17 Nov 2009

Çend notên dawiyê yên li ser serdana welêt


Min di nivîsa derbasbûyî de* di derbarê serdana xwe ya welêt de behsa çavdêriyên xwe yên li ser cihên dîrokî, rojeva siyasî, eleqeya ji bo zimanê kurdî û meyla xwendina rojnameyan çend not nivîsandibûn. Bi vê nivîsa duyemîn û ya dawiyê jî ezê cih bidim rewşa hawîrdorparêziyê, trafîk, meyla temaşekirina qenalên tv’yan û herî dawî jî tişta li Stenbolê herî bala min kişandî:

Hawîrdorparêzî û xweza
- Çikandina avê li Kurdistanê bûye pirsgirêkeke sereke. Bi taybetî li gundan ev pirsgirêk ji gelek hêlan ve xwe nîşan dide. Bîr çikiyane, ji kaniyan av naherike û seqlan zûwa bûne. Ji ber vê yekê gundî êdî sîstema sontajê bi kar tînin. Lê belê digel vê yekê jî min li tu welatan nedîtiye ku wekî li Bakur av berhode were bikaranîn. Pembû bi ava sontajê têne avdan. Mislixên lewaboyan bi hêncetên cure vekirî têne hiştin û mirov li gelek cihan pêrgî wê yekê tê ku av beradayî tê berdan. Li gor çavdêriya min dema mirov xerckirina berhoda ya avê miqayeseyî ya li Ewropayê bike, wê mirov bi hesanî bibîne ku kurd ji ewropiyan bêhtir avê xerc dikin.

- Kêmçandin û heta astekî neyîna daran xwe li hemû deverên welêt nîşan dide. Çanda darçandinê hê di nava gel de zêde neafiriye. Lê belê li gor salên berê bi taybetî li bajar û gundan şênayî xwe rû dide. Her çiqas mebesta çandina van daran ‘xweşikbûn’ û ‘fêkî’ jî be, rengên gelek gundan hatiye guhertin.

- Li welêt hemû dever wekî ‘qada çopê’ tê bikaranîn. Di destên kî de çi hebe, diavêje wî cihê ku li wir e ango tê re derbas dibe. Mirov li ber qeraxên avan û li ser kuçeyan pêrgî dîmenên nexweş yên tije çop û jibermamiyan tê. Di vî warî de ji bo têgihîştina hawîrdoreke paqij, pêwîstî bi kar û xebatên ber bi çav yên birêveberiyên herêmî heye.

Trafîk
- Li gelek bajarên kurdan mirov pêrgî plakeyên otomobîlan yên ku li ser bajarên tirkan hatine tomarkirin tê. Vê yekê herî zêde li Cizîrê bala min kişand. Ez piştre têgihîştim ku sedema vê tercîhê siyaset ango tirsa krîmînalîzekirina kurdan e. Kurd ji bo li bajarên tirkan bi riya plakeya otomobîla wan neyê fêmkirin ku ew ji herêmên kurdan e, vê rêbazê bikartînin. Ji ber li gor tecrûbeyên kesên ez bi wan re axaftim, hebûna bikaranîna plakeyên bajarên kurdan li herêmên tirkan dibin sedema rûdanên cuda yên krîmînalîzekirinê.

- Li Bakur û bi giştî li Tirkiyeyê di warê trafîkê de du tişt bala mirovan dikişînin; Ya yekemîn bêrêgeziya ajotina otomobîlan û ya duwemîn jî bikaranîna berhode ya kornelên otomobîlan.

Tv
- Min hem li cihên kar û hem jî li malan gelek cran dêhn didayê ka bi taybetî kîjan kanalên tv’yên zêde têne temaşekirin. Li gor çavdêriya min di rêza yekemîn de Roj TV û MMC bûn. Dû re Denge Tv û nû pey wan re kanalên tirkan dihatin temaşekirin. Her wiha digel vê yekê jî balkêş e ku rêzefîlmê bi navê “Kurtlar Vadisi” li herêmê gelek tê temaşekirin.

Stenbol
- Min çend rojên xwe yên dawî li Stenbolê bûrandin. Li Stenbolê pirbûna kurdan zêde bala mirovan dikişîne. Ji kargeh û cihên herî luks bigirin heta kargeh û cihên ku diyar dibe yên xizanan e, mirov pêrgî kurdan tê. Ji bilî vê yekê, wekî min li Stenbolê dengên diyalogên bi kurdî kir, li Amedê ew qas min dengên axaftina bi kurdî nekir. Mirov li her derî û ji her pîşeyî pêrgî kurdan tê. Gelo hejmara kurdên li Stenbolê dijîn çiqas e? Bêguman îstatîstîkên di vê der barê de nîn in lê belê çavdêriya min kirî ew bû ku hejmara kurdên li Stenbolê ji hejmara şêniyên gelek dewletên li cîhanê heyî bêhtir e.

*Notên li ser serdana welêt

15.11.2009

6 Nov 2009

Notên li ser serdana welêt


Min piştî 19 salên li Almanyayê cara yekemîn serdena welêt kir û dû re jî min çend roj li Stenbolê borandin. Vaye ji serdana welêt çend notên di der barê cihên dîrokî yên min ziyaret kirin û çavdêriyên min yên li ser bûyerên wan rojan, yên siyasî, eleqeya ji bo zimanê kurdî û meyla xwendina rojnameyan:

Dîrok
- Gundê Darê (Dara) ku dikeve navbera Mêrdîn û Nisêbînê û her wiha li ber sînorê Serxet û Binxetê ye, qedera ku kurd pê re rû bi rû mane dide nîşandayîn; Darê li ser bajarekî dîrokî yê ji hêla hikumdariya farisan ve di sedsalên piştî zayînê de hatiyê avakirin de ye. Ev bajar wekî niha Serxet û Binxetê, wê demê jî bûye sînorê faris û roman. Digel di demên cuda de faris û romê hikumdariya wê kirine, dû re ketiye bin destê hikumdariya ereb, hêzên herêmî û dû re jî osmaniyan. Jibermayiyên bajarê wê demê şopa hemû desthilatdarên wê demê dide nîşandan. Goristanên taybet yên di şikeftan de, sîstemên sarincan, mîmariyên taybet, meydana bajêr û zindan mirovan bi mîmariya wê demê matmayî dihêle. Ger Darê ne şûnwarekî kurdan ba, dê îro mîna Romaya Antîk û Pîramîdên Misrê bi nav û deng bûya û her wiha dê salê bi mîlyonan turîst serdana wê bikira. Lê dev ji turîstan berdin, hê piraniya kurdên herêmê ev cih û warê dîrokî ziyaret nekirine.

- Bajarê Heskîfê çiqasî dîrokî ye, niha ew qas jî ji gelek hêlan ve xwedî helwestên nakokî ye: DTP ku bi tundî li dijî noqavkirina bajêr e, şaredarî bi dest nexistiye. Dewleta ku dixwaze bajêr noqav bike, kevirek jî restore nekiriye û ji wê yekê gelek cih rûxiyane. Wezareta Karên Çand û Turîzmê digel vê yekê jî ji bo çûyîna li ser sûra bajêr pereyên çûyînê distîne.

- Hezex, Mêrdîn û Midyad digel bûyerên qewimîne jî, ahenge hevrejiyana olên heremê didin nîşandan.

- Ji bilî cihên dîrokî yên li Cizîrê, Qesrika ku sînorê Gabar lê diqede û Cudî dest pê dike, mirov hem ji hêla xwezayê ve dixe nava aramiyê û hem jî bi dîrokê re rû bi rû dihêle.

- Dêra Mor Gabriel ku di navbera Hezex û Midyadê de ye, di nava wê xwezayê de mirovan medîtate dike.

Rojeva Siyasî
- Di roja nehê kewçêrê de em ji Amedê li ser Mêrdîn, Nisêbîn û Hezexê re çûn Cizîrê. Ji bilî Mêrdînê heman dîmen li hemû bajarên em di nava wan re derbas bûn hebûn: Dikan girtî bûn, dû li ser bajaran ketibû û polîsan bera zarok û ciwanan didan.

- Pêşwaziya Koma Aştiyê kelecana li herêmê derxist asta herî bilind. Ez hem li Cizîrê û hem jî li Amadê beşdarî pêşwaziyê bûm. Hest û tezawiratên li Cizîrê serdest bûn, min di jiyana xwe de tişteke bi wî şêweyî nedîtiye.

- Festîvala Çandî ya Cizîrê ku sê rojan berdewam kir, baweriyeke min mîsogertir kir: Kurdan bi tekoşîna xwe gelek tişt bi dest xistine.


Ziman
- Li Amadê hema bêje ez kêm pêrgî kesên bi hev re bi kurdî diaxivîn hatim.

- Xwendarên zanîngehan û yên zanîngeh qedandine, li herêmê dema bi kurdî diaxivin, kurdiyeke akademîk bi kar tînin lê belê meyla wan ya tirkî serdest e û gelek caran bi kurdî dest pê dikin û axaftinên xwe bi tirkî diqedînin.


- Gelek kesên propagandaya axaftina kurdî dikin bi xwe di pratîkê de meyla xwe didin li ser zimanê tirkî.

- Li bajarên kurdan meyla keç û jinan ya tirkî serdest bû.


- Mîsogeriya kurdî niha di destê gundî û nexwendekaran de ye lê belê êdî tirkî hêdî hêdî li gundan jî belav dibe.

Rojname
- Yekemîn kurdê min li balafirgeha Stenbolê dît û bi kurdî diaxivî rojnameya bi navê “Fotomaç” (Rojnameyeke tenê li ser sporê ye) di dest de bû.

- Li cihê sekna balafira Amedê ya ji bo balafirgeha Stenbolê hema bêje tenê rojnameya “Taraf” di destên rêweyan de dihate dîtin.


- Li herêmên kurdan eleqeyeke mezin di serî de ji bo “Taraf” û dû re ji bo “Gunluk”ê hebû.

- Ez li hemû bajaran çûmê ber cihên rojnamefiroşan lê tenê li cihekê jî ez rastî “Azadiya Welat” nehatim. Min li van bayiyan nedît ku ez rojnameyê bikirim. Gelek kesên min ji wan sedema vê yekê pirs kir, ev yek girêdayî belavkirina rojnameyê ya bi destan kirin.

Encam: Li welêt di her warî de hem guhertin û hem jî pêşketinên mezin rû dane. Armanca min bi vê nivîsê tenê ew bû ku xalên sereke yên wekî welatiyekî ji nişke ve bala min kişandin bînim zimên. Ji ber wê yekê ev not dikarin wekî çavdêriyên “seresere” jî bên dîtin û nirxandin.

Sedemên nehilbijartina kurdan


Li Almanyayê roja yekşemê dîsa hilbijartin heye. Digel hejmara bilind a kurdan a li Almanyayê jî, dîsa kurdekî di nava partiyên alman de bûbe namzet nîn e.
Me heta niha siyasetmedar û partiyên alman ji bo nenîşandana namzetiya kurdan rexne dikir. Em bi taybetî bi nehilbijartina Feleknas Uca û ya Songul Karabulut ya PE’yê aciz bûn.
Lê ka em vê carê li aliyê din yê meseleyê binêrin;
Gelo ka muhatabên meseleyê bi xwe li ser vê yekê difikirin û di dîtinên xwe de çiqasî mafdar in?
Dema mirov li arşîva pirsnameyên li ser kurdan yên ji hikumeta alman hatiye kirin binêre, mirov bi piranî pêrgî navê Ulla Jelpke tê...
Yanî Jelpke siyasetvaneke ku herî zêde xwe di ber kurdan de êşandiye...

Jelpke niha Berdevka Karê Hundir ya Partiya Die Linke ye. Ew li ser nehilbijartina Uca û Karabulut û her wiha nêzîkbûna kurdan a babetê di hejmara 8’emîn a rojnameya Rûdawê ya çapa Ewropayê de wiha dibêje:

“Ez jî dixwazim rexnekî bikim. Gelek kes di nava kurdan de Feleknasê dinasin û Feleknasê jî ji bo kurdan xebateke baş kir. Lê belê Feleknas xwe di nava almanan de neda naskirin. Di nava partiya me bi xwe de hê hinek wê nas nakin. Diviyabû profileke taybet ya Feleknas di nava Almanan de hebûya. Dema li ser pirsgirêka kurd tê axaftin, dîrekt ez tême bîra almanan. Partiya me xwest piştî Feleknasê, Songul Karabulut bixe parlamentoyê lê dem pir kurt bû. Hem kêmasiyên me û hem jî yên rêxistinên kurdan çêbûn. Pêwîst e mirov ji bo tiştên wisa zû dest bi xebatê bike...”

Ev dîtinên siyasetmedareke alman e...

Vêce ka em li dîtinên bi heman siyasetmedareke alman ya esilkurd binêrin;

Hêlîn Evrîm Baba ku ji Partiya Die Linke parlamentera eyaleta Berlînê ye, di hejmara 10’emîn a heman rojnameyê de balê dikişîne ser heman babetê û gotinên Ulla Jelpke dubare dike: “Kurdên ku di partiyên alman de xebata siyasî dimeşînin, dema têne hilbijartin, tenê bi pirsgirêka kurd re mijûl dibin û xebata ji bo civaka alman ji bîr dikin. Ev yek dibe sedem ku careke din neyên hilbijartin...

23 Sept 2009

Mîsogeriya jiyana biyaniyan


Di nava biyaniyên li Almanyayê dijîn de babeta “dijminatiya almanan a biyaniyan” yek ji babetên sereke ye. Tewanbarkirina almanan ya bi “dijminatiya biyaniyan” ji hêla biyaniyan bi xwe ve carnan bi sedemên şexsî û carnan jî ji helwestên giştî ve tê kirin.
Di vê der barê de li Almanyayê gelek lêkolînîn zanyarî têne kirin û wekî îstatîstîk têne weşandin. Par di encama lêkolîneke weqfa bi navê Friedrich-Ebert-Stiftung a nêzîkî partiya SPD’ê de derkete holê ku ji sisêyan yeka/ê alman dîtin û pêşdaraziyên ku dikevin di kategoriya “dijminatiya biyaniyan” de diparêzin.*
Îsal jî Wezareta Karên Hundir a Almanyayê lêkolîneke bi heman şêweyî di nava ciwanên alman de bi rê ve bir û di encamê de derkete holê ku % 14,4’ê ciwanan dîtinên ku bi awayekî herî bilind dikeve di nava kategoriya “dijminatiya biyaniyan” de diparêzin.**
Ji van her du lêkolînan jî ya sosret ya li ser ciwanan e. Ciwanên nifşê nû ji zarokatiyê ve bi hemtemenên xwe yên biyanî re mezin dibin, dilîzîn û diçin heman dibistanan. Lê digel vê yekê jî pêşdarazî bi wan re diafirin. Ev pêşdarazî ne ji ber têkiliyên wan ên xerab ên bi hemtemenên wan ên biyanî diafire. Sedema sereke bandora malbat û derdorê ye.
Lê belê beyî ku em babetê dirêjtir û kurtir bikin, em derbasî pirsa herî giring bibin:
Gelo jiyana biyaniyên li Almanyayê çiqasî di talûkeyê de ye?...
Rast e, pêşdaraziyeke mezin li dijî biyaniyan heye. Her sal gelek êrîşên takekesî û car caran jî birêxistinkirî li dijî biyaniyan çê dibin. Di encama van êrîşan de ziyanên madî, birîndarbûn û di salên derbasbûyî de çend caran kuştinan jî rû da.
Lê digel vê yekê jî li Almanyayê referansa mîsogeriya jiyanê zagon in û rayedar -bi dil û ne bi dil be jî- erka xwe ya li dijî êrîşên tundî pêk tînin.

* http://www.spiegel.de/politik/deutschland/0,1518,592789,00.html

** http://www.fr-online.de/top_news/?em_cnt=1691468&

10.09.2009

Li Almanyayê dijminatiya biyaniyan


Dema vê hefteyê min li bajarê Kolnê plakateke propagandayên hilbijartinên herêmî ya Partiya Demokratên Neteweyî ya Almanyayê (NPD) ku partiyeke biçûk a nijadperest e dît, sê bîranînên van her du mehan hatin bîra min.
Li ser plakatê ev hevok hebû: “Kar ji bo Almanan”…
Û girêdayî plakatê ez derbasî bîranînan dibim:
Vê mehê li cihê kar kesekî alman yê temenê wî derdora 70’ê bû, piştî min fêm kir ku meyldariyeke nijadperestî pê re heye, min sohbet pê re germ kir. Axaftin gihîşte astake wisa ku wî dîtinên qedexe jî anîn zimên; Wî got ku “dereng jî be, divê biyanî hew werin û piraniya yên hatî jî ji bilî hinek îstisnayan, şûnde ji bo welatê wan werin rêkirin.” Dîtina dijzagonî ya wî jî ev bû: “Cihû di tevkujiya rejîma Hitler re derbas nebûne…”
Ez hefteya borî li hewşa cîranê xwe yê alman bûm me bi hev re qehwe vedixwar. Cîranekî din yê alman hat û mesele derbasî axaftinên li ser cîranê din bû. Biyanî hatin kategorîze kirin û yekî digot filan netew baş e û mêvan ne baş e…
Berî du mehan di nexweşxaneyê de li odeya min almanekî 84 salî hebû. Ew wekî leşkerê Hîtler tevlî Şerê Cîhanê yê Duyemîn bûbû û bi salan li Îngilistanê wekî dîlê şer hatibû girtin. Wî li ser dijminiya cihûyan ev bîranîna xwe parvekir: “Ew di heman gundî de cîranê me bûn. Têkiliyên me yên germ hebûn. Di dibistanê de mamosteyan ji nişke ve wisa kirin ku me êdî bi çavên dijminan li wan nêrî. Rojekî ez ji dibistanê hatim, min dît ku dapîra min bi cîranekî me yê cihû re diaxive. Ez hêrs bûm û piştre min gote dapîra xwe ‘çima tu pê re axivî?’ Dapîra min matmayî ma û got ‘bav û bapîrên me li vî gundî bi hev re derbas kirine’ û wate neda helwesta min.” Kalê 84 salî niha wekî dapîra xwe difikire û digot: “Ez jî nizanim çi ji me kirin…”
Îstatîstîkên li ser babetê û pirsa ka gelo ewlekariya biyaniyên li Almanyayê di xeterê de ye, bila bimînin ji bo nivîsa were...
25.08.2009

5 Aug 2009

Şewba Berezan


Bi betlaneya havînê re hejmara kesên ku şewba berazan li Almanyayê bi wan ket bû du qet û tê gotin ku dê ev hejmar heta dawiya betlaneyê çend qetên din bilindtir bibe. Kesên ji Almanyayê diçin betlaneyê şewbê bi xwe re tînin û bi vî awayî hem xwe pê dixin û hem jî li Almanyayê belav dikin.
Ji ber vê yekê tirsa min jî ew bû ku kurdên ji bo betlaneyê diçin Kurdistanê jî vê şewbê bi xwe re bibin û bi vî awayî şewb li Kurdistanê jî belav bibe. Çanda kurdan di vî warî de ji bo belavkirina şewbê zêde musaîd e; Pispor dibêjin xwe ji merhebadayîn û rûmaçkirinê dûr bigirin lê belê ev her du tişt du hîmên bingehîn ên çanda kurdan in.
Ji wê yekê jî tirsa min jî ev senaryoya komplowarî bû: Dema kurdek xwedênekirî li balefirgeheke Almanyayê xwe bêyî haya wî jê hebe bi şewba berazan bixe û here Kurdistanê, çi nas û xizmê xwe bibîne, hem merhebayê bide û hem jî here rûyên wan, gelo ka wê çend kesan bi şewbê bixe… Her wiha, ew kesên xwedênekirî pê dikevin wê çendên din bi xwe re pê bixin…
Welhasil, tirseke min a bi vî rengî hebû, lê belê heta niha di çapemeniyê de pêrgî belavbûneke şewbê ya bi vî rengî li Kurdistanê nehatime û înşalah neyim jî…
Lê ezê xwe negirim û dîsa bibêjim; dema li welêt kurdên Almanyayê di rewşeke grîp an sermagirtinê de bin, hem hay ji merhebadayîna xwe hebin û hem jî rûmaçkirinê…

Talûkeya nû ya avakirina Ilisûyê


Zekî Ozmen / Qad

08.07.2009
Di encama pêvajoyeke dirêj de Almanya, Avusturya û Swîsreyê soza xwe ya kredîdana ji bo Bendava Ilisûyê betal kirin.
Bêguman ev betalkirina kredîdayinê nayê wateye ku projeya avakirina bendavê û noqavkirina Heskîfê ji rojevê rabûye. Ji xwe Wezîrê Hawîrdor û Darisyanan yê Tirkiyeyê di dû vê biryarê de daxuyand ku ew ê projeya xwe bidomînin. Ger wekî alternatîf welatên mîna Çîn û Rûsyayê bibin hevkarên nû yên projeyê, dê talûkeya çêkirina bendavê hê xeternaktir bibe.
Lê ez bi awayekî giştî dixwazim balê bikişînim li ser hêza civaka sivîl ya ku bû sedem ku her sê welatên ewropî bi paş de gavê bavêjin…
Bi ya min divê pirs ev be: Gelo ger lidijderketineke sivîl a bi vî rengî pêknehatiba dê van hersê welatan peymana xwe betal bikira?
Bi ya min NA!
Vê biryarê tiştek nîşan da; Prostesyonên sivîl ên bi rêk û pêk dikarin gelek tiştan biguherînin. Ev bi salan e ku sazî û rêxistinên cuda xebatên protestoyî li dijî van her sê welatan dimeşandin. Ji berhevkirina îmzeyan bigirin heta protestokirina li devê wezaret û banqeyan, gelek cureyên protestoyî hatin lidarxistin.
Ji bilî saziyên hawîrdorparêz yên navneteweyî û birêveberiyên herêmî yên kurdan, YXK’ê (Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê) bi salan kampanyayên cur bi cur û bê rawestan meşandin. Hemû kampanya jî bi awayekî sivîl hatin birêvebirin û di dawiya dawî de encam dan.
Ev serkeftin, serkeftina însiyatîfên ku ev bi salan e bê rawestan dikirin ku ev her sê welat her roj bi meseleyê re rû bi rû bimînin.
Vêce bi vî awayî pêvajoyeke nû dest pê dike; Wekî min di destpêkê de jî got, ger welatên wekî Rûsya û Çînê bibin hevkarên nû yên vê projeyê, dê mixabin protesto û kampanyayên bi vî rengî fêdeyeke mezin nedin…
Ji ber vê yekê êdî divê stratejiya birêvebirina kampanyayan were guhartin û ev kmapanya li dijî hikumeta tirk bi xwe werin kirin. Di vî warî de divê rola sereke kişandina medya û nivîskar û hunermendên tirk be ya aliyê li dijî bicihanîna projeyê be…

1 Jul 2009

Nepixandina “Guneşi Gordum”

01.07.2009



Zekî Ozmen / Qad


Hûnê niha bibêjin “fîlmê Mahsum Kirmizigul yê bi navê “Guneşi Gordum” ji rojevê derket, tu nû behs dikî´.
Erê, rast e…
Lê min ev fîlm nû temaşe kir…
Digel ku ev fîlm li bajarê ez lê dijîm û li gelek bajarên din yên Almanyayê kete sînemayan, min serhişkî kir û wekî prensîb min nexwest bi riya çûyîna sînemayê ji fîlm re bibim destek.
Lê belê hê ji destpêkê ve min hewl da çi şîroveyên li ser wî fîlmê hatine nivîsandin -yên ez pêrgî hatim- bixwînim.
Vêca piştî vê serhişkiyê min niha derfet dît ku bêyî pê li serhişkî ango prensîbên xwe bikim li fîlm temaşe bikim.
Ez qet pêrgî nehatime ku fîlmek li Tirkiyeyê wekî vî fîlmî ji hêla gelek dordoran ve hatibe şîrovekirin.
Piştî temaşekirina fîlm, şîroveyên li ser fîlm hatine kirin hatin bîra min û ez giham vê encamê:
Ev fîlm di sînemaya tirk de yê herî hatiye nepixandin e. Ev ne bes bû, vêce Mahsum Kirmizigul wekî Yilmaz Guneyekî nû jî dan nîşandan.
Armanca danînberheva vî derhêneriya Kirmizigul ya bi derhênerê navdar Yilmaz Guney re valaderxistina meziniya derhênerî ya uüney bi xwe ye û ne tişteke din e. Yilmaz Guney xwedî xêz bû lê min ne bi vî de xêz û ne jî xet dîtin…
Bi tameşekirina fîlm re ez matmayî mam ku çima gelek kurd di vî fîlmî de li mesajên siyasî geriyan û di ser halan de kêfxweşiya xwe ya ji ber fîlm tanîn zimên…
Mahsum Kirmizigul di fîlm de hewl daye ji hêla xwe ve gelek derd û kulan bînê zimên û bi vê yekê re nexwestiye dilê tu kesî ji xwe bihêle. Ji pirsgirêkên civakî bigirin heta meseleyên siyasî ev yek bûye hîmê fîlm. Lê belê tişta wî herî hay jê mayî jî ew bûye ku qet dilê serleşkeriya tirk nehêle.
Ji vê hêlê ve dev ji Yilmaz Guney berdin, ew bi vî fîlmê xwe nagihêje gûzeka fîlmê Reîs Çelîk yê bi navê “Işiklar Sonmesin” ku di sala 1996’an de hatibû kişandin. Digel alîgiriya “Işiklar Sonmesin” hema diyalogên ku behsa pirsgirêka kurd dikirin hebûn. Lê belê di vî warî de di fîlmê Kirmizigul de ev yek nayê dîtin û dema yekî biyanî li fîlm temaşe bike û haya wî ji kurdan nebe, wê bibêje kurd gelekê zêde paşketî ne, li Tirkiyeyê “terorîst” hene û “artêşê bi rica û tika hinek gundên kurdan dane valekirin.”
Ji bilî valakirina gundên kurdan yên bi “rica û tika”, bilêvkirina şervanên kurd wekî “terorîst”, destnîşankirina civaka kurd ya mîna “civakeke prîmîtîf ango paşketî”, tişteke din jî dibêje “va ez im”:
Di nava diyaloga di fîlm de car caran peyvên bi kurdî jî derbas dibin hene. Hewleke mezin hatiye dayîn ku diksiyona lîstikvanan tirkiyeke “perpûte be” deqene were fêmkirin ku yê diaxive kurd in. Yanî, kopiya fîlmên Şener Şen, Kemal Sunal û Îlyas Salman yên salên 1970’an û 1980’an hatiye kirin. Bi gotineke din; henekê xwe bi kurdan dike û wekî bibêje kurd jî bi tirkî diaxivin û tirkiya wan jî ew qas derdikeve…Wekî ku li wî gundî û li gundên din yên kurdan bi tirkî were axaftin…
Vêca piştî vêqa yekê, çima gelek kurd jî ji fîlm kêfxweş bûn, ez matmayî hiştim. Ev fîlm di salên 1980’an de hatiba çêkirin, minê fêm bikira: Ji ber wê demê kî peyveke kurdî bikarbaniya di çavên me de dibû qehreman… Îro fîlm û derhênerên kurd bi xwe hene û êcêbmayîna wekî berê ji bo naveroka fîlmên bi vî rengî nemaye.
Ji bo xweşbînên fîlm yên kurd dixwazim hevokeke Kirmizigul ya li ser fîlm bibêjim. Ev derhênerê ku hewl daye ji hemû beroşan vexwe di bernameya bi navê “Beyaz Show” de bang li artêşa tirk kir û bi qasî tê bîra min wisa got: “Me ji ber kişandina dîmenên bi helîkopteran gelek pere dan artêşa bulgar. Mixabin artêşa me li ber nehat ku em helîkopterên artêşa me bikarbînin. Bila artêş êdî bihêlê ku sehneyên wisa li Tirkiyeyê jî werin çêkirin û bi vî awayî li şûna em van pereyan bidin dewletên din, bila ev pere herin ji artêşa me re…”
Ev mesaja wî jî tê wê wateyê ku digel ku tişteke ku artêşa tirk bi fîlm aciz bibe nehatiye kişandin jî, hê jî hewl dide xwe ku xwe li ber artêşê şêrîntir bike.
Vêca kesên hewl didin Kirmizigul wekî Yilmaz Guneyê duyemîn bidin nîşandan, bila wêneyên wî bimalên xwe ve daleqînin!.

zekiozmen@hotmail.com

17 Jun 2009

Festîvalên dêrsimîyên Almanyayê

15.06.2009



Zekî Ozmen / Qad


Vê hefteyê roja şemiyê du festîvalên çandî yên dêrsimiyan li Almanyayê çêbûn.
Festîvalek li bajarê Russelsheimê bû û ya din li bajarê Bonnê hate lidarxistin.
Sedema lidarxistina du festîvalên bi heman navî di heman rojê de ne ji ber sedemên teknîkî lê ji ber nakokî û pêşbaziyên siyasî bûn.
Li gor min ji çapemeniyê şopand, organîzatorên festîvala li Bonnê ew kesên ku dêrsimîbûnê wekî netew bilêv dikin û dimiliya dêrsimê jî wekî "dêrsimkî" ango zimanekî serbixwe yê ji kurmancî û dimilî dibînin bûn.
Her wiha ji hinek malperên înternetê tê fêmkirin ku ji bilî vê komê, komên ku dimiliyan wekî kurd nabînin û dimilîaxêvan wekî neteweya zaza ya ji kurdan serbixwe destnîşan dikin jî piştgirî dan festîvala li Bonnê.
Organîzatorên festîvala li Russelsheimê jî dêrsimiyên ku bi nasnameya kurd ji bo piştgiriya Dêrsimê têkoşînê didin bûn.
Welhasil, piştî destnîşankirina vê nakokiya kûr û xeternak, dibêjim Xwedê dawiya me bi xêr bike…
Di eslê xwe de armanca min bilêvkirina hinek çavdêriyên xwe yên ji festîvalê bûn û piştî destnîşankirina van nakokiyên di nava civak û gelekî ji heman bajar û herêmê de afirî, bi kurtî dixwazim behsa çend çavdêriyên xwe yên ji festîvala Russelsheimê ya ku ez jî beşdar bûm de bikim:
Mirov gelek caran pêrgî behsa rewşenbîrî, pêşveçûn û hemdembûna dêrsimiyan tê. Min li festîvalê ji ber vê egerê car caran hewl da di festîvalê de karekterê cuda yê vê çalakiyê ji çalakiyên din ên kurdan bigerim.
Li gor çavdêriya min hinek guhartinên berbiçav yên amadekirina vê çalekiyê ji çalakiyên din ên kurdan hebûn…
Festîval li ber çemê Mainê di qadeke servekirî de hate lidarxistin. Di nîvê qadê de kursî, mase û sîwanên ku kesên rûniştî hem ji tava rojê û hem jî ji baranê bidin parastin hatibûn danîn.
Nizanim çiqasî girîng e, lê belê ji ber destpêkek e, ezê xwe negirim û behsê bikim; Cara yekemîn di çalekiyeke kurdan ya girseyî de bûm şahid ku bîra jî hate firotin.
Ji ber parqên otomobîlan dûrî qada festîvalê bûn, otobûsek hatibû kirêkirin û ev otobûs ji bo ragihandina beşdaran her dem di nava tevgerê de bû.

Ez behsa du tiştên neyînî jî bikim…

Pêşkêşvan jinek û mêrek bûn. Her duyan jî pêşkêşvaniya xwe bi zimanê tirkî ji sêrî heta dawî kirin. Bi dîtina min diviya bû yan her duyan bi dimilî pêşkêşvanî bikira yan jî ji ber berçavgirtina beşdariya pir ya kurmancan jî, yekî bi dimilî û yekî jî bi kurmancî festîval bi rê ve bibira.
Ya duwem jî dekora dikê bû. Dekor bi awayekî wisa amatorî hatibû xemilandin ku ev yek bû sedem ku çalakiyên kurdan ên salên 90'an werin bîra min.

Li qadê tişteke din jî bala min kişand; ez pêrgî bi dehan nasên xwe yên ne ji Dêrsimê hatim û li ser vê yekê min meraq kir ka gelo beşdabûrna dêrsimiyan ya vê festîvala bi navê wan hatiye li dar xistin di çi astê de ye. Hevalekî rojnameger ku dêrsimiyên wê herêmê ji nêz ve nas dike got ku li gor çavdêriya wî ger beşdarbûn 4 hezar be, ji van 2 hezar dêrsimî ne.
Ev yek jî tê wê wateyê ku beşdarvan bi çavên herêmî nêzîkî meseleyê nebûne. Bêguman beşdarbûna stranbêjên mîna Alî Baran, Beser Şahîn, Ferhat Tunc, Serdar, Şivan Perwer, Vengê Sodirî û çendekê din jî di vî warî de roleke sereke lîstin ku çarçoveya beşdarbûnê ji qada herêmî wirdetir were berfireh kirin…
Min nû ferq kir ku nivîs dirêj bûye, ji wê yekê dixwazim dawiyê li nivîsê bînim…
Bi hêviya ku di sala pêş de tenê festîvaleke dêrsimiyên li Almanyayê û ne du festîvalên ku dikarin di pêşerojê de di nava civakê de nakokiyan biafirînin, werin lidarxistin…

Konferansa Neteweyî ya Kurdên Almanyayê

26.04.2009



Zekî Ozmen / Qad


Hûnê niha bibêjin 'me Konferansa Neteweyî ya Kurdan a ku van rojan di rojevê de ye kire gilok, vêce dora Konferansa Neteweyî ya Kurdên Almanyayê ye…"

Ger hûn di wê fikrê de bin, hûn mafdar in…

Lê belê…

Em ji bîr nekin ku Konferansa Neteweyî ya Kurdan bicive, wê berê kurdên Almanyayê jî bide "Konferansa Neteweyî ya Kurdên Almanyayê."

Çima ez vê yekê dibêjim?

Bînin bîra xwe; Dema PKK'ê di sala 1993'yan de cara yekemîn şerawestandin pêk anî, protokoleke hevkariyê di nava hema bêje hemû partiyên kurdan ên bakur de pêk hat.

Tê bîra we vê protokola yekbûnê çi bandor li kurdên Almanyayê kir?

Ya yekem; heyecanek kire di nava kurdên li vî welatî dijîn de. Wekî mînak, nasekî me di wê demê de navê zaroka xwe ya nû çêbûyî kir "Yekbûn". Xalê min Qihar -yê ku pir jê hez dikim- jî xwest vê gava dîrokî bi navdanîna zaroka xwe ya nû hatî dinê tac bike. Tenê "Yekbûn" têra kêfa xalê min ya ji bo yekîtiya kurdan nekir, wî navê zaroka xwe ya nû çêbûyê "Mizgîn Yekbûn" danî…

Ev du mînakên biçûk ên di nava civakê de bûn…

Lê aliyê bûyerê yê siyasî?

Saziyên kurdan yên heta wê demê ji ber nakokiyên xwe yên siyasî silav nedidan hev, protokola hevkariyê îmze kirin û hewl dan ku gelek xebatên ku berjewendiyên kurdên Almanyayê diparastin bi hev re pêk bînin…

Cara yekemîn bi xêra wê protokolê hemû partiyên bakurî –çi biçûk, çi mezin- bi hev re di sala 1993'yan de meşa bi nav û deng ya Bonnê li dar xistin.

Her wiha em Festîvala Navneteweyî ya Çanda Kurd a duyemîn ku heman salê li Waldstadiona Frankfurtê hatibû lidarxistin, bînin bîra xwe; Hem ji Almanyayê û hem jî ji seranserî Ewropayê ew cara yekemîn ku bû ew qas wezîr û rayedarên dewletan mesajên pîrozbahiyê rêkirin festîvaleke kurdan…

Bêguman ev eleqeya navneteweyî jî bandora wê peymana di navbera kurdan de bû…

Niha hem Mizgîn û hem jî Mizgîn Yekbûn bûne 16 salî…

Vêca ji bo giyana ji berya 16 salan afirî, careke din biveje, ez bi israr dîsa dibêjim "Konferansa Neteweyî ya Kurdên Almanyayê."

zekiozmen@hotmail.com