî xwe rû dide. Her çiqas mebesta çandina van daran ‘xweşikbûn’ û ‘fêkî’ jî be, rengên gelek gundan hatiye guhertin.

- Li welêt hemû dever wekî ‘qada çopê’ tê bikaranîn. Di destên kî de çi hebe, diavêje wî cihê ku li wir e ango tê re derbas dibe. Mirov li ber qeraxên avan û li ser kuçeyan pêrgî dîmenên nexweş yên tije çop û jibermamiyan tê. Di vî warî de ji bo têgihîştina hawîrdoreke paqij, pêwîstî bi kar û xebatên ber bi çav yên birêveberiyên herêmî heye.

Trafîk
- Li gelek bajarên kurdan mirov pêrgî plakeyên otomobîlan yên ku li ser bajarên tirkan hatine tomarkirin tê. Vê yekê herî zêde li Cizîrê bala min kişand. Ez piştre têgihîştim ku sedema vê tercîhê siyaset ango tirsa krîmînalîzekirina kurdan e. Kurd ji bo li bajarên tirkan bi riya plakeya otomobîla wan neyê fêmkirin ku ew ji herêmên kurdan e, vê rêbazê bikartînin. Ji ber li gor tecrûbeyên kesên ez bi wan re axaftim, hebûna bikaranîna plakeyên bajarên kurdan li herêmên tirkan dibin sedema rûdanên cuda yên krîmînalîzekirinê.

- Li Bakur û bi giştî li Tirkiyeyê di warê trafîkê de du tişt bala mirovan dikişînin; Ya yekemîn bêrêgeziya ajotina otomobîlan û ya duwemîn jî bikaranîna berhode ya kornelên otomobîlan.

Tv
- Min hem li cihên kar û hem jî li malan gelek cran dêhn didayê ka bi taybetî kîjan kanalên tv’yên zêde têne temaşekirin. Li gor çavdêriya min di rêza yekemîn de Roj TV û MMC bûn. Dû re Denge Tv û nû pey wan re kanalên tirkan dihatin temaşekirin. Her wiha digel vê yekê jî balkêş e ku rêzefîlmê bi navê “Kurtlar Vadisi” li herêmê gelek tê temaşekirin.

Stenbol
- Min çend rojên xwe yên dawî li Stenbolê bûrandin. Li Stenbolê pirbûna kurdan zêde bala mirovan dikişîne. Ji kargeh û cihên herî luks bigirin heta kargeh û cihên ku diyar dibe yên xizanan e, mirov pêrgî kurdan tê. Ji bilî vê yekê, wekî min li Stenbolê dengên diyalogên bi kurdî kir, li Amedê ew qas min dengên axaftina bi kurdî nekir. Mirov li her derî û ji her pîşeyî pêrgî kurdan tê. Gelo hejmara kurdên li Stenbolê dijîn çiqas e? Bêguman îstatîstîkên di vê der barê de nîn in lê belê çavdêriya min kirî ew bû ku hejmara kurdên li Stenbolê ji hejmara şêniyên gelek dewletên li cîhanê heyî bêhtir e.

*Notên li ser serdana welêt

15.11.2009

6 Nov 2009

Notên li ser serdana welêt


Min piştî 19 salên li Almanyayê cara yekemîn serdena welêt kir û dû re jî min çend roj li Stenbolê borandin. Vaye ji serdana welêt çend notên di der barê cihên dîrokî yên min ziyaret kirin û çavdêriyên min yên li ser bûyerên wan rojan, yên siyasî, eleqeya ji bo zimanê kurdî û meyla xwendina rojnameyan:

Dîrok
- Gundê Darê (Dara) ku dikeve navbera Mêrdîn û Nisêbînê û her wiha li ber sînorê Serxet û Binxetê ye, qedera ku kurd pê re rû bi rû mane dide nîşandayîn; Darê li ser bajarekî dîrokî yê ji hêla hikumdariya farisan ve di sedsalên piştî zayînê de hatiyê avakirin de ye. Ev bajar wekî niha Serxet û Binxetê, wê demê jî bûye sînorê faris û roman. Digel di demên cuda de faris û romê hikumdariya wê kirine, dû re ketiye bin destê hikumdariya ereb, hêzên herêmî û dû re jî osmaniyan. Jibermayiyên bajarê wê demê şopa hemû desthilatdarên wê demê dide nîşandan. Goristanên taybet yên di şikeftan de, sîstemên sarincan, mîmariyên taybet, meydana bajêr û zindan mirovan bi mîmariya wê demê matmayî dihêle. Ger Darê ne şûnwarekî kurdan ba, dê îro mîna Romaya Antîk û Pîramîdên Misrê bi nav û deng bûya û her wiha dê salê bi mîlyonan turîst serdana wê bikira. Lê dev ji turîstan berdin, hê piraniya kurdên herêmê ev cih û warê dîrokî ziyaret nekirine.

- Bajarê Heskîfê çiqasî dîrokî ye, niha ew qas jî ji gelek hêlan ve xwedî helwestên nakokî ye: DTP ku bi tundî li dijî noqavkirina bajêr e, şaredarî bi dest nexistiye. Dewleta ku dixwaze bajêr noqav bike, kevirek jî restore nekiriye û ji wê yekê gelek cih rûxiyane. Wezareta Karên Çand û Turîzmê digel vê yekê jî ji bo çûyîna li ser sûra bajêr pereyên çûyînê distîne.

- Hezex, Mêrdîn û Midyad digel bûyerên qewimîne jî, ahenge hevrejiyana olên heremê didin nîşandan.

- Ji bilî cihên dîrokî yên li Cizîrê, Qesrika ku sînorê Gabar lê diqede û Cudî dest pê dike, mirov hem ji hêla xwezayê ve dixe nava aramiyê û hem jî bi dîrokê re rû bi rû dihêle.

- Dêra Mor Gabriel ku di navbera Hezex û Midyadê de ye, di nava wê xwezayê de mirovan medîtate dike.

Rojeva Siyasî
- Di roja nehê kewçêrê de em ji Amedê li ser Mêrdîn, Nisêbîn û Hezexê re çûn Cizîrê. Ji bilî Mêrdînê heman dîmen li hemû bajarên em di nava wan re derbas bûn hebûn: Dikan girtî bûn, dû li ser bajaran ketibû û polîsan bera zarok û ciwanan didan.

- Pêşwaziya Koma Aştiyê kelecana li herêmê derxist asta herî bilind. Ez hem li Cizîrê û hem jî li Amadê beşdarî pêşwaziyê bûm. Hest û tezawiratên li Cizîrê serdest bûn, min di jiyana xwe de tişteke bi wî şêweyî nedîtiye.

- Festîvala Çandî ya Cizîrê ku sê rojan berdewam kir, baweriyeke min mîsogertir kir: Kurdan bi tekoşîna xwe gelek tişt bi dest xistine.


Ziman
- Li Amadê hema bêje ez kêm pêrgî kesên bi hev re bi kurdî diaxivîn hatim.

- Xwendarên zanîngehan û yên zanîngeh qedandine, li herêmê dema bi kurdî diaxivin, kurdiyeke akademîk bi kar tînin lê belê meyla wan ya tirkî serdest e û gelek caran bi kurdî dest pê dikin û axaftinên xwe bi tirkî diqedînin.


- Gelek kesên propagandaya axaftina kurdî dikin bi xwe di pratîkê de meyla xwe didin li ser zimanê tirkî.

- Li bajarên kurdan meyla keç û jinan ya tirkî serdest bû.


- Mîsogeriya kurdî niha di destê gundî û nexwendekaran de ye lê belê êdî tirkî hêdî hêdî li gundan jî belav dibe.

Rojname
- Yekemîn kurdê min li balafirgeha Stenbolê dît û bi kurdî diaxivî rojnameya bi navê “Fotomaç” (Rojnameyeke tenê li ser sporê ye) di dest de bû.

- Li cihê sekna balafira Amedê ya ji bo balafirgeha Stenbolê hema bêje tenê rojnameya “Taraf” di destên rêweyan de dihate dîtin.


- Li herêmên kurdan eleqeyeke mezin di serî de ji bo “Taraf” û dû re ji bo “Gunluk”ê hebû.

- Ez li hemû bajaran çûmê ber cihên rojnamefiroşan lê tenê li cihekê jî ez rastî “Azadiya Welat” nehatim. Min li van bayiyan nedît ku ez rojnameyê bikirim. Gelek kesên min ji wan sedema vê yekê pirs kir, ev yek girêdayî belavkirina rojnameyê ya bi destan kirin.

Encam: Li welêt di her warî de hem guhertin û hem jî pêşketinên mezin rû dane. Armanca min bi vê nivîsê tenê ew bû ku xalên sereke yên wekî welatiyekî ji nişke ve bala min kişandin bînim zimên. Ji ber wê yekê ev not dikarin wekî çavdêriyên “seresere” jî bên dîtin û nirxandin.

Sedemên nehilbijartina kurdan


Li Almanyayê roja yekşemê dîsa hilbijartin heye. Digel hejmara bilind a kurdan a li Almanyayê jî, dîsa kurdekî di nava partiyên alman de bûbe namzet nîn e.
Me heta niha siyasetmedar û partiyên alman ji bo nenîşandana namzetiya kurdan rexne dikir. Em bi taybetî bi nehilbijartina Feleknas Uca û ya Songul Karabulut ya PE’yê aciz bûn.
Lê ka em vê carê li aliyê din yê meseleyê binêrin;
Gelo ka muhatabên meseleyê bi xwe li ser vê yekê difikirin û di dîtinên xwe de çiqasî mafdar in?
Dema mirov li arşîva pirsnameyên li ser kurdan yên ji hikumeta alman hatiye kirin binêre, mirov bi piranî pêrgî navê Ulla Jelpke tê...
Yanî Jelpke siyasetvaneke ku herî zêde xwe di ber kurdan de êşandiye...

Jelpke niha Berdevka Karê Hundir ya Partiya Die Linke ye. Ew li ser nehilbijartina Uca û Karabulut û her wiha nêzîkbûna kurdan a babetê di hejmara 8’emîn a rojnameya Rûdawê ya çapa Ewropayê de wiha dibêje:

“Ez jî dixwazim rexnekî bikim. Gelek kes di nava kurdan de Feleknasê dinasin û Feleknasê jî ji bo kurdan xebateke baş kir. Lê belê Feleknas xwe di nava almanan de neda naskirin. Di nava partiya me bi xwe de hê hinek wê nas nakin. Diviyabû profileke taybet ya Feleknas di nava Almanan de hebûya. Dema li ser pirsgirêka kurd tê axaftin, dîrekt ez tême bîra almanan. Partiya me xwest piştî Feleknasê, Songul Karabulut bixe parlamentoyê lê dem pir kurt bû. Hem kêmasiyên me û hem jî yên rêxistinên kurdan çêbûn. Pêwîst e mirov ji bo tiştên wisa zû dest bi xebatê bike...”

Ev dîtinên siyasetmedareke alman e...

Vêce ka em li dîtinên bi heman siyasetmedareke alman ya esilkurd binêrin;

Hêlîn Evrîm Baba ku ji Partiya Die Linke parlamentera eyaleta Berlînê ye, di hejmara 10’emîn a heman rojnameyê de balê dikişîne ser heman babetê û gotinên Ulla Jelpke dubare dike: “Kurdên ku di partiyên alman de xebata siyasî dimeşînin, dema têne hilbijartin, tenê bi pirsgirêka kurd re mijûl dibin û xebata ji bo civaka alman ji bîr dikin. Ev yek dibe sedem ku careke din neyên hilbijartin...

23 Sept 2009

Mîsogeriya jiyana biyaniyan


Di nava biyaniyên li Almanyayê dijîn de babeta “dijminatiya almanan a biyaniyan” yek ji babetên sereke ye. Tewanbarkirina almanan ya bi “dijminatiya biyaniyan” ji hêla biyaniyan bi xwe ve carnan bi sedemên şexsî û carnan jî ji helwestên giştî ve tê kirin.
Di vê der barê de li Almanyayê gelek lêkolînîn zanyarî têne kirin û wekî îstatîstîk têne weşandin. Par di encama lêkolîneke weqfa bi navê Friedrich-Ebert-Stiftung a nêzîkî partiya SPD’ê de derkete holê ku ji sisêyan yeka/ê alman dîtin û pêşdaraziyên ku dikevin di kategoriya “dijminatiya biyaniyan” de diparêzin.*
Îsal jî Wezareta Karên Hundir a Almanyayê lêkolîneke bi heman şêweyî di nava ciwanên alman de bi rê ve bir û di encamê de derkete holê ku % 14,4’ê ciwanan dîtinên ku bi awayekî herî bilind dikeve di nava kategoriya “dijminatiya biyaniyan” de diparêzin.**
Ji van her du lêkolînan jî ya sosret ya li ser ciwanan e. Ciwanên nifşê nû ji zarokatiyê ve bi hemtemenên xwe yên biyanî re mezin dibin, dilîzîn û diçin heman dibistanan. Lê digel vê yekê jî pêşdarazî bi wan re diafirin. Ev pêşdarazî ne ji ber têkiliyên wan ên xerab ên bi hemtemenên wan ên biyanî diafire. Sedema sereke bandora malbat û derdorê ye.
Lê belê beyî ku em babetê dirêjtir û kurtir bikin, em derbasî pirsa herî giring bibin:
Gelo jiyana biyaniyên li Almanyayê çiqasî di talûkeyê de ye?...
Rast e, pêşdaraziyeke mezin li dijî biyaniyan heye. Her sal gelek êrîşên takekesî û car caran jî birêxistinkirî li dijî biyaniyan çê dibin. Di encama van êrîşan de ziyanên madî, birîndarbûn û di salên derbasbûyî de çend caran kuştinan jî rû da.
Lê digel vê yekê jî li Almanyayê referansa mîsogeriya jiyanê zagon in û rayedar -bi dil û ne bi dil be jî- erka xwe ya li dijî êrîşên tundî pêk tînin.

* http://www.spiegel.de/politik/deutschland/0,1518,592789,00.html

** http://www.fr-online.de/top_news/?em_cnt=1691468&

10.09.2009

Li Almanyayê dijminatiya biyaniyan


Dema vê hefteyê min li bajarê Kolnê plakateke propagandayên hilbijartinên herêmî ya Partiya Demokratên Neteweyî ya Almanyayê (NPD) ku partiyeke biçûk a nijadperest e dît, sê bîranînên van her du mehan hatin bîra min.
Li ser plakatê ev hevok hebû: “Kar ji bo Almanan”…
Û girêdayî plakatê ez derbasî bîranînan dibim:
Vê mehê li cihê kar kesekî alman yê temenê wî derdora 70’ê bû, piştî min fêm kir ku meyldariyeke nijadperestî pê re heye, min sohbet pê re germ kir. Axaftin gihîşte astake wisa ku wî dîtinên qedexe jî anîn zimên; Wî got ku “dereng jî be, divê biyanî hew werin û piraniya yên hatî jî ji bilî hinek îstisnayan, şûnde ji bo welatê wan werin rêkirin.” Dîtina dijzagonî ya wî jî ev bû: “Cihû di tevkujiya rejîma Hitler re derbas nebûne…”
Ez hefteya borî li hewşa cîranê xwe yê alman bûm me bi hev re qehwe vedixwar. Cîranekî din yê alman hat û mesele derbasî axaftinên li ser cîranê din bû. Biyanî hatin kategorîze kirin û yekî digot filan netew baş e û mêvan ne baş e…
Berî du mehan di nexweşxaneyê de li odeya min almanekî 84 salî hebû. Ew wekî leşkerê Hîtler tevlî Şerê Cîhanê yê Duyemîn bûbû û bi salan li Îngilistanê wekî dîlê şer hatibû girtin. Wî li ser dijminiya cihûyan ev bîranîna xwe parvekir: “Ew di heman gundî de cîranê me bûn. Têkiliyên me yên germ hebûn. Di dibistanê de mamosteyan ji nişke ve wisa kirin ku me êdî bi çavên dijminan li wan nêrî. Rojekî ez ji dibistanê hatim, min dît ku dapîra min bi cîranekî me yê cihû re diaxive. Ez hêrs bûm û piştre min gote dapîra xwe ‘çima tu pê re axivî?’ Dapîra min matmayî ma û got ‘bav û bapîrên me li vî gundî bi hev re derbas kirine’ û wate neda helwesta min.” Kalê 84 salî niha wekî dapîra xwe difikire û digot: “Ez jî nizanim çi ji me kirin…”
Îstatîstîkên li ser babetê û pirsa ka gelo ewlekariya biyaniyên li Almanyayê di xeterê de ye, bila bimînin ji bo nivîsa were...
25.08.2009