20 Jun 2014

Herî zêde ji Helebçeyê bi navê cîhadê diçin Rojava

Li gelek welatên cîhanê beşdariya nav refên rêxistinên îslamî yên tundrew êdî bûye fenomeneke ku  pêşî lê nayê girtin. Di nava kesên beşdar de gelek kurd jî hene. Ya herî balkêş jî ew e ku hejmara kesên ji bajarê Helebçe yê başûrê Kurdistanê tevlî van rêxistinan dibin berbiçav e.
Îstîxbaratên welatên ewropî hema bêjê mehane agahî didin raya giştî ka çend kes ji welatên wan çûne Sûrî û tevlî rêxistinên îslamî yên tundrew yên mîna DAIŞ´ê bûne.
Li gor lêkolîneke King´s College ya îngilîz, ji welatên ewropî heta niha derdora 3 hezar kes beşdarî DAIŞ‘ê bûne û ji van hejmara kesên ji Almanyayê çûne Sûrî tevlî şer dibin derdora 320 kesan e. Ev yek dibe sedem ku rêxistinên sîxurî yên van welatan di nava alarmê de bin. Sedem jî ew e ku metirsiya van kesan ya dema ji Sûrî vegerin welatên ewropî, li wir jî çalakiyan pêk bînin heye. Ji ber gelek ji van kesan li Sûrî rasterast beşdarî şer bûne û bûne xwedî ezmûn.
Di nava kesên ji Ewropayê diçin û ligel DAIŞ'ê hem li Rojava li dijî kurdan şer dikin û hem jî li dijî rejîma Sûriyê û rêxistinên din ên ew bi wan re bi nakok in gelek kurd jî hene. Her wiha hejmara çûyîna Sûrî ya kesên ji her çar paçeyên Kurdistanê jî di nava rêxistinên wekî DAIŞ'ê de bilind e.
Balkêş e ku bi taybetî ji bajarê Helebçe yê başûrê Kurdistanê hejmareke bilind kes heta niha çûne Sûrî û wekî mîlîtanên cîhadî di nava DAIŞ'ê de li dijî YPG'ê ketine nava şer. Der barê vê yekê de di 20'ê pûşperê de rojnameya "Die Welt" nûçeyeke balkêş bi îmzeya nûçegihanê xwe Alfred Hackensberge ji Hewlêrê bi sernivîsa "Halabdscha, das Raetsel um Giftgas und Islamismus - Helebçe, xaçepirsa kîmyabaranê û îslamiya tundrew" weşand. Li gor vê nûçeyê tenê ji bajarê Helebçe heta niha 200 kes bi navê cîhadê çûne Sûrî û gelek ji van kesan jî li Rojava li dijî YPG'ê şer kirine. Li gor zanyariyên bi dest ketine ji van 35 kes di şer de hatine kuştin û 50 kes jî niha vegiriyane Başûr ango hatine vegerandin. Ez dibêjim hatine vegerandin, ji ber YPG'ê gelek ji van kesan di şer de dîl girtine û piştre radestî asayîşa başûrê Kurdistanê kirine. Asayişê jî piştî binçavkirina van kesan, yên ku ji wan piştrast e ku poşman bûne, serberst berdane. Yên din ên ku guman heye ew xwedî heman helwestê ne, hêjî girtî ne. 
Dema mirov di meseleyê de kûr dibe, yekser ev pirs derdikeve pêşberî me; Bi taybetî motîvasyona kesên kurd ku diçin Sûrî û Rojava û li dijî kurdan şer dikin ji ku derê tê? Her wiha bi taybetî bajarê Helebçe ku kurd wê wekî "bajarê şehîd" bilêv dikin, çawa dibe mirov ji wir diçin Sûrî û Rojava û bi navê cîhadê li dijî birayên xwe yên kurd, yên ku ji bilî rizgarkirina kurdan ji bindestiyê tu armanca wan nîn e, şer dikin? 
Pêşî herkesî divê otorîteya siyasî ya li Başûr, rêveberiyên herêmî yên Bakur û pê re jî aliyên olî û saziyên sivîl yên kurd bi van her du pirsan re mijûl bibin. Bêyî lêkolîn û hewla fêmkirina ka ev motîvasyon çawa derdikeve holê, dê bi taybetî çûna kesên kurd ya nav rêxistinên îslamî yên tundrew bi navê cîhadê berdewam bike. 
Di dawiyê de jî ez dixwazim vê bêjim; Eger heta niha tenê ji bajarê Helebçe 200 kes bi navê cîhadê çûbin Sûrî û Rojava, ev yek tê wê wateyê ku pirsgirêk ji takekesiyê derbasbûye û bûye pirsgirêke civakî. Berpirsên çareserkirina pirsgirêkên civakî jî otorîteyên siyasî, olî û saziyên sivîl in. 

5 Jun 2014

Kurdên Rojava bûne hemalên Bakur û Başûr


Rojavayê Kurdistanê biçûkê her sê birayên din e. Ew herdem bi hawara birayên xwe yên mezin ve çûye. Ew îro bi hêviya hawara li birayên xwe yên mezin ve maye.
Bi destpêka “Bihara Erebî” re li rojavayê Kurdistanê derfeteke ku kesek ne li bendê bû çêbû û hêviya xwerizgarkirina ji rejîma Baas afirî. Her çiqas di nava partiyên kurdî de tifaqeke ku bikaribe bibe dengê hemû rojavayê Kurdistanê heta roja îro jî neafireye, lê kurdan bi stratejiyek mûazam valehiya ku li erdnîgariya kurdan pêk hat dagirtin. Bi vê yekê re texrîbatên şerê navxweyî yê Sûriyê negihan rojavayê Kurdistanê. Kurd bi stratejiyeke wisa tevgeriyan ku sibe rejîm jî li ser hikûm bimîne û opozisyon jî were ser hikûm, her du jî neçar in ku kurdan mûxatab bigirin.
Ev aliyê siyasî, leşkerî û konjektûrî yê meseleyê ye lê belê aliyê mirovî yê ji nedîtîve tê jî heye. Kurdên li Rojava di nava dorpêça ambargoyeke ku di warê debara jiyanê de bi astengiyan re rû bi rû dimînin re mane. Lê berovajî vê yekê kurdên ji vî parçeyî welêt penaberî parçeyên din bûne di bin şertên tehmet de jiyana xwe didomînin.

Trajediya penaberên ji Rojava ji nedîtinê ve tê
Bi sedhezaran kurdên Rojava ji ber texrîbatên şer û metirsiya jiyana xwe ji Rojava reviyan welatên din. Her wiha îro bakur û başûrê Kurdistanê malovaniya bi sedhezaran penaberên ji Rojava dikin. Piraniya van penaberan li her du parçeyên welêt di bin şertên zehmet de jiyana xwe didomînin. Ev hejmara wan a bilind bûye sedema kêşeyên civakî û afirandina pêşdaraziyan. 

Li Başûr bi çavê tewanbarên potensiyel li rojavayiyan tê nêrîn
Li Başûr derdora 250 hezar kurdên penaber yên ji Rojava dijîn. Kesên derfetê dibînin, hewl didin ji derveyî kampên penaberan jiyana xwe berdewam bikin. Derfet jî bi xwe tevlîkarina bazara kar peyda dibin. Ew di bazara kar de bi heqdestiyeke gelekî erzan kar dikin. Pêre jî hejmara bilind ya penaberên ji Rojava ya li başûrê Kurdistanê bûye sedem ku kirêyên xaniyan li gelek deveran giran bibin. Van hokan bi xwe re parçebûna civakê û pêşdarazî li dijî kurdên Rojava afirandiye. Pêkanîna sûcekî ji hêla kesekî ve êdî wekî sûcekî kolektîf tê dîtin. Gotegotên ku rojavayî şêlandin, dizî û keçên wan laşfiroşiyê dikin bûye yek ji babetên ku êdî civak pê radibe û rûdine. Ji ber bi çavekî sûcdarên potensiyal li wan tê nêrîn, êdî ji hêla gelek kesan ve ew wekî parçeyekî civaka xwe ya kurd nayên dîtin. Ew wekî ereb an jî xelkê Sûrî têne bilêvkirin.

Li Bakur belengaziya rojavayiyan tê sûîstimalkirin
Her çiqas îstatîstîkên fermî derbarê kurdên penaber yên ji Rojava li Bakurê Kurdistanê nebin jî, lê bi taybetî li bajarên li ber sînorê Serxet û Binxetê hejmareke wan ya bilind heye. Li van deran jî karê herî zehmet yên mîna avahîlêkirinê bi heqdesteke gelekî erzan li ser pişta wan e. Li van bajarên Bakur jî kirê zêde buha bûye. Her wiha parsekiya ku li nava van bajaran tê kirin dibe sedem ku pêşdaraziya ku kesê ji “Sûrî” be parsekiyê dike belav bibe. Gelek malbat belangaz in û mêrên bi temen yên ji Bakurê Kurdistanê vê belengaziya wan sûîstimal dikin û li hember nextê keçên wan yên ciwan ji xwe re tînin. Her wiha jinanîna li ser hewiyê jî bûye aliyekî din ê vê sûîstimalê. Di aliyê siyasî de jî ku piraniya xelkê van bajaran polîtîzebûyî ye, bi çavên “revokan” li van kesên ku hem ji xwe re erzan didin xebitandin û hem jî bûne “ajansa” wan ya zewacê dinêrin. 

Hemaltiya du parçeyan li ser milê rojavayiyan e
Kurdên penaber yên ji rojavayê Kurdistanê, ger gotin li cih be, êdî hemaltiya gelek bajarên bakur û başûrê Kurdistanê dikin. Gelek kesên ji wan ku li Rojava xwedî dîplome bûn, karê herî zehmet yên ku dîplome jê re pêwîst nake bi nanûzikê dikin. Ger aliyên siyasî li dijî bikaranîn û sûîstimalkirina belengaziya kurdên Rojava yên penaber hem li Başûr û hem li Bakur nekin, derzên civakî wê biafirin. Ev derza civakî ya nav kurdên ji du parçeyên Kurdistanê de wê bandoreke ji derza siyasî ya niha heyî gelek mezintir bike. Xwedîderketina li mafên kar yê penaberên ji Rojava, hilweşandina pêşdaraziyan û rênedana afirîna civakên paralel di nava civaka kurd de peywira otorîteyên siyaseta başûr û bakurê Kurdistanê ye.   

17 Apr 2014

Kujerê Dr. Qasimlo yê bûyî navbeynkarê hikûmeta Bașûr


Endamên Partiya Demokrat a Kurdistan ya Îranê (PDK-Î) șeva 13´ê tîrmeha 1989´ê li mala nûnerê partiyê yê wê demê Dr. Xesrew Behramî ya li Viyanaya paytexta Awûstiryayê bi kelecanî li benda hatina Dr. Abdulrehman Qasimlo bûn. Ji hemûyan re hatibû gotin ku Sekretêrê PDK-Î Dr. Abdulrehman Qasimlo wê saet 19.00´ê were... 
Ji saeta hevdîtinê re gelek nemabû... 
Kesê biçûya wî bîne, Dr. Kerîm Pîroty bû...
Pîroty digel hevrêyekî din ê xwe kete rê û çû sekretêrê partiya xwe Qasimlo bîne...
Lê li cihê ku Qasimlo û kesên din yên pê re wê bihata, pêjna wan nehat. Piștî 20 deqîqe derbas bûn, Pîroty bi otomobîlê piçekî ber bi banî ve çû...
Ew li wê kolanê çend sed metreyekî ji cihê ku ew li benda wan bû çav bi gelek otomobîlên polîsan û ambûlansan ket...
Tikênî ji dilê wî hat û dilê wî dest bi kutkutê kir... 
Fêm kir ku bûyereke nexweș qewimiye...
Dr. Kerîm Pîroty xwe nêzîkî polîs kir û ji wan pirs kir çi qewimiye...
Polîsan jî jê re gotin ku di encama reșkujiyekî de sê kes hatine kuștin. Pîroty digel hevrêyê xwe bi rênîșandana polîsan berê xwe da xaniyê ku li navnîșana Linken Bahngasse 5 bû...
Di nava qelebalixa polîsan re çûn mal de...
 Dema derbasî odeyê bûn Dr. Qasimlo di nava lehiya xwînê de piștî wî li qenape bû.  Dr. Fazil Resûlê ji Silêmaniyê ku navbeynkarê șanda Îranê û Dr. Abdulrehman Qasimlo bû, li ber derî li ser zikê xwe ketibû. Nûnerê Ewropa yê Partiyê Abdullah Qadirî Azer jî di nava odeyê de li nêzîkî Dr. Qasimlo yê di nava xwînê de li ser pișta xwe dirêjkirî bû... 
Di heman demê de Dr. Xesrew Behramî bi rêya telefonê pê hisiya ku kesekî birîndar li nexweșxaneya Kaiser Franz Josef e. Ew bi hêviya ku kesê birîndar yek ji șanda PDK-Î be bi bayê bezê çû wê nexweșxanê. Li nexweșxanê ew bi alîkariya doktoran çû odeya ku kesê birîndar lê ye...
Çav bi yê birîndarê ku ne li ser hișê xwe bû ket. Binçengê kesê birîndar hatibû kêlîkirin û li lașê wî cihê birîndariya ji guleyekî diyar dibû...
Kesê birîndar Mihemed Ceifer Sehrarûdî yê di nava șanda Îranê ya ku reșkujî pêk anî de bi xwe bû...
Sehrarûdî piștre ji ber têkiliyên xweș yên navbera Îran û Awustiryayê de wekî kujerên din yên heman reșkujiyê beyî were girtin, bi eskortê anîn balefirgeha Viyanayê û ji wir jî xwe gihand Tehranê.
Ew piștre li Îranê bi rûtbeya generaltiyê hate xelatkiri. Sehrarûdî niha jî şêwirmendê Fermandeyê Hêza Quds a Îranê, Qasim Silêman e...
Mihemed Ceifer Sehrarûdî bi șêwirmendê heman hêzê, Serdar Mescidî re roja dușemê (14.04.2014) li Silêmaniyê ligel nûnerên YNK û Tevgera Goran rûnișt û piștre jî li Hewlêrê ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hevdîtinek pêk anî. Heman kes roja sêșemê jî dîsa li Hewlêrê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re rûnișt. 
Armanca serdana Sehrarûdî navbeynkariya PDK, YNK û Tevgera Goran a ji bo pêkanîna hikûmeteke koalisyonê ye. Tê gotin ku șanda Îranê ji hêla YNK´ê ve hatiye vexwandin û wê daxwaz kiriye ku ew bibin navbeynkar...
Hêza Quds a Îranê hêzeke leșkerî ya șerê taybet e. Operasyonên derve yên Îranê ji hêla vê hêzê ve tênê birêvebirin...
Ger partiyên kurdî bi hêviya navbeynkariye hêzeke leșkerî ya dagirkerekî parçeyekî Kurdistanê ve mabin, ev tê wê wateyê ku hêjî rêveber û dîplomatên wê dewletê bi xwe van partiyên kurdî nas nakin...
Herwiha destnîșankirina kujerê serokekî kurd wekî navbeynkarê kurdan, hem heqaretê û hem jî tehdîtê di nava xwe de dihewîne...
Ya dawî jî, pejirandina vî kesî wekî navbeynkar, bêrêziyeke mezin e li tekoșîna rizgariya netewî ya bi salan e li rojhilatê Kurdistanê û herwiha li kesayeta rêberê kurd Dr. Qasimlo.

10 Apr 2014

BDP li Agirî bi wendakirinê re rû bi rû ye


Li Agirî wê roja 1´ê hezîranê hilbijartin werin dubarekirin. Dubarekirina hilbijartinan metirsiyeke mezin ji bo BDP´ê bi xwe re diafirîne. Ji ber vê metirsiyê dewletê bela xwe ji Agirî venekir. BDP li ser îtîrazên AKP´ê ji hejmartina dengên hilbijartina Agirî westiya. Pê re jî tirsiya ku bi fêl û fenan encam were berevajîkirin û șaredarî bi vî awayî teslîmî AKP were kirin. Ev westandin û tirs bû sedem ku BDP ber bi AKP`ê ve biçe û daxwaza dubarekirina hilbijartinan bike.
Daxwaza dubarekirina hilbijartinê li Agirî hem ji hêla AKP´ê, hem ji hêla Lijneya Bilind ya Hilbijartinê û hem jî ji hêla Walîtiyê ve bi kêfxweșî hate pêșwezîkirin. Bi gotineke din; Dewlet û AKP gihan armanca xwe, kêfxweșiya xwe derbirîn. Sedemê kêfxweșiya wan ew bû ku ji ber wendakirina BDP´ê ya Agirî, rêbaza wan bi ser ketibû... 


Agirî ji bo dewletê hem cihekî girîng e û hem jî xwedî jeostratejîk e. Ne tenê dewletê, herwiha kurdan jî karîkatûra rojnameya Milliyetê ya 19´ê îlûna 1930´ê ji bîr nekirine; Piștî serhildana Agirî wê demê têk çûbû, Milliyetê ew karîkatura navdar ya bi nivîsa "Muhayyel Kurdistan burada meftundur - Kurdistana xeyalî li vira veșartiye" weșandibû. Bidestxistina partiyeke kurd ya bajarê agirî, tê wateya têkbirina wê jixwebaweriya dewletê bi xwe..Agirî herwiha di sînorê rojhilatê Kurdistanê de ye jî. Ev taybetiya bajêr jî bêguman dibe sedem ku nexwaze birêveberî di destê kurdan de be...
 Ji hêla din ve birêvebirineke baș ya șaredariya Agirî dikare bandorê li bajar û navçeyên din yên herêma Serhedê jî bike. Dewlet jî baș dizane ku karîzma û azmûna namezetê șaredariya Agirî, Sirri Sakik ji bo vê yekê pêkan e...

Di vê hilbijartinê de BDP tenê bi 20 dengan zêdetir ji AKP´ê bi ser ketibû. Kêmbûna ferqa dengan ya navbera her du partiyan, derfeteke zêrîn ji AKP´ê re afirandibû. Ev ferqa kêm bû sedem ku di dawiya dawî de AKP bigihe armanca xwe û bi vî awayî hilbijartinên li Agirî werin dubarekirin..
Ji bo BDP di hilbijartina duyemîn ya Agirî de bi ser bikeve, xebateke cidî ya ji îro û pê de destpêbike pêwist e. Naxwe li gor encama hilbijartinên li Agirî yên vê carê qet ne pêkan e ku BDP bi ser bikeve. 


Di vê hilbijartinê de li Agirî ji partiya SP: 1.308, MHP: 827, HUDA-PAR:616 û partiyên din re jî 1200 deng derketin. Bi ihtimaleke mezin wê piraniya van dengan vê carê ji AKP´ê re biçin.Șansê serkeftinê yê BDP´ê di çarçoveya dengên ji partiyên din re derketibûn wê di hilbijartina 1'ê hezîranê de ji ya vê cara kêmtir be. Ji ber vê çendê ji vê saetê û pê ve divê BDP li Agirî bi șev û roj xebatê bike û kesên dûrî xwe jî îqna bike. Ger BDP xebateke cidî ya îqnaker û himbêzker neke, șansê BDP´ê li gor cara yekemîn wê vê carê gelekî kêmtir be.

BDP’ê nekarî li îradeya gel xwedî derkeve!

Hilbijartinên herêmî yên îsal ên Tirkiyeyê hem di dema birêvebirana kampanyayê de û hem jî di dema lidarketinê de ji salên din cuda bû. Nakokiyên di navbera hikumeta Erdogan û Cemaeta Fethullah Gulen de bûn sedem ku ne tenê çavên Tirkiyeyê, her wiha çavên cîhanê jî li van hilbijartinan bin. Bendewarî ew bû AKP ji ber belavkirina tomarên deng yên derbarê bertîlxweriya wezîrên xwe de derbeyeke mezin bixwe.
Ji hêla din ve li Kurdistanê jî bendewarî ew bû ku BDP piraniya bajarên mezin yên bakurê Kurdistanê bidest bixe. 
Lê belê di encamê de AKP’ê dijberî bendewariyan bi serkeftî ji hilbijartinan derket. Her wiha, ligel berfirehkirina desthilatdariya xwe, BDP'ê nekarî hemû bendewariyên ku afirîbûn pêk bîne.
BDP'ê bi nejidestdana bajarên di destê xwe de û bidestxistina bajarên girîng yên mîna Agirî, Bedlîs û Mêrdînê û pê re jî gelek navçeyên li herêma Serhedê bêguman serkeftinek baş bi dest xist.
Hem gelek çavdêran û hem jî BDP'ê windakirina hinek navçeyên di destên xwe de û nebidestxistina hinek bajar û navçeyên din yên bakurê Kurdistanê girêdayî diziya dengan ya ji hêla AKP'ê ve kirin. Her wiha heta radeyekî jî wekheviya navên partiyên mîna BTP û BBP'ê bûn sedem ku hinek deng ji kîsê BDP'ê biçin.
Bêguman ne tasadûfî bû ku li gelek bajarên Bakur yên li ser sînorê Rojava elektirîk di dema hejmartina dengan de çû. Her wiha pevxeletkirina navê BDP'ê bi BBP û BTP'ê li gundê min û gelek gund û bajarên Botanê jî di nav de, li gelek cihan bû sedema windakirina dengan.
Pevxelitandina navên partiyan û diziya dengan ya ku tê behskirin çîroka Mele û Dizan tîne bîra mirov; Şevekî diz dikevin mala Melê û piştî gundî bi diziya bûyî dihisin, berê xwe didin mala wî. Hinek dibêjin “ma tu ker î te dengê dizan nekir”, hinekên din dibêjin “ma tu bîr nabî deriyê mala xwe asê bikî!” û gundî Melê li erdê didin û li ezmanan didin. Li ser rexneyên gundiyan Mele aciz dibe û dibêje: “Temam min hay ji mala xwe nema, bila sûcê min be. Ma qet sûcê dizên ketin di mala min de jî nîn e!?”
Wekî meseleya Melê, ma derbarê diziya dengan û pevguhertina navê partiyan de qet sûcê BDP'ê jî nîn e?
Pêwîst e BDP berî her tiştî berê riman bide xwe. Ger BDP'ê bi rêk û pêk amadekarî ji bo parastina sindoqên dengan pêk bianiya, wê diziya ku behsa wê tê kirin ew qas pêk nehata. Her wiha ger hilbijêr li ser metirsiya pevguhertina wekheviya navên partiyan hatiba hişyarkirin, wê xelkê ew qas deng bi şaşî nedaba partiyên nijadperestên tirk yên ku gelek kesan pêşiya wê demê qet navê wan jî nebihîstibû.
Li bajarê Mêrdînê Ahmet Turk ji ber qedexeya endambûna partiyên siyasî li ser e, wekî namzetê serbixwe ket hilbijartinê. Ez hefteyekî pêşiya hilbijartinan li Nisêbînê bûm. Heta wê demê jî piraniya kesên ez bi wan re axivîm haya wan jê nebû ku Ahmet Turk wê wekî namzetekî serbixwe bikeve hilbijartinê. Yên haya wan heyî jî derbarê pisûlaya dengan de nehatibûn agahdarkirin. Baş bû ku karesatekî li wir jî pêk nehat...
Ger BDP'ê enerjiya ji bo hilbijartina namzetan xerc kirî, ji bo têgihîştina hilbijêran jî xerc bikira, wê ne ew qas dizî û ne jî pevguhertina navên partiyan pêk bihata. Wê pêwîstî bi bangkirina xelkê ya pêkanîna xwepêşandanên ku hilbijêrên dangê xwe dabûnê birîndar bibin nedîtiba.
Gel ya xwe kir û îradeya xwe bi dengan teslîmî BDP'ê kir lê belê ya ku nekarî li dengê gel xwedî derkeve BDP bi xwe bû.      

Pêșdaraziyên li dijî kurdên li Ewropayê

Kurdên li Ewropayê dijîn bextreș in. Ew hem ji dêrê jî û hem jî ji mizgeftê bûne. Pê re jî hem bendewarî û hem jî pêșdaraziyên kurdên li welêt li dijî wan pir in.
Bextreșiya wan ew e ku digel derfetên jiyana misoger ya li welatên Ewropa, heta niha herdem berê wan li welêt bû. Ji bo jiyana xwe ya li Ewropayê ku ji bo piraniya wan mayin de ye, xebateke cidî nekirin. Qibleya wan welat bû û enerjiya xwe ji bo welêt xerc kirin. 
Wêjeya kurmancî ya modern li Ewropayê bi xêra van kurdan bi ser û ber bû. Muzîka kurdî bi rêya stranbêjên kurd yên li Ewropayê dijîn bi pêș ket. Ji salên 1990‘an û pê de bi têkoșîna Tevgera Kurd êdî li welêt jî hêdî hêdî berhemên wêjeyî û hunerî hatin çêkirin lê li ser temelê ku kurdên li Ewropayê ava kiribûn.
Di warê pêșketinên siyasî de jî kurdên li Ewropayê bandoreke erênî û berbiçav li welêt kirin. Ji bo bandora li raya giștî ya Ewropayê ya derbarê çewsandinên li ser kurdan de herdem li kolanan çalakî lidardixistin. Pê re jî ji nanê zarokên xwe kêm dikirin û bi awayekî mehane alîkariya diravî rêkirin ji Tevgera Azadîxwaz ya Kurd re. Di warê mobîlîzekirina girseyên li welêt û her wiha agahdarkirina dinyayê jî rêbazeke bi bandor li ser milên wan bû; Yekem televîzyona li ser peykê bi destê wan kete mala hemû kurdan. Bi wê televîzyonê kurmanciyeke ku êdî bûye kurmanciya standart jî di nava kurdan de rûnișt. 
Ez çima behsa vê yekê dikim?
Edîtorê malpera me Diyarnameyê Cemîl Oguz li ser tora medyaya civakî Facebookê bi van gotinên xwe nîqașek da destpêkirin: "Gelo mafê biraderên me yên li welatên Ewropayê dijîn heye li ser hevalên me yên li welat dijîn gotinê bibêjin?"
Ez wekî bersiv dibêjim Cemîl; Erê heye! Sedemên vê bersiva min li jor hatine rêzkirin...
Lê divê ev yek jî li ser were zêdekirin: Cemîl bi pirsa xwe ya provaktîf ne niyeta xwe lê belê ji van hevokên wî yên di bin pirsa wî ya li jor de jî diyar dibe ku xwestiya balê bikișîne ser derûniya bi nakok ya kesên li derve û li nav welêt dijîn: "Çima min pirsî? Ez gelek caran dibînim, ew bi van gotinên xwe hem ji aliyê fîzîkî, hem ji aliyê fikrî ve ji welat dûr in. Ez dibînim ku du dinyayên cuda li holê hene. Gotibû çi pêşiyên me:‘Dengê daholê ji dûr ve xweş tê’..." 
Cemîl Oguz di vî alî de mafdar e. Jiyana li xerîbiyê bûye sedem ku hest û derûniya kurdên polîtîzebûyî ji hest û derûniya kurdên li welêt guhertî be. Her wiha realîteya xirecira rêvebirin û debara jiyana rojane ya kurdên li welêt bi awayekî din șîrove dikin. Heta radeyekî di warê siyasî de ji kurdên li welêt radîkaltir in jî ... 
Ev hest û derûniya bi nakok ne xusûsiyeteke kurdan tenê ye; Ji bo em vê yekê fêm bikin, em li diyasporaya ermenî û lobiya cihûyan binêrin...

26 Feb 2014

Di konferansên navneteweyî de rewşa kurdî

Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê di hefteyên derbasbûyî de du caran malovaniya kurdan kir. Her du caran jî amadekarên konferansan nekarîn wergêrên ku bi bikaribin bi sîmûltana wergera kurdî ji bo zimanên din bikin, peyda bikin. Bi vê yekê jî diyar bû ku digel pêşveçûnên heyî jî, kurdî hê jî zimanekî li ber xwe dide û di warê bikaranînê de negihîştiye asta zimên din.

Di navbera 4-5ê berfanbara par de li Parlamentoya Ewropayê konferansa bi sernavê “Tirkiye, Kurd û pêvajoya aştiyê ya Îmralî: Fersendeke dîrokî” hat lidarxistin. Ligel rewşenbîr û siyasetmedarên kurd, kesayetiyên biyanî yên ji gelek welatên cîhanê jî di nava vê konferansê de cihê xwe girtin. Bi zêdeyî deh zimanan wergera sîmûltane ya gotarên beşdaran dihat kirin. Lê belê digel ku hem babet kurd derbarê kurdan de bû û hem jî û piraniya beşdaran kurd bûn, wergera bi kurdî nehat kirin Ji ber vê egerê kesayetên mîna Leyla Zana gotarên xwe bi zimanê tirkî pêşkêş kirin.

Dîsa 21’ê meha derbasbûyî de jî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Parlamentoya Ewropayê beşdarî konferansekî bû û civîneke çapemeniyê lidar xist. Ji ber wergêrên ku bikaribin gotara Barzanî ji kurdî bi awayekî sîmûltane wergerînin zimanê îngilîzî, frensî, almanî û îtalî nebûn, wî gotara xwe bi awayekî mecbûrî bi zimanê erebî pêşkêş kir...

Rast e, ev kêşe bi serê xwe dibe sedem ku di konferansên navnetewî de mirov wekî kurd li ber xwe bikeve û dilê mirov bi bêxwedîbûna zimanê mirov bişewite. Lê belê rastiyeke din jî heye; Nivîsandin û axaftina bi kurdî ji minet û gazindan derketiye. Roj bi roj eleqe ji bo kurdî zêdetir dibe. Li ser medyaya civakî mirov rojana pêrgî wê yekê tê ku kesên tu qet ne li bendê bî, êdî bi zimanê kurdî peyamên xwe dinivîsin. Niha gelek kes bi taybetî di warê medya û perwerdehiyê de debara xwe bi zimanê kurdî dikin...

Di vî warî de divê em ne xeyalperest bin; Heta zimanê kurdî ber bi sazîbûnê ve neçe, ku ev yek jî girêdayî têkoşîna qada siyasî ya kurdan e, kurdî wê di warê bikaranînê de negihe asta zimanên din..

Di dawiyê de dixwazim vê yekê jî bêjim; Ger îro li Parlamentoya Ewropayê peydanebûna wergêrên kurdî yên sîmûltane dibin babet, ev yek bi serê xwe jî nîşana wê yekê ye ku zimanê kurdî kefenê mirinê çirandiye...

Jan a Ganî Nar

Dengê hunermend Ganî Nar dengekî wisa ye ku herdem di guhê mirov de dike zingînî. Ez ji zarokatiya xwe ve ji vî dengî hez dikim. Taybetiya Ganî Nar ne tenê ew dengê wî yê bi hêz e, her wiha gotinên wî yên stranan jî ne gotinên ji rêzê ne. Deng û gotinên wî bi bandor in.

Ev derdora 35 salan e ku ew bi hunerê re mijûl e...
Ganî Nar niha nexweş e û ev cara duyemîn e ku nexweşiya penceşêrê miseletê wî dibe. Berî niha vê nexweşiya bêbav bela xwe li roviyên wî da bû. Ganî Nar li ber xwe da û ev nexweşî têk biribû. Berî demekî jî dîsa heman nexweşiyê xwe li kezeba wî da. Li ser vê yekê parҫeyekî kezeba wî hat jêkirin. Ҫav li rê bû ku piştî emeliyatê hem ew were ser xwe û hem jî tedawiya wî ya kemoyê dest pê bike. Lê ji ber ҫewtiyeke doktoran ava di zirav de xwe berda derdora kezeba wî. Ev demeke ku ew ji ber vê ava belav dibe bêzar e. Nikare xwarinê bixwe. Avê vedixwe lê di cîh de diavêje...

Ev ҫend mehek e tedawiya wî li nexweşxana St. Joseph-Hospital ya bajarê Troisdorfa Almanyayê didome. Herî dawî berî ҫend rojan doktoran ew rêkirin malê. Lê hê rojek derbasnebû, ji ber gazindên dubare rûdan, ew rakirin heman nexweşxanê...

Ji berî heşt salan min di nivîsa xwe ya bi sernavê “Ma tu kesê Ganî Nar baş bike nîn e?...” wiha gotibû: “Dema ez li strana wî ya bi navê ‘Bi min nekene’ guhdarî dikim, dîmenek wisa tê ber ҫavên min: Ganî Nar bi cilên xwe yên rojane li ser dikê ye. Zêdeyî sed muzîkjen li pişt wî muzîkê lêdixin. Dema ew ‘Bi min nekene’ distrîne, di dawiya stranê de bi dengê xwe yê tûj qîrê dide. Hê wî dawî li strana xwe neanî, bi hezaran kesên bi hestên kûr lê guhdarî dikin, radibin li ser lingan û bi deqîqeyan li ser lingan jê re didin ber ҫepkan. Di vê navberê de di nava tezawiratan de Ganî Nar jî carcaran bi dengekî melûl û tije hest dibêje ‘spas, spas...’ û di bin ҫavikên wî de hêdî hêdî dilopên hêstiran ji ҫavên wî têne xwarê...”
Dema min ev hevokên li jor nivîstibûn albuma “Bi min nekene” ya Ganî Nar nû derketibû. Min ew nivîs ser xwepaşdekişandina ji hunerê ya Ganî Nar nivîsibû...

Ji wê rojê heta îro wî nekarî klîpa vê strana xwe bide ҫêkirin. Jê re xeyal bû ku vê stranê bike klîp, lê derfet nedîtin...

Berî ҫend rojan li ser textê nexweşxaneyê Ganî Nar bihîst ku albuma wî ya nû ya bi navê “Jan” derketiye û vê nûҫeyê ew gelekî kêfxweş kir...

“Jan” a wî jê re bûye moral, lê jana nava wî bûye sedem ku ew gelek kîloyan bide û hêjî li dijî vê janê di nava tekoşînê de ye. Ne tenê doktor, her wiha em jî dikarin li dijî vê jana wî tiştinan bikin; Wî bi tenê nehêlin...

Hemû alî li Cenev 2 tenê di xalekî de hemfikir in: KURD

Konferansa Cenev 2 di roja yekemîn de bala cîhanê hemûyî bir ser xwe. Konferansa ku tê de opozisyon, nûnerên hikûmeta Sûrî û herwiha wezîrên karên derve yên zêdeyî 30 welatan beşdar bûn, roja 22.01.2014an li avahiya dîroka ya bi navê ´Qesra Montreux` ku li bajarê Montreuxê
yê Swîs re ye birêve ҫû. Ji seranserî cîhanê zêdeyî 600 rojnamevanan konferans şopandin. 
Dikonferansa ku tedbîrên ewlekariyê bi rêya hewayî, bejayî û li ser avê di asta herî bilin de bûn, alîgirên Beşar Esed û rejîma Sûriyê jî danê sibihê xwepêşandanek li ber cihê konferansê lidarxistin.

Roja înê jî konfernasê li bajarê Cenevê di avahiya Neteweyên Yekbûyî bi navbeynkariya nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyê, Exzer Îbrahîmî domand. Wê rojê jî dijberên rejîmê
li ber avahiya NY xwepêşandanek lidarxistin. Bi wî awayî hevdîtinên di navbera Hevpeymaniya Niştimanî ya opozisyona Sûriyê (Îtilaf) û nûnerên hikûmeta Sûrî dom kirin. Kurd wekî lijneyeke serbixwe ji bo Cenev 2 nehatin vexwandin. Projeya ku Kurd bi navê Desteya Bilind ya Kurdî beşdarî konferansê bibin bi ser neket. Bi vî awayî jî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ku li Rojavayê Kurdistanê hêza herî mezin e û niha de-facto desthilat e, derveyî konferansê ma. Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûrî (ENKS) ku zêdeyî deh partiyan endam in, di nava Îtilafê de tê temsîlkirin. 

Di nava lijneya hevdîtinên bi nûnerên hikûmeta Beşar Esad de ji ENKSê Ebdilhemîd Hec Derwêş wekî endamê eslî û Îbrahîm Biro wekî endamê yedek cih girtin. Bi gotineke din; Temsîla Kurdan ne rasterast bi hêviya Kurdan ve lê belê bi hêviya opozisyona Sûrî ve hat hiştin. Pirsa ka opozisyona li Cenevê bi xwe jî çiqasî dikare temsîla dijberên Esed bike zêde girîng e, ji ber Îtilafa beşdar bi xwe jî ne bi temamî li wir amade ye. Pêkhateya herî giring ya opozisyonê ku Encûmena Niştimanî ya Sûrî ye, li dijî beşdariya konferansê helwest danî û beşdar nebû. Herwiha Desteya Hemahengiyê ku bi taybetî çepgir di nav de ne û PYD jî endamê wê ye, digel ku hatibû vexwandin jî, konferans protesto kir û beşdar nebû. Bêguman di biryarên navnetewî de temsîl bi xwe saloxdan û nêzîkbûneke relatîv e lê belê pirsiyar ew e ka wê Îtilaf a ku di konferansê de bûye muhatabê rejîma Beşar Esed ji bo Kurdan çi bixwaze û amade ye di encamê de çi bide...

Dema ENKS bû endama Îtilafê, protokolek di navbera herdu aliyan de hat imzekirin. Di çarçoveya vê protokolê de soz tê dayin ku mafên Kurdan yên makezagonî di Sûriyeya dahatûyê de misoger bibe. Lê belê di vî warî de nediyar e ka divê çiqasî pêbawerî bi endamên Îtilafê hebe. Kurdên di nava ENKSê de bi Îtilafê re li Cenevê ne jî li ser vê babetê bi nakok in. Hevpeyvînên du beşdarên konferansê yên di hejmara Rûdawê ya 234ê de bi zelalî bersiva vê pirsê didin; Sekretêrê Partiya Pêşverû Ebdilhemîd Hec Derwêş dibêje ku gellek kesên di nava Îtilafê de ne miwafiqê vê protokola di navbera wan û ENKSê de ne. Lê belê sekretêrê El-Partî Ebdilhekîm Beşar dibêje ku hevpeymanên wan êdî gellek rehet li nêrînên kurdan dinêrin.

Nebeşdariya PYDê

Li Rojavayê Kurdistanê PYDê binesaziya birêveberî û leşkerî ava kiriye. Bi îlankirina kantonan re ew êdî De-facto digel hevpeymanên xwe yên din pirraniya herêmên kurdî yên li Rojava birêve dibe. Rêveberên partiyên di nava ENKSê de li derveyî Rojava xebatên xwe yên siyasî dimeşînin û ji dûr dixwazin desthilatdariya girseya ku ji wan qut in bikin. Di vê çarçoweyê de ne pêkan e ku ENKS bikaribe beyî erêkirina PYDê di pratîkê de biryarên ji konferansê derbarê Kurdan de derkevin bi cih bike. Desthilatdarî bi hêz û hebûna girseyan tê misogerkirin.

Digel ku sekretêrê El-Partî Ebdulhekîm Beşar di cihekî hevpeyvîna xwe ya navderbasbûyî de dibêje ku ger rejîm peymana Cenev 1ê nepejirîne, ewê tekoşîna xwe ya siyasî û leşkerî berdewam bikin, lê belê li ser axê hêzeke leşkerî ya berbiçav ya girêdayî ENKSê nîne. Tê zanîn ku di destpêka şerê Sûrî de derdora 700 ciwanên Kurd yên ji leşkeriya rejîma Esed reviyayî li Başûrê Kurdistanê hatin perwerdekirin lê belê piştî PYDê destûra wan ya derbasbûna wî alî neda, ev hêz piştre ji hev belav bû. 

Ger em dîsa bizîvirin ser nebeşdariya PYDê ya Cenev 2, divê di sêrî de em hevdîtinên herî dawî yên aliyan yên li Hewlêrê bînin bîra xwe; Meha derbasbûyî bi navbeynkariya parlamentera Amedê Leyla Zana û şaredarê Amedê Osman Baydemîr nûnerên EGRKê û ENKSê li Hewlêrê li ev civiyabûn. Li wir biryar hatibû dayin ku kîjan alî beşdarî Cenev 2 bibe, ewê temsîliyeta Kurdan bike. Niha ENKS li civînê ye lê nûnerên PYDê didin diyarkirin ku kesên li wir temsîla Kurdan nakin. Hem PYD û hem jî ENKSê heta niha ev yek ron nekirina ka piştî civîna Hewlêrê çi qewimî ku aliyek biryara ku hatibû dayin napejirîne. Herwiha em dizanin ku PYD endamê Desteya Hemahengiyê ye û hevserokê PYDê Salih Muslim cîgerê serokê vê desteyê ye. Desteya Hemahengiyê jî ji bo Cenev 2yê hatibû vexwandin. Lê belê Hemahengiyê vexwandin paşve rêkir û beşdar nebû. Ku Hemahengî beşdarî konferansê bibûya, wê demê wê PYD jî bi ihtimaleke mezin beşdarî konferansê bûba. 

Bi vê yekê wê destê Kurdan li konferansê xurt bûba û bi awayekî otomatîk hem PYD û hem jî ENKS wê li wir amade ba. Lê nepejirandina Desteya Hemahengiyê ya çûyîna Cenev 2 bi vî awayî pêşiya beşdariya PYDê ya Cenev 2 yê jî girt. Ev xaleke ku divê PYD ron bike ka bi çi niyetê Desteya Hemahengiyê vexwandina konferansê paşde rêkir. Ji ber beşdariya PYDê ya konferansê dikarî ji bo Rojavayê Kurdistanê bibe misogeriya bidestxistina statûyeke ji bo Kurdan.

Bandora ragihandina herêmên kanton

PYDê digel hinek aliyên din yên siyasî bi awayekî stratejîk rojekî pêşiya destpêkirina konferansa Cenev 2 damezirandina kantona Cizîrê ragihand. Bêguman dema ragihandina wê ne bi tesadûfî bû û di rastiyê de çav li rê bû ku kantona Cizîrê roja 22yê Kanûnê, ango roja damezirandina komara Mahabad ya Kurdistanê were ragihandin. Lê bi armanca peyamrêkirina ji bo konferansa Cenev 2, ev yek rojekî pêşiya vê roja dîrokî û pê re jî rojekî pêşiya destpêka Cenev 2 pêk hat. PYD û hêzên din yên beşdarî Cenev 2 nebûne, bi vî awayî peyam dan ku di rastiyê de li ser axê ew hene û biryarên beyî wan ew ê nepejirînin. 

Ragihandina kantonan wê di dahatûyê de diyar bibe ka dewletên navnetewî dê çi bertekê bidin. Lê belê nûnerên ENKSê yên li Cenevê ku dîtinên wan yên vê derbarê de di herdu hevpeyvînên navderbasbûyî de jî hene, matmayîna xwe ya ji ragihandina kantonan veneşartin. Sekretêrê El-Partî Ebdulhekîm Beşar di navbera du rojan de vê derbarê de du tiştên ji hev guhertî gotin. Wî di hevpeyvîna xwe ya bi heman hejmara Rûdawê de derbarê îlankirina Kantonan de got: “Xweseriya demokratîk tiştekî gellekî biçûk e. Em ji bo Kurdistana Rojava federaliyê dixwazin.” Lê piştre Beşar ji El-Cezîrê re axivî û got: ”PYD Xweseriya Demokratîk dixwaze. Xweserî rasterast banga şer e”. Ev gotinên sekretêrê El-Partî hem ji hev nakok in û hem jî bandora ragihandina kantonan didin nîşandan.

Encam

Herçiqas zêde hêvî ji ber kêmtemsîliyetê bi hevdîtina opozisyonê û hikûmeta Sûrî ve nehatibin girêdan jî, lê alî yekem car e ku li rûyê hev dinêrin. Ev yek bi serê xwe destpêka xetvekirina ji bo rêyeke dirêj ya diyalogê ye. Lê belê rastî ew e ku heta hemû alî nebin muhatabê gotûbêjan, wê bi aweyekî şer bidome. Ji hêla din ve Amerîka êdî neçar e aliyên din jî bike şirîkê hevdîtinan, ji ber hêzên tundrew êdî dikarin bi ezmûnên li Sûrî peyda dikin bibin bela serê welatên rojavayî jî. Ji ber vê çendê ihtimala ku aliyên ser masê berfirehtir bibe roj bi roj zêdetir dibe. Ji hêla din ve nelihevkirina Kurdan ya pêşiya Cenev 2 û pê re girêdayî jî nebeşdariya PYDê ya vê konferansa navnetewî, dibe ku bibe sedema wendakirina şanseke din ya kurdan ya dîrokî li ya ser maseya dîplomasiyê. 

Nebeşdariya Kurdan ya konferansê wekî lijneyeke serbixwe, nîşan dide ku hêzên navnetewî ti stratejî ji bo çarenûsa Kurdan li Rojavayê Kurdistanê nedanîna pêşiya xwe. Herwiha divê were gotin ku digel nakokî û pirsgirêkên di navbera aliyan de, hem Kurdên beşdar, hem opozisyon û hem jî rejîm tenê di warekî de hemfikir in; Destpêkê çareseriya kêşeya giştî ya Sûriyê û dûre behskirina mafên Kurdan.


26.01.2014

28 Apr 2013

‘Dema şîva we bû tirşik vegerin’



Di dîwanên hunermend û nivîskarên kurd de mirov gelek caran dibihîze ku qedrê hunermend û rewşenbîrên li derveyî welêt dijîn li welêt bêhtir tê girtin.

Ne tenê yên li welêt dijîn...

Her wiha bi taybetî gelek hunermendên li derveyî welêt dijîn jî di wê baweriyê de ne ku dema hunermendek ji welêt tê Ewropayê bêhtir qedrê wî tê girtin.

Ka em navberê piçekî tengtir bikin;
Nivîskar an hunermendek ê li bajarekî dijî jî di wê baweriyê de ye ku derdora wî bêhtir qîmet dide yên ji derveyî wî bajarî...

Ji xwe festîvalên şaredariyên kurdan di vî warî de nimûneyek xweş e. Mirov gelek caran ji hunermend û nivîskarên herêma festîval lê tê lidarxistin dibihîse ku wekî şaredarî raxbetê nîşanî nivîskar û hunermendên ji derve dikin, nîşanî yên xwemalî nakin...

Ev şikayet ne tenê li nav nivîskar û hunermendan hene...

Em berê xwe bidin civakê û bi taybetî malbatan; Mirov gelek caran pêrgî şikayetên filankes bêhtir ji filankes hez dike tê. Ji xwe em behsa gotinên mêhla dê û bavan li ser filan keçê an filan kurê malê bêhtir heye nekin...

Gelo naveroka hevokên li jor hemû pêşdarazî ne?

Na!

Cihên kesên dûr di nava jiyanê de cihekî taybet e. Tiştên dûr meraqê bi xwe re diafirînin. Hesret dibe sedem ku ev meraq bêhtir bibe. Mirov bi hûrbînî li ser kesên dûr difikirin.

Ji xwe nivîskar Arthur Schnizler jî dema dijiya digot ku wateya jiyanê ne armancên mirov gihayiyê ye lê rêyên mirov li pey dikevê ne...

Lê dema mirov digihe armancê çi diqewime û ew qedirgitina ji hesretê pêk dihat çiqasî demdirêjî ye?

Mirovekî min dema kesek bi armanca betlaneyê ji Almanya biçûya Kurdistanê , herdem heman şîret dikir: "Dema şîva we bû tirşik vegerin. Ji ber tirşik destnîşana wê yekê ye ku êdî qedrê we li wir nemaye..."

Ez hem bi gotinên fîlozofekî bersiva encama dawîhatina hesretê bidim û hem jî dawî li nivîsa vê carê bînim: Xelîl Cîbran dibêje ku hemû tiştê mirov bi awayekî nehênî di bin zilomatiya şevê de vedişêre, wê piştî demekî di bin ronahiya rojê de xuya bike.